MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 29
KILAM 121 Ji Me re Xwegirtin Lazim e
Li Hemberî Ceribandinê Hişyar Bimîne
“Hişyar bimînin û bi dewamî dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê” (META 26:41, NWT).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku çima muhîm e ku em xwe hem ji guneh hem jî ji rêya ku ber bi guneh ve diçe, dûr bigirin.
1-2. (a) Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re çi got? (b) Şagirtên Îsa Mesîh çima sist bûn? (Li resiman jî binêre.)
JI BER KU em qisûrdar in, qeweta me carinan têra me nake ku em ya rast bikin. Tesîra qisûrdariyê ji van gotinên Îsa Mesîh tê fehmkirin: “Rast e, dil dixwaze, lê beden sist e” (Meta 26:41b, NWT). Çend saet berî van gotinan, şagirtên wî sond dixwar ku ewê wî tu caran terk nekin (Meta 26:35). Niyeta wan helbet baş bû, lê wan fehm nedikir ku di halekî zor de mirov bi hêsanî dikare sist bibe û tiştekî şaş bike. Loma, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got: “Hişyar bimînin û bi dewamî dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê” (Meta 26:41a).
2 Çi heyf e ku şagirtên Îsa Mesîh hişyar neman. Gava Îsa Mesîh hat girtin, ew tirsiyan û reviyan. Belê, ji ber ku ew hişyar neman, wan soza xwe xera kir û Îsa Mesîh tenê hişt (Meta 26:56).
Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku bila ew hişyar bimînin, da ku ew nekevin ceribandinê, lê wan ew tenê hişt û reviyan (Li paragrafên 1 û 2yan binêre)
3. (a) Ji bo ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin, çima muhîm e ku em bi zêdeyî bi xwe bawer nebin? (b) Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?
3 Gerek em bi zêdeyî bi xwe bawer nebin. Qerara me helbet ev e ku em tu tiştekî ku li Yehowa xweş nayê, nekin. Lê belê, em însanên qisûrdar in. Loma, gava em tên ceribandin, em bi hêsanî dikarin tiştekî nerast bikin (Romayî 5:12; 7:21-23). Ji nişka ve, dibe ku tiştekî nerast li me pir xweş xuya bike. Ji bo ku em ji Yehowa û Îsa Mesîh re dilsoz bimînin, gerek em “hişyar bimînin”, da ku em “nekevin ceribandinê”. Ev meqale wê alî me bike ku em guh bidin vê şîreta Îsa Mesîh. Ewilî, emê bibînin ku gerek em bi xisûsî di kîjan waran de hişyar bimînin. Paşê, emê hîn bibin ku em çawa dikarin xwe li hemberî ceribandinê biparêzin. Di dawiyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin hişyar bimînin.
GEREK EM DI KÎJAN WARAN DE HIŞYAR BIMÎNİN?
4-5. Çima muhîm e ku em xwe ji gunehên biçûk jî biparêzin?
4 Gunehên biçûk jî dikarin dostaniya me ya bi Yehowa re sist bikin. Bi ser de, ew dikarin bibin sebeb ku em gunehên giran jî bikin.
5 Ji ber ku em qisûrdar in, em gişt tên ceribandin. Lê belê, kêmasiyên me ji hev cuda ne. Mesela, ji bo hin kesan belkî ne hêsan e ku xwe ji bêexlaqiyê dûr bigirin. Li hinekan belkî hêsan nayê ku xwe ji masturbasyon yan pornografiyê dûr bigirin. Hin kes belkî ji însanan ditirsin, zû hêrs dibin yan serhişk in. Belê, wek Aqûb got, “her kes ji aliyê xwesteka xwe ve tê kaşkirin, xapandin û tê ceribandin” (Aqûb 1:14).
6. Çima muhîm e ku em li hemberî xwe durist bin?
6 Gelo tu rind dizanî ku tu di kîjan waran de bi hêsanî têyî ceribandin? Bila em kêmasiyên xwe înkar nekin û nefikirin ku em ew qas qewî ne ku emê tu caran guneh nekin (1. Yûhena 1:8). Wek Pawlosê şandî gotibû, kesek di rêya rastiyê de her çi qas bitecrûbe be jî, gerek ew hay ji xwe hebe, da ku ew neyê ceribandin (Galatî 6:1). Ji ber vê yekê, gerek em li hemberî xwe durist bin û bizanin ku em di kîjan waran de sist in (2. Korîntî 13:5).
7. Gerek em bi xisûsî bala xwe bidin çi? Mîsalekê bide.
7 Piştî ku me pê derxistiye ku kêmasiyên me çi ne, gerek em micadele bikin, da ku em di van waran de xurttir bibin. Di demên berê de, cihê herî zeîf ê sûrên bajarekî, dergeh bû. Loma, nobedar bi xisûsî li ber dergehan disekinîn. Mîna vê, gerek em jî bi xisûsî bala xwe bidin zeîfiyên xwe (1. Korîntî 9:27).
EM ÇAWA DIKARIN XWE BIPARÊZIN?
8-9. Xortê ku beşa 7an a Methelokên Silêman behsa wî dike çawa dikaribû ji gunehkirinê bireviya? (Methelokên Silêman 7:8, 9, 13, 14, 21)
8 Gelo em çawa dikarin xwe biparêzin? Ka bala xwe bide dersên ku em dikarin ji xortê ku beşa 7an a Methelokên Silêman behsa wî dike, bistînin. Vî xortî bi jineke xerab re bêexlaqî kir. Ayeta 22yan dibêje ku “ew mirov yekser ket pey wê”. Lê wek em ji ayetên berê fehm dikin, ew bi eslê xwe gav bi gav ber bi gunehkirinê ve diçû.
9 Gelo çi bû sebeb ku ew guneh bike? Di serî de, êvarê ew “di goşeya kuçeya wê jinikê re derbas dibû”. Paşê, ew “ber bi riya mala wê ve diçû” (Methelokên Silêman 7:8, 9 ji tercûmeya Mizgînî bixwîne). Paşê, gava wî ev jinik dît, ew ji wê derê neçû. Wî îzin da ku jinik wî maç bike, û gava wê behsa qurbanên xwe kirin (belkî ji bo ku îsbat bike ku ew ne jinikeke xerab e), wî guh da wê (Methelokên Silêman 7:13, 14, 21 ji tercûmeya Mizgînî bixwîne). Eger vî xortî xwe ji gavên ku ber bi gunehkirinê ve diçin, dûr bigirta, wiyê guneh nekira.
10. Dibe ku kesek çawa mîna xortê ji Methelokên Silêman guneh bike?
10 Çîroka Silêman nîşan dide ku çi dikare were serê her xizmetkarekî Yehowa. Dibe ku kesek gunehekî giran bike û paşê bifikire ku her tişt “yekser” çêbû. Yan jî, dibe ku ew bibêje: “Xwe bi xwe çêbû.” Lê belê, eger ew kûr bifikire ku bi rastî çi çêbûye, ewê bi îhtimaleke mezin fehm bike ku wî ji berê ve hin tiştên bêaqil kiribûn. Mesela, dibe ku wî bi kesên ku ji Yehowa hez nakin re hevaltî dikir. Yan jî, dibe ku mijûliyên wî, cihên ku ew diçû yan rûpelên Înternetê, yên ku wî li wan dinêrî, ne baş bûn. Bi ser de, dibe ku wî dev ji duakirinê, ji xwendina Kitêba, ji çûyîna civînan yan ji belavkirina mizgîniyê berdabû. Wek xortê ji Methelokên Silêman, dibe ku gunehê wî bi eslê xwe ne “yekser” çêbû.
11. Ji bo ku em guneh nekin, gerek em xwe ji çi dûr bigirin?
11 Dersa ji bo me çi ye? Ne bes e ku em xwe ji guneh dûr bigirin. Gerek em xwe ji gavên ku ber bi guneh ve diçin jî dûr bigirin. Loma, piştî çîrokê, Silêman di heqê jinika xerab de wisa got: “Ber bi rêçikên wê ve averê nebin” (Methelokên Silêman 7:25, Mizgînî). Wekî din, wî wisa got: “Riya xwe ji wê jinê dûr bigire, nêzîkî deriyê mala wê jî nebe” (Methelokên Silêman 5:3, 8, Mizgînî). Belê, ji bo ku em xwe ji gunehkirinê biparêzin, gerek em xwe ji gavên ku ber bi gunehkirinê ve diçin, dûr bigirin.a Eger talûke hebe ku em bên ceribandin, belkî lazim e ku em xwe ji hin tiştên ku bi eslê xwe ji şagirtên Îsa Mesîh re qedexe nînin jî dûr bigirin (Meta 5:29, 30).
12. Eyûb çi qerar da, û vê yekê çawa alî wî dikir ku ew xwe ji gunehkirinê biparêze? (Eyûb 31:1)
12 Gerek em ji berê ve di dilê xwe de qerarê bidin ku emê xwe ji gavên ku ber bi gunehkirinê ve diçin dûr bigirin. Di demên berê de, Eyûb jî wisa dikir. Kitêba Pîroz dibêje ku wî ‘bi çavê xwe re peymanek çêkiribû’ ku bi çavê xerab li jinên din nenêre (Eyûb 31:1 bixwîne). Pêkanîna vê qerarê alî wî dikir ku ew zînayê neke. Bila em jî qerarê bidin ku emê xwe ji tiştên ku dikarin bibin sebeb ku em bên ceribandin, dûr bigirin.
13. Çima muhîm e ku em fikrên xwe kontrol bikin? (Li resiman jî binêre.)
13 Wekî din, gerek em fikrên xwe kontrol bikin (2. Mûsa 20:17). Hinek dibêjin ku heta ku kesek tiştekî xerab neke, ne problem e ku ew li ser xwestekên nerast bifikire. Lê belê, ev nêrîn şaş e. Kesekî ku bi dewamî li ser xwestekên nerast difikire van xwestekan di dilê xwe de xurttir dike. Îcar hê jî zortir dibe ku ew xwe ji gunehkirinê dûr bigire. Fikrên nerast helbet carinan dikarin bikevin hişê me. Tiştê muhîm ev e ku em van fikran hemen red bikin û li ser tiştên baş bifikirin. Gerek em fersendê nedin ku fikrên nebaş bibin xwestekên xurt, ên ku dikarin bibin sebeb ku em gunehekî giran bikin (Filîpî 4:8; Kolosî 3:2; Aqûb 1:13-15).
Gerek em xwe ji her tiştê ku dikare bibe sebeb ku em bên ceribandin, dûr bigirin (Li paragrafa 13an binêre)
14. Wekî din, çi dikare alî me bike ku em nekevin ceribandinê?
14 Wekî din, em dikarin çi bikin, da ku em nekevin ceribandinê? Gerek em ji sedî sed emîn bin ku qanûnên Yehowa her tim ji bo xêra me ne. Dibe ku carinan ji bo me zor be ku em fikir û xwestekên xwe li gor daxwaza Yehowa eyar bikin, lê eger em xîret bikin ku vêya bikin, hizûr wê bikeve dilê me.
15. Çima muhîm e ku em ji dil bixwazin ya rast bikin?
15 Gerek em ji dil bixwazin ya rast bikin û hîn bibin ku “ji xerabiyê bikerihin û ji qenciyê hez bikin”. Ev yek wê alî me bike ku em ya rast bikin û xwe ji gavên ku ber bi gunehkirinê ve diçin, dûr bigirin (Amos 5:15). Eger em ji nişka ve bên ceribandin, xwesteka me ku em ya rast bikin wê alî me bike ku em guneh nekin.
16. Çima muhîm e ku em bi tiştên ku dostaniya me ya bi Yehowa re xurttir dikin, mijûl bin? (Li resiman jî binêre.)
16 Gelo em çawa dikarin xwesteka xwe ku em ya rast bikin, xurttir bikin? Ji bo vê, gerek em çi qas ji destê me tê bi tiştên ku me nêzîktirî Yehowa dikin, mijûl bin. Mesela, gava em diçin civînan yan mizgîniyê belav dikin, em bi hêsanî nakevin ceribandinê. Li şûna vê, xwesteka me xurttir dibe ku em dilê Yehowa xweş bikin (Meta 28:19, 20; Îbranî 10:24, 25). Gava em Kitêba Pîroz dixwînin û li ser wê kûr difikirin, em hîn dibin ku hê zêdetir ji qenciyê hez bikin û ji xerabiyê nefret bikin (Yêşû 1:8; Zebûr 1:2, 3; 119:97, 101). Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re wisa gotibû: “Bi dewamî dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê” (Meta 26:41, NWT). Gava em ji Bavê xweyî ezmanî re dua dikin, em ji wî alîkariyê distînin, û xwesteka me xurttir dibe ku em dilê wî xweş bikin (Aqûb 4:8).
Fealiyetên ku me nêzîktirî Yehowa dikin xwesteka me xurttir dikin ku em nekevin ceribandinê (Li paragrafa 16an binêre)b
HIŞYAR BIMÎNE
17. Petrûs çend caran ket çi halî?
17 Heta ku em qisûrdar bin, dibe ku em nikarin ji hemû kêmasiyên xwe bifilitin. Ka halê Petrûsê şandî bîne bîra xwe. Ji ber tirsa însanan, wî Îsa Mesîh sê caran înkar kir (Meta 26:69-75). Lê gava Petrûs bi cesaret li ber Sanhedrînê di heqê Îsa Mesîh de xeber da, wisa xuya kir qey ew êdî ji însanan neditirsiya (Karên Şandiyan 5:27-29). Lê belê, çend sal bi şûn de, Petrûs “ji yên ku li pey sinetbûnê diçin tirsiya” û ji bo demekê tevî şagirtên ku berê ne Cihû bûn, xwarin nedixwar (Galatî 2:11, 12). Belê, tirsên Petrûs dîsa derketibûn meydanê, û dibe ku ew tu caran ji van tirsan bi temamî nefilitî.
18. Çima lazim e ku em hay ji xwe hebin?
18 Dibe ku em jî carinan bikevin halekî wisa. Gelo çawa? Em belkî difikirin ku em êdî ji kêmasiyeke xwe filitîne, lê wek Petrûs, dibe ku em carinan dîsa bi eynî tiştî bên ceribandin. Mesela, birayekî me wisa dibêje: “Bi 10 salan, min xwe ji pornografiyê dûr girtibû, û ez difikirîm ku ev problema min êdî safî bûye. Lê belê, kêmasiya min ji nişka ve dîsa derket meydanê.” Lê belê, birayê me dev ji micadeleya xwe berneda. Wî fehm kir ku gerek ew roj bi roj – belkî jî heta dawiya emrê xwe ya li vê dinyaya xerab – xîret bike ku bi vê kêmasiya xwe re micadele bike. Bi alîkariya pîreka xwe û rîspiyên civatê, wî hê jî zêdetir dîqat dikir ku xwe ji pornografiyê dûr bigire.
19. Eger kêmasiyeke me hê dewam dike, gerek em çi bikin?
19 Ji bo ku em ji ber kêmasiyeke xwe guneh nekin, gerek em çi bikin? Gerek em guh bidin vê şîreta Îsa Mesîh: “Hişyar bimînin.” Gava em xwe qewî hîs dikin jî, gerek em xwe her tim ji tiştên ku dikarin me biceribînin, dûr bigirin (1. Korîntî 10:12). Ji bo vê, bila em stratejiyên ku berê jî alî me dikir bi dewamî bixebitînin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Çi dilxweş e mirovê ku her tim hişyar dimîne” (Methelokên Silêman 28:14, NWT; 2. Petrûs 3:14).
ÇIMA BIFEYDE YE KU EM HIŞYAR BIMÎNIN?
20-21. (a) Ji bo me çima xêr e ku em li hemberî ceribandinê hişyar bimînin? (b) Eger em çi ji destê me tê bikin, Yehowa wê çawa alî me bike? (2. Korîntî 4:7)
20 Ji bo me xêr e ku em her tim li hemberî ceribandinê hişyar bimînin. Belê, guneh dikare ji bo demekê kêfê bide me, lê jiyaneke li gor qanûnên Yehowa dilxweşiyeke mezintir tîne (Îbranî 11:25; Zebûr 19:8). Yehowa em wisa çêkirine ku em li gor qanûnên wî bijîn (1. Mûsa 1:27). Bi vî awayî, wijdanê me wê paqij be, û rojekê, emê jiyana herheyî bistînin (1. Tîmotêyos 6:12; 2. Tîmotêyos 1:3; Cihûda 20, 21).
21 Rast e, “beden sist e”. Dîsa jî, ev yek nayê maneya ku em nikarin bi kêmasiyên xwe re micadele bikin. Yehowa hazir e ku qewetê bide me. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Lê belê, ev xezîneya me di firaqên herî de heye, da ku eşkere bibe ku hêza ku ji normalê zêdetir e ne ji me, lê ji Xwedê tê” (2. Korîntî 4:7, NWT). Ka bala xwe bidê ku Xwedê hêzeke ku ji normalê zêdetir e, tedarek dike. Gerek em hêza xwe ya normal roj bi roj bi kar bînin, da ku em nekevin ceribandinê. Eva mesûliyeta me ye. Eger em çi ji destê me tê bikin, em dikarin emîn bin ku eger hewcedariya me hebe û em ji Yehowa re dua bikin, ewê zêdetir qewetê bide me (1. Korîntî 10:13). Belê, bi alîkariya Yehowa, em dikarin li hemberî ceribandinê hişyar bimînin.
KILAM 47 Roj bi Roj Dua Bike!
a Kesekî ku gunehekî giran kiriye dikare ji melûmata kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be! (ders 57, fikir 1-3) û ji meqaleya “Rasterast li Pêşiya Xwe Binêre” (Birca Çavdêriyê, Mijdar 2020, rûp. 27-29, par. 12-17) feydeyê bistîne.
b RESIM: Birayek sibehê ayeta rojê dixwîne, di dema îstiriheta nîvro de Kitêba Pîroz dixwîne û êvarê diçe civînê.