3. Yûhena
1 Ez zilamê extiyar*, ji te re dostê delal Gayos dinivîsim. Ez ji dil ji te hez dikim.
2 Dostê delal, ez dua dikim ku tu sax û selamet bî û bila di jiyana te de her tişt wek ku niha heye baş dewam bike. 3 Gava bira hatin û ji min re gotin ku tu xwe li ser rêya rastiyê digirî û bi dewamî li ser vê rêyê dimeşî, ez pir kêfxweş bûm. 4 Ji bo min tiştekî ji vê xweştir tune ye ku ez bibihîzim ku zarokên min li ser rêya rastiyê dimeşin.
5 Dostê delal, tu dilsoziya xwe bi vê yekê nîşan didî ku tu alî birayan dikî, her çi qas tu wan nas nakî jî. 6 Wan li ber civatê behsa hezkirina te kir. Gava ew vegerin, wan bi awayekî ku li Xwedê xweş tê bişîne. 7 Çimkî ew ji bo xêra navê Xwedê ketin rê, û wan ji miletên din tu tişt nestand. 8 Loma, gerek em mêvanheziyê ji kesên wisa re nîşan bidin, da ku em di rêya rastiyê de bibin hevalkarên hev.
9 Min ji civatê re hin tişt nivîsîn, lê Diyotrefîs, ê ku dixwaze di nav we de bibe kesê pêşîn, qedrê gotinên me nagire. 10 Loma, gava ez bêm, ezê bala wî bikişînim ser kirinên wî, yanî ku ew derewan dike û tiştên xerab li ser me dibêje. Ji xeynî vê, ew bixêrhatina birayan nake û qedrê wan nagire. Wekî din, ew çi ji destê wî tê dike ku rêya kesên ku dixwazin bixêrhatina birayan bikin bigire û wan ji civatê derxîne.
11 Dostê delal, ne kesên xerab, lê kesên baş ji xwe re bike emsal. Kesê ku qenciyê dike ji Xwedê ye, lê kesê ku xerabiyê dike Xwedê qet nedîtiye*. 12 Her kes di heqê Dîmîtrîos de baş xeber dide, û gotinên wan bi vê yekê ku ew li gor rastiyê dijî, îsbat dibin. Bi rastî em jî li ser wî baş xeber didin, û wek tu dizanî, gotinên me her tim pêbawer in.
13 Ez dixwazim gelek tiştan ji te re bibêjim, lê ez naxwazim vêya bi qelem û hibrê binivîsim. 14 Ez hêvî dikim ku li nêzîk ezê te bibînim û emê rû bi rû sohbetê bikin.
Bila Xwedê aştiyê bide te.
Birayên li vir silavan li te dikin. Silavên min yek bi yek* li hemû birayên li wê derê bike.