Ders 16
Biryara Weya Ji Xwedê Re Xizmetkirin
Divê hûn çi bikin ku hûn bibin heval û dostê Xwedê? (1, 2)
Hûn çawa dikarin xwe weqfê Xwedê bikin? (1)
Divê hûn kengê xwe bidin jiavêkişandin yan îmadkirin? (2)
Ku hûn ji Xwedê re dilsoz bimînin, hêza we ji kuderê tê? (3)
1. Ku hûn bibin dostê Xwedê, gerek hûn zanyariyek baş li ser rastiyên Pirtûka Pîroz bizanibin (1. Tîmotêyos 2:3, 4), bi tiştên hûn hînbûnin bawer bikin (Îbranî 11:6), ji gunehên xwe tobe bikin (Karên Şandiyan 17:30, 31) û rêveçûnên xwe biguherin. (Karên Şandiyan 3:19) Dû re, hez û mihebeta we ya ji Xwedê divê riya xweweqifkirinê bo Xwedê vebike. Ev tê vê manê ku hûn ji Xwedê re bi dua û lavayekî şexsî dibêjin, hûn bo bicîhanîna daxwaziya wî amade ne.—Metta 16:24; 22:37.
2. Pîştî we xwe weqfê Xwedê kir, gerek hûn xwe bidin îmadkirin yan jiavêkişandin. (Metta 28:19, 20) Bi destê jiavêkişandinê û îmadê hûn ji her kesî re nîşan didin ku hûn xwe ji Yahowa re weqf dikin. Lewma, îmadkirin tenê ji bo wan kesên gihîştî ne ku ew karibin bi xwe biryarê bidin, ka ew dixwazin ji Xwedê re xizmetê bikin. Çaxa kesek tê îmadkirin, gerek laşê wî bitemamî ji bo gavekî kin têkeve bin avê.a—Marqos 1:9, 10; Karên Şandiyan 8:36.
3. Piştî weqfa we, Yahowa Xwedê benda we ye ku hûn li gor soza xwe bimeşin. (Zebûr 50:14; Waiz 5:4, 5) Wê Îblîs bixwaze ku hûn ji Xwedê re xizmetê nekin. (1. Petrûs 5:8) Lê belê, xwe bi destê dua û lava nêzîkî Xwedê bikin. (Filîpî 4:6, 7) Gotina wî her roj vekolin. (Zebûr 1:1-3) Pêt girêdayî civat û komelê bin. (Îbranî 13:17) Eger hûn hemû van tiştan bikin, hûnê bi hêz bi Xwedê re dilsoz bimînin. Bi vê yekê hûn dikarin hetaheta, Xwedê ji we çi dixwaze, bînin cîh.
[Jêrenot]
a Ji bo amadebûna îmadê dikare pirtûka Zanyariya Dibe Jîyana Herheyî yan pirtûkek wekî din, ji Watchtower Bible and Tract Society yê (arabic: Rêxistina Birca Dîtinê) were vekolandin.