Li gor Meta
11 Piştî ku Îsa emir da 12 şagirtên xwe, ew ji wê derê çû bajarên din, da ku mirovan hîn bike û mizgîniyê belav bike.
2 Gava Yehya* di hebsê de bû, wî di heqê kirinên Mesîh de bihîst. Loma wî şagirtên xwe şandin ba Îsa 3 ku ji wî bipirsin: “Gelo yê ku wê bihata tu yî, yan gerek em li benda kesekî din bin?” 4 Îsa cewab da wan: “Herin û tiştên ku hûn dibihîzin û dibînin ji Yehya* re bibêjin: 5 Yên kor êdî dibînin, yên seqet dimeşin, yên bi nexweşiya cuzamê* qenc dibin*, yên ker dibihîzin, yên mirî tên rakirin û ji yên belengaz re mizgînî tê dayîn. 6 Çi qas dilxweş in kesên ku ji ber min nakevin şik û gumanan*.”
7 Gava şagirtên Yehya* çûn, Îsa ji xelkê re li ser Yehya xeber da: “Gava hûn çûn çolê, we dixwest çi bibînin? Ma we dixwest qamîşekî ku li ber bayê diheje, bibînin? 8 Îcar we dixwest li wê derê çi bibînin? Ma hûn çûn ku mirovekî ku kincên giranbiha li xwe kirine, bibînin? Jixwe, kesên ku kincên giranbiha li xwe dikin di qesrên padîşahan de dijîn. 9 Ka bibêjin, hûn çima çûn wê derê? Ku pêxemberekî bibînin? Erê, ez ji we re dibêjim, ew ne tenê pêxember e, lê ew ji pêxemberan mezintir e. 10 Ew e, yê ku di Nivîsarên Pîroz de li ser wî wisa hatiye nivîsîn: ‘Ez xeberbêjê xwe li pêşiya te dişînim. Ewê li pêşiya te rê hazir bike.’ 11 Bi rastî, di nav hemû mirovên ku hatine dinyayê de, kesekî ku ji Yehyayê* Vaftîzkar* mezintir e, derneketiye. Lê belê, di Hukimdariya ezmanan de, yekî biçûk jî ji wî mezintir e. 12 Ji rojên Yehyayê* Vaftîzkar* heta niha, Hukimdariya ezmanan hedefa mirovan e, û ew xîret dikin ku bigihîjin vê hedefê. Û yên ku dev ji vê xîreta xwe bernadin, digihîjin vê hedefê. 13 Çimkî heta dema Yehya*, hemû Nivîsarên Pêxemberan û Qanûnê ji berê ve gotibû ku çi wê çêbe. 14 Û hûn vêya qebûl bikin yan na, ‘Êlyasê ku wê bê’ ew e. 15 Guhên kê hene, bila baş guh bide.
16 Ez vî neslî bişibînim kê? Ew mîna wan zarokan in, ên ku li sûkê rûniştî ne û gazî hevalên xwe dikin 17 û dibêjin: ‘Me ji bo we li bilûrê xist, lê hûn nereqisîn. Me stranên şînê gotin, lê we şîn negirt*.’ 18 Mîna vê, Yehya* hat, ne dixwar û ne jî vedixwar, lê xelk li ser wî dibêje: ‘Ew bi cin ketiye.’ 19 Kurê Mirov hat, dixwe û vedixwe, lê xelk dibêje: ‘Ka li wî binêrin! Ew li pey xwarin û vexwarinê ketiye û dostê bacgir û gunehkaran e.’ Çawa tê gotin: Hîkmet bi kirinên xwe eşkere dibe*.”
20 Piştî vê yekê, Îsa dest bi lomekirina bajaran kir, ên ku wî herî zêde mucîze di nav wan de çêkiribûn, çimkî wan tobe nekir: 21 “Wey li te, Xorazîn! Wey li te, Beytsayda! Eger mucîzeyên ku di nav we de çêbûn, li Sûr û Saydayê çêbûna, wanê ji zû ve bi kincên şîngirtinê di nav xweliyê de tobe bikira. 22 Lê ez ji we re dibêjim, di Roja Hukim de halê Sûr û Saydayê wê ji halê we hêsantir bibe. 23 Û tu, Kapernaûm, ma tu difikirî ku tuyê bigihîjî ezmanan? Na, tuyê bikevî gorê*! Eger mucîzeyên ku di nav te de çêbûn, li Sodomê çêbûna, ewê heta roja îro bimaya. 24 Lê ez ji we re dibêjim, di Roja Hukim de halê Sodomê wê ji halê te* hêsantir bibe.”
25 Wê çaxê, Îsa wisa got: “Ey Bavo, Xudanê erd û ezmanan, ez li ber hemûyan rûmetê didim te, çimkî te ev tişt ji kesên bihîkmet û zana veşartine û ji zarokên biçûk re eşkere kirine. 26 Erê Bavo, çimkî ev yek daxwaza dilê te bû. 27 Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hatiye dayîn. Ji xeynî Bav, tu kes Kur bi temamî nas nake. Û ji xeynî Kur û kesên ku Kur dixwaze ji wan re rastiya di heqê Bav de eşkere bike, tu kes Bav bi temamî nas nake. 28 Werin ba min, ey hûn hemû yên westiyayî û bargiran, û ezê canê we rihet bikim*. 29 Nîrê min deynin ser stûyê xwe û ji min hîn bibin, çimkî ez dilnerm û dilnizm im, û hûnê ji bo canê xwe rihetiyê bistînin*. 30 Çimkî nîrê min rihet e* û barê min sivik e.”