KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lffi ders 2
  • Kitêba Pîroz Hêviyeke Xweş Dide

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Kitêba Pîroz Hêviyeke Xweş Dide
  • Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz – Dersên Pêşîn
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HÛR Û KÛR BIFIKIRE
  • BI ÇEND GOTINAN
  • ZÊDETIR HÎN BIBE
  • Kitêba Pîroz Hêviyeke Xweş Dide
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz – Dersên Pêşîn
  • Bila Hêviya Te Her Tim Xurt Be
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Kitêba Pîroz Çawa Dikare Jiyana Te Xweştir Bike?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Kitêba Pîroz Çawa Dikare Jiyana Te Xweştir Bike?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz – Dersên Pêşîn
Zêdetir Bibîne
Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz – Dersên Pêşîn
lffi ders 2
Ders 2. Roj li ser zeviyeke fireh û mezin a genim diçe ava.

DERS 02

Kitêba Pîroz Hêviyeke Xweş Dide

Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî

Li seranserê dinyayê problemên însanan pir in. Ji ber vê yekê, kul û derd û êşa dilê wan pir giran e. Gelo ev tişt hatine serê te jî? Belkî tu derdê nexweşiyeke giran dikişînî. Belkî însanekî ku tu jê hez dikî, jiyana xwe ji dest daye. Belkî jî tu ji xwe re dibêjî: “Gelo wê rojekê halê min baştir bibe?” Cewaba Kitêba Pîroz wê dilê te rihet bike.

1. Kitêba Pîroz çi hêviyê dide me?

Kitêba Pîroz ji me re zelal dike ku îro çima ew qas problem hene. Ew dibêje ku xebera xêrê jî heye. Yanî di wexteke nêzîk de, Xwedê wê van kul û derdan bi temamî tune bike. Bi vî awayî Kitêba Pîroz ji me re ‘hêvî û fikrên xweşiyê’ soz dide (Yêremya 29:11, 12 bixwîne). Ev soz alî me dikin ku em a niha li hemberî kul û derdên xwe sebir bikin, û hem îro hem jî heta bi hetayê dilşad bin.

2. Kitêba Pîroz li ser pêşeroja me çi dibêje?

Kitêba Pîroz li ser pêşerojê dibêje ku “êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin” (Peyxam 21:4 bixwîne). Îro derdên mîna feqîrî, bêedaletî, nexweşî û mirin hene. Ew dikarin barê jiyana me giran bikin û me bê hêvî bihêlin. Kitêba Pîroz soz dide ku ev kul û derd êdî wê nemînin. Ew dibêje ku dinya wê bibe cenet, û her kes wê heta bi hetayê dilşad be.

3. Tu çawa dikarî baweriya xwe bi sozên Kitêba Pîroz bînî?

Gelek însan hêvî dikin ku tiştên baş wê çêbin, lê ew qet nizanin ka hêviya wan wê rojekê bê cih. Lê belê, em dikarin baweriya xwe bi sozên Kitêba Pîroz bînin. Ji bo vê yekê lazim e ku em “her roj li ser Nivîsarên Pîroz lêkolîn” bikin (Karên Şandiyan 17:11). Gava tu Kitêba Pîroz baştir nas bikî, tuyê bi xwe bibînî ka tu dikarî baweriya xwe bi sozên Kitêba Pîroz bînî.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Kitêba Pîroz li ser pêşerojê çi soz dide me? Hêviya ji Kitêba Pîroz îro çawa alî me dike?

Albûm: Ev sûret halê însanan ê niha û sozên Kiteba Pîroz ên ji bo pêşerojê dide ber hev. Ev hal û rewş li jêr tên dubarekirin.

4. Kitêba Pîroz soz dide ku emê heta bi hetayê bê kul û derd bijîn

Ka bala xwe bide van sozên Kitêba Pîroz. Bi xisûsî kîjan soz dilê te xweş dikin û çima?

Ayetan bixwîne û li ser van pirsan bifikire:

  • Tu çi dibêjî, çi feydeya van ayetan ji bo te heye? Çi feydeya wan ji bo malbat û hevalên te heye?

Dinyayeke wisa bîne ber çavê xwe ku

TU KES WÊ ...

HER KES WÊ ...

  • êşê nekişîne, kal û pîr nebe û nemire (Îşaya 25:8).

  • bibîne ku miriyên wan wê ji mirinê rabin û ewê bi hev re li ser erdê bijîn (Yûhena 5:28, 29).

  • nexweş nekeve û seqet nebe (Îşaya 33:24; 35:5, 6).

  • bi sihet û bi qewet be (Eyûb 33:25).

  • rastî bêedaletiyê neyê (Îşaya 32:16, 17).

  • têr be, xwediyê xaniyekî xweşik be û bi kêfxweşî bişixule (Zebûr 72:16; Îşaya 65:21, 22).

  • şer neke û derdên giran nekişîne (Zebûr 46:9).

  • di nav aştî û selametiyê de be (Zebûr 37:11).

  • ji ber fikir û bîranînên xerab aciz nebe (Îşaya 65:17).

  • heta bi hetayê jiyaneke pir xweş derbas bike (Zebûr 37:29).

Kurikekî ku nexweş bû qenc bûye, û diya xwe hembêz dike. Zilamekî ku kal bû ciwan bûye, û erebokeke tije keskahî dehf dide. Zarokên ku birçî mabûn û bi darê zorê dişixulîn, ew niha baxçeyekî diçînin û bi gogê dilîzin. Jinikeke ku bê hal û di depresyonê de bû, ew niha hatiye ser xwe û dikene.

5. Sozên Kitêba Pîroz bitesîr in

Gelek însan ji ber problemên li derdora xwe aciz dibin û diqehirin. Hinek jî, ji bo ku halê jiyanê xweştir bikin, şer dikin. Ka bibîne ku sozên Kitêba Pîroz çawa îro alî însanan dike. VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

VÎDEO: Min Dixwest li Hember Bêedaletiyê Micadele Bikira (4:07)

Albûm: Sûretên ji vîdeoya ‘Min Dixwest li Hember Bêedaletiyê Micadele Bikira.’ 1. Wexta ku Rafika keçikeke biçûk bû, wê bi xelkê xwe re pambû dida ber hev. 2. Gava ku Rafika cara pêşîn civîneke mezin a Şahidên Yehowa ziyaret dike, ew pir şa dibe ku însanên ji gelek kok û miletên cuda di yekitiyê de ne.
  • Rafika ji ber kîjan bêedaletiyê aciz dibû?

  • Wê nikaribû bêedaletî safî bikira. Gelo Kitêba Pîroz çawa alî wê kir?

Sozên Kitêba Pîroz qewetê didin me ku em cesareta xwe winda nekin û li hemberî kul û derdên xwe sebir bikin. Methelokên Silêman 17:22 û Romayî 12:12 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gelo sozên Kitêba Pîroz dikarin jiyana te xweştir bikin? Tu çima wisa difikirî?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Sozên Kitêba Pîroz pir xweş in, lê tenê xewn û xeyal in.”

  • Çima muhîm e ku tu bi xwe îsbatan lêkolîn bikî?

BI ÇEND GOTINAN

Kitêba Pîroz hêviyeke xweş dide me. Ew alî me dike ku em li hemberî tengasiyên xwe sebir bikin.

Tu çi elimî?

  • Çima lazim e ku însan sozên Xwedê nas bike?

  • Kitêba Pîroz li ser pêşerojê çi dibêje?

  • Hêviya rojên xweş îro çawa alî te dike?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Bielime ku hêviya ji Kitêba Pîroz çawa dikare te xurt bike.

“Hêviyeke Xweş li Ku Derê Heye?” (Hişyar Bin!, 22 Nîsan 2004)

Ka bixwîne ku hêviyeke xweş çawa dikare alîkariya kesên bi nexweşiyeke kronîk bike.

“Jiyana bi Nexweşiyeke Kronîk – Gelo Kitêba Pîroz Dikare Alî Me Bike?” (Meqaleya Înternetê)

Gava ku tu li vê muzîk-vîdeoyê dinêrî, xeyal bike ku tu çawa bi malbata xwe re ji jiyana di cenetê de kêfê distînî.

Jiyaneke Xweş Gelekî Nêzîk e (3:37)

Bixwîne ku însanekî heqxwaz çawa sozên Kitêba Pîroz nas kirin û jiyana wî çawa hatiye guhertin.

“Ez Êdî Naxwazim Halê Dinyayê Biguherînim” (Birca Çavdêriyê, 1 Tîrmeh 2013)

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne