KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • dg beş 11 r. 28-32
  • Bingeha cîhana nû niha tê teşkîlkirin

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Bingeha cîhana nû niha tê teşkîlkirin
  • Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Biratiyeke heqîqî ya navnetewî
  • Taybetmendiyên ku xizmetkarên Xweda didin nasîn
  • Ji bo naskirinê taybetmendiyeke din
  • Bersîvandina doza diduyan
  • Hûn ji bo çi biryara xwe didin?
  • Wê armanca xwedê zû pêk bê
    Armanca jiyanê çi ye? Hûn çawa dikarin wê peyda bikin?
  • “Bımêze! Ez Her Tışti Nû Çê Dıkım”
    “Bımêze! Ez Her Tışti Nû Çê Dıkım”
Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
dg beş 11 r. 28-32

Beş 11

Bingeha cîhana nû niha tê teşkîlkirin

1, 2. Bi pêkhatina pêxamberîtiya Pirtûka Pîroz, çi li ber çavên me dibin?

DI VÊ dema ku cîhana Şeytên zehf çilvir bûye de, ev heqîqeteke şahane ye, ku bingeha cîhana Xweda ya nû niha tê teşkîlkirin. Xweda wê li ber çavên me ji her miletekî, mirovan bicivîne û bi wan bingeha civakekî nû, ya erdî teşkîl bike. Ew civak wê di nêzîk de cihê vê cîhana îroyîn a ku ne di yekîtiyê de ye bistîne. Di Pirtûka Pîroz de, 2. Petrûs 3:13 vê civakê wekî “erdekî nû” binav dike.

2 Pêxamberîtiya Pirtûka Pîroz weha jî dibêje: “Dê di rojên dawî de [dema ku em niha tê de ne]. ... pirr netewe herin û bibêjin: ‘Werin, û em herin hilkişin çiyayê XUDAN [perestina heqîqî ya Yahowa]; ... Û dê rêyên xwe hînî me bike û emê di rêyên wî de bimeşin’ ” (Îşaya 2:2-3).

3. (a) Pêxamberîtiya Îşaya di nav kîjan kesan de tê cîh? (b) Pirtûka dawîn a Pirtûka Pîroz, derbarê vê mijarê de çi dibêje?

3 Ev pêxamberîtî niha di mewcûdiyetê de, di nav wan, ên ku ‘riyên Xweda teqîb dikin û di şiveriyên wî de dimeşin’ de tê cîh. Pirtûka dawîn a Pirtûka Pîroz, vê civaka navnetewî ya aştî­xwaz, weha tarîf dike, “elaleteke mezin ya ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî” — biratiyeke cîhanî ya heqîqî, ya ku ji Xweda re di yekîtiyê de xizmetê dike. Herweha Pirtûka Pîroz wusa jî dibêje: “Evên ha ew in ku ji wê tengahiya mezin hatine” ango, ewê di dawiya vê sîstema xerab a mewcûd de, li jiyanê bimînin (Peyxam 7:9, 14; Metta 24:3).

Biratiyeke heqîqî ya navnetewî

4, 5. Biratiya Şahidên Yahowa, ya li seranserê cîhanê çawa bû mimkun?

4 Bi milyonan Şahidên Yahowa, bi awayeke samîmî, hewl didin ku jiyana xwe bi talîmat û riyên Xweda re di ahengê de bidomînin. Hêviya wan a ji bo jiyana herheyî, bi cîhana Xweda ya nû ve zexim hatiye girêdan. Ew di jiyana xwe ya rojane de, bi îteatkirina ji Qanûnên Xweda re nîşan didin, ku ew dixwazin hem niha û hem jî di cîhana nû de, xwe ji şekilê rêveberiya Xweda re rajêr bikin. Milet an jî nîjada xwe çi dibe bila bibe, ew li her derê ji heman standardan, ên ku Xweda di kelama xwe de qerar dane re, îteat dikin. Ji bo vê yekê ye, ku ew biratiyeke heqîqî, ya navnetewî û civaka cîhanekî nû ne, ya ku ji aliyê Xweda ve hatiye teşkîlkirin (Îşaya 54:13; Metta 22:37, 38; Yûhenna 15:9, 14).

5 Şahidên Yahowa şerefa vê biratiya cîhanî, ya ku bêhempa ye li xwe mal nakin. Ew dizanin, ku ev yek bi saya Ruhê Xweda yê tijehêz mimkun bûye, yê ku li ser mirovên ku xwe ji Qanûnên Xweda re rajêr dikin bandorê dike (Karên Şandiyan 5:29, 32; Galatî 5:22, 23). Ev, karê Xweda ye. Wek ku Îsa gotibû: “Tiştê ku li ba mirovan nabe, li ba Xwedê dibe” (Lûqa 18:27). Nexwe, Xwedayê ku hebûna gerdûnê her û her mimkun kiriye, ew kes e, ku wê hebûna civaka cîhana nû jî, her û her mimkun bike.

6. Biratiya Şahidên Yahowa, çima dikare wekî mûcîzeyekî modern bê binavkirin?

6 Derheqê mijara, ku Yahowa wê çawa cîhana nû rêve bibe de, ji xwe, her tişt dikare ji wan tiştan bê fêmkirin, ên ku wî di bingeha cîhana nû, ya ku niha tê teşkîlkirin de anîne holê. Û tiştên, ku wî di nav şahidên xwe de kirin, ji aliyekî ve, mûcîzeyekî modern e. Çima? Ji ber ku Yahowa Xweda şahidên xwe, kirine yekîtiya biratiyekî heqîqî û cîhanî, ya ku tu caran nikare bi navgîniya berjewendiyên neteweperestî, nîjadperestî yan jî olî bê xerakirin. Ligel ku hijmara Şahidên Yahowa gihîştiye milyonan û ew, li bêtirî 235 welatan dijîn jî, hemû wekî yekîtiyekî, bi grêkên ku naqetin, bi hevdû ve qewîn girêdayî ne. Ev biratiya cîhanî, ya ku di dîrokê de bêhempa ye, bi rastî jî mûcîzeyekî modern e — berhemê Xweda ye (Îşaya 43:10, 11, 21; Karên Şandiyan 10:34, 35; Galatî 3:28).

Taybetmendiyên ku xizmetkarên Xweda didin nasîn

7. Li gor gotinên Îsa, şopînerên wî yên heqîqî wê çawa bên naskirin?

7 Gelo wekî din bi çi awayî dikare bê tespîtkirin, ku ew mirov kî ne, yên ku Xweda wan wekî bingeha cîhana xwe ya nû bikar tîne? Nexwe, kî peyvên Îsa Mesîh ên di Yûhenna 13:34, 35-an de, tînin cîh? Wî weha gotibû: ”Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin. Eger hûn ji hevdû hez bikin, bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in.” Şahidên Yahowa bi peyvên Îsa Mesîh îmanê tînin û di heman demê de, li gor wan tevdigerin. Wek ku kelama Xweda fêr dike, ew bi “hezkirina germ” ji hevdû hez dikin (1. Petrûs 4:8). Ew xwe bi “hezkirina ku girêdana bêkêmahîtiyê ye” bi kinc dikin (Kolosî 3:14). Bi vî awayî hezkirina biratiyê, mîna zeliqokekî ku wan li seranserê cîhanê bi hevdû ve dizeliqîne ye.

8. Xizmetkarên Xweda li gor 1. Yûhenna 3:10-12-an, wê çawa jî bên naskirin?

8 Herweha 1. Yûhenna 3:10-12 dibêje: “Zarokên Xwedê û zarokên Îblîs bi vê yekê ji hev kifş dibin: Her kesê ku rastiyê nake ne ji Xwedê ye û yê ku ji birayê xwe hez nake jî ne ji Xwedê ye. Çimkî gotina ku we ji destpêkê ve bihîstiye ev e ku em ji hevdû hez bikin. Em ne wek Qayîn bin ê ku ji Yê Xerab bû û birayê xwe kuşt.” Loma qewmê Xweda, ji civakekî biratiya cîhanî pêk tê û serî li şidetê nade.

Ji bo naskirinê taybetmendiyeke din

9, 10. (a) Xizmetkarên Xweda wê di rojên dawîn de, bi saya kîjan karî bihata nasîn? (b) Şahidên Yahowa, Metta 24:14 çawa anîn cîh?

9 Ji bo naskirina xizmetkarên Xweda, hê riyeke din jî heye. Îsa di pêxamberîtiya xwe ya derbarê axiriya cîhanê de, gelek detayên ku vê heyamê wekî rojên dawîn îşaret dikin ragihandin. (Binêre beşa 9.) Peyvên wî yên di Metta 24:14-an de, taybetmendiyeke vê pêxamberîtiyê ya bingehîn diyar dikin: “Û ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê.”

10 Gelo pêkhatina vê pêxamberîtiyê dîtbar e? Belê. Ji sala 1914-an, a ku rojên dawîn dest pê kirin vir ve, Şahidên Yahowa li seranserê cîhanê, wek ku Îsa emir kiribû, ango diçin malên mirovan û Mizgîniya Padîşahiya Xweda ya ezmanî ji wan re waz dikin (Metta 10:7, 12; Karên Şandiyan 20:20). Bi milyonan Şahidên Yahowa, diçin serdana mirovên ji her miletî, da ku derheqê cîhana nû de bi wan re bipeyivin. We jî, ev berhevoka bi saya vê yekê bi dest xist, çimkî karê Şahidên Yahowa, çapkirin û belavkirina bi milyaran weşanên li ser Padîşahiya Xweda ya ezmanî jî dihundirîne. Gelo hûn ji bilî Şahidên Yahowa, tu kesekî din nas dikin, ê ku li seranserê dinyayê Mizgîniya Padîşahiya Xweda ya ezmanî, mal bi mal, xanî bi xanî waz dike? Marqos 13:10 nîşan dide, ku ev karê wazkirin û hîndariyê “pêşî” — beriya ku axirî bê — divê bê temamkirin.

Bersîvandina doza diduyan

11. Şahidên Yahowa, bi navgîniya ku xwe ji rêveberiya Xweda re rajêr dikin, wekî din hê digihîjin çi tiştî jî?

11 Şahidên Yahowa bi navgîniya ku xwe ji Qanûn û hêmanên Xweda re rajêr dikin, digihîjin tiştekî din jî: Ew derewkariya Şeytanê, ku îda kir got mirov nikarin di bin ceribandinan de ji Xweda re sadiq bimînin, îspat dikin û bi vî awayî bersîvê didin doza mezin a diduyan, a ku derheqê sedeqata mirovan de ye (Eyûb 2:1-5). Şahidên Yahowa, wekî civakeke, ku ji her miletî pêk tê û hijmara xwe gihîştiye milyonan, bi awayeke di yekîtiyê de ji rêveberiya Xweda re wefayê nîşan didin. Ligel ku ew mirovên nekamil in û di bin zextê Şeytên de ne jî, di doza serweriya gerdûnî de, li aliyê Xweda cih digirin.

12. Şahidên Yahowa, bi navgîniya îmana xwe, kê mînak digirin?

12 Îro bi milyonan ev Şahidên Yahowa jî, eynî wusa ji Xweda re bi wefa û rajêr in, mîna wê rêza dirêj a şahidên rabirdûyê. Heger em ji wan navê hinekan bêjin Habîl, Nûh, Eyûb, Birahîm, Sara, Îshaq, Aqûb, Debora, Rût, Dawid û Daniyêl, tenê çend kes in (Îbranî, beş 11). Pirtûka Pîroz wan wekî ‘ewrekî mezin ê şahidan’ tarîf dike (Îbranî 12:1). Şagirtên Îsa jî di nav de, van kesan û hê yên din li hember Xweda sedeqata xwe muhafize kirin. Hem jî bi taybetî, Îsa sedeqata xwe bi awayeke kamil muhafize kir û mînaka herî mezin pêşkêş kir.

13. Kîjan gotinên Îsa, yên ku wî li ser Şeytên gotin, rast derketin?

13 Ev yek, rastiya van peyvên Îsa îspat dike, yên ku wî derheqê Şeytên de ji serekên olî re gotibû: “Lê niha hûn li kuştina min — li kuştina wî mirovê rastiya ku ji Xwedê bihîstî ji we re gotiye — digerin. ... Hûn ji bavê xwe Îblîs in û hûn dixwazin xwestekên bavê xwe bînin cîh. Ew ji destpêkê ve mêrkuj bû û tu caran li ser rastiyê nemaye, çimkî rastî li ba wî tune. Çaxê ku ew derewan dike, ji tiştên xwe bi xwe dibêje; çimkî ew derewkar e û bavê derewan e” (Yûhenna 8:40, 44).

Hûn ji bo çi biryara xwe didin?

14. Bingeha cîhana nû, niha di çi rewşê de ye?

14 Bingeha cîhana nû, ya ku Xweda îro di nav rêxistina Şahidên Yahowa, ya navnetewî de teşkîl kiriye, her ku diçe bi hêztir dibe. Her sal bi sedhezaran mirov, li gor zanyariya tam a ku wergirtine, ji bo ku rêveberiya Xweda qebûl bikin, îradeya xwe ya azad bikar tînin. Ew qisimekî civaka cîhana nû pêk tînin, di doza gerdûnî de li aliyê Xweda cih digirin û bi vî awayî îspat dikin, ku Şeytan derewkar e.

