KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • es24 r. 108-118
  • Mijdar

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Mijdar
  • Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2024
  • Sernivîs
  • Roja Înê, 1 Mijdar
  • Roja Şemiyê, 2 Mijdar
  • Roja Yekşemê, 3 Mijdar
  • Roja Duşemê, 4 Mijdar
  • Roja Sêşemê, 5 Mijdar
  • Roja Çarşemê, 6 Mijdar
  • Roja Pêncşemê, 7 Mijdar
  • Roja Înê, 8 Mijdar
  • Roja Şemiyê, 9 Mijdar
  • Roja Yekşemê, 10 Mijdar
  • Roja Duşemê, 11 Mijdar
  • Roja Sêşemê, 12 Mijdar
  • Roja Çarşemê, 13 Mijdar
  • Roja Pêncşemê, 14 Mijdar
  • Roja Înê, 15 Mijdar
  • Roja Şemiyê, 16 Mijdar
  • Roja Yekşemê, 17 Mijdar
  • Roja Duşemê, 18 Mijdar
  • Roja Sêşemê, 19 Mijdar
  • Roja Çarşemê, 20 Mijdar
  • Roja Pêncşemê, 21 Mijdar
  • Roja Înê, 22 Mijdar
  • Roja Şemiyê, 23 Mijdar
  • Roja Yekşemê, 24 Mijdar
  • Roja Duşemê, 25 Mijdar
  • Roja Sêşemê, 26 Mijdar
  • Roja Çarşemê, 27 Mijdar
  • Roja Pêncşemê, 28 Mijdar
  • Roja Înê, 29 Mijdar
  • Roja Şemiyê, 30 Mijdar
Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2024
es24 r. 108-118

Mijdar

Roja Înê, 1 Mijdar

Bila qet gotina xerab ji devê we dernekeve, lê belê ji bo perwerdekirinê çi qenc e … wê bêjin (Efesî 4:29).

Helbet lazim e ku şagirtên Îsa Mesîh çêran nekin. Lê belê, cureyên din ên xeberdana xerab jî hene, ku gerek em xwe ji wan dûr bigirin. Mesela, gerek em kultur, eşîr yan miletên din reş nekin. Wekî din, em naxwazin dilê mirovan bi gotinên xwe biêşînin. Bi awayekî pozîtîf xeber bide. Li şûna ku tu gilî û gazinan bikî û mirovan rexne bikî, pesnê wan bide. Ji bo Îsraêliyan, gelek sebeb hebûn ku ew şikurdar bin, lê wan her tim gilî û gazinên xwe dikirin. Eger em bi dewamî gilî û gazinên xwe bikin, kesên din jî dikarin bikevin ber bayê me. Bîne bîra xwe ku hemû Îsraêliyan seba xebera xerab a 10 casûsan çawa li hemberî Mûsa û Harûn dest bi gotegotê kir (4. Mûsa 13:31–14:4). Ji aliyê din ve, gava em pesnê mirovan didin, her kes feydeyê dibîne. Loma, li fersendan bigere ku tu ji dil pesnê mirovan bidî. w22.04 8 par. 16-17

Roja Şemiyê, 2 Mijdar

Ji bûyinê ve ez hatime spartin li te, hê ji malzarokê ve, Xwedayê min tu yî (Zebûr 22:10).

Bi hezaran salan, Yehowa alî gelek zarok û ciwanan kiriye ku ew bibin dostên wî. Bi alîkariya Yehowa, zarokên we jî dikarin bibin dostên wî (1. Korîntî 3:6, 7). Lê eger zarokên we îro bi dil û can ji Yehowa re xizmet nakin jî, bawer bin ku eger ew bi gaveke biçûk nîşan bidin ku “dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir” e, Yehowa wê rê veke ku ew bibin dostên wî (Zebûr 11:4; Karên Şandiyan 13:48, NWT; 2. Dîrokan 16:9). Wekî din, Yehowa dikare alî we bike ku hûn di wexta rast de tiştê rast bibêjin – yanî gava ku hewcedariya zarokên we hebe (Methelokên Silêman 15:23). Yan jî, Yehowa dikare ser dilê xwişk yan birayekî din tesîr bike ku ew bi zarokên we eleqedar bibe. Wexta ku zarokên we êdî mezin bûne, Yehowa dikare tiştekî ku we di zaroktiya wan de ji wan re gotibû bîne bîra wan (Yûhena 14:26). Eger hûn zarokên xwe bi gotin û kirinên xwe bi dewamî perwerde bikin, Yehowa wê we xelat bike. w22.04 21 par. 18

Roja Yekşemê, 3 Mijdar

Ejder … hêrs bû (Peyxam 12:17).

Ji ber ku Îblîs êdî nikare here ezmanan, wî hêrsa xwe li ser meshkiriyên bermayî rijand, yên ku temsîlkarên Padîşahiya Xwedê ne û “şahidiya Îsa bi wan re ye” (2. Korîntî 5:20; Efesî 6:19, 20). Di sala 1918an de, heşt birayên mesûl bi derew hatin sûcdarkirin, mehkûmkirin û ji bo demeke dirêj hatin avêtin hebsê. Wisa xuya dikir qey îşê van meshkiriyan êdî hatibû “kuştin” (Peyxam 11:3, 7-11). Lê, li destpêka sala 1919an, salek piştî ku birayên me ketibûn hebsê, ew ji nişka ve hatin serbesthiştin, û paşê, daweya hiqûqî ya li dijî wan hat betalkirin. Birayên me hemen vegeriyan îşê Padîşahiyê. Ji wê demê û pê ve, Îblîs bi dewamî hicûmî hemû xizmetkarên Xwedê dike, û wî ‘çemekî’ zilmê li ser wan berdaye (Peyxam 12:15). Loma, ji me re bi rastî jî sebir û bawerî lazim e (Peyxam 13:10). w22.05 5-6 par. 14-16

Roja Duşemê, 4 Mijdar

Min hejmara yên ku hatibûn morkirin bihîst … sed û çil û çar hezar hatibûn morkirin (Peyxam 7:4).

Di dîtiniyekê de, Yûhenayê şandî du komên ku piştgiriya hukimdariya Yehowa dikin û jiyana herheyî distînin, dîtin. Koma yekê ji 144.000 kesî pêk tê. Ew ji dinyayê tên hilbijartin ku li ezmanan bi Îsa Mesîh re bibin padîşah û li ser dinyayê hukim bajon (Peyxam 5:9, 10; 14:3, 4). Di dîtiniyê de, ev kesên hilbijartî tevî Îsa Mesîh li ezmanan “li ser Çiyayê Siyonê” disekinin (Peyxam 14:1). Bi sedsalan, bi hezaran kes hatine hilbijartin ku bibin para van 144.000an (Lûqa 12:32; Romayî 8:17). Lê belê, ji Yûhenayê şandî re hatibû gotin ku li rojên dawîn, kesên ku ji vê komê mane wê hindik bin (Peyxam 12:17). Li dema tengahiya mezin, ewê êdî bên hildan ezmanan. Li wê derê, ewê tevî ferdên din ên 144.000an bin, ên ku berê miribûn û ji mirinê hatibûn rakirin, li Padîşahiya Xwedê bibin hempadîşahên Îsa Mesîh (Meta 24:31; Peyxam 5:9, 10). w22.05 16 par. 4-5

Roja Sêşemê, 5 Mijdar

Xwezî ku te guh bidaya emrên min! (Îşaya 48:18, NWT).

Îsa Mesîh şagirtên xwe dielimandin ku bila nêrîna wan a li ser xwe terazdar be. Wî ji wan re wisa got: “Mûyên serê we jî hemû hejmartî ne” (Meta 10:30). Ev ayet dilê me rihet dike, bi xisûsî eger xwebaweriya me kêm e, çimkî ew nîşan dide ku Bavê meyî ezmanî xema me dixwe û qîmetê dide me. Madem ku Yehowa Xwedê îznê dide ku em ji wî re îbadetê bikin û dixwaze jiyana bêdawî bide me, gerek em nefikirin ku ev qerara wî şaş e. Weke 15 sal berê, kovareke me wisa gotibû: “Helbet lazim e ku em xwe bi zêdeyî mezin nebînin û xwe qure nekin. Ji aliyê din ve, gerek em nefikirin ku em tu tişt nînin. Lazim e ku em bi awayekî maqûl li xwe binêrin û hem xisûsiyetên xwe yên baş hem jî kêmasiyên xwe bizanibin. w22.05 24-25 par. 14-16

Roja Çarşemê, 6 Mijdar

Ez … dua dikim da ku hemû bibin yek (Yûhena 17:20, 21).

Wexta ku em xîret dikin ku aştiyê bi pêş bixin, em şexsen destekê didin vê yekîtiyê (Meta 5:9; Romayî 12:18). Her ku em gava pêşîn davêjin ku aştiya bi xwişk û birayan re bi pêş bixin, em ceneta ruhî dixemilînin. Gerek em ji bîr nekin ku her kesê ku di ceneta ruhî de ye rasterast ji aliyê Yehowa ve hatiye kişandin ba îbadeta pak (Yûhena 6:44). Ka bifikire: Madem ku Yehowa ew qas qîmetê dide hemû xizmetkarên xwe, ma ne lazim e ku em aştî û yekîtiya di nav xwe de bi pêş bixin û bi vî awayî dilê Yehowa şa bikin? (Îşaya 26:3; Hagay 2:7). Yehowa gelek bereketan dibarîne ser xizmetkarên xwe. Gelo em çawa dikarin ji van bereketan feydeyê bistînin? Wê baş be ku em li ser tiştên ku em ji Peyva Xwedê hîn dibin, kûr bifikirin. Lêkolîn û fikirîna kûr wê alî me bike ku em sifetên Îsa Mesîh bînin meydanê û di civatê de “bi dilovanî ji hevdû hez bikin” (Romayî 12:10). w22.11 12-13 par. 16-18

Roja Pêncşemê, 7 Mijdar

Ez ê li fesadiyên wan biborînim û êdî ez ê sûcên wan ne di bîra xwe de bînim! (Yêremya 31:34).

