KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • es24 r. 78-88
  • Tebax

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Tebax
  • Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2024
  • Sernivîs
  • Roja Pêncşemê, 1 Tebax
  • Roja Înê, 2 Tebax
  • Roja Şemiyê, 3 Tebax
  • Roja Yekşemê, 4 Tebax
  • Roja Duşemê, 5 Tebax
  • Roja Sêşemê, 6 Tebax
  • Roja Çarşemê, 7 Tebax
  • Roja Pêncşemê, 8 Tebax
  • Roja Înê, 9 Tebax
  • Roja Şemiyê, 10 Tebax
  • Roja Yekşemê, 11 Tebax
  • Roja Duşemê, 12 Tebax
  • Roja Sêşemê, 13 Tebax
  • Roja Çarşemê, 14 Tebax
  • Roja Pêncşemê, 15 Tebax
  • Roja Înê, 16 Tebax
  • Roja Şemiyê, 17 Tebax
  • Roja Yekşemê, 18 Tebax
  • Roja Duşemê, 19 Tebax
  • Roja Sêşemê, 20 Tebax
  • Roja Çarşemê, 21 Tebax
  • Roja Pêncşemê, 22 Tebax
  • Roja Înê, 23 Tebax
  • Roja Şemiyê, 24 Tebax
  • Roja Yekşemê, 25 Tebax
  • Roja Duşemê, 26 Tebax
  • Roja Sêşemê, 27 Tebax
  • Roja Çarşemê, 28 Tebax
  • Roja Pêncşemê, 29 Tebax
  • Roja Înê, 30 Tebax
  • Roja Şemiyê, 31 Tebax
Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2024
es24 r. 78-88

Tebax

Roja Pêncşemê, 1 Tebax

Bona yên ku ji XUDAN ditirsin û navê wî difikirin, li ber wî pirtûkek bîranînê hate nivîsandin (Maleyaxî 3:16).

Gelo Yehowa çima navên kesên ku bi xeberdana xwe nîşan didin ku ew ji wî ditirsin û li ser navê wî difikirin li ‘pirtûkeke bîranînê’ dinivîse? Xeberdana me nîşan dide ku di dilê me de çi heye. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Dev ji tijebûna dil dibêje” (Meta 12:34). Yehowa wê jiyana bêdawî bide kesên ku ji wî hez dikin. Ev yek ku Yehowa wê îbadeta me qebûl bike yan na, bi xeberdana me ve jî girêdayî ye (Aqûb 1:26). Hin kesên ku ji Xwedê hez nakin bi awayekî sert û qure xeber didin (2. Tîmotêyos 3:1-5). Em naxwazin mîna wan bin. Em dixwazin ku Yehowa ji xeberdana me razî be. Eger em tenê li xizmetê yan li civînan bi nezaket û bi dilovanî xeber bidin, lê wexta ku xwişk û bira me nabînin bi malbata xwe re bi sertî xeber bidin, ma Yehowa wê ji me razî be? (1. Petrûs 3:7). w22.04 5 par. 4-5

Roja Înê, 2 Tebax

Wê ji fahîşeyê nefret bikin. Ewê wê tazî û şeperze bikin, wê goştê wê bixwin û wê di êgir de bişewitînin (Peyxam 17:16).

Xwedê wê fikra tunekirina Babîla Mezin bixe dilê miletan, ku daxwaza wî pêk bînin. Belê, ew milet wê bi destê cinawirê sor – yanî bi destê Neteweyên Yekbûyî – hicûmî hemû dînên sexte bikin û wan bi temamî helak bikin (Peyxam 18:21-24). Gerek em çi bikin? Gerek em bi awayekî “paqij û bêleke” ji Yehowa Xwedê re îbadetê bikin (Aqûb 1:27). Pir muhîm e ku em nekevin bin tesîra hîndariyên sexte, cejnên pûtperest, bêexlaqî yan cindariya Babîla mezin. Wekî din, gerek em bi dewamî gazî însanên din bikin ku ew jî “ji wê derkevin, da ku [ew] nebin hevparên gunehên wê” (Peyxam 18:4). w22.05 11 par. 17; 14 par. 18

Roja Şemiyê, 3 Tebax

Ezê karên Xudan yên dilovaniyê … bi bîr bînim (Îşaya 63:7, Mizgînî).

Dê û bavno, li fersendan bigerin ku ji zarokan re behsa Yehowa û bereketên ku we ji wî standine, bikin (5. Mûsa 6:6, 7). Ev yek pir muhîm e, bi xisûsî eger ferdên malbata we ne Şahidên Yehowa bin, hûn nikarin lêkolîna Kitêba Pîroz her hefte li malê bi zarokên xwe re derbas bikin. Xwişkeke bi navê Christine dibêje: “Fersendên ji bo sohbetên di heqê Yehowa de hindik bûn, loma min hewl dida ku van fersendan rind bi kar bînim.” Wekî din, di heqê teşkîlata Yehowa û xwişk û birayan de pozîtîf xeber bidin. Rîspiyan rexne nekin, da ku zarokên we îtibara xwe bi wan bînin. Li malê aştiyê bi pêş bixin. Ji zilam û zarokên xwe re nîşan bidin ku hûn ji wan hez dikin. Bi hurmet û nezaket behsa zilamê xwe bikin, û zarokên xwe hîn bikin ku ew jî bi xeberdana xwe qedrê bavê xwe bigirin. Bi vî awayî, malbata we wê bihizûr be, û wê li we hêsantir bê ku hûn zarokên xwe di riya Yehowa de mezin bikin (Aqûb 3:18). w22.04 18 par. 10-11

Roja Yekşemê, 4 Tebax

Ez kirinên te dizanim (Peyxam 3:1).

Peyama ku Îsa Mesîh şandibû civata Efesê nîşan dide ku xwişk û birayên li wê derê li hemberî çetinahiyan sebat dikir û bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir. Lê belê, çi heyf e ku wan “hezkirina xwe ya pêşî” winda kiribû. Ji bo ku Yehowa îbadeta wan qebûl bikira, lazim bû ku wan hezkirina xwe ji nû ve gur bikira. Îro jî, sebatkirin muhîm e, lê gerek em vêya bi niyeta rast bikin. Xwedê ne tenê bala xwe didê ku em çi dikin; ew bala xwe didê ku em vêya çima dikin jî. Ew dixwaze ku em ji wî re îbadetê bikin ji ber ku em ji wî hez dikin û ji wî re şikurdar in (Methelokên Silêman 16:2; Marqos 12:29, 30). Gerek em bi dewamî hişyar bimînin. Di civata Sardeysê de problemeke din hebû. Xwişk û birayên li wê derê berê bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikir, lê xîreta wan hêdî hêdî sist dibû. Îsa Mesîh ji wan re got ku bila ew hişyar bibin (Peyxam 3:1-3). Yehowa helbet keda me ji bîr nake (Îbranî 6:10). w22.05 3 par. 6-7

Roja Duşemê, 5 Tebax

Di her kedê de qezenc heye (Methelokên Silêman 14:23, Mizgînî).

Silêman Padîşah kêfa ku em dikarin ji keda xwe bistînin, wek “dayîna Xwedê” bi nav kir (Waiz 5:18, 19). Silêman Padîşah rastiya van gotinan bi çavê xwe dîtibû. Wî mal ava kiribûn, rez û bax çandibûn, hewz çêkiribûn û heta çend bajar jî ava kiribûn (1. Qiralan 9:19; Waiz 2:4-6). Ev yek bi rastî jî xebateke mezin bû, û Silêman bê şik ji keda xwe kêf distand. Lê belê, Silêman dizanibû ku ji bo bextewariya rastîn, ev yek ne bes e. Loma, ji xeynî van îşan, wî ji bo Yehowa jî gelek tişt kirin. Mesela, wî perestgeha Yehowa ava kir. Vê projeya mezin heft sal kişandin (1. Qiralan 6:38; 9:1). Piştî ku Silêman Padîşah karên cur bi cur kiribûn, wî rind fehm kir ku xizmeta ji Yehowa re tiştê herî muhîm e. Wî wisa nivîsî: “Encam ev e: Ji Xwedê bitirse û emrên wî bigire” (Waiz 12:13, Mizgînî). w22.05 22 par. 8

Roja Sêşemê, 6 Tebax

Xwedê bi Mesîh li we bihûrtiye (Efesî 4:32).

Kitêba Pîroz behsa gelek kesên ku ji aliyê Yehowa ve hatine efû kirin, dike. Mesela, Manaşşe Padîşah bîne ber çavê xwe. Wî pir xerabî kiribû. Manaşşe hem pûtperestî kiribû hem jî zarokên xwe ji pûtan re qurban kiribûn. Bi ser de, wî li perestgeha Yehowa pûtek daçikandibû. Kitêba Pîroz dibêje ku Manaşşe bi xerabiya xwe hêrsa Yehowa rakiribû (2. Dîrokan 33:2-7). Dîsa jî, gava Manaşşe ji dil tobe kir, Yehowa ew efû kir (2. Dîrokan 33:12, 13). Wekî din, Dawid Padîşah bîne bîra xwe. Wî hin gunehên giran kiribûn. Mesela, Dawid zîna kiribû û zilamek dabû kuştin. Dîsa jî, gava Dawid ji dil tobe kir û şaşiya xwe qebûl kir, Yehowa ew efû kir (2. Samûyêl 12:9, 10, 13, 14). Belê, em dikarin emîn bin ku Yehowa hazir e ku me efû bike. w22.06 4 par. 7

Roja Çarşemê, 7 Tebax

Sebir bikin. Dilê xwe xurt bigirin (Aqûb 5:8).

Carinan ne hêsan e ku em hêviya xwe xwedî bikin. Ev yek ku sozên Xwedê hê nehatine cih dikare sebra me biceribîne. Lê belê, ji bîr neke ku Yehowa ji ezelê heta ebedê heye. Loma, demeke ku ji me re pir dirêj xuya dike ji bo wî pir kin e (2. Petrûs 3:8, 9). Ewê armanca xwe bi awayê herî baş pêk bîne, lê dibe ku ew vêya li wexta ku li me xweş tê neke. Gelo çi dikare alî me bike ku hêviya me xurt be û ku em bi sebir li benda pêkhatina wehdên Xwedê bisekinin? (Aqûb 5:7). Gerek em nêzîkî Yehowa bimînin, çimkî yê ku wê hêviya me bîne cih, ew e. Li gor Kitêba Pîroz, hêvî bi baweriyê ve girêdayî ye. Belê, gerek em bawer bikin “ku Xwedê heye û wan ên ku li wî digerin xelat dike” (Îbranî 11:1, 6). Her ku baweriya me bi Yehowa xurttir dibe, emê emîntir bibin ku ewê hemû wehdên xwe pêk bîne. Da ku hêviya me qewî bimîne gerek em ji Yehowa re dua bikin û Peyva wî bixwînin. Em nikarin Yehowa bibînin, lê dîsa jî, em dikarin nêzîkî wî bibin. Em emîn in ku gava em bi destê duayê bi wî re xeber didin, ew me dibihîze (Yêremya 29:11, 12). w22.10 26-27 par. 11-13

Roja Pêncşemê, 8 Tebax

Eyûb devê xwe vekir û naletê li roja bûyîna xwe ve kir (Eyûb 3:1).

Bîne ber çavê xwe ku Eyûb çawa di nav xweliyê de rûniştî ye û êşê dikişîne (Eyûb 2:8). Hevalên wî dibêjin ku ew mirovekî baş nîne û qîmeta xêra ku wî kiriye tune ye. Derdên wî wek barekî giran li ser milê wî ne, û dilê wî seba mirina zarokên wî diêşe. Di serî de, Eyûb dengê xwe nake (Eyûb 2:13). Hevalên Eyûb belkî difikirin ku ewê êdî terka Yehowa bide, lê ew tiştekî wisa nake. Bi dengekî emîn, ew ji van dostên sexte re dibêje: “Heta ku ez sax im, ezê dev ji dilrastiya xwe bernedim!” (Eyûb 27:5, NWT). Gelo çi alî Eyûb dikir ku ew li gel van tengasiyên giran xurt û mêrxas bimîne? Gava halê wî pir xerab bû jî, wî tu caran hêviya xwe winda nedikir ku rojekê, Xwedayê dilovan wê wî xelas bike. Wî dizanibû ku eger ew bimire jî, Yehowa wê wî ji mirinê rake (Eyûb 14:13-15). w22.06 22 par. 9

Roja Înê, 9 Tebax

Ji ber vê yekê, bi vî awayî dua bikin: ‘Bavê meyî li ezmanan, bila navê te pîroz be. Bila Hukimdariya te bê. Bila daxwaza te … bê cih (Meta 6:9, 10, NWT).

Bi dîtina te, ma ev yek ku em dikarin ji Xwediyê erd û ezmanan re bi serbestî dua bikin hediyeyeke biqîmet nîne? Ka bifikire: Saet û cih her çi be jî, em dikarin dilê xwe ji Yehowa re vekin. Yehowa her zimanî fehm dike. Eger em li nexweşxaneyê yan li zindanê bin jî, Bavê meyî dilovan her tim guh dide duayên me. Çi keremeke mezin! Dawid Padîşah pir qîmet dida îmtiyaza duayê. Wî ji Yehowa re wisa got: “Bila dua min li pêş te wek bixûrê … be” (Zebûr 141:1, 2). Di rojên Dawid de, bixûra pîroz, a ku ji aliyê kahînan ve ji bo îbadetê dihat bikaranîn, bi dîqat dihat hazirkirin (2. Mûsa 30:34, 35). Mîna vê, Dawid dixwest peyvên duayên xwe bi dîqat hilbijêre. Daxwaza me jî ev e, çimkî em jî helbet dixwazin ku duayên me li Yehowa xweş bên. w22.07 20 par. 1-2; 21 par. 4

Roja Şemiyê, 10 Tebax

Heyfhilanîn ya min e … Ezê bergîdana wê bidim (Romayî 12:19).

Heyfhilanîn ya Yehowa ye. Gava ku kesek li dijî me guneh dike, Yehowa îznê nade ku em heyfa xwe ji wî hilînin (Romayî 12:20, 21). Xwedê her tiştî dibîne, lê em ne wisa ne. Em qisûrdar in û her tiştî nizanin (Îbranî 4:13). Carinan jî, hîsên me dikarin ser nêrîna me bandor bikin. Loma, Aqûb bi îlhama Xwedê wisa nivîsîbû: “Hêrsbûna mirov rastdariya Xwedê pêk nayne” (Aqûb 1:20). Em dikarin emîn bin ku Yehowa wê gavên rast bavêje û edaleta kamil pêk bîne. Gava em mirovan efû dikin, em nîşan didin ku em xwe dispêrin edaleta Yehowa. Xwedê soz daye ku ewê zerara ku seba guneh hatiye meydanê, bi temamî telafî bike. Loma, wê baş be ku em meseleyan ji wî re bihêlin. Li dinyaya nû, birîn û derdên berê wê êdî “neyên bibîranîn û neyên ser hişan” (Îşaya 65:17, Mizgînî). w22.06 10-11 par. 11-12

Roja Yekşemê, 11 Tebax

Ji ber navê min hemû milet wê ji we nefret bikin (Meta 24:9).

Ev yek ku mirov ji me nefret dikin bi xwe îsbat dike ku Yehowa ji me razî ye (Meta 5:11, 12). Sebeba vê nefretê, Îblîs e. Lê belê, Îsa Mesîh ji wî xurttir e! Bi saya desteka Îsa Mesîh, xebera xêrê digihîje mirovên ji hemû miletan. Faktoreke ku belavkirina mizgîna Padîşahiyê çetin dike ev e ku gelek ziman hene û em bi xwe van zimanan nizanin. Lê belê, di kitêba Peyxamê de, Îsa Mesîh nîşan dabû ku di rojên me de, mizgîn wê li gel vê astengê bê belavkirin (Peyxam 14:6, 7). Gelo çawa? Li ser malpera me jw.org, bi zêdetirî 1.000 zimanî melûmata di heqê Kitêba Pîroz de heye, û em xîret dikin ku xebera Padîşahiyê bigihînin her kesî. Ji bo vê, Koma Rêberiyê qerar daye ku kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! bi zêdetirî 700 zimanî bê tercûmekirin. Ji bo ku em alî mirovan bikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh, ev kitêb niha hacetê meyî sereke ye. w22.07 9 par. 6-7

Roja Duşemê, 12 Tebax

Gelê bêrêber dikeve, lê bi zêdebûna şêwirmendan rizgar dibe (Methelokên Silêman 11:14, Mizgînî).

Îsa Mesîh yekî dilşewat bû. Metayê şandî di heqê wî de wisa nivîsî: “Gava wî elalet dîtin, dilê wî bi wan şewitî. Çimkî ew mîna miyên bê şivan ên şaşbûyî û belavbûyî bûn” (Meta 9:36). Gelo Yehowa li mirovan çawa dinêre? Bi van gotinên dilgerm, Îsa Mesîh nîşan dabû ku Xwedê ji me çi qas hez dike: “Bavê we yê li ezmanan jî naxwaze ku yek ji van biçûkan winda bibe” (Meta 18:14). Her ku em Îsa Mesîh baştir nas bikin, emê ji Yehowa jî zêdetir hez bikin. Ji bo ku tu bibî şagirtekî gihîştî û dilovan, bi xwişk û birayên bitecrûbe re wextê derbas bike. Ka bala xwe bidê ku ew çi qas dilxweş in. Ew tu caran poşman nabin ku ew bûne xizmetkarên Yehowa. Ji wan rica bike ku bila ew behsa hin serpêhatiyên xwe yên xizmetê bikin. Wexta ku gerek tu qerareke muhîm bidî, ji wan şîretê bixwaze, çimkî wek Kitêba Pîroz nîşan dide, “zêdebûna şêwirmendan” tiştekî bifeyde ye. w22.08 3 par. 6-7

Roja Sêşemê, 13 Tebax

Çavên Xudan li ser yên rast in (1. Petrûs 3:12).

Zû dereng, emê gişt rastî tengasiyan bên. Lê em tenê nînin. Wek bavekî dilovan, çavê Yehowa her tim li ser me ye. Ew li kêleka me ye, ew hawarên me dibihîze, û ew her gav hazir e ku piştgiriya me bike (Îşaya 43:2). Em dizanin ku em dikarin li hemberî çetinahiyan dilsoz bimînin, çimkî wî bi comerdî her tişt tedarek kiriye, da ku em karibin sebat bikin. Li demên zor, em ji hediyeyên wek dua, Kitêba Pîroz, têr û tije xwarina ruhî û xwişk û birayên dilgerm qewetê distînin. Em çi qas şikurdar in ku çavê Bavê meyî ezmanî li ser me ye. “Bi wî şa ye dilê me” (Zebûr 33:21). Ji bo ku em ji Yehowa re nîşan bidin ku em qîmetê didin eleqeya wî, wê baş be ku em ji hemû tiştên ku wî tedarek kirine ku alî me bike, feydeyê bistînin. Wekî din, gerek em xîret bikin ku di bin siya Xwedê de bimînin. Eger em çi ji destê me tê bikin ku guh bidin Yehowa û ya rast bikin, çavê wî wê heta bi hetayê li ser me be! w22.08 13 par. 15-16

Roja Çarşemê, 14 Tebax

Temamiya peyva te rastî ye (Zebûr 119:160, NWT).

Gelek kes nizanin ku îtibara xwe bi kê bînin. Ew emîn nînin ku kesên navdar – mesela yên wek siyasetvan, zanyar yan ticar – bi rastî jî xema wan dixwin yan na. Wekî din, ew êdî qedrê rêberên dînî, yên ku dibêjin ew Mesîhî ne, nagirin, çimkî ew tenê îdîa dikin ku ew guh didin Peyva Xwedê. Ji ber vê yekê, êdî baweriya gelek kesan bi Kitêba Pîroz nemaye. Ji ber ku em xizmetkarên Yehowa ne, em emîn in ku “Xwedayê rastiyê” ew e û ew her tim xêra me dixwaze (Zebûr 31:5; Îşaya 48:17). Bê guman em dikarin îtibara xwe bi gotinên Kitêba Pîroz bînin. Em bi van gotinên zanyarekî Kitêba Pîroz qayîl in: “Di gotinên Xwedê de qet şaşî tune û qet îhtimal tune ku tiştek neyê sêrî. Xizmetkarên Xwedê dikarin îtibara xwe bi gotinên wî bînin, çimkî ew îtibara xwe bi Xwedê tînin.” w23.01 2 par. 1-2

Roja Pêncşemê, 15 Tebax

Hay ji hev hebin (Îbranî 10:24).

Gava em baweriya xwişk û birayan xurttir dikin, em wan ava dikin. Mesela, hin xwişk û birayên me rastî muxalefetê tên. Hinek jî giran nexweş yan dilmayî ne. Wekî din, hin xwişk û birayên me bi gelek salan û bi hesret li benda dawiya vê sîstemê ne. Tiştên wisa dikarin baweriya wan biceribînin. Li sedsala yekê jî, hin kes rastî tengasiyên wisa dihatin. Pawlosê şandî Nivîsarên Pîroz bi kar dianîn ku baweriya xwişk û birayan ava bike. Mesela, li hin şagirtên Cihû belkî zor dihat ku cewabê bidin maliyên xwe yên nebawermend, ên ku ew rexne dikirin û digotin ku Cihûtî ji Mesîhîtiyê çêtir e. Nameya Pawlos a ji Îbraniyan re bê şik pir qewet da wan xwişk û birayan (Îbranî 1:5, 6; 2:2, 3; 9:24, 25). Bi alîkariya muhakemeya wî, wan dikaribû dengê muxalifan bibiriya. w22.08 23-24 par. 12-14

Roja Înê, 16 Tebax

Xwezî li wî zilamê ku, bi XUDAN re ewle dibe (Yêremya 17:7).

Îro, mirov nizanin îtibara xwe bi kê bînin. Ew gelek caran seba kirinên serokên ticarî, siyasî û dînî aciz dibin û îtibara xwe bi wan winda dikin. Ji ber vê yekê, li wan zor tê ku îtibara xwe bi heval û cîranên xwe û heta bi merivên xwe jî bînin. Jixwe, Kitêba Pîroz li ser rojên me ji berê ve gotibû ku mirov wê bibin “buxtankar“ û “xayîn“, yanî şexsiyeta wan wê bişibe şexsiyeta “xwedayê vê dinyayê” Îblîs, ê ku qet pêbawer nîne (2. Tîmotêyos 3:1-4; 2. Korîntî 4:4). Em şagirtên Îsa Mesîh in, û em dizanin ku em dikarin îtibara xwe bi Yehowa bînin. Em emîn in ku ew ji me hez dike û ew tu caran terka me nade (Zebûr 9:10). Wekî din, em dikarin îtibara xwe bi Îsa Mesîh bînin, ê ku canê xwe di oxira me de feda kir (1. Petrûs 3:18). Ji xeynî vê, me bi çavê xwe dîtiye ku rêberiya Kitêba Pîroz pêbawer e (2. Tîmotêyos 3:16, 17). w22.09 2 par. 1-2

Roja Şemiyê, 17 Tebax

Her kesê ku ji Yehowa ditirse û li ser rêyên wî dimeşe çi qas dilxweş e! (Zebûr 128:1, NWT).

Dilxweşiya rastîn ne tiştekî wisa ye ku zû tê û diçe. Însan dikare di temamiya emrê xwe de dilxweş be. Gelo çawa? Îsa Mesîh wisa gotibû: “Kesên ku xwe hewceyî Xwedê dibînin çi qas dilxweş in!” (Meta 5:3, NWT). Îsa Mesîh dizanibû ku daxwaza însanan heye ku Yehowa Xwedê nas bikin û jê re îbadetê bikin. Û madem ku Yehowa “Xwedayê dilxweş” e, yên ku jê re îbadetê dikin jî dikarin dilxweş bin (1. Tîmotêyos 1:11, NWT). Ji bo ku em dilxweş bin, gelo lazim e ku di jiyana me de qet kêmasî tune bin? Na. Di weaza xwe de, Îsa Mesîh gotibû ku kesên ku “di şînê de” jî ne dikarin dilxweş bin. Wekî din, kesên ku “ji bo xatirê edaletê zilmê dibînin” jî dikarin dilxweş bin (Meta 5:4, 10, 11, NWT). Îsa Mesîh hîn dikir ku sebeba dilxweşiyê ne ev e ku di jiyana me de qet kêmasî tune ne, lê ev e ku em hay ji hewcedariyên xwe yên manewî hene û nêzîkî Xwedê dibin (Aqûb 4:8). w22.10 6 par. 1-3

Roja Yekşemê, 18 Tebax

Mirovê fêmdar hay ji zimanê xwe heye (Methelokên Silêman 11:12, Mizgînî).

Fehmdarî alî me dike ku em “dema hişbûnê û dema peyivînê” ji hev derxin (Waiz 3:7). Di gelek kulturan de, qîmeta hişbûnê bi gotinên pêşiyan tê nîşandayîn. Belê, carinan baştir e ku em hiş bin û xeber nedin. Ka bala xwe bide vê mîsalê: Rîspiyekî bitecrûbe gelek caran wezîfeyan distîne ku alî civatên din bike ku ew problemên xwe yên çetin çareser bikin. Rîspiyekî din di heqê wî de wisa dibêje: “Ew tu caran di heqê civatên din de melûmatên veşartî venabêje.” Loma, rîspiyên din qedrê vî rîspiyê fehmdar digirin. Ew emîn in ku ewê sirên wan ji kesên din re nebêje. Duristî jî xisûsiyeteke muhîm a pêbawerbûnê ye. Em îtibara xwe bi kesekî durist tînin, çimkî em dizanin ku ewê her tim rastiyê bibêje (Efesî 4:25; Îbranî 13:18). w22.09 12 par. 14-15

Roja Duşemê, 19 Tebax

Ne şehrezayî, ne fêmdarî, ne jî şêwir heye ku li dijî Xudan bi ser bikeve (Methelokên Silêman 21:30, Mizgînî).

Gava hîkmeta rastîn “li derve gazî dike”, gelek kes guh nadinê (Methelokên Silêman 1:20). Kitêba Pîroz kesên wisa wek “sexik”, “tinazkar” û “bêaqil” bi nav dike (Methelokên Silêman 1:22-25). Yên “sexik” kesên bêtecrûbe ne û bi hêsanî dikarin bên îqnakirin yan xapandin (Methelokên Silêman 14:15). Îro bi milyonan kes ji aliyê serokên dînî yan siyasî ve tên xapandin. Hin kesên ku fehm dikin ku ew hatine xapandin ecêbmayî dimînin, lê yên ku Methelokên Silêman 1:22 behsa wan dike tercîh dikin ku “sexik” yan bêtecrûbe bimînin, çimkî ev yek li wan xweş tê (Yêremya 5:31). Ew naxwazin hîn bibin ku Kitêba Pîroz çi dibêje û guh bidin qanûnên wê. Em naxwazin mîna van kesan bi qesdî cahil bimînin! (Methelokên Silêman 1:32; 27:12). w22.10 19 par. 5-7

Roja Sêşemê, 20 Tebax

Bi ya hemû sazûmanên mirovî bikin (1. Petrûs 2:13).

Teşkîlata Xwedê ji bo saxî û selametiya me rêberiyê dide me. Heta niha gelek caran ji me re hatiye gotin ku gerek em adres û numreya telefona xwe bidin rîspiyên civatê, da ku ew di halên acîl de bikaribin xwe bigihînin me. Belkî ji me re rêberî bê dayîn ku em çawa dikarin xwe biparêzin, birevin ku derê û ji kê alîkariyê bistînin. Yan jî, belkî ji me re bê gotin ku em çawa û kengê dikarin alîkariya kesên din bikin. Eger em guh nedin vê rêberiyê, dibe ku em jiyana xwe û jiyana rîspiyan jî ku çavdêriya me dikin bixin xeterê (Îbranî 13:17). Gelek xwişk û birayên me ji ber şer, felaketên tebîetê yan tevliheviya hundirîn koçber bûne. Ew heta ku ji destê wan tê xîret dikin ku hînî halê xweyî nû bibin û dîsa bi dewamî bi fealiyetên ruhî mijûl dibin. Wek Mesîhiyên pêşîn, ên ku ji ber zilmê koçber bûbûn, ew jî xebera xêrê li her dera ku diçinê belav dikin (Karên Şandiyan 8:4). Belavkirina xebera xêrê alî wan dike ku ew berî her tiştî bala xwe bidin Padîşahiya Xwedê, ne kul û derdên xwe. Ji ber vê yekê, ew dilrihet û kêfxweş in. w22.12 19 par. 12-13

Roja Çarşemê, 21 Tebax

XUDAN li aliyê min e, ez natirsim (Zebûr 118:6, KP).

Yehowa qîmetê dide her yekî ji me. Berî ku Îsa şagirtên xwe şandin xizmetê, wî alî wan kir ku ew ji tirsa muxalefetê xelas bibin (Meta 10:29-31). Wî behsa çivîkeke ku li Îsraêlê gelek hebû kir. Di rojên Îsa Mesîh de, qîmeta van çivîkan pir kêm bû. Lê wî ji şagirtên xwe re got: “Dîsa jî bê destûra Bavê we yek ji wan nakeve erdê. … Loma netirsin, hûn ji gelek çivîkan hêjatir in.” Bi van gotinan, Îsa Mesîh dilê şagirtên xwe xurt kir ku her yek ji wan li ber çavê Yehowa biqîmet e. Loma ne hewce ye ku ew ji xelkê bitirsin. Bê guman, gava şagirtên Îsa Mesîh xebera xêrê li gund û bajaran belav dikir û çivîk didîtin, gotinên Îsa Mesîh dihatin bîra wan. Îcar her cara ku tu çivîkên biçûk dibînî, bîne bîra xwe ku tu jî li ber çavê Yehowa pir biqîmet î, çimkî tu “ji gelek çivîkan hêjatir” î. Ji ber ku Yehowa bi te re ye ne hewce ye ku tu ji kesên din bitirsî. w23.03 18 par. 12.

Roja Pêncşemê, 22 Tebax

We em di çavê Firewn û peywirdarên wî de rezîl kirin. Ji bo ku me bikujin, we şûrek da destê wan (2. Mûsa 5:21, Mizgînî).

Car caran, di jiyana me de tengasî çêdibin. Mesela, dibe ku malbata me muxalefetê li me bike ji ber ku em Şahidên Yehowa ne, yan dibe ku em îşê xwe winda bikin. Eger tengasî bi demeke dirêj dewam bikin, dibe ku em cesareta xwe winda bikin û xwe bêçare hîs bikin. Îblîs fersendên wisa dixebitîne ku me bixe nav şik û gumanan ka Yehowa bi rastî ji me hez dike yan na. Ew dixwaze ku em meraq bikin ka sebebê derdê me Yehowa yan teşkîlata wî ye. Di demên berê de, halê hin Îsraêliyên li Misrê wisa bû. Di serî de, wan bawer kiribû ku Mûsa û Harûn ji aliyê Yehowa ve hatine tayînkirin ku wan ji koletiyê azad bikin (2. Mûsa 4:29-31). Lê paşê, gava Fîrawûn barê wan hê jî girantir kir, ew fikirîn ku ev tengasî seba Mûsa û Harûn hatiye meydanê (2. Mûsa 5:19, 20, Mizgînî). Belê, van Îsraêliyan xizmetkarên Xwedê yên dilsoz sûcdar dikirin. Çi heyf e! Eger tu jî mîna wan bi demeke dirêj di nav tengasiyê de mabî, dilê xwe bi destê duayê ji Yehowa re veke, û xwe bispêre wî. w22.11 15 par. 5-6

Roja Înê, 23 Tebax

Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, wext tê û niha ye: Mirî wê dengê Kurê Xwedê bibihîzin û yên ku bibihîzin wê bijîn (Yûhena 5:25).

Yehowa Çavkaniya Jiyanê ye, û qeweta wî digihîje ku mirovan vegerîne jiyanê. Mesela, wî qewet dabû Êlyas pêxember ku ew kurê jinebiyeke li bajarê Sarefatê ji mirinê rake (1. Qiralan 17:21-23). Paşê, Elîşa bi alîkariya Xwedê kurê jinikeke Şunemî ji mirinê rakir (2. Qiralan 4:18-20, 34-37). Serpêhatiyên wisa nîşan didin ku qeweta Yehowa digihîje ku mirovan ji mirinê rake. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî îsbat kir ku Bavê wî qewet daye wî ku ew miriyan rake (Yûhena 11:23-25, 43, 44). Îsa Mesîh niha li ezmanan e, û “li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji [wî] re hatiye dayîn”. Loma, qeweta Îsa Mesîh digihîje ku “hemû kesên di goran de” ji mirinê rake û fersendê bide wan ku ew her û her bijîn (Meta 28:18; Yûhena 5:26-29). w22.12 5 par. 10

Roja Şemiyê, 24 Tebax

Mala Îsraêlê [wê] nexwaze ku te guhdarî bike; ji ber naxwazin ku min guhdarî bikin (Hêzekîêl 3:7).

Bi vê yekê ku Îsraêliyan Hêzekîêl red dikir, wan bi eslê xwe Yehowa red dikir. Ji gotinên ayeta îroyîn Hêzekîêl fehm dikir ku guhnedayîna xelkê nayê maneya ku ew pêxemberekî serneketî ye. Bi ser de, Yehowa ji Hêzekîêl re got ku gava hukmên ku wî îlan dikirin, bên cih, xelk wê bizanibe ku “di nav wan de peyxemberek heye” (Hêzekîêl 2:5; 33:33). Van gotinên Yehowa muhtemelen qewet dida Hêzekîêl ku ew xizmeta xwe bîne cih. Yehowa em jî şandine, û ev yek qewetê dide me. Em serbilind in ku ew me wek “şahidên” xwe bi nav dike (Îşaya 43:10, Mizgînî). Çawa ku Yehowa ji Hêzekîêl re gotibû “metirse”, ew ji me re jî dibêje: “Netirsin! Ma min ji demên berê ve ji we re neda bihîstin? Ma min xeber neda? Hûn şahidên min in. Ma ji xeynî min Xwedê heye? Zinarê din tuneye, ez yekî din nizanim” (Îşaya 44:8, Mizgînî). Wek Hêzekîêl, em jî ji aliyê Yehowa ve hatine şandin, û ew piştgiriya me dike. Loma, ne lazim e ku em ji dijminan bitirsin (Hêzekîêl 2:6). w22.11 3-4 par. 4-5

Roja Yekşemê, 25 Tebax

Kesê buxtanker digere û siran dibêje, lê kesê biewle vê yekê vedişêre (Methelokên Silêman 11:13, Mizgînî).

Em pir qîmetê didin rîspî û alîkarên xizmetê yên pêbawer. Ev birayên dilsoz me rind xwedî dikin, û em ji Yehowa re şikurdar in ku wî ew tedarek kirine. Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em jî mirovên pêbawer in? Em ji xwişk û birayan ji dil hez dikin, û em xêra wan dixwazin. Dîsa jî, gerek em terazdar bin û pozê xwe bi zêdeyî nexin jiyana wan a xisûsî. Di sedsala yekê de, Pawlos di heqê hin şagirtên Îsa Mesîh de gotibû ku ew “dibin pirrbêj, pozê xwe dixin xebata yên din û tiştên ku nayên gotin dibêjin” (1. Tîmotêyos 5:13). Em naxwazin mîna wan bin. Ferz bike ku kesek melûmateke xisûsî dide me û naxwaze ku kesên din vê bibihîzin. Mesela, dibe ku xwişkek ji me re behsa nexweşî yan problemeke xwe dike û ji me re dibêje ku bila ev melûmat di nav me de bimîne. Lazim e ku em li gor daxwaza wê bikin. w22.09 10 par. 7-8

Roja Duşemê, 26 Tebax

Bi nûbûna hişê xwe werin guhertin (Romayî 12:2).

“Nûbûna hişê” me ne tenê ev e ku em jiyana xwe bi çend karên qenc bixemilînin. Lazim e ku em dilê xwe û şexsiyeta xwe analîz bikin. Eger lazim be, gerek em xwe biguherînin, da ku jiyana me heta ku ji destê me tê li gor standardên Yehowa be. Gerek em vêya ne tenê carekê, lê bi dewamî bikin. Gava em bigihîjin bêqisûriyê, wê çaxê wê hêsan be ku em bi hemû kirinên xwe dilê Yehowa şa bikin. Lê heta wê demê, gerek em pir xîret bikin ku bigihîjin vê hedefê. Ka bala xwe bidê ku di Romayî 12:2 de, Pawlos di nav nûbûna hişê me û fehmkirina daxwaza Xwedê de çi girêdan çêkir. Gerek em nekevin ber bayê vê dinyayê, lê xwe analîz bikin û tê derxin ka fikrên Xwedê li ser hedef û qerarên me çi qas tesîr dikin. w23.01 8-9 par. 3-4

Roja Sêşemê, 27 Tebax

Tu barê xwe ji Xudan re bihêle, ewê te li ser lingan bihêle. Ew tucar nahêle, ku yê rast bikeve (Zebûr 55:22).

Gelo her tiştê ku tê serê me bi tesîra Yehowa çêdibe? Gelo Yehowa wisa dike ku di her xerabiyekê de xêrek hebe? Na, Kitêba Pîroz wisa nabêje (Waiz 8:9; 9:11, NWT). Lê belê, em dizanin ku gava tengasiyek tê serê me, Yehowa wê dibîne û hawara me dibihîze (Zebûr 34:15; Îşaya 59:1). Ne bes ev, Yehowa dikare alî me bike ku em li hemberî zor û zehmetiyên xwe bi ser bikevin. Gelo çawa? Gelek caran, Yehowa alî me dike ku em tam di wexta rast de teselî û cesaretê bistînin (2. Korîntî 1:3, 4). Gelo halekî wisa tê bîra te ku Yehowa tam di wexta rast de qewet û cesaret dabû te? Gelek caran, ancax piştî ku tengasiyek xelas dibe, em fehm dikin ku Yehowa çawa alî me kiriye. w23.01 17-18 par. 13-15

Roja Çarşemê, 28 Tebax

Cenawirê ku hebû û tune … diçe helakê (Peyxam 17:11).

Ev cinawir pir dişibe cinawirê bi heft seran, bes rengê wî sor e. Ew wek “sûretê cenawir” û wek “padîşahê heştan” tê binavkirin (Peyxam 13:14, 15; 17:3, 8). Kitêba Peyxamê dibêje ku ev “padîşah” hebû, paşê tune bû û dû re dîsa hat meydanê. Halê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, ya ku ji bo piştgirtina menfaetên sîstema siyasî ya temamiya dinyayê hatiye sazkirin, bi rastî jî wisa ye. Serê pêşîn, ev rêxistin wek Komeleya Neteweyan hatibû avakirin. Li dema Şerê Cîhanî yê Duyem, ew tune bû. Paşê, ew wek Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dîsa hat meydanê. Cinawirên siyasî mirovan bi destê propagandayê li hemberî Yehowa û xizmetkarên wî dikişkişînin. Bi awayekî sembolîk, ew “hemû padîşahên dinyayê” ji bo cengê Harmegedonê, yanî ji bo “Roja Mezin a Xwedayê karîndarê her tiştî” dicivînin (Peyxam 16:13, 14, 16). w22.05 10 par. 10-11

Roja Pêncşemê, 29 Tebax

Ma tiştê ku tu dixwînî, tu fêm dikî? (Karên Şandiyan 8:30).

Gava ku Îsa Mesîh elimî ku bi tena serê xwe Nivîsarên Pîroz bixwîne, ew ne tenê Nivîsarên Pîroz baş nas dikirin lê ji wan hez dikir û dihişt ku ew tesîrê li wî bikin. Mesela, gava Îsa di 12 saliya xwe de li perestgehê bû, ev yek li ber çavên kesên din jî eşkere bû. Mamosteyên ku Qanûna Mûsa baş nas dikir, “gotinên wî dibihîstin [û] li şehrezayî û bersîvên wî şaş diman” (Lûqa 2:46, 47, 52). Em jî dikarin Peyva Xwedê baş nas bikin û jê hez bikin. Ji bo vê yekê, lazim e ku em her roj Peyva Xwedê bixwînin. Em dikarin ji peyvên ku Îsa Mesîh ji Şerîetzan, Fêrisî û Sadûqiyan re gotibûn hin tiştan bielimin. Wan gelek caran Nivîsarên Pîroz dixwendin, lê Peyva Xwedê li ser hiş û dilê wan tesîr nedikir. Îsa Mesîh bala wan kişand ser sê tiştên ku wan nedikirin. Gotinên wî alî me dikin ku em (1) ji tiştên ku em dixwînin fehm bikin, (2) rastiyên biqîmet bibînin, û (3) bihêlin ku Peyva Xwedê tesîrê li hiş û dilê me bike. w23.02 8-9 par. 2-3

Roja Înê, 30 Tebax

Yê aqilmend talûkeyê dibîne û xwe vedişêre (Methelokên Silêman 22:3, NWT).

Hin talûkeyên ku gerek em ji wan dûr bisekinin ev in: Flortkirin, xwarin û vexwarina zêde, gotinên dilêş yan jî temaşekirina li tiştên bizordarî, pornografî û her wekî din (Zebûr 101:3). Îblîs tim û daîm li fersendan digere ku zerarê bide dostaniya me ya bi Yehowa re (1. Petrûs 5:8). Eger em hay ji xwe nebin, Îblîs dikare toximên hesûdî, nedirustî, timayî, kîn û nefret, pozbilindî û xeydê di hiş û dilê me de biçîne (Galatî 5:19-21). Eger em wan zûka ji kokê ranekin, ewê wek nebateke bijehr şîn bibin û zerarê bidin me (Aqûb 1:14, 15). Hevalekî xerab talûkeyeke veşartî ye. Gerek em vê yekê ji bîr nekin: Kesên ku em wexta xwe bi wan re derbas dikin, dikarin gelekî tesîrê li me bikin (1. Korîntî 15:33). Eger em hay ji xwe hebin, emê bi kesên wisa re hevaltiyê nekin, çimkî ew li gor qanûn û prensîpên Yehowa Xwedê nameşin (Lûqa 21:34; 2. Korîntî 6:15). Gerek em ji berê ve talûkeyê bibînin û xwe jê dûr bigirin. w23.02 16 par. 7; 17 par. 10-11

Roja Şemiyê, 31 Tebax

Hezkirina Xwedê ev e, ku em emrên wî bînin cih (1. Yûhena 5:3).

Ji ber ku tu êdî Yehowa baştir nas dikî, tu zêdetir ji wî hez dikî. Bê şik, tu dixwazî hem niha hem jî heta hetayê nêzîktirî wî bibî. Û ev yek mumkin e. Ew dixwaze ku tu bi gotin û kirinên xwe dilê wî şa bikî (Methelokên Silêman 23:15, 16). Tu dikarî di jiyana xwe de nîşan bidî ku tu bi rastî ji Yehowa hez dikî. Ev, hedefa herî baş e ku tu dikarî ji xwe re deynî! Gelo tu çawa dikarî hezkirina xwe nîşanî Yehowa bidî? Ewilî, di duayeke şexsî de ji Yehowa re bibêje ku tu dixwazî jiyana xwe bidî destê wî (Zebûr 40:8). Dû re, gava tu bin av bibî, her kes wê bibîne ku te jiyana xwe teslîmî destê Yehowa kiriye. Roja binavbûnê rojeke pir xweş û xisûsî ye. Tu dest bi jiyaneke nû dikî, ne ji bo xwe, lê ji bo Yehowa (Romayî 14:8; 1. Petrûs 4:1, 2). Ev wek gaveke pir mezin xuya dike, bi rastî jî wisa ye. Lê binavbûn deriyê jiyaneke xweş û bextewar li ber te vedike. w23.03 5-6 par. 14-15

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne