KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • es24 r. 98-108
  • Cotmeh

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Cotmeh
  • Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2024
  • Sernivîs
  • Roja Sêşemê, 1 Cotmeh
  • Roja Çarşemê, 2 Cotmeh
  • Roja Pêncşemê, 3 Cotmeh
  • Roja Înê, 4 Cotmeh
  • Roja Şemiyê, 5 Cotmeh
  • Roja Yekşemê, 6 Cotmeh
  • Roja Duşemê, 7 Cotmeh
  • Roja Sêşemê, 8 Cotmeh
  • Roja Çarşemê, 9 Cotmeh
  • Roja Pêncşemê, 10 Cotmeh
  • Roja Înê, 11 Cotmeh
  • Roja Şemiyê, 12 Cotmeh
  • Roja Yekşemê, 13 Cotmeh
  • Roja Duşemê, 14 Cotmeh
  • Roja Sêşemê, 15 Cotmeh
  • Roja Çarşemê, 16 Cotmeh
  • Roja Pêncşemê, 17 Cotmeh
  • Roja Înê, 18 Cotmeh
  • Roja Şemiyê, 19 Cotmeh
  • Roja Yekşemê, 20 Cotmeh
  • Roja Duşemê, 21 Cotmeh
  • Roja Sêşemê, 22 Cotmeh
  • Roja Çarşemê, 23 Cotmeh
  • Roja Pêncşemê, 24 Cotmeh
  • Roja Înê, 25 Cotmeh
  • Roja Şemiyê, 26 Cotmeh
  • Roja Yekşemê, 27 Cotmeh
  • Roja Duşemê, 28 Cotmeh
  • Roja Sêşemê, 29 Cotmeh
  • Roja Çarşemê, 30 Cotmeh
  • Roja Pêncşemê, 31 Cotmeh
Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2024
es24 r. 98-108

Cotmeh

Roja Sêşemê, 1 Cotmeh

Li nav civatê pesnê te bêjim (Zebûr 22:22).

Li civînan, wê baş be ku em bi dengê bilind kilaman bibêjin û cewabên rind hazirkirî bidin. Li hinekan zor tê ku li ber xelkê kilaman bibêjin yan cewaban bidin. Gelo ev yek li te jî zor tê? Eger wisa be, bifikire ku hin kesan çi kirine ku di heqê tirsên xwe de bên der. Gotina kilaman a bi dil û can alî hin kesan kiriye. Gava em li civînan kilaman dibêjin, gerek armanca me ya sereke ev be ku em pesnê Yehowa bidin. Çawa ku tu li malê ji bo qismên din ên civînê haziriyê dikî, ji bo kilaman jî haziriyê bike. Bala xwe bidê ku gotinên kilaman çawa bi mijara civînê ve girêdayî ne. Bi zêdeyî xem neke ku dengê te xweş e yan na. Wekî din, li hinekan zor tê ku li civînan cewaban bidin. Gelo çi dikare alî te bike? Xîret bike ku li her civînê cewaban bidî. Eger cewaba te kin û hêsan be jî û tenê fikra sereke nîşan bide, ev yek problem nîne. Gava em hewl didin ku li civînan pesnê Xwedê bidin û îznê nadin ku tirsa me ji me re bibe asteng, Yehowa pir şa dibe. w22.04 7-8 par. 12-15

Roja Çarşemê, 2 Cotmeh

Xudan alîkarê min e, ez natirsim (Îbranî 13:6).

Peyva “alîkar”, tê maneya mirovekî ku diçe hawara kesekî. Bîne ber çavê xwe ku Yehowa çawa bi lez diçe hawara kesekî ku ketiye tengasiyê. Bi dîtina te, ma ev peyv nîşan nade ku Yehowa hazir e û dixwaze bibe Alîkarê me? Belê! Madem ku Yehowa bi me re ye, em dikarin li hemberî tengasiyan bi dilxweşî sebat bikin. Gelo Yehowa çawa alî me dike? Ji bo cewaba vê pirsê, ka em li kitêba Îşaya binêrin, çimkî gelek tiştên ku Îşaya pêxember bi îlhama Xwedê nivîsîbûn ser me tesîr dikin. Wekî din, Îşaya bi gotinên hêsan tarîf kiribû ku Yehowa yekî çawa ye. Mesela, beşa 30yî ya kitêba Îşaya bîne ber çavê xwe. Di vê beşê de, Îşaya bi mîsalên xweş zelal kiribû ku Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dike. Wî nîşan dabû ku Yehowa (1) duayên me dibihîze û dibersivîne, (2) rêberiya me dike û (3) me hem niha hem di pêşerojê de bibereket dike. w22.11 8 par. 2-3

Roja Pêncşemê, 3 Cotmeh

Ji wan tengahiyên ku tu li ber kişandinê yî netirse. … Heta mirinê dilsoz bimîne, ezê taca jiyanê bidim te (Peyxam 2:10).

Îsa Mesîh ji civatên li Smîrna û Filadelfiyayê re xeber şandibûn. Wî ji xwişk û birayên li van bajaran re got ku bila ew ji zilmê netirsin, çimkî dilsoziya wan wê bê xelatkirin (Peyxam 3:10). Gerek em hazir bin ku rastî zilmê bên û li hemberî vê zilmê sebat bikin (Meta 24:9, 13; 2. Korîntî 12:10). Di kitêba Peyxamê de ji berê ve hatibû gotin ku li “roja Xudan” – yanî li roja me – xizmetkarên Xwedê wê rastî zilmê bên (Peyxam 1:10). Beşa 12an a kitêba Peyxamê behsa cengeke li ezmên dike. Vê cengê hemen piştî çêbûna Padîşahiya Xwedê destpêkir. Mîxayîl – yanî Îsa Mesîh – û melekên wî li dijî Îblîs û cinên wî şer kir (Peyxam 12:7, 8). Di netîceyê de, dijminên Xwedê ji ezmên hatin avêtin xwarê. Ji ber vê yekê, li dinyayê derdên mezin hatin meydanê (Peyxam 12:9, 12). w22.05 5 par. 12-13

Roja Înê, 4 Cotmeh

Li cem Xwedayê me XUDAN neheqî … nîne (2. Dîrokan 19:7).

Hukmên Yehowa her tim rast û adil in. Ew bi temamî bêteref e. Yehowa li gor bejn û bal, şan û şohret, mal û milk yan huner û qabiliyetên mirovan qerarê nade ku wan efû bike yan na (1. Samûyêl 16:7; Aqûb 2:1-4). Tu kes nikare zorê li Yehowa bide yan jî rişwetê bide wî. Ew tu caran li gor kêf û hîsên xwe qeraran nade (2. Mûsa 34:7). Belê, Yehowa Hakimê herî baş e, çimkî tu tişt ji dîqata wî nareve (5. Mûsa 32:4). Kesên ku Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî dinivîsîn rind dizanibû ku efûkirina Yehowa bêemsal e. Li gor ferhengekê, peyva Îbranî, ya ku wan carinan bi kar dianî, “tenê ji bo vê yekê ku Xwedê gunehkaran çawa efû dike tê bikaranîn”. Li gor vê ferhengê, “ev peyv tu caran ji bo vê yekê ku însan hevdû çawa efû dikin, nayê bikaranîn”. Tenê Yehowa dikare gunehkarên tobedar bi temamî efû bike. w22.06 4 par. 10-11

Roja Şemiyê, 5 Cotmeh

Di zarokatiyê de riya rast hîn bikê, gava pîr bibe ew jê averê nabe (Methelokên Silêman 22:6, Mizgînî).

Eger hûn zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dikin yan eger zilamê we Şahidê Yehowa nîne, bawer bin ku dilsoziya we teşwîq û cesaretê dide kesên din jî. Eger hûn difikirin ku li gel perwerdeya we, zarokê we naxwaze ji Yehowa re xizmet bike, hûn dikarin çi bikin? Ji bîr nekin ku ji bo perwerdekirina zarokan, wext lazim e. Gava mirov toximekî diçîne, ew carinan meraq dike ka rojekê, toxim wê bibe dareke berdar yan na. Mezinbûna darê ne di destê mirov de ye, lê dîsa jî, ew dikare av bide, da ku dar karibe mezin bibe (Marqos 4:26-29). Mîna vê, hûn belkî meraq dikin ka gotinên we digihîjin dilê zarokên we yan na. Netîce helbet ne di destê we de ye. Lê dîsa jî, gava hûn çi ji destê we tê dikin ku wan perwerde bikin, hûn fersendeke baş didin wan, da ku ew bibin dostên Yehowa. w22.04 19-20 par. 16-17

Roja Yekşemê, 6 Cotmeh

Pey nefsmeziniyê perîşanî tê û pey pozbilindiyê kambaxî (Methelokên Silêman 16:18, Methelokên Hezretê Silêman).

Heta ku Silêman Padîşah bi dilsozî ji Yehowa Xwedê re xizmet dikir, nêrîna wî ya li ser xwe terazdar bû. Di xortaniya xwe de, wî sînorên xwe bi dilnizmî qebûl kir û ji Yehowa rêberî xwest (1. Qiralan 3:7-9). Gava Silêman nû dest bi padîşahiyê kiribû, wî dizanibû ku pozbilindî xisûsiyeteke çi qas bitalûke ye. Çi heyf e ku paşê, Silêman li gor şîreta xwe hereket nekir. Piştî ku ew bi çend salan wek padîşah hukim ajotibû, wî qanûnên Yehowa bi quretî avêt pişt guhê xwe. Mesela, yek ji van qanûnan ev bû ku gerek padîşah “bona ku dilê wî çewt nebe, dê bona xwe jinan zêde neke” (5. Mûsa 17:17). Silêman guh neda vê qanûnê û ji xwe re 700 jin û 300 cariye anîn (1. Qiralan 11:1-3). Silêman belkî difikirî ku her tişt di bin kontrola wî de ye. Lê belê, bi zeman re, ew ji Yehowa dûr ket û rastî netîceyên xerab hat (1. Qiralan 11:9-13). w22.05 23 par. 12

Roja Duşemê, 7 Cotmeh

Yê … rast wê bi baweriyê bijî. Lê eger ew xwe bi şûn ve bikişîne, canê min ji wî razî nabe (Îbranî 10:38).

Îro lazim e ku hemû însan qerareke muhîm bidin. Gelo ewê Yehowa Xwedê wek Hukimdarê meşrû yê gerdûnê qebûl bikin, yan gelo ewê piştgiriya Îblîs bikin? Di vî warî de, tu kes nikare bêteref bimîne. Pêşeroja însanan bi qerara wan ve girêdayî ye (Meta 25:31-33, 46). Li dema “tengahiya mezin”, ewê yan sax bimînin û jiyana bêdawî bistînin yan jî heta bi hetayê tune bibin (Peyxam 7:14; 14:9-11; Hêzekîêl 9:4, 6). Eger te qerar daye ku piştgiriya hukimdariya Yehowa Xwedê bikî, te rind kiriye. Niha tu dixwazî alî kesên din bikî ku ew jî qerara rast bidin. Kesên ku bi dilsozî piştgiriya hukimdariya Yehowa dikin wê bereketan bistînin. Wê baş be ku em van rastiyên muhîm rind lêkolîn bikin, da ku em karibin bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bikin û alî kesên din bikin ku ew jî bikevin riya rast û li ser vê rê bimînin. w22.05 15 par. 1-2

Roja Sêşemê, 8 Cotmeh

Xwezî bi we, gava ku ew … her cûreyê gotinên xerab ji bo we bêjin (Meta 5:11).

Gerek em guh bidin dengê Yehowa, ne dengê dijminan. Gava Yehowa bi Eyûb re xeber dida, Eyûb rind guh da wî. Yehowa bala Eyûb kişand ser qudreta xwe û bi destê çend mîsalan ji wî re zelal kir ku ew her tiştî dibîne. Bi alîkariya çend pirsan, Yehowa rêyî Eyûb da ku ew çi qas xema wî dixwe. Eyûb bi dilnizmî û şikurdarî wisa cewab da: “Min bi guhên xwe di heqê te de bihîstibû, lê niha, ez te bi çavên xwe dibînim” (Eyûb 42:5, NWT). Bi îhtimaleke mezin, Eyûb hê di nav xweliyê de rûniştî bû, her dera bedena wî hê birîn bû. Dîsa jî, Yehowa nîşan da ku ew ji Eyûb hez dike û ji wî razî ye (Eyûb 42:7, 8). Îro jî, dibe ku însan me nizm bixin û me wek kesên bêqîmet bibînin. Dibe ku ew hewl bidin ku navê me û teşkîlata me reş bikin. Serpêhatiya Eyûb nîşanî me dide ku gava em rastî tengasiyan tên, Yehowa bawer e ku emê ji wî re dilsoz bimînin. w22.06 23-24 par. 15-16

Roja Çarşemê, 9 Cotmeh

Daweta Berx hat (Peyxam 19:7).

Wexta ku Babîla mezin bê helakkirin, li ezmanan jixwe dilxweşiya mezin wê hebe (Peyxam 19:1-3). Lê belê, “daweta Berx” wê bibe sebeba dilxweşiyeke hê jî mezintir. Xebera herî muhîm a kitêba Peyxamê ev e! (Peyxam 19:6-9). Berî ku cenga Harmegedonê dest pê bike, 144.000 kesên hilbijartî wê gişt herin ezmanan. Lê belê, daweta Berx wê hemen wê demê çênebe (Peyxam 21:1, 2). Daweta Berx wê piştî cenga Harmegedonê û jiholêrakirina hemû dijminên Xwedê dest pê bike (Zebûr 45:3, 4, 13-17). Maneya daweta Berx çi ye? Çawa ku di zewacê de jin û mêr dibin yek, di vê zewaca sembolîk de, Padîşah Îsa Mesîh wê tevî 144.000an, ên ku “bûka” wî ne, bibe yek. Ji wê demê ve, Îsa Mesîh wê tevî 144.000 hempadîşahên xwe 1.000 sal li ser dinyayê hukim bajo (Peyxam 20:6). w22.05 17 par. 11-13

Roja Pêncşemê, 10 Cotmeh

Çi qas dilxweş e ew xulam, gava Efendiyê wî … bibîne ku ew hema wisa dike! (Meta 24:46, NWT).

Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku di rojên dawîn de, ewê “xulamê dilsoz û şehreza” tayîn bike, da ku ew xwarina ruhî tedarek bike (Meta 24:45). Çavdêrê me Îsa Mesîh bi destê komeke zilamên tayînkirî di wextê de xwarina ruhî dide xizmetkarên Xwedê û kesên eleqedar. Ev zilam xwe wek serwerên li ser baweriya kesên din nabînin (2. Korîntî 1:24). Ew qebûl dikin ku yê ku li ser xizmetkarên Xwedê “serwer û fermandar” e, Îsa Mesîh e (Îşaya 55:4). Ji sala 1919an û pê ve, xulamê dilsoz bi destê weşanên cur bi cur alî xwendekarên nû kiriye ku ew xwarina ruhî tehm bikin. Di sala 1921ê de, xulam kitêba Çenga Xwedê (bi zimanê Îngilîzî) weşand, a ku alî kesên eleqedar dikir ku ew rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz hîn bibin. Bi zeman re, gelek însanan Bavê meyî ezmanî bi alîkariya cure cure weşanan nas kiriye. w22.07 10 par. 9-10

Roja Înê, 11 Cotmeh

Îcar ev soza ku wî daye me jiyana herheyî ye (1. Yûhena 2:25).

Qet kesek wek Yehowa comerd nîne. Tu çi qas bidî Yehowa jî, ewê qat bi qat zêdetir bide te (Marqos 10:29, 30). Îro di vê dinyaya xerab de jî, Yehowa soz dide ku ewê jiyaneke xweş, bextewar û bimane bide te. Lê ev tenê destpêka serê rê ye. Tu dikarî her û her ji Bavê xweyî ezmanî re xizmetê bikî. Hezkirina di navbera te û Bavê teyî ezmanî de wê mezintir bibe, û tuyê jiyana herheyî bi dest bixî. Bi destê sonda xwedayînê û bi destê binavbûnê, tu dikarî tiştekî pir biqîmet bidî Bavê xweyî ezmanî. Jixwe wî her tiştê qenc û her tiştê ku dilê te şa dike daye te. Îcar tu jî dikarî tiştekî pir biqîmet bidî Xwedayê erd û ezmanan: Tu dikarî bi dilsozî ji wî re xizmetê bikî (Eyûb 1:8; 41:11; Methelokên Silêman 27:11). Ma jiyaneke ji vê jiyanê xweştir heye? w23.03 6 par. 16-17

Roja Şemiyê, 12 Cotmeh

Zilamê ciwan riya xwe bi çi paqij dike? Bi gohdana peyva te (Zebûr 119:9).

Li dema ciwaniyê, xwestekên cinsî dikarin xurt bin, û dibe ku hemsaliyên te zorê li te bidin ku tu bêexlaqiyê bikî. Îblîs dixwaze ku tu li gor xwestekên xwe hereket bikî. Gelo çi dikare alî te bike ku tu ji aliyê exlaqê ve pak bimînî? (1. Selanîkî 4:3, 4). Di duayên xwe de dilê xwe ji Yehowa re veke. Ji wî re behsa hîsên xwe bike, û rica bike ku bila ew qewetê bide te (Meta 6:13). Yehowa ji bîr nake “ku em ax in”, û ew hazir e ku alî te bike (Zebûr 103:13, 14). Nefikire ku tu dikarî problemên xwe bê alîkarî safî bikî. Ji dê û bavê xwe re behsa micadeleya xwe bike. Helbet ne hêsan e ku tu di heqê meseleyên şexsî de xeber bidî, lê wê baş be ku tu vêya bikî. Xwendina Kitêba Pîroz û fikirîna li ser prensîpên Kitêba Pîroz wê alî te bikin ku tu qerarên baş bidî, yên ku wê li Yehowa xweş bên. Bi zeman re, tuyê bibînî ku ne lazim e ku ji bo her tiştî qaîdeyek hebe, çimkî tuyê fehm bikî ku Yehowa li ser hin meseleyan çi difikire. w22.08 4-5 par. 10-12

Roja Yekşemê, 13 Cotmeh

Lê eger yek li mirovên xwe … nenêre, wî bawerî înkar kiriye (1. Tîmotêyos 5:8).

Serên malbata pir xîret dikin ku debara malbata xwe bikin. Eger tu serê malbatê yî, tu belkî xem dikî ku tuyê zikê zarokan çawa têr bikî û pereyê kirê yan krediya malê çawa bidî. Tu belkî ditirsî ku eger tu îşê xwe winda bikî, tuyê nikaribî ji xwe re îşekî nû bibînî. Yan jî, tu belkî difikirî ku tu nikarî mesrefên xwe kêmtir bikî û jiyaneke sadetir bajoyî. Bi destê tirsên wisa, Îblîs gelek kes ji xizmeta Yehowa dûr xistine. Îblîs dixwaze me bide bawerkirin ku Yehowa xema me naxwe û wê alî me neke ku em debara malbata xwe bikin. Loma, dibe ku em bifikirin ku gerek em çi ji destê me tê bikin ku em îşê xwe winda nekin. Bi ser de, tirsên wisa dikarin bibin sebeb ku em zerarê bidin dostaniya xwe ya bi Yehowa re. w22.06 15 par. 5-6

Roja Duşemê, 14 Cotmeh

Ev hêviya me wek lengerê can ê saxlem û ewledar e (Îbranî 6:19).

Em dizanin ku Yehowa “Xwedayê ku zehf keremkar û dilovan e; yê ku dereng hêrs dibe, qencî û dilovaniya wî pirr e” (2. Mûsa 34:6). Yehowa ji edaletê hez dike (Îşaya 61:8). Gava ew dibîne ku em êşê dikişînin, ew xemgîn dibe, û ew hazir e ku li wexta rast hemû kul û derdan ji holê rake (Yêremya 29:11). Em bi çar çavan li benda wê rojê ne! Belê, yek ji sebebên ku em ji Yehowa çima ew qas hez dikin, ev e. Wekî din, em çima ji rastiyê hez dikin? Riya rastiyê ji bo me pir bifeyde ye. Mesela, bi saya rastiya Kitêba Pîroz, hêviya me heye. Çawa ku lenger qeyîkê saxlem digire, hêviya me jî dikare me li dema tengasiyan saxlem bigire. Li ayeta îroyîn, Pawlosê şandî bi eslê xwe behsa hêviya jiyana li ezmanan dikir, a ku şagirtên meshkirî li benda wê ne. Lê belê, hêviya şagirtên ku li benda jiyana herheyî ya li rûyê erdê ne jî wek “lenger” e (Yûhena 3:16). Belê, hêviya jiyana herheyî jiyana me bimane kiriye. w22.08 14-15 par. 3-5

Roja Sêşemê, 15 Cotmeh

Bila roj li ser hêrsa we neçe ava (Efesî 4:26).

Ji bo ku em îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin, gerek em ji wan hez bikin. Beşa 13an a nameya yekê ya ji Korîntiyan re behsa gelek xisûsiyetên hezkirinê dike, yên ku dikarin alî me bikin ku em îtibara xwe bi kesên din zêde bikin yan ji nû ve qezenc bikin (1. Korîntî 13:4-8). Mesela, ayeta 4an dibêje ku “hezkirin sebir dike, hezkirin dilovaniyê dike”. Wexta ku em li dijî Yehowa guneh dikin, Yehowa dîsa jî sebir dike. Eger xwişk û birayên me dilê me bi gotin yan kirinên xwe êşandibe, ma ne lazim e ku em jî sebir bikin? Ayeta 5an eşkere dike ku hezkirin kînê najo. Loma, gerek em kînê najon û şaşiyên berê yên xwişk û birayan di bîra xwe de xwedî nekin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Zû nexeyide” (Waiz 7:9, Mizgînî). Gerek em bi çavê Yehowa li xwişk û birayan binêrin. Yehowa ji wan hez dike û gunehên wan bi dewamî nade rûyê wan. Gerek em jî wek Yehowa bikin (Zebûr 130:3). Li şûna ku em li ser qisûrên wan bisekinin, gerek em xisûsiyetên wan ên baş bibînin (Meta 7:1-5). w22.09 3-4 par. 6-7

Roja Çarşemê, 16 Cotmeh

Demeke tengasiyê wê hebe (Danîêl 12:1, NWT).

Kitêba Danîêl ji berê ve gotibû ku di dema dawiyê de, rêz bi rêz çi wê biqewime. Mesela, Danîêl 12:1 dibêje: “Wê demê, Mîxayîl, mîrê mezin ê ku di oxira gelê te de disekine, wê rabe” (NWT). Ji sala 1914an ve, yanî ji wexta ku Mîxayîl, yanî Îsa Mesîh, wek Padîşahê Padîşahiya ezmanî hat tayînkirin û pê ve, ew di oxira me de disekine. Lê wekî din, ji Danîêl re hatibû gotin ku Îsa Mesîh wê di “demeke tengasiyê” de “rabe”. Ev “tengasî”, ‘tengahiya mezin’ e, ya ku Meta 24:21 behsa wê dike. Li dawiya vê tengahiyê, yanî li Harmegedonê, Îsa Mesîh wê rabe ku xizmetkarên Xwedê biparêze. Kitêba Peyxamê wan wek “elaleteke mezin”, a ku ji “tengahiya mezin” hatiye, bi nav dike (Peyxam 7:9, 14). w22.09 21 par. 4-5

Roja Pêncşemê, 17 Cotmeh

Her kî ku li dijî min sûc kiribe, ez ê wî ji pirtûka xwe paqij bikim (2. Mûsa 32:33).

Navê kesekî her çi qas di Kitêba Jiyanê de nivîsî be jî, Yehowa dikare vî navî paqij bike, qey wî ev nav di serî de ne bi hibrê, lê bi komirê nivîsandiye (Peyxam 3:5). Heta ku navê me bi awayekî daîmî bi hibrê bê nivîsandin, gerek em xîret bikin ku navê me di vê kitêbê de bimîne. Komekî ku navên wan di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne ji kesên ku hatine hilbijartin ku bi Îsa Mesîh re li ezmanan hukim bajon, pêk tê. Wek Pawlosê şandî ji hevalên xwe yên li Filîpyayê re gotibû, navên kesên meshkirî, yên ku hatine hilbijartin ku bi Îsa Mesîh re hukim bajon, niha di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne (Filîpî 4:3). Lê ji bo ku navên wan di vê kitêba mecazî de bimînin, gerek ew dilsoz bimînin. Paşê, gava ew mora xwe ya dawîn bistînin – yan berî mirina xwe yan jî berî destpêka tengahiya mezin – navên wan wê bi awayekî daîmî di vê kitêbê de bên nivîsandin (Peyxam 7:3). w22.09 15 par. 3; 15-16 par. 5-6

Roja Înê, 18 Cotmeh

Hê bêtir xwezî bi wan ên ku peyva Xwedê dibihîzin û pêk tînin! (Lûqa 11:28).

Bîne ber çavê xwe ku kesekî ji te re xwarineke tehmxweş çêkiriye. Lê ji ber ku eceleya te heye yan hişê te li ser tiştekî din e, tu xwarinê zû zû dadiqurtînî. Piştî xwarinê, tu pê derdixî ku te çi qas zû xwariye û ji xwe re dibêjî: “Xwezî ku min hêdî hêdî bixwara û tehma xwarinê baştir fehm bikira.” Xwendina Kitêba Pîroz jî dikare wisa be. Gelo te Kitêba Pîroz qet ew qas zû xwendiye ku te rind fehm nekiriye ku ew dixwaze ji te re çi bibêje? Loma, Kitêba Pîroz hêdî hêdî bixwîne. Sehneyan bîne ber çavê xwe, dengan bibihîze, û li ser tiştên ku tu dixwînî, kûr bifikire. Ev yek wê dilxweşiya te zêde bike. Îsa Mesîh “xulamê dilsoz û şehreza” tayîn kiriye ku di wexta rast de xwarina ruhî tedarek bike, loma em ji aliyê ruhî ve tu caran birçî namînin (Meta 24:45). Li ser esasê Peyva Xwedê, xulamê dilsoz têr û tije xwarinên ruhî hazir dike (1. Selanîkî 2:13). w22.10 7-8 par. 6-8

Roja Şemiyê, 19 Cotmeh

Ji tinazên yên di rihetiyê de … canê me pirr têr bû (Zebûr 123:4).

Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku di rojên dawîn de, kesên “tinazkar” wê gelek bin (2. Petrûs 3:3, 4). Mirovên wisa bindestiyên “xwestekên xwe yên nepak” in (Cihûda 7, 17, 18). Gelo em çawa dikarin xwe biparêzin, da ku em nebin kesên tinazkar? Ji bo vê, gerek em xwe ji kesên ku her tim şikayet dikin, dûr bigirin (Zebûr 1:1). Mesela, gerek em guh nedin kesên ku li dijî rastiyê serî hildidin, û gerek em kitêb û nivîsên wan nexwînin. Eger em hay ji xwe nebin, em bi hêsanî dikarin bibin mirovên şikayetkar û îtibara xwe bi Yehowa û bi rêberiya teşkîlata wî winda bikin. Ji bo ku em nekevin halekî wisa, bila em ji xwe bipirsin: “Gava em melûmat yan rêberiyeke nû distînin, gelo ez her tim şikayet dikim? Gelo ez birayên ku rêberiyê dikin her gav rexne dikim?” Wê baş be ku em zû dev ji kêmasiyên wisa berdin, da ku Yehowa ji me razî be (Methelokên Silêman 3:34, 35). w22.10 20 par. 9-10

Roja Yekşemê, 20 Cotmeh

Dê mala Îsraêlê nexwaze ku te guhdarî bike (Hêzekîêl 3:7).

Ruhê Xwedê qewet dida Hêzekîêl ku ew wezîfeya xwe bîne cih û fermana Xwedê ji mirovên serhişk re îlan bike. Yehowa ji Hêzekîêl re got: “Min rûyê te eynî wek rûyê wan û eniya te jî eynî wek eniya wan hişk kiriye. Min eniya te kiriye wek elmasekê û ji kevirê heste hişktir kiriye. … Ji wan netirse û di rûyê wan de bêzirav nebe” (Hêzekîêl 3:8, 9, NWT). Yanî, Yehowa bi eslê xwe ji Hêzekîêl re wisa digot: “Seba serhişkiya mirovan aciz nebe. Ezê te xurt bikim.” Piştî vê, ruhê pîroz ê Xwedê rêberiya Hêzekîêl dikir. Hêzekîêl wisa nivîsî: “Destê XUDAN li ser min ve xwurt bû.” Jê re heftiyek lazim bû ku ew xebera ku gerek ew bigihîne mirovan hîn bibe (Hêzekîêl 3:14, 15). Paşê, Yehowa ew bir deştekê ku li wê derê “Ruh kete hundirê [wî]” (Hêzekîêl 3:23, 24). Hêzekîêl êdî hazir bû ku dest bi xizmeta xwe bike. w22.11 4 par. 8-9

Roja Duşemê, 21 Cotmeh

Ya Xudan, heta kengê ezê li te bikim hewar û tê min nebihîzî? … Tu çima li ber ewqas neheqiyê xemsar î? (Habaqûq 1:2, 3, Mizgînî).

Habaqûq pêxember rastî gelek zehmetiyan dihat. Carekê, wî meraq kir ka Yehowa bi rastî xema wî dixwe yan na. Loma, wî dilê xwe bi destê duayê ji Yehowa re vekir. Yehowa guh da vê duaya xizmetkarê xweyî dilsoz (Habaqûq 2:2, 3). Piştî ku Habaqûq anî bîra xwe ku Yehowa xizmetkarên xwe çawa xelas dike, dilê Habaqûq dîsa bi şabûnê ve tije bû. Gotinên wî baweriya wî nîşan didin ku Yehowa xema wî dixwe û wê alî wî bike ku ew li gel her tengasiyê sebat bike (Habaqûq 3:17-19). Dersa ji bo me çi ye? Gava tu rastî çetinahiyan têyî, ji Yehowa re dua bike. Dilê xwe ji wî re veke û xwe bispêre wî. Bawer be ku Yehowa wê qewetê bide te, da ku tu karibî sebat bikî. Wexta ku tu desteka wî hîs bikî, tuyê hê jî zêdetir baweriya xwe bi wî bînî. Eger tu bi fealiyetên ruhî mijûl bî, şik yan çetinahî wê nikaribin te ji Yehowa veqetînin (1. Tîmotêyos 6:6-8). w22.11 15 par. 6-7

Roja Sêşemê, 22 Cotmeh

Bi rastî ez ji te re dibêjim: Tuyê … bi min re di cenetê de bî! (Lûqa 23:43, KP).

Îsa Mesîh û du kesên sûcdar, ên ku li kêleka wî hatin îdamkirin, hêdî hêdî can dida (Lûqa 23:32, 33). Van her du zilaman qerfên xwe bi Îsa Mesîh kiribûn (Meta 27:44; Marqos 15:32). Lê paşê, yekî ji wan fikra xwe guherand. Wî got: “Ya Îsa, çaxê tu gihîştî Padîşahiya xwe, min bîne bîra xwe.” Îsa Mesîh bi gotinên ji ayeta îroyîn bersîva wî da (Lûqa 23:39-42). Gelo jiyana li Ceneta ku Îsa Mesîh behsa wê kiribû, wê çawa be? Li dema hukimdariya Silêman Padîşah, xelk bi hizûr dijiya. Madem ku Îsa Mesîh ji Silêman mezintir e, em dikarin bawer bin ku ewê tevî hempadîşahên xwe bereketên mezin bibarîne ser dinyayê (Meta 12:42). Loma, lazim e ku “miyên din” bizanibin ka gerek ew çi bikin, da ku ew karibin her û her li Cenetê bijîn (Yûhena 10:16). w22.12 8 par. 1; 9 par. 4

Roja Çarşemê, 23 Cotmeh

Helbet wê Xudan li ser hewara te keremê nîşanî te bide (Îşaya 30:19, Mizgînî).

Îşaya temînat daye me ku Yehowa wê guh bide niyazên me û bê hawara me. Wekî din, wî gotibû: “Çaxê bihîst, wê bersiva te bide.” Belê, Bavê meyî ezmanî bi dil û can hazir e ku bê hawara me. Ma ev yek alî me nake ku em bi dilxweşî sebat bikin? Yehowa guh dide duayên her yekî ji me. Gelo em vê ji ku dizanin? Di qismê pêşîn ê beşa 30yî ya kitêba Îşaya de, Yehowa bi hemû xizmetkarên xwe re dipeyive, loma peyva “we” tê bikaranîn. Lê belê, di ayeta 19an de, peyva “te” tê bikaranîn, çimkî li vir, Yehowa yek bi yek bi mirovan re dipeyive. Îşaya wisa nivîsîbû: “Tê negirî. Helbet wê Xudan … keremê nîşanî te bide. … Wê bersiva te bide.” Yehowa Bavekî dilovan e, û xema her yekî ji me dixwe û guh dide duayên me (Zebûr 116:1; Îşaya 57:15). w22.11 9 par. 5-6

Roja Pêncşemê, 24 Cotmeh

Wek maran bidîqat bin, lê wek kevokan dilpak bin (Meta 10:16, NWT).

Gava ku em li hemberî muxalefetê xebera xêrê belav dikin û însanan dielimînin, em dilrihet û kêfxweş dibin. Di sedsala yekê de, gava ku ji şandiyan re hat qedexekirin ku ew xebera xêrê belav bikin, wan qerar da ku ew berî her kesî guh bidin Xwedê. Wan dev ji belavkirina xebera xêrê bernedida, û wan ji vî karî pir kêf distand (Karên Şandiyan 5:27-29, 41, 42). Helbet, eger fealiyetên me hatibin qedexekirin, gerek em di wexta belavkirina mizgînê de bidîqat bin. Lê eger çi ji destê me tê em bikin ku xebera xêrê belav bikin, Yehowa wê ji me razî be û dilê me wê rihet be. Bawer be ku di wextên herî giran de jî, em dikarin dilrihet bin. Di wextên wisa de, gerek em ji bîr nekin ku em hewceyî aştiyê ne – aştî û dilrihetiya ku tenê Yehowa dikare bide me. Ji ber vê yekê, gava ku nexweşî belav dibin, felaketên tebîetê çêdibin yan zilm tê serê te, xwe bispêre Yehowa, û li gor rêberiya teşkîlata wî bimeşe. Bîne ber çavê xwe ku rojên xweş û geş li benda te ne. Kitêba Pîroz wisa soz dide: “Xwedayê aştiyê wê bi we re be” (Filîpî 4:9). w22.12 21 par. 17-18

Roja Înê, 25 Cotmeh

Şexsiyeta nû … li xwe bikin (Efesî 4:24, NWT).

Ji bo vê, xîret lazim e. Mesela, gerek em pir xîret bikin ku xisûsiyetên wek kîn, nefret, hêrs û xezebê ji şexsiyeta xwe derxin (Efesî 4:31, 32). Dibe ku ev yek çima zor be? Çimkî xisûsiyetên xerab belkî di şexsiyeta me de kûr rûniştibin. Kitêba Pîroz dibêje ku “meyilên ku di dilê mirovan de ne, ji zarokantiyê ve xerab in” (1. Mûsa 8:21). Lazim e ku mirov piştî binavbûnê jî bi dewamî xîret bike ku xisûsiyetên kokberdayî kontrol bike (Romayî 7:21-23). Ji Yehowa re dua bike û ji wî re bibêje ku tu li hemberî kîjan xisûsiyetên xerab micadele dikî. Bawer bike ku ewê guh bide te û alî te bike (1. Yûhena 5:14, 15). Rast e, Yehowa wê xisûsiyeteke xerab bi mucîze ji holê raneke, lê ew dikare qewetê bide te, da ku tu bi ser bikevî (1. Petrûs 5:10). Helbet lazim e ku tu li gor duayên xwe hereket bikî û xisûsiyetên şexsiyeta kevn bi pêş nexî. Wekî din, îznê nede ku xwestekên xerab di dilê te de mezin bibin (Filîpî 4:8; Kolosî 3:2). w23.01 10 par. 7, 9-10

Roja Şemiyê, 26 Cotmeh

Yê ku ji Xwedê hez dike, bila ji birayê xwe jî hez bike (1. Yûhena 4:21).

Gava em xebera xêrê bi dil û can belav dikin, em hezkirina xwe nîşan didin. Em mizgînê didin her kesî. Mirovek ji çi miletî be, bi çi zimanî xeber bide, feqîr, zengîn, xwendî yan nexwendî be, di çavê me de ew gişt yek in. Bi vî awayî, em li gor daxwaza Xwedê hereket dikin. “Ew dixwaze ku hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê” (1. Tîmotêyos 2:4). Kesê ku hezkirina xwe ji xwişk û birayan re nîşan dide îsbat dike ku ew ji Yehowa Xwedê û ji Îsa Mesîh hez dike. Em ji dil bi xwişk û birayan re eleqedar dibin, û gava ew tengasiyan dikişînin, em piştgiriya wan dikin. Gava hezkiriyekî wan dimire, em diçin serxweşiya wan û teseliyê didin wan. Gava ew nexweş dikevin, em diçin ziyareta wan. Û gava dilê wan teng dibe, çi ji destê me tê em dikin ku dilê wan xweş bikin (2. Korîntî 1:3-7; 1. Selanîkî 5:11, 14). Em tim û daîm ji bo wan dua dikin, çimkî em dizanin ku “duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e” (Aqûb 5:16). w23.01 28 par. 7-8

Roja Yekşemê, 27 Cotmeh

Di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin (1. Selanîkî 5:11).

Çawa ku kesên ku bi dewamî di îşê avakirinê de dixebitin bi zeman re dibin hoste, em jî dikarin di warê avakirina hevdû de bi zeman re bibin hoste. Ji bo ku qeweta xwişk û birayên me zêde be ku ew li hemberî tengasiyan sebat bikin, em dikarin ji wan re behsa serpêhatiyên kesên dilsoz bikin (Îbranî 11:32-35; 12:1). Ji bo ku em aştiyê bi pêş bixin, em dikarin behsa sifetên baş ên kesên din bikin. Eger problem derkevin meydanê, em dikarin aştiyê biparêzin yan ji nû ve li hev werin (Efesî 4:3). Wekî din, em dikarin bala xwişk û birayan bikişînin ser gotinên Kitêba Pîroz, desteka madî û manewî bidin wan û qewetê bidin kesên ku ji aliyê ruhî ve sist bûne. Bi van awayan, em dikarin baweriya xwişk û birayan bi dewamî ava bikin. Her avahî zû dereng hildiweşe, lê netîceyên baş ên avakirina xwişk û birayan dikarin heta bi hetayê bimînin. w22.08 21 par. 6; 25 par. 17-18

Roja Duşemê, 28 Cotmeh

Yê ku şehrezayiyê dide Xudan e, ji devê wî zanabûn û fêmdarî dibare (Methelokên Silêman 2:6 Mizgînî).

Îsa Mesîh got ku ji bo fehmkirina Peyva Xwedê fehmdarî ji me re lazim e (Meta 24:15). Gelo fehmdarî çi ye? Bi saya fehmdariyê, em dikarin pê derxin ku du fikir çawa bi hev ve girêdayî ne û çawa ji hev cuda ne û fikrên ku ne zelal xuya dikin fehm bikin. Wekî din, Îsa Mesîh nîşan da ku fehmdarî lazim e, da ku em fehm bikin ku sozên Kitêba Pîroz çawa tên cih. Belê, bi saya vî sifetê muhîm, em dikarin ji xwendina Kitêba Pîroz feydeya herî mezin bi dest bixin. Yehowa fehmdariyê dide xizmetkarên xwe. Loma, ji wî re dua bike û alîkariya wî bixwaze ku tu vî sifetê muhîm bi pêş bixî. Gelo tu çawa dikarî li gor duaya xwe hereket bikî? Li ser tiştên ku tu dixwînî kûr bifikire û bala xwe bidê ku ew çawa bi tiştên ku tu dizanî ve girêdayî ne. Maneya gotinên Kitêba Pîroz lêkolîn bike û wan di jiyana xwe de bîne cih (Îbranî 5:14). Eger tu Kitêba Pîroz bi fehmdarî bixwînî, her ku diçe tuyê ji Kitêba Pîroz zêdetir fehm bikî. w23.02 10 par. 7-8

Roja Sêşemê, 29 Cotmeh

Em bi wî dijîn, bi wî dilivin û bi wî hene (Karên Şandiyan 17:28).

Xeyal bike ku dostê te xaniyekî kevn diyarî te dike. Lê xanî hinekî xera bûye û hin tiştên biçûk gerek bên tamîrkirin. Lê dîsa jî, qîmeta xanî digihîje milyonan dolaran. Helbet tu qîmeta wî xanî dizanî û dixwazî wî biparêzî. Yehowa Xwedê jî hediyeyeke pir biqîmet daye me. Ev hediye jiyana me ye. Belê, gava ku Yehowa jiyana Kurê xwe wek fîdye di ber me de da, wî nîşan da ku ew gelek qîmetê dide jiyana me (Yûhena 3:16). Yehowa Xwedê Çavkaniya jiyanê ye (Zebûr 36:9). Pawlosê şandî jî bi vê yekê bawer dikir. Wî wisa gotibû: “Em bi wî dijîn, bi wî dilivin û bi wî hene” (Karên Şandiyan 17:25, 28). Loma em dikarin bibêjin ku jiyana me dayîna Xwedê ye. Ew ji me hez dike û her tiştê ku ji bo jiyanê lazim e, dide me (Karên Şandiyan 14:15-17). Lê Yehowa ji bo parastina jiyana me mucîzeyan çênake. Li şûna vê, ew dixwaze ku em baş li siheta xwe binêrin û bi dewamî jê re xizmetê bikin (2. Korîntî 7:1). w23.02 20 par. 1-2

Roja Çarşemê, 30 Cotmeh

Hemû gotinên ku min ji te re gotine, bona xwe di pirtûkekê de binivîse! (Yêremya 30:2).

Em ji bo Kitêba Pîroz ji Yehowa Xwedê re pir şikirdar in! Bi destê Peyva xwe, Yehowa şîretên baş dide me. Bi alîkariya van şîretan, em dikarin problemên xwe safî bikin. Wekî din, Xwedê hêviyeke pir xweş dide me. A herî muhîm jî ev e: Yehowa bi destê Kitêba Pîroz gelek sifetên xwe ji me re eşkere kirine. Gava em li ser sifetên wî difikirin, ew tesîreke gelek baş li me dikin û em ji dil dixwazin bibin dostên wî yên nêzîk (Zebûr 25:14, NWT). Yehowa dixwaze ku her kes wî nas bike. Di demên berê de, wî bi destê xewn, dîtinî û melekan xeber digihandin mirovan (4. Mûsa 12:6; Karên Şandiyan 10:3, 4). Lê eger ev xewn, dîtinî yan gotinên melekan nehatana nivîsandin, ma meyê ew çawa bixwendana? Loma, çi tiştên ku Yehowa dixwest em bizanibin, wî bi destê pêxemberan “di pirtûkekê de” da nivîsandin. Ji ber ku “riya Xwedê bêqusûr e”, em dikarin emîn bin ku ev rêya xeberdana wî ya bi mirovan re pir baş e (Zebûr 18:30). w23.02 2 par. 1-2

Roja Pêncşemê, 31 Cotmeh

Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e (Karên Şandiyan 20:35).

Ji xwe re hedefên hêja deyne. Ji xwe re hedefên baş hilbijêre, yên ku wê baweriya te xurttir bikin û alî te bikin ku tu bibî şagirtekî gihîştî (Efesî 3:16). Mesela, tu dikarî qerarê bide ku tuyê Kitêba Pîroz zêdetir bixwînî û lêkolîn bikî (Zebûr 1:2, 3). Yan jî, tu dikarî ji xwe re bikî hedef ku tu zêdetir û ji dil dua bikî. Belkî lazim e ku tu zêdetir dîqat bikî ku tu bi çi mijûl dibî û wexta xwe çawa derbas dikî (Efesî 5:15, 16). Her ku tu alî kesên din bikî, tuyê ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herî. Mesela, tu dikarî ji xwe re bikî hedef ku tu alî xwişk û birayên extiyar yan nexweş bikî. Belkî tu dikarî ji bo wan hin karên biçûk bikî yan alî wan bikî ku ew hacetên elektronîk bi kar bînin. Wekî din, gava tu ji mirovan re behsa mizgîna Padîşahiyê dikî, tu nîşan didî ku tu ji wan hez dikî (Meta 9:36, 37). Eger îmkana te hebe, xizmeta tamrojî ji xwe re bike hedef. w22.08 6 par. 16-17

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne