KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • es24 r. 7-17
  • Çile

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Çile
  • Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2024
  • Sernivîs
  • Roja Duşemê, 1 Çile
  • Roja Sêşemê, 2 Çile
  • Roja Çarşemê, 3 Çile
  • Roja Pêncşemê, 4 Çile
  • Roja Înê, 5 Çile
  • Roja Şemiyê, 6 Çile
  • Roja Yekşemê, 7 Çile
  • Roja Duşemê, 8 Çile
  • Roja Sêşemê, 9 Çile
  • Roja Çarşemê, 10 Çile
  • Roja Pêncşemê, 11 Çile
  • Roja Înê, 12 Çile
  • Roja Şemiyê, 13 Çile
  • Roja Yekşemê, 14 Çile
  • Roja Duşemê, 15 Çile
  • Roja Sêşemê, 16 Çile
  • Roja Çarşemê, 17 Çile
  • Roja Pêncşemê, 18 Çile
  • Roja Înê, 19 Çile
  • Roja Şemiyê, 20 Çile
  • Roja Yekşemê, 21 Çile
  • Roja Duşemê, 22 Çile
  • Roja Sêşemê, 23 Çile
  • Roja Çarşemê, 24 Çile
  • Roja Pêncşemê, 25 Çile
  • Roja Înê, 26 Çile
  • Roja Şemiyê, 27 Çile
  • Roja Yekşemê, 28 Çile
  • Roja Duşemê, 29 Çile
  • Roja Sêşemê, 30 Çile
  • Roja Çarşemê, 31 Çile
Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2024
es24 r. 7-17

Çile

Roja Duşemê, 1 Çile

Min Tîmotêyos şand ba we. Ew bi saya Xudan zarokê min ê delal û dilsoz e (1. Korîntî 4:17).

Tîmotêyos bi saya çi ji bo Yehowa bû xizmetkarekî kêrhatî? Bi saya sifetên xwe yên baş (Filîpî 2:19-22). Ji gotinên Pawlosê şandî tê fehmkirin ku Tîmotêyos yekî dilnizm, dilsoz, bixîret û pêbawer bû. Wî ji dil xema xwişk û birayan dixwar. Loma Pawlos ji wî hez dikir û wezîfeyên zor emanetî wî dikirin. Eger em jî sifetên ku li Yehowa xweş tên bi pêş bixin, Yehowa wê ji me razî be, û emê ji bo civatê hê kêrhatîtir bibin (Zebûr 25:9; 138:6). Dua bike û bifikire ka gerek tu kîjan sifetan bi pêş bixî. Sifetekî hilbijêre û bala xwe bidê. Gelo tu dixwazî hevdiliyê zêde bikî? Gelo wê baş be ku tu zêdetir aştîhez û efûkar bibî? Belkî tu dikarî ji dostekî xwe bipirsî ka gerek tu di kîjan waran de bi pêş ve herî (Methelokên Silêman 27:6). w22.04 23 par. 4-5

Roja Sêşemê, 2 Çile

Bila her kes karê xwe biceribîne (Galatî 6:4).

Yehowa dixwaze ku em dilşad bin. Jixwe, dilxweşî pareke “berê Ruh” e (Galatî 5:22). Gava em bi xizmetê mijûl in yan bi cure cure şeklan alî xwişk û birayan dikin, em dilxweş dibin, çimkî “bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Karên Şandiyan 20:35). Li gor ayeta îroyîn, Pawlosê şandî behsa du tiştan kiribû, yên ku alî me dikin ku em dilxweşiya xwe winda nekin. A yekê, gerek hedefa me ev be ku em ji bo Yehowa çi ji destê me tê bikin. Eger em vêya bikin, emê dilxweş bibin (Meta 22:36-38). A diduyan, gerek em xwe bi kesên din muqayese nekin. Sihet, perwerde yan hunerên me çi qas îznê didin, gerek em ew qas ji Yehowa re xizmet bikin û ji wî re şikurdar bin. Ji aliyê din ve, eger kesên din li hin warên xizmetê ji me hostetir in, gerek em şa bin ku ew hunerên xwe ji bo rûmeta Yehowa bi kar tînin. w22.04 10 par. 1-2

Roja Çarşemê, 3 Çile

Xilasiya we nêzîk dibe (Lûqa 21:28).

Gava “Babîla mezin” ji nişka ve bê helakkirin, dinya wê şaş bimîne (Peyxam 18:8-10). Helakbûna “Babîla mezin” wê dinyayê bihejîne û belkî bibe sebeba tengasiyan, lê xizmetkarên Xwedê wê şa bin ji ber ku ev dijmina Xwedê êdî tune ye û di demeke nêzîk de, ewê ji destê vê sîstema xerab bên filitandin. Danîêl ji berê ve gotibû ku zanîna rast wê zêde bibe. Bi rastî jî wisa ye! Em wehdên di heqê rojên me de êdî fehm dikin (Danîêl 12:4, 9, 10). Wexta ku em dibînin ku gotinên Kitêba Pîroz çawa tên cih, ma em ji Yehowa re û ji Peyva wî re heyran namînin? (Îşaya 46:10; 55:11). Ji bo ku baweriya te hê jî xurttir bibe, Nivîsarên Pîroz bi dewamî lêkolîn bike û alî kesên din bike ku ew jî bibin dostên Xwedê. Yehowa wê hemû kesên ku xwe dispêrin wî biparêze û bi dewamî aştiyê bide wan (Îşaya 26:3). w22.07 6-7 par. 16-17

Roja Pêncşemê, 4 Çile

Hingê wan … li wî cihî civandin, ku bi Îbranî jê re ‘Harmegedon’ tê gotin (Peyxam 16:16).

Kitêba Peyxamê nîşan dide ku Padîşahiya Xwedê li ezmanan hatiye avakirin û Îblîs ji ezmanan hatiye avêtin (Peyxam 12:1-9). Loma, li ezmanan êdî hizûr heye, lê halê me dijwartir bûye. Gelo çima? Çimkî Îblîs li dijî xizmetkarên Yehowa yên li dinyayê pir bihêrs e (Peyxam 12:12, 15, 17). Gelo em çawa dikarin li gel hicûmên Îblîs qewî bisekinin? (Peyxam 13:10). Çi baş e ku em dizanin ku li pêşerojê çi wê biqewime, çimkî ev yek dikare alî me bike ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin. Mesela, di kitêba Peyxamê de, Yûhenayê şandî behsa hin bereketan kiribû, yên ku emê di demeke nêzîk de bistînin. Yek ji van bereketan ev e ku dijminên Xwedê wê ji holê bên rakirin. Ayeta yekê ya kitêba Peyxamê zelal dike ku gotinên vê kitêbê bi destê “nîşanan”, yanî bi zimanekî sembolîk hatine nivîsandin (Peyxam 1:1, NWT). w22.05 8 par. 1-3

Roja Înê, 5 Çile

Dê di rojên dawîn de wusa bibe ku, dema ez li ber çavên neteweyan di te de bêm pîroz kirin, ya Gog, bona ku ew min binasin, ez ê te li dijî warê xwe bînim! (Hêzekîêl 38:16).

Di demeke nêzîk de, dijminên Yehowa wê bihêrs bin, û koalîsyoneke miletan wê li seranserê dinyayê hicûmî xizmetkarên Xwedê bike. Ev hereketa agresîf di Kitêba Pîroz de wek hicûma Gogê ji Magogê tê tarîfkirin (Hêzekîêl 38:14, 15). Gava ku ev hicûm dest pê bike, Yehowa wê bi “agirê xezeba xwe” bersivê bide (Hêzekîêl 38:18, 21-23). Beşa 19an a kitêba Peyxamê behsa vê yekê dike. Yehowa wê Kurê xwe bişîne, da ku ew xizmetkarên wî biparêze û dijminên wan bin dest bike. Di vê cengê de, “ordiyên ezmên”, yanî melekên dilsoz û 144.000 kesên hilbijartî wê alî Îsa Mesîh bikin (Peyxam 17:14; 19:11-15). Di netîceyê de, hemû însan û teşkîlatên ku li hemberî Yehowa diçin wê bên helakkirin (Peyxam 19:19-21). w22.05 17 par. 9-10

Roja Şemiyê, 6 Çile

Ezê dijminatiyê bixim navbera te û jinê (1. Mûsa 3:15, Mizgînî).

Demeke kin piştî ku Adem û Hewayê guneh kiribû, Yehowa bi destê wehdekê hêvî da zuriyeta wan. Gotinên wî li 1. Mûsa 3:15 (Mizgînî) hatine nivîsandin: “Ezê dijminatiyê bixim navbera te û jinê, navbera ziriyeta te û ya wê. Wê serê te biperçiqîne, tê jî êrîşî pehniya wî bikî”. Ev wehd li kitêba pêşîn a Kitêba Pîroz derbas dibe. Bi eslê xwe, hemû kitêbên din ên Peyva Xwedê bi gotinên 1. Mûsa 3:15 ve girêdayî ne. Gotinên vê ayetê nîşan didin ku Xwedê wê xelaskarekî bişîne ku Îblîs û hemû alîgirên wî ji holê rake. Ev yek wê ji bo dostên Yehowa bereketeke mezin be! Eger em Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, emê bibînin ku ev wehd çawa hatiye cih û em çawa dikarin feydeyê jê bistînin. w22.07 14 par. 1-3

Roja Yekşemê, 7 Çile

Yehowa hîkmetê dide (Methelokên Silêman 2:6, NWT).

Ji Yehowa hîkmetê bixwazin, da ku hûn karibin alî zarokên xwe bikin ku ew ji wî hez bikin (Aqûb 1:5). Şîretên herî baş ji Yehowa Xwedê tên. Em vêya ji ku dizanin? A yekê, ji ber ku Yehowa “kaniya jiyanê” ye, ew bavê herî bitecrûbe ye (Zebûr 36:9). A diduyan, şîretên wî her tim ji bo me bifeyde ne (Îşaya 48:17). Bi destê Peyva xwe û teşkîlata xwe, Yehowa têr û tije xwarina ruhî tedarek dike. Ev malzeme dikare alî we bike ku hûn hezkirina Yehowa têxin dilê zarokên xwe (Meta 24:45). Meqaleyên ku li weşanên me û li malpera me hatine weşandin bala dê û bavan dikişînin ser gelek şîretên bifeyde. Wekî din, serpêhatî û senaryoyên ku li vîdeoyên li ser jw.org tên nîşandayîn dikarin alî dê û bavan bikin ku ew zarokên xwe li gor rêberiya Yehowa mezin bikin (Methelokên Silêman 2:4, 5). w22.05 27 par. 4-5

Roja Duşemê, 8 Çile

Ya Xudan, eger tu bigirî hesabê sûcan, ya Reb, kî dikare bimîne li ser lingan? (Zebûr 130:3).

Li temamiya gerdûnê, tu kes wek Yehowa Xwedê efû nake. A yekê, ew tim hazir e ku me efû bike. A diduyan, ew me hûr û kûr nas dike. Ew hemû xisûsiyetên me dizane, loma ew dikare pê derxe ka em bi rastî tobedar in yan na. A sisêyan jî, gava ku Yehowa me efû dike, ew sûcên me yên berê êdî nade rûyê me. Bi saya efûkirina wî, em dibin xwediyê wijdanekî pak û em dizanin ku ew ji me razî ye. Heta ku em negihîjin kamiltiyê, emê helbet car caran şaşî û gunehan bikin. Lê belê, Yehowa dilrehm û dilovan e, û ew ji bîr nake ku em qisûrdar in. Loma, ne lazim e ku em ji ber şaşiyên ku me seba qisûrdariya mîraskirî kirine bi dewamî xemgîn bin (Zebûr 103:8-14; 130:3). Belê, eger em çi ji destê me tê bikin ku li riya Xwedê bimeşin, em dikarin “şa bibin” (Filîpî 4:4-6; 1. Yûhena 3:19-22). w22.06 7 par. 18-19

Roja Sêşemê, 9 Çile

Ewê … we bavêjin zîndanan û di ber navê min de ewê we derxin ber padîşah û waliyan (Lûqa 21:12).

Ji xeynî tirsa ji zilm û zordariya dewletê, Îblîs tirsên din jî dixebitîne. Mesela, hin kes ditirsin ku eger ew bibin Şahidên Yehowa, malbata wan wê li ser wan hêrs bikeve. Ew ji merivên xwe pir hez dikin û dixwazin ku ew jî Yehowa nas bikin û ji wî hez bikin. Gava merivên wan Xwedayê rastîn û xizmetkarên wî nizm dikin, dilê wan diêşe. Carinan, merivên ku di serî de muxalefetê dikin paşê tên ser riya rastiyê. Lê belê, eger merivên me seba baweriya me eleqeya xwe bi me biqetînin, emê çi bikin? Em dikarin ji gotinên Zebûr 27:10 teseliyê bistînin. Eger malbata me me red bike jî, Yehowa ji me hez dike, loma ne lazim e ku em bitirsin. Em bawer in ku Yehowa wê dilsoziya me xelat bike. Ew ji her kesî rindtir dizane ku hewcedariyên me yên madî û manewî çi ne, û ewê van hewcedariyan tedarek bike. w22.06 16-17 par. 11-13

Roja Çarşemê, 10 Çile

Mesîh jî ji bo we cefa kişand û mînak ji we re hişt, da ku hûn li ser şopa wî herin (1. Petrûs 2:21).

Wexta ku Îsa Mesîh xizmet dikir, ew gelek caran dihat sûcdarkirin. Mirovan digot ku ew bi zêdeyî xwarinê dixwe û şerabê vedixwe, xizmetkarê Îblîs e, Roja Sebtê nagire û yekî kafir e (Meta 11:19; 26:65; Lûqa 11:15; Yûhena 9:16). Dîsa jî, Îsa Mesîh bi gotinên sert cewab nedida mirovan. Mîna wî, gerek em jî bi sertî cewabê nedin mirovan (1. Petrûs 2:22, 23). Lê carinan, hêsan nîne ku em zimanê xwe kontrol bikin (Aqûb 3:2). Gelo çi dikare alî me bike? Eger xwediyê malê bi sertî cewabê bide jî, hêrs nekeve. Birayekî bi navê Sam dibêje: “Ez xîret dikim ku bala xwe bidimê ku xwediyê malê çi qas hewceyî rastiyê ye, û ez ji bîr nakim ku ew dikare biguhere.” Carinan dibe ku xwediyê malê bihêrs be ji ber ku em li wexteke neminasib hatin ba wî. Li halên wisa, em dikarin zû zû dua bikin ku Yehowa alî me bike, da ku em sakîn bimînin û bi sertî û bêhurmetî xeber nedin. w22.04 6 par. 8-9

Roja Pêncşemê, 11 Çile

Nêzîkî Xwedê bibin (Aqûb 4:8).

Ji bo ku zarokên me nêzîkî Yehowa bibin pir muhîm e ku em Kitêba Pîroz bi wan re lêkolîn bikin (2. Tîmotêyos 3:14-17). Lê rêyeke din jî heye ku ew Yehowa baştir nas bikin. Di kitêba Methelokên Silêman de, bavek ji kurê xwe re dibêje ku bila ew sifetên Yehowa, yên ku di tiştên xuliqandî de tên dîtin, tim bîne ber çavê xwe (Methelokên Silêman 3:19-21). Dê û bavno, hûn helbet bi kêfxweşî bi zarokên xwe re li nav tebîetê digerin. Di wê wextê de, nîşanî zarokên xwe bidin ku “tiştên ku hatine çêkirin” çawa bi sifetên Yehowa ve girêdayî ne (Romayî 1:20). Rojekê, Îsa Mesîh bala şagirtên xwe kişand ser teyrên qijik û sosinan (Lûqa 12:24, 27-30). Wî li ser comerdî û qenciya bavê xwe derseke muhîm da şagirtên xwe: Wek ku Yehowa teyrên qijik û kulîlkan xwedî dike, ewê xwarin û kincan bide xizmetkarên xwe jî. w23.03 20-21 par. 1-4

Roja Înê, 12 Çile

Bi navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim, da ku Bav bi Kur bi rûmet bibe (Yûhena 14:13).

Em ji Yehowa re şikurdar in ku em dikarin bi navgîniya Îsa Mesîh ji wî re dua bikin. Bi destê Îsa Mesîh, Yehowa cewabê dide duayên me. Gava em bi navê Îsa Mesîh dua dikin, Yehowa me dibihîze û cewabê dide û li ser esasê fîdyeyê gunehên me efû dike (Romayî 5:1). Li gor Nivîsarên Pîroz, Îsa Mesîh Serokkahînê me ye, “yê ku li ezmanan, li milê rastê yê textê Bilindahiyê rûniştiye” (Îbranî 8:1). Ba Bavê me Yehowa, Îsa Mesîh alîkarê me ye (1. Yûhena 2:1). Em ji Yehowa re pir şikurdar in ku wî Serokkahînekî ew qas dilovan tayîn kiriye, yê ku kêmasiyên me fehm dike û ji bo me rica dike (Romayî 8:34; Îbranî 4:15). Bê fîdyeya Îsa Mesîh meyê nikaribûya ji Yehowa re dua bikira. Belê, peyv têra me nakin ku em şikurdariya xwe ya ji bo fîdyeya Îsa Mesîh bînin zimên! w22.07 23 par. 10-12

Roja Şemiyê, 13 Çile

Kesê buxtanker digere û siran dibêje, lê kesê biewle vê yekê vedişêre (Methelokên Silêman 11:13, Mizgînî).

Kesekî pêbawer rastiyê dibêje û hewl dide ku sozên xwe pêk bîne (Zebûr 15:4). Yên din dizanin ku ew dikarin xwe bispêrin wî. Em dixwazin ku xwişk û birayên me li me jî wisa binêrin. Em nikarin zorê bidin mirovan ku ew îtibara xwe bi me bînin. Gerek em îsbat bikin ku em mirovên pêbawer in, û gerek em xîret bikin ku wisa bimînin. Yê herî pêbawer, Yehowa ye. Ew bi temamî “dilsoz” e (Zebûr 33:4). Û ew dixwaze ku em çav bidin wî (Efesî 5:1). Em şikurdar in ku Yehowa em anîne nav biratiyeke dilovan û pêbawer! Gerek em bi dewamî xîret bikin ku em jî mirovên pêbawer bin, da ku xwişk û birayên me bikaribin îtibara xwe bi me bînin. Her ku em sifetên hezkirin, dilnizmî, fehmdarî, duristî û xwegirtinê bi pêş dixin, em piştgiriya yekîtiya civatê dikin. Bila em çav bidin Yehowa û îsbat bikin ku em mirovên pêbawer in! w22.09 8 par. 1-2; 13 par. 17

Roja Yekşemê, 14 Çile

Çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin (Zebûr 33:18).

Li seranserê dinyayê xwişk û birayên me her çi qas gelek bin jî, dibe ku em xwe carinan bêkes hîs bikin û bikevin depresyonê û bifikirin ku em bi tena serê xwe mane. Yehowa naxwaze ku em bikevin halekî wisa. Ka li ser mîsala Êlyas pêxember bifikire. Ji bo ku Êlyas dilê xwe veke, Yehowa du caran ji wî pirsî: “Li vê derê çi karê te heye?” (1. Qiralan 19:9, 13). Gava Êlyas behsa derdê xwe kir, Yehowa guh da wî. Wekî din, Yehowa ji Êlyas re got ku li welatê Îsraêlê, gelek kesên din jî bi dilsozî ji wî re îbadetê dikin (1. Qiralan 19:11, 12, 18). Piştî ku Êlyas dilê xwe ji Yehowa re vekir û cewaba wî bihîst, dilê wî bê şik rihet bû. Hingê Yehowa çend wezîfeyên muhîm dan Êlyas: Wî jê re got ku bila ew Hazael wek padîşahê Sûriyeyê, Yehû wek padîşahê Îsraêlê û Êlîşa wek pêxember tayîn bike (1. Qiralan 19:15, 16). Bi vî şeklî, Yehowa alî wî kir ku ew bala xwe bide tiştên pozîtîf. Wekî din, Xwedê Êlîşa wek alîkar da wî. w22.08 8 par. 3; 9 par. 5

Roja Duşemê, 15 Çile

Di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin (1. Selanîkî 5:11).

Gelo civata te qet saloneke nû ava kiriye? Tê bîra te ku civîna pêşîn a li salona nû çawa derbas bûbû? Wê demê, tu ji Yehowa re pir şikurdar bûyî, ne wisa ye? Belkî tu ew qas dilşad bûyî ku çavên te bi hêstiran ve tije bûn û tu nikaribûyî kilamê jî bibêjî. Belê, em bi salonên ku em ava dikin pesnê Yehowa didin. Lê belê, ne bes e ku em tenê salonên xweşik ava bikin. Gerek em mirovên ku tên salonê jî ava bikin. Ev kar hê jî zêdetir rûmetê bide Yehowa. Di ayeta îroyîn de, Pawlosê şandî behsa vî karê avakirina sembolîk dikir. Pawlosê şandî rind dizanibû ku xwişk û birayan çawa ava bike. Wî halê wan rind fehm dikir. Em dikarin Pawlosê şandî ji xwe emsal bigirin û xwişk û birayan ava bikin (1. Korîntî 11:1). w22.08 20 par. 1-2

Roja Sêşemê, 16 Çile

Bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve herin (Kolosî 1:10).

Şagirtekî Îsa Mesîh, ê ku dixwaze li ber çavê Xwedê rast be, gerek di hemû îş û karên xwe de durist be. Kesekî rast ji edaletê jî hez dike; gava kesekî din rastî neheqiyê tê, ew xemgîn dibe. Wekî din, kesekî ku ji dil rast e tîne ber çavê xwe ku Yehowa wê li qerarên wî çawa binêre, çimkî ew dixwaze dilê Yehowa xweş bike. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa Çavkaniya rastdariyê ye. Ji ber vê yekê, Yehowa wek “welatê rastiyê” tê binavkirin (Yêremya 50:7). Madem ku Yehowa Xaliqê her tiştî ye, tenê heqê wî heye ku standardan deyne ku çi rast e û çi şaş e. Yehowa ji me baştir dizane ku çi rast e û çi şaş e (Methelokên Silêman 14:12; Îşaya 55:8, 9). Dîsa jî, madem ku em di sûretê Xwedê de hatine xuliqandin, em dikarin li gor standardên wî yên rastdariyê bijîn (1. Mûsa 1:27). Em ji dil dixwazin vêya bikin! Em ji Bavê xweyî ezmanî pir hez dikin, loma çi qas ji destê me tê, em dixwazin çav bidin wî (Efesî 5:1). w22.08 27 par. 5-6

Roja Çarşemê, 17 Çile

Fêm bikin ka daxwaza Xudan çi ye (Efesî 5:17).

Wexta ku derdên me hene yan em di tengasiyê de ne, dibe ku em bixwazin bi tiştekî din mijûl bibin, da ku em bi dewamî li ser problemên xwe nefikirin. Ev daxwaz normal e, lê gerek em dîqat bikin ku em ji xwe re mijûliyeke ku Yehowa jê nefret dike, hilnebijêrin (Efesî 5:10-12, 15, 16). Pawlosê şandî ji xwişk û birayên li bajarê Filîpiyayê re wisa nivîsîbû: “Bi kurtî birano, çi tiştê rast hebe, çi tiştê rêzdar hebe, çi tiştê dadperwer, çi tiştê paqij hebe, çi tiştê delal hebe, çi tiştê bi rûmet hebe û eger tiştekî hêjabilind û tiştekî hêjayî pesindanê hebe, hûn li ser wan bifikirin” (Filîpî 4:8). Ev gotinên Pawlos her çi qas rasterast bi kêf û şahiyê ve girêdayî nebin jî, lazim e ku em mijûliyên xwe li gor vê prensîpê hilbijêrin. Ka wisa bike: Li cihên ku peyva “tişt” di ayetê de derbas dibe, li şûna wê, peyva “stran”, “fîlm”, “kitêb” yan “lîstika kompîturê” deyne. Bi vî şeklî, tu dikarî pê derxî ku di çavê Xwedê de çi baş e û çi na. Em dixwazin li gor standardên bilind ên Yehowa Xwedê bimeşin (Zebûr 119:1-3). w22.10 9 par. 11-12

Roja Pêncşemê, 18 Çile

Wî dizanibû ku çi di dilê mirovan de ye (Yûhena 2:25).

Di jiyana xwe ya berê de, hin ji kesên “nerast” tiştên pir xerab kiribûn. Ji ber vê yekê, gerek ew bên hînkirin ku ew çawa dikarin li gor qanûnên Yehowa bijîn. Di bin hukimdariya Padîşahiya Xwedê de, bernameya hînkirinê ya herî mezin wê dest pê bike. Kî wê kesên nerast hîn bike? ‘Elaleta mezin’ û “yên rast”, ên ku ji mirinê hatine rakirin, wê vî karî bikin. Ji ber ku kesên nerast navên xwe di Kitêba Jiyanê de bidin nivîsandin, wê lazim be ku ew bibin dostên Yehowa û jiyana xwe bidin destê wî. Îsa Mesîh û hempadîşahên wî wê rind bala xwe bidin pêşveçûna hemû kesên nerast (Peyxam 20:4). Kesên ku vê alîkariyê qebûl nekin wê ji holê bên rakirin – eger ew 100 salî bin jî (Îşaya 65:20). Yehowa û Îsa Mesîh dikarin dilan bixwînin, û ewê îznê nedin ku kesek di dinyaya nû de xerabiyê bike (Îşaya 11:9; 60:18; 65:25). w22.09 17 par. 11-12

Roja Înê, 19 Çile

Bila her kes bi ya hukûmeta li ser xwe bike (Romayî 13:1).

Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila her kes bi ya hukûmeta li ser xwe bike.” Ji ber vê yekê, şagirtên Îsa Mesîh guhdariya hukûmetan dikin. Hukûmetên dinyayê nîzama umûmî diparêzin, qanûnan datînin û heta carinan xizmetkarên Yehowa diparêzin jî (Peyxam 12:16). Loma, ji me re emir tê dayîn ku em bac, xerac, tirs û rûmeta ku ew ji me dixwazin, bidin wan (Romayî 13:7). Lê belê, sebeba ku otorîteya hukûmetên dinyayê heye tenê ev e ku Yehowa destûrê dide wan. Wexta ku waliyê Romayî Pontiyos Pîlatos Îsa Mesîh da ber pirsan, Îsa Mesîh bala wî kişand ser vê yekê. Gava Pîlatos jê re got ku ew dikare wî bide îdamkirin yan canê wî bibexşîne, Îsa got: “Eger ji jor ji te re nehata dayîn, tu desthilatiya te wê li ser min tunebûya” (Yûhena 19:11). Çawa ku sînorên otorîteya Pîlatos hebûn, îro jî sînorên otorîteya hemû hukimdar û siyasetvanan hene. w22.10 13 par. 6

Roja Şemiyê, 20 Çile

Wê dawiya yê xerab bê (Zebûr 37:10).

Bi îlhama Xwedê, Dawid Padîşah nivîsîbû ku di pêşerojê de, jiyana di bin hukimdariya padîşahekî bihîkmet û dilsoz de wê çawa be (Zebûr 37:10, 11, 29). Gava em ji mirovan re behsa dinyaya nû dikin, em gelek caran Zebûr 37:11 dixwînin. Jixwe, Îsa Mesîh jî di Weaza li ser Çiyê behsa vê ayetê kiribû û bi vî awayî nîşan dabû ku gotinên vê ayetê wê di pêşerojê de bên cih (Meta 5:5). Lê wekî din, van gotinên Dawid eşkere dikir ku di rojên kurê wî Silêman de, jiyan wê çawa be. Gava Silêman Padîşah li ser Îsraêlê hukim dajot, xelk li welatekî ku “şîr û hingiv jê diherike” di nav xweşî û geşiyê de bûn. Xwedê ji wan re wisa gotibû: “Heger hûn li gorî qanûnên min rêve herin … ezê aştiyê bidim welatê we. Gava hûn razin, hûnê netirsin” (3. Mûsa 20:24; 26:3, 6, Mizgînî). Ev sozên Xwedê di bin hukimdariya Silêman Padîşah de hatin cih (1. Dîrokan 22:9; 29:26-28). Em fehm dikin ku gotinên Zebûr 37:10, 11, 29 di wextên berê de hatin cih û di pêşerojê de wê dîsa bên cih. w22.12 10 par. 8

Roja Yekşemê, 21 Çile

Kesên wê [hîkmet] digirin bextewar in (Methelokên Silêman 3:18, Mizgînî).

Wek şagirtên Îsa Mesîh gerek em guh bidin rêberiyê. Ji bo ku em serkeftî bibin, Kitêba Pîroz me tembîh dike: “Tu bi rêberiyê şerê xwe dikî û bi zêdebûna şêwirmendan serfiraz dibî” (Methelokên Silêman 24:6). Ka bîne ber çavê xwe ku ev prensîp çawa dikare alî me bike ku em di karê belavkirina mizgînê de serkeftî bibin. Li şûna ku em xizmetê li gor dilê xwe bikin, gerek em guh bidin rêberiya ku em li civînan distînin. Li wê derê, mamosteyên bitecrûbe nîşanî me didin ku em çawa dikarin Kitêba Pîroz bi awayekî tesîrdar hîn bikin. Wekî din, teşkîlata Yehowa weşan û vîdeoyên xweş tedarek dike, yên ku alî mirovan dikin ku ew Kitêba Pîroz fehm bikin. Wê baş be ku em hînî van hacetên bifeyde bibin. Em ji bo şîretên ku em ji Peyva Xwedê distînin pir şikurdar in, ne wisa ye? Bê van şîretan, meyê çi bikira? Bila em her tim li gor hîkmeta ku ji Yehowa tê, bimeşin (Methelokên Silêman 3:13-17). w22.10 23 par. 18-19

Roja Duşemê, 22 Çile

Çiqas bi min şîrîn in peyvên te, ji devê min re ji hingiv şîrîntir in gotinên te! (Zebûr 119:103).

Çawa ku xwarin bedena me xwedî dike, xwarina ruhî – yanî lêkolîna Peyva Xwedê û fikirîna kûr a li ser wê – me ji aliyê manewî ve xwedî dike. Yehowa dixwaze ku em zikê xwe bi Peyva wî têr bikin. Ji bo vê, gerek em dua bikin, Peyva wî bixwînin û li ser wê kûr bifikirin, da ku ew bikeve hundirê me. A pêşîn, gerek em dua bikin ku dilê me hazir be ku fikrên Xwedê qebûl bike. Paşê, gerek em qismekî Kitêba Pîroz bixwînin û dû re bisekinin û li ser tiştên ku me xwendine, kûr bifikirin. Her ku em li ser Peyva Xwedê kûr bifikirin, dilê meyî mecazî wê bi gotinên wê ve tije bibe. Belavkirina mizgîna Padîşahiyê carinan ne hêsan e. Bi ser de, dibe ku di demeke nêzîk de lazim be ku em hukmê Xwedê ji mirovan re îlan bikin. Ji bo ku qeweta me hebe ku em van wezîfeyan pêk bînin, pir muhîm e ku em Kitêba Pîroz bixwînin û li ser wê kûr bifikirin. Bi ser de, gava em bala xwe didin xisûsiyetên xweş ên Yehowa, dostaniya me ya bi wî re her ku diçe xurttir dibe. w22.11 6-7 par. 16-17

Roja Sêşemê, 23 Çile

Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin (Yûhena 13:35).

Îsa Mesîh got ku bi saya hezkirina ku di nav şagirtên wî de heye, ne tenê şagirtên wî, lê her kes wê fehm bike ku Mesîhiyên rast ew in. Hezkirina di nav xizmetkarên Yehowa de bi rastî jî bêemsal e. Helbet, Şahidên Yehowa bêqisûr nînin (1. Yûhena 1:8). Her ku em xwişk û birayan baştir nas dikin, hin kêmasiyan wan jî zêdetir dikevin çavên me (Romayî 3:23). Çi heyf e ku hin kesan ji ber kêmasiyên kesên din dev ji xizmeta Yehowa berdaye. Îsa Mesîh çawa nîşan dida ku ew ji şandiyên xwe hez dike? Û îro, em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin? Wê baş be ku em li ser cewabên van pirsan kûr bifikirin. Ev yek wê alî me bike ku em ji xwişk û birayan zêdetir hez bikin – bi xisûsî gava em kêmasiyên wan dibînin (Efesî 5:2). w23.03 26-27 par. 2-4

Roja Çarşemê, 24 Çile

Tu ji yê dilsoz re dilsoz î (Zebûr 18:25).

Her ku em nêzîktirî dawiya vê sîstemê dibin, di civatê de hin çetinahî dikarin bên meydanê. Ev tengasî dikarin dilsoziya me ya ji Yehowa re biceribînin. Loma, pir muhîm e ku em li ser hişê xwe bin. Eger tu difikirî ku xwişk yan birayekî neheqî li te kiriye, nexeyîde. Eger ji te re terbiye hatibe dayîn û tu ji ber vê yekê şerm bikî jî, şîretê qebûl bike û xwe serrast bike. Û eger guhartinên li teşkîlata Yehowa li ser te tesîr bikin, bi dil û can piştgiriya wan bike û guh bide rêberiyê. Wexta ku dilsoziya te tê ceribandin, îtibara xwe bi Yehowa û bi teşkîlata wî bîne. Serwext be û xîret bike ku tu meseleyan bi çavê Yehowa bibînî. Ji Yehowa re dua bike û ji wî alîkariyê bixwaze. Xwe ji civatê dûr negire. Eger tu wisa bikî, Îblîs wê nikaribe te ji Yehowa yan ji teşkîlata wî biqetîne (Aqûb 4:7). w22.11 24-25 par. 14-16

Roja Pêncşemê, 25 Çile

Ji tevahiya koma xwişk û birayan hez bikin (1. Petrûs 2:17, NWT).

Rîspîno, berî ku felaketeke tebîetê biqewime, alîkariya xwişk û birayan bikin ku ew xwe hazir bikin. Gelo xwişk û birayên di civatê de dizanin ku gerek ew ji bo saxî û selametiya xwe kîjan gavan bavêjin û çi bikin ku xwe bigihînin we? Tu dikarî çi bikî? Eger nêzîkî mala te felaketeke tebîetê çêbe, ji rîspiyan bipirse ka tu çawa dikarî alîkariyê bikî. Belkî tu dikarî xwişk û birayên ku ji felaketê filitîne yan alîkarên avakirinê di mala xwe de bikî mêvan. Yan jî, belkî tu dikarî xwarin yan alîkariyên însanî ji wan re bibî. Lê eger felaketeke tebîetê dûrî mala te be, gelo tu çawa dikarî alîkariyê bikî? Mesela, tu dikarî ji bo kesên zerardîtî dua bikî (2. Korîntî 1:8-11). Wekî din, bi saya bexşên xwe yên ji bo karên cîhanî, tu dikarî destekê bidî alîkariya piştî felaketên tebîetê (2. Korîntî 8:2-5). Eger îmkan hebe ku tu herî cihê felaketê, vê xwestina xwe ji rîspiyan re bibêje. Eger ev xwestina te hat qebûlkirin, bi îhtimaleke mezin tuyê perwerdeyekê bistînî, da ku tu bikarî bi awayê herî baş alîkariyê bikî. w22.12 24 par. 8; 25 par. 11-12

Roja Înê, 26 Çile

Hûn ji tiştên mirovî pê ve neketin tu ceribandinên din (1. Korîntî 10:13).

Pawlosê şandî ev gotin ji şagirtên Îsa Mesîh re nivîsandibûn, ên ku li bajarê Korîntê dijiyan. Hin kesan ji wan berê bêexlaqî kiribû û bi zêdeyî alkol vedixwar (1. Korîntî 6:9-11). Piştî ku ew bin av bûn jî, wan bê şik carinan bi xwestekên xerab re micadele dikir, çimkî ew her çi qas meshkirî bûn jî, ew gişt însanên qisûrdar bûn. Ev yek cesaretê dide me, çimkî gava xwestekên me yên xerab hebin, em dikarin emîn bin ku kesên din jî li hemberî xwestekên wisa bi ser ketine. Kitêba Pîroz dibêje: “Di baweriyê de hîmgirtî … bisekinin; çimkî hûn dizanin birayên we jî li seranserê dinyayê eynî cefayê dikişînin” (1. Petrûs 5:9). w23.01 12 par. 15

Roja Şemiyê, 27 Çile

Hûnê li dinyayê tengahiyê bibînin, lê bi zirav bin! Ez li hember dinyayê bi ser ketim (Yûhena 16:33).

Îsa Mesîh ji Yehowa lava kir ku ew şagirtên wî biparêze (Yûhena 17:11). Ev yek çima dilê me xurt dike? Çimkî Yehowa ji hemû dijminên me qewîtir e (1. Yûhena 4:4). Yehowa Xwedê her tiştî dibîne. Eger em xwe bispêrin Yehowa, ewê alî me bike ku em ji heqê tirs û xofa xwe werin der û dilxurt bin. Gelo tu carinan fedî dikî bibêjî ku tu Şahidê Yehowa yî? Gelo tu şerm dikî ku dest bi belavkirina xebera xêrê bikî yan bin av bibî, ji ber ku tu ditirsî ka kesên din wê li ser te çi bibêjin? Îznê nede ku hîs û fikrên wisa bibin sebeb ku tu li gor baweriya xwe hereket nekî. Ji dil ji Yehowa re dua bike. Ji wî bixwaze ku ew dilê te xurt bike, da ku tu karibî li gor daxwaza wî hereket bikî. Gava tu bibînî ku Yehowa qewetê dide te, dilê te wê qewîtir bibe (Îşaya 41:10, 13). w23.01 29 par. 12; 30 par. 14

Roja Yekşemê, 28 Çile

Ma we nexwendiye? (Meta 12:3).

Îsa Mesîh ji Fêrisiyan wisa pirsî: “Ma we nexwendiye?” Bi vê pirsê, wî eşkere kir ku nêrîna Fêrisiyan a li ser Nivîsarên Pîroz şaş e (Meta 12:1-7). Fêrisiyan li ser şagirtên Îsa Mesîh digot ku ew roja Sebtê nagirin. Loma, Îsa Mesîh bi du mîsalên ji Nivîsarên Pîroz û bi ayeteke ji kitêba Hoşeya cewab da wan. Bi vî awayî, wî nîşan da ku wan maneya qanûna roja Sebtê fehm nekiriye û ew bêrehm hereket dikin. Gelo xwendina Peyva Xwedê çima tesîr li hiş û dilê wan nedikir? Çimkî wan Nivîsarên Pîroz bi niyeta nerast û bi pozbilindî dixwendin. Ev yek bû sebeb ku ew ji Peyva Xwedê fehm nekin (Meta 23:23; Yûhena 5:39, 40). Wekî din, li Meta 19:4-6 tê gotin ku Îsa Mesîh eynî pirs ji Fêrisiyan kir: “Ma we nexwendiye?” Wan ji Nivîsarên Pîroz dizanibû ku Xwedê însan çawa afirandibûn. Lê dîsa jî, wan fehm nekiribû ku Xwedê li ser zewacê çi dibêje. Gotinên Îsa Mesîh nîşanî me didin ku gerek em Kitêba Pîroz bi niyeta rast bixwînin. Em naxwazin bişibin Fêrisiyan. Gerek em dilnizm bin û ji dil bixwazin hîn bibin. w23.02 12 par. 12-13

Roja Duşemê, 29 Çile

Wê feraset ji bo te bibe parêzvan (Methelokên Silêman 2:11, Mizgînî).

Qanûnên ku Yehowa dabûn Îsraêliyan alî wan dikir ku ew xwe li malê û li cihê karê xwe ji qezayên giran biparêzin (2. Mûsa 21:28, 29; 5. Mûsa 22:8). Mesela, eger însanekî kesekî din bêhemdî bikuşta, vê yekê netîceyên xerab bi xwe re dianîn (5. Mûsa 19:4, 5). Li gor Qanûna Xwedê, kesên ku zerar dida jiyana zarokê di zikê dayikê de, dihatin cezakirin (2. Mûsa 21:22, 23). Peyva Xwedê bi zelalî dibêje ku Yehowa dixwaze ku em hay ji saxî û selametiya xwe hebin. Eger em li malê û li cihê karê xwe hay ji saxî û selametiya xwe hebin, emê nîşan bidin ku em ji bo jiyanê şikirdar in. Em tiştên ku dikarin me birîndar bikin, madeyên kîmyewî yên bijehr yan jî dermanên tibî wisa diavêjin ku zerar negihîje tu kesî. Wekî din, em naxwazin ku zarok van tiştan bibînin û xwe pê birîndar bikin. Gava ku em agir vêdixin, avê dikelînin yan jî hacetên din bi kar tînin, gerek em pir bidîqat bin. Gerek em tiştên wisa bêxwedî nehêlin. Wekî din, eger em di bin tesîra dermanên tibî yan alkolê de bin yan jî xewa me bê, gerek em erebeyê neajon. Û dema ku em erebeyê dajon, gerek em telefonê di destê xwe de negirin û pê mijûl nebin. w23.02 21-22 par. 7-9

Roja Sêşemê, 30 Çile

Çavên te Mamosteyê we bibînin (Îşaya 30:20, Mizgînî).

Yehowa mamosteyekî bisebir û dilovan e û ji halê me baş fehm dike. Ew bala xwe dide aliyên baş ên xwendekarên xwe (Zebûr 130:3). Ew tu caran tiştekî zêdeyî qeweta me ji me naxwaze. Ji bîr neke, wî mêjiyê me bi awayekî bêemsal çêkiriye (Zebûr 139:14). Xaliqê me dixwaze ku em tim bielimin û kêfê jê bistînin. Loma, em meraq dikin ka Kitêba Pîroz çi dielimîne (1. Petrûs 2:2). Ji xwe re hedefên ku tu dikarî bigihîjî wan deyne û Kitêba Pîroz her roj bixwîne û lêkolîn bike (Yêşû 1:8). Bi alîkariya Yehowa, tuyê ji xwendinê zêdetir kêfê bistînî û di heqê wî de zêdetir bielimî. Zanîn tenê ne bes e. Helbet, zanîn wê alî te bike ku tu Yehowa baştir nas bikî, zêdetir ji wî hez bikî û baweriya xwe bi wî bînî (1. Korîntî 8:1-3). Lê her ku tu dielimî, ji Yehowa rica bike ku baweriya te xurttir bibe (Lûqa 17:5). Ew ji dil cewabên duayên wisa dide. w23.03 10 par. 11, 13

Roja Çarşemê, 31 Çile

Ji fersenda vê demê îstifade bikin (Kolosî 4:5).

Gava şagirtên Îsa Mesîh li benda wêrankirina Orşelîm û perestgehê disekinîn, Îsa Mesîh dixwest ku ew mijûl bin. Wî wezîfeyek da wan. Wî ji wan re gotibû ku gerek ew xebera xêrê “li Orşelîmê, li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr” belav bikin (Karên Şandiyan 1:6-8). Bi rastî jî, ev kar, karekî pir mezin e! Ji ber ku wan karê xwe bi dil û can dikir, wan wexta xwe bi awayê herî baş derbas dikir. Ji bo ku em hay ji xwe hebin, gerek em bifikirin ku em wexta xwe çawa derbas dikin. Tiştên xerab dikarin bên serê her kesî (Waiz 9:11, NWT). Mesela, ji nişka ve, em dikarin jiyana xwe ji dest bidin. Eger em li gor daxwaza Yehowa hereket bikin û dostaniya xwe ya bi wî re qewîtir bikin, emê wexta xwe bi awayê herî baş derbas bikin (Yûhena 14:21). Gerek em “veneleqin, nelebte bin, di karê Xudan de herdem xîretkêş bin” (1. Korîntî 15:58). Îcar, dema ku dawiya jiyana me yan jî dawiya vê sîstema xerab bê, emê nebêjin: “Xwezî min zêdetir ji Yehowa re xizmet bikira” (Meta 24:13; Romayî 14:8). w23.02 18 par. 12-14

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne