Beşa 7
Wê armanca xwedê zû pêk bê
1, 2. Em ji ku derê dikarin ewle bin ku, wê Xwedê dawiya xerabî û derdan bîne?
1 Li gor dîtina mirovan Xwedê ji nakamiltî, derd û ezab re demek pir dûr û dirêj destûr daye, lê belê wê ew ji rewşa xerab re herdem destûrê nede. Pirtûka Pîroz ji me re dibêje ku, Xwedê bo demek xuyayî û muayen ji van tiştan re destûr daye.
2 “Dema her tiştî ... heye” (Waiz 3:1). Çaxa dawî li destûra xerabî, derd û ezab bê, wê Xwedê mudaxileyê kar û barê mirovan bike. Ewê dawiyê li xerabiyê, derd û ezab bîne û armanca xwe ya pêşîn pêk bîne ku, zemîn bi malbata mirovên kamil tije bibe, da ku di bin şert û mercên bihiştî de, di aştî û eboriyek bêkêmasî de ewle bijîn û dilşad bin.
Hukmên Xwedê
3, 4. Pirtûka Methelokên Silêman tesîra mudaxileya Xwedê çawa tîne ziman?
3 Ji gelek pêxembertiyên Pirtûka Pîroz yên ku tenê ev jê hatine girtin binêrin ku, eger Xwedê mudaxile bike, wê bilez li ser malbata mirovan çi tesîrê bike:
4 “Ji ber ku yên di welat de bijîn, dê yên rast bin û kesên rastin, yên ku li wir bimînin. Lê belê dê yên xerab ji welêt bên ajotin û yên xaîn jî bên girtin û avêtin” (Methelokên Silêman 2:21, 22).
5, 6. Wek Zebûr 37 wê çi bibe, çaxa Xwedê mudaxileya kar û îşê mirovan bike?
5 “Ji ber ku dê koka xeraban bê kolandin; lê belê yên ku hêviya xwe bi XUDAN ve girêdane, dê welat bi mêrasî bigirin. Dê di nêzîk de dawiya yê xerab bê ... Lê belê dê yên dilnizm, welat bi mêrasî bigirin û zewqa aramiyek kûr tahm bikin” (Zebûr 37:9-11).
6 “Hêviyê bi XUDAN ve girê bide, reya wî bigire û bona ku tu welat bi mêrasî bigirî, dê te bilindtir bike; tuyê bibînî ku dema reha xeraban tê kolandin. Çavnêriyê li zilamê çalak bike û li zilamê rast binêre; ji ber ku sibehan yê aştîperwera ye. Lê belê hemû kesên serîhildane, dê tune bibin, koka xeraban bê kolandin” (Zebûr 37:34, 37, 38).
7. Gotina Xwedê kîjan şîreta maqûl li me dike?
7 Ji vê sedemê, bo kesên ku heqê hukûmdariya Xwedê yê qadirê mitleq qebûl dikin, bo paşerojek pirxweş, Xwedê wan wusa xurtdil dike: “Hînkariyên min ji bîr neke û emirên min di aqilê xwe de bigire! Ji ber ku, dê wana temena te dirêj bikin û salên jiyana te û dilxweşiya te zêde bikin.” Heta bo kesên ku amadene viyan û daxwaza Xwedê pêk bînin, bo wan jiyana herheyî hazir e. Loma Gotina Xwedê vê şîretê dike: “Bi hemûya dilê xwe, bi XUDAN ve ewle bibe û pişta xwe nesipêre aqilê xwe. Di her karê ku tu dikî de, wî nas bike û ew jî [wê] reya te, derxe rastiyê” (Methelokên Silêman 3:1, 2, 5, 6).
Hukûmdariya Xwedê Ji Ezmanan
8, 9. Bi destê çi wê padîşahiya ezmanî ya Xwedê zemîn pak bike?
8 Wê Xwedê pakkirina zemîn bi destê baştirîn hukûmetî bike ku, wê tu carî mirovan nikarîbûyan ev çê bikiribûyan. Ew hukûmet hîkmeta xudayî nîşan dide, çimkî ew di bin rêberiya Xwedê de ji ezmanan ve hukûmdariyê dike. Û ev hukûmeta ezmanî wê her cureyî hukûmdariya mirovan ji ortê rabike. Wê êdî tu carî li ser rûyê zemîn ji mirovan re fersenda bê Xwedê û ji wî dûr bûn, neyê dayîn.
9 Di vê mijarê de pêxembertiya Danîêl 2:44 weha dibêje: “Û di rojên wan qiralan de [hukûmetên îroyî] dê Xwedayê ezmanan qiraletiyekî [li ezmanan] ku abadîn xerab nabe damezirîne û dê serweriya wê ji neteweyekî din re neyê berdan [wê êdî ji mirov re tu carî bê Xwedê, serbixwe destûra hukûmdariyê neyê dayîn]; tenê ewê hemûya van qiraletiyan [ewên nûha hene] perçe bike û dê wan biqedîne û dê ewê abadîn bimîne” (Peyxamê jî bibînin 19:11-21; 20:4-6).
10. Em ji ku derê dizanin ku, wê di bin padîşahiya Xwedê de xerabî û xatirgirtinî tunebe?
10 Piştî vê yekê wê êdî curbicur hukûmetên xerab li ser mirovan hukûmdariyê nekin, çimkî piştî ku, Xwedê dawiya vê sîstem û şêwaziya nûha bîne, wê êdî tu carî hukûmetên beşerî ku bê Xwedê û serbixwe ne, pêk neyên. Ji ber ku hukûmeta ji ezmanan ve bi destê Xwedê hatiye damezirandin û destekirin, wê ji xerabî û xatirgirtinê dûr be. Erê, wê ev hukûmet bi awayekî kamil bo maf û selametiya tebaya xwe hukûmdariyê bike. Çimkî wê viyan û daxwaziya Xwedê li ser temamê rûyê zemîn wek ezmanan hukûmdariyê bike. Loma Îsa şagirtên xwe bo duakirinê weha hînkir: “Bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, bila li ser rûyê erdê jî bê cîh” (Metta 6:10).
Em Çiqas Nêzîkî Wê Ne?
11. Di Pirtûka Pîrozê de li ku derê em dikarin pêxembertiyan bixwînin ku, ew ji me re alîkariyê bikin da ku em bizanibin dawiya vê sîstem û şêwaziyê evqas nêzîk e?
11 Em çiqas nêzîkî dawiya vê sîstem û şêwaziya van tiştên ne xweş û ne başin û nêzîkî destpêka dunya nûya Xwedê ne? Pêxembertiyên Pirtûka Pîrozê ji me re bersîva vê pirsê zelal dide. Mesela Îsa bi xwe pêşgotinî kir, ka em bala xwe bidin çi tiştan, da ku em bikaribin nas bikin heta çi hedî bi wan bûyerên ku Pirtûka Pîroz bi “dawiya dinyayê” binav dike nêzîkin. Gotinên wî di Metta beşên 24 û 25, Marqos 13, û Lûqa 21 hatine qeydkirin. Wekî din jî, di 2. Tîmotêyos beşa 3 de Pawlosê Şandî pêşgotinî dike ku, wê dema bi navê “rojên dawîn” were, û di wê demê de rûdayîn û bûyerên curbicur bibin ku, bala me bikşînin ser herikandina wextê, da ku em bizanibin ka em di çi çaxê de dijîn.
12, 13. Îsa û Pawlos li ser rojên dawîn çi gotin?
12 Îsa dibêje ku, ev dewran wê bi van bûyeran destpê bike: “Milet wê li hember miletan, padîşahî li hember padîşahiyan rabin. Û wê li cih cihan xela û erdhejîn çêbin” (Metta 24:7). Li gor gotinên wî di Lûqa 21:11 de tê gotin ku “êşa zirav wê derkevin”. Wî di heman demê de hişyar kir û bala me kişand ser “zêdebûna neheqiyê” jî (Metta 24:12).
13 Pawlosê Şandî wusa pêşgotinî kir: “Lê vê bizane ku di rojên dawîn de wextên dijwar wê bên. Çimkî mirov wê bibin xwehez, perehez, pesinker, pozbilind, çêrker, neguhdarên dê û bavan, nankor, nepak, bêdilovanî, bêrehm, bêbext, çilek, har, neyarên qenciyê, xayîn, rikdar, qure û wê ji Xwedê bêtir ji kêfê hez bikin. Wê şiklê jiyana xudayî nîşan bidin, lê wê hêza wê înkar bikin ... Lê mirovên xerab û derewîn wê di xerabiyê de hê bêtir pêşve herin, wê bixapînin û bên xapandin” (2. Tîmotêyos 3:1-5, 13).
14, 15. Tiştên ku di sedsala 20 an de pêk hatin, çawa îsbat dikin ku, birastî em di rojên dawîn de dijîn?
14 Ma gelo tiştên ku Îsa û Pawlos pêşgotinî kirin, di dema me de nayên cîh? Belê, ew bi awayekî rast tên cîh. Cenga cîhana yekem ji her cengên din yên di dîrokê de heta wê demê xerabtir bû. Ev ceng, cenga pêşîn ya cîhanî bû û temamê dunya pêçand ku, di dîroka nû de nuxteya guherandinê pêk anî. Hevreyên wê ceng, birçîtî, nexweşiyên tevahî, û erdhejîn bûn. Ev bûyer û rûdayîn ji sala 1914 an pey ve, mîna ku Îsa ew bi navkir, “ev tiştên ha hemû destpêka jananin” (Metta 24:8). Ew destpêka dewrana “rojên dawîn” bûn, bi gotinek din destpêka nifşa herî dawîn ku, wê Xwedê di dema wan de destûra xerabî, derd û eziyet bidabûya.
15 Herhal ji me herkes dizane ku, di sedsala 20 an de çi peyda bû ne. Me dît ku bi destê wan çi tevlihevî û teşwîş hatin meydanê. Di sînorê 100 milyonan de mirov di cengan de mirin. Bi sed milyonan mirov bi destê birçîtiyê û nexweşiyan mirin. Erdhejîn bêhejmar mirov kir binê erdê. Bêhurmetî bo jiyan û mal û milkê mirovan zêde dibe. Tirs û sûcdarî bûn mijarên rojane. Mirovan pîvanên exlaqî avêtin aliyekî. Li ser rûyê zemîn zêdebûna însanan derdên bêçare tîne holê. Gemariya derdorî tesîrê li ser jiyanê dike, erê heta jiyanê dike talûke û xeterê. Birastî em ji sala 1914 an pey ve di rojên dawîn de dijîn û her roj xwe nêzîkî nuxteya herî mezina pêşgotiniya Pirtûka Pîrozê dikin ku, ew bo wexta me hatine destnîşankirin.
16. Rojên dawîn çiqas dewam dikin?
16 Gelo wê rojên dawîn çiqas wext dewam bikiribûyan? Îsa li ser dewrana ku, ewên ji sala 1914 an pey ve “destpêka janan” weha got: “Heta ku ev tiştên ha hemû çênebin, ev nifş qet nabihûre” (Metta 24:8, 34-36). Li gor vê gotinê lazim e ku, nîşanên curbicurên rojên dawîn di navbera demek xuyayî û muayen de bên dîtin. Di Peyxam 12:12 de tê gotin ku, piştî ku Şeytan hatibû avêtin derdora dunyayê, wê ji wî re tenê demek kurt bimana.
17, 18. Kîjan pêxembertî nîşan didin ku, em pir nêzîkî dawiya vê sîstem û şewaziyê bûne?
17 Pêxembertiyek bi destê Pawlosê Şandî hatiye nivisandin jî destnîşan dike ku, dawiya sîstem û şêwaziya van tiştan pir nêzîk e, ew van gotinan tîne ziman: “Ka diz bi şev çawa tê, roja Xudan wê wusa bê. Gava xelk dibêjin: ‘Dinya aştî û ewledarî ye’, ... helak wê ji nişkê ve bê ser wan û qet nikarin xilas bibin” (1. Selanîkiyan 5:2, 3; li vê jî bimêzin Lûqa 21:34, 35).
18 Îro cenga sar derbas bûye, û xetera ku cengek navnetewî, dibe ku evqas mezin nebe. Loma dibe miletên dunyayê bifikirin ku, ew li ser sîstema reya dunyayek nû ne. Lê belê eger ew bifikirin ku, ew bi destê hewldayînên xwe serketine, wê Xwedê vê yekê bike ku, bieksê temamê vê yekê were serê wan, çimkî wê ev bo sîstem û şêwaziya îro bibe nîşana tunebûyîna dawîn. Em ji bîr nekin ku bazarên siyasî û rêzanî û peyman nikarin mirovan ji bin de biguherînin. Ew nikarin tesîrê li însanan bikin ku, ew ji hevdû hez bikin. Di heman demê de rêberên siyasî nikarin tawanbariyê tune bikin yan jî nexweşiyê û mirinê berteref bikin. Em bi hewldayînên mirovan ku, bo pêkanîna aştî û ewledariyê ne, bawer nekin û nefikirin ku dunya bo çareserkirina derdê xwe li ser reya herî baştirîn e (Zebûr 146:3). Birastî ev bangkirina bo aştiyê bi vê wate û maneyê ye ku, wê ev sîstem û şêwaziya îro pir zû biçe dawiyê.
Mizgîn Dayîn
19, 20. Li ber çavên me di derheqa mizgîndayînê de zelal û vekirî kîjan pêxembertî tê cîh?
19 Ji terefê Îsa ev pêşgotinî jî hat kirin ku, ew nîşanê dide em ji sala 1914 an pey ve di rojên dawî de dijîn: “Divê pêşî Mizgînî ji hemû miletan re bê dayîn” (Marqos 13:10). Yan jî li gor Metta 24:14 ev tê gotin: “Ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê.”
20 Îro ev mizgîniya li ser dawiya vê dunyayê û bihişta ku, wê di bin padîşahiya Xwedê de li seranserê dunya nû ava bibe tê dayîn, ev kar di dîrokê de hîç evqas nebû ye. Bi destê kîjan kesan? Bi milyonan Şahidên Yahowa vî karî encam didin. Ew di her welatên dunyayê de mizgîniyê didin.
21, 22. Kîjan nîşana taybetî Şahidên Yahowa dide naskirin ku, ew mesîhiyên rastî ne?
21 Ji bilî mizgîndayîna ku Şahidên Yahowa di derheqa padîşahiya Xwedê de didin, ew bi destê rêveçûna xwe jî nîşan didin ku, ew peyrew û şagirtên rastê Mesîhin, lewra wî ev gotiye: “Eger hûn ji hevdû hez bikin, bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên minin.” Loma, Şahidên Yahowa bi bendê heza nequtbar, bratiya cîhanî, yekîtî ava kirine (Yûhenna 13:35; li van jî binêrin Îşaya 2:2-4; Kolosiyan 3:14; Yûhenna 15:12-14; 1. Yûhenna 3:10-12; 4:20, 21; Peyxam 7:9, 10).
22 Şahidên Yahowa bi vê gotina Pirtûka Pîrozê bawer dikin ku, wusa dibêje: “Niha bi rastî ez fêm dikim ku li ba Xwedê xatirgirtin tune. Lê di nav her miletî de yê ku ji wî ditirse û ya rast dike, ji wî re meqbûl e” (Karên Şandiyan 10:34, 35). Loma hemû Şahidên Yahowa ku li welatên din dijîn, bê ku ew li nijad û rengên hevdû bimêzin, ew bi çavekî xûşk û bra li hevdû dinêrin (Metta 23:8). Û birastî ev bratiya navnetewî îsbateke din e ku, armanca Xwedê wê zû bê cîh.
[Wêneyê li rûpela 26]
Wê Padîşahiya Xwedê ya ezmanî û kamil tenê hukûmetek bo mirovatiya dunya nû be