15. Di rojên heyama me de, wê kîjan karê veqetandinê bê temamkirin?

15 Bi navgîniya, ku ew ji bo hilbijartina rêveberiya Xweda biryara xwe bidin, ewê xwe wekî wan kesan îspat bikin, ên ku çaxê Mesîh “miyan” ji “bizinan” veqetîne, wê wan li aliyê xwe yê “rastê” deyne. Îsa di pêxamberîtiya xwe ya derbarê rojên dawîn de, ji berê ve weha gotiye: “Hemû milet wê li ber wî bicivin û ewê wan ji hevdû veqetîne, wek ku şivan miyan ji bizinan vediqetîne. Ewê miyan bide aliyê xwe yê rastê, bizinan bide aliyê xwe yê çepê.” Mî ew mirovên dilnizm in, ên ku bi birayên Mesîh re hevkarî kirine, ew destek kirine û xwe ji rêveberiya Xweda re rajêr kirine. Lê belê herçî bizin in, ew, ew mirovên rikdar in, ên ku birayên Mesîh red kirine û ji bo destekkirina rêveberiya Xweda tu tiştek nekirine. Êdî encam, wê bibe çi? Îsa got: “Îcar evên ha [ên bizin] wê herin ezaba herheyî, lê yên rast [ên mî] wê herin jiyana herheyî” (Metta 25:31-46).

16. Heger hûn bixwazin di bihişta, ku di demeke nêzîk de wê bê damezrandin de bijîn, divê hûn çi bikin?

16 Xweda bi rastî xema me dixwe! Ewê di demeke pirr nêzîk de, rûyê erdê bike bihişteke şahane. Gelo hûn dixwazin, ku di vê bihiştê de bijîn? Heger bersîva we erê be, derheqê Yahowa de zanyariyê bistînin, li gor wan tiştên ku hûn hîn dibin tevbigerin û ji tertîbkirinên wî re teqdîrkirina xwe nîşan bidin. “Hîn ku XUDAN [Yahowa] tê dîtin, lê bigerin; hîn ku nêzîk e, bangî wî bikin! Bila kesê xerab rêya xwe û yê ku fesadiyê dike bila ramanên xwe berde û vegere XUDAN [Yahowa] û dê ew jê re dilovaniyê bike” (Îşaya 55:6, 7).

17. Ji bo hilbijartina ku hûnê ji kê re xizmetê bikin, çima zemanê ku bê telefkirin tune?

17 Êdî zemanê ku bê telefkirin tune. Dawiya vê sîstema kevnar pirr nêzîk e. Kelama Xweda vê şîretê dike: “Ji dinyayê û tiştên ku di dinyayê de ne, hez nekin! Eger yek ji dinyayê hez bike, hezkirina Bav bi wî re tune. ... Îcar dinya û xwesteka wê derbas dibe, lê yê ku daxwaza Xwedê dike her û her dijî” (1. Yûhenna 2:15-17).

18. Ji bo ku hûn di cîhana şahane ya nû de bijîn, kîjan tevgerîna we mimkun dike, ku hûn bikarin, di hêviyê de bi piştrastî li pêşerojê binêrin?

18 Niha xizmetkarên Xweda, ji bo ku di cîhana nû de jiyana herheyî bistînin, tên perwerdekirin. Ew ji bo ku bihiştê berfireh bikin, di warê ruhî û bedenî de qebîliyetên pêwîst bi pêş dixin. Em bi israr we teşwîq dikin, ku hûn Xweda, ji xwe re Rêveber hilbijêrin û karê rizgarkirina jiyanê, yê ku ew îro li seranserê cîhanê dide kirin destek bikin. Bi Şahidên Yahowa re Pirtûka Pîroz tetqîq bikin û wî Xwedayî, yê ku bi rastî xema we dixwe û wê dawiyê li êşan bîne nas bikin. Bi vî awayî hûn jî dikarin bibin qisimekî bingeha cîhana nû. Hingê hûn dikarin, di hêviyê de bi piştrastî li pêşerojê binêrin, kerema Xweda qezenc bikin û ji bo herheyî di vê cîhana şahane ya nû de bijîn.

[Wêneyê li rûpela 31]

Şahidên Yahowa, biratiyeke heqîqî ya navnetewî teşkîl dikin

[Wêneyê li rûpela 32]

Bingeha cîhana Xweda ya nû niha tê teşkîlkirin

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne