Îlon
Roja Yekşemê, 1 Îlon
Eger yek xwe dîndar dihesibîne, lê zimanê xwe desgîn nake û dilê xwe dixapîne, dîndariya wî pûç e (Aqûb 1:26).
Eger em qabiliyeta xeberdanê bi awayekî baş bi kar bînin, mirovên din wê bi zelalî bibînin ku em xizmetkarên Yehowa ne. Ewê ferqa di nav kesên ku ji Xwedê re xizmet dikin û kesên ku jê re xizmet nakin, rind bibînin (Maleyaxî 3:18). Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişkeke bi navê Kimberly. Li mektebê, wê projeyek standibû, ya ku gerek wê tevî hevalderseke xwe hazir bikira. Gava ew bi hev re dixebitîn, hevaldersa Kimberly’yê dît ku ew paşgotinî û çêran nake û tim pozîtîf xeber dide. Ev yek li wê ew qas xweş hat ku wê bi zeman re kursa Kitêba Pîroz qebûl kir. Gava em riya rastiyê bi xeberdana xwe li ber dilê mirovan xweş dikin, Yehowa pir şa dibe! Em gişt dixwazin bi xeberdana xwe rûmetê bidin Yehowa. w22.04 5-6 par. 5-7
Roja Duşemê, 2 Îlon
Gelekên din … bi malê xwe alîkariya wan dikirin (Lûqa 8:3).
Îsa Mesîh Meryema Mejdelanî ji bin tesîra heft cinan xelas kir! Ji ber ku ew şikirdar bû, wê xwest ku bibe şagirteke Îsa Mesîh û destekê bide xizmeta wî (Lûqa 8:1-3). Meryem jixwe ji bo gelek tiştan ji Îsa Mesîh re şikirdar bû. Lê belê, dibe ku wê rind fehm nedikir ku Îsa Mesîh wê jiyana xwe ji bo hemû mirovan bide, da ku “her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe” (Yûhena 3:16). Meryemê şikirdariya xwe bi vê yekê nîşan da ku ew ji Îsa Mesîh re dilsoz ma. Gava Îsa Mesîh li ser stûna cefayê êş dikişand, Meryem nêzîkî wî disekinî, çimkî wê xema Îsa dixwar û dixwest teseliyê bide wî û kesên ku li wir bûn (Yûhena 19:25). Piştî mirina Îsa Mesîh, Meryemê û du jinên din giyayên bêhnxweş ji bo defnkirina wî anîn ser tirbê (Marqos 16:1, 2). Piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, Meryemê ew dît û pê re sohbet kir. Ev îmtiyaz neketibû destê gelek şagirtan (Yûhena 20:11-18). w23.01 27 par. 4
Roja Sêşemê, 3 Îlon
Xwezî tu an sar an germ bûyayî (Peyxam 3:15).
Gerek em nefikirin ku madem ku me berê bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikir, êdî ne lazim e ku em ew qas bixîret bin. Eger sihet û qeweta me êdî ne wek berê be jî, gerek em hişyar bimînin û heta dawiyê “di karê Xudan de herdem xîretkêş bin” (1. Korîntî 15:58; Meta 24:13; Marqos 13:33). Gerek em bi dil û can îbadetê bikin. Peyama ku Îsa Mesîh şandibû civata Lawdikyayê eşkere dike ku li wê derê, problemeke din hebû. Îbadeta wan êdî “sarûgermo” bû. Ji ber vê yekê, Îsa Mesîh ji wan re got ku ew “reben, jar, belengaz, kor û tazî” ne. Lazim bû ku wan ji nû ve bi xîret ji Yehowa re îbadet bikira (Peyxam 3:16, 17, 19). Dersa ji bo me çi ye? Eger xîreta me kêm bûye, gerek em şikurdariya xwe ya ji bo bereketên ku me ji Yehowa û ji teşkîlata wî standine, zêde bikin (Peyxam 3:18). Gerek em hay ji xwe hebin ku daxwaza me ku jiyaneke rihet bajon nebe sebeb ku em îbadeta Yehowa îhmal bikin. w22.05 3-4 par. 7-8
Roja Çarşemê, 4 Îlon
Bona yên ku ji XUDAN ditirsin … li ber wî pirtûkek[e] bîranînê hate nivîsandin (Maleyaxî 3:16).
Bi hezaran salan, Yehowa kitêbeke xisûsî nivîsandiye. Di vê kitêbê de, navên kesên dilsoz hene. Kesê pêşîn, ê ku navê wî di vê kitêbê de hatibû nivîsandin, kurê Adem Habîl bû (Lûqa 11:50, 51). Ji wê demê û pê ve, Yehowa navên mirovên din jî di vê kitêbê de zêde kirine, û îro, tê de bi milyonan nav hene. Kitêba Pîroz vê kitêbê wek “pirtûkek[e] bîranînê” û “Kitêba Jiyanê” bi nav dike (Maleyaxî 3:16; Peyxam 3:5; 17:8). Di vê kitêba xisûsî de navên hemû kesên ku bi tirs û hurmet ji Yehowa re îbadetê dikin û qîmetê didin navê wî, nivîsî ne. Fersenda wan heye ku jiyana bêdawî bistînin. Eger em li ser esasê fîdyeya Îsa Mesîh nêzîkî Yehowa bibin, navê me jî dikare di vê kitêbê de bê nivîsandin (Yûhena 3:16, 36). Ferq nake ku em li benda jiyana li ezmanan yan li rûyê erdê ne, em gişt dixwazin ku navê me di vê kitêbê de hebe. w22.09 14 par. 1-2
Roja Pêncşemê, 5 Îlon
Ew Îblîsê ku ew ji rê derxistine, hat avêtin nav gola êgir û kewkurtê (Peyxam 20:10).
Kitêba Peyxamê behsa “ejderekî sor” dike (Peyxam 12:3). Ev ejder bi Îsa Mesîh û melekên wî re şer dike (Peyxam 12:7-9). Ew hicûmî xizmetkarên Xwedê dike û qudretê dide cinawirên siyasî (Peyxam 12:17; 13:4). Gelo ejder kî ye? Ew “marê kevin” e, ku “jê re Îblîs û Şeytan tê gotin” (Peyxam 12:9; 20:2). Yê ku hemû dijminên din ên Yehowa kontrol dike, ew e. Çi wê bê serê ejder? Peyxam 20:1-3 dibêje ku melekek wê Îblîs bavêje “kortala bêbinî”. Ayet dibêje ku “heta hezar sal temam bibin”, Îblîs wê nikaribe ji vê zindanê xelas bibe, û ewê nikaribe miletan bixapîne. Li dawiyê, Îblîs û cinên wî wê bên avêtin “gola êgir û kewkurtê”, ya ku helakbûna heta bi hetayê temsîl dike. Ka bifikire ku bê tesîra Îblîs û cinên wî, jiyan wê çi qas xweş be! w22.05 14 par. 19-20
Roja Înê, 6 Îlon
Bila bi destê xwe tiştê qenc bike û bixebite, da ku tiştekî wî hebe ku bide yê hewcedar (Efesî 4:28).
Îsa Mesîh yekî jîr û jêhatî bû. Di ciwantiya xwe de, ew wek xerat dixebitî (Marqos 6:3). Ji bo dê û bavê wî ne hêsan bû ku debara malbatê bikin, û wan bê şik qîmet dida alîkariya wî. Bi ser de, ji ber ku Îsa însanekî bêqisûr bû, mişteriyên wî bê şik ji karê wî razî dibûn. Bi îhtimaleke mezin, Îsa ji karê xwe kêf distand. Dîsa jî, gava ku Îsa hê wek xerat dixebitî, wî ji bo xizmeta Yehowa jî wext vediqetand (Yûhena 7:15). Paşê, piştî ku ew bû xizmetkarekî tamrojî, wî ji guhdarên xwe re wisa got: “Ji bo xwarina pûç nexebitin, lê ji bo xwarina ku ji bo jiyana herheyî dimîne bixebitin” (Yûhena 6:27). Li Weaza li ser Çiyê, Îsa Mesîh wisa got: “Ji bo xwe xezîneyan li ezmên bicivînin” (Meta 6:20). Hîkmeta ku ji Yehowa Xwedê tê alî me dike ku em di warê karkirinê de terazdar bin. Kitêba Pîroz dibêje ku bila em bi dil û can kar bikin. w22.05 22 par. 9-10
Roja Şemiyê, 7 Îlon
Bila dê û bavê te şa bin (Methelokên Silêman 23:25, Mizgînî).
Evnîke ji Tîmotêyos re emsaleke baş bû. Bê guman wî ji kirinên diya xwe fehm dikir ku ew ji Yehowa çi qas hez dike. Îro jî, gelek dayik “bê gotin” gihîştine dilê maliyên xwe (1. Petrûs 3:1, 2). Hûn jî dikarin wisa bikin. Gelo çawa? Herî zêde bala xwe bidin dostaniya xwe ya bi Yehowa re (5. Mûsa 6:5, 6). Wek piraniya dayikan, hûn jî pir fedakariyê dikin. Ji bo hewcedariyên fîzîkî yên zarokên xwe, hûn wext, pere, xew û tiştên din feda dikin. Dîsa jî, gerek hûn bi van hewcedariyan ew qas mijûl nebin ku hûn têra xwe bala xwe nedin dostaniya xwe ya bi Yehowa re. Loma, bi dewamî ji bo duaya şexsî, lêkolîna Kitêba Pîroz û civînan wextê veqetînin. Bi vî şeklî, hûnê nêzîkî Yehowa bimînin, û hûnê hem ji malbata xwe re hem jî ji kesên din re bibin emsalên baş. w22.04 16 par. 1; 19 par. 12-13
Roja Yekşemê, 8 Îlon
Xulamên xwe dadbar bike. Gunehê kesê sûcdar bîne serê wî, kesê rast jî li gorî rastdariya wî mafdar derîne (1. Qiralan 8:32, Mizgînî).
Em çi qas şa ne ku mesûliyeta me nîne ku mirovan hukim bikin. Hakimê mezin Yehowa wê vî îşê muhîm bike (Romayî 14:10-12). Yehowa ji me baştir dizane ku çi rast e û çi na, û em dikarin bi temamî emîn bin ku ewê her tim li gor van pîvanên bêqisûr hukim bike (1. Mûsa 18:25). Ew tu caran neheqiyê nake! Em hesreta wê rojê ne ku Yehowa wê hemû bandorên xerab ên qisûrdarî û gunehkariyê telafî bike. Wê demê, hemû birînên me yên fîzîkî û psîkolojîk wê êdî qenc bibin (Zebûr 72:12-14; Peyxam 21:3, 4). Emê wan êdî neynin bîra xwe. Heta ku ev roja xweş were, bila em wek Yehowa efûkar bin! w22.06 13 par. 18-19
Roja Duşemê, 9 Îlon
Ma Hakimê hemû dinyayê wê rastiyê neke? (1. Mûsa 18:25, NWT).
Hakimekî baş gerek qanûnan rind bizanibe û fehm bike ku çi qenc e û çi xerab e. Ji xeynî vê, berî ku hakim qerarê bide, lazim e ku ew bizanibe ku bi rastî çi qewimiye. Ji vî aliyî ve jî, Yehowa Hakimê herî baş e. Li dinyayê, hakim carinan nizanin ku bi rastî çi qewimiye. Ew tenê li gor tiştên ku ew dibihîzin yan dibînin, qerarê didin. Yehowa ne wisa ye. Ew her tiştî dizane (1. Mûsa 18:20, 21; Zebûr 90:8). Yehowa rind dizane ku faktorên genetîk, tiştên ku di zaroktiya kesekî de hatin serê wî, derdor û halê psîkolojîk çawa li ser rabûn û rûniştina kesekî tesîr dikin. Bi ser de, Yehowa hundirê dilê mirovan jî dibîne. Ew niyet, armanc û xwestekên her kesî dizane. Tu tişt nikare ji Yehowa were veşartin (Îbranî 4:13). Loma, gava Yehowa kesekî efû dike, sebeba vê ev e ku ew her tiştî dizane. w22.06 4 par. 8-9
Roja Sêşemê, 10 Îlon
Mirov wê ji bo canê xwe her çi di destê wî de heye bide (Eyûb 2:4, NWT).
Gerek em rind bizanibin ku Îblîs kîjan metod bi kar anîn ku dilrastiya Eyûb bişikîne, çimkî îro jî, Îblîs metodên wisa bi kar tîne. Îblîs dibêje ku em ji dil ji Yehowa hez nakin, û eger em mecbûr bimînin, emê terka wî bidin, da ku em canê xwe bifilitînin. Wekî din, Îblîs îdîa dike ku Xwedê ji me hez nake û bala xwe nade xîreta me ku dilê wî şa bikin. Madem ku em van tiştan dizanin, em bi van derewan nayên xapandin. Gava ku em rastî tengasiyan tên, fersenda me çêdibe ku xwe baştir nas bikin. Tengasiyên ku Eyûb rastî wan hatibû alî wî kir ku ew hin kêmasiyên xwe bibîne û serrast bike. Mesela, ew hîn bû ku gerek ew hê dilnizmtir bibe (Eyûb 42:3). Bi eynî şeklî, tengasiyên ku em rastî wan tên dikarin alî me bikin ku em kêmasiyên xwe bibînin. Gava em fehm dikin ku kêmasiyên me çi ne, em dikarin wana serrast bikin. w22.06 23 par. 13-14
Roja Çarşemê, 11 Îlon
Hûn şahidên min in, xulamê min ê hilbijartî hûn in (Îşaya 43:10, Mizgînî).
Yehowa soz dide ku ewê destekê bide me. Mesela, berî ku Yehowa got “hûn şahidên min in”, wî wisa gotibû: “Gava tu di avan re derbas bibî, ezê bi te re bim. Gava tu di çeman re derbas bibî jî, wê di ser te re neqelibin. Gava tu di nav êgir re derbas bibî, tê neşewitî û wê pêta êgir te neşewitîne” (Îşaya 43:2, Mizgînî). Li xizmetê, em carinan rastî astengên wek “av” yan “êgir” tên. Dîsa jî, bi alîkariya Yehowa, em dev ji xizmeta xwe bernadin (Îşaya 41:13). Îro piraniya însanan guh nadin Xwedê. Ev yek nayê maneya ku em wek şahidên Xwedê serneketî ne. Em dizanin ku gava em xizmeta xwe bi dilsozî tînin cih, Yehowa ji me razî ye. Pawlosê şandî wisa gotibû: “Her [kes] wê li gor keda xwe bergîdan bistîne” (1. Korîntî 3:8; 4:1, 2). w22.11 4 par. 5-6
Roja Pêncşemê, 12 Îlon
Di nav miletan de jiyaneke qenc bijîn (1. Petrûs 2:12).
Wehdên Kitêba Pîroz li ber çavê me tên cih. Mirovên “ji her ziman û ji her miletî” niha “zimanê paqij” ê rastiya Kitêba Pîroz hîn dibin (Zekerya 8:23, Mizgînî; Tsêfanya 3:9, NWT). Di teşkîlata Yehowa de zêdetirî 8 milyon mirovên ji 240 welat û herêmî hene, û her sal bi deh hezaran mirov tên binavkirin. Tiştekî ku ji van hejmaran muhîmtir e jî ev e ku ev şagirtên nû “şexsiyeta nû” bi pêş dixin (Kolosî 3:8-10, NWT). Gelek ji wan dev ji bêexlaqî, zordarî, miletperestî û pêşhukiman berdaye. Wek Îşaya 2:4 ji berê ve gotibû, ew êdî ‘hînî cengê nabin’. Xîreta me ku em “şexsiyeta nû” li xwe bikin li ser kesên din jî tesîr dike û alî wan dike ku ew jî bibin şagirtên Îsa Mesîh. Wekî din, gava em çi ji destê me tê dikin ku “şexsiyeta nû” li xwe bikin, em îsbat dikin ku em li pey çavdêrê xwe Îsa Mesîh diçin (Yûhena 13:35). Ev yek xwe bi xwe çênabe. Yê ku alî me dike ku em serkeftî bibin, Îsa Mesîh e. w22.07 9-10 par. 7-8
Roja Înê, 13 Îlon
Bila dua min li pêş te wek bixûrê … be! (Zebûr 141:2).
Wexta ku em ji Yehowa re dua dikin, gerek em bi awayekî hurmetkar xeber bidin. Ka dîtiniyên Îşaya, Hêzekîêl, Danîêl û Yûhena bîne ber çavê xwe. Ew gişt Yehowa wek Padîşahekî mezin nîşan didin. Mesela, di dîtiniya Îşaya pêxember de, Yehowa “li ser textekî bilind û mezin rûniştî” bû (Îşaya 6:1-3). Di dîtiniya Hêzekîêl pêxember de, Yehowa li ser erebeya xwe ya ezmanî rûniştî bû, û derdora wek keskesor dibiriqî (Hêzekîêl 1:26-28). Di dîtiniya Danîêl de, “Yê Herheyî” bi cilên spî xuya dikir, û “textê wî pêt bi pêt bû” (Danîêl 7:9, 10, Mizgînî). Di dîtiniya Yûhenayê şandî de, Yehowa li ser textekî rûniştî bû, û “li hawirdora text keskesoreke mîna zimrûd hebû” (Peyxam 4:2-4). Gava em mezinahiya Yehowa tînin ber çavê xwe, em fehm dikin ku dua îmtiyazeke çi qas mezin e. Loma, gerek em bi awayekî hurmetkar dua bikin. w22.07 20 par. 3
Roja Şemiyê, 14 Îlon
[Ji] mirovên xapînok [xwe dûr bigere] (Efesî 4:14).
Ciwanno, Îblîs dixwaze riya we bigire, da ku hûn ji aliyê ruhî ve bi pêş ve neçin. Mesela, ew hewl dide ku di heqê hin gotinên Kitêba Pîroz de şikê bixe dilê we. Hin kes wê belkî ji we re bibêjin ku Xwedê tune û her tişt xwe bi xwe hatiye meydanê. Gava hûn biçûk bûn, we belkî pir bala xwe nedida vê mijarê. Lê niha, hûn êdî diçin mektebê, û dibe ku ev pirs rojekê li dersê derkeve meydanê. Gotinên mamoste yên li ser teoriya peresanê, yanî li ser teoriya ku her tişt xwe bi xwe hatiye meydanê, belkî li we bimantiq xuya bikin. Lê belê, ji bîr nekin ku mamoste bi îhtimaleke mezin îsbatên ku Xwedê heye tu caran hûr û kûr lêkolîn nekirine. Bînin bîra xwe ku Methelokên Silêman 18:17 çi dibêje: “Di doza xwe de yê ku pêşiyê diaxife, biheq tê dîtin, lê belê yekî din derkeve û pirsiyariyê li wî bike.” Li şûna ku hûn tiştên ku li mektebê tên gotin korkorane qebûl bikin, rind bala xwe bidin rastiyên Kitêba Pîroz û weşanên me. w22.08 2 par. 2; 3 par. 8
Roja Yekşemê, 15 Îlon
Bi baldarî ya ku tê de hatiye nivîsandin pêk bîn[e] … Wî çaxî wê riya te vebe û tê bi ser bikevî (Yêşû 1:8, Mizgînî).
Em dixwazin maneya gotinên ku em di Peyva Xwedê de dixwînin fehm bikin. Eger em wisa nekin, emê ji xwendinê gelek feydeyê nestînin. Mesela, ka bala xwe bide xeberdana ku di nav Îsa Mesîh û Şerîetzanekî de çêbû (Lûqa 10:25-29). Wî zilamî ji Îsa Mesîh pirsî ka ew çawa dikare jiyana bêdawî bi dest bixe. Îsa Mesîh cewaba wî ji Peyva Xwedê da. Wî wisa got: “Ma di Şerîetê de çi nivîsî ye? Tu çawa dixwînî?” Wî zilamî cewaba rast da. Wî ji Nivîsarên Pîroz xeber da û got ku gerek em ji Xwedê û ji cîranê xwe hez bikin (3. Mûsa 19:18; 5. Mûsa 6:5). Paşê wî ji Îsa Mesîh re wisa got: “Ma cîranê min kî ye?” Vê pirsê di heqê wî de tiştek eşkere kir. Wî maneya tiştên ku xwendibû fehm nekiribû. Loma, wî nizanibû ku çawa van ayetan di jiyana xwe de bîne cih. Ji bo ku em ji Kitêba Pîroz fehm bikin alîkariya Yehowa ji me re lazim e. Loma ji Yehowa re dua bike ku ew ruhê pîroz bide te. Wekî din, alîkariyê ji wî bixwaze, da ku tu bikaribî gotinên wî di jiyana xwe de bînî cih. w23.02 9 par. 4-5
Roja Duşemê, 16 Îlon
Di rastiyê de rêve [herin] (3. Yûhena 4).
“Tu çawa hatî rastiyê?” Di nav Şahidên Yehowa de, ev pirs gelek caran tê pirsîn. Gava em hevdû nas dikin, yek ji pirsên ewilî, yên ku em ji hevdû dipirsin, ev e. Em pir hez dikin ku ji hevdû re behsa serpêhatiyên xwe bikin û bibêjin ku me çawa Yehowa nas kir (Romayî 1:11). Sohbetên wisa tînin bîra me ku riya rastiyê çi qas biqîmet e. Wekî din, qerara me xurttir dibe ku em her daîm ‘di rastiyê de rêve herin’, yanî li gor daxwaza Yehowa bimeşin. Em ji bo gelek sebeban ji rastiyê hez dikin. A herî muhîm, em ji Yehowa, yê ku Çavkaniya rastiyê ye, hez dikin. Bi destê Kitêba Pîroz, em ne tenê hîn bûne ku ew Xaliqê erd û ezmanan e, lê em pê hesiyane ku ew Bavê meyî dilovan e û xema me dixwe (1. Petrûs 5:7). w22.08 14 par. 1, 3
Roja Sêşemê, 17 Îlon
Belengazan bînin bîra xwe (Galatî 2:10).
Pawlosê şandî ji xwişk û birayan re got ku bila ew “hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin” (Îbranî 10:24). Wî ne tenê bi gotinên xwe, lê bi kirinên xwe jî alî xwişk û birayan dikir. Mesela, gava li Cihûstanê xela rabû, Pawlos hin hewcedariyên xwişk û birayên li wê derê tedarek kirin (Karên Şandiyan 11:27-30). Pawlos her çi qas bi îşê belavkirina mizgîna Padîşahiyê mijûl bû jî, ew her tim hazir bû alîkariyê bide belengazan. Bi vî awayî, wî baweriya xwişk û birayan ava dikir ku Yehowa wê li wan xwedî derkeve. Îro, gava em wext, xîret û hunerên xwe di îşê alîkariya piştî felaketan de bi kar tînin yan ji bo fealiyetên teşkîlatê bexşan didin, em jî baweriya xwişk û birayan ava dikin. Bi van awayan û bi awayên din, em baweriya wan xurttir dikin ku Yehowa wan tu caran terk nake. w22.08 23 par. 14
Roja Çarşemê, 18 Îlon
Çimkî pêxemberîtî tu caran bi daxwaza mirov nehatiye; lê belê mirovan bi rêberiya Ruhê Pîroz, peyv ji Xwedê gotine (2. Petrûs 1:21).
Tarîx nîşanî me dide ku gelek tiştên ku ji berê ve di Kitêba Pîroz de hatibûn gotin bi sedsalan bi şûn de hatin cih. Em ji bo vê ecêbmayî namînin, çimkî em dizanin Çavkaniya van gotinan, Yehowa ye. Ka bîne ber çavê xwe ku Kitêba Pîroz ji berê ve li ser ketina bajarê Babîlê çi gotibû. Di sedsala 8an a B.M. de, Îşaya pêxember bi îlhama Xwedê nivîsîbû ku bajarê Babîlê – yê ku li wê demê pir bi nav û deng bû – wê bê bindestkirin. Bi ser de, wî ji berê ve gotibû ku navê kesê ku wê bajêr bin dest bike Koreş e. Îşaya pêxember eşkere kiribû ku bajar wê çawa bê girtin (Îşaya 44:27–45:2). Wekî din, Îşaya ji berê ve gotibû ku dawiya dawî, Babîl wê bi temamî bê wêrankirin (Îşaya 13:19, 20). Di sala 539an a B.M. de, bajarê Babîlê ket destê Med û Farisan, û îro, li cihê vî bajarî tenê xirbe hene. w23.01 4 par. 10
Roja Pêncşemê, 19 Îlon
Di ber dilê hev de werin (1. Selanîkî 5:11).
Bi îzna Yehowa, em bûne para malbata wî. Ka bifikire ku ev yek ji bo me qedrekî çi qas mezin e û em jê çi qas feydeyê dibînin! (Marqos 10:29, 30). Li seranserê dinyayê, xwişk û birayên me hene, yên ku wek me ji Yehowa hez dikin û xîret dikin ku li gor standardên wî bimeşin. Gava em xwişk û birayên din cara pêşîn nas dikin, em xwe hemen nêzîkî wan hîs dikin – ziman, kultur û kincên wan her çi qas ji yên me cuda bin jî. Li me bi xisûsî xweş tê ku em bi wan re ji Bavê xweyî ezmanî re îbadetê dikin û di yekîtiyê de dimînin (Zebûr 133:1). Car caran, ew alî me dikin ku em barê xwe hilgirin (Romayî 15:1; Galatî 6:2). Wekî din, ew dilê me xurt dikin ku em di xizmeta Yehowa de aktîf bimînin û dostaniya xwe ya bi Yehowa re xwedî bikin (Îbranî 10:23-25). Ka bifikire ku eger civatê alî me nekira ku em li hemberî dijminên xwe – yanî li hemberî Îblîs û li hemberî dinyaya xerab – qewî bisekinin, halê me wê çawa bûya! w22.09 2-3 par. 3-4
Roja Înê, 20 Îlon
Kesê biaqil devê xwe digire (Methelokên Silêman 10:19, Mizgînî).
Wexta ku em medyaya sosyal bi kar tînin, ev yek carinan zor e. Eger em dîqat nekin, em dikarin bê hemdî melûmatên xisûsî ji gelek kesan re eşkere bikin. Bi ser de, piştî ku me melûmatek weşandiye, êdî ne di destê me de ye ku kesên din vê melûmatê çawa bi kar tînin, û netîceyên xerab dikarin seba vê melûmatê werin meydanê. Wekî din, eger dijminên me dixwazin me bixapînin, da ku em di heqê xwişk û birayan de melûmatan eşkere bikin, pir muhîm e ku em xwe bigirin. Li welatên ku fealiyetên Şahidên Yehowa bi temamî yan bi qismî hatine qedexekirin, polîs carinan tiştên wisa dipirsin. Di rewşên wisa de, gerek em ‘devê xwe girêdin, nedin cewab’ (Zebûr 39:1). Belê, lazim e ku em her tim pêbawer bin – li hemberî malbata xwe, li hemberî dost û hevalên xwe, li hemberî xwişk û birayan û li hemberî kesên din. Û ji bo ku em pêbawer bin, em hewceyî xwegirtinê ne. w22.09 13 par. 16
Roja Şemiyê, 21 Îlon
Xwezî bi wî mirovê ku … tenê zewqa xwe ji şerîeta Xudan distîne, û bi şev û bi roj kûr li ser wê difikire (Zebûr 1:1, 2).
Ji bo dilxweşiya rastîn, gerek em xwarina ruhî bistînin. Em hewceyî xwarina ruhî ne. Loma Îsa Mesîh wisa gotibû: “Mirov ne bi nên tenê dijî, lê bi her peyva ku ji devê Xwedê derdikeve dijî” (Meta 4:4). Loma, bila rojek jî derbas nebe bêyî ku em Peyva Xwedê bixwînin. Bi destê Kitêba Pîroz, Yehowa bi dilovanî rêyî me dide ku em çawa dikarin jiyaneke dilxweş derbas bikin. Ji vê kitêbê, em hîn dibin ku armanca wî ya ji bo me çi ye. Wekî din, em hîn dibin ku em çawa dikarin nêzîkî wî bibin û gerek em çi bikin, da ku ew gunehên me efû bike. Bi ser de, em hîn dibin ku Yehowa ji bo pêşerojê çi soz daye (Yêremya 29:11). Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, melûmata di heqê van mijaran de dilê me xweş dike. Gava em seba problemên jiyanê dilteng dibin, wê baş be ku em Peyva Yehowa zêdetir bixwînin û li ser wê kûr bifikirin. w22.10 7 par. 4-6
Roja Yekşemê, 22 Îlon
Di aqil de gihîştî bin (1. Korîntî 14:20).
Wê baş be ku em guh bidin vê şîreta Kitêba Pîroz. Wexta ku em li gor prensîpên Kitêba Pîroz dimeşin, em hîkmet û tecrûbeyê bi dest dixin. Hêdî hêdî, em hîn dibin ku ev prensîp çawa dikarin alî me bikin ku em xwe ji probleman dûr bigirin û qerarên bihîkmet bidin. Wê baş be ku em pêşveçûna xwe di ber çavan re derbas bikin. Mesela, eger em ji bo demekê Kitêba Pîroz elimîbin û çûbin civînan, wê baş be ku em ji xwe bipirsin ka me çima hê soz nedaye Yehowa ku emê heta bi hetayê ji wî re xizmet bikin û hê nehatine binavkirin. Yan jî, eger em jixwe binavbûyî ne, gelo em wek mizgînvan û mamoste bi pêş ve diçin? Gelo qerarên me nîşan didin ku em li gor rêberiya Kitêba Pîroz hereket dikin? Gelo em wek Îsa Mesîh li hemberî însanan baş in? Eger lazim be ku em xwe di hin waran de serrast bikin, bila em guh bidin şîretên Yehowa, yên ku hîkmetê didin kesên bêtecrûbe (Zebûr 19:7). w22.10 20 par. 8
Roja Duşemê, 23 Îlon
Ruh xwest ku biçe ku derê diçûn wir (Hêzekîêl 1:20).
Hêzekîêl pêxember bi çavê xwe dîtibû ku ruhê Xwedê çi qas biqudret e. Di dîtiniyekê de, Yehowa nîşanî wî da ku ruhê pîroz çawa li ser melekan û li ser tekerên mezin ên erebeyeke ezmanî tesîr dike (Hêzekîêl 1:21). Wexta ku Hêzekîêl ev yek dît, ew ket erdê (Hêzekîêl 1:28). Paşê, her ku Hêzekîêl ev dîtinî dianî bîra xwe, baweriya wî bê şik xurttir dibû ku bi alîkariya ruhê Xwedê, ewê bikaribe wezîfeya xwe bîne cih. Yehowa ji Hêzekîêl re wisa got: “Lawê mirov, rabe ser pêlan ku ez bi te re biaxifim!” Vî emrî û ruhê Xwedê qewet da Hêzekîêl ku ew rabe (Hêzekîêl 2:1, 2). Gava Hêzekîêl wezîfeya xwe dianî cih, “destê” Yehowa, yanî ruhê pîroz, her tim rêberiya wî dikir (Hêzekîêl 3:22; 8:1; 33:22; 37:1; 40:1). w22.11 4 par. 7-8
Roja Sêşemê, 24 Îlon
Wê guhên te ji paş ve … gotinê bibihîzin (Îşaya 30:21, Mizgînî).
Wek mamosteyekî ku li pey xwendekarên xwe dimeşe û rêberiyê dide wan, Yehowa jî bi destê Kitêba Pîroz, a ku bi sedsalan berê hatibû nivîsandin, bi me re xeber dide. Loma, gava ku em Kitêba Pîroz dixwînin, em dengê Xwedê qey “ji paş ve” dibihîzin (Îşaya 51:4, Mizgînî). Gelo em çawa dikarin ji rêberiya ku Yehowa dide, feydeyê bistînin? Ka bîne bîra xwe ku Îşaya çi gotibû: “Rê ev e, di vê riyê re herin!” Ne bes e ku em bizanin ku “rê” kîjan e. Lazim e ku em “di vê riyê re herin”. Bi destê Peyva Yehowa, ya ku ji aliyê teşkîlata wî ve tê zelalkirin, em hîn dibin ku Yehowa ji me çi dixwaze û em çawa dikarin li gor daxwaza Yehowa bijîn. Ji bo ku em bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet bikin û ji bo ku Yehowa me bibereket bike, gerek em her du gavan bavêjin. w22.11 10-11 par. 10-11
Roja Çarşemê, 25 Îlon
Piştî çûyîna min, gurên har … wê bikevin nav we (Karên Şandiyan 20:29).
Piştî ku piraniya şandiyên Îsa Mesîh miribûn, Mesîhiyên sexte ketin nav civatê (Meta 13:24-27, 37-39). Wan ‘tiştên xwarûvîç digotin, da ku şagirtan li pey xwe bibin’ (Karên Şandiyan 20:30). Mesela, wan Mesîhiyên sexte digot ku ji bo efûkirina gunehên mirovan ne bes e ku bedena Îsa Mesîh “carekê hat pêşkêşkirin” (Îbranî 9:27, 28). Wan digot ku gerek qurbanbûna wî her tim bê dubarekirin. Îro jî, gelek mirov baweriya xwe bi vê hîndariya sexte tînin. Ew her hefte – yan jî her roj – li dêrê li hev top dibin ku qurbanbûna Îsa Mesîh pîroz bikin. Li hin dêrên din, mirina Îsa Mesîh kêmtir tê pîrozkirin, lê piraniya wan maneya fîdyeya Îsa Mesîh bi zelalî fehm nakin. w23.01 21 par. 5
Roja Pêncşemê, 26 Îlon
Ji bîr nekin ku hûn qenciyê bikin û tiştên xwe li hev leva bikin (Îbranî 13:16).
Li dema Hukimdariya Hezarsalî ya Îsa Mesîh, kesên mirî wê bên rakirin, û însanên guhdar wê bigihîjin bêqisûriyê. Însanên ku Yehowa wek kesên rast dihesibîne wê erdê mîras bigirin û “her û her” li wê derê bijîn (Zebûr 37:10, 11, 29). Û mirin – yanî “dijminê dawî” – wê “bê rakirin” (1. Korîntî 15:26). Hêviya jiyana herheyî hêviyeke saxlem e, çimkî esasê vê hêviyê, Peyva Xwedê ye. Bi saya vê hêviyê, em dikarin li hemberî tengasiyên van rojên dawîn ji Yehowa re dilsoz bimînin. Helbet, ji bo ku Yehowa ji me razî be, ne bes e ku em tenê ji bo xatirê jiyana herheyî xîret bikin. Ya herî muhîm ev e ku em ji Yehowa û ji Îsa Mesîh re dilsoz bimînin ji ber ku em ji wan pir hez dikin (2. Korîntî 5:14, 15). Loma, em dixwazin wan ji xwe re emsal bigirin û ji kesên din re behsa hêviya xwe bikin (Romayî 10:13-15). Eger em fedakar û destvekirî bin, Yehowa wê me heta bi hetayê wek dostên xwe qebûl bike. w22.12 6-7 par. 15-16
Roja Înê, 27 Îlon
Hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê bikişînin (2. Tîmotêyos 3:12).
Di bin zilmê de, em dikarin gelek tiştên ku dilrihetiyê didin me winda bikin. Dibe ku tirs û xof bikeve dilê me, û em xemê bixwin ka wekî din çi wê biqewime. Fikir û hîsên bi vî rengî normal in. Lê gerek em rind hay ji xwe hebin, çimkî Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku şagirtên wî dikarin ji ber zilmê biterpilin (Yûhena 16:1, 2). Rast e ku em dikarin rastî zilmê bên, lê wek Îsa Mesîh gotibû, em dikarin dilsoz bimînin (Yûhena 15:20; 16:33). Gava ku fealiyetên me bi temamî yan bi qismî bên qedexekirin, belkî em ji Beytelê yan ji rîspiyan rêberiyê bistînin. Hedefa vê rêberiyê ew e ku em bên parastin, xwarina ruhî bi dewamî bistînin û heta ku mumkin be xebera xêrê belav bikin. Em bi dil û can dixwazin li gor vê rêberiyê bimeşin (Aqûb 3:17). Wekî din, gerek em tu carî melûmatên li ser xwişk û birayan nedin kesên ku heqê wan tune ye ku pê bizanibin (Waiz 3:7). w22.12 20-21 par. 14-16
Roja Şemiyê, 28 Îlon
Eynî xîretkêşiyê nîşan bide (Îbranî 6:11).
Îro, Îsa Mesîh rêberiya şagirtên xwe dike, da ku ew mizgîna Padîşahiya Xwedê li her derê belav bikin. Bi navgîniya teşkîlata Yehowa, Îsa Mesîh me perwerde dike û hacetên lazim dide me, da ku em xebera xêrê belav bikin (Meta 28:18-20). Ji ber ku em dixwazin li gor gotinên Îsa Mesîh hereket bikin, em xebera xêrê bi dil û can belav dikin û mirovan hîn dikin. Wekî din, heta ku Yehowa dawiya sîstema vê dinyayê bîne, em dixwazin hişyar bimînin. Eger em şîreta ji Îbranî 6:11, 12 bînin cih, emê “heta dawiyê” hêviya xwe winda nekin. Yehowa qerar daye ku ewê kengê dinyaya Îblîs helak bike. Gava ew roj bê, Yehowa wê hemû sozên xwe bîne cih. Belkî em carinan difikirin ku dawiya vê sîstemê dereng dikeve. Lê, roja Yehowa ‘wê dereng nemîne’ (Habaqûq 2:3, Mizgînî). Heta hingê, em dixwazin bi dil û can û bi sebir “li benda Xwedayê xelasiya xwe” bisekinin (Mîka 7:7). w23.02 19 par. 15-16
Roja Yekşemê, 29 Îlon
Tu kes nîne mîna te (Zebûr 40:5).
Hedefa çiyahilkêşekî ew e ku bigihîje serê çiyê. Lê li ser rêya wî gelek cihên xweş hene ku ew dikare li wir bisekine û li bedewiya tebîetê mêze bike. Bi eynî awayî, ji xwe re her tim wextê veqetîne, bisekine û bifikire ka Yehowa çawa alî te kiriye ku tu li hemberî tengasiyên xwe bi ser bikevî. Her êvar ji xwe bipirse: “Gelo min îro çawa ferq kir ku Yehowa bereketa xwe daye min? Her çi qas problem hebin jî, gelo Yehowa çawa alî min dike ku ez sebir bikim?” Belê, bila bereketên ku Yehowa dane te tim li ber çavên te bin. Belkî tu dua dikî ku tengasiya te xelas bibe (Filîpî 4:6). Lê gerek em tu carî ji bîr nekin ku Yehowa îro çi bereketan dide me. Jixwe, Yehowa soz daye me ku ewê qewetê bide me û alî me bike ku em sebir bikin. Loma, ji bo alîkariya Yehowa tim şikirdar be. Bawer be ku Yehowa wê alî te bike ku tu di dema tengasiyan de bi ser bikevî! (1. Mûsa 41:51, 52). w23.01 19 par. 17-18
Roja Duşemê, 30 Îlon
Li hêviya Roja Xwedê bin (2. Petrûs 3:12).
Ji xwe bipirse: “Gelo jiyana min nîşan dide ku min rind fehm kiriye ku dawiya vê sîstemê nêzîk e? Gelo qerarên min ên li ser kar û perwerdeyê nîşan didin ku di jiyana min de, xizmeta Yehowa tiştê herî muhîm e? Gelo ez bawer dikim ku Yehowa wê hewcedariyên min û malbata min tedarek bike?” Wexta ku Yehowa dibîne ku em li gor daxwaza wî dijîn, ew pir şa dibe (Meta 6:25-27, 33; Filîpî 4:12, 13). Gerek em fikrên xwe her tim analîz bikin û eger lazim be, gerek em wan serrast bikin. Pawlos ji Korîntiyan re wisa got: “Xwe bi xwe biceribînin … ka gelo hûn di baweriyê de ne” (2. Korîntî 13:5). Ji bo ku hişê me nû bibe, gerek em Peyva Xwedê bixwînin û hîn bibin ku mîna wî bifikirin. Paşê, çi lazim be jî, gerek em vêya bikin ku xwe li gor daxwaza Yehowa serrast bikin (1. Korîntî 2:14-16). w23.01 9 par. 5-6