Sibat
Roja Pêncşemê, 1 Sibat
Ji hevdû hez bikin, wek ku min ji we hez kir (Yûhena 15:12).
Maneya gotinên ji ayeta îroyîn çi ye? Îsa Mesîh zelal kir ku hezkirina di nav şagirtên wî de gerek ew qas mezin be ku eger lazim be, gerek ew hazir bin ku canê xwe ji bo hevdû feda bikin. Peyva Xwedê gelek caran dibêje ku hezkirin çi qas muhîm e. Mesela, gelek kes ji van ayetan hez dikin: “Xwedê hezkirin e” (1. Yûhena 4:8). “Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike” (Meta 22:39). “Hezkirin gelek gunehan dinixumîne” (1. Petrûs 4:8). “Dawiya hezkirinê qet nayê” (1. Korîntî 13:8). Ji ayetên mîna van ayetan rind tê fehmkirin ku gelek muhîm e ku em hezkirina xwe bi pêş bixin û nîşan bidin. Çavkaniya hezkirina rast Yehowa ye. Ji ber vê yekê, tenê kesên ku ruhê pîroz û bereketa Yehowa li ser wan e dikarin ji dil ji hevdû hez bikin (1. Yûhena 4:7). Loma, Îsa Mesîh gotibû ku şagirtên wî yên rast wê ji hezkirina di nav wan de bên naskirin. Wek Îsa Mesîh ji berê ve gotibû, gelek kesan hezkirina di nav xizmetkarên Yehowa de dîtiye. Bi saya vê hezkirinê, wan fehm kiriye ku şagirtên Îsa Mesîh ên rast ew in. w23.03 27-28 par. 5-8
Roja Înê, 2 Sibat
Gunehên te hatin bexşandin! (Lûqa 7:48, KP).
Gelo lazim e ku tu hê zêde kêsên din efû bikî? Serpêhatiyên kesên efûkar û kesên kîndar bixwîne û li ser wan kûr bifikire. Mîsala Îsa Mesîh bîne ber çavê xwe. Ew hazir bû ku mirovan efû bike (Lûqa 7:47). Wî bala xwe nedida şaşiyên wan, lê wî îtibara xwe bi wan dianî. Fêrisî ne wisa bûn. Wan ‘ên din kêm didîtin’ (Lûqa 18:9). Li ser van mîsalan kûr bifikire û ji xwe bipirse: “Gelo ez kesên din çawa dibînim? Gelo ez bala xwe didim kîjan xisûsiyetên wan?” Eger li te zor tê ku tu kesekî efû bikî, bifikire ku kîjan sifetên baş ên vî kesî hene, û wana li kaxizekê binivîse. Paşê, ji xwe bipirse: “Gelo Îsa Mesîh vî kesî çawa dibîne? Eger Îsa li şûna min bûya, gelo wiyê ew efû bikira?” Lêkolîneke wisa dikare alî me bike ku em fikrên xwe serrast bikin. Di serî de belkî li me zor tê ku em kesekî ku dilê me êşandiye, efû bikin. Lê her ku em xîret bikin ku di vî warî de bi pêş ve herin, wê li me hêsantir bê ku em efûkar bin. w22.04 23 par. 6
Roja Şemiyê, 3 Sibat
Wî ev [peyxam] bi destê milyaketê xwe şand (Peyxam 1:1).
Di kitêba Peyxamê de, dijminên Yehowa Xwedê bi zimanekî sembolîk tên tarîfkirin. Kitêba Peyxamê behsa çend cinawiran dike. Mesela, Yûhenayê şandî “cenawirekî ku ji deryayê derdiket dît. Deh strûhên wî û heft serên wî hebûn” (Peyxam 13:1). Piştî vî cinawirî, Yûhenayê şandî “cenawirekî din dît ku ji erdê derdiket. Wek berxekî, du strûhên wî hebûn û wek ejder dipeyivî” (Peyxam 13:11-13). Paşê, “cenawirekî sor” heye, yê ku fahîşeyek lê siwar bûye. Ev sê cinawir dijminên ezelî yên Yehowa Xwedê û Padîşahiya wî ne. Loma, pir muhîm e ku em fehm bikin ku ew bi rastî kî ne (Peyxam 17:1, 3). Gerek em maneya vî zimanê sembolîk fehm bikin. Ji bo vê, gerek em îznê bidin ku Kitêba Pîroz xwe bi xwe zelal bike. Gelek ji sembolên ku di kitêba Peyxamê de derbas dibin jixwe li kitêbên din ên Kitêba Pîroz tên zelalkirin. w22.05 8-9 par. 3-4
Roja Yekşemê, 4 Sibat
Gerek tu ji Xwedayê xwe Yehowa bi hemû dilê xwe … hez bikî (Meta 22:37, NWT).
Eger em êdî kal û pîr bûne yan jî eger siheta me ne baş e, dibe ku em nikarin li gor dilê xwe xizmet bikin. Eger tu carinan seba sînorên xwe cesareta xwe winda dikî, ji bîr neke ku Yehowa tenê li hêviyê ye ku tu çi ji destê te tê bikî. Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Xwişkeke 80 salî xemgîn e ji ber ku ew nikare wek berê xizmet bike. Ew çi ji destê wê tê dike, lê ew difikire ku ev yek ji bo Yehowa ne bes e. Gelo bi rastî wisa ye? Ka bifikire: Gava ew 40 salî bû, wê çi qas dikaribû ew qas xizmet dikir, û niha jî, ew çi qas dikare ew qas xizmet dike. Eger em çi ji destê me bê bikin, Yehowa wê ji me re bibêje: “Aferim!” (li Meta 25:20-23 jî binêre). Li şûna ku em seba tiştên ku ji destê me nayên xemgîn bin, gerek em bala xwe bidin tiştên ku ji destê me tên. w22.04 10 par. 2; 11 par. 4-6
Roja Duşemê, 5 Sibat
Min dît … Bajarê Pîroz, Orşelîma nû (Peyxam 21:2).
Li beşa 21ê ya kitêba Peyxamê, 144.000 hempadîşahên Îsa Mesîh wek bajarekî bedew ê bi navê “Orşelîma nû” tên tarîfkirin. Ev bajar li ser 12 kevirên ku “diwanzdeh navên diwanzdeh Şandiyên Berx” li ser wan nivîsî ne, hatiye avakirin (Peyxam 21:10-14; Efesî 2:20). Tu bajarekî mîna vî bajarî tune! Kolana bajêr ji zêrê xas û dergehên wî ji duran hatine çêkirin, dîwar û bingehên wî bi cewheran xemilandî ne, û pîvanên wî bêqisûr in (Peyxam 21:15-21). Lê belê, tê de tiştek kêm e. Yûhena wisa nivîsî: “Min di bajêr de Perestgeh nedît; çimkî Xudan Xwedayê karîndarê her tiştî û Berx Perestgeha wî ne. Ne hewce ye ku roj û heyv bajêr ronahî bikin, çimkî rûmeta Xwedê wî ronahî dike û Berx çira wî ye” (Peyxam 21:22, 23). Yên ku para Orşelîma nû ne wê karibin rasterast bigihîjin Yehowa (Îbranî 7:27; Peyxam 22:3, 4). w22.05 17-18 par. 14-15
Roja Sêşemê, 6 Sibat
Li hember hev bîhnfireh bin … çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wisa li hevdû bibihûrin (Kolosî 3:13).
Yehowa em xuliqandine, ji bo me qanûnan datîne û Hakimê me ye. Ji xeynî vê, ew Bavê meyî dilovan e jî (Zebûr 100:3; Îşaya 33:22). Gava ku em gunehan dikin, lê ji dil tobe dikin, Yehowa hem dikare hem jî dixwaze me efû bike (Zebûr 86:5). Bi navgîniya Îşaya pêxember, Yehowa bi dilgermî wisa gotiye: “Ger sûcên we mîna qirmiz bin jî dê mîna berfê sipî bibin” (Îşaya 1:18). Ji ber ku em qisûrdar in, em dilê mirovan carinan bi gotin û kirinên xwe diêşînin (Aqûb 3:2). Dîsa jî, eger em hîn bibin ku hevdû efû bikin, em dikarin bi mirovan re di aştiyê de bin (Methelokên Silêman 17:9; 19:11; Meta 18:21, 22). Eger me dilê hevdû bi şaşiyên biçûk êşandibe, Yehowa dixwaze ku em hevdû efû bikin. Madem ku Yehowa me “bi zêdebarî” efû dike, ma ne lazim e ku em jî hevdû efû bikin? (Îşaya 55:7, Mizgînî). w22.06 8 par. 1-2
Roja Çarşemê, 7 Sibat
Bibin mîna wan ên ku bi bawerî û bîhnfirehiyê bûn wêrisên sozên Xwedê (Îbranî 6:12).
Her çi qas lazim e ku em xwe bi kesên din muqayese nekin jî, wê helbet baş be ku em ji emsala kesên dilsoz hîn bibin. Mesela, em dikarin ji emsala Îsa Mesîh hîn bibin. Em kamil nînin, lê em dikarin ji sifetên wî yên baş û ji kirinên wî dersan bistînin (1. Petrûs 2:21). Eger em çi ji destê me tê bikin ku çav bidin Îsa Mesîh, emê bikaribin bi awayekî baştir ji Yehowa re xizmet bikin. Kitêba Pîroz behsa gelek kesên dilsoz dike, yên ku li gel kêmasiyên xwe ji me re bûn emsalên baş. Mesela, Yehowa Dawid wek “zilamekî li gor dilê xwe” didît (Karên Şandiyan 13:22). Dawid Padîşah her çi qas gunehên giran kiribûn jî, ew ji gelek aliyan ve ji me re emsaleke baş e. Gelo çima? Çimkî ew hazir bû ku şîretên cidî qebûl bike, û ew seba gunehên xwe ji dil poşman dibû, loma Yehowa ew efû dikir (Zebûr 51:3, 4, 10-12). w22.04 13 par. 11-12
Roja Pêncşemê, 8 Sibat
Mirov wê ji bo canê xwe her çi di destê wî de heye bide (Eyûb 2:4, NWT).
Yehowa xwesteka jiyana herheyî xistiye dilê me (Waiz 3:11). Loma, gava em yan hezkiriyên me giran nexweş dikevin, em ji mirinê ditirsin, çimkî em naxwazin bimirin. Jixwe, Kitêba Pîroz mirinê wek “dijmin” bi nav dike (1. Korîntî 15:25, 26). Tirsa mirinê dikare alî me bike ku em jiyana xwe û jiyana hezkiriyên xwe biparêzin. Seba tirsa mirinê, em xwarinên bifeyde dixwin û em sporê dikin, da ku siheta me baş be. Gava hewce dibe, em diçin ba doktor, em dermanan bi kar tînin û em jiyana xwe badîhewa navêjin talûkeyê. Îblîs dizane ku em qîmetê didin jiyana xwe. Ew îdîa dike ku em hazir in ku her tiştî – heta dostaniya xwe ya bi Yehowa re jî – feda bikin ku sax bimînin (Eyûb 2:5). Ev îdîa çi qas şaş e! Dîsa jî, ji ber ku Îblîs “xwediyê hêza mirinê ye”, ew dike ku me bitirsîne, da ku em dev ji xizmeta Yehowa berdin (Îbranî 2:14, 15). w22.06 18 par. 15-16
Roja Înê, 9 Sibat
Bila roj li ser hêrsa we neçe ava (Efesî 4:26).
Di rojên qedexeyan de, belkî em tenê di komên biçûk de li hev bicivin. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em baş li hev bikin. Gerek em ne li hemberî xwişk û birayan, lê li hemberî Îblîs şer bikin. Wê baş be ku em bala xwe nedin ser şaşî û qisûrên xwişk û birayan, û problemên di nav hev de zû safî bikin (Methelokên Silêman 19:11). Bila em bi dil û can alîkariya hevdû bikin (Tîtos 3:14). Desteka ku komekî xizmetê da xwişkekî ku hewceyî alîkariyê bû, li ser temamiya komê baş tesîr kir. Ew hemû wek malbatekê nêzîkî hev bûn (Zebûr 133:1). Bi hezaran xwişk û birayên me li hemberî qedexeyên ji aliyê hukûmetê ve ji Yehowa re xizmetê dikin. Hinek ji wan ji ber baweriya xwe ketine hebsê. Em dikarin ji bo wan û malbatên wan dua bikin. Wekî din, em dikarin ji bo wan kesan dua bikin, ên ku desteka ruhî, fîzîkî û qanûnî didin xwişk û birayan û hazir in ku serbestiya xwe ji bo xatirê wan feda bikin (Kolosî 4:3, 18). Tu carî ji bîr neke ku duayên te dikarin alîkariya van xwişk û birayan bikin! (2. Selanîkî 3:1, 2; 1. Tîmotêyos 2:1, 2). w22.12 26-27 par. 15-16
Roja Şemiyê, 10 Sibat
Îcar tu yê ku yên din hîn dikî, ma tu xwe hîn nakî? (Romayî 2:21).
Zarok gelek caran mîna dê û bavê xwe dikin. Dê û bavekî kamil helbet tune (Romayî 3:23). Dîsa jî, wê baş be ku dê û bav çi ji destê wan tê bikin ku ji zarokên xwe re bibin emsalên baş. Bavek wisa dibêje: “Wek singêr, ew her tiştî dikişînin xwe. Eger em tiştên ku em ji wan re hîn dikin nekin, ewê vêya hemen bidin rûyê me.” Loma, madem ku em dixwazin ku zarokên me ji Yehowa hez bikin, gerek em jî ji Yehowa qayim hez bikin, û gerek zarokên me vêya bibînin. Dê û bav dikarin zarokên xwe bi cure cure awayan hîn bikin, da ku ew ji Yehowa hez bikin. Birayekî 17 salî yê bi navê Andrew wisa dibêje: “Dê û bavê me her tim rêyî me dida ku dua çi qas muhîm e. Her êvar, eger min jixwe dua kiriba jî, bavê me dîsa bi min re dua dikir. … Niha, ez bi rihetî ji Yehowa re dua dikim û wî wek Bavekî dilovan dibînim.” Dê û bavno, ji bîr nekin ku ev yek ku hûn ji Yehowa Xwedê çi qas hez dikin dikare li ser zarokên we tesîr bike. w22.05 28 par. 7-8
Roja Yekşemê, 11 Sibat
Vaftîz … niha me xelas dike (1. Petrûs 3:21, KP).
Ji bo ku em ji bo binavbûnê hazir bibin tiştekî pêşîn ew e ku gerek em ji dil ji gunehên xwe tobe bikin (Karên Şandiyan 2:37, 38). Tobekirina jidil bi guhertinên berbiçav xuya dibe. Gelo te dev ji adetên xerab, ên ku Yehowa ji wan nefret dike, berdaye? Mesela, yên wek bêexlaqiya cinsî, kişandina cixareyê yan gotina xeberên xerab (1. Korîntî 6:9, 10; 2. Korîntî 7:1; Efesî 4:29). Tim xîret bike ku tu xwe biguherînî. Şîret û alîkariyê ji mamosteyê xweyî Kitêba Pîroz û ji rîspiyên civatê bixwaze. Kesên ciwan dikarin alîkariyê ji dê û bavên xwe bixwazin, da ku ew bikaribin dev ji adetên xerab berdin, ên ku ji wan re dibin asteng ku ew bin av nebin. Adetên baş ên ruhî, mesela çûyîna civînan û dayîna cewaban jî, pir muhîm in (Îbranî 10:24, 25). Û gava tu hazir bî ku bi civatê re xizmetê bikî, vê yekê bi dewamî bike. w23.03 10-11 par. 14-16
Roja Duşemê, 12 Sibat
Xudan Xwedê ji marî re got: “Ji ber ku te ev yek kir, wê di nava hemû heywanên kedî û kovî de, yê herî bi nalet tu bî” (1. Mûsa 3:14, Mizgînî).
1. Mûsa 3:14, 15 behsa “mar” û “ziriyeta” mar dike. Xuya ye ku ev ayet behsa marekî herfî nake, çimkî heywanekî wê nikaribûya gotinên Yehowa Xwedê fehm bikirana. Loma, xuya ye ku Yehowa fermana xwe dabû mexlûqekî xwedîaqil. Gelo ev mexlûq kî ye? Peyxam 12:9 rasterast dibêje ku “marê kevin” Îblîs e. Di Kitêba Pîroz de, yên ku bi hal û hereketên xwe kesekî ji xwe re dikin emsal, bi awayekî sembolîk wek “zuriyet” tên binavkirin. Ji ber vê yekê, hemû melek û însanên ku dijminên Xwedê û xizmetkarên wî ne, para zuriyeta mar in. Mesela, hem melekên ku di rojên Nûh de wezîfeyên xwe hiştin û daketin erdê hem jî însanên ku wek bavê wan Îblîs hereket dikin, zuriyeta mar in (1. Mûsa 6:1, 2; Yûhena 8:44; 1. Yûhena 5:19; Cihûda 6). w22.07 14-15 par. 4-5
Roja Sêşemê, 13 Sibat
Bala xwe bidin tiştên hê muhîmtir (Filîpî 1:10).
Pawlosê şandî ji xwişk û birayan pir hez dikir. Ji ber ku ew jî ketibû gelek tengasiyan, wî halê wan rind fehm dikir. Carekê, pereyê Pawlos nemabû û lazim bû ku ew ji bo debara xwe û hevalên xwe li karekî bigere (Karên Şandiyan 20:34). Ji ber vê yekê, gava ew gihîşt bajarê Korîntê, Pawlos di serî de tevî Akîlas û Priskîlayê di îşê konçêkeriyê de dixebitî. Dîsa jî, wî her roja Sebtê xebera xêrê dida Cihû û Yûnanan. Paşê, gava Sîlas û Tîmotêyos jî hatin wê derê, “Pawlos xwe bi tevahî da hînkirina peyvê” (Karên Şandiyan 18:2-5). Belê, Pawlosê şandî di jiyana xwe de berî her tiştî bala xwe dida xizmeta Yehowa. Pawlos ji her aliyî ve mirovekî jîr û jêhatî bû, loma wî dikaribû bi wijdanekî paqij teşwîqê bide xwişk û birayan. Wî ji wan re got ku bila ew îznê nedin ku çetinahiyên jiyanê û hewcedariyên malbatê bibin sebeb ku ew “tiştên hê muhîmtir” – yanî îbadeta Yehowa – îhmal bikin. w22.08 20 par. 3
Roja Çarşemê, 14 Sibat
Gerek pêşî mizgîn di nav hemû miletan de bê belavkirin (Marqos 13:10, NWT).
Daxwaza Xwedayê me ev e ku mizgîna Padîşahiyê li seranserê dinyayê bê belavkirin (1. Tîmotêyos 2:3, 4). Ev îş, îşê Yehowa ye, û wî mesûliyeta vî îşî daye destê Kurê xweyî ezîz. Em dikarin emîn bin ku di bin çavdêriya baş a Îsa Mesîh de, îşê belavkirina mizgînê wê berî dawiya vê sîstemê bê qedandin (Meta 24:14). Em vê yekê ji ku dizanin? Wexteke kin berî ku Îsa Mesîh çû ezmanan, ew li ser çiyayekî li Celîleyê bi çend şagirtên xwe re li hev top bû. Wî ji wan re got: “Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn. Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min” (Meta 28:18, 19). Ji van ayetan, em bi zelalî fehm dikin ku “desthilatî” yan otorîteya li ser îşê belavkirina mizgînê hatiye dayîn destê Îsa Mesîh. Û ev îşê belavkirina mizgînê wê di bin çavdêriya Îsa Mesîh de heta rojên me berdewam bikira. w22.07 8 par. 1, 3; 9 par. 4
Roja Pêncşemê, 15 Sibat
Wext tê ku hemû kesên di goran de wê dengê wî bibihîzin û derkevin. Yên ku qencî kirine, wê ji bo jiyanê … rabin (Yûhena 5:28, 29).
Kesên rast, ên ku berî mirina xwe qencî kiribû, wê “ji bo jiyanê” rabin, çimkî navên wan jixwe di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne. Yanî, rabûna “yên ku qencî kirine”, ya ku Yûhena 5:29 behsa wê dike, û rabûna “yên rast”, a ku Karên Şandiyan 24:15 behsa wê dike, yek e. Ev îzah bi van gotinên Romayî 6:7 ve hevgirtî ye: “Mirovê ku miriye ji guneh azad bûye.” Gava kesên rast dimirin, gunehên wan tên paqijkirin, lê qeyda dilsoziya wan dimîne (Îbranî 6:10). Piştî rabûna ji mirinê helbet lazim e ku ew dilsoz bimînin, da ku navên wan ji Kitêba Jiyanê neyên paqijkirin. w22.09 18 par. 13, 15
Roja Înê, 16 Sibat
XUDAN … her karî bi dilsoziyê ve dike (Zebûr 33:4, KP).
Danîêl pêxember mirovekî pir pêbawer bû. Gava ew li Babîlê sirgûn bû, pir wext derbas nebû ku kesên din fehm kir ku ew mirovekî çi qas pêbawer e. Wexta ku wî bi alîkariya Yehowa xewna Nebûkadnetsar şîrove kir, ew hê jî zêdetir bi nav û deng bû (Danîêl 4:20-22, 25). Gelek sal bi şûn de, gava li ser dîwarê serayeke li Babîlê nivîseke ecêb xuya bû, Danîêl maneya nivîsê bi eşkereyî zelal kir û bi vî awayî îsbat kir ku ew yekî pêbawer e (Danîêl 5:5, 25-29). Demek bi şûn de, Daryûsê Medî û memûrên wî jî dît ku Danîêl mirovekî çi qas pêbawer e. Bi dîtina wan, Danîêl mirovekî “dilsoz bû, ne şaşîtiya wî û ne jî sûcê wî hebû” (Danîêl 6:3, 4, Mizgînî). Wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez yekî pêbawer im?” Eger em mirovên pêbawer bin, emê rûmetê bidin Yehowa. w22.09 8-9 par. 2-4
Roja Şemiyê, 17 Sibat
Wek zarokên delal mîna Xwedê bikin (Efesî 5:1).
Standardên Yehowa ji bo me bifeyde ne. Gelo çima? Van mîsalan bîne ber çavê xwe: Eger her bankayê xwe bi xwe qerar bidaya ku qîmeta dolarekê çi qas e yan eger her fîrmaya avakirinê xwe bi xwe qerar bidaya ku dirêjahiya metreyekê çi qas e, kaoseke mezin wê çêbûya, ne wisa ye? Yan jî, eger doktor li gor standardên tibî hereket nekira, gelek kesên nexweş wê jiyana xwe winda bikira. Belê, standardên saxlem me diparêzin. Mîna vê, standardên Yehowa jî me diparêzin. Yehowa kesên ku xîret dikin ku li gor standardên wî bijîn, bibereket dike. Ew soz dide ku kesên rast wê erdê mîras bistînin û heta bi hetayê li wê derê bijîn (Zebûr 37:29). Li wê demê, aştî û yekîtî wê hebe, û her kes wê dilşad be. Yehowa wê jiyaneke wisa bide me. Belê, gelek sebeb hene ku em ji rastdariyê hez bikin! w22.08 27-28 par. 6-8
Roja Yekşemê, 18 Sibat
Di her tiştî de li ser hişê xwe be (2. Tîmotêyos 4:5).
Gava em rastî tengasiyan tên, dilsoziya me ya ji Yehowa re û ji teşkîlata wî re dikare bê ceribandin. Gelo em çawa dikarin ji heqê çetinahiyan werin der? Gerek em “li ser hişê xwe” bin, hişyar bimînin û di baweriyê de qayîm bin. Ev yek ku em “li ser hişê xwe” bin tê maneya ku gerek em sakîn bimînin, serwext bin û xîret bikin ku bi çavê Yehowa li meseleyan binêrin. Eger em wisa bikin, fikrên me wê di bin kontrola hîsên me de nemînin. Belkî em difikirin ku xwişk yan birayekî neheqî li me kiriye. Yan jî belkî em ji aliyê birayekî mesûl ve rastî neheqiyê hatine. Bi îhtimaleke mezin, wî nedixwest dilê te biêşanda (Romayî 3:23; Aqûb 3:2). Dîsa jî, dibe ku kirinên wî tu aciz kiriyî. Gelo tu qet wisa fikiriyî: “Madem ku birayên mesûl wisa dikin, ma ev teşkîlat bi rastî teşkîlata Xwedê ye?” Îblîs dixwaze ku em wisa bifikirin! (2. Korîntî 2:11). Şikên wisa dikarin bibin sebeb ku em ji Yehowa û ji teşkîlata wî dûr bikevin. Loma, gerek em xîret bikin ku nexeyîdin. w22.11 20 par. 1, 3; 21 par. 4
Roja Duşemê, 19 Sibat
Hêviya min tu yî, ya Reb Xudan (Zebûr 71:5).
Yehowa hêviya jiyana herheyî daye me. Hin kes li benda jiyana li ezmanan in. Li wê derê, ewê wek ruhên nemir heta bi hetayê bijîn (1. Korîntî 15:50, 53). Ji aliyê din ve, piraniya însanan li bendê ne ku heta bi hetayê bi dilxweşî û siheta kamil li rûyê erdê bijîn (Peyxam 21:3, 4). Her du hêvî jî pir biqîmet in – hem hêviya jiyana herheyî ya li ezmanan hem jî hêviya jiyana herheyî ya li rûyê erdê. Hêviya me saxlem e, çimkî ew ji Yehowa tê (Romayî 15:13). Em dizanin ku wî çi soz daye, û em dizanin ku ew soza xwe her tim pêk tîne (4. Mûsa 23:19). Em bawer in ku Yehowa hem dixwaze hem jî dikare her tiştê ku wî gotiye, pêk bîne. Bavê meyî ezmanî ji me hez dike, û ew dixwaze ku em îtibara xwe bi wî bînin. Bi saya hêviyeke xurt, em dikarin li gel tengasiyan ji Yehowa re dilsoz bimînin, û em cesaret û dilxweşiya xwe winda nakin. w22.10 24 par. 1-3
Roja Sêşemê, 20 Sibat
Ew miletekî serhildêr e … zarokên ku naxwazin Şerîeta Xudan bibihîzin (Îşaya 30:9, Mizgînî).
Ji ber ku xelk guh nedida Yehowa, Îşaya ji berê ve gotibû ku Yehowa wê bihêle ku ew bikevin tengasiyê (Îşaya 30:5, 17; Yêremya 25:8-11). Loma, Babîliyan ew birin sirgûnê. Lê belê, di nav wan de hin kesên dilsoz jî hebûn, û Îşaya ji wan re gotibû ku rojekê, ewê vegerin welatê xwe (Îşaya 30:18, 19). Bi rastî jî wisa çêbû. Yehowa ew ji sirgûnê azad kirin. Dîsa jî, heta wê rojê gelek sal derbas bûn. Gotina “Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide” nîşanî kesên dilsoz dida ku hinek wext wê derbas bibe heta ku ewê bên xelas kirin. Loma, 70 sal derbas bûn berî ku Îsraêlî ji sirgûna li Babîlê hatin xelaskirin û hin ji wan vegeriyan bajarê Orşelîmê (Îşaya 10:21; Yêremya 29:10). Gava ew gihîştin welatê xwe, hêstirên xemgîniyê bi hêstirên şabûnê hatin guhartin. w22.11 9 par. 4
Roja Çarşemê, 21 Sibat
Çi qas dilxweş in kesên ku zilmê dibînin ji ber ku ew tiştên rast dikin (Meta 5:10, NWT).
Îro li hin welatan xwişk û birayên me, mîna şandiyên di sedsala yekê de zilmê dibînin ji ber ku ew mizgîna di heqê Îsa Mesîh de belav dikin. Di sedsala yekê de hakimên dîwana bilind a Cihûyan çend caran “li wan emir kirin ku êdî bi navê Îsa qet nepeyivin” (Karên Şandiyan 4:18-20; 5:27, 28, 40). Lê, şandiyên Îsa dizanibû ku otorîteyeke hê bilindtir emir dabû wan ku ew mizgînê belav bikin û di heqê Mesîh de şahidiyê bikin (Karên Şandiyan 10:42). Loma, Petrûs û Yûhena bi cesaret got ku gerek ewê ji hakiman zêdetir guh bidin Xwedê, û wan eşkere kir ku ewê dev ji xeberdana di heqê Îsa Mesîh de bernedin (Karên Şandiyan 5:29). Piştî ku şandî hatin lêxistin, ew ji dîwana bilind a Cihûyan derketin, “pê şa bûn ku ew ji ber navê Îsa hêjayî bêrûmetkirinê hatin dîtin” û dîsa çûn xizmetê (Karên Şandiyan 5:41, 42). w22.10 12-13 par. 2-4
Roja Pêncşemê, 22 Sibat
Nêzikbûna Xwedê ji bo min qenc e (Zebûr 73:28).
Gava me dest bi naskirina Yehowa kir, em pêşî rastiyên esasî hîn bûn. Di nameya ji bo Îbraniyan de, Pawlosê şandî got ku rastiyên esasî wek “dersên pêşî yên peyva Xwedê” ne. Wî nedixwest bigota ku rastiyên esasî bêqîmet in. Wî ew şibandin şîrê ku dayik dide zarokê xwe (Îbranî 5:12; 6:1). Wekî din, wî ji şagirtên Îsa Mesîh re got ku gerek ew hem rastiyên esasî hem jî rastiyên kûr bizanin. Gelo tu dixwazî rastiyên kûr hîn bibî? Gelo tu dixwazî li ser Yehowa û mexseda wî zêdetir hîn bibî? Li gelek kesan zor tê ku lêkolîn bikin. Lê tu yekî çawa yî? Gelo tu li mektebê hîn bûyî ku baş bixwînî û bielimî? Gelo meraqa te li ser xwendin û lêkolînê hebû? Yan jî, kêfa te ji lêkolîna kitêban re nayê? Gelek kesên din jî wisa hîs dikin. Lê belê, Yehowa dikare alî te bike. Ew Mamosteyê herî baş û bêqisûr e. w23.03 9-10 par. 8-10
Roja Înê, 23 Sibat
Gotina ku di hundirê we de hatiye çandin … bi dilnizmî qebûl bikin! (Aqûb 1:21, KP).
Eger em dilnizm bin, emê bihêlin ku Peyva Xwedê di dilê me de kok berde. Tenê mirovên niyetqenc û dilnizm dihêlin ku Peyva Xwedê tesîrê li hiş û dilê wan bike û dixwazin li gor dilrehmî, dilşewatî û hezkirina Xwedê bimeşin. Mirovê ku ji kesên din re qenc e nîşan dide ku Peyva Xwedê tesîrê li hiş û dilê wî dike. Fêrisiyan nedihişt ku Peyva Xwedê bigihîje dilê wan, loma wan “yên bêsûc mehkûm” dikirin (Meta 12:7, KP). Belê, eger em bi gotin û kirinên xwe ji kesên din re qenc bin, emê xuya bikin ku Kitêba Pîroz ketiye hiş û dilê me. Gelo em li ser kesên din tiştên qenc dibêjin yan jî zû behsa qisûrên wan dikin? Gelo em dilrehm in û hazir in ku kesên din efû bikin yan jî em ji niyeta kesên din şik dikin û yekî xeydok in? Bi alîkariya van pirsan, em dikarin fehm bikin ka Peyva Xwedê tesîrê li hîs, fikir û kirinên me dike yan na (1. Tîmotêyos 4:12, 15; Îbranî 4:12). w23.02 12 par. 13-14
Roja Şemiyê, 24 Sibat
Ez, Xwedayê te Xudan, bi destê te yê rastê digirim. Yê ku ji te re dibêje: ‘Netirse, ezê ji te re bibim alîkar’ ez im (Îşaya 41:13, Mizgînî).
Ka bala xwe bide mîsala Ûsivê Arîmetyayî. Ew di nav xelkê xwe de yekî qedirgiran bû. Ew endamekî civîna giregiran, yanî mehkemeya herî bilind a Cihûyan bû. Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, Ûsiv yekî newêrek bû. Wek Yûhena di heqê wî de gotibû, ew “şagirtê Îsa bû û ji tirsa serekên Cihûyan xwe eşkere nekiribû” (Yûhena 19:38). Ûsiv her çi qas dixwest mizgîna Padîşahiyê nas bike jî, wî baweriya xwe ya bi Îsa Mesîh li ber kesên din eşkere nedikir. Bê şik Ûsiv ditirsiya ku nav û qedrê xwe di nav miletê xwe de winda bike. Lê belê, wek Kitêba Pîroz dibêje, Ûsiv piştî mirina Îsa Mesîh “wêrî û çû ba Pîlatos, cesedê Îsa jê xwest” (Marqos 15:42, 43). Ji wê demê û pê ve, Ûsiv venedişart ku ew şagirtekî Îsa Mesîh e. Gelo tu jî wek Ûsiv carinan ji mirovên li derdora xwe ditirsî? w23.01 30 par. 13-14
Roja Yekşemê, 25 Sibat
Xwezî bi zilamên te û bi wan xulamên te! Çimkî herdem li ber te disekinin û şehrezayiya te dibihîzin (1. Qiralan 10:8, Mizgînî).
Xebera xweşî û selametiya Îsraêliyên di bin hukimdariya Silêman Padîşah de gihîşt melîkeya Sebayê. Loma, melîke ji welatê xwe heta Orşelîmê hat ku rewşa wê derê bi çavê xwe bibîne (1. Qiralan 10:1). Piştî ku wê rewşa padîşahiya Silêman dît, wê gotinên jêrê got. Lê belê, hukimdariya Silêman Padîşah tenê nimûneyeke biçûk a vê yekê bû ku di bin hukimdariya Îsa Mesîh de, Yehowa wê çi bereketan bibarîne ser însaniyetê. Îsa Mesîh ji her aliyî ve ji Silêman Padîşah mezintir e. Silêman zilamekî qisûrdar bû. Ji ber hin şaşiyên wî yên mezin, xelk bi zeman re ket tengasiyê. Lê Îsa Mesîh Hukimdarekî bêqisûr e, yê ku qet şaşiyan nake (Lûqa 1:32; Îbranî 4:14, 15). Îsa Mesîh îsbat kiriye ku ewê tu caran guneh neke û tu caran zerarê nede kesên di bin hukimdariya wî de. Çi qedrekî mezin e ku ew Padîşahê me ye! w22.12 11 par. 9-10
Roja Duşemê, 26 Sibat
Bi ya rêberên xwe bikin û ji gotina wan dernekevin. Çimkî ew … berevaniya canê we dikin (Îbranî 13:17).
Eger li cihê ku em lê dimînin nexweşiyek belav bibe, gerek em çi bikin? Gerek em guh bidin telîmatên li ser şuştina destan, hiştina mesafeyê, lixwekirina maskeyê û karantînayê. Eger em van tiştan bi dilxwazî bikin, emê nîşan bidin ku em gelek qîmetê didin jiyana ku Xwedê daye me. Di dema felaketan de, carinan em ji hevalên xwe, cîranên xwe yan jî ji nûçeyan xeberên nerast dibihîzin. Li şûna ku em “bi her gotinê” bawer bikin, a baştir ew e ku em guh bidin gotinên dewletê û çavkaniyên tibî yên pêbawer (Methelokên Silêman 14:15). Koma Rêberiyê û Beytel berî ku li ser civînan û belavkirina xebera xêrê rêberiyê bidin xîret dikin ku melûmatên pêbawer bi dest bixin. Eger em guh bidin vê rêberiyê, emê saxî û selametiya xwe û ya kesên din jî biparêzin. Bî vî awayî, civata me wê di nav xelkê de navekî baş qezenc bike (1. Petrûs 2:12). w23.02 23 par. 11-12
Roja Sêşemê, 27 Sibat
Bibihîzin û hîn bibin … ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin (5. Mûsa 31:13 Mizgînî).
Dema ku Îsraêlî derbasî Welatê Sozdayî bûn, ew li gelek herêman bi cih bûn. Îsraêliyên ku dûrî hev dijiyan dikaribû bi hêsanî hevdû ji bîr bikirana û bi hev re eleqedar nebûna. Lê Yehowa dixwest ku Îsraêlî di dema gelek cejnan de li hev kom bibin, da ku Peyva wî ji wan re bê xwendin û şîrovekirin (5. Mûsa 31:10-12; Nehemya 8:2, 8, 18). Îcar xeyal bike ku çi qas kêfa Îsraêliyekî dihat, gava ku ew dihat Orşelîmê û didît ku bi milyonan xizmetkarên Xwedê ji temamiya welêt hatine û li hev kom bûne! Bi vî awayî, Yehowa alî xizmetkarên xwe dikir ku ew bi hevdû re di yekîtiyê de bimînin. Paşê, gava civata şagirtên Îsa Mesîh hat avakirin, di nav wan de mirovên ji gelek miletên cuda hebûn. Hinek ji wan feqîr, hinek zengîn û hinek jî mirovên bi nav û deng bûn. Lê wan di yekîtiyê de ji Xwedê re îbadet dikir. Kesên nû dikaribû bi alîkariya xwişk û birayên din û bi alîkariya civînan Peyva Xwedê baştir fehm bikin (Karên Şandiyan 2:42; 8:30, 31). w23.02 3 par. 7
Roja Çarşemê, 28 Sibat
Jiyana herheyî … ev e (Yûhena 17:3).
Yehowa soz daye ku ewê “jiyana herheyî” bide kesên ku guh didin wî (Romayî 6:23). Gava em li ser vê soza Xwedê difikirin, ma ev yek alî me nake ku em ji wî hê jî zêdetir hez bikin? Belê, Bavê meyî ezmanî ji dostên xwe pir hez dike, û ew dixwaze ku ew her û her bijîn. Bi saya soza jiyana herheyî, em dikarin li hemberî çetinahiyên îro qewî bisekinin. Eger dijminên me bibêjin ku ewê me bikujin jî, emê ji Yehowa re dilsoz bimînin, çimkî em dizanin ku ewê me ji mirinê rake û jiyana herheyî bide me (Yûhena 5:28, 29; 1. Korîntî 15:55-58; Îbranî 2:15). Em dizanin ku Yehowa dikare jiyana herheyî bide me, çimkî ew Çavkaniya jiyanê ye û ew bi xwe her û her dijî (Zebûr 36:9). Kitêba Pîroz nîşan dide ku Yehowa her hebûye û wê her hebe (Zebûr 90:2; 102:12, 24, 27). w22.12 2 par. 1-3
Roja Pêncşemê, 29 Sibat
Ma kî dikare me ji hezkirina Mesîh veqetîne? Ma cefa, an tengahî? (Romayî 8:35).
Gava xizmetkarên Yehowa rastî tengasiyan tên, ew ecêbmayî namînin, çimkî Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Divê em di gelek tengahiyan re derbas bibin û bikevin Padîşahiya Xwedê” (Karên Şandiyan 14:22). Wekî din, em dizanin ku heta dinyaya nû neyê avakirin, hin derdên me wê bi temamî safî nebin. Di dinyaya nû de, “mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin” (Peyxam 21:4). Yehowa me ji hemû tengasiyan naparêze, lê ew alî me dike ku em li hemberî wan sebir bikin. Ka binêre ku Pawlosê şandî ji Romayiyan re çi gotibû. Pêşî, wî behsa çend tengasiyan kir, ên ku ew û xwişk û birayên din rastî wan dihatin. Paşê, wî nivîsî: “Bi saya wî yê ku ji me hez dike, em di van hemûyan de hê bêtir bi ser dikevin” (Romayî 8:36, 37). Yanî, gava tengasiyek hê dewam dike, Yehowa dikare alî te bike ku tu serkeftî bî. w23.01 14 par. 1-2