20-26 COTMEH
WAIZ 9-10
Kilam 30 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)
1. Sebebê Kul û Derdên Xwe Fehm Bike
(10 deqe)
Gava kul û derd tên serê me, ev yek nayê maneya ku Yehowa ji me ne razî ye (Wz 9:11; w13-E 15/8 14 par. 20-21)
Di vê sîstema Îblîs de bêedaletî heye (Wz 10:7; w19.09 5 par. 10)
Heta di rojên zor û zehmet de ji tiştên ku Yehowa dane me, kêfê bistîne (Wz 9:7, 10; w11-E 15/10 8 par. 1-2)
2. Cewherên Ruhî
(10 deqe)
Wz 10:12-14: Di wan ayetan de li ser zimandirêjî û fesadiyê çi şîret hene? (it-E “Zimandirêjî, Fesadî” par. 4, 8)
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Wz 10:1-20 (th ders 11)
4. Dest bi Sohbetê Bike
(3 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. Bi kesekî ku xemgîn xuya dike re dest bi sohbetê bike. (lmd ders 3 fikir 4)
5. Dest bi Sohbetê Bike
(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Kesê din ji te re dibêje ku ji bo wî zehmet e debara mala xwe bike. Yek ji fikrên di pêveka A (Em Hez Dikin Van Rastiyan Hîn Bikin) ya broşûra Ji Mirovan Hez Bikin de nîşanî wî bide. (lmd ders 4 fikir 4)
6. Mirovan Bike Şagirt
Kilam 47
7. Gava Tiştekî Xerab Tê Serê Me, Yehowa Alî Me Dike
(15 deqe) Gotûbêj.
Helbet her roj tiştek tê serê me, û ev di vê dinyayê de normal e. Lê hin tişt hene, ew dikarin jiyana me serobino bikin û heta îmana me jî biceribînin. Gelo em dikarin di rojên wisa xerab de çi bikin? Û kî dikare alî me bike?
Tengasiya me çi be jî, Yehowa tim “ewlehiya serdemên” me ye (Îş 33:6). Yehowa dixwaze ku em maqûl bin. Û gava em nefsbiçûk bimînin, ewê alî me bike (Mtl 11:2). Di rojên zehmet de wext pir muhîm e. Ji bo ku em qerarên bihîkmet bidin, miqatî xwe û kesên din bin û ji bo ku em şînê bigirin, ji me re bi têra xwe wext lazim e (Wz 4:6).
Carinan jî gerek em alîkariya kesên din qebûl bikin û şerm nekin ku alîkariyê bixwazin. Gelo çima? Çimkî Yehowa Xwedê bi destê xizmetkarên xwe dilê kesên din rehet dike û xweş ava dike. Ji bîr neke, xwişk û birayên te ji te pir hez dikin, û gava tu îznê bide ku alî te bikin, ew pê kêfxweş dibin.
2. Korîntî 4:7-9 bixwîne. Paşê vê pirsê bipirse:
Kul û derdên me çi qas giran bin jî, çima gerek em dîsa jî dev ji adetên xwe yên ruhî bernedin?
VÎDEOYA Yehowa Nêzîkî Yên Dilşikestî ye vêxe. Paşê van pirsan bipirse:
Yehowa çawa alî wan kir?
Xwişk û birayan çawa alî wan kir?
Tu ji serpêhatiya wan çi hîn bûyî?
8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê
(30 deqe) lfb ders 28, qisim 6 pêşgotin û ders 29