KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb25 Îlon r. 12-13
  • 13-19 Cotmeh

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 13-19 Cotmeh
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
mwb25 Îlon r. 12-13

13-19 COTMEH

WAIZ 7-8

Kilam 39 u Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. “Çûna Mala Şînê” Çêtir e

(10 deqe)

Teseliyê bide kesên ku şînê digirin (Wz 7:2; it-E “Şîn” par. 9)

Behsa qenciya kesê mirî bike û bi vî awayî dilê wan rehet bike (Wz 7:1; w19.06 23 par. 15)

Bi kesên ku şînê digirin re dua bike (w17.07 16 par. 16)

Cotek diçe ziyareta birayekî ku jina xwe winda kir. Ew sûretên xweşik ên bi xanima wî re nîşanî wî dikin.

JI BÎR NEKIN: Kesên ku şînê digirin gelek caran ne ji bo rojekê, lê ji bo wexteke dirêj hewceyî teseliya xwişk û birayan in (w17.07 16 par. 17-19).

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Wz 7:20-22: Gava kesekî din dilê me êşandiye, em çawa dikarin bi alîkariya wan ayetan pê derxin ka hêja ye em li ser vê bi wî re xeber bidin yan na? (w23.03 31 par. 18)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Wz 8:1-13 (th ders 10)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(2 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. Pê derxe ku kesê din bi kîjan mijarê eleqedar e. Û li ser vê sohbetê bikin ku hûn çawa dikarin dîsa hevdû bibînin. (lmd ders 2 fikir 4)

5. Dest bi Sohbetê Bike

(2 deqe) XIZMETA NERESMÎ. (lmd ders 2 fikir 3)

6. Ziyaretan Dubare Bike

(2 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Behsa malpera me jw.org bike. (lmd ders 9 fikir 4)

7. Baweriya Xwe Şîrove Bike

(5 deqe) Temaşe. ijwfq meqale 50. Mijar: Şahidên Yehowa Cenazeyên Miriyên Xwe Çawa Derbas Dikin? (th ders 17)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 151

8. Îmana Xwe ya bi Rabûna Miriyan Xurt Bike

(15 deqe) Gotûbêj.

Sehneyeke ji vîdeoya “Jinên Bawermend ji Xwe re Emsal Bigire! – Marta.” Gava Lazarê birayê Marta û Meryemê ji mirinê tê rakirin, ew ji kêfan difirin.

Soza rabûna miriyan li ber çavê me pir bi qîmet e. Bi destê vê sozê, em dikarin sifetên Yehowa baştir nas bikin. Mesela, em dikarin qudreta wî, hîkmeta wî, dilrehmiya wî û hezkirina wî ya ji me şexsî re baştir nas bikin (Yh 3:16).

Gava îmana me bi rabûna miriyan xurt be, îmana me wê alî me dike em problemên îro tehemul bikin (2Kr 4:16-18). Mesela, gava zilm li me tê kirin, em bi nexweşiyeke giran dikevin an gava dostekî me dimire, îmaneke xurt dikare dilê me rehet bike û hizûrê bide me (1Se 4:13). Kesê ku bi rabûna miriyan bawer nake, nikare ji dil kêfxweş be (1Kr 15:19). Ka ji xwe re bike hedef ku tu îmana xwe ya bi hêviya xweş xurttir bikî!

Yûhena 11:21-24 bixwîne. Paşê van pirsan bipirse:

  • Martayê çawa anî zimên ku îmana wê xurt e?

  • Wê çawa ji bo îmana xwe xelat stand? (Yh 11:38-44)

VÎDEOYA Jinên Bawermend ji Xwe re Emsal Bigire! – Marta vêxe. Paşê van pirsan bipirse:

  • Hêviya rabûna miriyan ji bo te çima xweş e?

  • Tu çawa dikarî îmana xwe ya bi rabûna miriyan xurt bikî?

9. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

(30 deqe) lfb dersên 26-27an

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 124 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne