29 ÎLON–5 COTMEH
WAIZ 3-4
Kilam 93 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)
Bi hev re û bi Yehowa re wextê derbas bikin
1. Bena Sêqat Xurt Bike
(10 deqe)
Ji bo sohbetên kûr wextê veqetînin (Wz 3:1; ijwhf-E meqale 10 par. 2-8)
Bi hev re wextên xweş derbas bikin (Wz 4:9; w23.05 23-24 par. 12-14)
Dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikin (Wz 4:12; w23.05 21 par. 3)
JI XWE WISA BIPIRSE: “Eger ez ji ber karê xwe ji bo wexteke dirêj ne li malê bim, yan bê jin an mêrê xwe herim tatîlê, gelo ev yek wê li ser zewaca me çawa tesîr bike?”
2. Cewherên Ruhî
(10 deqe)
Wz 3:8: Ev ayet çima dibêje ku “dema hezkirinê û dema nefretkirinê” heye? (it-E “Hezkirin” par. 39)
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Wz 4:1-16 (th ders 2)
4. Dest bi Sohbetê Bike
(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Bi alîkariya Birca Çavdêriyê No. 1 2025 dest bi sohbetê bike. Gava kesê din dixwaze li ser mijareke din sohbet bike, xwe li gor vê eyar bike. (lmd ders 2 fikir 5)
5. Ziyaretan Dubare Bike
(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Di ziyareta berê de, kesê din Birca Çavdêriyê No. 1 2025 qebûl kir. Îcar Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 9 fikir 4)
6. Gotar
(5 deqe) lmd pêvek A fikir 12. Mijar: Xwedê Adil e. (th ders 19)
Kilam 131
7. Problemên di Zewaca Xwe de bi Alîkariya Yehowa Safî Bikin
(15 deqe) Gotûbêj.
Bi alîkariya Yehowa jin û mêr dikarin di zewaca xwe de bi rastî kêfxweş bin. Dîsa jî di her zewacê de carinan problem derdikevin (1Kr 7:28). Eger jin û mêr xîret nakin ku wan probleman safî bikin, ew dikarin kêfxweşiya xwe winda bikin û bifikirin ku çareya problemên wan tune ye. Eger halê we wisa ye, hûn dikarin çi bikin?
Di fîlma Hezkirina Rastîn Çi Ye? de cotekî ciwan tê nîşandayîn, ew di zewaca xwe de rastî problemên pir mezin tên. Gava xwişka me dixwaze bê alîkariya Yehowa qerarekê bide, bavê wê kîjan şîret dide wê?
VÎDEOYA Hezkirina Rastîn Çi ye? – Bi Qismî vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:
Gava di zewaca me de problem çêdibin, çima gerek em xwe bispêrin rêberiya Yehowa? (Îş 48:17; Mt 19:6)
Gava di zewaca we de problem derdikevin, adetên xwe yên ruhî îhmal nekin û bi vî awayî li alîkariya Yehowa bigerin. Xîret bikin ku bi destê şîretên di Kitêba Pîroz û di weşanên me de problemên xwe bi hev re safî bikin. Ev yek wê alî we bike hûn wek Yehowa li ser vê meseleyê bifikirin. Wisa hûn nîşan didin ku alîkarî û bereketa Yehowa dixwazin (Mtl 10:22; Îş 41:10).
VÎDEOYA Nekeve ber Bayê Aştiya Nerast! – Darrel û Deborah Freisinger vêxe. Paşê, vê pirsê bipirse:
Gelo em dikarin ji Deborah û Darrel çi hîn bibin?
8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê
(30 deqe) lfb ders 22, qisim 5 pêşgotin, û ders 23