Eger em qebûl bikin ku Yehowa em efû kirine, hizûr wê bikeve dilê me û wijdanê me wê rihet be. Efûkirineke wisa ne ji însanan, lê tenê ji Yehowa tê (Karên Şandiyan 3:19). Wexta ku Yehowa me efû dike, ew îznê dide ku em dîsa bibin dostên wî, qey me guneh nekiribû. Piştî ku Yehowa em efû kirine, ew vî gunehî êdî nade rûyê me û me ceza nake (Îşaya 43:25). “Rojhilat ji rojava çiqas dûr be”, Yehowa gunehên me ji me ew qas dûr dike (Zebûr 103:12). Gava em tînin ber çavê xwe ku Yehowa çi qas efûkar e, ma em ji wî re heyran û şikurdar nînin? (Zebûr 130:4). Yehowa hazir e ku ne tenê gunehên biçûk, lê gunehên mezin jî efû bike. Ji ber ku Yehowa Xaliq, Qanûndaner û Hakimê me ye, ew rind dizane ka kesek hêjayî efûkirinê ye yan na. w22.06 5 par. 12-14

Roja Înê, 8 Mijdar

Yê ku nêzîkî Xwedê bibe, divê bawer bike ku Xwedê heye û wan ên ku li wî digerin xelat dike (Îbranî 11:6).

Yehowa hêviyeke xweş daye kesên ku ji wî hez dikin. Di demeke nêzîk de, ewê nexweşî, şîn û mirinê ji holê rake (Peyxam 21:3, 4). Ewê alî kesên “nefsbiçûk” bike ku ew dinyayê bikin cenet (Zebûr 37:9-11). Wekî din, Xwedê wê rê veke ku em hê jî nêzîktirî wî bibin. Çi hêviyeke xweş! Gelo em çima îtibara xwe bi van sozên Xwedê tînin? Çimkî em dizanin ku Yehowa sozên xwe tu caran xera nake. Loma, em dikarin bi sebir û dilxweşî li bendê bisekinin heta ku Yehowa armanca xwe pêk bîne (Zebûr 27:14; Îşaya 55:10, 11). Bila em ji Yehowa re dilsoz bimînin û bawer bin ku ewê “wan ên ku li wî digerin xelat dike”! w22.06 20 par. 1; 25 par. 18

Roja Şemiyê, 9 Mijdar

Bavê we hê berî ku hûn ji wî bixwazin bi hewcedariya we dizane (Meta 6:8).

Em dikarin emîn bin ku wek serê malbatê Yehowa wê li gor prensîpa ku wî li 1. Tîmotêyos 5:8 daniye, hereket bike. Madem ku Yehowa hem ji me hem ji malbata me hez dike, em dikarin bawer bin ku ewê hewcedariyên me tedarek bike (Meta 6:31-33). Yehowa bi rastî jî yekî pir destvekirî ye! Wexta ku wî erd xuliqandibû, wî ne tenê tiştên esasî, yên ku ji bo jiyanê lazim in, lê gelek tiştên ku kêfê didin jî tedarek kirin (1. Mûsa 2:9). Eger tiştên ku di destê me de hene carinan kêm bin jî, wê baş be ku em bala xwe bidinê ku Yehowa me dîsa jî birçî nahêle (Meta 6:11). Gerek em ji bîr nekin ku tiştên ku Yehowa wê bide me ji tiştên ku em feda dikin qat bi qat biqîmettir in. Bi ser de, ewê jiyana bêdawî bide me (Îşaya 65:21, 22). w22.06 15 par. 7-8

Roja Yekşemê, 10 Mijdar

Xwarina giran ji bo yên gihîştî ye (Îbranî 5:14).

Ji xeynî kesên ku rastiyê nû hîn dibin, em jî hewceyî xwarina ruhî ne, da ku em Kitêba Pîroz û Yehowa rind nas bikin. Pawlosê şandî zelal kiribû ku xwarinên wisa alî me dikin ku em “qencî û xerabiyê ji hev derxin”. Îro, exlaqa dinyayê bi rastî jî pir nizm bûye, loma carinan hêsan nîne ku em guh bidin qanûnên Yehowa. Lê bi destê xwarina tehmxweş, Îsa Mesîh qewetê dide me, da ku em bi ser bikevin. Çavkaniya vê xwarinê, Peyva Xwedê ye. Wek Îsa Mesîh, em navê Xwedê birûmet dikin (Yûhena 17:6, 26). Mesela, ji sala 1931ê û pê ve, em xwe wek “Şahidên Yehowa” bi nav dikin. Bi saya vî navî, yê ku me ji Kitêba Pîroz standiye, em nîşan didin ku em çi qas nêzîkî Bavê xweyî ezmanî ne (Îşaya 43:10-12). Wekî din, Şahidên Yehowa navê Xwedê di Wergera Dinyaya Nû de li hemû cihên eslî bi kar tînin. w22.07 11 par. 11-12

Roja Duşemê, 11 Mijdar

Peyva te ji bo gavên min çira ye, ronahî ye ji bo riya min (Zebûr 119:105).

Mizgîna Padîşahiya Xwedê pareke rastiyê ye. Îsa Mesîh rastiya di heqê Padîşahiyê de dişiband xezîneyeke veşartî. Li gor Meta 13:44, Îsa Mesîh wisa gotibû: “Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Di nav zeviyekê de xezîneke veşartî hebû. Zilamekî ew dît, dîsa ew veşart, bi şahî çû, hemû hebûna xwe firot û ew zevî kirrî.” Ev zilam li vê xezîneyê nedigeriya, lê gava wî ew dît, wî fedakariyeke mezin kir ku wê bi dest bixe. Heta, çi di destê wî de hebû, wî di oxira vê xezîneyê de her tişt firot. Gelo çima? Çimkî wî qîmeta ve yekê dizanibû. Tu tiştekî ku dinya pêşkêşî me dike nikare bi qasî xizmeta Yehowa dilşadiyê bide me. Bi ser de, hêviya me heye ku em heta bi hetayê di bin hukimdariya Padîşahiyê de bijîn. Wekî din, dostaniya me ya bi Yehowa re hêjayî her fedakariyê ye, loma em bi dil û can xîret dikin ku “bi her awayî li wî xweş bên” (Kolosî 1:10). w22.08 15 par. 8-9; 17 par. 12

Roja Sêşemê, 12 Mijdar

Çawa ez ê xerabiyek ûsa mezin bikim û li dijî Xwedê gunehan bikim? (1. Mûsa 39:9).

Gelo Ûsiv ji ku dizanibû ku zîna di çavê Xwedê de gunehekî giran e? Qanûna Mûsa, ya ku digot “Zinê neke”, ancax 200 sal bi şûn de ji Îsraêliyan re hat dayîn (2. Mûsa 20:14). Ev qanûn her çi qas hê nehatibû danîn jî, Ûsiv rind fehm dikir ku Yehowa li zînayê çawa dinêre. Mesela, Ûsiv bê şik dizanibû ku Yehowa zewac ji bo yek jin û yek mêr saz kiribû. Bi îhtimaleke mezin, wî bihîstibû ku Yehowa namûsa bapîra wî Sarayê çawa du caran parastibû (1. Mûsa 2:24; 12:14-20; 20:2-7). Gava Ûsiv li ser van tiştan difikirî, wî fehm kir ku li ber çavê Xwedê çi rast e û çi şaş e. Ji ber ku Ûsiv ji Xwedê hez dikir, wî dixwest li gor standardên Yehowa hereket bikira. w22.08 26 par. 1-2

Roja Çarşemê, 13 Mijdar

Gelek kesên ku di axa sar de raketî ne wê hişyar bibin, hinek ji bo jiyana herheyî (Danîêl 12:2, NWT).

Berê, em difikirîn ku ev ayet behsa rabûneke sembolîk dike, yanî rabûna ruhî ya xizmetkarên Xwedê ya di rojên dawîn de. Lê niha em fehm dikin ku ev ayet behsa rabûna miriyan dike, ya ku wê li dinyaya nû çêbe. Em çima wisa difikirin? Wek Eyûb 17:16 nîşan dide, gotina “ax” tê maneya “warê miriyan”, yanî mezel. Loma, em fehm dikin ku Danîêl 12:2 behsa rabûna miriyan dike, ya ku wê piştî xelasbûna rojên dawîn, yanî piştî cenga Harmegedonê biqewime. Wekî din, Danîêl 12:2 dibêje ku hin kes wê “ji bo jiyana herheyî” rabin. Maneya van gotinan ev e ku yên ku wê li dema 1.000 salî ji mirinê bên rakirin û Yehowa û Îsa Mesîh bi dewamî “nas bikin” û guh bidin wan, wê jiyana bêdawî bistînin (Yûhena 17:3). w22.09 21-22 par. 6-7

Roja Pêncşemê, 14 Mijdar

[Hezkirin] ji her tiştî bawer dike (1. Korîntî 13:7).

Ev gotin helbet nayê maneya ku Yehowa dixwaze ku em bê sebeb îtibara xwe bi kesên din bînin. Maneya vê gotinê ev e ku gerek em îtibara xwe bi wan bînin ji ber ku wan îsbat kiriye ku ew pêbawer in. Helbet wext lazim e ku îtibar bê qezenckirin. Ji bo ku em zêdetir îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin, gerek em wan rind nas bikin. Loma, li civînan bi wan re sohbetê bike. Bi wan re derkeve xizmetê. Li hember wan bisebir be û fersendê bide wan ku ew îsbat bikin ku ew mirovên pêbawer in. Di serî de, gava tu kesekî nû nas dikî, dibe ku tu ji wan re behsa her tiştî nekî. Her ku dostaniya di nav we de xurttir bibe, dibe ku tu xwe êdî rihettir hîs bikî ku dilê xwe ji wî re vekî (Lûqa 16:10). Lê eger kesek dilê te biêşîne, gerek tu çi bikî? Zû hêviya xwe ji wî nebire. Bila hinek wext derbas bibe. Wekî din, seba şaşiyên hin kesan nefikire ku xwişk û birayên din jî pêbawer nînin. w22.09 4 par. 7-8

Roja Înê, 15 Mijdar

Çaven XUDAN … li hemûya rûyê erdê ve fir dibe (2. Dîrokan 16:9).

Rîspiyekî bi navê Miguel, ji bo demekê, difikirî ku hin birayên mesûl neheqiyê li wî dikin. Dîsa jî, ew ser hişê xwe ma, û pir xîret dikir ku hîsên xwe kontrol bike. Wî gelek caran dua dikir ku Yehowa ruhê pîroz û qewetê bide wî, da ku ew karibe sebat bike. Wekî din, ew di weşanên me de li melûmatê digeriya, ya ku dikare alî wî bike. Dersa ji bo me çi ye? Eger tu difikirî ku xwişkek yan birayek neheqiyê li te dike, sakîn bimîne û zû nexeyîde. Belkî tu nizanî ku çi bû sebeb ku ev kes wisa xeber bide yan hereket bike. Loma, dilê xwe ji Yehowa re veke û alîkariya wî bixwaze, da ku tu karibî meseleyê bi çavê kesê din bibînî. Qisûra wî biborîne û xîret bike ku nefikirî ku niyeta wî xerab e (Methelokên Silêman 19:11). Ji bîr neke ku Yehowa halê te dibîne, û ewê qewetê bide te, da ku tu karibî sebat bikî (Waiz 5:8). w22.11 21 par. 5

Roja Şemiyê, 16 Mijdar

Bi durûyan re nameşim (Zebûr 26:4, KP).

Bi kesên ku ji Yehowa hez dikin re hevaltiyê bike. Hevalên te dikarin alî te bikin ku tu bibî şagirtekî gihîştî (Methelokên Silêman 13:20). Birayekî bi navê Julien, ê ku niha rîspiyê civatê ye, wisa dibêje: “Gava ez ciwan bûm, min bi saya xizmetê ji xwe re hevalên baş dîtin. Ew mizgînvanên bixîret bûn, û wan rêyî min da ku xizmet tiştekî çi qas xweş e. … Wekî din, min fehm kir ku gava min tenê bi hemsaliyên xwe re hevaltî dikir, ez bi eslê xwe ji hevaltiyên baş û balkêş mehrûm dimam.” Eger tu fehm bikî ku kesekî di civatê de ji bo te hevalekî baş nîne, gerek tu çi bikî? Li sedsala yekê jî kesên wisa hebûn. Ji ber vê yekê, Pawlosê şandî ji Tîmotêyos re gotibû ku bila ew xwe ji kesên ku li gor daxwaza Xwedê nameşin, dûr bigire (2. Tîmotêyos 2:20-22). Me pir xîret kiribû ku em bibin dostên Yehowa, loma gerek em îznê nedin ku kesek vê dostaniya biqîmet sist bike. w22.08 5-6 par. 13-15

Roja Yekşemê, 17 Mijdar

Ji mirovê bêaqil dûr be (Methelokên Silêman 14:7, Mizgînî).

Gelek kes ji şîretên Xwedê nefret dikin, lê em ji rêya Xwedê û ji qanûnên wî pir hez dikin. Ji bo ku em hê jî zêdetir qîmetê bidin van qanûnan, wê baş be ku em bînin ber çavê xwe ku netîceyên îtaetê û netîceyên bêîtaetiyê çi ne. Te qet dîtiye ku kesên ku hîkmeta Yehowa red dikin, çi belayan tînin serê xwe? Ma jiyana te ji ya wan ne baştir e ji ber ku tu guh didî Xwedê? (Zebûr 32:8, 10). Yehowa hîkmeta xwe teklîfî her kesî dike, lê ew zorê nade mirovan ku ew hîkmeta wî qebûl bikin. Dîsa jî, ew bala me dikişîne ser netîceyên ku tên serê kesên ku guh nadin hîkmetê (Methelokên Silêman 1:29-32). Ewê “fêkiyê riya xwe bixwin”. Bi zeman re, ewê xem û tengasiyê bibînin û dawiya dawî, ewê bên helakkirin. Ji aliyê din ve, Yehowa li ser kesên ku guh didin şîretên wî yên bihîkmet wisa soz dide: “Kesê guhdariya min dike, wê ewlehiyê bibîne, wê bêyî sawa ji xerabiyê, rihetiyê bibîne” (Methelokên Silêman 1:33). w22.10 21 par. 11-13

Roja Duşemê, 18 Mijdar

Her kesê ku ji Yehowa ditirse û li ser rêyên wî dimeşe çi qas dilxweş e! (Zebûr 128:1, NWT).

Em ji Yehowa ditirsin, yanî em ew qas qedrê wî digirin ku em naxwazin dilê wî bi kirinên xwe biêşînin (Methelokên Silêman 16:6). Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku bi dîtina Xwedê çi rast e û çi ne rast e, û pir muhîm e ku em xwe li van standardan bigirin (2. Korîntî 7:1). Eger em tiştên ku Yehowa ji wan hez dike, bikin û tiştên ku ew ji wan nefret dike, nekin, emê dilxweş bin (Zebûr 37:27; 97:10; Romayî 12:9). Ne bes e ku kesek tenê bizanibe ku heqê Yehowa heye ku qanûnan deyne; gerek ew li gor van qanûnan hereket bike jî (Romayî 12:2). Gerek em bi hal û hereketên xwe nîşan bidin ku em bi rastî bawer in ku standardên Yehowa ji bo xêra me ne (Methelokên Silêman 12:28). Dawid jî wisa difikirî, loma wî ji Yehowa re got: “Tu rêya jiyanê xuyayî min dikî, li hizûra te kêfxweşiya zêde heye; ji destê te yê rastê dilxweşî kêm nabe” (Zebûr 16:11, KP). w22.10 8 par. 9-10

Roja Sêşemê, 19 Mijdar

Kur nikare tiştekî ji ber xwe bike, lê tenê tiştên ku ew dibîne Bav dike, ew jî wan dike (Yûhena 5:19).

Nêrîna Îsa Mesîh a li ser xwe terazdar û dilnizm bû. Berî ku ew hat dinyayê, wî di xizmeta Yehowa de gelek tiştên xweş kiribûn. Bi destê Îsa Mesîh, “hemû tiştên li erdê û li ezmanan … hatin afirandin” (Kolosî 1:16). Wisa tê fehmkirin ku gava Îsa Mesîh bin av bû, tiştên ku wî tevî Bavê xwe kiribû hatin bîra wî (Meta 3:16; Yûhena 17:5). Dîsa jî, Îsa Mesîh xwe qure nekir. Wî xwe tu caran ji kesên din bilindtir nedigirt. Carekê, wî ji şagirtên xwe re got ku ew nehatiye dinyayê “ku jê re xizmet bê kirin, lê hatiye ku xizmetê bike û di ber gelekan de canê xwe berdêl bide” (Meta 20:28). Wekî din, Îsa Mesîh bi dilnizmî qebûl dikir ku ew “nikare tiştekî ji ber xwe bike”. Belê, Îsa Mesîh yekî pir dilnizm bû, û wê baş be ku em wî ji xwe re emsal bigirin. w22.05 24 par. 13

Roja Çarşemê, 20 Mijdar

Li Xudan vegerin (Îşaya 55:7, Mizgînî).

Gava Yehowa qerar dide ku efû bike, ji bo wî nuqteyeke muhîm ev e: Gelo kesê gunehkar dizanibû ku kirinên wî şaş in? Îsa Mesîh ev yek rind zelal kiribû (Lûqa 12:47, 48). Kesê ku bi qesdî xerabiyê dike – yanî kesê ku rind dizane ku kirinên wî li ber çavê Xwedê xerab in – gunehekî giran dike. Dibe ku Yehowa wî efû neke (Marqos 3:29; Yûhena 9:41). Gelo ew dîsa jî dikare bê efûkirin? Belê! Wekî din, Yehowa bala xwe didê ka kesê gunehkar bi rastî tobe dike yan na. Maneya tobekirinê ev e ku kesek “fikir, nêrîn yan armanca xwe biguherîne”. Kesekî ku ji dil tobe dike seba tiştên xerab, ên ku wî kirine, yan seba tiştên rast, ên ku wî nekirine, poşman û xemgîn e. Ew hem seba şaşiyên xwe hem jî seba nexweşiya ruhî, ya ku bû sebeba van şaşiyan, xemgîn e. w22.06 5-6 par. 15-17

Roja Pêncşemê, 21 Mijdar

Hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê bikişînin (2. Tîmotêyos 3:12).

Dijminên me di heqê teşkîlata me û birayên mesûl de derewan belav dikin (Zebûr 31:13). Hin bira wek kesên ku sûcên giran kirine hatine girtin û dîwankirin. Di sedsala yekê de, Pawlosê şandî bi neheqî hat sûcdarkirin û girtin. Wexta ku Pawlosê şandî li Romayê ket hebsê, hin xwişk û birayan xwe ji wî dûr girt û êdî piştgiriya wî nekir (2. Tîmotêyos 1:8, 15; 2:8, 9). Bê guman, Pawlos pir xemgîn bû. Ew gelek caran di oxira wan de ketibû tengasiyê, û wî canê xwe ji bo wan avêtibû xeterê (Karên Şandiyan 20:18-21; 2. Korîntî 1:8). Lê çi heyf e ku gava hewcedariya Pawlos çêbû, wan terka wî da. Bila em mîna wan nekin! Loma, em şaş namînin ku Îblîs bi xisûsî hicûmî birayên mesûl dike. Bi destê hicûmên wisa, ew dixwaze dilsoziya wan bişikîne û me bitirsîne (1. Petrûs 5:8). Bi dilsozî piştgiriya xwişk û birayan bike û terka wan nede (2. Tîmotêyos 1:16-18). w22.11 16-17 par. 8-11

Roja Înê, 22 Mijdar

Ma tu ji Xwedê natirsî? (Lûqa 23:40).

Bi îhtimaleke mezin, ev sûcdarê tobedar ku li kêleka Îsa Mesîh li ser darekî daleqadî bû, Cihû bû. Cihûyan bawer dikir ku Xwedê yek e, lê kesên ji miletên din bawer dikir ku gelek îlah hene (2. Mûsa 20:2, 3; 1. Korîntî 8:5, 6). Eger ev zilamê sûcdar ji miletekî din bûya, wiyê belkî wisa bipirsiya: “Ma tu ji îlahan natirsî?” Wekî din, Îsa Mesîh ne ji bo miletên din, lê “tenê ji bo miyên windabûyî yên mala Îsraêl” hatibû şandin (Meta 15:24). Xwedê ji Îsraêliyan re eyan kiribû ku ewê miriyan rake. Dibe ku zilamê tobedar ev yek dizanibû. Ji xeynî vê, gotinên wî nîşan didin ku wî bawer dikir ku Yehowa wê Îsa Mesîh ji mirinê rake, da ku ew li Padîşahiya Xwedê hukim bajo. Ew hêvîdar bû ku Yehowa wê wî jî ji mirinê rake. Madem ku ev zilam Cihû bû, wî bê şik der heqê mirovên pêşîn Adem û Hewa dizanibû. Loma, wî bi îhtimaleke mezin fehm kir ku Ceneta ku Îsa Mesîh behsa wê dikir, baxçeyekî bedew ê li rûyê erdê ye (1. Mûsa 2:15). w22.12 8-9 par. 2-3

Roja Şemiyê, 23 Mijdar

Van hemûyan hergav bi hev re … xwe dan duakirinê (Karên Şandiyan 1:14).

Em hewceyî ruhê Xwedê ne ji bo ku em karibin xizmeta xwe bînin cih. Gelo çima? Çimkî Îblîs li dijî me şer dike, da ku em dev ji belavkirina xebera xêrê bidin (Peyxam 12:17). Îblîs ji me her çi qas biqewettir xuya bike jî, em wî bi destê xizmeta xwe bindest dikin! (Peyxam 12:9-11). Gelo çawa? Wexta ku em xizmetê dikin, em nîşan didin ku em ji Îblîs natirsin. Her ku em xebera xêrê didin mirovan, em li dijî wî bi ser dikevin. Vê yekê nîşan dide ku ruhê pîroz qewetê dide me û Yehowa ji me razî ye (Meta 5:10-12; 1. Petrûs 4:14). Di xizmetê de çi dibe bila bibe, ruhê Xwedê dikare qewetê bide me, da ku em bi ser bikevin (2. Korîntî 4:7-9). Madem ku wisa ye, em çawa dikarin ruhê Xwedê bi dewamî bistînin? Lazim e ku em her gav ji bo ruhê pîroz dua bikin û bawer bin ku Yehowa wê duayên me bibihîze. w22.11 5 par. 10-11

Roja Yekşemê, 24 Mijdar

Birano … em ji we hêvî dikin: Şîretan li yên ku jiyana wan bêserûber e bikin, hanê bidin bêziravan, ji yên lewaz re bibin piştevan, li hember hemû mirovan bîhnfireh bin (1. Selanîkî 5:14).

Eger em pir xîret bikin ku bi xwişk û birayan re di aştiyê de bin, emê wisa îsbat bikin ku em bi rastî ji wan hez dikin. Em xîret dikin ku wek Yehowa Xwedê kesên din efû bikin. Yehowa hişt ku Kurê wî di ber gunehên me de bimire. Loma, eger kesekî li hemberî me guneh kiribe, gerek em jî hazir bin ku wî ji dil efû bikin. Em naxwazin bişibin wî xulamê xerab, ê ku Îsa Mesîh di çîrokeke xwe de behsa wî kiribû. Piştî ku axayê wî deynê wî yê mezin jê re bexşandibû, wî xulamî nexwest deynekî biçûk ê xulamekî din jê re bibexşanda (Meta 18:23-35). Eger di navbera te û xwişk yan birayekî de problemek derketibe, gelo tu dikarî gava pêşîn bavêjî, da ku hûn berî Bîranînê dîsa li hev werin? (Meta 5:23, 24). Kesên ku wisa dikin nîşan didin ku ew ji dil ji Yehowa û ji Îsa Mesîh hez dikin. w23.01 28-29 par. 8-9

Roja Duşemê, 25 Mijdar

Kesê li ber belengazan dikeve, bi deyn dide Xudan (Methelokên Silêman 19:17, Mizgînî).

Rîspî dikarin bi destê pirsên nazik fehm bikin ka xwişk û bira hewceyî çi ne (Methelokên Silêman 20:5). Gelo li cem wan bi têra xwe nan, av, derman û tiştên din hene? Gelo ew endîşe dikin ku ewê karê xwe yan mala xwe winda bikin? Gelo ji wan re alîkarî lazim e ku ew ji daîreyên dewletê destekê bistînin? Yehowa dixwaze ku em gişt ji kesên din re qenciyê bikin û dilê wan ava bikin (Galatî 6:10). Heta tiştekî biçûk jî, eger ji dil be, dikare li ser kesekî nexweş tesîreke mezin bihêle. Mesela, zarok dikarin kart yan resiman çêkin ji bo ku dilê birayekî xweş bikin. Ciwan dikarin ji bo xwişkekê tiştên ji bo malê bikirin yan jî îşên din bikin. Xwişk û birayên din dikarin ji kesekî nexweş re xwarinê çêkin. Û ji rîspiyan re jî teşwîq lazim e, çimkî wexta ku nexweşî belav dibin, ew ji bo xwişk û birayan gelek tiştan dikin. Hinek xwişk û birayan şikurdariya xwe bi rêya mesajan ji wan re aniye zimên. Eger em “di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin”, emê ji kesên din re qenciyeke mezin bikin (1. Selanîkî 5:11). w22.12 22 par. 2; 23 par. 5-6

Roja Sêşemê, 26 Mijdar

Hûn gelek şaş in (Marqos 12:27).

Sadûqiyan her 5 kitêbên pêşîn ên Nivîsarên Îbranî rind nas dikirin. Lê dîsa jî, çavên wan ji bo rastiyên muhîm kor bûn. Mesela, gava Sadûqiyan li ser rabûna miriyan pirsek ji Îsa Mesîh kir, wî cewabeke balkêş da wan. Wî ji wan re got: “Ma li ser rabûna miriyan we di Kitêba Mûsa de, di serhatiya deviyê de nexwendiye ku çawa Xwedê jê re dibêje: ‘Ez Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb im’?” (Marqos 12:18, 26). Sadûqiyan ev qisim gelek caran xwendibû. Lê pirsa Îsa Mesîh xuya dikir ku wan rastiyeke muhîm qebûl nedikir. Wan bawer nedikir ku kesên mirî wê rojekê dîsa vegerin jiyanê (Lûqa 20:38). Em ji gotinên Îsa Mesîh çi hîn dibin? Gava em Kitêba Pîroz dixwînin, em dixwazin bala xwe bidin ser dersên ku em ji ayetekê yan ji serpêhatiyekê hîn dibin. Em dixwazin ne tenê rastiyên esasî fehm bikin, lê rastî û prensîpên kûr, ên ku veşartî xuya dikin, fehm bikin. w23.02 11 par. 9-10

Roja Çarşemê, 27 Mijdar

Ewrekî … mezin ê şahidan hawirdora me girtiye (Îbranî 12:1).

Hemû şahidên ku di ayeta îroyîn de hatine nivîsandin rastî tengasiyên giran hatin, lê ew ji Yehowa re dilsoz man (Îbranî 11:36-40). Gelo sebir û xîreta wan badîhewa bû? Helbet na! Rast e, wan pêkhatina hemû sozên Xwedê bi çavê xwe nedît, lê wan dîsa jî hêviya xwe bi dewamî bi Yehowa ve girêdida. Wekî din, ew emîn bûn ku Yehowa ji wan razî ye, loma ew bawer bûn ku ewê pêkhatina sozên wî bibînin (Îbranî 11:4, 5). Dilsoziya wan dikare me teşwîq bike ku em jî hêviya xwe bi Yehowa ve girêdin. Îro, halê dinyayê her ku diçe xerabtir dibe (2. Tîmotêyos 3:13). Roj bi roj, Îblîs xizmetkarên Xwedê diceribîne. Çi dibe bila bibe, bila em bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin û hêviya xwe bi wî ve girêdin (1. Tîmotêyos 4:10). w22.06 24-25 par. 17-18

Roja Pêncşemê, 28 Mijdar

Dê çi qenciya xwîna minî rijandî ji te re bibe …? Ma qey ax dê pesnahiyê pêşkêşî te bike? (Zebûr 30:9, KP).

Sebebekî ku çima em baş li siheta xwe dinêrin ew e ku em dixwazin heta ku ji destê me tê ji Yehowa re xizmetê bikin (Marqos 12:30). Ji ber vê yekê, em tiştên ku dikarin zerarê bidin siheta me nakin (Romayî 12:1). Helbet, carinan ne di destê me de ye ku em nexweş nekevin. Lê em xîret dikin ku baş li siheta xwe binêrin, çimkî em dixwazin ji Bavê xweyî ezmanî re nîşan bidin ku em qîmetê didin jiyana ku wî daye me. Ji ber nexweşî û emrê mezin dibe ku em êdî nikarin wek berê gelek tiştan bikin. Loma, belkî em ji ber halê xwe xemgîn in û diqehirin. Lê dîsa jî, gerek em heta ku ji destê me tê baş li siheta xwe binêrin. Gelo çima? Çimkî emrê me çi be yan em çi qas nexweş bin jî, em dikarin wek Dawid Padîşah pesnê Yehowa Xwedê bidin. Halê me çawa be jî, jiyana me di çavê Yehowa de gelek biqîmet e. Zanîna vê yekê dilê me rihet dike! (Meta 10:29-31). Eger em bimirin jî, hesreta dilê Yehowa ew e ku me dîsa ji mirinê rake (Eyûb 14:14, 15). Belê, heta ku em sax bin, em dixwazin bi dil û can sihet û jiyana xwe biparêzin. w23.02 20-21 par. 3-5

Roja Înê, 29 Mijdar

Yê ku li dijî ruhê Xwedê kufir dike, ewê tu caran neyê efûkirin (Marqos 3:29, NWT).

Miyên din ji elaleta mezin piştî ku ew Harmegedonê sax derbas kiribin, gelo navên wan wê hê di Kitêba Jiyanê de hebin? Belê (Peyxam 7:14). Îsa Mesîh gotibû ku kesên ku dişibin miyan “wê herin jiyana herheyî” (Meta 25:46). Dîsa jî, kesên ku wê ji Harmegedonê derbas bibin wê jiyana herheyî hemen nestînin. Li dema Hukimdariya Hezarsalî, Îsa Mesîh “wê şivantiyê li wan bike û wê wan bibe ser kaniyên ava jiyanê”. Navên kesên ku rêberiya Îsa Mesîh qebûl dikin û wek mirovên dilsoz tên dîtin wê bi awayekî daîmî di Kitêba Jiyanê de bên nivîsandin (Peyxam 7:16, 17). Lê belê, bizinan wê di Harmegedonê de bên helakkirin. Îsa Mesîh gotibû ku ewê “herin helakbûna herheyî” (Meta 25:46, NWT). Bi îlhama Xwedê, Pawlosê şandî jî gotibû ku ewê “cezayê helakbûna herheyî bikişînin” (2. Selanîkî 1:9; 2. Petrûs 2:9). w22.09 16 par. 7-8

Roja Şemiyê, 30 Mijdar

Dema her tiştî … heye (Waiz 3:1).

Li nav tebîetê, malbat dikarin li kêf û rihetiya xwe binêrin. Ev yek wê alî wan bike ku ew ji hevdû zêdetir hez bikin. Yehowa cihên pir xweş çêkirine, da ku em bikarin li wê derê kêf bikin. Gelek malbat pir hez dikin ku wexta xwe li ber behrê yan li deşt û zozanan derbas bikin. Li dinyaya nû, dê û bav û zarok wê ji tiştên ku Yehowa afirandine hê jî zêdetir kêfê bistînin. Wê çaxê, emê ji heywanan netirsin, û ewê jî ji me netirsin (Îşaya 11:6-9). Karên destê Yehowa wê me heta hetayê dilxweş bikin (Zebûr 22:26). Lê belê, dê û bavno, hûn dikarin îro jî alî zarokên xwe bikin ku ew ji tebîetê kêfê bistînin. Eger hûn bi rêya tiştên xuliqandî alî zarokên xwe bikin ku ew Yehowa baştir nas bikin, ewê bi îhtimaleke mezin wek Dawid Padîşah bibêjin: “Ya Xudan … karên te bêmînak in” (Zebûr 86:8, KP). w23.03 25 par. 16-17

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne