Tîrmeh
Roja Duşemê, 1 Tîrmeh
Di peyivînê de … ji bawermendan re bibe mînak (1. Tîmotêyos 4:12).
Qabiliyeta xeberdanê, hediyeyeke ji Xwedê ye. Lê, çi heyf e ku qabiliyeta xeberdanê bi awayên xerab hat bikaranîn. Mesela, Îblîs ji Hewayê re derew kir, û seba vê derewê, guneh û qisûrdarî ketin dinyayê (1. Mûsa 3:1-4). Dû re, Adem seba şaşiya xwe hem jina xwe hem Yehowa sûcdar kir (1. Mûsa 3:12). Çend sal bi şûn de, piştî ku Qayîn birayê xwe Habîl kuştibû, wî jî ji Yehowa re derew got (1. Mûsa 4:9). Îro, di gelek fîlman de zimanekî pîs tê bikaranîn. Hem li mekteban hem jî li cihên îş gotinên xerab tên bihîstin. Eger em hay ji xwe nebin, em dikarin ew qas hînî zimanê xerab bibin ku gotinên xerab dikarin bê hemdî ji devê me derkevin. Ji ber ku em Şahidên Yehowa ne, em helbet dixwazin Yehowa razî bikin. Ji bo vê, ne bes e ku em tenê çêran nekin. Gerek em bi xeberdana xwe pesnê Xwedê bidin. w22.04 4 par. 1-3
Roja Sêşemê, 2 Tîrmeh
Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin (Meta 6:24).
Gelo Îsa Mesîh çawa li tiştên madî dinêrî? Wî ji xwarin û vexwarinê kêf distand (Lûqa 19:2, 6, 7). Carekê, wî şerabeke xweş çêkir. Bi ser de, ev yek mucîzeya wî ya pêşîn bû (Yûhena 2:10, 11). Li roja mirina wî jî, wî kincekî biha li xwe kiribû (Yûhena 19:23, 24). Lê belê, Îsa Mesîh herî zêde bala xwe nedida tiştên madî. Îsa Mesîh got ku eger em berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê bigerin, Yehowa wê hewcedariyên me yên madî tedarek bike (Meta 6:31-33). Di warê pere de, gelek mirovan ji hîkmeta Xwedê feyde dîtiye. Ka bala xwe bide mîsala birayekî azib ê bi navê Daniel. Ew dibêje: “Gava ku ez ciwan bûm, min qerar dabû ku ezê di jiyana xwe de herî zêde bala xwe bidim xizmeta ji Yehowa re.” Ji ber ku ew jiyaneke sade dajo, fersenda wî heye ku wext û hunerên xwe ji bo projeyên teşkîlatê bi kar bîne. Ew dibêje: “Pere wê tu caran nikaribûya cihê bereketên ku min ji Yehowa standine, bigirta.” w22.05 21-22 par. 6-7
Roja Çarşemê, 3 Tîrmeh
Wî, hûn ji tariyê gazî ronahiya xwe ya nedîtî kirine (1. Petrûs 2:9).
Bi vê ku em bi dewamî li Kitêba Pîroz û li weşanên li ser esasê Kitêba Pîroz lêkolînê dikin, em nîşan didin ku em ji rastiyê hez dikin. Ferq nake ku çend sal e ku em Şahidên Yehowa ne, gerek em dev ji hînbûnê bernedin. Lêkolîn îşekî giran e, lê bi rastî jî hêjayî keda me ye. Hin kes ji xwendin û lêkolînê pir hez nakin. Lê belê, Yehowa ji me re dibêje ku bila em dev ji lêgerînê bernedin, da ku em rastiyê baştir fehm bikin (Methelokên Silêman 2:4-6). Keda me badîhewa nîne. Birayekî bi navê Corey zelal dike ku gava ew Kitêba Pîroz dixwîne, ew çawa yek bi yek bala xwe dide her ayetê: “Ez her jêrenotê dixwînim, li her referansê dinêrim û zêdetir lêgerînê dikim. … Bi vî şeklî, ez ji xwendinê pir feydeyê dibînim!” Metoda me ya lêkolînê her çi be jî, wê baş be ku em vêya bi dil û can bikin û bi vî awayî nîşan bidin ku em çi qas qîmetê didin rastiyê (Zebûr 1:1-3). w22.08 17 par. 13; 18 par. 15-16
Roja Pêncşemê, 4 Tîrmeh
Ez bi ser hosteyî li cem wî bûm û ez roj bi roj, bi kêfxweşiyê ve tijî bûm, li ber wî, her tim bi coşiyê ve ketim (Methelokên Silêman 8:30).
Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî bi rêya tiştên afirandî alî şagirtên xwe dikir ku ew Bavê wî nas bikin. Bala xwe bidin vê mîsalê. Yehowa hezkirina xwe ji her kesî re nîşan dide. Di Weaza li ser Çiyê de, Îsa Mesîh bala guhdarên xwe kişand ser du tiştên xuliqandî, yên ku ji bo gelek kesan ne tiştên xisûsî ne: şewqa rojê û baran. Bê şewqa rojê û bê baranê jiyan nabe. Yehowa dikaribû ev tişt nedana mirovên ku ji wî re xizmetê nakin. Li şûna vê, ji ber ku Yehowa ji me hez dike, wî şewqa rojê û baran daye her kesî (Meta 5:43-45). Bi vê mîsalê, Îsa Mesîh nîşan da ku Yehowa dixwaze ku em ji her kesî hez bikin. Gava roj diçe ava yan piştî baraneke hênik, bîne bîra xwe ku Yehowa ji her kesî hez dike. Mîsala wî dilê me xurt dike ku em eynî hezkirinê ji hemû mirovan re nîşan bidin û bê ferq ji her kesî re behsa xebera xêrê bikin. w23.03 17 par. 9-10
Roja Înê, 5 Tîrmeh
Ez gelek şaş bûm (Peyxam 17:6).
Gelo Yûhenayê şandî çima ecêbmayî ma? Jinikek li ser cenawirekî sor siwar bû. Ew wek “fahîşeya mezin” û “Babîla mezin” tê binavkirin, a ku bi “padîşahên dinyayê” re bênamûsiyê dike (Peyxam 17:1-5). “Babîla mezin” çi ye? Xuya ye ku ev jinik teşkîlateke siyasî temsîl nake, çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku ew bi serokên siyasî yên vê dinyayê re bêexlaqiyê dike (Peyxam 18:9). Bi ser de, fahîşe li ser wan siwar bûye, yanî dike ku wan kontrol bike. Wekî din, xuya ye ku ev jinik unsûrên ticarî jî temsîl nake, çimkî ev qismên çavbirçî yên dinyaya Îblîs di ayeteke din de wek “bazirganên dinyayê” tên binavkirin (Peyxam 18:11, 15, 16). Li demên berê, bajarê Babîlê merkeza îbadeta sexte bû. Loma xuya ye ku Babîla mezin hemû cureyên îbadeta sexte temsîl dike. Ew bi rastî jî împaratoriya cîhanî ya dînê sexte ye (Peyxam 17:5, 18). w22.05 11 par. 14-16
Roja Şemiyê, 6 Tîrmeh
Neyarê we Îblîs, wek şêrekî ku dihumîne digere, ka ewê kê daqurtîne (1. Petrûs 5:8).
Bandora dinyaya Îblîs pir giran e. Loma, dayik carinan meraq dikin ka zarokên wan wê riya Yehowa hilbijêrin yan na. Bi ser de, gelek dayik zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dikin, yan jî bav Şahidê Yehowa nîne. Helbet, eger tenê dê yan bav şagirtê Îsa Mesîh e, ev yek hêsan nîne. Ji aliyê din ve, hem dê hem bav her du Şahidên Yehowa ne jî, carinan li wan hêsan nayê ku bigihîjin dilê zarokên xwe, da ku ew ji Yehowa hez bikin û bibin xizmetkarên wî. Lê bi zêdeyî xeman nexwin, çimkî Yehowa wê alî we bike. Hûn dikarin ji dê û bavên din bipirsin ka ew weşan û hacetên din çawa di Îbadeta Malbatê de bi kar tînin (Methelokên Silêman 11:14). Ji xeynî vê, Yehowa dikare alî we bike ku hûn fikrên zarokan rind fehm bikin û bigihîjin dilê wan (Methelokên Silêman 20:5). w22.04 17 par. 4, 7; 18 par. 9
Roja Yekşemê, 7 Tîrmeh
Ez her tim dua dikim ku hezkirina we bi zanîn û fehmkirinê her ku diçe zêdetir bibe (Filîpî 1:9, NWT).
Ji bo ku em ji Yehowa hê jî zêdetir hez bikin, gerek em Kurê wî, yê ku bi awayekî kamil dişibe Bavê xwe, rindtir nas bikin (Îbranî 1:3). Ji bo vê, riya herî baş ev e ku em çar qeydên Încîlê lêkolîn bikin. Eger te hê ji xwe re nekiriye adet ku Kitêba Pîroz her roj bixwînî, ji îro ve dest pê bike. Li dema xwendina van qeydan, rind bala xwe bide sifetên Îsa Mesîh. Ew yekî dilgerm bû, û wî ji zarokan hez dikir û ew hembêz dikirin (Marqos 10:13-16). Şandiyên wî dikaribû bi rihetî ji wî re behsa hîs û fikrên xwe bikin (Meta 16:22). Sebeba vê ev bû ku Îsa Mesîh çav dida Bavê xweyî ezmanî. Yehowa jî yekî dilgerm e. Em dikarin ji wî re bi rihetî dua bikin û dilê xwe ji wî re vekin, çimkî em dizanin ku ew me rexne nake, lê ji me hez dike û xema me dixwe (1. Petrûs 5:7). w22.08 3 par. 4-5
Roja Duşemê, 8 Tîrmeh
Çimkî tu qenc î û hazir î ku efû bikî, ey Yehowa (Zebûr 86:5, NWT).
Ji ber ku Yehowa em xuliqandine, ew di heqê me de her tiştî dizane. Ka bifikire: Ew her kesî rind nas dike! (Zebûr 139:15-17). Ew dizane ku em însanên qisûrdar in, û ew kêmasiyên ku me ji dê û bavê xwe mîras standine, dibîne (Zebûr 78:39). Wekî din, ew her tiştê ku li ser şexsiyeta me bandor kiriye dizane. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Çawa ku bav li hemberî kurên xwe dilrehm e, Yehowa jî li hemberî kesên ku jê ditirsin, dilrehm e. Çimkî ew tebîeta me rind dizane û ji bîr nake ku em ax in” (Zebûr 103:13, 14, NWT). Yehowa îsbat kiriye ku ew hazir e ku me efû bike. Ew rind dizane ku seba sûcê Adem, em gişt ketine bin laneta guneh û mirinê (Romayî 5:12). Em nikarin xwe yan kesekî din ji vê lanetê bifilitînin (Zebûr 49:7-9). Lê belê, Xwedayê meyî dilovan tiştek tedarek kiriye, da ku em azad bin. Wek Yûhena 3:16 nîşan dide, Yehowa Kurê xweyî yekta şand ku di oxira me de bimire (Meta 20:28; Romayî 5:19). w22.06 3 par. 5-6
Roja Sêşemê, 9 Tîrmeh
Mirovekî ku hezkirina dilsoz nîşan dide li xwe qenciyê dike (Methelokên Silêman 11:17, NWT).
Yehowa nîşanî xizmetkarê xweyî dilsoz Eyûb dabû ku efûkirin çi qas muhîm e. Kesên efûkar wê werin efûkirin. Gotinên Elîfaz, Bîldad û Sofar dilê Eyûb pir êşandibû. Dîsa jî, Yehowa ji wî re got ku bila ew ji bo wan dua bike. Piştî ku Eyûb ev yek kir, Yehowa ew bibereket kir (Eyûb 42:8-10). Gava em dev ji kînê bernadin, em zerarê didin xwe. Kîn barekî giran e, û Yehowa dixwaze ku em vî barî ji ser xwe bavêjin (Efesî 4:31, 32). Ew ji me re wisa dibêje: “Ji hêrsê bireve, dev ji xezebê berde” (Zebûr 37:8). Ev yek bi rastî jî şîreteke bihîkmet e. Kîn dikare sihet û psîkolojiya me xera bike (Methelokên Silêman 14:30). Çawa ku kesekî ku jehrê vedixwe zerarê nade kesê din, lê zerarê dide xwe, kesê ku kînê dajo jî tenê zerarê dide xwe. Lê belê, kesekî ku mirovan efû dike xêrê li xwe dike. Eger em mirovan efû bikin, hizûr wê bikeve dilê me, û emê bikaribin bi dilrihetî ji Yehowa re xizmet bikin. w22.06 10 par. 9-10
Roja Çarşemê, 10 Tîrmeh
Zirxê bawerî û hezkirinê wergirin û kumzirxê hêviya xilasiyê bidin serê xwe (1. Selanîkî 5:8).
Mîna kumzirxekî, hêviya me hişê me diparêze û alî me dike ku em ne tenê li ser xwestekên xwe bifikirin, çimkî em dizanin ku jiyaneke xwehez dikare dostaniya me ya bi Yehowa re xera bike (1. Korîntî 15:33, 34). Kumzirxê hêviyê dikare me ji nêrînên şaş biparêze. Hin kes difikirin ku ew her çi bikin jî, Yehowa ji xîreta wan ne razî ye. Bîne bîra xwe ku Elîfaz – yekî ji sê dostên sexte yên Eyûb – çi gotibû: “Ma mirov çî ye ku paqij bibe?” Wekî din, Elîfaz di heqê Xwedê de wisa gotibû: “A vay, Xwedê ji pîrozên xwe re ewle nîne, heta ezman jî di çavê wî de ne paqij in” (Eyûb 15:14, 15). Derew! Ji bîr neke ku nêrînên wisa ji Îblîs tên. Ew dizane ku eger fikrên wisa di dilê te de mezin bibin, hêviya te wê winda bibe. Loma, derewên wisa red bike. Bawer be, Yehowa dixwaze ku tu heta bi hetayê bijî û ewê alî te bike ku tu bigihîjî vê hedefê (1. Tîmotêyos 2:3, 4). w22.10 25-26 par. 8-10
Roja Pêncşemê, 11 Tîrmeh
Eyûb bi lêvên xwe ve sûc nekir (Eyûb 2:10).
Îblîs dixwest Eyûb bide bawerkirin ku sebeba derdên wî ev e ku Yehowa êdî ji wî razî nîne. Mesela, Îblîs bayekî sert bi kar anî ku xaniyê ku zarokên Eyûb tê de bi hev re kêf dikir, hilweşîne (Eyûb 1:18, 19). Wekî din, wî keriyên Eyûb û şivanên ku li wan dinêrî bi agirê ji ezmên kuştin (Eyûb 1:16). Ji ber ku ba û agir ji ezmên hatin, Eyûb difikirî ku ew ji Yehowa bûn. Ew difikirî ku Yehowa li wî hêrs ketibû, lê dîsa jî, wî lanet li Bavê xweyî ezmanî neanî. Bi salan, Eyûb gelek tiştên baş ji Yehowa standibûn, û ew difikirî ku madem ku ew hazir bû ku van tiştan qebûl bike, gerek ew hazir be ku tiştên xerab jî qebûl bike. Loma, wî got: “Bila navê XUDAN pîroz be!” (Eyûb 1:20, 21). w22.06 21 par. 7
Roja Înê, 12 Tîrmeh
Ji ber navê min hemû mirov wê ji we nefret bikin. Lê yê ku heta dawiyê sebir bike, ewê xelas bibe (Marqos 13:13, NWT).
Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku dinya wê ji wan nefret bike (Yûhena 17:14). Bi xisûsî di 100 salên çûyî de, me pêkhatina 1. Mûsa 3:15 dîtiye. Gelo çawa? Wexteke kin piştî ku Îsa Mesîh di sala 1914an de bû Padîşahê Padîşahiya Xwedê, Îblîs ji ezmanan hat avêtin xwarê. Ew êdî nikare vegere ezmanan, û di demeke nêzîk de, ewê ji holê bê rakirin (Peyxam 12:9, 12). Ji ber vê yekê, ew pir bihêrs e û hicûmî xizmetkarên Xwedê dike (Peyxam 12:13, 17). Loma, dinya ji Şahidên Yehowa hê jî zêdetir nefret dike. Dîsa jî, ne lazim e ku em ji Îblîs û ji alîgirên wî bitirsin. Wek Pawlosê şandî, em dikarin bi bawerî wisa bibêjin: “Eger Xwedê ji aliyê me ye, kî dikare li hember me be?” (Romayî 8:31). Em dikarin xwe bi temamî bispêrin Yehowa. w22.07 18 par. 14-15
Roja Şemiyê, 13 Tîrmeh
Ev mizgîna Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê belavkirin (Meta 24:14, NWT).
Îsa Mesîh endîşe nedikir ku li dawiya vê sîstemê, karker wê hindik bin. Wî dizanibû ku ev gotin wê bên cih: “Di roja te ya şer de, wê gelê te bi dilxwazî herin” (Zebûr 110:3). Gava tu mizgînê belav dikî, tu destekê didî Îsa Mesîh û xulamê dilsoz û piştgiriya pêkhatina vê wehdê dikî. Belê, îş bi pêş ve diçe, lê helbet çetinahî jî hene. Yek ji çetinahiyan ev e ku gelek kes ji îşê me nefret dikin. Kesên ku li hemberî rastiyê serî hildidin, alimên dînî û siyasetvan di heqê îşê me de derewan belav dikin. Eger meriv, heval yan hevalkarên me ji van derewan bawer bikin, dibe ku ew zorê li me bidin ku em dev ji xizmeta Yehowa û ji belavkirina mizgînê berdin. Li hin welatan, xwişk û birayên me tên tirsandin, girtin û avêtin hebsê. w22.07 8 par. 1; 9 par. 5-6
Roja Yekşemê, 14 Tîrmeh
Divê em di gelek tengahiyan re derbas bibin û bikevin Padîşahiya Xwedê (Karên Şandiyan 14:22).
Yehowa dixwaze ku em Kitêba Pîroz bi dewamî lêkolîn bikin û li ser kûr bifikirin. Her ku em tiştên ku em jê hîn dibin di jiyana xwe de pêk tînin, baweriya me xurttir dibe, û em nêzîktirî Bavê xweyî ezmanî dibin. Ev yek wê qewetê bide me, da ku em li hemberî tengasiyan sebat bikin. Wekî din, Yehowa ruhê pîroz dide kesên ku xwe dispêrin Peyva wî. Tengasiya me her çi be jî, ruhê pîroz wê “hêzeke ku ji normalê zêdetir e” bide me, da ku em karibin li hemberî her tiştî sebat bikin (2. Korîntî 4:7-10, NWT). Bi saya vîdeo, muzîk û meqaleyên ku “xulamê dilsoz û şehreza” têr û tije tedarek dike, Yehowa alî me dike ku em baweriya xwe ava bikin û ji aliyê ruhî ve hişyar bimînin (Meta 24:45). Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî ji hevdû hez bikin û di dema tengasiyê de dilê hevdû rihet bikin (2. Korîntî 1:3, 4; 1. Selanîkî 4:9). Wexta ku em rastî tengasiyan tên, xwişk û birayên me hazir in ku alî me bikin, da ku em dilsoz bimînin. w22.08 12 par. 12-14
Roja Duşemê, 15 Tîrmeh
Xîretkêşiyê bikin ku hûn yekîtiya Ruh bi hevgirêdana aştiyê biparêzin (Efesî 4:3).
Wê baş be ku em sifetên baş ên xwişk û birayan bînin zimên. Bi vê yekê, em dikarin hezkirin û dostaniya di nav xwişk û birayan de ava bikin. Car caran, xwişk û birayên bitecrûbe jî dikarin li ser hin meseleyan bi hev re minaqeşe bikin. Pawlosê şandî û dostê wî Barnabas jî carekê bi hev re minaqeşe kiribû ka Marqos bi xwe re bibin yan na. Kitêba Pîroz dibêje: “Devjeniyeke dijwar ket nav wan, wisa ku ji hev veqetiyan” (Karên Şandiyan 15:37-39). Lê belê, Pawlos, Barnabas û Marqos paşê dîsa li hev hatin. Demeke bi şûn de, Pawlos pesnê Barnabas û Marqos da (1. Korîntî 9:6; Kolosî 4:10). Eger di nav me û xwişk û birayên din de problemek çêbe, gerek em jî bi wan re li hev werin û bala xwe bidin sifetên wan ên baş. Bi vî awayî, em dikarin aştî û yekîtiyê biparêzin. w22.08 22-23 par. 10-11
Roja Sêşemê, 16 Tîrmeh
Êdî kesên din mehkûm nekin, da ku hûn jî neyên mehkûmkirin (Meta 7:1, NWT).
Gerek em xîret bikin ku li gor standardên Yehowa bijîn, lê gerek em kesên din rexne nekin û xwe ji wan çêtir nebînin. Çimkî em dizanin ku “Hakimê hemû dinyayê” Yehowa ye (1. Mûsa 18:25, NWT). Yehowa em tayîn nekirine ku em li ser kesên din hukim bidin. Ka serpêhatiya Ûsiv bîne ber çavê xwe. Wî li ser kesên din – heta li ser yên ku xerabî li wî kiribû jî – hukim nedida. Birayên wî hicûmî wî kiribû, ew wek xulam firotibû û paşê ji bavê xwe re gotibû ku ew mirî ye. Gelek sal bi şûn de, Ûsiv dîsa rastî birayên xwe hat. Ew êdî hukimdarekî biqudret bû, û wî dikaribû bi sertî li ser wan hukim bidaya û heyfa xwe bistanda. Birayên wî her çi qas seba kirinên xwe poşman bûn jî, ew ditirsiyan ku Ûsiv wê heyfa xwe bistîne. Lê belê, Ûsiv ji wan re got: “Netirsin. Ma ez di cihê Xwedê de me?” (1. Mûsa 37:18-20, 27, 28, 31-35; 50:15-21, Mizgînî). Belê, Ûsiv bi dilnizmî hukim hişt destê Yehowa. w22.08 30 par. 18-19
Roja Çarşemê, 17 Tîrmeh
Heta ji destê te tê, qenciyê ji kesê heq dike texsîr neke (Methelokên Silêman 3:27, Mizgînî).
Gava ku kesek ji Yehowa Xwedê re dua dike û jê alîkariyê dixwaze, Xwedê gelek caran bi destê xizmetkarên xwe dilrihetiyê didê (Kolosî 4:11). Ferq nake ku kesek rîspî, alîkarê xizmetê, pêşeng, mizgînvan, ciwan yan extiyar be, Yehowa dikare bi destê her kesî alîkariyê bide kesên din. Çi tiştekî xweş e ku em dikarin bi vî awayî hem ji Yehowa re hem jî ji xwişk û birayên xwe re xizmetê bikin! Mesela, wexta ku nexweşî belav dibin, felaketên tebîetê çêdibin yan zilm li kesên din tê kirin, em dikarin ji wan re bibin alîkar. Belkî jî em dixwazin zêdetir destekê bidin kesên din, lê ji ber ku em li ferdên malbata xwe yên nexweş dinêrin, ev jî carinan zehmet e. Lê dîsa jî, em dixwazin ji xwişk û birayan re alîkariyê bikin. Û gava çi ji destê me tê em dikin ku alîkariya wan bikin, em dilê Yehowa xweş dikin (Methelokên Silêman 19:17). w22.12 22 par. 1-2
Roja Pêncşemê, 18 Tîrmeh
Emrê min ev e: Ji hevdû hez bikin, wek ku min ji we hez kir (Yûhena 15:12).
Hezkirin esasê pêbawerbûnê ye. Îsa Mesîh gotibû ku du emrên herî mezin ev in ku em ji Yehowa û ji însanan hez bikin (Meta 22:37-39). Yehowa bi temamî pêbawer e, û ji ber ku em ji wî hez dikin, em dixwazin wî ji xwe re emsal bigirin. Wekî din, ji ber ku em ji xwişk û birayan hez dikin, em dixwazin meseleyên wan ên xisûsî veşartî bihêlin. Em naxwazin bi gotinên xwe bibin sebeb ku ew zerarê bibînin, şerm bikin yan êşê bikişînin. Dilnizmî jî wê alî me bike ku em mirovên pêbawer bin. Şagirtekî dilnizm hewl nade ku her tişt serê pêşîn ji wî were bihîstin (Filîpî 2:3). Ji ber ku ew naxwaze xwe li ber çavê însanan mezin bike, ew wan nade fikirandin ku ba wî melûmatên xisûsî hene, yên ku ew nikare eşkere bike. Wekî din, kesekî dilnizm li ser meseleyên ku di Kitêba Pîroz de yan di weşanên me de derbas nabin, texmînên xwe belav nake. w22.09 12 par. 12-13
Roja Înê, 19 Tîrmeh
Zanîna rast wê zêde bibe (Danîêl 12:4, NWT).
Melek ji Danîêl re gotibû ku xizmetkarên Xwedê wê gotinên ji kitêba Danîel baştir fehm bikin. Lê, “dê tu kesî ji yên xeraban e, fêhm nekin” (Danîêl 12:10). Gerek em bi hal û hereketên xwe îsbat bikin ku em ne kesên xerab in (Maleyaxî 3:16-18). Yehowa îro kesên ku ew wek ‘malê xwe’ yê biqîmet dibîne, top dike. Ma em naxwazin di nav wan de bin? Rojên me bi rastî jî rojên xisûsî ne. Di demeke nêzîk de, hemû kesên xerab wê bên helakkirin. Paşê, emê pêkhatina vê soza Yehowa ya ji Danîêl re bibînin: “Tê hişyar bibî û xelata xwe bistînî” (Danîêl 12:13, Mizgînî). Eger tu hesreta wê rojê yî ku Danîêl û hezkiriyên te wê dîsa rabin, xîret bike ku tu dilsoz bimînî. Bi vî awayî, navê te wê di Kitêba Jiyanê de bimîne! w22.09 24 par. 17; 25 par. 19-20
Roja Şemiyê, 20 Tîrmeh
Ez te dişînim (Hêzekîêl 2:3).
Hêzekîêl bê şik ji van gotinan qewet distand. Gelo çima? Bi îhtimaleke mezin, wî dizanibû ku gava Yehowa Mûsa û Îşaya wek pêxember tayîn kiribûn, wî ji wan re eynî tişt gotibû (2. Mûsa 3:10; Îşaya 6:8). Wekî din, Hêzekîêl dizanibû ku Yehowa alî van du pêxemberan kiribû ku ew li gel tengasiyan bi ser bikevin. Madem ku Yehowa du caran ji Hêzekîêl re got “ez te dişînim”, wî dikaribû xwe bispêre desteka Yehowa. Ji xeynî vê, di kitêba Hêzekîêl de gelek caran wisa tê gotin: “Gotina XUDAN ji min re hat” (Hêzekîêl 3:16; 6:1). Hêzekîêl bê şik emîn bû ku Yehowa ew şandibû. Wekî din, ji ber ku Hêzekîêl kurê kahîn bû, bavê wî bi îhtimaleke mezin rêyî wî dabû ku Yehowa çawa ji pêxemberên xwe re gotibû ku ew li kêleka wan e. Mesela, Yehowa ji Îshaq, Aqûb û Yêremya re wisa gotibû: “Ez bi te re me” (1. Mûsa 26:24; 28:15; Yêremya 1:8). w22.11 2 par. 3
Roja Yekşemê, 21 Tîrmeh
Jiyana herheyî … ev e (Yûhena 17:3).
Adem û Hewayê her çi qas guneh kir û bi vê yekê mirin anî ser zarokên xwe jî, Yehowa armanca xwe neguherandiye (Îşaya 55:11). Ew hê jî dixwaze ku însanên dilsoz her û her bijîn. Tiştên ku Yehowa gotine û kirine, da ku ew armanca xwe pêk bîne, vê yekê bi eşkereyî nîşan didin. Yehowa soz daye ku ewê miriyan rake û fersendê bide wan ku ew her û her bijîn, û xizmetkarên Xwedê yên berê bi vê yekê bawer bûn (Karên Şandiyan 24:15; Tîtos 1:1, 2). Mesela, Eyûb emîn bû ku Yehowa ji dil dixwaze miriyan rake (Eyûb 14:14, 15). Danîêl pêxember dizanibû ku fersenda miriyan heye ku ew bên rakirin û heta bi hetayê bijîn (Zebûr 37:29; Danîêl 12:2, 13). Cihûyên ku di rojên Îsa Mesîh de dijiyan dizanibû ku Yehowa dikare “jiyana herheyî” bide xizmetkarên xwe yên dilsoz (Lûqa 10:25; 18:18). Îsa Mesîh jî çend caran behsa vê wehdê kiribû, û ew bi xwe ji aliyê Bavê xwe ve ji mirinê hat rakirin (Meta 19:29; 22:31, 32; Lûqa 18:30; Yûhena 11:25). w22.12 4-5 par. 8-9
Roja Duşemê, 22 Tîrmeh
Ez bi te ewledar bûm ya Xudan (Zebûr 31:14).
Yehowa dixwaze ku em nêzîkî wî bin (Aqûb 4:8). Ew hazir e ku ji me re bibe Xwedê, Bav û Dost. Ew duayên me dibihîze, û gava em dikevin tengasiyê, ew alî me dike. Wekî din, ew me bi destê teşkîlata xwe hîn dike û diparêze. Ji bo ku em nêzîkî Yehowa bibin, gerek em jê re dua bikin, Peyva wî bixwînin û li ser Peyva wî kûr bifikirin. Bi saya van tiştan, emê ji wî zêdetir hez bikin û zêdetir qîmetê bidin wî. Emê bixwazin guhdariya wî bikin û pesnê wî bidin (Peyxam 4:11). Her ku em Yehowa baştir nas bikin, emê zêdetir îtibara xwe bi wî û bi teşkîlata ku wî ji bo xêra me ava kiriye, bînin. Îblîs hewl dide ku îtibara ku em bi Yehowa û bi teşkîlata wî tînin, hêdî hêdî xera bike. Ji bo ku em nekevin vê dafikê û terka Xwedê û teşkîlata wî nedin, pir muhîm e ku baweriya me xurt be û em bi dil û can îtibara xwe bi Yehowa bînin (Zebûr 31:13, 14). w22.11 14 par. 1-3
Roja Sêşemê, 23 Tîrmeh
Ji bo ku ji Xwedayê xwe pê ve neperizin îlahekî din û jê re xulamiyê nekin, wan canê xwe avêt talûkê (Danîêl 3:28, Mizgînî).
Gelek şagirtên Îsa Mesîh azadiya xwe û heta canê xwe avêtiye talûkeyê ji ber ku wan ji Yehowa hez dikir û ew wek Serwer qebûl dikir. Wek sê xortên Îbranî, yên ku seba dilsoziya xwe ya ji Yê Bilind re ji nav êgir hatibûn xelaskirin, şagirtên Îsa Mesîh jî tu caran dev ji dilrastiya xwe bernadin. Bi van gotinan, Dawid Padîşah nîşan dabû ku çi qas muhîm e ku em li ber Xwedê dilrast bimînin: “Li miletan hukum dike Xudan, li min jî hukum bike ya Xudan! Li gor rastî û durustiya [dilrastiya, NWT] min” (Zebûr 7:8). Di ayeteke din de jî, Dawid wisa gotibû: “Bila rastî û durustî [dilrastî, NWT] min biparêze, hêviya min hergav tu yî” (Zebûr 25:21). Loma, çi dibe bila bibe, em dixwazin ji Yehowa re dilsoz bimînin! Îcar emê jî wek zebûrbêjê ku wisa gotibû, hîs bikin: “Yên ku bi dilrastî û li gor qanûna Yehowa dimeşin çi qas dilxweş in!” (Zebûr 119:1, NWT). w22.10 17 par. 18-19
Roja Çarşemê, 24 Tîrmeh
Hêza wî ya herheyî û Xwedêtiya wî, bi ser ku nayên dîtin jî, bi tiştên ku hatine çêkirin bi zelalî tên dîtin (Romayî 1:20).
Eyûb di jiyana xwe de bi gelek kesan re sohbet kiribû, lê sohbeta wî ya bi Yehowa Xwedê re ya herî bitesîr bû. Yehowa bala Eyûb kişand ser çend tiştên ku di tebîetê de bêemsal in. Bi vî awayî, Eyûb fehm kir ku hîkmeta Xwedê bêqisûr e û ew dikare li xizmetkarên xwe xwedî derkeve. Mesela, Xwedê ev yek anî bîra Eyûb: Çawa ku ew li heywanan xwedî derdikeve, ew dikare li Eyûb jî xwedî derkeve (Eyûb 38:39-41; 39:1, 5, 13-16). Ji ber ku Eyûb baş bala xwe dida tiştên afirandî, ew li ser sifetên Yehowa gelek tiştên biqîmet hîn bû. Eger em baş bala xwe bidin tiştên ku Xwedê çêkirine, emê jî di heqê wî de gelek tiştan bielimin. Lê ev yek carinan zehmet e. Mesela, belkî fersenda kesên ku li bajaran dimînin kêm e ku her roj li tebîetê mêze bikin. Kesên ku li gundan dijîn jî, belkî wextê nabînin ku baş li tebîetê binêrin. Lê hêja ye ku em wextê veqetînin û baş bala xwe bidin tebîetê. w23.03 15 par. 1-2
Roja Pêncşemê, 25 Tîrmeh
Yê aqilmend talûkeyê dibîne û xwe vedişêre (Methelokên Silêman 22:3, Mizgînî).
Îsa Mesîh gotibû ku berî ku dawî bê, “erdhejînên mezin” û felaketên din jî wê biqewimin (Lûqa 21:11). Wekî din, wî ji berê ve behsa “zêdebûna neheqiyê” kiribû. Mesela, em îro dibînin ku zilm, zordarî û hicûmên terorî çêdibin (Meta 24:12). Îsa Mesîh qet negotibû ku ev bela wê tenê bên serê kesên ku Yehowa Xwedê red dikin. Wekî em dizanin, gelek xizmetkarên Yehowa jî bûne qurbanên van felaketên xerab (Îşaya 57:1; 2. Korîntî 11:25). Dibe ku Yehowa me bi awayekî mucîzewî ji hemû felaketan neparêze, lê çi jî ji me re lazim e, ew dide me ku em bêhna xwe fireh bikin û dilrihetiya xwe winda nekin. Eger em ji niha ve haziriya xwe bikin, wê hêsantir be ku em di halekî acîl de dilrihet bimînin. Gelo ev hazirî tê maneya ku baweriya me ya bi Yehowa kêm e? Helbet na. Bi eslê xwe, gava ku em haziriyê dikin, em baweriya xwe nîşan didin ku ew bi rastî dikare alî me bike. Peyva Xwedê şîretê dide me ku bila em xwe ji bo felaketên ku dikarin çêbin hazir bikin. w22.12 18 par. 9-10
Roja Înê, 26 Tîrmeh
Ji bo parastina jiyanê, Xwedê ez li pêşiya we şandim (1. Mûsa 45:5, Mizgînî).
Wexta ku Ûsiv di zindanê de bû, Yehowa du xewnên ecêb nîşanî Fîrawûn dan. Gava Fîrawûn bihîst ku Ûsiv dikare xewnan şîrove bike, wî gazî Ûsiv kir. Bi alîkariya Yehowa, Ûsiv xewnên Fîrawûn şîrove kirin û jê re got ku gerek ew çi bike. Fîrawûn fehm kir ku Yehowa bi Ûsiv re ye, loma wî ew li seranserê welatê Misrê kir wezîrê îdareya xwarinê (1. Mûsa 41:38, 41-44). Paşê, xelayeke giran hem ser Misrê hem ser Kenanê, yanî ser welatê ku malbata Ûsiv lê dijiya, bandor kir. Hingê Ûsiv dikaribû malbata xwe ji xelayê xelas bike. Bi vî awayî, malbata bav û kalên Mesîhê sozdayî hat parastin. Belê, yê ku bû sebeb ku Ûsiv di her tiştî de serkeftî be, Yehowa Xwedê bû! Dawiya dawî, Yehowa xerabiya birayên Ûsiv wek fersendeke ji bo pêkanîna daxwaza xwe bi kar anî. w23.01 17 par. 11-12
Roja Şemiyê, 27 Tîrmeh
Hay ji xwe hebin (Lûqa 21:34).
Kesê ku hay ji xwe heye, bala xwe dide tiştên ku dikarin zerarê bidin dostaniya wî ya bi Yehowa re, û ew hewl dide ku xwe ji wan dûr bigire. Bi vî awayî, ew di hezkirina Xwedê de dimîne (Methelokên Silêman 22:3; Cihûda 20, 21). Pawlosê şandî ji şagirtên Îsa Mesîh re gotibû ku gerek ew hay ji xwe hebin. Mesela, wî ji Efesiyan re wisa gotibû: “Loma bala xwe bidinê ka hûn çawa rêve diçin, ne wek ên neşehreza, lê belê wek ên şehreza herin” (Efesî 5:15, 16). Îblîs tim xîret dike ku dostaniya me ya bi Yehowa re xera bike. Loma Kitêba Pîroz vê şîretê dide me: “Fêm bikin ka daxwaza Xudan çi ye.” Eger em wisa bikin, emê xwe ji hemû hicûmên Îblîs biparêzin (Efesî 5:17). Ji bo ku em qerarên baş bidin, gerek em fehm bikin ku “daxwaza Xudan çi ye”. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em her roj Peyva Xwedê bixwînin û li ser gotinên wê kûr bifikirin. Her ku em fehm bikin ku daxwaza Yehowa çi ye û her ku em li gor “fikra Mesîh” bifikirin, emê zêdetir “wek ên şehreza” hereket bikin (1. Korîntî 2:14-16). Eger em wisa bikin, ji bo her tiştî ji me re qanûn û qaîde ne lazim in. w23.02 16-17 par. 7-9
Roja Yekşemê, 28 Tîrmeh
Bi nûbûna hişê xwe werin guhertin, da ku hûn fêm bikin daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye (Romayî 12:2).
Ma em mala xwe her gav paqij nakin? Gava em mala xwe bar dikin xaniyekî nû, helbet em wî rind paqij dikin. Lê eger em mala xwe her tim paqij nekin, emê bi zeman re di nav tozê de bifetesin. Loma, lazim e ku em her tim paqijiya malê bikin, da ku mala me bi rêk û pêk be. Mîna vê, lazim e ku em bi dewamî li ser fikrên xwe û li ser şexsiyeta xwe bixebitin. Berî ku em bin av bûn, me helbet pir xîret kiribû ku jiyana xwe biguherînin û “em xwe ji her cûreyê murdariya ruh û bedenê paqij bikin” (2. Korîntî 7:1). Lê niha jî lazim e ku em bi dewamî “di ruh û hişê xwe de nû bibin” (Efesî 4:23). Toz û qirêjiya vê dinyayê dikare me zû bilewitîne. Loma, ji bo ku em li ber çavê Yehowa paqij bimînin, gerek em fikrên xwe, şexsiyeta xwe û xwestekên xwe bi dewamî analîz bikin. w23.01 8 par. 1-2
Roja Duşemê, 29 Tîrmeh
Yehya dît ku ruhê Xwedê wek kevokekê daket ser Îsa (Meta 3:16, NWT).
Bîne ber çavê xwe ku tu guh didî xeberdana Îsa Mesîh. Gotinên Nivîsarên Pîroz tim di bîra wî de bûn û wî ew gelek caran bi serbestî dianîn zimên! Gava Îsa bin av bû û bi ruhê pîroz wek Mesîh hat hilbijartin, wisa xuya dike ku jiyana wî ya li ezmanan dîsa hat bîra wî. Gotinên pêşîn ên piştî binavbûna wî û hinek gotinên dawîn ên berî mirina wî ayetên ji Nivîsarên Pîroz bûn (5. Mûsa 8:3; Zebûr 31:5; Lûqa 4:4; 23:46). Îsa Mesîh di dema xizmeta xwe de di nav sê sal û nîvan de gelek caran li ber xelkê ji Nivîsarên Pîroz dixwend, ayet ji hişê xwe digotin û ew şîrove dikirin (Meta 5:17, 18, 21, 22, 27, 28; Lûqa 4:16-20). Gelek salan berî ku Îsa Mesîh dest bi xizmeta xwe kir, wî tim Peyva Xwedê dixwend û dibihîst. Li malê, wî bê şik dibihîst ku Ûsiv û Meryemê çawa rasterast ji Nivîsarên Pîroz xeber dida (5. Mûsa 6:6, 7). Wekî din, Îsa her roja Sebtê tevî malbata xwe diçû kenîşteyê (Lûqa 4:16). Li wê derê, dema ku ji Nivîsarên Pîroz dihat xwendin, wî baş guhdarî dikir. w23.02 8 par. 1-2
Roja Sêşemê, 30 Tîrmeh
Ji Xudan Xwedayê xwe … hez bike (Marqos 12:30).
Ji ber gelek sebeban, tu ji Yehowa hez dikî. Mesela, te fehm kiriye ku Xwedê “çavkaniya jiyanê” ye û “her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî” ji wî tê (Zebûr 36:9, KP; Aqûb 1:17). Belê, her tiştê qenc dayîna Bavê meyî dilovan û destvekirî ye. Fîdye hediyeyeke pir biqîmet e ku Yehowa daye me. Em çima dikarin vê yekê bibêjin? Ka li ser dostaniya Yehowa û Kurê wî bifikire. Îsa Mesîh gotibû: “Bav … ji min hez dike” û “ez ji Bav hez dikim” (Yûhena 10:17; 14:31). Ji ber ku ew bi milyaran salan bi hev re bûn, dostaniya wan gelekî xurt bû (Methelokên Silêman 8:22, 23, 30). Ka bifikire, gava Xwedê hişt ku Kurê wî gelek cefa bikişîne û bê kuştin, êşa dilê wî çi qas giran bû. Yehowa ji te û ji hemû mirovan ew qas hez dike ku wî jiyana Kurê xweyî hezkirî ji bo me feda kir. Bi vî awayî, em dikarin jiyana bêdawî bistînin (Yûhena 3:16; Galatî 2:20). Ma ev ne sebebekî pir mezin e ku em ji Xwedê hez bikin? w23.03 4-5 par. 11-13
Roja Çarşemê, 31 Tîrmeh
Tiştê ku bi we re ye hişk bigirin (Peyxam 2:25).
Gerek em gotinên kesên ku li hemberî rastiye serî hildidin, red bikin. Îsa Mesîh hin kesên di civata Pergamayê de serrast kirin ji ber ku wan yekîtiya civatê xera dikir (Peyxam 2:14-16). Wî pesnê xwişk û birayên li bajarê Tiyatîrayê da, çimkî wan xwe ji “sirên Îblîs ên kûr” dûr digirt, û wî ji wan re got ku bila ew rastiyê “hişk bigirin” (Peyxam 2:24-26). Lazim bû ku kesên ku ketibûn ber bayê hîndariyên sexte tobe bikira. Gelo dersa ji bo me çi ye? Gerek em hîndariyên ku li dijî fikrên Yehowa ne, red bikin. Kesên ku li hemberî rastiyê serî hildidin xwe wisa nîşan dikin qey ew qîmetê didin Kitêba Pîroz, lê bi eslê xwe, ew ji Yehowa dûr in (2. Tîmotêyos 3:5). Ji bo ku em bi hîndariyên sexte nexapin, gerek em Peyva Xwedê bi dil û can lêkolîn bikin (2. Tîmotêyos 3:14-17; Cihûda 3, 4). Gerek em dîqat bikin ku îbadeta me ji Yehowa re meqbûl be. Eger em pê derxin ku îbadeta me seba tiştekî ku em dikin ne meqbûl e, gerek em vê kêmasiya xwe zû serrast bikin (Peyxam 2:5, 16; 3:3, 16). w22.05 4 par. 9; 5 par. 11