KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g18 № 2 rûp. 7
  • 4 Baxşandin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 4 Baxşandin
  • Hişyar Bin!—2018
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EW ÇI TÊ HESABÊ
  • ÇIMA FERZ E
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • Em Ça Dikarin Baxşandinêda Çev Bidine Yehowa?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Baxşandin
    Hişyar Bin!—2018
  • Yehowa Wan Meriva Kerem Dike, yên ku Dibaxşînin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • 3 Qedirgirtin
    Hişyar Bin!—2018
Hişyar Bin!—2018
g18 № 2 rûp. 7
Cotên zewicî tevayî şixulkariyê dikin, ku agir bitemirînin

Baxşandin dikare agirê şerkirinê bitemrîne

Bona Cotên Zewicî

4 Baxşandin

EW ÇI TÊ HESABÊ

Bibaxşînî, tê hesabê him xeydê ji dilê xwe derxî, him jî hemû hestên ku xeydêva girêdayî ne. Baxşandin nayê hesabê wekî tu kirên wîyî nerastra qayîl bî, yan qe hilnedî hesab, yan jî xwe usa kifş kî, têbêjî tiştek neqewimiye.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe” (Kolosî 3:13).

Aaron dibêje: “Çaxê tu kesekî hiz dikî, tu dîna xwe nadî kêmasiyên wî, lê dewsê tu hunurên baş nav wîda divînî û tu usa jî divînî, wekî ewana ça ser xwe dixebitin, wekî bibine merivne baş”.

ÇIMA FERZ E

Hergê tu xeydê dilê xweda xwey dikî, ev yek dikare aliyê fîzîkîda û êmosiyalîda zîyanê bide te. Ew usa jî dikare zewaca te bike bin qeziyê.

Jûlya dibêje: “Carekê çaxê mêrê min bona tiştekî ji min baxşandin xwest, evê yekê ez gelek dilteng kirim. Çimkî minra zef çetin bû bibaxşînime wî. Hemikî axiriyê min baxşande wî, lê paşe ez poşman dibûm, ku derbêra min nebaxşande wî. Ev yek ça barekî giran bû nav heleqetiya meda”.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

XWE BICÊRIBÎNE

Careke din çaxê mêr yan jina te bi gilî û kirên xwe, te bide xeydandinê, hingê pirsa bide xwe:

  • “Dibe ku ez gelek xeydok im?”

  • “Gava min didine xeydandinê ez hîviyê me, ku baxşandinê ji min bixwazin yan ez gerekê bîr kim?”

TEVÎ MÊR YAN JINA XWE ŞÊWIR KE

  • Xeyda me çiqas wede dikişîne?

  • Çi em gerekê bikin, ku derbêra hevdu bibaxşînin?

ŞÎRET

  • Çaxê tu dixeyîdî, hingê bona mêr yan jina xwe, xirab nefikirê.

  • Bixebite ku kirên cotên xwe bibaxşînî û bîr neke, ku “em hemû jî gelekî şaşiya dikin” (Aqûb 3:2).

Kîmbêrlî dibêje: “Hêsa ye bibaxşînî çaxê herd jî neheq in, lê kengê yek ji we neheq e îda pir çetin e, baxşandinê qebûl kî û xwexa jî bibaxşînî. Bona wê yekê mulûktî lazim e”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Rêda tevî wî zû li hev were” (Metta 5:25).

Hergê tu xeydê xwey dikî, ev yek dikare aliyê fîzîkîda û êmosiyalîda ziyanê bide te, ev usa jî dikare zewaca te bike ber qeziyê

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin