KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • es24 r. 57-67
  • Hezîran

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Hezîran
  • Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2024
  • Sernivîs
  • Roja Şemiyê, 1 Hezîran
  • Roja Yekşemê, 2 Hezîran
  • Roja Duşemê, 3 Hezîran
  • Roja Sêşemê, 4 Hezîran
  • Roja Çarşemê, 5 Hezîran
  • Roja Pêncşemê, 6 Hezîran
  • Roja Înê, 7 Hezîran
  • Roja Şemiyê, 8 Hezîran
  • Roja Yekşemê, 9 Hezîran
  • Roja Duşemê, 10 Hezîran
  • Roja Sêşemê, 11 Hezîran
  • Roja Çarşemê, 12 Hezîran
  • Roja Pêncşemê, 13 Hezîran
  • Roja Înê, 14 Hezîran
  • Roja Şemiyê, 15 Hezîran
  • Roja Yekşemê, 16 Hezîran
  • Roja Duşemê, 17 Hezîran
  • Roja Sêşemê, 18 Hezîran
  • Roja Çarşemê, 19 Hezîran
  • Roja Pêncşemê, 20 Hezîran
  • Roja Înê, 21 Hezîran
  • Roja Şemiyê, 22 Hezîran
  • Roja Yekşemê, 23 Hezîran
  • Roja Duşemê, 24 Hezîran
  • Roja Sêşemê, 25 Hezîran
  • Roja Çarşemê, 26 Hezîran
  • Roja Pêncşemê, 27 Hezîran
  • Roja Înê, 28 Hezîran
  • Roja Şemiyê, 29 Hezîran
  • Roja Yekşemê, 30 Hezîran
Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2024
es24 r. 57-67

Hezîran

Roja Şemiyê, 1 Hezîran

Goştê canê min bi ax û kurmikan tije ye, çermê min hişk dibe û diterike (Eyûb 7:5, Mizgînî).

Dostaniya Eyûb ya bi Yehowa re qewî bû. Ew xwediyê malbateke mezin û bextewar bû, û mal û milkê wî pir bû (Eyûb 1:1-5). Lê di hundirê rojekê de, Eyûb her tişt winda kir. Pêşî, wî mal û milkê xwe winda kir (Eyûb 1:13-17). Paşê, hemû zarokên wî mirin. Eyûb û jina wî ne tenê yek ji zarokên xwe, lê hemû zarokên xwe di eynî rojê de winda kirin. Çi felaketeke mezin! Ji ber vê êşa giran, Eyûb kincê xwe qelaşt û ket erdê (Eyûb 1:18-20). Paşê, Îblîs nexweşiyeke pîs anî ser Eyûb (Eyûb 2:6-8). Berê, însanan qedrê Eyûb digirt û ji wî şîret distand, lê niha, ew ji wî direviyan. Birayên wî, dostên wî û heta xizmetkarên wî jî xwe ji wî dûr digirt (Eyûb 31:18; 19:13, 14, 16). w22.06 21 par. 5-6

Roja Yekşemê, 2 Hezîran

Em bi hezkirinê … di her tiştî de ber bi wî ve mezin bibin (Efesî 4:15).

Piştî binavbûnê, gerek em li gor şîreta ku Pawlosê şandî dabû xwişk û birayên li bajarê Efesê hereket bikin. Wî ji wan re gotibû ku bila ew bibin şagirtên “gihîştî” (Efesî 4:13). Yanî, wî ji wan re digot ku gerek ew bi dewamî bi pêş ve herin. Tu jixwe ji Yehowa pir hez dikî. Dîsa jî, tu dikarî ji wî hê jî zêdetir hez bikî. Gelo çawa? Li gor Filîpî 1:9, Pawlosê şandî dua dikir ku hezkirina Filîpiyan “hê û hê zêdetir bibe”. Gelo hezkirina me çawa dikare “zêdetir bibe”? Ji bo vê, lazim e ku em “zanîn û hemû têgihîştina di her tiştî de” bi dest bixin. Her ku em Yehowa baştir nas bikin, emê ji wî zêdetir hez bikin û qîmetê bidin sifet û karên wî. Emê bixwazin dilê wî şa bikin û tiştên ku li wî xweş nayên nekin, û emê xîret bikin ku daxwaza wî rind fehm bikin û bînin cih. w22.08 2-3 par. 3-4

Roja Duşemê, 3 Hezîran

Ev peyxama Îsa Mesîh e ya ku Xwedê da wî, da ku wan tiştên ku divê di nêzîk de çêbin nîşanî xulamên wî bide (Peyxam 1:1).

Gotinên kitêba Peyxamê ne ji bo her kesî, lê bi xisûsî ji bo me, yanî ji bo xizmetkarên Xwedê hatine nivîsîn. Bi ser de, di pêkhatina tiştên ku li vê kitêba balkêş ji berê ve hatibûn gotin de para me jî heye. Gava Yûhenayê şandî êdî kal bû, wî got ku gotinên vê kitêbê wê “di roja Xudan de” bên cih (Peyxam 1:10). Yûhena ev ayet di sala 96an a P.M. de nivîsîbû. Wê wextê, “roja Xudan” hê dûr bû (Meta 25:14, 19; Lûqa 19:12). Li gor Kitêba Pîroz, “roja Xudan” di sala 1914an de, gava Îsa Mesîh li ezmanan bû Padîşah, dest pê kir. Ji wê salê û pê ve, pêxemberiyên kitêba Peyxamê – ku di wan de rola xizmetkarên Xwedê jî heye – tên cih. Belê, niha em êdî di “roja Xudan” de ne! (Peyxam 1:3). w22.05 2 par. 2-3

Roja Sêşemê, 4 Hezîran

Cenawir û pêxemberê derewîn bi wî re, bi hêsîrtî hatin girtin (Peyxam 19:20).

Hem cenawir û hem jî pêxemberê derewîn, her du jî bi saxî hatin avêtin nav gola êgir a ku bi kewkurtê dişewite. Yanî, li wexta ku ev dijminên Xwedê hê hukim dajon, ewê heta bi hetayê bên helakkirin. Gerek em çi bikin? Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, gerek em ji Xwedê re û ji Padîşahiya wî re dilsoz bimînin (Yûhena 18:36). Wekî din, gerek em xwe ji siyasetê dûr bigirin û bêteref bimînin. Ev yek carinan pir zor e, çimkî hukûmetên dinyayê dixwazin ku em bi gotin û kirinên xwe piştgiriya wan bikin. Kesên ku dikevin ber bayê wan deqa cinawir distînin (Peyxam 13:16, 17). Yên ku ev deq standiye wê hêrsa Yehowa li ser xwe bînin, û ewê jiyana herheyî nestînin (Peyxam 14:9, 10; 20:4). Madem ku hal wisa ye, hukûmetên dinyayê her çi qas zorê li me bidin ku em destekê bidin wan jî, pir muhîm e ku em bi temamî bêteref bimînin. w22.05 10-11 par. 12-13

Roja Çarşemê, 5 Hezîran

Te kesê ku di karê xwe de hoste ye dîtiye? Ewê li ber padîşahan bisekine, ne li ber xelkê (Methelokên Silêman 22:29, NWT).

Gelo tu dikarî çi hedefên ji xwe re deynî? Mesela, tu dikarî hunereke nû hîn bibî. Eger tu hunerên xwe bi pêş bixî, tuyê karibî bi awayekî baştir ji Yehowa re xizmet bikî. Ka bifikire ku ji bo avakirina avahiyên Beytelê, Salonên Îbadetê û salonên ji bo komcivînan çi qas karker lazim in. Gelek ji wan hunerên xwe bi saya hevkariya bi birayên bitecrûbe re hîn bûne. Îro, em dibînin ku xwişk û bira çawa hunerên ji bo xwedîkirina Salonên Îbadetê û salonên ji bo komcivînan hîn dibin. Bi rastî jî, “Padîşahê herheyî” Yehowa û “Padîşahê padîşahan” Îsa Mesîh bi destê karkerên hoste netîceyên pir xweş tînin meydanê (1. Tîmotêyos 1:17; 6:15). Loma, em dixwazin bi dil û can bixebitin û hunerên xwe ne ji bo rûmeta xwe, lê ji bo rûmeta Yehowa bixebitînin (Yûhena 8:54). w22.04 24 par. 7, 11

Roja Pêncşemê, 6 Hezîran

Pere … sitar e (Waiz 7:12, Mizgînî).

Rewşa madî ya Silêman Padîşah û ya Îsa Mesîh ji hev cuda bû. Silêman di nav dewlemendiyê de dijiya, lê mal û milkê Îsa Mesîh tune bû (1. Qiralan 10:7, 14, 15; Meta 8:20). Dîsa jî, ji ber ku her diduyan hîkmeta xwe ji Yehowa Xwedê standibû, nêrîna wan a li ser tiştên madî maqûl bû. Silêman Padîşah qebûl dikir ku bi saya pere, em dikarin hewcedariyên jiyanê tedarek bikin û belkî hin xwestekên xwe jî pêk bînin. Lê belê, Silêman her çi qas dewlemend bû jî, wî fehm dikir ku pere tiştê herî muhîm nîne. Mesela, wî got: “Navê qenc ji serweta mezin … ewletir e” (Methelokên Silêman 22:1). Wekî din, Silêman didît ku gelek însanên ku ji pere hez dikin bi tiştên ku di destê wan de hene, razî nînin (Waiz 5:10, 12). Wî got ku gerek mirov xwe bi temamî nespêre pere, çimkî pere dikare zû ‘bifire’ (Methelokên Silêman 23:4, 5). w22.05 21 par. 4-5

Roja Înê, 7 Hezîran

Dîsa jî Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide. Dîsa jî radibe ku rehma xwe nîşanî we bide. Çimkî Xudan, Xwedayê edaletê ye. Xwezî bi her kesê ku li benda wî ye (Îşaya 30:18, Mizgînî).

Her ku em li ser bereketên ku me standine kûr bifikirin, emê nêzîktirî Yehowa bibin. Wekî din, wê baş be ku em li ser bereketên ku Yehowa wê bide me, kûr bifikirin, da ku hêviya me zindî bimîne ku emê karibin heta bi hetayê ji wî re xizmet bikin. Ev yek wê alî me bike ku em bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet bikin. Di demeke nêzîk de, Yehowa wê ‘rabe’ û vê dinyaya xerab helak bike. Em rind dizanin ku Yehowa, yê ku “Xwedayê edaletê” ye, wê dinyaya Îblîs di wexta herî rast de ji holê rake (Îşaya 25:9). Wek Yehowa, em bi sebir li benda wê roja xelasiyê disekinin. Heta wê demê, bila em her gav dua bikin, Peyva Xwedê bixwînin û li gor wê bijîn û li ser bereketên ku me jixwe standine, kûr bifikirin. Eger em wisa bikin, Yehowa wê alî me bike ku em di îbadeta wî de bi dilxweşî sebat bikin. w22.11 13 par. 18-19

Roja Şemiyê, 8 Hezîran

Ji hînkariyên diya xwe neqete! (Methelokên Silêman 1:8).

Kitêba Pîroz her çi qas behsa roja binavbûna Tîmotêyos nake jî, em dikarin bawer bin ku wê rojê, diya wî Evnîke gelekî dilxweş bû (Methelokên Silêman 23:25). Keda Evnîkeyê ku kurê xwe di rêya Yehowa û Îsa Mesîh de hîn bike, neçûye avê. Bavê Tîmotêyos, zilamekî Yûnanî bû, lê dayik û pîrika wî Cihû bûn (Karên Şandiyan 16:1). Bi îhtimaleke mezin wexta ku Tîmotêyos hê zarok bû, Evnîke û Loîs bûn şagirtên Îsa Mesîh, lê bavê wî riya rastiyê qebûl nekir. Evnîkeyê bê şik meraq dikir ka Tîmotêyos wê kîjan rê hilbijêre. Îro jî, dayikên ku şagirtên Îsa Mesîh in ji zarokên xwe hez dikin. Ji her tiştî zêdetir, ew dixwazin alî zarokên xwe bikin ku ew bibin dostên Yehowa, û Yehowa pir qîmetê dide xîreta wan (Methelokên Silêman 1:8, 9). Belê, Yehowa rêberiya gelek dayikan kiriye ku ew zarokên xwe di riya rastiyê de mezin bikin. w22.04 16 par. 1-3

Roja Yekşemê, 9 Hezîran

Xwedê xist dilê wan, ku daxwaza wî pêk bînin (Peyxam 17:17).

Di demeke nêzîk de, Yehowa wê bixe dilê qudretên siyasî “ku daxwaza wî pêk bînin”. Netîce wê bibe çi? Ev qudretên siyasî, yanî “deh padîşah”, wê hicûmî teşkîlatên dînên sexte bikin û wan helak bikin (Peyxam 17:1, 2, 12, 16). Em ji ku dizanin ku dawiya “Babîla mezin” nêzîk e? Ji bo cewaba vê pirsê, bîne bîra xwe ku li demên berê, bajarê Babîl çawa bi ava Çemê Firatê dihat parastin. Mîna vê, kitêba Peyxamê miletên ku piştgiriya “Babîla mezin” dikin dişibîne “ava” ku wê diparêze (Peyxam 17:15). Lê belê, kitêba Peyxamê dibêje ku ev av wê ‘biçike’. Ev yek tê maneya ku gelek kes wê dev ji dînê sexte berdin (Peyxam 16:12). Ev wehd îro tê cih. Gelek kes dev ji dînê sexte berdidin û li çareyên din digerin ku problemên xwe safî bikin. w22.07 5-6 par. 14-15

Roja Duşemê, 10 Hezîran

Dîwan, ji bo wî yê ku rehm nekiriye bê rehm e, lê rehm li hember dîwanê bi ser dikeve (Aqûb 2:13).

Gava em mirovan efû dikin, em nîşan didin ku em qîmetê didin rehma Yehowa. Di çîrokekê de, Îsa Mesîh behsa padîşahekî kir, ê ku deynê mezin ê xulamekî xwe bexşandibû. Lê paşê, ev xulam li hemberî xulamekî din, ê ku bi pereyekî biçûktir deyndarê wî bû, nehat rehmê (Meta 18:23-35). Gelo dersa ji bo me çi ye? Padîşahê li vê çîrokê, Yehowa ye. Eger em ji dil qîmetê bidin rehma mezin a Yehowa, emê hazir bin ku kesên din efû bikin (Zebûr 103:9). Gelek sal berê, kovara The Watchtower wisa gotibû: “Em însanên din çend caran efû bikin jî, efûkarî û rehma ku Xwedê bi destê Mesîh nîşanî me dide ji ya me qat bi qat zêde ye.” Kesên efûkar wê werin efûkirin. Yehowa rehmê li kesên dilrehm dike (Meta 5:7). Duaya emsal a Îsa Mesîh bala me dikişîne ser vê yekê (Meta 6:14, 15). w22.06 10 par. 8-9

Roja Sêşemê, 11 Hezîran

Bi ziriyeta te, wê hemû miletên dinyayê bên pîrozkirin (1. Mûsa 22:18, Mizgînî).

Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, wî bi awayekî kamil çav dida şexsiyeta Bavê xwe (Yûhena 14:9). Loma, me Yehowa Xwedê bi navgîniya Îsa nas kir û ji wî hez kir. Wekî din, em ji gotinên Îsa Mesîh û ji vê ku ew îro çawa rêberiya civatê dike, feydeyê dibînin. Îsa Mesîh rêyî me daye ku gerek em jiyaneke çawa bajon, da ku Yehowa ji me razî be. Wekî din, em gişt ji mirina Îsa Mesîh feydeyê distînin. Gava Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, wî qîmeta xwîna xwe wek qurbaneke bêqisûr, a ku “me ji her gunehî paqij dike”, pêşkêş kir (1. Yûhena 1:7). Ew niha wek Padîşahekî nemir li ser text rûniştî ye. Di demeke nêzîk de, Îsa wê serê mar biperçiqîne (1. Mûsa 3:15). Wexta ku Îblîs wê bê helakkirin, hemû xizmetkarên Xwedê wê çi qas şa bin, ne wisa ye? Heta wê demê, cesareta xwe winda neke. Xwedayê me wê sozên xwe bîne cih. Ewê bereketên bêhesab bibarîne ser “hemû miletên dinyayê”. w22.07 18 par. 13; 19 par. 19

Roja Çarşemê, 12 Hezîran

Hûn dizanin ku em nikarin ji tengasiyên wisa birevin (1. Selanîkî 3:3, NWT).

Gava em ji xwe re hedefan datînin, gerek em maqûl bin. Gelo çima? Çimkî her tişt ne di destê me de ye. Mesela, bi saya alîkariya Pawlosê şandî, li bajarê Selanîkê civateke nû hat sazkirin. Lê belê, seba muxalefetê, Pawlos mecbûr ma ku ji wê derê bireve (Karên Şandiyan 17:1-5, 10). Eger Pawlos li wê derê bimaya, wiyê serê xwişk û birayan bixista belayê. Dîsa jî, Pawlos dev ji xîreta xwe berneda, lê ew hînî şertên nû bû. Paşê, wî Tîmotêyos şand Selanîkê, da ku ew ji xwişk û birayan re bibe destek (1. Selanîkî 3:1, 2). Bîne ber çavê xwe ku xwişk û birayên Selanîkî çi qas şa bûn. Gelo em dikarin ji serpêhatiya Pawlosê şandî çi hîn bibin? Carinan, gava em îmtiyazeke xizmetê dixwazin, dibe ku şertên ku ne di destê me de ne ji me re bibin asteng (Waiz 9:11). Eger wisa be, hazir be ku ji xwe re hedefeke din deynî, ya ku tu dikarî bigihîjî wê. w22.04 25-26 par. 14-15

Roja Pêncşemê, 13 Hezîran

Xwezî bi wî mirovê ku ceribandinê radigire (Aqûb 1:12).

Bi saya hêviya ku Yehowa dide me, ew dilê me rihet dike. Gava em rastî tengasiyan tên, em dikarin ji gelek ayetan teseliyê bistînin. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku tu tişt û tu tengasî nikare “me ji hezkirina Xwedê … veqetîne” (Romayî 8:38, 39). Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku “Xudan nêzikî wan hemûyan e, ku bang dikinê” (Zebûr 145:18). Yehowa ji me re dibêje ku eger em xwe bispêrin wî, emê karibin li hemberî hemû tengasiyan sebat bikin û dilxweş bimînin (1. Korîntî 10:13; Aqûb 1:2). Peyva Xwedê tîne bîra me ku xelata ku Yehowa pêşkêşî me dike, bêdawî ye, lê tengasiyên ku em niha dikişînin tenê ji bo demekê ne (2. Korîntî 4:16-18). Yehowa soz dide ku ewê sebeba eslî ya hemû tengasiyên me, yanî Îblîs û alîgirên wî, ji holê rake (Zebûr 37:10). Ayetên ku em ji niha ve ezber dikin dikarin li pêşerojê alî me bikin ku em li hemberî tengasiyan sebat bikin. w22.08 11 par. 11

Roja Înê, 14 Hezîran

Hûn li ser wan bifikirin (Filîpî 4:8).

Gelo tu qet xem dikî ka tuyê bikaribî roj bi roj, sal bi sal li gor standardên Yehowa bijî? Yehowa soz dide ku rastdariya me wê bibe “mîna pêlên behrê” (Îşaya 48:18, NWT). Bîne ber çavê xwe ku tu li ber behrê sekinî yî û pêlên avê pey hev tên. Gelo tuyê bifikiriyayî ku rojekê, ev pêl wê xelas bibin? Na! Tu dizanî ku pêl wê heta bi hetayê wisa dewam bikin. Rastdariya te dikare bibe mîna pêlên behrê! Gelo çawa? Berî ku tu qerarekê bidî, bifikire ku Yehowa wê bixwesta ku tu çi qerarê bidî, û vêya bike. Qerara te her çi qas zor xuya bike jî, Bavê teyî dilovan wê alî te bike ku tu her roj bi rastdariyê hereket bikî (Îşaya 40:29-31). w22.08 30 par. 15-17

Roja Şemiyê, 15 Hezîran

Çaxê hezar sal temam bibin, Îblîs wê ji zîndanê bê berdan (Peyxam 20:7).

Li dawiya 1.000 salî, Îblîs wê bê serbesthiştin, û ewê hewl bide ku însanên bêqisûr ji riya Yehowa derxîne. Ev îmtihana dawîn wê fersendê bide hemû însanan ku ew bi eşkereyî nîşan bidin ka ew qedrê navê Xwedê û serweriya wî digirin yan na (Peyxam 20:8-10). Eger ew guh nedin Îblîs, lê ji Yehowa re dilsoz bimînin, navên wan wê bi awayekî daîmî di Kitêba Jiyanê de bên nivîsandin. Hinek wê hukimdariya Yehowa red bikin. Kitêba Pîroz hejmara wan eşkere nake. Gelo çi wê bê serê wan? Peyxam 20:15 wisa dibêje: “Navê kê di Kitêba Jiyanê de nivîsî nehatibe dîtin, hat avêtin nav gola êgir.” Belê, kesên ku li hemberî Yehowa serî hildidin wê heta bi hetayê tune bin. Lê piraniya însanên bêqisûr wê ji îmtihana dawîn derbas bibin. w22.09 23-24 par. 15-16

Roja Yekşemê, 16 Hezîran

Eger hûn li gor adeta Mûsa sinet nebin, hûn nikarin xilas bibin (Karên Şandiyan 15:1).

Li sedsala yekê, hin kesan digot ku şagirtên ji miletên din jî gerek bên sinetkirin, belkî ji bo ku ew ji aliyê Cihûyan ve neyên rexnekirin (Galatî 6:12). Ev nêrîn bi dîtina Pawlosê şandî şaş bû, lê dîsa jî, wî bi dilnizmî qebûl kir ku şandî û rîspiyên li Orşelîmê li ser vê meseleyê bigihîjin qerarekê (Karên Şandiyan 15:1, 2). Bi vî awayî, Pawlosê şandî alî wan kir ku ew dilşadî û aştiya civatê biparêzin (Karên Şandiyan 15:30, 31). Eger ku meseleyeke cidî derkeve meydanê, wê baş be ku em ji birayên mesûl, ên ku Yehowa tayîn kirine, rêberiyê bixwazin. Gelek caran, em dikarin rêberiya Kitêba Pîroz li weşanên me yan li telîmatên teşkîlatê bibînin. Eger em van telîmatan di ser nêrînên xwe yên şexsî re bigirin, emê aştiya civatê bi pêş bixin. w22.08 22 par. 8-9

Roja Duşemê, 17 Hezîran

Hevalekî baş her tim hez dike (Methelokên Silêman 17:17, NWT).

Zû dereng, îhtiyaca piraniya me çêdibe ku em dilê xwe ji dostekî xwe re vekin. Dibe ku li me zor bê ku em hîs û fikrên xwe bînin zimên. Lê eger em paşê pê bihesin ku dostê me sira me ji kesên din re vekiriye, ma emê xemgîn nebin? Ji aliyê din ve, eger dostê me sira me veşartî bihêle, emê pir şa bin, ne wisa ye? Rîspiyên ku melûmatên xisûsî yên xwişk û birayan belav nakin bi rastî jî ji bo wan dibin star (Îşaya 32:2). Em dizanin ku em dikarin bi rihetî bi wan re xeber bidin, çimkî ewê sirên me ji kesên din re nebêjin. Em zorê li wan nadin ku ew sirên kesên din ji me re bibêjin. Wekî din, em qedrê jinên rîspiyan digirin ji ber ku ew hewl nadin ku melûmatên veşartî ji mêrên xwe derxin. Çi baş e ku melûmatên xisûsî yên di heqê xwişk û birayan de ji jinên rîspiyan re nayên gotin. w22.09 11 par. 10-11

Roja Sêşemê, 18 Hezîran

Ez im Xwedê, ezê bilind bibim li nav netewan (Zebûr 46:10).

Em dikarin bawer bin ku di wexta ‘tengahiya mezin’ de, Yehowa wê xizmetkarên xwe yên dilsoz rizgar bike (Meta 24:21; Danîêl 12:1). Gava îtifaqeke miletan a bi navê Gogê ji Magogê li seranserê dinyayê hicûmî dilsozên Yehowa bike, ewê wan bin dest bike. Eger hemû 193 endamên Neteweyên Yekbûyî di vê koalîsyonê de hebin jî, ewê nikaribin li dijî Yê Bilind û ordiya wî ya ezmanî bi ser bikevin. Yehowa soz daye: “Ez ê xwe mezin bikim û xwe pîroz bikim û ez ê di çavê gellek neteweyan de xwe bidim nasîn û dê bizanibin ku, ez XUDAN im!” (Hêzekîêl 38:14-16, 23). Gava ku Gog hicûmî xizmetkarên Xwedê bike, Yehowa wê dest bi cenga Harmegedonê bike û “hemû padîşahên dinyayê” ji holê rake (Peyxam 16:14, 16; 19:19-21). Ji aliyê din ve, “kesên dilrast wê li welêt bijîn, kesên bêsûc wê li welêt bimînin” (Methelokên Silêman 2:21, Mizgînî). w22.10 16-17 par. 16-17

Roja Çarşemê, 19 Hezîran

[Xwedê] dixwaze ku hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê (1. Tîmotêyos 2:4).

Em nikarin bibînin ku di dilê mirovan de çi heye. Tenê Yehowa dizane ku niyeta mirovan bi rastî çi ye (Methelokên Silêman 16:2). Kok û kultura mirovan her çi be jî, ew ji wan hez dike, û ew dixwaze ku em jî “dilê xwe … fireh bikin” (2. Korîntî 6:13). Loma, em xîret dikin ku ji hemû ferdên malbata xweye ruhî hez bikin, û em li ser wan hukim nadin. Wekî din, gerek em li kesên ku ne Şahidên Yehowa ne jî hukim nedin. Ma teyê di heqê merivekî xweyî nebawermend de wisa bigota, “Ewê tu caran rastiyê qebûl neke”? Tenê kesekî qure, yê ku xwe ji kesên din çêtir dibîne, wê wisa bibêje. Yehowa fersendê dide hemû mirovan ku ew tobe bikin (Karên Şandiyan 17:30). Ji bîr neke: Yehowa kesên ku xwe ji kesên din çêtir dibînin wek kesên nerast dibîne. Eger em qîmetê bidin standardên rastdariyê yên Yehowa, emê dilşad bin û ji kesên din re bibin emsal. Di netîceyê de, ewê ji me zêdetir hez bikin û nêzîktirî Xwedê bin. w22.08 31 par. 20-22

Roja Pêncşemê, 20 Hezîran

[Ewê] bizanibin ku di nav wan de peyxamberek heye (Hêzekîêl 2:5).

Em dizanin ku di xizmetê de, em dikarin rastî muxalefetê bên. Di pêşerojê de, muxalefet dikare hê jî zêde bibe (Danîêl 11:44; 2. Tîmotêyos 3:12; Peyxam 16:21). Dîsa jî, em dikarin emîn bin ku Yehowa wê alî me bike, çimkî Yehowa her tim alî xizmetkarên xwe kiriye ku ew wezîfeyên xwe li gel her tengasiyê bînin cih. Ka em bala xwe bidin Hêzekîêl pêxember, ê ku ji Cihûyên sirgûnkirî re pêxemberî dikir. Gelo mirovên ku Hêzekîêl rastî wan dihat, însanên çawa bûn? Li gor gotinên Yehowa, ew mirovên “rû zexm û dil hişk” bûn. Ew “asê” bûn û bi qasî “dûpişkan” bitalûke bûn. Loma, Yehowa çend caran ji Hêzekîêl re got “metirse”! (Hêzekîêl 2:3-6). Hêzekîêl dikaribû wezîfeya xwe bîne cih ji ber ku (1) ew ji aliyê Yehowa ve hatibû şandin, (2) wî bi saya ruhê Xwedê qewet distand û (3) gotinên Xwedê ew xwedî dikir. w22.11 2 par. 1-2

Roja Înê, 21 Hezîran

Gava tu jê bixwî, tê esse bimirî (1. Mûsa 2:17, Mizgînî).

Zû dereng, hemû nebat diçilmisin, û hemû heywan dimirin. Ji aliyê din ve, gava Xwedê însanên pêşîn xuliqandibûn, wî fersend dabû wan ku ew tu caran nemirin, lê her û her bijîn. Wekî din, Yehowa daxwaza jiyanê xistiye dilê me. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê “herheyîtî kir dilê mirovan” (Waiz 3:11, Mizgînî). Loma, mirin ji bo me dijmin e (1. Korîntî 15:26). Ji ber vê yekê, wexta ku em nexweş dikevin, em pir xîret dikin ku ji nexweşiya xwe bifilitin. Mesela, em diçin ba doktor, û em belkî dermanan dixwin, da ku em qenc bibin. Çi ji destê me tê, em vêya dikin ku sax bimînin. Û gava hezkiriyekî me dimire – ciwan be yan extiyar be – ma dilê me naêşe? (Yûhena 11:32, 33). Belê, Yehowa hem daxwaza jiyana herheyî xistiye dilê me hem jî em wisa xuliqandine ku em karibin her û her bijîn. w22.12 3 par. 5; 4 par. 7

Roja Şemiyê, 22 Hezîran

Birayên we jî li seranserê dinyayê eynî cefayê dikişînin (1. Petrûs 5:9).

Îro gelek xwişk û birayên me nexweş dikevin û tirs û xof dikeve dilê wan. Bi dewamî li halê xwişk û birayan bipirse. Ji ber nexweşiyên belavbûyî belkî lazim e ku em ji bo parastina siheta xwe û ya kesên din ji însanan, heta ji xwişk û birayan jî, dûr bisekinin. Di wextên wisa de, belkî halê te wek halê Yûhenayê şandî be. Wî pir dixwest dostê xwe Gayos rû bi rû bidîta (3. Yûhena 13, 14). Lê belê, Yûhena fehm dikir ku ji bo wextekê, ew nikare dostê xwe Gayos bibîne. Dîsa jî, Yûhena çi ji destê wî dihat dikir ku xwe bigihîne dostê xwe, û wî jê re nameyek nivîsand. Eger tu nikaribî herî mala xwişk û birayan, rêyekî bibîne ku tu xwe bigihînî wan. Gava ku tu bi xwişk û birayan re eleqedar bibî, dilê te wê rihettir û xweştir bibe. Eger derdê te pir giran be, dilê xwe ji rîspiyan re veke û îznê bide ku ew cesaretê bidin te (Îşaya 32:1, 2). w22.12 17-18 par. 6-7

Roja Yekşemê, 23 Hezîran

Xweyê Ûsiv rabû, ew avêt zîndana girtiyên padîşah û Ûsiv li wir di zîndanê de ma (1. Mûsa 39:20, Mizgînî).

Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Zincîr li lingê wî xistin, ew êşandin, bi hesin ew ji stûyê wî girêdan” (Zebûr 105:17, 18). Belê, halê Ûsiv her ku diçû xerabtir dibû. Ew êdî ne koleyekî pêbawer, lê girtiyekî belengaz bû. Gelo tu qet ketiyî halekî xerab û te ji bo alîkariyê gelekî ji Xwedê re dua kiriye, lê dîsa jî halê te her ku diçû xerabtir dibû? Belê, carinan wisa dibe. Yehowa me ji hemû tengasiyên dinyaya Îblîs naparêze (1. Yûhena 5:19). Dîsa jî, bawer be ku Yehowa halê te rind dizane, û ew xema te dixwe (Meta 10:29-31; 1. Petrûs 5:6, 7). Bi ser de, wî soz daye: “Ez tu caran te nahêlim, ez tu caran te bernadim” (Îbranî 13:5). Halê te bêçare xuya bike jî, Yehowa dikare alî te bike ku tu sebat bikî. w23.01 16 par. 7-8

Roja Duşemê, 24 Hezîran

[Xwedê] wê bi zêdebarî bibexişîne (Îşaya 55:7, Mizgînî).

Nivîsarên Pîroz dibêjin ku gava em şaşiyan dikin, Yehowa me terk nake. Îsraêliyan dîsa û dîsa li hemberî Yehowa guneh dikir. Lê belê, gava ku wan tobe dikir, Xwedê ew efû dikirin. Xizmetkarên Xwedê yên di sedsala yekê de jî dizanibû ku Xwedê ji wan pir hez dike. Bi îlhama Xwedê, Pawlosê şandî ji xwişk û birayan re gotibû ku bila ew zilamekî ku ketibû rêya gunehekî giran efû bikin û dilê wî ava bikin, çimkî ew ji gunehê xwe poşman bûbû (2. Korîntî 2:6, 7; 1. Korîntî 5:1-5). Belê, çi xweş e ku Yehowa berê xwe ji xizmetkarên xwe, yên ku şaşî kirine, nazivirîne! Li şûna vê, ew ji dil alî wan dike, wan serrast dike û dixwaze ku ew dîsa bibin dostên wî. Wî soz daye ku ewê îro eynî tiştî ji bo hemû kesên tobedar bike (Aqûb 4:8-10). Kitêba Pîroz hîkmet, edalet û hezkirina Xwedê ji me re eşkere dike. Ev kitêb nîşan dide ku Yehowa dixwaze em wî baştir nas bikin û bibin dostên wî. w23.02 7 par. 16-17

Roja Sêşemê, 25 Hezîran

Hûnê qenc bikin ku hûn bala xwe bidin (2. Petrûs 1:19).

Helbet, em meraq dikin ka tiştên ku niha li dinyayê diqewimin çawa nîşan didin ku gotinên Kitêba Pîroz tên cih. Mesela, Îsa Mesîh ji berê ve yek bi yek gotibû ku em çawa dikarin ferq bikin ku dawiya sîstema Îblîs nêzîk e (Meta 24:3-14). Gotinên Petrûsê şandî dilê me xurt dikin ku em baş bala xwe bidin sozên Xwedê, yên ku li ber çavên me tên cih, da ku baweriya me xurttir bibe (2. Petrûs 1: 20, 21). Ew dixwaze ku em bi awayekî maqûl li ser sozên Kitêba Pîroz bifikirin. Ew dilê me xurt dike ku em “li hêviya Roja Xwedê bin” (2. Petrûs 3:11-13). Gelo çima? Ne ji ber ku em dixwazin bizanibin ku Harmegedon wê tam di kîjan “rojê û saetê” de bê, lê ji ber ku em dixwazin “di jiyana pîroz û xwedayî de bijîn” (Meta 24:36; Lûqa 12:40). Em dixwazin ya rast bikin û ji Yehowa re xizmetê bikin, çimkî em pir ji wî hez dikin. Ji bo ku em wisa bifikirin û wisa bikin, gerek em hay ji gotin û kirinên xwe hebin. w23.02 16 par. 4, 6

Roja Çarşemê, 26 Hezîran

Miyên min ên din … jî hene. Divê ez wan jî bînim (Yûhena 10:16).

Ji bo ku “miyên din” li Cenetê bijîn, lazim e ku ew ji niha ve hin tiştan bikin. Gerek em şikurdariya xwe nîşan bidin. Mesela, gava em piştgiriya birayên Îsa Mesîh ên meshkirî dikin, em nîşan didin ku em ji wî hez dikin. Îsa Mesîh gotibû ku ewê miyan li ser vî esasî dîwan bike (Meta 25:31-40). Gerek em di karê belavkirina mizgînê de bi dil û can destekê bidin wan (Meta 28:18-20). Gelo em çawa dikarin xwe ji bo jiyana li Cenetê hazir bikin? Mesela, em dikarin sifet û hunerên baş bi pêş bixin, da ku Yehowa ji me razî be. Em dikarin ji niha ve xîret bikin ku em bi gotin û kirinên xwe durist bin û bi awayekî terazdar bijîn. Wekî din, em dikarin ji Yehowa re, ji jin yan mêrê xwe re û ji xwişk û birayan re dilsoz bin. Eger em di vê dinyaya xerab de guh bidin Yehowa, wê li me hêsantir bê ku em li Cenetê jî guh bidin wî. w22.12 11-12 par. 14-16

Roja Pêncşemê, 27 Hezîran

Yê ku ji min hez dike, ewê ji aliyê Bavê min ve bê hezkirin (Yûhena 14:21).

Em kêfxweş in ku Îsa Mesîh Padîşahê me ye, çimkî ew Hukimdarê herî baş e. Yehowa bi xwe Kurê xwe perwerde kiriye û ew kiriye Padîşah (Îşaya 50:4, 5). Wekî din, Îsa Mesîh ji hezkirinê fedakariyeke mezin kiriye (Yûhena 13:1). Ji ber ku Îsa Padîşahê te ye, ew hêjayî hezkirina te ye. Kesên ku bi rastî ji wî hez dikin dostên wî ne û guh didin emrên wî (Yûhena 14:15; 15:14, 15). Ji bo me rûmeteke pir mezin e ku em dostên Kurê Yehowa ne! Tu dizanî ku Îsa Mesîh yekî dilnizm e û bi awayekî bêqisûr li gor mînaka Bavê xwe dimeşe. Tu elimî ku wî xwarin dida kesên birçî, hêvî dida kesên dilşikestî, û kesên nexweş qenc dikirin (Meta 14:14-21). Tu êdî dizanî ku ew îro çawa rêberiya civatê dike (Meta 23:10). Û tu bawer dikî ku di wexteke nêzîk de, ewê wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê gelek tiştên pir xweş ji bo me bike. Gelo tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ji Îsa Mesîh hez dikî? Wî ji xwe re bike mînak. Wek Îsa Mesîh, jiyana xwe bide destê Yehowa û paşê bin av bibe. w23.03 4 par. 8, 10

Roja Înê, 28 Hezîran

Çavên xwe hildin û bibînin! Ma kê ev afirandin? (Îşaya 40:26, Mizgînî).

Yehowa ne tenê hemû tiştên li ezmanan, lê hemû tiştên li erdê û di behrê de jî afirandine. Em dikarin ji van îşên Xwedê gelek tiştan hîn bibin (Zebûr 104:24, 25). Û bifikire ku Xwedê çawa em xuliqandine. Wî em wisa xuliqandine ku em dikarin ji xweşikiya tebîetê kêfê bistînin. Wekî din, Yehowa Xwedê pênc awayên pêhesînê dane me – dîtin, bihîstin, destdayîn, tehmkirin û bêhnkirin. Bi van pêhesînan, em dikarin ji tiştên ku Xwedê xuliqandine gelek kêfê bistînin. Kitêba Pîroz ji me re sebebekî din ê muhîm dibêje ku çima gerek em bala xwe bidin tiştên xuliqandî. Bi rêya tiştên xuliqandî, em dikarin sifetên Yehowa baştir nas bikin (Romayî 1:20). Mesela, li tiştên ku Xwedê xuliqandine binêre û bibîne ku ew çi qas xweşik in. Ma ev tişt hîkmeta Xwedê nîşan nadin? Wekî din, ka bifikire ku çi qas xwarinên cuda hene ku em dikarin ji wan kêfê bistînin. Ev yek nîşanî me dide ku Yehowa çi qas ji me hez dike. Wexta ku em sifetên Yehowa di tebîetê de bibînin, emê wî baştir nas bikin û nêzîktirî wî bibin. w23.03 16 par. 4-5

Roja Şemiyê, 29 Hezîran

Temamiya peyva te rastî ye (Zebûr 119:160, NWT).

Dinya her ku diçe xerabtir dibe, û baweriya me ya bi gotinên Xwedê wê bê ceribandin. Hin kes wê belkî hewl bidin ku şik û gumanan bixin hiş û dilê me ka Kitêba Pîroz rast e yan na, yan jî ka xulamê dilsoz bi rastî ji aliyê Xwedê ve hatiye tayînkirin yan na. Lê eger em bawer bin ku Peyva Yehowa her tim rast e, hicûmên wisa wê nikaribin baweriya me xera bikin. Emê biqerar bin ku her û her guh bidin qanûnên Yehowa (Zebûr 119:112). Emê şerm nekin ku ji kesên din re behsa rastiyê bikin û ji wan re bibêjin ku bila ew jî di riya rastiyê de bimeşin (Zebûr 119:46). Bi ser de, emê bikaribin bi sebir û bi dilxweşî li hemberî zilm û çetinahiyên din sebat bikin (Kolosî 1:11; Zebûr 119:143, 157). Bi saya vê rastiyê, em dikarin saxlem bisekinin, û armanca jiyana me heye. Wekî din, ev rastiya Kitêba Pîroz hêviya ku emê di bin hukimdariya Padîşahiya Xwedê de jiyaneke pir xweş derbas bikin, dide me. w23.01 7 par. 16-17

Roja Yekşemê, 30 Hezîran

Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin (Yûhena 13:34).

Li şeva berî mirina xwe, Îsa Mesîh ji bo şagirtên xwe dirêj dirêj dua kir. Wî ji Bavê xwe rica kir ku bila ew wan ji Îblîs biparêze (Yûhena 17:15). Ev yek nîşan dide ku Îsa Mesîh ji wan çi qas hez dikir. Ew her çi qas li ber îmtihaneke giran bû jî, wî ji bo halxweşiya şandiyên xwe xem dikir. Wek Îsa Mesîh, gerek em jî ne tenê li ser hewcedariyên xwe bifikirin. Wê baş be ku em her gav ji bo xwişk û birayên din jî dua bikin. Bi vî awayî, em dikarin nîşanî Yehowa bidin ku em guh didin emrê Îsa Mesîh, ê ku gotibû ku gerek em ji hevdû hez bikin. Duayên ji bo xwişk û birayan ne badîhewa ne. Peyva Xwedê dibêje ku “duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e” (Aqûb 5:16). Li seranserê dinyayê, xwişk û birayên me rastî gelek tengasiyan tên. Loma, ew hewceyî duayên me ne. w22.07 23-24 par. 13-15

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne