KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w24 Tîrmeh r. 20-25
  • Ji Padîşahên Îsraîlê Dersan Bigire

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Ji Padîşahên Îsraîlê Dersan Bigire
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • BI TEMAMIYA DILÊ XWE JI YEHOWA HEZ BIKE
  • JI DIL TOBE BIKE
  • BI AWAYÊ RAST JI YEHOWA RE ÎBADETÊ BIKE
  • Ji Gotinên Dawîn ên Kesên Dilsoz Dersan Bistîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Xwe Bispêre Yehowa û Qerarên Baş Bide
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Yehowa Xwedayê Zindî ye
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Bi Dilnizmî Qebûl Bike ku Tu Her Tiştî Nizanî
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
w24 Tîrmeh r. 20-25

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 30

KILAM 36 Dilê Xwe Biparêze

Ji Padîşahên Îsraîlê Dersan Bigire

“Hûnê dîsa ferqa di navbera kesên rast û xerab de fêm bikin. Hûnê hay ji wan kesan hebin ku xulamiya Xwedê dikin an na” (MALEYAXÎ 3:18, Mizgînî).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku Yehowa li padîşahên Îsraîlê çawa dinêrî. Bi vî awayî, emê fehm bikin ku gerek em çi bikin, da ku Yehowa ji me razî be.

1-2. Kitêba Pîroz li ser hin padîşahên Îsraîlê çi dibêje?

KITÊBA PÎROZ behsa 40 padîşahên Îsraîlêa dike û bi eşkereyî dibêje ku wan çi dikir û çi nedikir. Di nav wan de, padîşahên baş û padîşahên xerab hebûn. Lê belê, padîşahên baş jî carinan tiştên xerab dikirin. Mesela, Dawid padîşahekî baş bû. Yehowa li ser wî wisa got: “Xulamê min Dawid … bi hemû dilê xwe li pey min hat û bi tenê tiştên di çavê min de rast in kir” (1. Qiralan 14:8, Mizgînî). Dîsa jî, Dawid Padîşah carekê bi jinikeke zewicî re bêexlaqî kir û bi ser de zilamê wê da kuştin (2. Samûyêl 11:4, 14, 15).

2 Ji aliyê din ve, gelek padîşahên xerab carinan tiştên baş jî dikirin. Mesela, Rehoboam Padîşah “tiştê ku xerab e” dikir (2. Dîrokan 12:14). Dîsa jî, gava Yehowa jê re got ku bila ew bi 10 eşîrên ku ji padîşahiya wî veqetiyan re şer neke, Rehoboam guh da wî. Wekî din, Rehoboam bajarên welêt li hemberî dijminan zeximandin (1. Qiralan 12:21-24; 2. Dîrokan 11:5-12).

3. Kîjan pirsa muhîm tê meydanê, û di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin?

3 Îcar pirseke muhîm tê meydanê: Madem ku padîşahên Îsraîlê hem tiştên baş hem jî tiştên xerab dikirin, gelo Yehowa li gor çi qerar dida ka padîşahek ji wî re dilsoz e yan na? Cewaba vê pirsê wê nîşanî me bide ku gerek em çi bikin, da ku Yehowa ji me razî be. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku Yehowa bala xwe dida van sê xisûsiyetên padîşahên Îsraîlê: Gelo wan ji Yehowa bi temamiya dilê xwe hez dikir yan na? Gelo wan ji dil tobe dikir yan na? Gelo wan bi awayekî rast ji Yehowa re îbadet dikir yan na? Li gor cewaba van pirsan, ew li ber çavê Yehowa padîşahên baş yan xerab bûn.

BI TEMAMIYA DILÊ XWE JI YEHOWA HEZ BIKE

4. Yek ji ferqên di nav padîşahên baş û padîşahên xerab de çi bû?

4 Yehowa ji padîşahên ku bi temamiya dilêb xwe ji wî re xizmet dikir, razî bû. Mesela, Yehoşafat, ê ku padîşahekî baş bû, “bi hemûya dilê xwe li XUDAN geriya” (2. Dîrokan 22:9). Wekî din, Kitêba Pîroz di heqê Yoşiya de wisa dibêje: “Bi tevahiya dil û canê xwe, bi tevahiya hêza xwe wekî padîşahekî ku li Xudan vegere, ne beriya wî û ne jî piştî wî tu kesê wekî wî derneket” (2. Qiralan 23:25, Mizgînî). Gelo Kitêba Pîroz li ser Silêman Padîşah, ê ku di kalîtiya xwe de xerabî dikir, çi dibêje? “Wî bi tevahî dilê xwe nespart Xwedayê xwe Xudan” (1. Qiralan 11:4, Mizgînî). Wekî din, Kitêba Pîroz li ser Abiyam, ê ku padîşahekî xerab bû, wisa dibêje: “Wî dilê xwe bi tevahî nespart Xwedê Xudan” (1. Qiralan 15:3, Mizgînî).

5. Maneya vê ku kesek bi temamiya dilê xwe ji Yehowa re xizmet dike, çi ye?

5 Gelo maneya vê ku kesek bi temamiya dilê xwe ji Yehowa re xizmet dike, çi ye? Kesekî wisa ji Yehowa re xizmet dike ji ber ku ew ji wî hez dike û qedrê wî digire, ne ji ber ku ew mecbûr e. Wekî din, kesekî wisa vê hezkirina Xwedê di temamiya emrê xwe de xwedî dike.

6. Gelo em çawa dikarin dilê xwe biparêzin? (Methelokên Silêman 4:23; Meta 5:29, 30)

6 Gelo em çawa dikarin padîşahên baş ji xwe re emsal bigirin û mîna wan bi temamiya dilê xwe ji Yehowa hez bikin? Ji bo vê, gerek em xwe ji tesîrên xerab dûr bigirin. Mesela, tiştên wek mijûliyên nebaş, hevalên xerab û hezkirina pere dikarin ser dilê me xerab tesîr bikin. Loma, eger em pê derxin ku tiştek hezkirina Yehowa di dilê me de sist dike, gerek em ji vî tiştî zû bifilitin (Methelokên Silêman 4:23; Meta 5:29, 30 ji tercûmeya NWT bixwîne).

7. Çima muhîm e ku em xwe ji tesîrên xerab dûr bigirin?

7 Gerek em îznê nedin ku tesîrên xerab bikevin dilê me. Bila em nefikirin ku eger em bi xizmeta Yehowa zêdetir mijûl bin, ne lazim e ku em xwe ji tesîrên xerab dûr bigirin. Ferz bike ku tu di rojeke sar de vedigerî malê. Li malê, tu sobeya êzingan vêdixî. Lê eger tu deriyê malê vekirî bihêlî, gelo mal wê germ bibe? Na, hewaya sar wê bikeve hundir, û mal wê germ nebe. Mîna vê, ne bes e ku em dostaniya xwe ya bi Yehowa re bi xwarina ruhî germ bikin. Ji xeynî vê, lazim e ku em deriyê dilê xwe bigirin, da ku “hewaya sar” – yanî nêrînên nebaş ên dinyayê – nekevinê (Efesî 2:2).

JI DIL TOBE BIKE

8-9. Gava sûcên Dawid Padîşah û Hîzkiya Padîşah dan rûyê wan, wan çi kir? (Li resim binêre.)

8 Wek me berê dîtibû, Dawid Padîşah carekê şaşiyeke mezin kir. Lê gava Natan pêxember hat û sûcê wî da rûyê wî, Dawid bi dilnizmî tobe kir (2. Samûyêl 12:13). Dawid ne tenê wisa kir qey ew poşman bûye, da ku Natan bixapîne yan jî ji ceza bireve. Ji gotinên Dawid, ên ku di Zebûr 51 de nivîsî ne, em fehm dikin ku tobeya wî bi rastî jî ji dil bû (Zebûr 51:3, 4, 17, sernivîs).

9 Hîzkiya Padîşah jî li hemberî Yehowa guneh kir. Kitêba Pîroz dibêje: “Ji ber ku dilê wî bilind bû … bi ser wî ve û bi ser Cihûda û Orşelîm ve hêrs hat” (2. Dîrokan 32:25). Gelo çima quretî ket dilê Hîzkiya? Sebeb belkî ev bû ku mal û milkê wî pir bû, ku ew li dijî ordiya Asûrê bi ser ketibû yan ku ew bi mucîze ji nexweşiya xwe qenc bûbû. Dibe ku wî ji ber vê quretiya xwe mal û milkê xwe nîşanî Babîliyan da. Loma lazim bû ku Îşaya pêxember şîretê bide wî (2. Qiralan 20:12-18). Lê wek Dawid Padîşah, Hîzkiya Padîşah jî bi dilnizmî tobe kir (2. Dîrokan 32:26). Dawiya dawîn, Yehowa ew wek padîşahekî dilsoz û baş didît (2. Qiralan 18:3).

Kolaj: 1. Natan bi Dawid Padîşah re dipeyive, û ew jî bi tobedarî li ezmanan dinêre. 2. Îşaya pêxember bi Hîzkiya Padîşah re dipeyive, yê ku pir xemgîn xuya dike.

Gava sûcên Dawid Padîşah û Hîzkiya Padîşah dan rûyê wan, wan bi dilnizmî tobe kir (Li paragrafên 8 û 9an binêre)


10. Gava pêxember şîret da Amatsya, wî çi kir?

10 Padîşahê Cihûdayê Amatsya ne wek Dawid û Hîzkiya bû. Wî hin tiştên rast kirin, “lê belê ne bi hemûya dil” (2. Dîrokan 25:2). Gelo şaşiya wî çi bû? Piştî ku Yehowa alî wî kiribû ku ew li hemberî Edomiyan bi ser bikeve, Amatsya li ber pûtên wan ket ser çokan.c Paşê, gava pêxemberê Yehowa şîret da wî, padîşah guh neda wî (2. Dîrokan 25:14-16).

11. Li gor 2. Korîntî 7:9, 11, gerek em çi bikin, da ku em bên efûkirin? (Li resiman jî binêre.)

11 Ji van mîsalan em çi dersan distînin? Gerek em ji gunehên xwe tobe bikin û xîret bikin ku em wan dubare nekin. Eger rîspiyên civatê şîretê bidin me – belkî li ser tiştekî ku ji me re wek meseleyeke biçûk xuya dike – gerek em çi bikin? Gerek em nefikirin ku Yehowa ji me hez nake yan ku rîspî li hemberî me ne. Wek me dîtibû, padîşahên baş ên Îsraîlê jî carinan şîret distandin (Îbranî 12:6). Gava em şîretê distînin, bila em (1) wê bi dilnizmî qebûl bikin, (2) xwe serrast bikin û (3) dewam bikin ku bi temamiya dilê xwe ji Yehowa re xizmet bikin. Eger em ji gunehên xwe tobe bikin, Yehowa wê me efû bike (2. Korîntî 7:9, 11 bixwîne).

Kolaj: 1. Rîspiyekî ciwan bi birayekî re sohbetê dike, yê ku li şîşeyekê û li kaseyeke nîvtijî dinêre. 2. Bira bi alîkariya Kitêba Pîroz û dersa 43yan a kitêba “Heta bi Hetayê Bijî” lêkolînê dike. 3. Rîspiyê ciwan û bira bi hev re mizgîniyê mal bi mal belav dikin.

Gava ji me re şîret tê dayîn, bila em (1) wê bi dilnizmî qebûl bikin, (2) xwe serrast bikin û (3) dewam bikin ku bi temamiya dilê xwe ji Yehowa re xizmet bikin (Li paragrafa 11an binêre)f


BI AWAYÊ RAST JI YEHOWA RE ÎBADETÊ BIKE

12. Padîşahên dilsoz kesên çawa bûn?

12 Padîşahên ku li ber çavê Yehowa kesên dilsoz bûn, bi îbadeta rast ve girêdayî diman, û wan ji xelkê re digot ku bila ew jî wisa bikin. Helbet kêmasiyên wan hebûn, lê wan tenê ji Yehowa re îbadet dikir, û wan xîret dikir ku pûtperestiyê ji welêt rakin.d

13. Yehowa çima Ahab Padîşah wek kesekî nedilsoz didît?

13 Yehowa çima hin padîşah wek kesên nedilsoz didîtin? Ev yek nayê maneya ku wan tenê xerabî dikir. Mesela, gava padîşahê xerab Ahab bihîst ku Nabot ji ber wî hat kuştin, ew hinekî xemgîn û poşman bû (1. Qiralan 21:27-29). Wekî din, wî hin bajar ava kirin, û ew di hin şeran de serkeftî bû (1. Qiralan 20:21, 29; 22:39). Lê belê, ji ber tesîra pîreka xwe ya pûtperest, Ahab destek dida pûtperestiyê, û wî tu caran ji ber vî gunehî tobe nekir (1. Qiralan 21:25, 26).

14. (a) Yehowa çima Rehoboam Padîşah wek kesekî nedilsoz dît? (b) Yek ji xisûsiyetên padîşahên xerab çi bû?

14 Rehoboam jî padîşahekî nedilsoz bû. Wek berê hatibû gotin, wî di dema hukimdariya xwe de hin tiştên baş kirin. Lê gava padîşahiya wî qewî bû, wî Qanûna Yehowa terk kir û dest bi pûtperestiyê kir (2. Dîrokan 12:1). Piştî vê, wî carinan ji Yehowa re û carinan ji pûtan re îbadet dikir (1. Qiralan 14:21-24). Wek Rehoboam û Ahab, gelek padîşahên din jî ji îbadeta rast dûr diketin û pûtperestî dikir. Xuya ye ku nêrîna Yehowa ya li ser padîşahan bi vê yekê ve girêdayî bû ka wan ji wî re îbadetê dikir yan na.

15. Ji bo Yehowa çima muhîm e ku kesek bi awayê rast jê re îbadetê bike?

15 Yehowa çima ew qas bala xwe dida, meseleya îbadetê? A yekê, mesûliyeta padîşahan ew bû ku rêberiya xelkê bikin, da ku her kes ji Yehowa re îbadetê bike. Wekî din, îbadeta sexte dibe sebebê neheqî û gunehên giran (Hoşeya 4:1, 2). Bi eslê xwe, miletê Îsraîlê û padîşahên wan soz dabû ku ewê tenê ji Yehowa re xizmet bikin. Loma, Kitêba Pîroz pûtperestiya wan dişibîne zînayê (Yêremya 3:8, 9). Kesekî zewicî, yê ku zînayê dike, li hemberî pîrek yan zilamê xwe guneh dike. Mîna vê, gava xizmetkarekî Yehowa pûtperestiyê dike, ew rasterast li hemberî Xwedê guneh dikee (5. Mûsa 4:23, 24).

16. Li ber çavê Yehowa, ferqa di nav kesekî baş û kesekî xerab de bi xisûsî çi ye?

16 Ji van serpêhatiyan, em dikarin çi dersan bistînin? A yekê, pir muhîm e ku em xwe ji îbadeta sexte dûr bigirin. Wekî din, gerek em bi îbadeta rast ve girêdayî bimînin û bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin. Maleyaxî pêxember bi eşkereyî gotibû ku li ber çavê Yehowa, ferqa di nav kesekî baş û kesekî xerab de çi ye: “Hûnê dîsa ferqa di navbera kesên rast û xerab de fêm bikin. Hûnê hay ji wan kesan hebin ku xulamiya Xwedê dikin an na” (Maleyaxî 3:18, Mizgînî). Loma, bila em îznê nedin ku tiştek – mesela kêmasî yan şaşiyeke me – bibe sebeb ku em ew qas cesareta xwe winda bikin ku em dev ji xizmeta Xwedê berdin. Berdayîna xizmeta Yehowa bi xwe gunehekî giran e.

17. Qerara me ku em bi kê re bizewicin çawa dikare ser dostaniya me ya bi Yehowa re tesîr bike?

17 Eger tu azib î û dixwazî bizewicî, gotinên Maleyaxî wê çawa ser qerara te tesîr bikin ku tu bi kê re bizewicî? Belkî hin xisûsiyetên baş ên kesê ku tu diecibînî hene, lê eger ew ji Yehowa re xizmet nake, ma ew li ber çavê Yehowa kesekî rast e? (2. Korîntî 6:14). Eger tu bi kesekî wisa re bizewicî, gelo ewê alî te bike ku tu nêzîktirî Yehowa bibî? Ka bifikire: Dibe ku hin xisûsiyetên baş ên jinên pûtperest ên Silêman Padîşah hebûn. Lê belê, wan ji Yehowa re xizmet nedikir, û gav bi gav, ew bûn sebeb ku Silêman jî pûtperestiyê bike (1. Qiralan 11:1, 4).

18. Gerek dê û bav çi nîşanî zarokên xwe bidin?

18 Dê û bavno, hûn dikarin bi alîkariya serpêhatiyên padîşahên berê alî zarokên xwe bikin ku ew bi dil û can ji Yehowa re îbadetê bikin. Nîşanî wan bidin ku li ber çavê Yehowa, padîşahên ku jê re xizmet dikir kesên baş bûn, lê yên ku jê re xizmet nedikir kesên xerab bûn. Bi gotin û kirinên xwe nîşanî zarokên xwe bidin ku tiştên wek xwendina Kitêba Pîroz, çûyîna civînan û belavkirina mizgîniyê ji hemû mijûliyên din muhîmtir in (Meta 6:33). Eger hûn wisa nekin, dibe ku zarokên we bifikirin ku bes e ku ew di “dînê malbatê” de bin û xizmeta Yehowa ne ew qas muhîm e. Bi ser de, dibe ku ew rojekê ji rêya rastiyê derkevin.

19. Ji bo kesên ku dev ji xizmeta Yehowa berdaye çi hêvî heye? (Li çarçoveya “Tu Dikarî Vegerî ba Yehowa!” jî binêre.)

19 Gelo ev yek ku kesekî dev ji xizmeta Yehowa berdaye tê maneya ku ji bo wî êdî çare tune ye? Na. Kesekî wisa jî dikare tobe bike û vegere ba Yehowa. Ji bo vê, belkî lazim e ku ew bi dilnizmî ji rîspiyên civatê alîkariyê qebûl bike (Aqûb 5:14). Belê, çi fedakarî lazim be jî, hêja ye ku kesek vêya bike, da ku ew ji nû ve bibe dostê Yehowa.

Tu Dikarî Vegerî ba Yehowa!

Ka Manaşe Padîşah, ê ku “di çavê [Yehowa] de zehf xerabî kir”, bîne ber çavê xwe. Wî “zehf xwîna bêsûc rijand”, cindarî dikir û bi ser de kurên xwe ji pûtan re qurban kirin (2. Qiralan 21:6, 16). Ji ber tesîra wî, miletê Cihûdayê ji miletên din zêdetir xerabî dikir (2. Qiralan 21:9; 2. Dîrokan 33:1-6). Lê gava Manaşe wek girtî hat birin Babîlê, wî tobe kir. Maneya vê ne tenê ev e ku wî carek efû xwest. Kitêba Pîroz nîşan dide ku wî bi demeke dirêj xerabî kiribû. Loma, gava serê Manaşe ket belayê, wî xwe ji dil “nizm dikir” û “dua dikir”. Netîce bû çi? Yehowa guh da Manaşe û rîcaya wî qebûl kir. Wî Manaşe efû kir û îzin da ku ew dîsa li Orşelîmê hukim bajo (2. Dîrokan 33:12, 13, NWT).

Gelo Yehowa hazir e ku kesên ku dev ji xizmeta wî berdaye, lê ji dil tobe dikin, bi eynî awayî efû bike? Belê, çimkî Îşaya 55:7 wisa dibêje: “Bila kesê xerab rêya xwe û yê ku fesadiyê dike bila ramanên xwe berde û vegere XUDAN û dê ew jê re dilovaniyê bike û bila vegere Xwedayê me, ji ber ku bi zêdeyî dê ew biborîne.” Ji ber vê yekê, çi ji destê te tê bike ku tu vegerî ba Yehowa!

20. Eger em padîşahên dilsoz ji xwe re emsal bigirin, Yehowa wê me çawa bibîne?

20 Em ji serpêhatiyên padîşahên Îsraîlê çi hîn bûne? Bila em wek padîşahên dilsoz bi temamiya dilê xwe ji Yehowa re xizmet bikin. Bila em ji şaşiyên xwe dersê bigirin, tobe bikin û xwe serrast bikin. Wekî din, bila em tu caran ji bîr nekin ku çi qas muhîm e ku em bi îbadeta Yehowa ve girêdayî bimînin. Belê, eger tu ji Yehowa re dilsoz bimînî, ewê te wek kesekî rast bibîne!

EM ÇAWA DIKARIN …

  • bi temamiya dilê xwe ji Yehowa re xizmet bikin?

  • tobeya xwe nîşan bidin?

  • bi îbadeta rast ve girêdayî bimînin?

KILAM 45 Fikrên Dilê Min

a Di vê meqaleyê de, gotina “padîşahên Îsraîlê” ji bo padîşahên ku li ser 2 eşîran a Cihûdayê, padîşahên ku li ser 10 eşîran a Îsraîlê û padîşahên ku li ser hemû 12 eşîran hukim dajot, tê bikaranîn.

b NOT: Di Kitêba Pîroz de, peyva “dil” gelek caran tê maneya hemû hîs, fikir, nêrîn, sifet û hedefên kesekî.

c Wê demê, padîşahên miletên din gelek caran ji pûtên miletên bindestkirî re îbadet dikir.

d Asa Padîşah hin şaşiyên giran kirin (2. Dîrokan 16:7, 10). Dîsa jî, Kitêba Pîroz dibêje ku ew kesekî baş bû. Rast e ku wî şîreta ku jê re hat dayîn, pêşî qebûl nekir. Lê belê, dibe ku wî paşê tobe kir. Bi gelemperî, xisûsiyetên wî yên baş ji şaşiyên wî zêdetir bûn. A herî muhîm jî, Asa tenê ji Yehowa re îbadet dikir, û wî hewl dida ku pûtperestiyê ji welêt rake (1. Qiralan 15:11-13; 2. Dîrokan 14:2-5).

e Xuya ye ku îbadeta rast ji bo Yehowa pir muhîm e, çimkî du emrên pêşîn ên Qanûna Mûsa qedexe dikir ku mirov ji xeynî Yehowa ji kesekî din re yan ji tiştekî din re îbadetê bike (2. Mûsa 20:1-6).

f RESIM: Rîspiyekî ciwan ji birayekî re li ser vexwarina alkolê şîretê dide. Bira şîretê bi dilnizmî qebûl dike, xwe serrast dike û dewam dike ku bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bike.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne