KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • es24 r. 47-57
  • Gulan

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gulan
  • Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2024
  • Sernivîs
  • Roja Çarşemê, 1 Gulan
  • Roja Pêncşemê, 2 Gulan
  • Roja Înê, 3 Gulan
  • Roja Şemiyê, 4 Gulan
  • Roja Yekşemê, 5 Gulan
  • Roja Duşemê, 6 Gulan
  • Roja Sêşemê, 7 Gulan
  • Roja Çarşemê, 8 Gulan
  • Roja Pêncşemê, 9 Gulan
  • Roja Înê, 10 Gulan
  • Roja Şemiyê, 11 Gulan
  • Roja Yekşemê, 12 Gulan
  • Roja Duşemê, 13 Gulan
  • Roja Sêşemê, 14 Gulan
  • Roja Çarşemê, 15 Gulan
  • Roja Pêncşemê, 16 Gulan
  • Roja Înê, 17 Gulan
  • Roja Şemiyê, 18 Gulan
  • Roja Yekşemê, 19 Gulan
  • Roja Duşemê, 20 Gulan
  • Roja Sêşemê, 21 Gulan
  • Roja Çarşemê, 22 Gulan
  • Roja Pêncşemê, 23 Gulan
  • Roja Înê, 24 Gulan
  • Roja Şemiyê, 25 Gulan
  • Roja Yekşemê, 26 Gulan
  • Roja Duşemê, 27 Gulan
  • Roja Sêşemê, 28 Gulan
  • Roja Çarşemê, 29 Gulan
  • Roja Pêncşemê, 30 Gulan
  • Roja Înê, 31 Gulan
Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2024
es24 r. 47-57

Gulan

Roja Çarşemê, 1 Gulan

Piştî vê yekê min dît ku va ye, elaleteke mezin ya ku ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî ku tu kesî nedikarî bihejmarta (Peyxam 7:9).

Yûhenayê şandî “elaleteke mezin” dît. Hejmara vê elaletê bêhesab e. Kitêba Peyxamê di heqê wan de wisa dibêje: “Evên ha ew in ku ji wê tengahiya mezin hatine, xiftanên xwe şuştine û bi xwîna Berx spî kirine” (Peyxam 7:14). Piştî ku elaleta mezin ji tengahiya mezin sax derbas bûne, ewê li rûyê erdê bijîn û gelek bereketan bistînin (Zebûr 37:9-11, 27-29; Methelokên Silêman 2:21, 22; Peyxam 7:16, 17). Wek beşa 7an a kitêba Peyxamê nîşan dide, hem 144.000 kesên hilbijartî hem jî ferdên elaleta mezin wê bereketên mezin bistînin. Em jî dikarin di nav wan de bin! Belê, rojên pir xweş li ber me ne. Wê demê, emê pir şa bin ku me piştgiriya hukimdariya Yehowa Xwedê kiriye. w22.05 16 par. 6-7

Roja Pêncşemê, 2 Gulan

Yehowa hîkmetê dide (Methelokên Silêman 2:6, NWT).

Gava lazim e ku em qerareke muhîm bidin, ma em dua nakin ku bila Xwedê hîkmetê bide me? (Aqûb 1:5). Hîkmet bi rastî jî tiştekî pir biqîmet e. Silêman Padîşah wisa nivîsî: “Hîkmet tiştê herî muhîm e, loma hîkmetê bi dest bixe. Tevî her tiştê ku tu bi dest dixî, fehmdariyê jî bi dest bixe” (Methelokên Silêman 4:7, NWT). Li vê ayetê, Silêman behsa hîkmeta dinyayê nedikir. Wî behsa hîkmeta ku ji Yehowa tê dikir. Gelo hîkmeta Xwedê dikare alî me bike ku em problemên îroyîn safî bikin? Helbet! Ji bo ku em hîkmeta rastîn bi dest bixin, wê baş be ku em gotinên du kesên ku hîkmeta wan bi nav û deng bû, lêkolîn bikin û bixebitînin. A yekê, em dikarin bala xwe bidin gotinên Silêman Padîşah. Li gor Kitêba Pîroz, “Xwedê bi zêdeyî hîkmet û serwextî da Silêman” (1. Qiralan 4:29, NWT). A diduyan, bala xwe bidin gotinên Îsa Mesîh, ê ku hîkmeta wî bêemsal bû (Meta 12:42). Di heqê Îsa Mesîh de ji berê ve wisa hatibû gotin: “Ruhê Yehowa wê li ser wî be, ruhê hîkmet û fehmdariyê” (Îşaya 11:2, NWT). w22.05 20 par. 1-2

Roja Înê, 3 Gulan

Da ku ez bikarim ji neslê nû re behsa qudreta te bikim (Zebûr 71:18).

Kesên ku êdî ciwan nînin jî dikarin ji xwe re hedefan deynin û bigihîjin van hedefan. Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişkeke bi navê Beverley, ya ku êdî 75 salî ye. Seba nexweşiyeke giran, wê nikaribû bimeşe. Dîsa jî, wê dixwest piştgiriya kampanyaya ji bo Bîranînê bike. Loma, wê ji xwe re hin hedefên xisûsî danîn. Gava Beverley gihîşt hedefên xwe, ew pir dilxweş bû. Xîreta wê kesên din jî teşwîq kirin ku ew mizgînê bi dil û can belav bikin. Belê, sihet û qeweta xwişk û birayên me yên extiyar êdî ne wek berê be jî, Yehowa qîmetê dide xizmeta wan (Zebûr 71:17). Ji xwe re hedefên minasib deyne. Sifetên baş bi pêş bixe û bi vî awayî dilê Yehowa xweş bike. Hunerên xwe zêde bike, da ku tu karibî ji bo Xwedê û ji bo teşkîlata wî hê zêdetir kêrhatî bî. Li fersendan bigere ku tu zêdetir alî xwişk û birayan bikî. Wek Tîmotêyos, bila Yehowa alî te bike ku “pêşveçûna te ji hemûyan re eşkere be” (1. Tîmotêyos 4:15). w22.04 27 par. 18-19

Roja Şemiyê, 4 Gulan

Tu ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên Pîroz dizanî (2. Tîmotêyos 3:15).

Eger we pir xîret kiriye ku hezkirina Yehowa têxin dilê zarokên xwe, lê yek ji wan dîsa jî naxwaze ji Yehowa re xizmet bike, nefikirin ku hûn dê û bavekî xerab in! Yehowa îradeya azad daye me hemûyan. Loma, her kes dikare xwe bi xwe qerarê bide ku ji Xwedê re xizmet bike yan na. Hêviya xwe winda nekin ku rojekê, ewê vegere ba Yehowa. Çîroka kurê windabûyî bînin bîra xwe (Lûqa 15:11-19, 22-24). Ev xort ji riya rast pir dûr ketibû, lê li dawiyê, ew vegeriya. Dê û bavno, di destê we de îmtiyazeke mezin heye: Hûn dikarin zarokên xwe wek xizmetkarên Yehowa mezin bikin (Zebûr 78:4-6). Ev yek îşekî biçûk nîne, û em pesnê we didin ji ber ku hûn bi dewamî xîret dikin ku zarokên we ji Yehowa hez bikin, û hûn wan bi terbiye û tembîhên wî mezin dikin. Bavê meyî ezmanî wê ji we razî be (Efesî 6:4). w22.05 30-31 par. 16-18

Roja Yekşemê, 5 Gulan

Hemû beden hevdû digire (Efesî 4:16).

Gerek her kes çi ji destê wî tê bike ku aştî û yekîtiya di nav me de bi pêş bixe. Di sedsala yekê de, cure cure huner û wezîfeyên şagirtên Îsa Mesîh hebûn (1. Korîntî 12:4, 7-11). Dîsa jî, wan bi hev re nediketin reqabetê, û wan yekîtiya di nav xwe de xerab nedikir. Pawlos ji wan re got ku bila her kes xîret bike, da ku “bedena Mesîh bê avakirin”. Wî ji Efesiyan re jî nivîsî ku “her endam li gor qeweta xwe dixebite û bi vî awayî beden mezin dibe û di hezkirinê de tê avakirin” (Efesî 4:1-3, 11, 12). Yên ku li gor tembîha Pawlosê şandî hereket dikir aştî û yekîtiya di nav xwe de bi pêş dixist, û îro jî, xwişk û birayên me wisa dikin. Xwe bi kesên din muqayese neke. Ji Îsa Mesîh hîn bibe û sifetên wî ji xwe re emsal bigire. Çi ji destê te tê bike, û bawer be ku Yehowa wê keda te ji bîr neke (Îbranî 6:10). Ew pir qîmetê dide xîreta te. w22.04 14 par. 15-16

Roja Duşemê, 6 Gulan

Mesîh Îsa hatiye dinyayê, da ku gunehkaran xilas bike (1. Tîmotêyos 1:15).

Eva ku Yehowa kesekî efû bike yan na, ne qerara me ye. Lê belê, tiştek heye ku gerek em xwe bi xwe qerarê bidin. Gelo çi? Hin kesên ku li dijî me gunehên giran kiriye poşman dibin û ji me efû dixwazin, lê hin kes poşman nabin û efû naxwazin. Hal her çi be jî, em dikarin wan efû bikin û dev ji hêrsa xwe berdin. Eger wan dilê me pir êşandibe, dibe ku ji bo vê wext û xîret lazim be. Çend sal berê, kovareke me wisa gotibû: “Wexta ku tu gunehkarekî efû dikî, ev yek nayê maneya ku tu çavê xwe li ser gunehê wî digirî. Ji bo şagirtên Îsa Mesîh, efûkirin tê maneya ku ew meseleyê êdî didin destê Yehowa. Hakimê adil ê temamiya gerdûnê ew e, û ewê li wexta rast edaletê pêk bîne” (The Watchtower, 15 Îlon 1994). w22.06 9 par. 6-7

Roja Sêşemê, 7 Gulan

Me hêviya xwe bi Xwedayê jîndar ve girêdaye (1. Tîmotêyos 4:10).

Yehowa soz daye ku di rojên me de, ewê mirovên ji hemû milet û zimanan ber hev bike, da ku ew di yekîtiyê de ji wî re îbadetê bikin. Îro ev ‘elaleta mezin’ bi rastî jî li hev top bûye (Peyxam 7:9, 10). Ev jin, mêr û zarok her çi qas ji kokên cuda bin jî, ew li seranserê dinyayê bûne malbateke bihizûr (Zebûr 133:1; Yûhena 10:16). Ew tim hazir in ku ji mirovan re behsa hêviya xwe bikin (Meta 28:19, 20; Peyxam 14:6, 7; 22:17). Eger tu aîdî vê elaleta mezin î, tu bê guman pir qîmetê didî hêviya dinyaya nû. Îblîs dixwaze ku em hêviya xwe winda bikin. Ew dixwaze me bide bawerkirin ku Yehowa sozên xwe nayne cih. Eger Îblîs bigihîje vê hedefa xwe, emê cesareta xwe winda bikin û belkî dev ji xizmeta Yehowa jî berdin. w22.06 20-21 par. 2-3

Roja Çarşemê, 8 Gulan

Ev hêviya me wek lengerê can ê saxlem û ewledar e (Îbranî 6:19).

Hêviya me alî me dike ku em li hemberî firtoneyên jiyanê sebat bikin, çimkî em rind dizanin ku xelasî nêzîk e. Jixwe, Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku emê rastî zilmê bên (Yûhena 15:20). Loma, fikirîna kûr a li ser sozên Yehowa wê alî me bike ku em ji riya xwe şaş nebin. Bala xwe bidê ku gava Îsa Mesîh li ber mirinê bû, ew çawa dilsoz ma. Di roja Pentîkostê ya sala 33yan a P.M. de, Petrûsê şandî behsa gotineke Zebûrê kir, a ku nîşan dide ku Îsa Mesîh çima ew qas qewî û sakîn ma: “Bedena min jî wê bi hêviyê bijî. Çimkî tu canê min li diyarê miriyan nahêlî û tu nahêlî ku Pîrozê te rizîbûnê bibîne. … Tê bi dîdara xwe min di nav şahiyê de bihêlî” (Karên Şandiyan 2:25-28; Zebûr 16:8-11). Îsa Mesîh bi saya hêviya ku Xwedê wê wî ji mirinê rake û ku ewê vegere ezmanan ba Bavê xwe, dilsoz ma (Îbranî 12:2, 3). w22.10 25 par. 4-5

Roja Pêncşemê, 9 Gulan

Em hemû di gelek tiştan de diterpilin (Aqûb 3:2).

Carekê, Aqûb û Yûhenayê şandî bi navgîniya diya xwe ji Îsa Mesîh xwest ku bila ew di Padîşahiyê de cihên xisûsî bide wan (Meta 20:20, 21). Bi vî awayî, wan nîşan da ku di dilê wan de quretî heye û wan dixwest ji kesên din mezintir bin (Methelokên Silêman 16:18, Mizgînî). Di vê rewşê de, ne tenê Aqûb û Yûhena xisûsiyetên xerab nîşan dan. Bala xwe bidê ku cewaba şandiyên din çi bû: “Gava her deh şagirtan ev yek bihîst, li herdu birayan hêrs bûn” (Meta 20:24). Kî dizane ka Aqûb, Yûhena û şandiyên din çawa bi gotinan bi hev ketin! Îcar Îsa Mesîh ev mesele çawa safî kir? Ew hêrs neket. Wî negot ku ewê wan bihêle û ji xwe re şandiyên dilnizmtir û dilovantir hilbijêre. Li şûna vê, Îsa Mesîh bi sebir şîret da wan, çimkî wî dizanibû ku ew dixwazin ya rast bikin (Meta 20:25-28). Belê, Îsa Mesîh nîşanî wan da ku ew ji wan hez dike. w23.03 28-29 par. 10-13

Roja Înê, 10 Gulan

Lawo, şehreza be û dilê min şa bike ku ez bersiva kesê tinazê xwe li min dike bidim (Methelokên Silêman 27:11, Mizgînî).

Tu gelek bi pêş ve çûyî. Te Kitêba Pîroz bi dil û can lêkolîn kiriye, belkî bi gelek salan. Bi saya vê lêkolînê, tu îqna bûyî ku Kitêba Pîroz Peyva Xwedê ye. Wekî din, te Nivîskarê Kitêba Pîroz, yanî Xwedê, nas kiriye û ji wî hez kiriye. Te ew qas ji Yehowa hez kiriye ku te jiyana xwe daye destê wî û bin av bûyî. Aferim ji te re! Wexta ku te xwe ji bo binavbûnê hazir dikir, dilsoziya te bê guman dihat ceribandin. Her ku tu ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herî, tuyê rastî ceribandinên din jî bêyî. Îblîs wê hewl bide ku xîreta te bitemirîne û te ji Yehowa dûr bixe (Efesî 4:14). Dîqat bike ku tu nekevî dafikên wî! Gelo çi dikare alî te bike ku tu ji Yehowa re dilsoz bimînî û li gor sonda xwe ya xwedayînê bijî? Ji bo vê, lazim e ku tu ji aliyê ruhî ve bi dewamî bi pêş ve herî (Îbranî 6:1). w22.08 2 par. 1-2

Roja Şemiyê, 11 Gulan

Çawa ku Xwedayê te Xudan li te emir kiriye, qedrê dê û bavê xwe bigire ku emrê te dirêj be (5. Mûsa 5:16, Mizgînî).

Lazim e ku hemû ferdên malbatê meseleyên şexsî yên malbatê veşartî bihêlin. Mesela, ferz bike ku ba xwişkekê adeteke ecêb heye. Ma minasib e ku mêrê wê ji kesên din re behsa vê yekê bike û wê bide şermê? Helbet na. Madem ku ew ji jina xwe hez dike, gerek ew dilê wê neêşîne (Efesî 5:33). Wê baş be ku dê û bav qedrê zarokên xwe jî bigirin û şaşiyên wan ji kesên din re eşkere nekin (Kolosî 3:21). Zarok jî gerek hîn bibin ku melûmatên xisûsî yên malbatê ji xelkê re nebêjin. Eger di malbatê de her kes xîret bike ku meseleyên malbatê ji kesên din re nebêje, yekîtiya malbatê wê xurttir bibe. w22.09 10 par. 9

Roja Yekşemê, 12 Gulan

Guh bide vêya, ya Eyûb; bisekine û … bifikire! (Eyûb 37:14).

Ji bo ku Eyûb hîkmet û dilovaniya Yehowa baştir fehm bike, Yehowa ji wî re behsa çend heywanên balkêş kir (Eyûb 38:1, 2; 39:9, 13, 19, 27; 40:15; 41:1, 2). Wekî din, Yehowa bi destê xortekî dilsoz ê bi navê Elîhû cesaret û teselî da Eyûb. Elîhû anî bîra wî ku Yehowa sebra xizmetkarên xwe her tim xelat dike. Ji xeynî vê, Yehowa hin fikrên Eyûb bi destê Elîhû serrast kirin. Elîhû alî Eyûb kir ku ew bi zêdeyî li ser xwe nefikire, lê bala xwe bide mezinahiya Yehowa. Wekî din, Yehowa wezîfeyek da Eyûb; wî jê re got ku bila ew ji bo sê hevalên xwe, yên ku guneh kiribû, dua bike (Eyûb 42:8-10). Gava em rastî tengasiyên giran tên, gelo Yehowa çawa destekê dide me? Yehowa bi me re xeber nade çawa ku wî bi Eyûb re xeber dabû, lê ew bi destê Kitêba Pîroz bi me re xeber dide (Romayî 15:4). w22.08 11 par. 10-11

Roja Duşemê, 13 Gulan

Ya qenc ew e ku tu goşt nexwî, şerabê venexwî û tu tiştê ku birayê te pê diterpile nekî (Romayî 14:21).

Di civata Romayê de hin şagirtên Îsa Mesîh Cihû bûn, hinek jî ji miletên din bûn. Wexta ku Qanûna Mûsa hat îbtalkirin, êdî ne lazim bû ku ew xwe ji xwarinên ku berê qedexe bûn, dûr bigirin (Marqos 7:19). Ji wê wextê û pê ve, hin şagirtên Cihû xwe êdî serbest hîs dikir ku ji van xwarinan bixwin. Lê belê, hinek dîsa jî difikirîn ku gerek ew ji van xwarinan nexwin. Ji bo ku aştî û yekîtiya civatê xera nebe, lazim bû ku ew çi bikin? Bi van gotinan ji ayeta îroyîn, Pawlosê şandî rêyî xwişk û birayan dida ku minaqeşeyên wisa çi qas zerarê didin hemû xwişk û birayan (Romayî 14:19, 20). Loma, Pawlos hazir bû ku dev ji tercîhên xwe berde, da ku tu kes seba kirinên wî ji rastiyê dûr nekeve (1. Korîntî 9:19-22). Lazim e ku em jî li ser tercîhên şexsî şeredev nekin, da ku em kesên din ava bikin û aştiyê biparêzin. w22.08 22 par. 7

Roja Sêşemê, 14 Gulan

XUDAN … ji yê ku li pey rastiyê diçe hez dike (Methelokên Silêman 15:9).

Piştî ku me di xizmeta Yehowa de ji xwe re hedefek daniye, em xîret dikin ku li pey vê hedefê herin. Lazim e ku em bi eynî xîretê li pey rastdariyê herin. Yehowa wê bi dewamî alî me bike ku em bi pêş bikevin (Zebûr 84:5, 7). Yehowa dibêje ku “emrên wî ne giran in” (1. Yûhena 5:3). Bi eslê xwe, emrên wî me roj bi roj diparêzin. Çekên leşkerî, yên ku Pawlos behsa wan kiribû, bîne bîra xwe (Efesî 6:14-18). Kîjan çek dilê me diparêze? “Zirxê rastdariyê”, yê ku standardên rastdariyê yên Yehowa temsîl dike. Çawa ku zirxan dilê leşkeran diparast, standardên rastdariyê yên Yehowa Xwedê jî dikarin dilê meyî sembolîk – yanî xwestek, hîs û fikrên me – biparêzin. Loma, emîn be ku “zirxê rastdariyê” ba te heye! (Methelokên Silêman 4:23). w22.08 29 par. 13-14

Roja Çarşemê, 15 Gulan

Gotina Xwedayê me her û her dimîne (Îşaya 40:8, Mizgînî).

Peyva Xwedê bi hezaran salan rêberiyeke baş daye jin û mêrên dilsoz. Gelo ev yek çawa mumkin bû? Ev pirseke pir baş e! Yehowa wisa kir ku kopyayên Nivîsarên Pîroz bên çêkirin. Ew kopyaker her çi qas mirovên biqisûr bûn jî, wan karê xwe pir bi dîqat dikir. Zanyarekî di heqê Nivîsarên Îbranî de wisa got: “Em emîn in ku qet kitêbeke din a kevn bi awayekî ew qas rast nehatiye kopîkirin.” Em dikarin emîn bin ku gotinên Kitêba Pîroz fikrên Nivîskarê wê yê eslî, yanî yên Yehowa ne. Yehowa Çavkaniya “her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî” ye (Aqûb 1:17). Kitêba Pîroz yek ji hediyeyên herî baş e ku Yehowa dane me. Gava kesek hediyeyekê dide me, hediyeya wî eşkere dike ka ew me û halê me baş nas dike yan na. Em dikarin eynî tiştî li ser Nivîskarê eslî yê Kitêba Pîroz jî bibêjin. Her ku em Kitêba Pîroz dixwînin, em Yehowa baştir nas dikin. Em ji Kitêba Pîroz dielimin ku Yehowa me baş nas dike û dizane çi ji me re lazim e. w23.02 2-3 par. 3-4

Roja Pêncşemê, 16 Gulan

Dinya jî wê bi zanîna Xudan tije bibe (Îşaya 11:9, Mizgînî).

Roja ku rabûna miriyan wê li dema Hukimdariya Îsa Mesîh a Hezarsalî li rûyê erdê dest pê bike, lingê me wê erd negire! Em hesreta hezkiriyên xwe yên mirî ne, û Yehowa jî hesreta wan e (Eyûb 14:15). Bîne ber çavê xwe ku gava emê bi hezkiriyên xwe yên mirî re dîsa bigihîjin hev, emê çi qas şa bibin! “Yên rast”, ên ku navên wan di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne, wê “ji bo jiyanê” bên rakirin (Karên Şandiyan 24:15; Yûhena 5:29). Bi ser de, gelek hezkiriyên me wê belkî di destpêka rabûna miriyan de ji bo jiyana li rûyê erdê bên rakirin. Wekî din, ‘yên nerast’, yanî kesên ku berî mirinê têra xwe fersenda wan tune bû ku Yehowa nas bikin yan ji wî re bi dilsozî xizmet bikin, wê “ji bo dîwanbûnê” bên rakirin. Wê lazim be ku hemû kesên rakirî bên hînkirin (Îşaya 26:9; 61:11). Loma, bernameya hînkirinê ya herî mezin wê dest pê bike (Îşaya 11:10). w22.09 20 par. 1-2

Roja Înê, 17 Gulan

Xwedayê Jîndar ew e (Danîêl 6:26, Mizgînî).

Yehowa nîşan daye ku ew ji îtifaqên hukimdaran bilindtir e. Mesela, wî alî Îsraêliyan kir ku ew qismên mezin ên Welatê Sozdayî bin dest bikin (Yêşû 11:4-6, 20; 12:1, 7, 24). Yehowa gelek caran îsbat kiriye ku “Yê Bilind”, ew e! Wexta ku padîşahê Babîlê Nebûkadnetsar bi quretî pesnê qudreta xwe da û serê xwe li ber mezinahiya Xwedê xwar nekir, Xwedê wisa kir ku ew hişê xwe winda bike. Piştî ku aqlê Nebûkadnetsar vegeriya serê wî, wî “Yê ku Bilind e pîroz kir” û qebûl kir ku “serweriya [Yehowa] serweriya abadîn e”. Wekî din, wî got: “Tu kesê ku destê wî bisekinîne û jê re: Tu çi dikî? bibêje nîne” (Danîêl 4:30, 33-35). Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xwezî bi wî miletî ku Xwedayê wî Xudan e, ew gel ku wî wek mîras hilane!” (Zebûr 33:12). Madem ku wisa ye, ma ne hêja ye ku em li ber Yehowa dilrast bimînin? w22.10 15-16 par. 13-15

Roja Şemiyê, 18 Gulan

Peyva te rastî ye (Zebûr 119:160, NWT).

Gelek tiştên ku Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû jixwe hatine cih, û ev yek baweriya me xurttir dike ku Xwedê wê di pêşerojê de jî sozên xwe bîne cih. Wek zebûrbêjekî, em ji Yehowa re wisa dibêjin: “Canê min bêriya rizgarkirina te dike, min hêviya xwe bi sozê te ve girê da” (Zebûr 119:81). Bi destê ayetên Kitêba Pîroz, Yehowa bi dilovanî hêvî daye me (Yêremya 29:11). Hêviya me ne bi kirinên însanan ve, lê bi sozên Yehowa ve girêdayî ye. Bila em gotinên Kitêba Pîroz ên li ser pêşerojê bi dewamî lêkolîn bikin û bi vî awayî îtibara xwe ya bi Peyva Xwedê xurttir bikin. Kesên ku li gor şîretên Kitêba Pîroz dimeşin netîceyên baş bi dest xistine. Tecrûbeyên wan baweriya me ya bi Kitêba Pîroz xurttir dikin (Zebûr 119:66, 138). Mesela, gelek jin û mêrên ku hindik mabû hev berdin, niha bi hev re jiyaneke bextewar derbas dikin, çimkî ew êdî li gor şîretên Kitêba Pîroz dijîn. Û dilê zarokên wan jî rihet e, çimkî ew dibînin ku dê û bavê wan ji wan hez dikin û li wan xwedî derdikevin (Efesî 5:22-29). w23.01 5 par. 12-13

Roja Yekşemê, 19 Gulan

Di hêviyê de şa bin (Romayî 12:12).

Bifikire ku heta niha, te ji pêkhatina wehdên Peyva Xwedê çawa feyde dîtiye. Mesela, Îsa Mesîh soz daye ku Bavê wî wê hewcedariyên te yên esasî tedarek bike (Meta 6:32, 33). Wekî din, Îsa Mesîh soz daye ku gava tu bixwazî, Yehowa wê ruhê pîroz bide te (Lûqa 11:13). Yehowa ev wehd anîne cih. Wî gelek sozên din jî dane. Mesela, wî soz daye ku ewê te efû bike, dilê te rihet bike û te ji aliyê manewî ve têr bike (Meta 6:14; 24:45; 2. Korîntî 1:3). Fikirîna li ser tiştên ku Xwedê jixwe ji bo te kirine wê hêviya te xurttir bike ku di pêşerojê de, ewê sozên xwe yên din jî bîne cih. Em dizanin ku Yehowa wê hemû sozên xwe bîne cih. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xwezî bi wan ku … hêviya wan bi Xwedayê wan Xudan e. … Ew hergav sozên xwe digire” (Zebûr 146:5, 6). w22.10 28 par. 15, 17

Roja Duşemê, 20 Gulan

Wê Xudan bi ser te ve wekî zeraqê derkeve (Îşaya 60:2, Mizgînî).

Gelo wehda li ser nûkirina îbadeta rast di rojên me de jî hatiye cih? Belê! Ji sala 1919an a P.M. ve, bi milyonan însan ji bindestiya Babîla Mezin – yanî ji împaratoriya dînên derewîn – azad bûne, û ew ketine ceneta ruhî, ya ku ji Welatê Sozdayî yê Îsraêliyan qat bi qat baştir e (Îşaya 51:3; 66:8). Ji sala 1919an a P.M. û pê ve, kesên meshkirî di ceneteke ruhî de dijîn. Bi zeman re, “miyên din” jî di ceneta ruhî de cihwar bûne. Niha ew jî ji Yehowa gelek bereketan distînin, û ew li benda jiyana bêdawî ya li rûyê erdê ne (Yûhena 10:16; Îşaya 25:6; 65:13). Ceneta wan a ruhî li seranserê dinyayê heye. Em li ku derê bijîn jî, eger em bi hal û hereketên xwe piştgiriya îbadeta rast bikin, em dikarin bibin para ceneta ruhî. w22.11 11-12 par. 12-15

Roja Sêşemê, 21 Gulan

Ma yê ji herheyiyê ne tu yî, Ya Xudan, Xwedayê min ê pîroz? Tê nemirî (Habaqûq 1:12, Mizgînî).

Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa “Xwedayê herheyî” ye. Gelo li te zor tê ku vêya fehm bikî? (Îşaya 40:28). Bi rastî jî li gelek kesan zor tê ku vêya fehm bikin. Mesela, Elîhû di heqê Xwedê de gotibû ku “hejmara salên wî” nayê fehmkirin (Eyûb 36:26). Lê ev yek ku em tiştekî fehm nakin nayê maneya ku ev tişt ne rast e. Mesela, em belkî rind fehm nakin ku ronahî çawa dixebite, lê ev yek helbet nayê maneya ku ronahî tune ye. Mîna vê, dibe ku emê tu caran ji sedî sed fehm nekin ku Yehowa çawa ji ezelê heta ebedê heye, lê ev yek nayê maneya ku Xwedê her û her najî. Rastiya di heqê Xwedê de bi vê yekê ku em çi fehm dikin û çi fehm nakin ve girêdayî nîne (Romayî 11:33-36). Li gor Kitêba Pîroz, berî çêkirina erd û ezmanan, Yehowa jixwe hebû. Xaliqê her tiştî ew e (Yêremya 51:15). w22.12 2-3 par. 3-4

Roja Çarşemê, 22 Gulan

Bila dua min li pêş te wek bixûrê … be! (Zebûr 141:2).

Carinan lazim e ku em li ber kesên din dua bikin. Mesela, ferz bike ku du xwişk diçin kurseke Kitêba Pîroz. Îdarevan ji xwişka din rica dike ku bila ew dua bike. Eger xwişka alîkar vê xwendekarê hê ew qas rind nas nake, wê belkî baştir be ku ew piştî dersê dua bike. Ev yek wê alî wê bike ku ew li gor hewcedariyên xwendekarê dua bike. Gava ji birayan re wezîfe tê dayîn ku ew li îbadetê yan li civînên xizmetê dua bikin, gerek ew ji bîr nekin ku armanca civînê çi ye. Ne minasib e ku ew bi destê duayê şîretê bidin yan tiştekî îlan bikin. Li piraniya civînan, ji bo kilam û duayê 5 deqe hene, loma ne lazim e ku birayê ku dua dike gotinên xwe dirêj bike, bi xisûsî li destpêka civînê (Meta 6:7). w22.07 24 par. 17-18

Roja Pêncşemê, 23 Gulan

Hûnê dengê şeran û li ser şeran bibihîzin. Hay jê hebin û netirsin. Tiştên weha divê bibin, lê hê dawî nehatiye (Meta 24:6).

Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku di rojên dawîn de li gelek cihan nexweşî wê belav bibin (Lûqa 21:11). Gelo ev gotinên Îsa Mesîh çawa rihetiyê dixin dilê me? Gava ku nexweşî belav dibin, em ecêbmayî namînin. Em ji tiştên ku li dinyayê diqewimin fehm dikin ku gotinên Îsa Mesîh yek bi yek tên cih. Ji ber vê yekê, em baş guh didin vê şîreta ku Îsa Mesîh daye me: “Hay jê hebin û netirsin.” Nexweşiyên belavbûyî dikarin jiyana me ya rojane tev li hev bikin. Lê gerek ev yek nebe sebeb ku em dest ji lêkolîna xwe ya şexsî yan ji civînan berdin. Eger tu li serpêhatiyên di weşan û vîdeoyên me de mêze bikî, tuyê bibînî ku xwişk û birayên me çawa li hemberî zor û zehmetiyên xwe bi dilsozî ji Yehowa re xizmetê dikin. w22.12 17 par. 4, 6

Roja Înê, 24 Gulan

Wext û bûyerên nehêvîkirî dikarin bên serê her kesî (Waiz 9:11, NWT).

Aqûb “ji hemû kurên xwe zêdetir ji Ûsiv hez dikir” (1. Mûsa 37:3, 4). Ji ber vê yekê, kurên Aqûb ên mezin çavnebariya birayê xwe dikir. Gava fersend ket destê wan, wan Ûsiv firot ticarên Mîdyanî. Wan jî Ûsiv bir Misrê, welatekî ku bi sedan kîlometreyan dûrî mala wî bû. Li wê derê, Potîfarê ku fermandarê parêzvanan bû Ûsiv wek kole kirî. Jiyana Ûsiv bi temamî hat guhertin. Berê, ew kurê bavê xwe yê hezkirî bû, lê niha, ew êdî bû koleyê Misriyan (1. Mûsa 39:1). Carinan, em dikevin tengasiyên “mirovî”, yanî tengasiyên ku her kes rastî wan tê (1. Korîntî 10:13). Carinan jî, em dikevin tengasiyê ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in. Mesela, dibe ku mirov seba baweriya me qerfên xwe bi me bikin, muxalefetê li me bikin yan heta zilmê li me bikin (2. Tîmotêyos 3:12). Lê çi dibe bila bibe, Yehowa dikare alî te bike ku tu serkeftî bî. w23.01 14-15 par. 3-4

Roja Şemiyê, 25 Gulan

Ji tunebûna êzingan agir ditemire (Methelokên Silêman 26:20, Methelokên Hezretê Silêman).

Belkî em carinan difikirin ku gerek em tevî xwişk yan birayekî ku dilê me êşandiye xeber bidin. Lê pêşî, wê baş be ku em pirsên wisa ji xwe bipirsin: “Gelo ez rind dizanim ku çi qewimiye?” (Methelokên Silêman 18:13). “Gelo dibe ku wî kesî bi eslê xwe nedixwest dilê min biêşanda?” (Waiz 7:20). “Ma min jî qet şaşiyeke wisa nekiriye?” (Waiz 7:21, 22). “Eger ez pê re bipeyivim, gelo problem wê safî bibe yan jî mezintir bibe?” Eger em bi bêhna fireh van pirsan ji xwe bipirsin û li ser wan kûr bifikirin, dibe ku em ji hezkirinê qerarê bidin ku em çavê xwe li ser şaşiya xwişk yan birayê xwe bigirin. Eger her yek ji me li hemberî kêmasiyên xwişk û birayan sebir bike û ji wan hez bike, ewê jî îsbat bike ku ew şagirtekî Îsa Mesîh e. Bi vî şeklî, emê alî kesên din jî bikin ku ew dîn û baweriya rast bibînin û bi me re ji Yehowa re îbadetê bikin. Belê, hezkirin nîşana Mesîhiyên rast e! Loma, em bi dil û can dixwazin vê hezkirinê bi dewamî bi pêş bixin. w23.03 31 par. 18-19

Roja Yekşemê, 26 Gulan

Xwedê hezkirin e (1. Yûhena 4:8).

Kitêba Pîroz dibêje ku sifetê Yehowa yê herî mezin hezkirin e. Ji ber ku Yehowa ji me hez dike, wî gotinên ku ji me re ne lazim in nedaye nivîsandin (Yûhena 21:25). Wekî din, wî di Kitêba Pîroz de rêzeke dirêj a qanûnan nedaye me, û ji me re nabêje ku gerek em di jiyana xwe de tam çi bikin û çi jî nekin. Li şûna vê yekê, ew dixwaze ku em bi xwe bifikirin û ji serpêhatî, gotinên pêxemberan û şîretên Kitêba Pîroz bielimin û qerarên baş bidin. Bi van awayan, Peyva Xwedê dilê me xurt dike ku em ji Xwedê hez bikin û ji dil guh bidin wî. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa bi me re eleqedar dibe. Gelo çawa? Di Peyva wî de, gelek serpêhatiyên kesên ku hîsên wan wek hîsên me ne hatine nivîsandin. Em dikarin ji halê wan rind fehm bikin, çimkî ew jî mirovên “wek me” bûn (Aqûb 5:17). Yehowa xema mirovên wek me dixwar û bi wan re eleqedar dibû. Ji vê yekê em dikarin bi zelalî fehm bikin ku “Xudan gelek dilovan û tije rehm e” (Aqûb 5:11). w23.02 6 par. 13-15

Roja Duşemê, 27 Gulan

Li ser hişê xwe bin û hişyar bin (1. Petrûs 5:8).

Kitêba dawîn a Kitêba Pîroz bi van gotinan dest pê dike: “Ev peyxama Îsa Mesîh e ya ku Xwedê da wî, da ku wan tiştên ku divê di nêzîk de çêbin nîşanî xulamên wî bide” (Peyxam 1:1). Ji ber vê yekê, em tiştên ku li dinyayê diqewimin bi meraq dişopînin. Em dixwazin bizanibin ka gotinên Kitêba Pîroz çawa tên cih. Belkî em bi dil û can dixwazin bi kesên din re jî li ser van meseleyan xeber bidin. Gava em bi kesên din re li ser bicihhatina sozên Kitêba Pîroz sohbetê dikin, gerek em li ser texmîn û îhtimalan xeber nedin. Gelo çima? Çimkî em qet naxwazin bi gotinên xwe yekîtiya civatê xera bikin. Mesela, belkî serokên dinyayê bibêjin ku wan çareya problemekê dîtiye û dixwazin aştî û emniyetê bînin dinyayê. Li şûna ku em li ser îhtimala ku gotinên ji 1. Selanîkî 5:3 çawa tên cih xeber bidin, a baştir ew e ku em bala xwe bidin fehmkirina herî nû, ya ku di weşanên me de hatiye zelalkirin. Eger sohbetên me li ser esasê weşanên teşkîlata Yehowa bin, emê yekîtiya civatê biparêzin û “li ser eynî fikrê … bibin yek” (1. Korîntî 1:10; 4:6). w23.02 16 par. 4-5

Roja Sêşemê, 28 Gulan

Li hespê xwe siwar bibe û here ji bo rastî, dilnizmî û rastdariyê şer bike (Zebûr 45:4, NWT).

Çima tu ji Îsa Mesîh hez dikî? Îsa Mesîh ji rastî, dilnizmî û rastdariyê hez dike. Ji ber ku tu ji rastî û rastdariyê hez dikî, tu ji Îsa Mesîh jî hez dikî. Îsa Mesîh bêtirs her tiştê ku rast e, diparast (Yûhena 18:37). Îcar Îsa Mesîh çawa me dielimîne ku em dilnizm bin? Îsa Mesîh yekî dilnizm e. Mesela, wî tu caran rûmet nedida xwe, lê dida Bavê xwe (Marqos 10:17, 18; Yûhena 5:19). Dilnizmiya wî çawa li ser te tesîr dike? Ma ew dilê te xurt nake ku tu ji Kurê Xwedê hez bikî û li ser rêya wî bimeşî? Bê şik wisa ye. Îsa Mesîh çima yekî dilnizm e? Ji ber ku ew ji Bavê xweyî dilnizm hez dike û wî ji xwe re dike mînak (Zebûr 18:35; Îbranî 1:3). Îsa Mesîh bi awayekî bêqisûr sifetên Yehowa nîşan dide. Loma, em dixwazin nêzîkî wî bibin. w23.03 3-4 par. 6-7

Roja Çarşemê, 29 Gulan

Vejîna [rabûna] yên rast û nerast wê çêbe (Karên Şandiyan 24:15).

Kitêba Pîroz dibêje ku du kom, yanî “yên rast û nerast” wê bi hêviya jiyana herheyî ya li rûyê erdê ji mirinê bên rakirin. “Yên rast” ew in ku bi dilsozî ji Yehowa re xizmet kiribû. Kesên “nerast” ji Yehowa re xizmet nekiribû. Madem ku her du kom wê bên rakirin, gelo ev yek tê maneya ku navên wan di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne? Berî mirinê, navên “yên rast” di Kitêba Jiyanê de hatibûn nivîsandin. Wexta ku ew mirin, gelo navên wan ji vê kitêbê hatin derxistin? Na. Di bîra Yehowa de, ew hê “sax” in. Yehowa “ne Xwedayê miriyan e, lê Xwedayê zindiyan e, çimkî hemû ji wî re sax in” (Lûqa 20:38). Loma, gava ku yên rast ji bo jiyana li rûyê erdê bên rakirin, navên wan wê di Kitêba Jiyanê de nivîsî bin, lê di serî de tenê qey “bi komirê” (Lûqa 14:14). w22.09 16 par. 9-10

Roja Pêncşemê, 30 Gulan

Xudan Xwedê Adem hilda û li nav Bexçê Adenê danî ku li wê derê bixebite û hay ji bexçe hebe (1. Mûsa 2:15, Mizgînî).

Yehowa dixwest ku mirovê pêşîn, yanî Adem, ji tebîetê kêfê bistîne. Xwedê ew di baxçeyekî xweşik de cihwar kir, da ku ew lê bigere, lê xwedî derkeve û cenetê li dinyayê mezintir bike (1. Mûsa 2:8, 9). Adem, gava didît ku toxim çawa şîn dibin û kulîlk çawa vedibin, gelekî kêfa wî dihat. Çi îmtiyazeke mezin bû ku wî bala xwe dida baxçeyê Adenê! Wekî din, Yehowa wezîfe da Adem ku navan li hemû heywanan bike (1. Mûsa 2:19, 20). Helbet, Yehowa bi xwe dikaribû ev kar bikira. Li şûna vê, wî ev kar da Adem. Bê şik, Adem ewilî baş li hal û hereketên her heywanekî mêze dikir û paşê nav li wan dikir. Gelek kêfa Adem ji vî karî re dihat. Bê guman, vî karî alî Adem dikir ku ew ji bo hîkmet, huner û îşên Bavê xweyî ezmanî zêdetir şikirdar be. w23.03 15 par. 3

Roja Înê, 31 Gulan

Wê ev padîşahî, hemû padîşahiyan perçe bike, biqedîne û wê herdem li ser piyan bimîne (Danîêl 2:44, Mizgînî).

Qudreta Brîtanya û Amerîkayê bi piyên peyker tê temsîlkirin. Yanî, li gor Kitêba Pîroz, ev qudreta cîhanî qudreta dawîn a rêza qudretên cîhanî ye (Danîêl 2:31-33). Qudreteke din wê cihê wê negire, lê ewê li cenga Harmegedonê tevî hemû hukimdariyên din ên dinyayê ji aliyê Padîşahiya Xwedê ve were wêrankirin (Peyxam 16:13, 14, 16; 19:19, 20). Gelo em ji vê wehdê çi feydeyê distînin? Wehda Danîêl îsbatên din jî nîşan dide ku em niha di rojên dawîn de dijîn. Zêdetirî 2.500 sal berê, Danîêl pêxember ji berê ve gotibû ku piştî Babîlê, çar qudretên din wê li ser xizmetkarên Xwedê bandor bikin. Wekî din, wî nîşan dabû ku qudreta Brîtanya û Amerîkayê wê qudreta cîhanî ya dawîn be. Ev yek baweriya me xurttir dike ku di demeke nêzîk de, Padîşahiya Xwedê wê hukimdariyên dinyayê bi temamî ji holê rake û li ser dinyayê hukim bajo. w22.07 4 par. 9; 5 par. 11-12

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne