Adar
Roja Înê, 1 Adar
Çima … tu pesnê xwe didî? (1. Korîntî 4:7).
Petrûsê şandî ji şagirtên Îsa Mesîh re gotibû ku bila ew hunerên xwe ji bo teşwîqkirina hevdû bi kar bînin: “Her yek ji we, çi diyariya ruhanî standibe, bi wê wek şahneyên qenc ên kerema Xwedê ya cûr bi cûr, ji hev re xizmetê bikin” (1. Petrûs 4:10). Hin kes ditirsin ku eger ew “diyariya” xwe – yanî hunerên xwe – bi temamî bixebitînin, kesên din wê çavnebariya wan bikin yan jî cesareta xwe winda bikin. Lê gerek em xwe bi hunerên xwe qure nekin (1. Korîntî 4:6). Gerek em ji bîr nekin ku hunerên me hediyeyên ji Xwedê ne. Lazim e ku em van hediyeyan ji bo xêra civatê bi kar bînin, ne ji bo ku em xwe bilind bikin (Filîpî 2:3). Eger em qewet û hunerên xwe li gor daxwaza Xwedê bi kar bînin, emê şa bin – ne ji ber ku em ji kesên din bilindtir in, lê ji ber ku em van hediyeyan ji bo rûmeta Yehowa bi kar tînin. w22.04 11-12 par. 7-9
Roja Şemiyê, 2 Adar
Çavên min veke, da ku ez harîqayên şerîeta te bibînim (Zebûr 119:18).
Îsa Mesîh ji Nivîsarên Pîroz hez dikir. Ji berê ve, Peyva Xwedê li ser hîsên wî wisa gotibû: “Ez zewqê ji bicihanîna daxwaza te distînim, ey Xwedayê min, di kûrahiya dilê min de ye şerîeta te” (Zebûr 40:8). Ji ber ku wî ji Peyva Xwedê hez dikir, wî bi dilxweşî û bi serkeftî ji Yehowa re xizmet dikir. Eger em jî Peyva Xwedê bixwînin û jê hez bikin, emê dilxweş û serkeftî bibin (Zebûr 1:1-3). Mîsala Îsa Mesîh û gotinên wî dilê me xurt dikin ku em Kitêba Pîroz ne bi çavekî, lê bi çar çavan bixwînin. Ji bo ku em ji Kitêba Pîroz baştir fehm bikin, gerek em dua bikin, hêdî hêdî bixwînin, pirsan ji xwe bikin û notên biçûk binivîsin. Fehmdarî wê alî me bike ku em bi alîkariya weşanên me li ser tiştên ku dixwînin kûr bifikirin. Û ji bo ku Peyva Xwedê tesîrê li hiş û dilê me bike, gerek em wê bi niyeta rast bixwînin. Gava em xîret bikin ku li gor van nuqteyan Kitêba Pîroz bixwînin, emê ji xwendina Kitêba Pîroz zêdetir feydeyê bistînin û nêzîktirî Yehowa Xwedê bibin (Zebûr 119:17; Aqûb 4:8). w23.02 13 par. 15-16
Roja Yekşemê, 3 Adar
Planên kesên jîr wê muheqeq serkeftî bibin (Methelokên Silêman 21:5, NWT).
Ji xwe re hedefeke xisûsî deyne û paşê bi dil û can xîret bike ku tu bigihîjî vê hedefê. Gelo tu çawa dikarî vê bikî? Mesela, eger tu dixwazî hunera hînkirinê bi pêş bixî, broşûra Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe lêkolîn bike. Berî ku tu li civîna Jiyan û Xizmetê gotarekê pêşkêş bikî, ji birayekî jêhatî rica bike ku bila ew guh bide gotara te û ji te re hin tewsiyeyan bide. Ji xeynî vê ku tu hunerên xwe bi pêş bixî, bila kesên li derdora te bibînin ku tu yekî bixîret û pêbawer î (2. Korîntî 8:22). Eger li te zor tê ku tu hunerekê bi pêş bixî, dev ji hedefa xwe bernede! Gelo Tîmotêyos bi zeman re bû gotarvanekî zarşîrîn û mamosteyekî tesîrdar? Em vêya nizanin. Lê belê, em dikarin bawer bin ku ji ber ku Tîmotêyos guh da şîreta Pawlos, wî mesûliyetên xwe her ku diçû bi awayekî baştir dianî cih (2. Tîmotêyos 3:10). w22.04 24 par. 8-11
Roja Duşemê, 4 Adar
Min cenawirekî ku ji deryayê derdiket dît. Deh strûhên wî û heft serên wî hebûn (Peyxam 13:1).
Cinawirê bi heft seran çi temsîl dike? Ev cinawir wek piling yan pars xuya dike, lê lingên wî wek lingên hirçan û devê wî wek devê şêran e, û deh stroyên wî hene. Ev xisûsiyet li çar cinawirên beşa 7an a kitêba Danîêl jî hene. Lê belê, di kitêba Peyxamê de, hemû xisûsiyetên çar cinawirên kitêba Danîêl di yek cinawirî de hene. Ayet dibêje ku ev cinawir “li ser her bavik, gel, ziman û miletan” hukim dajo. Loma, em fehm dikin ku ev cinawir ne tenê hukûmetekê yan împaratoriyeke cîhanî, lê tiştekî hê mezintir temsîl dike (Peyxam 13:7). Eşkere ye ku ev cinawir hemû qudretên siyasî, yên ku heta niha li ser dinyayê hukim ajotiye, temsîl dike (Waiz 8:9). Ji xeynî vê, di Kitêba Pîroz de, hejmara “deh” gelek caran rewşa temamiyê temsîl dike. w22.05 9 par. 6
Roja Sêşemê, 5 Adar
Ewê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin (Peyxam 21:4).
Gelo kî wê van bereketan bistîne? Serê pêşîn, elaleta mezin a kesên ku ji Harmegedonê sax derbas bûne û zarokên ku wê piştî Harmegedonê bên dinyayê. Wekî din, beşa 20an a kitêba Peyxamê soz dide ku kesên mirî wê bên rakirin (Peyxam 20:11-13). Yên “rast”, yanî kesên dilsoz, û yên “nerast”, yanî kesên ku fersenda wan tune bû ku Yehowa nas bikin, wê gişt li dinyayê vegerin jiyanê (Karên Şandiyan 24:15; Yûhena 5:28, 29). Ma ev yek tê maneya ku li dema Hukimdariya Hezarsalî her kes wê ji mirinê rabe? Na. Yên ku berî mirina xwe bi qesdî nedixwest ji Yehowa re xizmet bikira wê neyên rakirin. Gava Yehowa fersend dabû wan ku ew ji wî re xizmet bikin, wan ew red kir û nîşan da ku ew hêjayî jiyana herheyî nînin (Meta 25:46; 2. Selanîkî 1:9; Peyxam 17:8; 20:15). w22.05 18 par. 16-17
Roja Çarşemê, 6 Adar
Emê herin ba kê? Gotinên jiyana herheyî bi te re ne (Yûhena 6:68).
Bi destê “xulamê dilsoz û şehreza”, Îsa Mesîh teşkîlateke bêemsal ava kiriye ku îbadeta rast bi pêş bixe (Meta 24:45). Tu li vê teşkîlatê çawa dinêrî? Belkî tu jî wek Petrûsê şandî hîs dikî, yê ku ji Îsa Mesîh re gotinên ayeta îroyîn gotibû. Eger me teşkîlata Yehowa nas nekira, halê me wê niha çawa bûya? Bi saya teşkîlatê, em ji aliyê ruhî ve tu caran birçî namînin. Wekî din, Îsa Mesîh me bi destê teşkîlatê perwerde dike ku em xizmeta xwe bi awayekî baş bikin, û ew alî me dike ku em “şexsiyeta nû” li xwe bikin, da ku Yehowa ji me razî be (Efesî 4:24, NWT). Di rojên çetin de, Îsa Mesîh rêberiya me dike. Gava pandemiya COVID-19 dest pê kir, feydeyên vê rêberiya bihîkmet eşkere bûn. Gelek kesên li dinyayê nizanibû ku çi bikin, lê Îsa Mesîh bi zelalî rêberiya me dikir ku em di selametiyê de bin. w22.07 12 par. 13-14
Roja Pêncşemê, 7 Adar
Bala xwe bidin tiştên hê muhîmtir (Filîpî 1:10).
Li demên berê, Yehowa ji xizmetkarên xwe re gotibû ku bila ew ji zarokên xwe re bi dewamî behsa wî bikin (5. Mûsa 6:6, 7). Li sibehê heta êvarê, gelek fersend diket destê dê û bavên Îsraêlî ku ew bi zarokên xwe re sohbetê bikin û hezkirina Yehowa têxin dilê wan. Mesela, gedeyekî Îsraêlî belkî bi saetan tevî bavê xwe li zeviyan dixebitî. Keçikeke Îsraêlî belkî di çêkirina kincan de û di îşên malê de alî diya xwe dikir. Gava dê û bav tevî zarokên xwe dixebitîn, wan dikaribû di heqê gelek mijarên muhîm de sohbet bikira. Mesela, wan dikaribû li ser qenciya Yehowa û li ser vê yekê ku Yehowa çawa alî malbatê dike, xeber bidaya. Li gelek welatan, dê û bav diçin karê xwe û zarok diçin mektebê, loma ew nikarin bi hev re pir wextê derbas bikin. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku dê û bav li fersendan bigerin ku bi zarokên xwe re sohbetê bikin (Efesî 5:15, 16). w22.05 28 par. 10-11
Roja Înê, 8 Adar
Ma hûn nizanin ku kesên nerast wê Padîşahiya Xwedê mîras nestînin? (1. Korîntî 6:9, NWT).
Gava kesek qanûnên Xwedê bi awayekî cidî binpê dike, ev yek gunehekî giran e û lazim e ku ew hem ji Yehowa efû bixwaze hem jî bi rîspiyên civatê re xeber bide (Zebûr 32:5; Aqûb 5:14). Gelo rola rîspiyan çi ye? Tenê Yehowa dikare gunehan bi temamî efû bike, û ew vêya li ser esasê fîdyeyê dike. Lê belê, Yehowa dixwaze ku rîspî li gor Nivîsarên Pîroz pê derxin ka kesê ku guneh kiriye dikare li civatê bimîne yan na (1. Korîntî 5:12). Loma, gerek ew ji xwe wisa bipirsin: Gelo guneh, gunehekî qesdî bû? Gelo kesê ku guneh kiriye plan kiribû ku xerabiyê bike? Gelo guneh bi demeke dirêj dewam kir? Ya herî muhîm jî, gelo ew ji dil tobe dike yan na? Gelo îsbat hene ku Yehowa ew efû kiriye? (Karên Şandiyan 3:19). w22.06 9 par. 4
Roja Şemiyê, 9 Adar
Ji [rastiyê] hez bikin (Zekerya 8:19, Mizgînî).
Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku bila ew li pey rastdariyê herin (Meta 5:6). Yanî, kesên wisa bi dil û can dixwazin çi tiştê ku li ber çavê Xwedê qenc û rast e, bikin. Gelo tu ji rastî û rastdariyê hez dikî? Bê şik erê! Tu ji derewan û ji her tiştê şaş û xerab nefret dikî (Zebûr 119:128, 163). Derew, yek ji xisûsiyetên Îblîs e, yê ku serokê vê dinyayê ye (Yûhena 8:44; 12:31). Hedefeke Îblîs ew e ku navê Yehowa Xwedê li ber çavê her kesî reş bike. Ji wexta serhildana li baxçeyê Adenê û vir ve, Îblîs li ser Xwedayê me gelek derew belav kirine. Ew dixwaze bi mirovan bide bawerkirin ku Yehowa Hukimdarekî xwehez, ne rast û ne jî durist e, yê ku qenciyê ji mirovan vedişêre (1. Mûsa 3:1, 4, 5). Derewên Îblîs ên li ser Yehowa hiş û dilê mirovan jehr kiriye. Îblîs dikare li ser kesên ku ji rastiyê hez nakin tesîr bike ku ew her tiştê xerab û bêedalet bikin (Romayî 1:25-31). w23.03 2 par. 3
Roja Yekşemê, 10 Adar
Heskirina [Xudan] her û her e (Zebûr 100:5).
Tu her çi qas xîret bikî ku tu dev ji tiştekî xerab berdî, belkî tu carinan dîsa tiştekî xerab bikî. Yan jî, belkî bêhna te gelekî teng dibe û tu diqehirî, çimkî tu difikirî ku tu nikarî bigihîjî hedefa xwe. Çi wê alî te bike ku tu sebir bikî? Sifetekî pir muhîm: Hezkirina ji Yehowa. Hezkirina te ya ji Yehowa sifetê herî biqîmet e ku di dilê te de heye (Methelokên Silêman 3:3-6). Hezkirina qewî ya ji Yehowa wê alî te bike ku tu li hemberî tengasiyên xwe bisekinî. Kitêba Pîroz gelek caran behsa hezkirina dilsoz ya Yehowa dike. Hezkirina dilsoz tê maneya ku Yehowa tu caran xizmetkarên xwe terk nake û her û her ji wan hez dike. Tu di sûretê Xwedê de hatiyî xuliqandin (1. Mûsa 1:26). Îcar tu çawa dikarî vê hezkirinê nîşan bidî? Pêşî şikirdariya xwe ji Yehowa re nîşan bide (1. Selanîkî 5:18). Her roj ji xwe bipirse: “Yehowa çawa hezkirina xwe nîşanî min daye?” Paşê di duayên xwe de ji Yehowa re şikir bike ku wî ji bo te bi xisûsî çi kiriye. Xwedê tiştên qenc ji bo te dike, çimkî ew ji te hez dike. w23.03 12 par. 17-19
Roja Duşemê, 11 Adar
[Îsa] dizanibû ku çi di dilê mirovan de ye (Yûhena 2:25).
Îsa Mesîh ji hemû 12 şandiyên xwe re baş û dilovan bû. Dersa ji bo me çi ye? Tiştê herî muhîm ne ew e ku kesên din çi dikin yan nakin, lê ev e ku em li hemberî şaşî û kêmasiyên wan çawa hereket dikin. Gava em ji ber gotin yan kirinên xwişk yan birayekî aciz dibin, em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo kirinên wî min çima ew qas aciz dikin? Gelo dibe ku kirinên wî kêmasiyeke min, a ku gerek ez bi xwe serrast bikim, eşkere dikin? Gelo dibe ku kesê ku ez aciz kirime di halekî zor de ye? Eger ez rast bim jî, gelo ez dikarim bi dilovanî çavê xwe li ser şaşiya wî kesî bigirim?” Her ku em ji kesên din re dilovan bin, emê îsbat bikin ku em bi rastî şagirtên Îsa Mesîh in. Wekî din, em ji mîsala Îsa Mesîh hîn dibin ku gerek em xîret bikin ku ji xwişk û birayan fehm bikin (Methelokên Silêman 20:5). Îsa Mesîh helbet dikaribû bibîne ku di dilê mirovan de çi heye, lê em nikarin. Dîsa jî, em dikarin li hemberî qisûrên xwişk û birayan sebir bikin (Efesî 4:1, 2; 1. Petrûs 3:8). Eger em wan baştir nas bikin, wê ji bo me hêsantir be ku em wisa hereket bikin. w23.03 30 par. 14-16
Roja Sêşemê, 12 Adar
Ew ne Xwedayê miriyan e, lê Xwedayê zindiyan e (Lûqa 20:38).
Gava em seba qeza yan nexweşiyeke giran li ber mirinê ne, Îblîs vê fersendê dixebitîne ku zorê li me bide ku em qanûnên Yehowa binpê bikin. Mesela, dibe ku doktor yan merivên me, yên ku Şahidên Yehowa nînin, hewl bidin ku me îqna bikin ku em neqla xwînê yan tedawiyeke ku li dijî prensîpên Kitêba Pîroz e, qebûl bikin. Em helbet naxwazin bimirin, lê em dizanin ku eger em jiyana xwe winda bikin jî, hezkirina Yehowa xelas nabe (Romayî 8:37-39). Wexta ku dostên Yehowa dimirin, ew wan di bîra xwe de xwedî dike, qey ew hê sax in (Lûqa 20:37). Ew ji dil dixwaze wan ji mirinê rake (Eyûb 14:15). Yehowa fedakariyeke mezin kiriye, da ku em jiyana herheyî bistînin (Yûhena 3:16). Em dizanin ku Yehowa ji me çi qas hez dike û xema me dixwe. Loma, gava em nexweş dikevin yan li ber mirinê ne, em rûyê xwe ji Yehowa nazivirînin, lê em xwe davêjin bin baskên wî, da ku ew teselî, hîkmet û qewetê bide me (Zebûr 41:3). w22.06 18 par. 16-17
Roja Çarşemê, 13 Adar
Şehrezayî li derve gazî dike (Methelokên Silêman 1:20, Mizgînî).
Kitêba Pîroz dibêje: “Tirsa Xudan destpêka şehrezayiyê ye, naskirina Yê Pîroz fêmdarî ye” (Methelokên Silêman 9:10). Loma, gava ku em qerareke muhîm bidin, gerek em vê qerarê li ser esasê nêrînên Yehowa, yanî li ser esasê “naskirina Yê Pîroz” bidin. Ji bo vê, em dikarin li Kitêba Pîroz û li weşanên di heqê Kitêba Pîroz de binêrin. Bi vî şeklî, em dikarin hîkmeta rastîn nîşan bidin (Methelokên Silêman 2:5-7). Tenê Yehowa dikare hîkmeta rastîn bide me (Romayî 16:27). Gelo ew çima Çavkaniya hîkmetê ye? A pêşîn, zanîna wî bêsînor e. Ji ber ku wî em xuliqandine, ew di heqê me de her tiştî dizane (Zebûr 104:24). A diduyan, hîkmeta Yehowa ji hemû kirinên wî eşkere dibe (Romayî 11:33). A sisêyan, şîreta bihîkmet a Yehowa ji bo kesên ku guh didinê her tim bifeyde ye (Methelokên Silêman 2:10-12). Ji bo ku em hîkmeta rastîn bi dest bixin, gerek em van rastiyên esasî qebûl bikin û îznê bidin ku ew rêberiya qerar û kirinên me bikin. w22.10 19 par. 3-4
Roja Pêncşemê, 14 Adar
Hingê li ezmên ceng çêbû. Mîxayîl û milyaketên xwe bi ejder re şer kirin. Û ejder û milyaketên xwe şer kirin, lê bi ser neketin û li ezmên êdî ji bo wan cih nema (Peyxam 12:7, 8).
Beşa 12an a kitêba Peyxamê nîşan dide ku Îblîs li vê cengê mexlûb bû û tevî cinan hat avêtin erdê. Netîce bû çi? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Wey li erdê û li deryayê, ji ber ku Îblîs bi xezebeke mezin tê ser we” (Peyxam 12:9-12). Gelo em ji vê wehdê çi feydeyê distînin? Hem halê dinyayê hem jî xisûsiyetên mirovan nîşan didin ku Îsa Mesîh bi rastî jî bûye Padîşah. Loma, gava em dibînin ku însanên li derdora me çi qas xwehez û hêrsok in, em bi zêdeyî li ber xwe nakevin, çimkî em fehm dikin ku hal û hereketên wan îsbat dikin ku Padîşahî êdî hukim dajo! (Zebûr 37:1). Her ku em nêzîktirî Harmegedonê dibin, halê dinyayê wê hê jî xerabtir bibe (Marqos 13:8; 2. Tîmotêyos 3:13). Ma em şikurdar nînin ku Bavê meyî dilovan ji me re zelal dike ku sebeba van tiştan çi ye? w22.07 3-4 par. 7-8
Roja Înê, 15 Adar
Duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e (Aqûb 5:16).
Em dikarin ji Yehowa rica bikin ku bila ew alî xwişk û bira bike ku ew li hemberî nexweşî, felaketên tebîetê, şerê hundirîn, zilm û tengasiyên din sebat bikin. Wekî din, em dikarin ji bo xwişk û birayên fedakar dua bikin, ên ku alî kesên hewcedar dikin. Eger tu hin ji van xwişk û birayan şexsen nas dikî, tu dikarî bi xisûsî ji bo wan dua bikî. Ev yek ku tu ji Yehowa rica dikî ku bila ew alî wan bike nîşan dide ku tu bi rastî ji wan hez dikî. Birayên ku rêberiya civatê dikin şikurdar in ku em ji bo wan dua dikin. Bi rastî jî, tesîra duayên wisa mezin e. Pawlosê şandî jî dizanibû ku ew hewceyî duayên xwişk û birayan e. Wî wisa nivîsî: “Ji bo min jî dua bikin, da ku, gava ez devê xwe vekim, peyv ji min re bê dayîn û ez sira Mizgîniyê bi ziravî bidim zanîn” (Efesî 6:19). Îro jî, gelek birayên jîr û jêhatî hene, yên ku rêberiya me dikin. Gava em ji Yehowa rica dikin ku bila ew îşê wan bibereket bike, em nîşan didin ku em ji wan hez dikin. w22.07 23-24 par. 14-16
Roja Şemiyê, 16 Adar
Kumzirxê hêviya xilasiyê bidin serê xwe (1. Selanîkî 5:8).
Leşker kumzirx bi kar tîne ku serê xwe biparêze. Di şerê ruhî de, gerek em hişê xwe ji hicûmên Îblîs biparêzin. Îblîs dixwaze me biceribîne û hişê me bi fikrên şaş ve tije bike. Çawa ku kumzirx serê leşker diparêze, hêvî jî hişê me diparêze, da ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin. Eger hêviya me sist be û em îznê bidin ku xwestekên nefsê hişê me bigirin, em dikarin dev ji hedefa jiyana herheyî berdin. Di sedsala yekê de, halê hin şagirtên Îsa Mesîh, ên ku li bajarê Korîntê dijiyan, wisa bû. Baweriya wan bi hêviya rabûna miriyan sist bûbû (1. Korîntî 15:12). Pawlos zelal kir ku kesên ku baweriya xwe bi vê wehda muhîm a Xwedê naynin, tenê bala xwe didin xwestekên xwe (1. Korîntî 15:32). Di rojên me de jî gelek kesên wisa hene. Ew tenê bala xwe didin kêfa ku ew niha dikarin bistînin. Em wisa nakin. Em xwe dispêrin wehdên Xwedê. w22.10 25-26 par. 8-9
Roja Yekşemê, 17 Adar
Bê rawestin dua bikin (1. Selanîkî 5:17).
Yehowa dixwaze ku tu ji wî re dua bikî. Ew derdên te dibîne, û wî soz daye ku ewê her gav guh bide duayên te. Kitêba Pîroz dibêje ku “duaya rastan wî dilxweş dike” (Methelokên Silêman 15:8). Wexta ku tu xwe tenê hîs dikî, gelo tu dikarî di heqê çi de dua bikî? Dilê xwe ji Yehowa re veke (Zebûr 62:8). Ji wî re behsa xem û derdên xwe bike û bibêje ku ew li ser te çawa bandor dikin. Ji Yehowa rica bike ku bila ew sebrê bide te. Wekî din, dua bike ku Yehowa hîkmet û cesaretê bide te, da ku tu karibî bi zelalî û bi zarşîrînî xeber bidî (Lûqa 21:14, 15). Eger tu xemgîn î yan xwe bêcesaret hîs dikî, ji Yehowa bixwaze ku ew alî te bike ku tu ji xwişk yan birayekî bitecrûbe re behsa hîsên xwe bikî. Tu dikarî ji Yehowa rica bikî ku bila ew alî vî kesî bike, da ku ew derdê dilê te rind fehm bike. Tê derxe ku cewaba Yehowa çi ye û alîkariya kesên din qebûl bike. Ev yek wê alî te bike ku tu xwe bi zêdeyî tenê hîs nekî. w22.08 10 par. 6
Roja Duşemê, 18 Adar
Ev hemû li hember qanûnên Qeyser radibin (Karên Şandiyan 17:7).
Civata nû li bajarê Selanîkê rastî zilma giran hatin. Komeke muxalifan çend birayên birin ber serwerên bajêr (Karên Şandiyan 17:6). Ka bîne ber çavê xwe ku ev şagirtên nû çi qas ditirsiyan! Pawlosê şandî tiştek kir, da ku şagirtên li vî bajarî di xizmetê de sist nebin. Wî ji wan re got: “Me Tîmotêyos … şand ba we, da ku di baweriyê de we qayîm bike û cesaretê bide we, da ku di van tengahiyan de tu kes veneleqe” (1. Selanîkî 3:2, 3). Tîmotêyos dîtibû ku Pawlos çawa cesaret dabû xwişk û birayan li Lîstrayê. Wî dîtibû ku li dawiyê, Yehowa ew çawa bibereket kiribûn, loma wî dikaribû xwişk û birayên li Selanîkê bide bawerkirin ku Yehowa wê alî wan jî bike (Karên Şandiyan 14:8, 19-22; Îbranî 12:2). w22.08 21 par. 4
Roja Sêşemê, 19 Adar
Em bi wî bijîn (1. Yûhena 4:9).
Di sala 1870yî de, komeke lêkolînerên Kitêba Pîroz di bin rêberiya Charles Russell de dest bi lêkolîneke hûr û kûr a Nivîsarên Pîroz kir. Wan dixwest fehm bikin ku maneya qîmeta qurbanbûna Îsa Mesîh bi rastî çi ye û gerek mirina wî çawa bê pîrozkirin. Heta îro jî, em ji lêkolîna wan feydeyeke pir mezin distînin. Yehowa çavê me vekiriye ku em maneya qurbanbûna Îsa Mesîh baştir fehm bikin û bizanin ku feydeya wê ji bo me çi ye (1. Yûhena 2:1, 2). Wekî din, me fehm kiriye ku Kitêba Pîroz ji bo mirovên dilsoz behsa du hêviyan dike – hin kes wê bê dawî li ezmanan bijîn û bi milyonan mirovên din jî wê heta bi hetayê li ser rûyê erdê bijîn. Gava ku em li ser vê yekê difikirin ku Yehowa çi qas ji me hez dike û ku feydeya qurbanbûna Îsa Mesîh ji bo me çi ye, em nêzîktirî Yehowa dibin (1. Petrûs 3:18). Wek xwişk û birayên me yên dilsoz ên berê, em jî kesên din dawet dikin ku bi me re Bîranînê pîroz bikin, çawa ku Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re emir dabû. w23.01 21 par. 6-7
Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (9 Nîsan – bûyerên piştî avabûna rojê) Marqos 14:3-9
Roja Çarşemê, 20 Adar
Ew ji bo hemûyan mir, da ku yên dijîn êdî ne ji bo xwe, lê belê ji bo wî yê ku ji bo wan mir û hat rakirin, bijîn (2. Korîntî 5:15).
Îsa Mesîh mirov hîn dikirin ku Padîşahiya Xwedê wê çi qas xêr û bereketan bi xwe re bîne. Em ji bo fîdyeyê spasdar in, çimkî ew rê vedike ku em bibin dostên Yehowa û Îsa Mesîh. Kesên ku baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin hêvî dikin ku jiyana bêdawî bistînin û hezkiriyên xwe yên mirî dîsa bibînin (Yûhena 5:28, 29; Romayî 6:23). Me tu tiştek nekiriye ku em van bereketan heq bikin, û em nikarin heqê wan li Xwedê û Îsa Mesîh vegerînin (Romayî 5:8, 20, 21). Lê em dikarin şikirdariya xwe ji wan re nîşan bidin. Gelo bi çi awayî? Mesela, em dikarin piştgiriya îşê Padîşahiya Xwedê bikin. Wekî din, em dikarin destekê bidin karê avakirin û tamîrkirina avahiyên ji bo îbadeta Yehowa. w23.01 26 par. 3; 27 par. 5
Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (9 Nîsan – bûyerên rojê) Marqos 11:1-11
Roja Pêncşemê, 21 Adar
Min dît ku va ye, Berx … û bi wî re sed û çil û çar hezar mirov hebûn (Peyxam 14:1).
Hukimdarên Padîşahiya Xwedê wê mesûlên hemû însanên li temamiya dinyayê bin. Wek Îsa Mesîh, 144.000 kesên meshkirî wê wek padîşah û kahîn xizmet bikin (Peyxam 5:10). Di bin Qanûna Mûsa de, karê sereke yê kahînan ew bû ku siheta bedenî û siheta ruhî ya mirovan biparêzin. Madem ku Qanûn siya “tiştên qenc ên ku wê bên” e, bimantiq e ku hempadîşahên Îsa Mesîh wê hewcedariyên xizmetkarên Xwedê yên bedenî û ruhî tedarek bikin (Îbranî 10:1). Li dinyaya nû, gelo emê çawa ji wan rêberiyê bistînin? Em vêya nizanin, lê em dikarin emîn bin ku ev yek wê bi awayekî rêk û pêk biqewime (Peyxam 21:3, 4). w22.12 11 par. 11-13
Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (10 Nîsan – bûyerên rojê) Marqos 11:12-19
Roja Înê, 22 Adar
Heta ku Xudan bê, hûn mirina wî didin zanîn (1. Korîntî 11:26).
Daxwaza me ev e ku kesên ku cara pêşîn tên Bîranînê bielimin ku Yehowa û Îsa Mesîh ji bo me çi kiriye (Yûhena 3:16). Em hêvî dikin ku tiştên ku ew dibînin û dibihîzin li ser dilê wan tesîr bike ku ew bixwazin zêdetir bielimin û bibin xizmetkarên Yehowa. Wekî din, em kesên ku êdî ji Yehowa re xizmetê nakin gazî Bîranînê dikin. Ev yek tîne bîra wan ku Yehowa hê jî ji wan hez dike. Gelek ji wan tên Bîranînê, û em bi hatina wan gelek kêfxweş dibin. Bîranîn tîne bîra wan ku gava wan ji Yehowa re xizmet dikir, jiyana wan çi qas xweş bû (Zebûr 103:1-4). Mirov vê dawetnameyê qebûl bikin yan na, em çi ji destê me tê dikin ku mirovan gazî Bîranînê bikin. Çimkî Yehowa bala xwe dide dilê her kesî (Lûqa 15:7; 1. Tîmotêyos 2:3, 4). w23.01 20 par. 1; 22-23 par. 9-11
Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (11 Nîsan – bûyerên rojê) Marqos 11:20–12:27, 41-44
Roja Şemiyê, 23 Adar
Çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin (Zebûr 33:18).
Li Şeva berî ku Îsa Mesîh mir, wî tiştekî xisûsî ji Bavê xweyî ezmanî rica kiribû. Wî ji Yehowa xwestibû ku bila ew şagirtên wî biparêze (Yûhena 17:15, 20). Yehowa helbet xizmetkarên xwe her tim diparastin, û çavê wî her tim li ser wan bû. Lê belê, Îsa Mesîh dizanibû ku Îblîs wê hê jî zêdetir li dijî wan şer bike. Loma, ji bo ku ew karibin li hemberî hicûma Îblîs qewî bisekinin, ew hewceyî alîkariya Yehowa ne. Îro, sîstema Îblîs pir zorê dide şagirtên Îsa Mesîh. Tengasiyên ku em rastî wan tên dikarin cesareta me bişikînin û dilsoziya me biceribînin. Lê belê, qet ne lazim e ku em bitirsin. Çavê Yehowa li ser me ye – ew hemû tengasiyên me dibîne, û ew tim hazir e ku alî me bike ku em di heqê wan de werin der. Belê, “çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin ” û “xelas dike canê wan” (Zebûr 33:18-20). w22.08 8 par. 1-2
Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (12 Nîsan – bûyerên rojê) Marqos 14:1, 2, 10, 11; Meta 26:1-5, 14-16
TARÎXA BÎRANÎNÊ
Piştî Avabûna Rojê
Roja Yekşemê, 24 Adar
Vê yekê ji bo bîranîna min bikin (Lûqa 22:19).
Her sal li dema Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, em dixwazin şikirdariya xwe nîşan bidin. Loma, em dua dikin û li ser maneya qurbanbûna wî kûr difikirin. Wekî din, em çi ji destê me tê dikin ku her kesî ji bo vê civîna xisûsî dawet bikin. Helbet, emê îznê nedin ku tiştek rêya me bigire û bibe sebeb ku em neçin Bîranînê. Di dema Bîranînê de em hîn dibin ku mirov çima hewceyî fîdyeyê ne û mirina yek zilamî çawa dikare heqê gunehên gelekan bide. Wekî din, gotara Bîranînê tîne bîra me ku maneya nan û şerabê çi ye û gerek kî ji wan bixwe û vexwe (Lûqa 22:19, 20). Û em li ser bereketên ji bo kesên ku wê heta bi hetayê li ser rûyê erdê bijîn, kûr difikirin (Îşaya 35:5, 6; 65:17, 21-23). Gerek em gelek qîmetê bidin van rastiyên Kitêba Pîroz. w23.01 20 par. 2, 4
Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (13 Nîsan – bûyerên rojê) Marqos 14:12-16; Meta 26:17-19 (14 Nîsan – bûyerên piştî avabûna rojê) Marqos 14:17-72
Roja Duşemê, 25 Adar
Xwedê wisa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne … jiyana wî ya herheyî hebe (Yûhena 3:16).
Xwedê Kurê xwe wek fîdyeya ji bo gunehên me daye, da ku em karibin jiyana herheyî bistînin (Meta 20:28). Pawlosê şandî wisa gotibû: “Madem ku mirin bi destê mirov hat, rabûna miriyan jî bi destê mirov çêbû. Çawa ku hemû bi Adem dimirin, wisa jî hemû wê bi Mesîh bên vejandin [rakirin]” (1. Korîntî 15:21, 22). Li gor duaya emsal, gerek şagirtên Îsa Mesîh dua bikin ku bila Padîşahiya Xwedê bê û daxwaza Xwedê li rûyê erdê bê cih (Meta 6:9, 10). Gelo daxwaza Xwedê çi ye? Pareke daxwaza wî ev e ku însan heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn. Ji bo pêkanîna vê daxwazê, Yehowa Kurê xwe wek Padîşahê Padîşahiya xwe tayîn kiriye. Wekî din, Xwedê 144.000 kesên ji dinyayê hildibijêre, da ku ew bi Îsa Mesîh re daxwaza Xwedê bînin cih (Peyxam 5:9, 10). w22.12 5 par. 11-12
Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (14 Nîsan – bûyerên rojê) Marqos 15:1-47
Roja Sêşemê, 26 Adar
Hezkirina Mesîh me didehfîne … da ku yên dijîn êdî ne ji bo xwe … bijîn (2. Korîntî 5:14, 15).
Gava hezkiriyekî me dimire, em gelekî bêriya wî dikin! Di serî de, em ji xeynî êşê tiştekî din hîs nakin. Wexta em li ser rojên berî mirina wî û bi xisûsî ku wî çi qas êş dikişand difikirin, dilê me pir dişewite. Lê bi zeman re, belkî êşa dilê me hinekî siviktir bibe. Dibe ku em bi dilxweşî bînin bîra xwe ku wî çi gotibû yan çi kiribû ku cesaretê bide me, kêfa me bîne yan tiştekî hînî me bike. Bi eynî awayî, gava em di heqê êş û mirina Îsa Mesîh de dixwînin, dilê me xemgîn dibe. Di heftiyên berî û piştî Bîranînê de, em wexta xwe vediqetînin, da ku em li ser maneya fîdyeyê kûr bifikirin (1. Korîntî 11:24, 25). Lê gava em li ser çi tiştên ku Îsa Mesîh li ser rûyê erdê gotibûn yan kiribûn, difikirin, em şa dibin. Wekî din, gava em bala xwe didin tiştên ku Îsa Mesîh îro dike û tiştên ku ewê di pêşerojê de ji bo me bike, cesareta me zêde dibe. w23.01 26 par. 1-2
Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (15 Nîsan – bûyerên rojê) Meta 27:62-66 (16 Nîsan – bûyerên piştî avabûna rojê) Marqos 16:1
Roja Çarşemê, 27 Adar
Hukimdariya Xwedê û guhdarîkirina wî di jiyana xwe de bikin tiştê herî muhîm (Meta 6:33, NWT).
Piştî mirina Îsa Mesîh, şagirtên wî pir xemgîn bûn. Ne ku wan tenê dostekî ezîz winda kir, wan wisa hîs dikir ku tu dibêjî qey ew bê hêvî mabûn (Lûqa 24:17-21). Lê gava Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re xuya bû, wî ji wan re şîrove kir ku gotinên Kitêba Pîroz di şexsê wî de çawa hatin cih. Wekî din, Îsa Mesîh wezîfeyeke muhîm da wan (Lûqa 24:26, 27, 45-48). Piştî vê, Îsa Mesîh hilkişiya ezmanan. Wê çaxê xemgîniya şagirtên wî derbas bû û dilxweşî ket dilê wan. Ew gelek kêfxweş bûn, çimkî wan dizanibû ku Efendiyê wan sax e û ewê alî wan bike ku ew wezîfeya xwe ya nû bînin cih. Kêfxweşiya wan ew dehf didan ku ew dev ji pesndayîna Yehowa bernedin (Lûqa 24:52, 53; Karên Şandiyan 5:42). Eger em dixwazin şagirtên Îsa Mesîh ji xwe re bikin emsal gerek em îşên Padîşahiya Xwedê di jiyana xwe de bixin cihê pêşîn. Wekî din, ji bo ku em karibin bi dewamî ji Yehowa re xizmetê bikin, gerek em sebir bikin. Yehowa soz daye ku eger em wisa bikin, ewê me gelekî bibereket bike (Methelokên Silêman 10:22). w23.01 30-31 par. 15-16
Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê: (16 Nîsan – bûyerên rojê) Marqos 16:2-8
Roja Pêncşemê, 28 Adar
Tu ax î û tuyê vegerî axê (1. Mûsa 3:19, NWT).
Ji bo ku em şaşiya Adem û Hewayê dubare nekin, gerek em bi dewamî di heqê Yehowa de hîn bibin, qîmetê bidin sifetên wî û xîret bikin ku em fikrên wî fehm bikin. Her ku em vêya bikin, emê ji Yehowa zêdetir hez bikin. Bîne bîra xwe ku Birahîm ji Yehowa çi qas hez dikir. Gava li wî zor dihat ku qerarên Yehowa fehm bike, wî dîsa jî serî hilnedida, lê wî hewl dida ku Yehowa baştir nas bike. Mesela, wexta ku Birahîm bihîst ku Yehowa dixwaze bajarên Sodom û Gomorayê wêran bike, ew pêşî ditirsiya ku “Hakimê hemû dinyayê” wê kesên rast tevî kesên xerab helak bike. Birahîm dixwest bizanibûya ka Xwedê wê bi rastî vêya bike yan na, loma wî bi dilnizmî çend pirs pirsîn. Yehowa bi sebir cewab da wî. Li dawiyê, Birahîm tê derxist ku Yehowa li dilê her kesî dinêre û tu caran kesên bêsûc tevî kesên sûcdar ceza nake (1. Mûsa 18:20-32, NWT). w22.08 28 par. 9-10
Roja Înê, 29 Adar
Kesê buxtanker digere û siran dibêje, lê kesê biewle vê yekê vedişêre (Methelokên Silêman 11:13, Mizgînî).
Berî mîladê, di sala 455an de, piştî ku Nehemyayê Walî sûrên Orşelîmê ava kiribûn, ew li zilamên pêbawer geriya, yên ku wê bikaribin vî bajarî rind xwedî bikin. Yek ji kesên ku wî hilbijart, zilamekî bi navê Hananya bû, yê ku “serekê bircê” bû. Kitêba Pîroz dibêje ku ew “dilsoz bû û ji gelek kesan zêdetir ji Xwedê ditirsiya” (Nehemya 7:2, Mizgînî). Hananya ji Yehowa hez dikir û nedixwest dilê wî biêşîne, loma wî mesûliyetên xwe bi awayekî baş dianîn cih. Ev sifet dikarin alî me jî bikin ku em di xizmeta Xwedê de dilsoz û pêbawer bin. Bala xwe bide mîsala hevalekî Pawlosê şandî ê bi navê Tixîkos. Pawlosê şandî xwe dispart Tixîkos, ê ku ji wî re bû “xizmetkarê dilsoz” (Efesî 6:21, 22). Bi destê Tixîkos, Pawlos hem nameyên xwe şandin xwişk û birayên li bajarên Efes û Koloseyê hem jî cesaret û teselî da wan. Mîna Tixîkos, îro jî birayên dilsoz û pêbawer hene, yên ku hewcedariyên me yên ruhî tedarek dikin (Kolosî 4:7-9). w22.09 9-10 par. 5-6
Roja Şemiyê, 30 Adar
Hezkirin gelek gunehan dinixumîne (1. Petrûs 4:8).
Ûsiv ket nava tengasiyên giran, ên ku weke 13 sal dewam kir. Ûsiv dikaribû şik bikira ka Yehowa ji wî hez dike yan na, û wî dikaribû meraq bikira ka Yehowa ew di van tengasiyan de tenê hişt. Lê belê, li gel her tiştê ku hat serê wî, Ûsiv nexeyîdî. Ew sakîn ma û li ser hişê xwe bû. Gava fersend ket destê wî ku ew heyfa xwe ji kekên xwe hilîne, wî ew bi dilovanî efû kirin (1. Mûsa 45:4, 5). Ji ber ku Ûsiv yekî serwext bû, wî bi zêdeyî bala xwe nedida derdên xwe, lê wî fehm kir ku tiştên ku hatin serê wî çawa bi armanca Yehowa ve girêdayî ne (1. Mûsa 50:19-21). Dersa ji bo me çi ye? Eger tu rastî neheqiyê bêyî, ji Yehowa nexeyîde û nefikire ku wî terka te daye, lê bîne ber çavê xwe ku ew çawa alî te dike ku tu sebat bikî. Gava kesên din neheqiyê li te bikin, xîret bike ku tu kêmasiyên wan bi hezkirinê binixumînî. w22.11 21 par. 4
Roja Yekşemê, 31 Adar
Wê hemû serwer jê re xulamiyê bikin û serî li ber wî deynin (Danîêl 7:27, Mizgînî).
Ji dîtiniyên Danîêl pêxember bi zelalî tê fehmkirin ku Yehowa ji hemû otorîteyên din bilindtir e. Ewilî, Danîêl çar cinawirên mezin dîtibûn, ên ku qudretên cîhanê yên kevn û nû temsîl dikin: Babîl, Med û Faris, Yûnanistan û Roma û zîla Romayê ku niha hukim dajo, yanî qudreta Brîtanya û Amerîkayê (Danîêl 7:1-3, 17). Paşê, Danîêl Yehowa Xwedê li ser textê li dîwana ezmanî rûniştî dît (Danîêl 7:9, 10). Xwedê wê hukimdariyê ji destê hukûmetên dinyayê bigire û bide kesên hêjatir û biqudrettir. Gelo ew kî ne? “Yekî mîna lawê mirov”, yanî Îsa Mesîh, û “pîrozên Yê Bilind”, yanî 144.000 kesên ku wê “her û her” hukim bajon (Danîêl 7:13, 14, 18, Mizgînî). Xuya ye ku Yehowa “Yê Bilind” e. Ev dîtiniya Danîêl tiştekî ku wî berê gotibû teyîd dike. Wî gotibû ku “Xwedayê ezmanan … qiralan radike û qiralan datîne” (Danîêl 2:19-21). w22.10 14 par. 9-11