KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • es24 r. 118-128
  • Kanûn

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Kanûn
  • Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2024
  • Sernivîs
  • Roja Yekşemê, 1 Kanûn
  • Roja Duşemê, 2 Kanûn
  • Roja Sêşemê, 3 Kanûn
  • Roja Çarşemê, 4 Kanûn
  • Roja Pêncşemê, 5 Kanûn
  • Roja Înê, 6 Kanûn
  • Roja Şemiyê, 7 Kanûn
  • Roja Yekşemê, 8 Kanûn
  • Roja Duşemê, 9 Kanûn
  • Roja Sêşemê, 10 Kanûn
  • Roja Çarşemê, 11 Kanûn
  • Roja Pêncşemê, 12 Kanûn
  • Roja Înê, 13 Kanûn
  • Roja Şemiyê, 14 Kanûn
  • Roja Yekşemê, 15 Kanûn
  • Roja Duşemê, 16 Kanûn
  • Roja Sêşemê, 17 Kanûn
  • Roja Çarşemê, 18 Kanûn
  • Roja Pêncşemê, 19 Kanûn
  • Roja Înê, 20 Kanûn
  • Roja Şemiyê, 21 Kanûn
  • Roja Yekşemê, 22 Kanûn
  • Roja Duşemê, 23 Kanûn
  • Roja Sêşemê, 24 Kanûn
  • Roja Çarşemê, 25 Kanûn
  • Roja Pêncşemê, 26 Kanûn
  • Roja Înê, 27 Kanûn
  • Roja Şemiyê, 28 Kanûn
  • Roja Yekşemê, 29 Kanûn
  • Roja Duşemê, 30 Kanûn
  • Roja Sêşemê, 31 Kanûn
Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2024
es24 r. 118-128

Kanûn

Roja Yekşemê, 1 Kanûn

Ma çi ji min re dibe asteng ku ez imad [bin av] nebim? (Karên Şandiyan 8:36).

Gelo memûrê Etyopyayî ji bo binavbûnê hazir bû? Li ser vê yekê bifikire: Zilamê Etyopyayî ji bo îbadetê hatibû Orşelîmê (Karên Şandiyan 8:27). Wisa xuya dike ku wî dînê Cihû qebûl kiribû. Bê şik, ew ji Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî li ser Yehowa hînî gelek tiştan bûbû. Lê wî bi meraq dixwest zêdetir bielime. Em vê yekê ji ku dizanin? Gava Filîpos ew li ser rê dît, wî ji dil nivîsarên Îşaya pêxember dixwendin (Karên Şandiyan 8:28). Wî dixwest zanîna xwe kûrtir bike. Ji bo ku ew ji Yehowa re îbadetê bike, ew ji Etyopyayê çû heta perestgeha li Orşelîmê. Zilamê Etyopyayî ji Filîpos hînî hin rastiyên nû yên muhîm bû, mesela ku Mesîh bi eslê xwe kî ye (Karên Şandiyan 8:34, 35). Hezkirina Yehowa û Îsa Mesîh di dilê wî de ew qas mezin bûbû ku wî qerara binavbûnê da. Wî dixwest bibe şagirtekî Îsa Mesîh. Filîpos dît ku ew hazir e, loma wî ew bin av kir. w23.03 8-9 par. 3-6

Roja Duşemê, 2 Kanûn

Bila peyva we … herdem bi keremdarî be (Kolosî 4:6).

Eger em dixwazin dilê Yehowa xweş bikin, gerek em her tim rastiyê bibêjin (Methelokên Silêman 6:16, 17). Îro, gelek kes difikirin ku derew tiştekî ew qas xerab nîne. Lê belê, Yehowa wisa nafikire, û gerek em jî mîna wî bifikirin (Zebûr 15:1, 2). Hin kes rasterast derewan nakin, lê ji bo kara xwe, ew hin melûmatan vedişêrin. Gerek em wisa nekin. Wekî din, gerek em paşgotiniyê belav nekin (Methelokên Silêman 25:23; 2. Selanîkî 3:11). Eger tu dibînî ku sohbet hêdî hêdî dibe fesadî û paşgotinî, mijarê biguherîne. Ji ber ku xeberdana xerab pir belavbûyî ye, gerek em xîret bikin ku xeberdana me li Yehowa xweş bê. Eger em ji dil hewl bidin ku qabiliyeta xeberdanê li xizmetê, li civînan û li sohbetên herrojî bi şeklekî pozîtîf bi kar bînin, Yehowa wê xîreta me bibereket bike. Li dinyaya nû, emê ji bandora vê dinyaya xerab bi temamî bifilitin, û wê êdî li me hêsantir bê ku em bi xeberdana xwe rûmetê bidin Yehowa (Cihûda 15). w22.04 9 par. 18-20

Roja Sêşemê, 3 Kanûn

Em hez dikin, çimkî pêşî wî ji me hez kir (1. Yûhena 4:19).

Yehowa û Îsa Mesîh ji me pir hez dikin. Hezkirina wan me teşwîq dike ku em jî ji wan hez bikin (1. Yûhena 4:10). Eger em baş fehm bikin ku Îsa Mesîh canê xwe ji bo me şexsî daye, emê ji wan hê jî zêdetir hez bikin. Ev hezkirin di dilê Pawlosê şandî de jî hebû, û wî şikirdariya xwe wisa anî zimên: “Kurê Xwedê … ji min hez dike û ji bo min xwe feda kir” (Galatî 2:20). Li ser esasê fîdyeyê, Yehowa me ber bi xwe ve dikişîne, da ku em karibin dostên wî bin (Yûhena 6:44). Belê, Yehowa tiştekî qenc di te de dîtiye û qîmeta herî mezin daye, da ku tu bibî dostê wî. Ma ev yek te dehf nade ku tu ji Yehowa û ji Îsa Mesîh hê jî zêdetir hez bikî? Wê baş be ku em ji xwe bipirsin: “Gelo ev hezkirin min dehf dide ku ez tiştekî bikim?” Hezkirina me ya ji Xwedê û Îsa Mesîh me dehf dide ku em ji kesên din jî hez bikin (2. Korîntî 5:14, 15; 6:1, 2). w23.01 28 par. 6-7

Roja Çarşemê, 4 Kanûn

Ezê lêvên miletan pak bikim (Tsêfanya 3:9, Mizgînî).

Yehowa bi destê Kitêba Pîroz alî xizmetkarên xwe dike ku ew mil bi mil jê re xizmetê bikin. Gelek qismên Kitêba Pîroz wisa hatine nivîsandin ku tenê mirovên dilnizm dikarin jê fehm bikin (Lûqa 10:21). Li her derê, mirov Kitêba Pîroz dixwînin. Lê belê, tenê mirovên dilnizm ji Kitêba Pîroz fehm dikin û li gor gotinên wê dijîn (2. Korîntî 3:15, 16). Hîkmeta Yehowa di Kitêba Pîroz de tê dîtin. Yehowa bi destê Kitêba Pîroz me ne tenê wek kom, lê yek bi yek jî perwerde dike û dilê me rihet dike. Dema ku em Kitêba Pîroz dixwînin, em dikarin hîs bikin ku Yehowa bi me re jî eleqedar dibe (Îşaya 30:21). Ma hin ayetên ku tu dixwînî wisa xuya nakin ku tu dibêjî qey ew ji bo te hatine nivîsandin? Belê, Kitêba Pîroz ji bo hemû mirovan hatiye nivîsandin. Gelo çima şîretên ku ji bo te şexsî lazim in tê de hene? Sebeb ev e ku Kitêba Pîroz hîkmeta Xwedê nîşan dide (2. Tîmotêyos 3:16, 17). w23.02 4-5 par. 8-10

Roja Pêncşemê, 5 Kanûn

Di van tiştan de xîretkêş be û xwe bide wan, da ku pêşveçûna te ji hemûyan re eşkere be (1. Tîmotêyos 4:15).

Em şagirtên Îsa Mesîh in, û em ji Yehowa pir hez dikin. Loma, em dixwazin bi awayê herî baş ji wî re xizmet bikin. Ji bo vê, lazim e ku em ji xwe re hedefan deynin. Mesela, lazim e ku em sifetên baş bînin meydanê, hunerên xwe zêde bikin û li fersendan bigerin ku alî kesên din bikin. Çima lazim e ku em di riya rastiyê de bi pêş ve herin? A herî muhîm, em dixwazin dilê Bavê xweyî ezmanî xweş bikin. Gava Yehowa dibîne ku em hunerên xwe bi dil û can di xizmeta wî de bi kar tînin, ew pir şa dibe. Wekî din, em dixwazin bi pêş ve herin ji bo ku em karibin zêdetir alî xwişk û birayan bikin (1. Selanîkî 4:9, 10). Ferq nake ku êdî çend sal e ku em Şahidên Yehowa ne, em gişt dikarin di riya rastiyê de bi pêş ve herin. w22.04 22 par. 1-2

Roja Înê, 6 Kanûn

Wê goştê wê bixwin û wê di êgir de bişewitînin (Peyxam 17:16).

Di demeke nêzîk de qudretên siyasî wê hicûmî dînên sexte, yên ku bi hev re wek “Babîla mezin” tên binavkirin, bike. Tengahiya mezin wê bi vê hicûmê dest pê bike. Wê demê, ma gelek kesên nû wê fikra xwe biguherînin û aliyê Yehowa Xwedê bigirin? Na! Beşa 6an a kitêba Peyxamê nîşan dide li wan rojên dijwar, kesên ku ji Yehowa re xizmet nakin wê xwe bispêrin “çiyan”, yanî sîstemên siyasî û ticarî. Ji ber ku ewê aliyê Padîşahiya Xwedê negirin, Yehowa wê wan wek dijminên xwe bibîne (Lûqa 11:23; Peyxam 6:15-17). Li dema tengahiya mezin, ferqa di nav xizmetkarên Yehowa û kesên din de wê eşkere be. Ji hemû însanan, tenê xizmetkarên dilsoz ên Xwedê wê piştgiriya “cenawir” nekin (Peyxam 13:14-17). w22.05 16-17 par. 8-9

Roja Şemiyê, 7 Kanûn

Mizgîniyeke herheyî bi wî re bû, da ku Mizgîniyê bide yên ku li ser rûyê erdê rûdinin, yanî bide her milet, bavik, ziman û gelan (Peyxam 14:6).

Ji xeynî xebera xêrê ya di heqê Padîşahiya Xwedê de, lazim e ku xizmetkarên Xwedê xebereke din jî belav bikin (Meta 24:14). Gerek ew piştgiriya îşê melekan bikin, ên ku beşên 8 heta 10an ên kitêba Peyxamê behsa wan dikin. Ev melek li ser kesên ku Padîşahiya Xwedê red dikin, çend belayan îlan dikin. Loma, Şahidên Yehowa fermanên Xwedê yên li ser cure cure parên dinyaya Îblîs îlan dikin. Ev ferman wek “teyrok û agir” in (Peyxam 8:7, 13). Gerek her kes bibihîze ku dawî nêzîk e, û lazim e ku ew jiyana xwe biguherînin, da ku ew li roja hêrsa Yehowa sax bimînin (Tsêfanya 2:2, 3). Lê belê, ev xeber li gelek kesan xweş nayê, loma ji me re mêrxasî lazim e. Li dema tengahiya mezin, fermana dawîn wê hê jî serttir be (Peyxam 16:21). w22.05 6-7 par. 18-19

Roja Yekşemê, 8 Kanûn

Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike (Meta 22:37).

Bîne ber çavê xwe ku jin û mêr dibin dê û bav. Bi salan, dibe ku wan guh dabû gelek gotarên li ser mijara mezinkirina zarokan. Lê belê, niha prensîpên ku wan berê bihîstibûn ji bo wan hê jî manedar in, çimkî ew êdî bûne dê û bav. Çi mesûliyeteke mezin! Belê, gava şertên me diguherin, hin ayet dikarin ji bo me hê manedar bibin. Ji ber vê yekê, çawa ku ji padîşahên Îsraêlê re hatibû gotin, xizmetkarên Yehowa jî Nivîsarên Pîroz “di hemûya rojên jiyana xwe de” dixwînin û li ser wan kûr difikirin (5. Mûsa 17:19). Dê û bavno, ev yek ku hûn dikarin zarokên xwe di heqê Yehowa de hîn bikin, îmtiyazeke pir mezin e! Helbet ne bes e ku hûn di heqê Yehowa de melûmatê bidin wan; gerek hûn alî wan bikin ku ew ji Xwedê ji dil hez bikin. w22.05 26 par. 2-3

Roja Duşemê, 9 Kanûn

Şexsiyeta nû li xwe bikin (Kolosî 3:10, NWT).

Ne bes e ku em tenê seba gunehên xwe poşman bin; lazim e ku em tiştekî din jî bikin. Gava Yehowa qerar dide ku efû bike, ew bala xwe dide vê yekê ka kesekî dev ji riya xerab berdaye û ketiye riya rast yan na (Îşaya 55:7). Gerek kesê gunehkar fikrên xwe biguherîne û îznê bide ku fikrên Yehowa rêberiya wî bikin (Romayî 12:2; Efesî 4:23). Gerek ew biqerar be ku dev ji hal û hereketên xwe yên xerab berde (Kolosî 3:7-9). Ji bo ku Yehowa me efû bike, helbet lazim e ku em baweriya xwe bi fîdyeya Îsa Mesîh bînin. Eger em xîret bikin ku jiyana xwe biguherînin, Yehowa wê me li ser esasê vê fîdyeyê efû bike (1. Yûhena 1:7). w22.06 6 par. 16-17

Roja Sêşemê, 10 Kanûn

Ji wan tengahiyên ku tu li ber kişandinê yî netirse (Peyxam 2:10).

Çi heyf e ku însan her tim xerabiyê li hev dikin (Waiz 8:9). Mesela, gelek kes otorîteya xwe bi awayekî xerab bi kar tînin, zilm û zordariyê dikin, li mektebê li hevdû çêran dikin û hevaldersên xwe ditirsînin. Li hin malbatan, mirov tehdeyê li hev dikin. Loma, gelek însan ji însanên din ditirsin. Gelo Îblîs çi dike ku tirsa ji însanan li dijî me bixebitîne? Îblîs dixwaze ku em ji însanan bitirsin, da ku em dev ji belavkirina mizgînê berdin yan guh nedin hin emrên din ên Yehowa. Seba bandora Îblîs, hin dewlet îşê me qedexe dikin û zilmê li me dikin (Lûqa 21:12). Li dinyaya Îblîs, gelek kes di heqê Şahidên Yehowa de derewan belav dikin, û dibe ku kesên ku ji van derewan bawer dikin qerfên xwe bi me bikin yan hicûmî me bikin (Meta 10:36). Ma em seba vê stratejiya Îblîs ecêbmayî dimînin? Na! Em dizanim ku di sedsala yekê de jî, stratejiya Îblîs eynî bû (Karên Şandiyan 5:27, 28, 40). w22.06 16 par. 10-11

Roja Çarşemê, 11 Kanûn

Yên ku gelekan digihînin rastdariyê wê mîna stêran her û her bibiriqin (Danîêl 12:3, NWT).

Di nav van “gelekan” de kesên rakirî, kesên ku ji Harmegedonê sax derbas bûne û zarokên ku di dinyaya nû de çêbûne wê hebin. Li dawiya 1.000 salî, hemû însan wê bêqisûr bin. Ev yek ku kesek bêqisûr e xwe bi xwe nayê maneya ku ewê jiyana herheyî bistîne. Halê Adem û Hewayê bîne ber çavê xwe. Ew bêqisûr bûn, lê ji bo ku ew jiyana herheyî bistînin, lazim bû ku wan guhdariya Yehowa bikira. Çi heyf e ku wan guhdariya Xwedê nekir (Romayî 5:12). Li dawiya 1.000 salî, her kes wê bêqisûr be. Gelo ewê heta bi hetayê piştgiriya hukimdariya Yehowa bikin? Yan gelo hinek wê mîna Adem û Hewayê bikin, ên ku bêqisûr bûn lê ji riya Yehowa derketin? Gerek cewabên van pirsan bên dayîn. w22.09 22-23 par. 12-14

Roja Pêncşemê, 12 Kanûn

Padîşahiya dinyayê bû ya Xudanê me û ya Mesîhê wî (Peyxam 11:15).

Gava tu halê dinyayê dibînî, gelo tu bawer î ku rojekê, her tişt wê baştir bibe? Di malbatan de, hezkirin her ku diçe winda dibe. Li seranserê dinyayê, zilm û zordarî zêde dibe, û gelek mirov hêrsok in û tenê ji xwe hez dikin. Gelek kes êdî îtibara xwe bi kesên biotorîte naynin. Ji aliyê din ve, ev yek ku halê dinyayê ew qas xerab e dikare baweriya te xurttir bike ku her tişt wê baştir bibe. Gelo çima? Çimkî Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku “di rojên dawîn de”, mirov wê wisa bin (2. Tîmotêyos 3:1-5). Pêkhatina vê wehdê – ya ku tu kes nikare înkar bike – bi eşkereyî îsbat dike ku Îsa Mesîh bûye Padîşahê Padîşahiya Xwedê, û wî êdî dest bi hukimdariyê kiriye. Di heqê Padîşahiyê de, gelek tiştên din jî ji berê ve hatibûn gotin. Wek parçeyên resmekî mezin, ev wehd nîşan didin ku di cedwela armanca Yehowa de, em gihîştine ku derê. w22.07 2 par. 1-2

Roja Înê, 13 Kanûn

Hîkmet bi kirinên xwe eşkere dibe (Meta 11:19, NWT).

Li dema pandemiya COVID-19, ji me re rêberî dihat dayîn ku gerek em civînan çawa derbas bikin û mizgînê çawa belav bikin. Ji bo derbaskirina civîn û komcivînan, em zû bi zû hînî programên vîdeokonferansê bûn. Wekî din, em hîn bûn ku mizgînê bi destê telefon û nameyan belav bikin. Yehowa xîreta me bibereket kiriye. Li gelek welatan, hejmara mizgînvanan bilindtir bûye. Li dema pandemiyê, gelek kesên dilpak hatin ser riya rastiyê. Hin kes belkî difikirîn ku rêberiya teşkîlatê ya di heqê pandemiyê de bi zêdeyî sert e. Lê belê, me dît ku di netîceyê de, rêberiya ku me distand çi qas bihîkmet bû. Gava em bala xwe didinê ku Îsa Mesîh çawa bi dilovanî rêberiya şagirtên xwe dike, baweriya me xurttir dibe ku çi dibe bila bibe, Yehowa û Kurê wiyê ezîz wê bi me re bin (Îbranî 13:5, 6). w22.07 13 par. 15-16

Roja Şemiyê, 14 Kanûn

Bê rawestin dua bikin, di her tiştî de şikir bikin, çimkî daxwaza Xwedê, bi Mesîh Îsa ji bo we ev e (1. Selanîkî 5:17, 18).

Ji xeynî vê ku em di duayên xwe de pesnê Yehowa bidin, em dixwazin ji wî re ji bo hemû tiştên xweş, ên ku wî dane me, spas bikin. Mesela, em dikarin ji bo xweşikiya dar û gulan, ji bo xwarinên tehmxweş û ji bo dost û hevalên biqîmet spas bikin. Bavê meyî dilovan van tiştan û gelek tiştên din dide me, da ku em dilxweş bibin (Zebûr 104:12-15, 24). A herî muhîm jî, em dikarin ji Yehowa re spas bikin ji ber ku ew têr û tije xwarina ruhî tedarek dike û hêviyeke bêemsal daye me. Gelo çi dikare alî te bike ku tu bereketên Yehowa ji bîr nekî? Mesela, tu dikarî ji xwe re binivîsî ku te ji bo çi dua kiribû û paşê binêrî ka Yehowa çawa cewab daye duayên te. Dû re, ji wî re spas bike (Kolosî 3:15). w22.07 22 par. 8-9

Roja Yekşemê, 15 Kanûn

Ew tenê zewqa xwe ji şerîeta Xudan distîne, û bi şev û bi roj kûr li ser wê difikire (Zebûr 1:2).

Em dizanin ku ne bes e ku em rastiyê tenê lêkolîn bikin. Ji bo ku em jê feydeyê bistînin û dilşadiya rastîn bi dest bixin, gerek em li gor tiştên ku em hîn dibin, bijîn (Aqûb 1:25). Gelo em çawa dikarin bizanibin ka em li gor rastiyê dimeşin yan na? Tewsiyeya birayekî me ev e ku em xwe analîz bikin û tê derxin ka em di kîjan waran de serkeftî ne, û gerek em di kîjan waran de zêdetir bixîret bin. Pawlosê şandî wisa gotibû: “Li gor tiştê ku em gihîştinê pêşve herin” (Filîpî 3:16). Ka bîne ber çavê xwe ku eger em çi ji destê me tê bikin ku ‘di rastiyê de rêve herin’, emê çi feydeyên mezin bistînin! Hem jiyana me wê baştir be hem jî emê dilê Yehowa û dilê xwişk û birayan şa bikin (Methelokên Silêman 27:11; 3. Yûhena 4). Bi dîtina te, ma ne lazim e ku em ji rastiyê hez bikin û li gor rastiyê bijîn? w22.08 18-19 par. 16-18

Roja Duşemê, 16 Kanûn

Şivantiya keriyê Xwedê … bikin (1. Petrûs 5:2).

Gelo rîspî çawa dikarin nîşan bidin ku ew ji Yehowa Xwedê û ji Îsa Mesîh hez dikin? Rîspî gerek xema miyên Îsa Mesîh bixwin û li wan xwedî derkevin (1. Petrûs 5:1, 2). Îsa Mesîh maneya vê yekê ji Petrûsê şandî re zelal kir. Piştî ku Petrûs Îsa Mesîh sê caran red kiribû, wî gelek dixwest îsbat bike ku ew ji Îsa Mesîh hez dike. Piştî rabûna xwe ya ji mirinê, Îsa Mesîh ji Petrûs pirsî: “Ey Şimûnê kurê Yûhena, ma tu ji min hez dikî?” Em dikarin emîn bin ku Petrûs her tişt kiriye ku hezkirina xwe ji Efendiyê xwe re îsbat bike. Îsa Mesîh ji Petrûs re got: “Şivantiya miyên min bike” (Yûhena 21:15-17). Û heta dawiya emrê xwe, Petrûs bi dil û can xema miyên Efendiyê xwe dixwar û wisa îsbat kir ku ew ji Îsa Mesîh hez dike. Rîspîno, gelo hûn çawa dikarin îsbat bikin ku ev gotinên ku Îsa Mesîh ji Petrûs re gotibûn, ji bo we jî pir muhîm in? Hûn dikarin wek şivanên dilovan tim dilê xwişk û birayan ava bikin. Bi xisûsî alî kesên ku dilê wan ji rastiyê sar bûye bikin ku ew li Yehowa vegerin (Hêzekîêl 34:11, 12). w23.01 29 par. 10-11

Roja Sêşemê, 17 Kanûn

Xwedê dilsoz e û destûrê nade ku hûn ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin (1. Korîntî 10:13).

Nefikire ku tu kes nikare ji tengasiyên te fehm bike, ku halê te halekî bêçare ye û tu nikarî li hemberî xwestekên xerab li ber xwe bidî. Kitêba Pîroz dibêje: “Ji bo ku hûn bikarin ragirin, ewê bi ceribandinê re riya jêderketinê jî pêk bîne.” Loma, xwestekeke xerab pir qewî be jî, em dikarin li hemberî wê bi ser bikevin. Bi alîkariya Yehowa, em dikarin xwe bigirin ku em li gor vê xwesteka xerab hereket nekin. Ji ber ku em mirovên qisûrdar in, dibe ku em nikaribin xwestekên xerab bi temamî bin dest bikin. Lê gava xwestekên wisa di dilê te de derkevin pêş, tu dikarî wan red bikî. Ûsiv jî wisa kiribû. Gava ew ji aliyê jina Potîfar ve hat ceribandin, ew zû ji wê derê revî çû (1. Mûsa 39:12). Belê, gerek xwestekên xerab nebin sebeb ku tu kirinên xerab bikî. w23.01 12-13 par. 16-17

Roja Çarşemê, 18 Kanûn

Xwedê di nava mirovan de cihêtiyê nake (Romayî 2:11, KP).

Edalet sifetekî ê Xwedê ye (5. Mûsa 32:4). Kesekî adil ferqiyê naxe nava mirovan. Yehowa jî ferqiyê naxe nava mirovan (Karên Şandiyan 10:34, 35). Mesela, Yehowa Kitêba Pîroz bi zimanên ku ji aliyê gelek mirovan ve dihatin fehmkirin da nivîsandin. Yehowa soz dabû ku di dema dawîn de, “zanîna rast” wê zêde bibe. Yanî hatibû gotin ku gelek mirov wê Kitêba Pîroz baştir fehm bikin (Danîêl 12:4). Yehowa bi destê tercûmekirin, çapkirin û belavkirina Kitêba Pîroz û weşanên li ser wê alî gelek mirovan kiriye ku ew Peyva wî baştir fehm bikin. Heta niha, xizmetkarên Yehowa Peyva wî, bi temamî yan bi qismî, bi zêdetirî 240 zimanî tercûme kiriye. Û her kes dikare Kitêba Pîroz bêpere bi dest bixe. Bi vî awayî, berî ku dawî bê, mirovên ji hemû miletan dikarin “Mizgîniya Padîşahiyê” nas bikin (Meta 24:14). Xwedayê edaletê Yehowa dixwaze fersendê bide her kesî ku ew Peyva wî bixwînin û wî nas bikin. Loma em dikarin bibêjin ku Yehowa ji me hemûyan pir hez dike. w23.02 5 par. 11-12

Roja Pêncşemê, 19 Kanûn

Hûn li gor vê dinyayê nekin, lê belê bi nûbûna hişê xwe werin guhertin (Romayî 12:2).

Ma em gişt ji rastdariyê hez nakin? Dîsa jî, ji ber ku em qisûrdar in, eger em hay ji xwe nebin, nêrîna dinyayê ya li ser rastdariyê dikare li ser me bandor bike (Îşaya 5:20). Gelek kes difikirin ku kesekî rast yekî qure ye, kesên din rexne dike yan jî xwe ji yên din çêtir dibîne. Lê belê, Xwedê xisûsiyetên wisa nefret dike. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî alimên dînî rexne dikirin ji ber ku wan standardên xwe yên rastdariyê bi pêş dixistin (Waiz 7:16; Lûqa 16:15). Kesekî rast xwe ji kesên din çêtir nabîne. Rastdarî sifetekî pir xweş e. Kesekî rast tiştên ku li ber çavê Yehowa rast in, dike. Maneya peyvên Kitêba Pîroz, ên ku wek “rastdarî” hatine wergerandin, ev e ku kesek jiyana xwe li gor standardên bilind ên Yehowa dajo. w22.08 27 par. 3-5

Roja Înê, 20 Kanûn

Ez ji we re dibêjim ‘dostên min’ (Yûhena 15:15).

Şagirtên Îsa Mesîh her çi qas qisûrdar bûn jî, wî îtibara xwe bi wan dianî (Yûhena 15:16). Gava Aqûb û Yûhena ji wî xwest ku bila ew di Padîşahiya xwe de cihekî xisûsî bide wan, Îsa nefikirî ku niyeta wan xerab e, û wî ew wek şandiyên xwe red nekirin (Marqos 10:35-40). Paşê, li şeva ku Îsa hat girtin, hemû şagirtên wî terka wî da (Meta 26:56). Dîsa jî, Îsa hêviya xwe ji wan nebirî. Wî rind dizanibû ku çi kêmasiyên wan hene, lê wî “heta dawiyê ji wan hez kir” (Yûhena 13:1). Bi ser de, piştî ku Îsa ji mirinê hat rakirin, wî rêberiya karê belavkirina mizgînê û xwedîkirina miyên xwe yên hêja emanetî wan kir (Meta 28:19, 20; Yûhena 21:15-17). Baweriya ku Îsa bi van kesên qisûrdar dianî vala derneket. Ev şandiyên Îsa Mesîh heta mirinê bi dilsozî xizmet kir. Belê, Îsa Mesîh îtibara xwe bi kesên nekamil dianî û ji vî aliyî ve ji me re bû emsal. w22.09 6 par. 12

Roja Şemiyê, 21 Kanûn

Xudan bi min re ye, nîne tirsa min (Zebûr 118:6).

Eger em bawer bin ku Yehowa ji me hez dike û bi me re ye, Îblîs wê nikaribe me bitirsîne. Mesela, nivîskarê Zebûra 118an rastî tengasiyên giran dihat. Gelek dijminên wî hebûn, û hin ji van dijminan mirovên bi nav û deng bûn (ayet 9, 10). Carinan, ew diket halekî pir zor (ayet 13). Bi ser de, wî ji aliyê Yehowa ve jî bi awayekî cidî hatibû serrastkirin (ayet 18). Dîsa jî, ew neditirsiya. Çimkî wî dizanibû ku Yehowa ew her çi qas serrast kiribû jî, ew ji wî hez dike. Zebûrbêj emîn bû ku çi dibe bila bibe, Xwedê her tim hazir e ku alî wî bike (Zebûr 118:29). Gerek em bawer bin ku Yehowa ji me hez dike. Ev yek wê alî me bike ku em (1) netirsin ku emê nikaribin debara malbata xwe bikin, (2) ji însanan netirsin û (3) ji mirinê netirsin. w22.06 15 par. 3-4

Roja Yekşemê, 22 Kanûn

Xwezî bi wî mirovê ku ceribandinê radigire. Çimkî gava ku ji ceribandinê serfiraz derkeve, wê taca jiyanê … bistîne (Aqûb 1:12).

Berî her tiştî gerek em bala xwe bidin îbadeta Yehowa. Yehowa Xwedê hêjayî îbadeta me ye, çimkî wî em xuliqandine (Peyxam 4:11; 14:6, 7). Loma, gerek em bi şeklê rast, ê ku li wî xweş tê – yanî “bi ruh û bi rastiyê” – ji wî re îbadetê bikin (Yûhena 4:23, 24). Em dixwazin ku ruhê pîroz rêberiya îbadeta me bike, da ku îbadeta me li gor rastiya Peyva Xwedê be. Eger fealiyetên Şahidên Yehowa di welatê me de bi temamî yan bi qismî hatibin qedexekirin jî, lazim e ku em berî her tiştî bala xwe bidin îbadeta Yehowa. Niha, zêdetirî 150 xwişk û birayên me seba baweriya xwe di hebsê de ne. Dîsa jî, ew çi ji destê wan tê dikin ku dua bikin, Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û ji mirovan re behsa Xwedê û Padîşahiya wî bikin. Gava mirov me nizm dixin yan zilmê li me dikin jî, em dikarin dilxweş bin, çimkî em dizanin ku Yehowa bi me re ye û ewê me xelat bike (1. Petrûs 4:14). w22.10 9 par. 13

Roja Duşemê, 23 Kanûn

Şehrezayî sitar e (Waiz 7:12, Mizgînî).

Di kitêba Methelokên Silêman de, Yehowa şîretên pir bifeyde tedarek kirine. Bala xwe bide van şîretan. A yekê, bi tiştên ku di destê te de hene, razî be. Methelokên Silêman 23:4, 5 wisa dibêje: “Xwe newestîne ku dewlemend bibî … [ji ber ku] serwet namîne çimkî baskan ji xwe re çêdike û wekî teyrekî difire.” Gelek kesên zengîn û feqîr pir xîret dikin ku mal û milk bi dest bixin. Ji bo vê, ew carinan zerarê didin navê xwe, dostaniyên xwe û heta siheta xwe jî. Lê di netîceyê de, ew carinan her tiştê xwe winda dikin (Methelokên Silêman 28:20; 1. Tîmotêyos 6:9, 10). A diduyan, pêşî bifikire, paşê xeber bide. Eger em dîqat nekin, xeberdana me dikare zerarê bide însanan. Methelokên Silêman 12:18 wisa dibêje: “Gotinên bêfikar wekî birîna şûr e, lê zimanê şehrezayan şifa ye.” Gerek em zimanê xwe bigirin û di heqê şaşiyên mirovan de paşgotiniyê nekin, da ku aştiya di nav me û kesên din de xera nebe (Methelokên Silêman 20:19). w22.10 21 par. 14; 22 par. 16-17

Roja Sêşemê, 24 Kanûn

Vê balorê [tomarê] bixwe û here û ji mala Îsraêlê re bibêje! (Hêzekîêl 3:1).

Lazim bû Hêzekîêl fermana Xwedê rind fehm bike û bixe hundirê xwe, da ku ew li ser hiş û dilê wî tesîr bike. Paşê, tiştekî balkêş çêbû. Gava ku Hêzekîêl ev tomar xwar, ew ji bo wî “mîna hungiv şêrîn bû” (Hêzekîêl 3:3). Gelo çima? Ji bo Hêzekîêl, temsîlkirina Yehowa tiştekî xweş û şîrîn bû (Zebûr 19:8-11). Ew şikurdar bû ku Yehowa ew wek pêxember tayîn kiriye. Paşê, Yehowa ji Hêzekîêl re wisa got: “Hemû gotinên min ên ku ez ê ji te re bibêjim bigire û bixe dilê xwe” (Hêzekîêl 3:10). Yanî, Yehowa dixwest ku Hêzekîêl gotinên tomarê di bîra xwe de xwedî bike û li ser wan kûr bifikire. Hêzekîêl ji vê pir feyde distand, û wî rind dizanibû ku gerek ew kîjan xebera muhîm bide mirovan (Hêzekîêl 3:11). Xebera Xwedê êdî li ser dil û lêvên Hêzekîêl bû, loma ew hazir bû ku wezîfeya xwe bîne cih. w22.11 6 par. 12-14

Roja Çarşemê, 25 Kanûn

Guhdarîkirin ji qurbanan … çêtir e (1. Samûyêl 15:22, Mizgînî).

Eger dilsoziya te seba guhartinên li teşkîlatê bê ceribandin, gerek tu çi bikî? Bi dil û can piştgiriya guhartinên li teşkîlatê bike. Wexta ku Îsraêliyan di çolê de rêwîtî dikir, Kohatiyan sindoqa peymanê li ber çavê xelkê bar dikir (4. Mûsa 3:29, 31; 10:33; Yêşû 3:2-4). Çi îmtiyazeke mezin! Lê belê, wexta ku ew li Welatê Sozdayî cihwar bûn, êdî ne lazim bû ku sindoqa peymanê her tim bê barkirin. Loma, Kohatî ji bo îşekî din dihatin tayînkirin (1. Dîrokan 6:31-33; 26:1, 24). Kitêba Pîroz nabêje ku Kohatî dixeyîdîn yan ku wan dixwest ku îmtiyazeke hê mezintir ji wan re bê dayîn ji ber ku wan berê karekî muhîm kiribû. Ders çi ye? Eger teşkîlata Yehowa mesûliyetên din bide te jî, bi dil û can piştgiriya van guhartinan bike. Karê te her çi be jî, pê razî be. Di çavê Yehowa de, mesûliyeta te qîmeta te ne kêm dike ne jî zêde dike. Yehowa ji karê ku tu dikî zêdetir qîmetê dide îtaeta te. w22.11 23 par. 10-11

Roja Pêncşemê, 26 Kanûn

Wî … ji girtîbûna min şerm nekir (2. Tîmotêyos 1:16).

Onîsîforos li Pawlosê şandî geriya, û gava wî ew dît, wî destek da wî û di oxira wî de canê xwe avêt xeterê. Ders çi ye? Gava xwişk û birayên me rastî zilmê tên, seba tirsa derdorê ji wan dûr nekeve, lê bi dewamî destekê bide wan û wan biparêze (Methelokên Silêman 17:17). Ji bîr neke ku ew hewceyî hezkirin û desteka me ne. Bîne ber çavê xwe ku xwişk û birayên me yên li Rûsyayê çawa alî xwişk û birayên hebskirî dikin. Carinan, gava kesek tê dîwankirin, gelek xwişk û bira diçin mehkemeyê ku pişta wî bigirin. Dersa ji bo me çi ye? Gava birayên mesûl tên sûcdarkirin û girtin yan gava zilm li wan tê kirin, netirse. Ji bo wan dua bike, li malbatên wan xwedî derkeve û bi awayên din destekê bide wan (Karên Şandiyan 12:5; 2. Korîntî 1:10, 11). w22.11 17 par. 11-12

Roja Înê, 27 Kanûn

Wan teseliyeke mezin daye min (Kolosî 4:11, NWT).

Mesûliyeta rîspiyan ew e ku ew bi destê Kitêba Pîroz cesaretê bidin xwişk û birayan û alî kesên dilteng bikin (1. Petrûs 5:2). Gava ku felaketeke tebîetê çêdibe, rîspî ewilî bi saxî û selametiya xwişk û birayan eleqedar dibin û dipirsin ka ji wan re kinc, xwarin û cihê starbûnê lazim e yan na. Lê piştî çend mehan jî, dibe ku ji wan re hê jî teselî û desteka ruhî lazim be (Yûhena 21:15). Birayê me Harold, ê ku endamê Komîteya Buroyê ye û piştî felaketên tebîetê bi gelek xwişk û birayan re sohbet kiriye, wisa dibêje: “Ji bo ku birîna dilê wan qenc bibe, gelek wext lazim e. Jiyana wan belkî hêdî hêdî normal bibe, lê dibe ku mirina delalên wan, windakirina mîraseke biqîmet yan belayên ku hatin serê wan, ji ber çavê wan neçin. Gava ku bîranînên wisa tên bîra wan, ew dîsa û dîsa xemgîn dibin. Halekî wisa nayê maneya ku baweriya wan sist e; fikir û hîsên wisa normal in.” Rîspî gerek li gor vê şîretê hereket bikin: “Bi yên ku digirîn re bigirîn” (Romayî 12:15). w22.12 22 par. 1; 24-25 par. 10-11

Roja Şemiyê, 28 Kanûn

Bi Ruh rêve herin, hingê hûn tu caran xwestekên nefsê naynin cih (Galatî 5:16).

Yehowa ruhê pîroz bi comerdî dide me, da ku em serkeftî bin û ya rast bikin. Wexta ku em Peyva Xwedê lêkolîn dikin, em xwe davêjin ber tesîra ruhê pîroz. Wekî din, em ruhê pîroz li civînan distînin. Li wê derê, em dikarin bi xwişk û birayan re wextê derbas bikin. Ew jî mîna me xîret dikin ku ya rast bikin, û ev yek cesaretê dide me (Îbranî 10:24, 25; 13:7). Ji xeynî vê, gava em ji dil ji Yehowa re dua dikin û alîkariyê dixwazin, da ku em serî bi kêmasiyeke xwe re derxînin, ew bi destê ruhê pîroz qewetê dide me ku em dev ji micadeleyê bernedin. Bi îhtimaleke mezin, fealiyetên wisa wê xwestekên xerab bi temamî ji holê ranekin, lê belê ewê alî me bikin ku em wan bin dest bikin. Ji xeynî vê ku em dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz, çûyîna civînan û duakirinê bikin, lazim e ku em van fealiyetan ji xwe re bikin adet û xwestekên minasib bi dewamî bi pêş bixin. w23.01 11 par. 13-14

Roja Yekşemê, 29 Kanûn

Ez nabim bindestê tu tiştî (1. Korîntî 6:12).

Kitêba Pîroz ne kitêbeke şîretan a ji bo sihet û xwarinê ye. Lê dîsa jî, ew ji me re dibêje ku Yehowa li ser van tiştan çi difikire. Mesela, Kitêba Pîroz vê şîretê dide me: “Xerabiyê ji bedena xwe dûr bigire” (Waiz 11:10). Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em pir zêde xwarinê nexwin û serxweş nebin. Çimkî tiştên wisa dikarin zerarê bidin siheta me û heta me bikujin jî (Methelokên Silêman 23:20). Yehowa ji me dixwaze ku em di warê xwarin û vexwarinê de xwe bigirin (1. Korîntî 9:25). Gava em bi saya hunera fikirînê qerarên baş didin, em ji dil şikirdariya xwe ji bo jiyana ku Xwedê daye me nîşan didin (Zebûr 119:99, 100; Methelokên Silêman 2:11). Mesela, gerek em baş bifikirin ku em çi dixwin. Eger dilê me biçe xwarinekê, lê em bizanin ku ew dikare zerarê bide siheta me, emê wê xwarinê nexwin. Wekî din, kesê biaqil xîret dike ku bi têra xwe rakeve, bi dewamî hereket bike û baş bala xwe bide paqijiya mal û bedena xwe. w23.02 21 par. 6-7

Roja Duşemê, 30 Kanûn

Ma tiştê ku tu dixwînî, tu fêm dikî? (Karên Şandiyan 8:30).

Gelo tu çawa dikarî di dema xwendina Kitêba Pîroz de rastiyên biqîmet bibînî? Ji bo cewaba vê pirsê li 2. Tîmotêyos 3:16, 17 binêre. Ev ayet dibêjin ku “Tevahiya Nivîsara Pîroz … bi kêr tê” ji bo (1) hînkirin, (2) lêhilatin, (3) rastkirin û (4) perwerdekirinê. Bi alîkariya van çar nuqteyan, tu dikarî ji temamiya Kitêba Pîroz feydeyê bistînî. Gava tu dixwînî, bala xwe bidê ku serpêhatiyek li ser Yehowa, mexseda wî yan prensîpên wî çi hîn dike. Bifikire ku ew gotin çawa ji bo lêhilatin yanî edebkirinê bifeyde ne. Hûr lê binêre ku tu çawa dikarî niyet û xwestekên xerab bibînî, wan red bikî û ji Xwedê re dilsoz bimînî. Ji xwe bipirse ku ew qisim çawa dikare ji bo rastkirina nêrînên şaş, mesela yên ku mirov di xizmetê de dibêjin, bên bikaranîn. Û bifikire ku di ayetan de li ser perwerdekirina di rêya rastdariyê de çi tê gotin. Yanî baş fehm bike ku tu çawa dikarî wek Yehowa li ser meseleyekê bifikirî. Eger tu van çar nuqteyan di hişê xwe de bihêlî, tuyê ji xwendina Kitêba Pîroz bêtir feydeyê bistînî û rastiyên biqîmet bibînî. w23.02 11 par. 11

Roja Sêşemê, 31 Kanûn

Padîşahiya wî wê tu caran hilneweşe (Danîêl 7:14, Mizgînî).

Ayetên di kitêba Danîêl de ji berê ve gotibûn ku Îsa Mesîh wê piştî ‘heft deman’ Padîşahiyê bistîne. Gelo em dikarin pê derxin ku Îsa Mesîh kengê bû Padîşah? (Danîêl 4:10-17). “Heft dem” tên maneya 2.520 sal. Vê wextê B.M. di sala 607an de dest pê kir. Wê salê, bajarê Orşelîmê ji aliyê Babîliyan ve hat wêran kirin, û padîşahê dawîn ji textê Yehowa hat rakirin. “Heft dem” P.M. di sala 1914an de xelas bûn. Wê salê, Yehowa kesê ku “heq” aîdî wî ye, yanî Îsa Mesîh, kir Padîşahê Padîşahiya xwe (Hêzekîêl 21:25-27). Gelo em ji vê wehdê çi feydeyê distînin? Pêkhatina wehda di heqê ‘heft deman’ de baweriya me xurttir dike ku Yehowa sozên xwe di wextê de tîne cih. Çawa ku wî ji bo avabûna Padîşahiya xwe tarîx danîbû, ewê wehdên din jî li gor salnameya xwe pêk bîne. Belê, roja Yehowa wê dereng nemîne! (Habaqûq 2:3). w22.07 3 par. 3-5

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne