Nîsan
Roja Duşemê, 1 Nîsan
Ceribandina baweriya we ragirtinê pêk tîne (Aqûb 1:3).
Ji xwe bipirse: “Gelo ez şîretan qebûl dikim? Gelo ez hazir im ku şaşiyên xwe qebûl bikim? Yan gelo ez sûcên xwe her tim davêjim ser kesên din, da ku ez xwe rastdar derxînim?” Gava tu di Nivîsarên Pîroz de serpêhatiyên kesên dilsoz dixwînî bifikire ku wan meseleyên wisa çawa safî kirine. Paşê, tu dikarî ji xwe bipirsî: “Ez çawa dikarim vî kesê dilsoz ji xwe re emsal bigirim?” Di rojên me de jî, xwişk û birayên me yên ciwan û extiyar ji me re emsal in. Mesela, xwişk û birayên li civata te çawa li gel bandora derdorê, muxalefeta malbatê yan nexweşiyê bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikin? Ma tu naxwazî sifetên wan ên baş ji xwe re emsal bigirî? Ev yek dikare alî te bike ku tu jî li hemberî tengasiyên xwe ji Yehowa Xwedê re dilsoz bimînî. Ma ev yek ku xwişk û birayên me yên wisa hene, dilê me şa nake? (Îbranî 13:7). w22.04 13 par. 13-14
Roja Sêşemê, 2 Nîsan
Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e (Karên Şandiyan 20:35).
Gava ku em di jiyana xwe de rastî tengasiyan tên, ma em şa nabin ku rîspiyek wextê vediqetîne ku guh bide me û dilê me rihet bike? Yan jî, wexta ku ji me re ji bo kursa Kitêba Pîroz alîkarî lazim e, ma em şa nabin ku pêşengekî bitecrûbe hazir e ku bi me re bê û tewsiyeyên bifeyde bide me? Belê, xwişk û birayên me bi dilxwazî alî me dikin. Eger em jî hazir bin ku alî xwişk û birayan bikin, emê jî şa bin. Eger tu dixwazî xizmeta xwe di van waran de yan di warekî din de berfirehtir bikî, çi dikare alî te bike ku tu bigihîjî hedefên xwe? Hin kes ji xwe re dibêjin: “Ez dixwazim di civatê de zêdetir îş bikim.” Lê belê, ji ber ku ew hedefên xisûsî danaynin ber xwe, ew carinan nizanin ku çawa bigihîjin vê hedefa berfireh, û di netîceyê de ew fehm nakin ka ew bi rastî gihîştine hedefa xwe yan na. Loma, wê baştir be ku tu hedefeke xisûsî deynî ber xwe. Belkî tu dikarî li ser kaxizekê binivîsî ku hedefa te çi ye û lazim e ku tu çi bikî ku bigihîjî vê hedefê. w22.04 25 par. 12-13
Roja Çarşemê, 3 Nîsan
Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike (Aqûb 2:8).
Yehowa niha “elaleteke mezin” top dike û ji bo jiyana di bin hukimdariya Padîşahiya wî de perwerde dike (Peyxam 7:9, 10). Îro, dinya bi tirs û şer ve tije ye, lê kesên ku aîdî vê komê ne xîret dikin ku nefretê bi temamî ji dilê xwe derxin. Niha, ew jixwe şûrên xwe dikin gîsin (Mîka 4:3). Li şûna ku mirovan di şeran de bikujin, ew wan di heqê Xwedê û armancên wî de hîn dikin û bi vî awayî alî wan dikin ku ew “jiyana rastîn” bi dest bixin (1. Tîmotêyos 6:19). Dibe ku merivên wan muxalefetê li wan bikin yan ku ew ji aliyê madî ve bikevin tengasiyê ji ber ku ew piştgiriya Padîşahiya Xwedê dikin, lê dîsa jî, Yehowa hewcedariyên wan tedarek dike (Meta 6:25, 30-33; Lûqa 18:29, 30). Loma, em emîn in ku Padîşahiya Xwedê bi rastî jî hukim dajo û wê armanca Yehowa bîne cih. w22.12 5 par. 13
Roja Pêncşemê, 4 Nîsan
Amîn. Were, ya Xudan Îsa (Peyxam 22:20).
Li dawiya 1.000 salî, her kes wê ji tesîra gunehê Adem bifilite û bêqisûr be (Romayî 5:12). Ancax piştî ku laneta gunehê Adem bi temamî bê hildan, her kes wê bi rastî ji mirinê rakirî be, yanî ewê bibin însanên bêqisûr (Peyxam 20:5). Îblîs xîret kiribû ku dilrastiya mirovê bêqisûr Îsa Mesîh bişikîne, lê ew li hemberî hemû îmtihanan dilsoz ma. Wexta ku fersend bikeve destê Îblîs ku însanên bêqisûr biceribîne, gelo her kes wê mîna Îsa Mesîh dilsoz bimîne? Li dawiya 1.000 salî, Îblîs wê ji kortala bêbinî bê berdan, û her kes wê bikaribe xwe bi xwe cewaba vê pirsê bide (Peyxam 20:7). Kesên ku li vê îmtihana dawîn dilsoz bimînin wê jiyana herheyî û azadiya rastîn bistînin (Romayî 8:21). Kesên ku serî hildidin wê heta bi hetayê bên tunekirin (Peyxam 20:8-10). w22.05 19 par. 18, 19
Roja Înê, 5 Nîsan
Tê jî êrîşî pehniya wî bikî (1. Mûsa 3:15, Mizgînî).
Gava Îblîs Cihû û Romayî kişkişandin ku ew Kurê Xwedê bikujin, ev gotinên ji ayeta îroyîn hatin cih (Lûqa 23:13, 20-24). Çawa ku birîna pehniyê ji bo demekê dibe sebeb ku kesek nikare bimeşe, Îsa jî ji bo demekê nikaribû tiştek bikira, çimkî ew sê roj di mezel de bû (Meta 16:21). Ji bo ku wehda li 1. Mûsa 3:15 bê cih, lazim bû ku Îsa Mesîh ji mirinê bê rakirin. Gelo çima? Çimkî li gor vê ayetê, zuriyet wê serê mar biperçiqîne. Ji bo vê, lazim bû ku birîna pehniya Îsa qenc be. Bi rastî jî wisa bû. Li roja sisêyan piştî mirina Îsa, ew wek ruhekî nemir ji mirinê hat rakirin. Li dema tayînkirî, Îsa Mesîh wê Îblîs ji holê rake (Îbranî 2:14). Îsa Mesîh û hempadîşahên wî wê hemû dijminên Xwedê yên li rûyê erdê – yanî zuriyeta mar – helak bikin (Peyxam 17:14; 20:4, 10). w22.07 16 par. 11-12
Roja Şemiyê, 6 Nîsan
Ê ku bi aqilmendan re rêve diçe, dibe aqilmend (Methelokên Silêman 13:20, NWT).
Dê û bavno, alî zarokên xwe bikin ku ew ji xwe re hevalên baş hilbijêrin. Peyva Xwedê zelal dike ku hevalên me dikarin li ser me baş yan xerab tesîr bikin. Gelo hûn hevalên zarokên xwe nas dikin? Hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew bi kesên ku ji Yehowa hez dikin re hevaltiyê bikin? (1. Korîntî 15:33). Belkî hûn dikarin gazî hin kesên ku ji aliyê ruhî ve qewî ne bikin ku ew bi malbata we re wextê derbas bikin (Zebûr 119:63). Bavekî bi navê Tony wisa dibêje: “Bi salan, ez û jina min, me ji xwe re kiriye adet ku cure cure xwişk û birayên ciwan û extiyar gazî mala xwe bikin. Em bi wan re xwarinê dixwin û îbadeta malbatê derbas dikin. Bi vî şeklî, em kesên ku ji Yehowa hez dikin û bi dilxweşî ji wî re xizmet dikin, nas dikin. … Xîret, fedakarî û serpêhatiyên wan li ser zarokên me pir baş tesîr kiriye û alî wan kiriye ku ew nêzîktirî Yehowa bibin.” w22.05 29-30 par. 14-15
Roja Yekşemê, 7 Nîsan
Her tiştê ku hûn li ser rûyê erdê girêdin, ewê êdî li ezmanan girêdayî be (Meta 18:18, NWT).
Wexta ku rîspiyên civatê bi kesê ku guneh kiriye re xeber didin, hedefa wan ev e ku qerareke wisa bidin ku jixwe li ezmanan hatiye dayîn. Gelo civat ji vî îşê rîspiyan çawa feydeyê dibîne? Ji hêlekê ve, kesên ku tobe nakin û ku dikarin zerarê bidin miyên Yehowa ji civatê tên derxistin (1. Korîntî 5:6, 7, 11-13; Tîtos 3:10, 11). Ji hêla din ve, dibe ku kesê ku guneh kiriye tobe bike û ji aliyê Yehowa ve were efûkirin (Lûqa 5:32). Rîspî ji bo kesê tobedar dua dikin û ji Yehowa rica dikin ku bila ew alî vî kesî bike, da ku siheta wî ya ruhî dîsa qenc be (Aqûb 5:15). Eger kesek li dema ku rîspî pê re xeber didin tobe neke, lazim e ku ew ji civatê were derxistin. Dîsa jî, eger hişê kesê sûcdar paşê were serê wî û ew ji dil tobe bike û xwe serrast bike, Yehowa hazir e ku sûcê wî bibexşîne (Lûqa 15:17-24). Sûcê wî çi qas giran be jî, ev yek mumkin e (2. Dîrokan 33:9, 12, 13; 1. Tîmotêyos 1:15). w22.06 9 par. 5-6
Roja Duşemê, 8 Nîsan
Li ser hişê xwe bin û hişyar bin. Neyarê we Îblîs, wek şêrekî ku dihumîne digere, ka ewê kê daqurtîne (1. Petrûs 5:8).
Bi saya alîkariya Yehowa, xwişk û birayên me yên li seranserê dinyayê bi dilsozî li hemberî Îblîs sekinîne (1. Petrûs 5:9). Tu jî dikarî vêya bikî! Di demeke nêzîk de, Yehowa wê ji Îsa Mesîh û hempadîşahên wî re bibêje ku bila ew ‘karên Îblîs xera bikin’ (1. Yûhena 3:8). Piştî vê, xizmetkarên Xwedê wê êdî ji tu tiştî netirsin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Tê qet netirsî. Wê helakbûn ji te dûr be, wê qet nêzîkî te nebe” (Îşaya 54:14, Mizgînî; Mîka 4:4). Lê heta wê rojê, lazim e ku em pir xîret bikin ku tirsên xwe ji dilê xwe derxin. Yehowa ji xizmetkarên xwe hez dike û wan diparêze. Ji bo ku baweriya me xurttir be, wê baş be ku em bala xwe bidinê ku li demên berê, Yehowa xizmetkarên xwe çawa diparastin, û bi dewamî li ser van serpêhatiyan kûr bifikirin û xeber bidin. Wekî din, wê baş be ku em bînin bîra xwe ku heta niha, wî çawa alî me kiriye ku em li hemberî tengasiyan sebir bikin. Belê, bi alîkariya Yehowa, em dikarin ji tirsên xwe bifilitin! (Zebûr 34:4). w22.06 19 par. 19-20
Roja Sêşemê, 9 Nîsan
Li piyê peykerê ji hesin û ji gilê [heriyê] pêkhatî ket (Danîêl 2:34, Mizgînî).
Qudreteke cîhanî, ya ku bi piyên “ji hesin û ji gilê” tê temsîlkirin, wê derketa meydanê. Li dema Şerê Cîhanî yê Yekem, gava Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ketin îtifaqeke xisûsî, ev qudreta cîhanî hat meydanê. Xewna Nebûkadnetsar bala me dikişîne ser xisûsiyetên vê qudretê, yên ku ji xisûsiyetên padîşahiyên berê cuda ne. Ferq ev e ku îtifaqa Brîtanya û Amerîkayê ne bi metaleke wek zêr yan zîv, lê bi tevliheviya hesin û gilê tê temsîlkirin. Gil “nîjada mirov” yanî xelk temsîl dike (Danîêl 2:43). Îro bi zelalî tê dîtin ku li hilbijartinan, li kampanyayên ji bo heqên sîvîl, li protestoyên mezin û li sendîkayan, bandora xelkê çawa riya vê qudreta cîhanî digire û car caran îznê nade ku ew daxwaza xwe pêk bîne. w22.07 4-5 par. 9-10
Roja Çarşemê, 10 Nîsan
Xwarina min ew e, ku ez daxwaza wî yê ku ez şandime bikim (Yûhena 4:34).
Gelo tu binavbûna xwe bi derengî dixî? Ji xwe bipirse: “Gelo çi ji min re dibe asteng ku ez bin av nebim?” (Karên Şandiyan 8:36). Îsa Mesîh bicihanîna daxwaza Bavê xwe şiband xwarinê. Gelo çima? Çawa ku xwarin ji bo bedena me bifeyde ye, daxwaza Yehowa jî ji bo xêra me ye. Yehowa qet naxwaze ku em tiştekî ku ji bo me bizerar e bikin. Gelo Yehowa dixwaze ku tu bin av bibî? Erê! (Karên Şandiyan 2:38). Loma, bawer bike ku emrê binavbûnê ji bo qenciya te ye. Mesela, eger kesekî xwarineke tehmxweş bidaya te, ma teyê ew zû nexwara? Bi eynî awayî, gerek tu binavbûna xwe bi derengî nexî. Hinek kes çima binavbûna xwe bi derengî dixin? Belkî ew difikirin: “Ez ji bo binavbûnê hazir nînim.” Ji nav hemû qeraran, qerara sonda xwedayînê û binavbûnê ya herî muhîm e. Loma gerek tu li ser vê qerarê kûr bifikirî. Wekî din, ji bo ku tu hazir bî, wext û xîret lazim e. w23.03 7 par. 18-20
Roja Pêncşemê, 11 Nîsan
Dibêje: “Ji dûndana te re”, ku ev jî Mesîh e (Galatî 3:16).
Gava Îsa Mesîh hat meshkirin, ew êdî bû para sereke ya zuriyeta jinê. Piştî mirin û rabûna Îsa Mesîh, Xwedê “taca rûmet û siyanetê da serê wî” û “hemû desthilatî” da wî, “da ku karên Îblîs xera bike” (Îbranî 2:7; Meta 28:18; 1. Yûhena 3:8). Lê belê, ji xeynî Îsa Mesîh, kesên din jî wê bibûna para zuriyetê. Pawlosê şandî zelal kir ku ew kî ne. Wî ji meshkiriyên Cihû û Necihû re wisa got: “Eger hûn ên Mesîh in, hingê hûn dûndana [zuriyeta] Birahîm in û li gor sozê jî wêris in” (Galatî 3:28, 29). Wexta ku Yehowa şagirtekî Îsa bi ruhê pîroz mesh dike, ev kes êdî dibe para zuriyeta jinê. Yanî, zuriyet ji Îsa Mesîh û 144.000 hempadîşahên wî pêk tê (Peyxam 14:1). Ew gişt xîret dikin ku Bavê xwe Yehowa ji xwe re emsal bigirin. w22.07 16 par. 8-9
Roja Înê, 12 Nîsan
Ez ji jiyana xwe ve dikerihim (Eyûb 7:16).
Em dizanin ku di van rojên dawîn de, em dikarin rastî hin tengasiyan bên (2. Tîmotêyos 3:1). Tiştên wisa dikarin pey hev yan di eynî demê de bên serê me. Îcar dibe ku em xwe bêçare hîs bikin. Eger tiştekî wisa çêbe, gerek em ji bîr nekin ku çavê Yehowa li ser me ye. Bi alîkariya wî, em dikarin li hemberî hemû tengasiyan sebat bikin. Ka bîne bîra xwe ku Yehowa çawa alî Eyûb kiribû. Di hundirê demeke kin de, çend felaket hatin serê vî zilamê dilsoz. Di eynî rojê de, Eyûb hemû keriyên xwe winda kirin, û xizmetkarên wî hatin kuştin. Ya herî xerab jî, hemû zarokên wî mirin (Eyûb 1:13-19). Wexteke kin piştî vê, gava wî hê şîn digirt, Eyûb giran nexweş ket (Eyûb 2:7). Çavê Yehowa li ser Eyûb bû. Yehowa ji wî hez dikir, loma wî alî wî kir, da ku ew karibe dilsoz bimîne. w22.08 11 par. 8-10
Roja Şemiyê, 13 Nîsan
Xudan, wî yê ku jê hez dike, edeb dike (Îbranî 12:6).
Terbiye dikare dilê me biêşîne. Dibe ku em bifikirin ku terbiyeya ku ji me re hat dayîn ne li cih bû yan bi zêdeyî sert bû. Di netîceyê de, dibe ku em nebînin ku ev terbiye çawa nîşan dide ku Yehowa ji me hez dike (Îbranî 12:5, 11). Loma, terbiyeyê qebûl bike û xwe serrast bike. Îsa Mesîh çend caran li ber şandiyên din şîret da Petrûs (Marqos 8:33; Lûqa 22:31-34). Wê wextê, Petrûs bê şik pir fedî kir. Lê belê, Petrûs ji Îsa Mesîh re dilsoz ma. Loma, Yehowa dilsoziya Petrûs xelat kir û di civatê de mesûliyetên muhîm dan wî (Yûhena 21:15-17; Karên Şandiyan 10:24-33; 1. Petrûs 1:1). Eger em ji ber terbiyeyê fedî bikin jî, wê baş be ku em wê qebûl bikin û xwe serrast bikin. Bi vî awayî, emê hem ji bo Yehowa hem ji bo xwişk û birayan hê jî zêdetir kêrhatî bin. w22.11 21-22 par. 6-7
Roja Yekşemê, 14 Nîsan
[Îshaq] bike qurbana şewitandinê (1. Mûsa 22:2, Mizgînî).
Birahîm dizanibû ku Yehowa wê tu caran zilm û neheqiyê neke. Wek Pawlosê şandî nivîsî, Birahîm bawer bû ku Yehowa dikare kurê wî Îshaq ji mirinê rake (Îbranî 11:17-19). Jixwe, Yehowa soz dabû ku Îshaq wê bibe bavê miletekî, lê li wê demê, zarokên Îshaq hê tune bûn. Birahîm ji Yehowa hez dikir, û ew bawer bû ku Yehowa wê her tim bi rastdarî hereket bike. Çi qas zor bû jî, Birahîm bi bawerî guh da Yehowa (1. Mûsa 22:1-12). Em çawa dikarin Birahîm ji xwe re bikin emsal? Wek Birahîm, gerek em jî xîret bikin ku Yehowa baştir nas bikin. Ev yek wê alî me bike ku em nêzîktirî wî bibin û ji wî zêdetir hez bikin (Zebûr 73:28). Wijdanê me wê li gor fikrên Yehowa bê perwerdekirin (Îbranî 5:14). Wijdanekî wisa wê me li hemberî ceribandinan biparêze. Emê xwe ji her tiştê ku dikare dilê Bavê meyî ezmanî biêşîne û zerarê bide dostaniya me ya bi wî re, dûr bigirin. w22.08 28-29 par. 11-12
Roja Duşemê, 15 Nîsan
Dilê bi xem mirov dixîne, lê belê gotina xweş kêfxweş dike (Methelokên Silêman 12:25).
Gava Pawlosê şandî û Barnabas vedigeriyan Lîstra, Qonya û Entakyayê, wan di her civatê de rîspî tayîn kirin (Karên Şandiyan 14:21-23). Civatan bê guman ji van birayên tayînkirî pir teşwîq distand, û îro jî wisa ye. Rîspîno, hay ji kesên ku hewceyî “gotina xweş” in hebin û alî wan bikin. Pawlosê şandî anî bîra xwişk û birayan ku ‘ewrekî şahidan’ çawa bi saya qeweta Yehowa li hemberî çetinahiyan sebat kiribû (Îbranî 12:1). Pawlos dizanibû ku serpêhatiyên kesên ku berê li hemberî tengasiyên cur bi cur bi ser ketibûn dikarin cesaretê bidin xwişk û birayan û alî wan bikin ku ew bala xwe bidin “bajarê Xwedayê jîndar” (Îbranî 12:22). Îro jî wisa ye. Ma kî ji vê ku Yehowa çawa alî Gîdeon, Barak, Dawid, Samûyêl û gelek kesên din kiribû, qewetê nastîne? (Îbranî 11:32-35). w22.08 21 par. 5-6
Roja Sêşemê, 16 Nîsan
Her yek li gor kirinên xwe hat dîwankirin (Peyxam 20:13).
Kesên rakirî wê li ser esasê kîjan ‘kirinan’ bên dîwankirin? Gelo li gor tiştên ku wan berî mirinê kiribûn? Na! Bîne bîra xwe ku gava ew mirin, gunehên wan ên berê hatibûn paqijkirin. Loma, eşkere ye ku kitêba Peyxamê behsa “kirinên” wan ên piştî rabûna ji mirinê dike, yanî piştî ku ew li dinyaya nû hatine hînkirin. Madem ku wê lazim be ku kesên dilsoz wek Nûh, Samûyêl, Dawid û Danîêl jî di heqê Îsa Mesîh de hîn bibin û baweriya xwe bi fîdyeya wî bînin, wê hê jî zêdetir lazim be ku kesên nerast vêya bikin. Çi wê bê serê kesên ku vê fersendê bi kar naynin? Peyxam 20:15 wisa dibêje: “Navê kê di Kitêba Jiyanê de nivîsî nehatibe dîtin, hat avêtin nav gola êgir.” Belê, ewê heta bi hetayê tune bibin. Bi rastî jî pir muhîm e ku em xîret bikin ku navê me di Kitêba Jiyanê de bê nivîsandin û li wir bimîne! w22.09 18-19 par. 17-19
Roja Çarşemê, 17 Nîsan
Ez dixebitim ku hem li ber Xwedê û hem li ber mirovan hergav wijdaneke min a paqij hebe (Karên Şandiyan 24:16).
Di warê sihet û tedawiyên tibî de, em gelek qerarên xwe li gor tiştên ku ji Kitêba Pîroz hîn bûne, didin (1. Tîmotêyos 3:9). Gava ku em qerarên wisa didin û bi kesên din re li ser wan xeber didin, wê baş be ku em gotinên ji Filîpî 4:5 (NWT) ji bîr nekin: “Bila maqûliya we ji aliyê hemû mirovan ve bê dîtin.” Eger em maqûl bin, emê di heqê siheta xwe de gelek xeman nexwin. Eger xwişk û birayên me qerarên cuda bidin jî, dîsa jî em ji wan hez dikin û qedrê wan digirin (Romayî 14:10-12). Eger em jiyana xwe biparêzin û bi dil û can ji Yehowa re xizmetê bikin, emê şikirdariya xwe ji wî re nîşan bidin. Ew Çavkaniya jiyanê ye (Peyxam 4:11). Mixabin, îro em nexweş dikevin û felaket tên serê me. Lê Xaliqê me jiyaneke wisa ji bo me naxwaze. Di demeke nêzîk de, Xwedê wê jiyana herheyî bide me. Wê çaxê, tu kes wê êşê nekişîne û nemire (Peyxam 21:4). Heta hingê, şikir ji Bavê meyî ezmanî re ku em dijîn û ji wî re xizmetê dikin! w23.02 25 par. 17-18
Roja Pêncşemê, 18 Nîsan
Welatê te hate par kirin û ji Medan û Farisan re hate dayîn (Danîêl 5:28).
Yehowa bi eşkereyî nîşan daye ku ew ji hukûmetên dinyayê bilindtir e (Romayî 13:1). Ka bala xwe bide van sê mîsalan: (1) Padîşahê Misrê Fîrawûn Îsraêlî ji xwe re kiribûn kole, û wî çend caran dazwaza Mûsa ku wan azad bihêle, red kir. Lê belê, Xwedê ew rizgar kirin û Fîrawûn avêt Behra Sor (2. Mûsa 14:26-28; Zebûr 136:15). (2) Padîşahê Babîlê Belşatsar ziyafeteke mezin çêkir û xwe “li hemberî Xudan … bilind kir” û li şûna Yehowa pesnê “îlahên zîv û zêr” da (Danîêl 5:22, 23). Lê belê, Xwedê ev zilamê qure nizm xist. “Wê şevê”, Belşatsar hat kuştin, û padîşahiya wî kete destê Med û Farisan (Danîêl 5:30, 31). (3) Padîşahê Filistînê Hêrodês Egrîpa I Aqûbê şandî dabû kuştin û paşê Petrûsê şandî avêt zindanê ku wî jî bikuje. Lê Yehowa îzin neda ku Hêrodês plana xwe pêk bîne. “Milyaketekî Xudan li wî xist”, û ew mir (Karên Şandiyan 12:1-5, 21-23). w22.10 15 par. 12
Roja Înê, 19 Nîsan
Ez ê we bibihîzim (Yêremya 29:12).
Wexta ku em dixwînin ku Yehowa çawa li xizmetkarên xwe yên berê xwedî derket, hêviya me xurttir dibe. Di Kitêba Pîroz de “ji berê ve her çi hatibe nivîsîn, ji bo perwerdebûna me hatiye nivîsîn, da ku bi sebir û bi handana Nivîsarên Pîroz hêviya me hebe” (Romayî 15:4). Bîne ber çavê xwe ku Yehowa sozên xwe çawa anîne cih. Mesela, bîne bîra xwe ku Xwedê ji bo Birahîm û Sarayê çi kiribû. Ew êdî kal û pîr bûbûn, loma zarokên wan çênedibûn. Dîsa jî, Xwedê soz dabû wan ku zarokekî wan wê çêbe (1. Mûsa 18:10). Birahîm “bi hêvî bawer” kiribû ku ewê bibe bavê gelek miletan (Romayî 4:18). Halê wî her çi qas bêçare xuya dikir jî, Birahîm emîn bû ku Yehowa wê wehda xwe pêk bîne. Hêviya vî zilamê dilsoz vala derneket (Romayî 4:19-21). Serpêhatiyên wisa rêyî me didin ku Yehowa wehdên xwe her tim tîne cih. w22.10 27 par. 13-14
Roja Şemiyê, 20 Nîsan
Çavên te Mamosteyê we bibînin (Îşaya 30:20, Mizgînî).
Wexta ku Cihûyan ji sirgûnê derketin, ev soz hat cih. Yehowa ji wan re bû Mamoste, û bi rêberiya wî, wan îbadeta rast ji nû ve ava kir. Em şa ne ku Yehowa ji me re jî bûye Mamosteyê Mezin! Kitêba Îşaya me dişibîne xwendekarên ku ji aliyê Yehowa ve tên hînkirin. Ayet wisa dibêje: “Çavên te Mamosteyê we bibînin.” Li gor vê mîsalê, Mamoste qey li ber xwendekarên xwe disekine. Îro, halê me bi rastî jî wisa ye. Yehowa me bi destê teşkîlata xwe hîn dike. Ma em ji bo rêberiya zelal, a ku em ji teşkîlata Yehowa distînin, ne şikurdar in? Melûmata ku em li civîn yan bi destê weşan, bernameyên Înternetê û gelek awayên din distînin alî me dike ku em li gel tengasiyan bi dilxweşî sebat bikin. w22.11 10 par. 8-9
Roja Yekşemê, 21 Nîsan
Çi wê bibe nîşana … dawiya dinyayê? (Meta 24:3).
Îsa Mesîh li ser tunekirina Orşelîm û perestgehê û li ser dawiya sîstema vê dinyaya îro wisa gotibû: “Lê heçî ew roj û ew saet e, ne milyaketên ezmên û ne jî Kur, ji Bav pê ve tu kes pê nizane.” Paşê wî tembîh li şagirtên xwe kir ku bila ew “hay ji xwe hebin” û “hişyar bin” (Marqos 13:32-37). Gerek Mesîhiyên ku di sedsala yekê de li Cihûstanê dijiyan, hişyar bimana, da ku wan jiyana xwe winda nekira. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re wisa gotibû: “Lê çaxê hûn bibînin ku hawirdora Orşelîmê bi leşkeran bê girtin, hingê bizanin ku xerabûna wê nêzîk e.” Di wê demê de, pir muhîm bû ku ew guh bidin tembîha Îsa Mesîh û “birevin çiyan” (Lûqa 21:20, 21). Dema ku Romayiyan Orşelîm wêran kir, kesên ku guh da gotinên Îsa Mesîh sax man. Îro em di wexta dawiya vê sîstema xerab de dijîn. Loma gerek em li ser hişê xwe bin û hişyar bimînin. w23.02 14 par. 1-3
Roja Duşemê, 22 Nîsan
Xudan, Xwedayê rastiyê [ye] (Zebûr 31:5).
Yehowa xizmetkarên xwe dielimîne ku ew rast û durist bin. Ev yek alî wan dike ku ew zêdetir qedrê xwe bigirin û dilrihet bibin (Methelokên Silêman 13:5, 6). Gava te Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, gelo te ferq kir ku Yehowa eynî tişt ji bo te jî kiriye? Tu elimî ku rêya Yehowa ji bo her kesî rêya herî baş e (Zebûr 18:30). Loma tu dixwazî tiştê ku li ber çavê Xwedê rast e, bikî (Meta 6:33). Tu dixwazî rastiyê biparêzî û îsbat bikî ku hemû gotinên Îblîs, ên ku wî li ser Yehowa Xwedê gotine, derew in. Tu çawa dikarî vê yekê bikî? Tu dikarî di jiyana xwe de vê qerarê bidî: “Ez derewên Îblîs red dikim û piştgiriya rastiyê dikim. Ez dixwazim Yehowa Serwerê min be, û tiştê ku ew dibêje rast e, bikim.” Gelo tu çawa dikarî vê yekê bikî? Ji Yehowa re dua bike û soz bide wî ku tu dixwazî her tim jê re xizmetê bikî û paşê bin av bibe. Hezkirina ji rastî û rastdariyê wê alî te bike ku tu qerara binavbûnê bidî. w23.03 3 par. 4-5
Roja Sêşemê, 23 Nîsan
Bila dilê we reht [teng] nebe û netirsin! (Yûhena 14:27).
Aştiyeke wisa heye ku însanên vê dinyayê wê nas nakin. Ev aştî, “aştiya Xwedê” ye. Bavê meyî ezmanî vê aştiyê dide dostên xwe. Gava ku Xwedê aştiya xwe dide me, serê me û dilê me rihet dibe (Filîpî 4:6, 7). Bi saya vê dilrihetiyê, em bûne dostên kesên ku ji wî hez dikin. Wekî din, me dostaniyeke baş bi “Xwedayê aştiyê” re ava kiriye (1. Selanîkî 5:23). Gava ku em Bavê xwe Yehowa baştir nas bikin, baweriya xwe pê bînin û guh bidinê, bê guman aştiya wî wê di wexta tengasiyan de dilê me rihet bike. Gava ku tiştên xerab wek nexweşiyên ku belav dibin, felaketên tebîetê, tevliheviya hundirîn, yan zilm tên serê me, gelo bi rastî mumkin e ku em “aştiya Xwedê” bistînin, da ku dilê me rihet bimîne? Tiştên wisa gava ku bên serê me dikarin tirs û xofê bixin dilê me. Çi tiştekî xweş e ku xwişk û birayên me guh didin vê şîretê ji ayeta îroyîn. Bi alîkariya Yehowa, ew di wexta tengasiyên giran de jî dilrihet dimînin. w22.12 16 par. 1-2
Roja Çarşemê, 24 Nîsan
Di ruh de kelegerm bin, ji Xudan re xizmetê bikin (Romayî 12:11).
Di jiyana me de, hin tişt ne di destê me de ne. Loma, gerek em ji bîr nekin ku qîmeta me bi îmtiyazên ku me standine ve girêdayî nîne, û gerek em îmtiyazên xwe bi îmtiyazên kesên din muqayese nekin (Galatî 6:4). Li şûna ku em xwe bi kesên din muqayese bikin, gerek em bifikirin ku em çawa dikarin ji Yehowa re xizmet bikin û alî kesên din bikin. Ji bo ku tu hazir bî ku îmtiyazên nû bistînî, jiyaneke sade bajo û ji bo tiştên ku ne lazim in nekeve bin deynan. Ji xwe re hedefên biçûk deyne, yên ku wê alî te bikin ku tu bigihîjî hedefên xwe yên mezin. Mesela, eger hedefa te ya mezin ev e ku tu bibî pêşengê daîmî, belkî tu dikarî ji niha ve bi dewamî wek pêşengê alîkar xizmet bikî. Eger hedefa te ev e ku tu bibî alîkarê xizmetê, wê belkî baş be ku tu ji bo belavkirina mizgînê zêdetir wextê veqetînî. Tecrûbeya ku tu niha bi dest dixî dikare rê veke ku tu rojekê îmtiyazên nû bistînî. Ji te re çi wezîfe bê dayîn jî, wê bi dil û can pêk bîne. w22.04 26 par. 16-17
Roja Pêncşemê, 25 Nîsan
Ez ji Xudan hez dikim, çimkî ew dengê min û hawara min dibihîze (Zebûr 116:1).
Yehowa dikare alî me bike ku em li gel zehmetiyên jiyanê sebat bikin û ji xizmeta pîroz kêfê bistînin. Wexta ku em ji Xwedê re behsa derdên xwe dikin, Yehowa dikare hemen qewetê bide me, da ku em karibin sebir bikin. Eger tengasiya me zû xelas nebe, wê belkî lazim be ku em dîsa û dîsa ji Yehowa qewetê bixwazin, da ku em karibin sebat bikin. Îşaya wisa gotibû: “Rihetiyê nedin [Yehowa]” (Îşaya 62:7). Maneya van gotinan çi ye? Gerek em bi dewamî dua bikin û qet rihetiyê nedin Yehowa. Ev gotin, mîsalên Îsa Mesîh ên di heqê duayê de, yên ku di Lûqa 11:8-10, 13 de derbas dibin, tînin bîra me. Di van ayetan de, Îsa Mesîh gotibû ku çi qas muhîm e ku em ruhê pîroz bê rawestin bixwazin. Wekî din, em dikarin ji Yehowa rêberiyê bixwazin, da ku em qerarên baş bidin. w22.11 8 par. 1; 9-10 par. 6-7
Roja Înê, 26 Nîsan
Divê em di gelek tengahiyan re derbas bibin û bikevin Padîşahiya Xwedê (Karên Şandiyan 14:22).
Ji niha ve, hûn dikarin tevî malbata xwe haziriya ji bo wexta zilm û zordariyê bikin. Li ser wan tiştên xerab, ên ku dikarin bên serê we, nefikirin. Li şûna wê, dostaniya xwe ya bi Yehowa re qewîtir bikin û alî zarokên xwe bikin ku ew jî wisa bikin. Eger xem û derdên te hebin, dilê xwe ji Yehowa re veke (Zebûr 62:7, 8). Bi malbata xwe re li ser sebebên ku hûn çima dikarin xwe bispêrin Yehowa xeber bidin. Çawa ku haziriya ji bo felaketên tebîetê alî we û zarokên we dike, wisa jî haziriya ji bo wexta zilmê wê alî we bike ku hûn dilxurt û dilrihet bimînin. Bi vî awayî, zarokên we wê bielimin ku xwe bispêrin Yehowa. Aştiya Xwedê dikare dilê me û hişê me biparêze (Filîpî 4:6, 7). Bi saya vê aştiyê, gava ku nexweşî belav dibin, felaketên tebîetê çêdibin yan zilm û zordarî li me tê kirin, Yehowa dilê me rihet dike. Ew bi destê rîspiyên jêhatî şivantiya me dike. Û wî fersend daye me hemûyan ku em destê alîkariyê dirêjî hev bikin. Aştî, yanî dilrihetiya ku îro di dilê me de heye, alî me dike ku em xwe ji bo rojên giran û heta ji bo tengahiya mezin jî hazir bikin (Meta 24:21). w22.12 27 par. 17-18
Roja Şemiyê, 27 Nîsan
Ez nehatime gazî yên rast bikim, lê ez hatime ku gazî yên gunehkar bikim (Meta 9:13).
Gerek em di bin barê sûcên xwe yên berê de nemînin. Gerek em helbet nefikirin ku madem ku fîdye heye, em dikarin bi qesdî guneh bikin (Îbranî 10:26-31). Lê belê, em dikarin emîn bin ku eger me ji gunehekî giran ji dil tobe kiribe, ji Yehowa alîkarî xwestibe û hal û hereketên xwe serrast kiribin, ewê me bi comerdî efû bike (Îşaya 55:7; Karên Şandiyan 3:19). Belê, fîdye dikare hemû gunehên me biniximîne, û bi saya vê em dikarin di Cenetê de bijîn. Emê tu caran ji jiyana li Cenetê newestin. Wê demê, emê bi dewamî kesên nû nas bikin û ji karên xweş kêfê bistînin. Ya herî xweş jî ev e ku emê bikaribin Bavê xweyî ezmanî roj bi roj baştir nas bikin û di bin siya wî de bi kêfxweşî bijîn. Emê heta bi hetayê di heqê wî de û di heqê tebîetê de tiştên nû hîn bibin. w22.12 13 par. 17, 19
Roja Yekşemê, 28 Nîsan
Ezê dijminatiyê bikim navbera te û jinê (1. Mûsa 3:15, Mizgînî).
Eşkere ye ku ev “jin” Hewa nîne, çimkî ayet dibêje ku zuriyeta jinê wê serê mar “biperçiqîne”. Lê belê, mar Îblîs e, û tu însanekî qisûrdar ji zuriyeta Hewayê nikare vî melekê xerab biperçiqîne. Îcar Îblîs wê çawa bê helakkirin? Kitêba dawîn a Kitêba Pîroz zelal dike ku jina ku 1. Mûsa 3:15 behsa wê dike, kî ye (Peyxam 12:1, 2, 5, 10). Ev jin, ne însan e. Li gor ayetê, “heyv di bin lingên wê de” ye û li ser serê wê “taca ji diwanzdeh stêran” heye. Jê re zarokekî xisûsî dibe: Padîşahiya Xwedê. Madem ku ev Padîşahî ezmanî ye, gerek jin jî ezmanî be. Loma, em fehm dikin ku jin, para ezmanî ya teşkîlata Yehowa, ya ku ji melekên dilsoz pêk tê, temsîl dike (Galatî 4:26). Peyva Xwedê rêyî me dide ku zuriyeta sereke ya jinê kî ye. Ji berê ve hatibû gotin ku kesê sozdayî wê ji zuriyeta Birahîm bê (1. Mûsa 22:15-18). w22.07 15-16 par. 6-8
Roja Duşemê, 29 Nîsan
We ew ne wek peyva mirovan, lê wek peyva Xwedê qebûl kir (1. Selanîkî 2:13).
Kitêba Pîroz bi gotin û hîkmeta Xwedê ve tije ye. Şîretên Kitêba Pîroz dikarin tesîreke baş li mirovan bikin. Kitêba Pîroz jiyana mirovan ber bi başiyê ve diguherîne. Dema ku Mûsa pêxember kitêbên pêşîn ên Kitêba Pîroz nivîsandin, wî ji miletê Xwedê re wisa got: “Ji ber ku ev [gotin] bona we ne tiştekî vala ye; ji ber ku ev jiyana we ye” (5. Mûsa 32:47). Kesên ku guh didin Nivîsarên Pîroz dibin xwediyê jiyaneke xweş û bextewar (Zebûr 1:2, 3). Peyva Xwedê her çi qas kevn bûye jî qeweta wê heye ku jiyana mirovan baştir bike. Zeman nîşan daye ku şîretên Kitêba Pîroz her tim bitesîr in û ji bo mirovan bifeyde ne. Gava em Kitêba Pîroz dixwînin û li ser gotinên wê kûr difikirin, ruhê pîroz alî me dike ku em fehm bikin ka em çawa dikarin şîretên Xwedê di jiyana xwe de bînin cih (Zebûr 119:27; Maleyaxî 3:16; Îbranî 4:12). Bi rastî jî, Yehowa Xwedê pir dixwaze alî te bike. Ma ev ne sebebekî muhîm e ku em her roj Kitêba Pîroz bixwînin? w23.02 3 par. 5-6
Roja Sêşemê, 30 Nîsan
Wê bi awayekî nedîtî wêran bike (Danîêl 8:24, Mizgînî).
Beşa 13an a kitêba Peyxamê dibêje ku serê heftan – yanî Qudreta Cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê – dişibe cinawirekî ku “wek berxekî, du strûhên wî” hene, lê ‘wek ejder dipeyive’. Li gor kitêba Peyxamê, vî cinawirî “li ber mirovan nîşanên mezin dikirin, heta dikaribû ku ji ezmên êgir bîne ser rûyê erdê” (Peyxam 13:11-15). Beşên 16 û 19an a kitêba Peyxamê vî cinawirî wek “pêxemberê derewîn” bi nav dikin (Peyxam 16:13; 19:20). Kitêba Danîel jî ji berê ve gotibû ku Qudreta Cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê wê “bi awayekî nedîtî wêran bike” (Danîêl 8:19, 23, 24). Li dema Şerê Cîhanî yê Duyem tam wisa bû. Du bombeyên atomê, yên ku bûn sebeba xelasbûna şerê li Okyanûsa Pasîfîkê, ji aliyê zanyarên Brîtanî û Amerîkayî ve hatibûn çêkirin. Qudreta Cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê qey “dikaribû ku ji ezmên êgir bîne ser rûyê erdê”. w22.05 10 par. 9