MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 32
Bila Hezkirina Te “Her ku Diçe Zêdetir Bibe”
“Ez her tim dua dikim ku hezkirina we ... her ku diçe zêdetir bibe” (FLP. 1:9, WDN).
KILAM 106 Hizkirinê Pêşda Tînin
PÊŞGOTINa
1. Civata Filîpyayê bi alîkariya kê hat saz kirin?
GAVA Pawlosê şandî, Sîlas, Lûqa û Tîmotêyos gihîştin bajarê Filîpyayê, gelek mirovên li wê derê dixwest li ser mizgîna Padîşahiyê zêdetir melûmatê bistînin. Bi alîkariya van çar birayên bixîret, civatek hat saz kirin, û hemû şagirt êdî li hev top dibûn. Bi îhtimaleke mezin, wan civînên xwe li mala xwişkeke mêvanhez a bi navê Lîdya derbas dikirin (Kar. 16:40).
2. Civata Filîpyayê rastî kîjan tengasiyan hat?
2 Pir wext derbas nebû ku ev civata nû rastî tengasiyan hat. Îblîs dijminên rastiyê pîj kirin ku ew li dijî îşê van şagirtên dilsoz muxalefetê bikin. Pawlos û Sîlas hatin girtin, bi daran hatin kutan û avêtin zindanê. Piştî ku ew ji zindanê derketin, ew çûn ziyareta şagirtên nû ku cesaretê bidin wan. Paşê, Pawlos, Sîlas û Tîmotêyos ji Filîpyayê çûn, lê wisa tê fehm kirin ku Lûqa li wê derê ma. Halê civata nû çawa bû? Bi alîkariya ruhê Yehowa, xwişk û birayên nû di xizmeta Yehowa de bi pêş ve çûn (Flp. 2:12). Belê, sebebên baş hebûn ku Pawlos bi wan serbilind bû!
3. Wek Filîpî 1:9-11 nîşan dide, Pawlos ji bo çi dua dikir?
3 Weke 10 sal bi şûn de, Pawlos ji civata Filîpyayê re nameyek nivîsî. Gava em vê nameyê dixwînin, em fehm dikin ku Pawlos ji xwişk û birayên wê derê çi qas hez dikir. Wî wisa nivîsî: “Xwedê şahidê min e ku çawa ez bi dilovaniya Mesîh Îsa bêriya we hemûyan dikim” (Flp. 1:8). Wî ji wan re nivîsî ku ew ji bo wan dua dike. Pawlos ji Yehowa dixwest ku hezkirina wan her ku diçe zêdetir bibe, ku ew bala xwe bidin tiştên hê muhîmtir, bêkêmasî bin, kesên din neterpilînin û her daîm berê rastdariyê bînin meydanê. Gotinên Pawlos helbet ji bo me jî pir bifeyde ne. Ji ber vê yekê, bila em bixwînin ku Pawlos ji Filîpiyan re çi nivîsand (Filîpî 1:9-11b ji jêrenotê bixwîne). Paşê, emê gotinên wî muzakere bikin û bibînin ku em çawa dikarin her yek ji van şîretan pêk bînin.
BILA HEZKIRINA TE ZÊDETIR BIBE
4. (a) Li gor 1. Yûhenna 4:9, 10, Yehowa hezkirina xwe çawa eyan kiriye? (b) Gerek em ji Xwedê çawa hez bikin?
4 Gava Yehowa Kurê xwe şand dinyayê ku ew canê xwe ji bo gunehên me feda bike, Yehowa nîşan da ku ew ji me çi qas hez dike (1. Yûhenna 4:9, 10 bixwîne). Hezkirina Xwedê me teşwîq dike ku em jî ji wî hez bikin (Rom. 5:8). Gerek em ji Xwedê çi qas hez bikin? Îsa ji Fêrisiyekî re wisa got: “Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike” (Met. 22:36, 37). Gerek em bi hemû dilê xwe ji Xwedê hez bikin û vê hezkirinê roj bi roj zêde bikin. Pawlos ji Filîpiyan re got ku bila hezkirina wan “her ku diçe zêdetir bibe”. Em çawa dikarin hezkirina xwe ji Xwedê re xurttir bikin?
5. Em çawa dikarin hezkirina xwe zêde bikin?
5 Ji bo ku em ji Xwedê hez bikin, gerek em wî nas bikin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Yê ku hez nake, Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hezkirin e” (1. Yûh. 4:8). Pawlosê şandî got ku eger ‘zanîn û fehmkirina’ me di heqê Xwedê de zêde bibe, hezkirina me jî wê mezintir bibe (Flp. 1:9). Gava me dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kiribû, me Xwedê hê rind nas nedikir, lê me dîsa jî ji wî hez dikir. Gava me ew ji nêziktir ve nas kir, hezkirina me zêde bû. Eşkere ye ku pir muhîm e ku em Kitêba Pîroz her tim lêkolîn bikin û li ser wê kûr bifikirin (Flp. 2:16).
6. Li gor 1. Yûhenna 4:11, 20, 21, em çawa dikarin hezkirina xwe zêde bikin?
6 Hezkirina mezin a ku Yehowa nîşan daye, me teşwîq dike ku em jî ji xwişk û birayên xwe hez bikin (1. Yûhenna 4:11, 20, 21 bixwîne). Em belkî difikirin ku emê bi hêsanî karibin ji xwişk û birayên xwe hez bikin, çimkî em xizmetkarên Yehowa ne û em dixwazin sifatên wî eyan bikin. Wekî din, em pey Îsa diçin, ê ku bi hezkirineke mezin canê xwe di oxira me de feda kir. Dîsa jî, carinan hêsan nîne ku em ji hevdû hez bikin. Bala xwe bide ku li civata Filîpyayê çi qewimîbû.
7. Pawlos çi şîret da civata Filîpyayê?
7 Eyodiya û Sintîxa xwişkên bixîret bûn, ên ku ji Pawlos re bûn alîkar. Wisa tê fehm kirin ku seba meseleyên şexsî, di nav wan de problemek hatibû meydanê. Li nameya xwe ya ji civata van xwişkan re, Pawlos behsa navên wan kir û şîret da wan ku ew “bibin hemfikir” (Flp. 4:2, 3). Wekî din, wî ji temamiya civatê re wisa got: “Her tiştî bê pitepitkirin û bê devjenî bikin” (Flp. 2:14). Ev şîreta zelal bêguman alî van xwişkên dilsoz û xwişk û birayên din kir ku ew ji hevdû zêdetir hez bikin.
Çima lazim e ku em di heqê xwişk û birayên xwe de nêrîneke pozîtîf xwedî bikin? (Li paragrafa 8an binêre)c
8. Çima carinan li me zor tê ku em ji xwişk û birayên xwe hez bikin, û em çawa dikarin serî bi vê astengê re derxînin?
8 Wek Eyodiya û Sintîxayê, eger em bala xwe bidin kêmasiyên xwişk û birayan, dibe ku carinan li me jî zor bê ku em ji wan hez bikin. Ji ber ku em gişt qisûrdar in, em her roj şaşiyan dikin. Mesela, gava birayek ji bîr dike ku di paqijkirina Salona Îbadetê de alî me bike, dibe ku em bihêrs bibin. Paşê, eger em hemû şaşiyên vî birayî bînin ber çavê xwe, dibe ku hêrsa me hê jî zêde bibe. Di netîceyê de, hezkirina me dikare sar bibe. Eger tiştekî wisa bê serê me, gerek em ji bîr nekin ku Yehowa hem kêmasiyên me hem jî kêmasiyên xwişk û birayên me dibîne. Dîsa jî, ew ji xwişk û birayên me hez dike, û ew ji me jî hez dike. Ji ber vê yekê, gerek em hezkirina Yehowa ji xwe re bikin emsal û di heqê xwişk û birayên xwe de nêrîneke pozîtîf xwedî bikin. Eger em xîret bikin ku ji xwişk û birayên xwe hez bikin, yekîtiya me wê her ku diçe xurttir bibe (Flp. 2:1, 2).
“TIŞTÊN HÊ MUHÎMTIR”
9. Hin “tiştên hê muhîmtir”, ên ku Pawlos di nameya xwe de behsa wan kir, çi ne?
9 Bi îlhama ruhê pîroz, Pawlos ji xwişk û birayên li Filîpyayê re – û ji hemû şagirtên Îsa yên din re jî – got ku bila ew “bala xwe bidin tiştên hê muhîmtir” (Flp. 1:10, WDN). Hin ji van tiştên muhîm ev in: Pîrozkirina navê Yehowa, pêkanîna mexseda wî û selamet û yekîtiya civatê (Met. 6:9, 10; Yûh. 13:35). Gava em di jiyana xwe de herî zêde bala xwe didin van tiştên muhîm, em îsbat dikin ku em ji Yehowa hez dikin.
10. Ji bo ku Yehowa me wek kesên bêkêmasî bibîne, gerek em çi bikin?
10 Ji xeynî vê, Pawlos got ku gerek em “bêkêmasî bin”. Ev yek nayê maneya ku gerek em bi temamî bêqisûr bin. Em nikarin bi qasî Yehowa bêqisûr bin. Lê belê eger em çi ji destê me tê bikin ku hezkirina xwe zêde bikin û bala xwe bidin tiştên hê muhîmtir, Yehowa wê me wek kesên bêkêmasî qebûl bike. Lê em çawa dikarin hezkirina xwe nîşan bidin? Mesela, gerek em xîret bikin ku em kesên din neterpilînin.
11. Çima muhîm e ku em kesên din neterpilînin?
11 Şîreta ku gerek em kesên din neterpilînin pir cidî ye. Em çawa dikarin kesekî din biterpilînin, yanî zerarê bidin baweriya wî? Mesela, îş, kinc û mijûliyên ku em hildibijêrin dikarin kesên din biterpilînin. Belkî kirinên me xerab nînin. Dîsa jî, eger kirinên me wijdanê xwişk yan birayekî aciz bikin û baweriya vî kesî sist bikin, ev yek meseleyeke giran e. Îsa gotibû ku heta ku em kesekî ji rê derxînin, wê baştir bibûya ku kevirekî mezin bi stûyê me ve bihata girêdayîn û em bihatana avêtin behrê (Met. 18:6).
12. Kirinên xwişk û birayekî pêşeng çi rêyî me didin?
12 Bala xwe bide ku xwişk û birayekî pêşeng şîreta Îsa çawa anî cih. Li civata wan, jin û mêrekî ku nû hatibûn bin av kirin hebûn. Ev jin û mêr li malbatên adetperest mezin bûbûn, û ew difikirîn ku şagirtên Îsa gerek neçin sînemayê û gerek ew li tu fîlman temaşe nekin. Gava wan bihîst ku xwişk û birayê pêşeng çûbûn sînemayê, ew şaş man. Piştî vê, xwişk û birayê pêşeng êdî nediçûn sînemayê heta ku wijdanê van şagirtên nû hat perwerde kirin û wan baştir fehm dikir ku çi rast e û çi na (Îbr. 5:14). Bi vê fedakariyê, xwişk û birayê pêşeng îsbat kir ku ew ji vî cotî hez dikin – ne tenê bi zimên, lê bi kirinên xwe jî (Rom. 14:19-21; 1. Yûh. 3:18).
13. Em çawa dikarin bibin sebeb ku kesek guneh bike?
13 Wekî din, eger em hay ji xwe nebin, em dikarin bibin sebeb ku kesek guneh bike. Çawa? Vê mîsalê bîne ber çavê xwe. Xwendekarekî Kitêba Pîroz piştî wexteke dirêj ji bindestiya alkolê difilite, lê belê ew fehm dike ku gerek ew qet alkolê venexwe. Ew ji aliyê ruhî ve zû bi pêş ve diçe û tê bin av kirin. Paşê, gava xwişk û bira bi hev re wext derbas dikin, birayek zorê li wî dide ku ew alkolê vexwe û wisa dibêje: “Tu êdî şagirtekî Îsa yî, û ruhê Yehowa li ser te ye. Yek ji sifatên berê ruh, xwegirtin e. Eger xwegirtina te hebe, tuyê bi zêdeyî venexwî.” Gelo çi dikare biqewime eger ev birayê nû guh bide vê şîreta xerab?
14. Civînên me çawa alî me dikin ku em şîretên Filîpî 1:10 bînin cih?
14 Civînên me bi çend awayan alî me dikin ku em şîretên Filîpî 1:10 bînin cih. A yekê, xwarina ruhî, ya ku em li civînan bi zêdeyî distînin, tîne bîra me ku di çavê Yehowa de, tiştên hê muhîmtir çi ne. A diduyan, em dielimin ku em çawa dikarin tiştên ku em hîn dibin bi kar bînin ku em bêkêmasî bin. A sisêyan jî, em ji bo hezkirin û kirinên qenc tên teşwîq kirin (Îbr. 10:24, 25). Her ku em ji xwişk û birayên xwe teşwîqê bistînin, emê ji Xwedê û ji wan zêdetir hez bikin. Eger dilê me bi hezkirina Xwedê û bi hezkirina xwişk û birayan tije bibe, emê xîret bikin ku em xwişk û birayên xwe neterpilînin.
BI BERÊ RASTDARIYÊ TIJE BE
15. Tijebûna bi “berê rastdariyê” tê çi maneyê?
15 Pawlos ji dil dua dikir ku xwişk û birayên Filîpî “bi berê rastdariyê ... tije bibin” (Flp. 1:11, WDN). Ji bo vê, lazim bû ku ew ji Xwedê û ji xizmetkarên wî hez bikin. Wekî din, lazim bû ku ew behsa baweriya xwe bi Îsa û hêviya xwe bikin. Filîpî 2:15 xwişk û birayan dişibîne “stêrên ezmên [ên ku] ronahiyê didin”. Îsa jî ji şagirtên xwe re wisa gotibû: “Hûn ronahiya dinyayê ne” (Met. 5:14-16). Ji xeynî vê, Îsa emir dabû wan ku ew mirovan bikin şagirtên wî, û wî gotibû ku ewê “heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibin şahidên” wî (Met. 28:18-20; Kar. 1:8). Gava em vî îşê muhîm dikin, em “berê rastdariyê” tînin meydanê.
Gava Pawlos li Romayê li mala xwe girtî bû, wî nameya xwe ya ji civata Filîpiyayê re nivîsand. Wekî din, Pawlos mizgîn dida nobedar û mêvanên xwe (Li paragrafa 16an binêre)
16. Filîpî 1:12-14 çawa nîşan dide ku gava em rastî tengasiyan tên, em dîsa jî dikarin ronahiyê bidin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)
16 Şertên me çi bin jî, em dikarin ronahiyê bidin. Carinan, tiştekî ku wek astengek xuya dike dikare bibe fersendeke ji bo belavkirina mizgînê. Mesela, gava Pawlosê şandî nameya xwe ya ji Filîpiyan re dinivîsî, ew li Romayê li mala xwe girtî bû. Lê belê zincîran riya wî nedigirt ku ew mizgînê bide nobedar û mêvanan. Halê wî çi qas zor bû jî, Pawlos mizgîn bi xîret belav dikir, û vê yekê cesaret da xwişk û birayan ku ew “bêtirs peyva Xwedê bêjin” (Filîpî 1:12-14 bixwîne; 4:22).
Her tim xîret bike ku tu xizmeta xwe bi dil û can bînî cih (Li paragrafa 17an binêre)d
17. Hin xwişk û birayên me çawa li gel tengasiyan “berê rastdariyê” didin?
17 Gelek xwişk û birayên me cesareta Pawlos ji xwe re dikin emsal. Ji ber ku ew li welatê xwe nikarin mal bi mal xizmet bikin, ew mizgînê bi metodên din belav dikin (Met. 10:16-20). Li welatekî wisa, nazirekî herêmî ji mizgînvanan re tewsiye kir ku bila her kes mizgînê li “warê xwe” – yanî ji meriv, cîran, hevalders, hevalkar û nasên xwe re – belav bike. Netîce bû çi? Di hundirê du salan de, li wê herêmê gelek civatên nû hatin saz kirin. Eger belavkirina mizgînê li welatê me nehatibe qedexe kirin jî, em dikarin ji van xwişk û birayan derseke baş bistînin: Gerek em her tim xîret bikin ku xizmeta xwe bi dil û can bînin cih, û em dikarin bawer bin ku Yehowa wê qewetê bide me ku em serî bi astengan re derxînin (Flp. 2:13).
18. Wê baş be ku em çi bikin?
18 Li van rojên dawîn, bila em şîreta ku Pawlos bi îlhama Xwedê dabû Filîpiyan pêk bînin. Bila em bala xwe bidin tiştên hê muhîmtir, bêkêmasî bin, kesên din neterpilînin û berê rastdariyê bînin meydanê. Eger em wisa bikin, hezkirina me wê her ku diçe zêdetir bibe, û emê hurmet û rûmetê bidin Bavê xweyî dilovan Yehowa!
KILAM 17 “Dixwazim”
a Li van rojên dawîn, pir muhîm e ku em ji xwişk û birayên xwe hez bikin. Nameya ji Filîpiyan re nîşan dide ku çi qas zor be jî, em çawa dikarin hezkirina xwe zêde bikin.
b Li gor Wergera Dinyaya Nû, Filîpî 1:9-11 wisa dibêje: “Ez her tim dua dikim ku hezkirina we bi zanîn û fehmkirinê her ku diçe zêdetir bibe, da ku hûn bala xwe bidin tiştên hê muhîmtir, heta roja Mesîh bêkêmasî bimînin, kesên din neterpilînin û bi berê rastdariyê tije bin, ê ku ji bo rûmet û pesnê Xwedê bi destê Îsa Mesîh tê.”
c RESIM: Li dema paqijkirina Salona Îbadetê, birayê Joe dev ji îşê xwe berdide û tevî birayekî û kurê wî sohbetê dike. Mike, birayê ku erdê bi gêzîka elektrîk paqij dike, seba vê hêrs dikeve. Ew wisa difikire: “Joe çima sohbetê dike? Bila bixebite!” Paşê, Mike dibîne ku Joe çawa alî xwişkeke extiyar dike, û Mike fehm dike ku gerek ew bala xwe bide sifatên baş ên vî birayî.
d RESIM: Li welatekî ku belavkirina mizgînê hatiye qedexe kirin, birayekî me mizgînê dide nasekî xwe. Paşê, li cihê îş, birayê me li dema îstirhetê mizgînê dide hevalkarekî xwe.