6-12 COTMEH
WAIZ 5-6
Kilam 42 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)
Gava kahînek qanûna Yehowa li ber komeke Îsraîliyan şîrove dike, ew baş bala xwe didinê
1. Em Çawa Dikarin Hurmetê Bidin Xwedayê Me yê Mezin
(10 deqe)
Gerek em di civînan de baş guhdarî bikin û gerek cil û bergên me minasib bin (Wz 5:1; w08-E 15/8 15-16 par. 17-18)
Kesê ku li ber civatê dua dike, gerek pêşî bifikire û paşê dua bike. Wekî din, gerek duayên li ber civatê bi hurmet û ne dirêj bin (Wz 5:2; w09-E 15/11 11 par. 21)
Gerek em li gor sonda xwedayînê bijîn (Wz 5:4-6; w17.04 6 par. 12)
2. Cewherên Ruhî
(10 deqe)
Wz 5:8: Gava neheqî li me tê kirin, ev ayet çawa teseliyê dide me? (w20.09 31 par. 3-5)
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Wz 5:1-17 (th ders 12)
4. Dest bi Sohbetê Bike
(1 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Xwediyê malê dixwaze minaqeşe bike. (lmd ders 4 fikir 5)
5. Dest bi Sohbetê Bike
(2 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Yek ji fikrên di pêveka A (Em Hez Dikin Van Rastiyan Hîn Bikin) ya broşûra Ji Mirovan Hez Bikin de bi kar bîne. (lmd ders 1 fikir 3)
6. Ziyaretan Dubare Bike
(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Vîdeoyeke ji Hacetên Elimandinê nîşan bide. (lmd ders 7 fikir 3)
7. Mirovan Bike Şagirt
Kilam 160
8. Gelo Tu Pêveka “Em Hez Dikin Van Rastiyan Hîn Bikin” bi Kar Tînî?
(15 deqe) Gotûbêj.
Broşûra Ji Mirovan Hez Bikin – Wan Bikin Şagirt alî me dike em bi awayekî baştir sohbetê bikin. Û pêvek A alî me dike em rehettir behsa rastiyên Kitêba Pîroz bikin (Îbr 4:12). Navê pêveka A ev e: “Em Hez Dikin Van Rastiyan Hîn Bikin.” Tê de neh mijarên mezin derbas dibin. Gelo tu van mijaran baş nas dikî?
Em çawa dikarin di wexta minasib de behsa rastiyeke Kitêba Pîroz bikin? (lmd pêvek A)
Di deşta te de kîjan mijar bi feyde ne?
Tu dikarî çi bikî ku ayetên di pêveka A de ji bîr nekî?
Gava tu wan ayetan di xizmetê de gelek caran bixwînî, tuyê wan zû ji bîr nekî. Lê ji bo vê gerek em di xizmetê de bi gelek kesan re sohbetê bikin.
VÎDEOYA “Hesin bi Hesin Tûj Dibe” – Xwe Bigihîne Zêdetir Mirovan vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:
Çi dikare alî me bike ku em xwe bigihînin zêdetir mirovan?
9. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê
(30 deqe) lfb dersên 24-25an