KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w24 Tebax r. 20-25
  • Rehm û Dilovaniya li hemberî Gunehkaran

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Rehm û Dilovaniya li hemberî Gunehkaran
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • RÎSPÎ ÇAWA ALÎ KESÊN KU GUNEHÊN GIRAN KIRINE, DIKIN?
  • “KESÊN KU GUNEH DIKIN LI BER HEMÛYAN ÎQAZ BIKE”
  • “XUDAN GELEK DILOVAN Û TIJE REHM E”
  • Alîkariya ji bo Kesên ku ji Civatê Hatine Derxistin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • ‘Gazî Rîspiyan Bike’
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Civat Gerek li Gunehkaran Çawa Binêre?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Rêberiya Civatê Çawa Tê Kirin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
w24 Tebax r. 20-25

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 34

KILAM 107 Hezkirina Xwedê ji Me re Emsal e

Rehm û Dilovaniya li hemberî Gunehkaran

“Qenciya Xwedê te ber bi tobekirinê ve dibe” (ROMAYÎ 2:4).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku rîspî çawa alî kesên ku gunehên giran kirine, dikin.

1. Halê hin kesên ku gunehekî giran kiriye, çawa ye?

DI MEQALEYA berê de, me dîtibû ku gava li civata Korîntê gunehekî giran çêbû, Pawlosê şandî çi rêberî da civatê. Ji ber ku kesê gunehkar tobe nekir, ew ji civatê hat derxistin. Lê belê, wek ayeta sereke ya vê meqaleyê nîşan dide, Xwedê dikare alî hin kesên ku gunehekî giran kiriye, bike ku ew tobe bikin (Romayî 2:4). Gelo rîspî çawa dikarin alî kesên wisa bikin ku ew tobe bikin?

2-3. Eger em bizanin ku xwişk yan birayekî gunehekî giran kiriye, gerek em çi bikin, û çima?

2 Ji bo ku rîspî bikarin alî kesekî bikin, gerek ew bizanin ka çi çêbûye. Loma, eger em dizanin ku xwişk yan birayekî gunehekî giran kiriye – yanî tiştekî ku dikare bibe sebeb ku ew ji civatê bê derxistin – gerek em çi bikin? Ewilî, gerek em ji wî re bibêjin ku bila ew ji rîspiyan alîkariyê bixwaze (Îşaya 1:18; Karên Şandiyan 20:28; 1. Petrûs 5:2).

3 Lê eger kesê gunehkar naxwaze bi rîspiyan re xeber bide, îcar gerek em çi bikin? Eger wisa be, gerek em bi xwe herin ba rîspiyan, da ku kesê gunehkar alîkariyê bistîne. Rêya hezkirinê ev e, çimkî em naxwazin xwişk yan birayê xwe winda bikin. Eger kesê gunehkar dev ji gunehkirinê bernede, dostaniya wî ya bi Yehowa re wê hê jî zêdetir zerarê bibîne. Bi ser de, navê civatê dikare xerab derkeve. Ji ber ku em hem ji Yehowa hem jî ji kesê gunehkar hez dikin, gerek em bi dilekî xurt gavên lazim bavêjin (Zebûr 27:14).

RÎSPÎ ÇAWA ALÎ KESÊN KU GUNEHÊN GIRAN KIRINE, DIKIN?

4. Gava rîspî bi kesekî gunehkar re xeber didin, armanca wan gerek çi be?

4 Gava xwişk yan birayek gunehekî giran dike, koma rîspiyan ji nav xwe sê birayên jîr û jêhatî hildibijêre, da ku ew wek komîtea xizmet bikin. Gerek ev bira dilnizm bin û bi hedê xwe bizanin. Ewê her çi qas xîret bikin ku alî kesê gunehkar bikin ku ew tobe bike jî, ew dizanin ku ew nikarin zorê li kesekî bikin ku ew xwe serrast bike (5. Mûsa 30:19). Rîspî dizanin ku hin kes ne hazir in mîna Dawid Padîşah tobe bikin (2. Samûyêl 12:13). Dibe ku kesek guh nede şîreta Yehowa (1. Mûsa 4:6-8). Dîsa jî, rîspî wê çi ji destê wan tê bikin, da ku kesê gunehkar tobe bike. Gava rîspî pê re sohbetê dikin, lazim e ku ew li gor kîjan prensîpan hereket bikin?

5. Gava rîspî bi kesê gunehkar re top dibin, gerek ew çi ji bîr nekin? (2. Tîmotêyos 2:24-26) (Li resim jî binêre.)

5 Rîspî kesê gunehkar wek miyeke biqîmet dibînin, a ku winda bûye (Lûqa 15:4, 6). Ji ber vê yekê, gerek ew di nêrîn û xeberdana xwe de li hemberî wî sert nebin. Wekî din, gerek ew hevdîtina bi wî re tenê wek formalîte nebînin. Lazim e ku ew li gor 2. Tîmotêyos 2:24-26 hereket bikin (bixwîne). Madem ku rîspî dixwazin bigihîjin dilê kesê gunehkar, gerek ew li hemberî wî her tim rûnerm û nazik bin.

Şivanek li miyeke windabûyî digere. Miya windabûyî ketiye deviyekê, û lingê wê birîndar e.

Wek şivanên di demên berê de, rîspî xîret dikin ku miyên windabûyî bibînin (Li paragrafa 5an binêre)


6. Berî ku rîspî bi kesekî ku gunehekî giran kiriye re top bibin, gerek ew çi bikin? (Romayî 2:4)

6 Rîspî xwe li gor rêberiya Yehowa hazir dikin. Ew van gotinên Pawlos ji bîr nakin: “Qenciya Xwedê te ber bi tobekirinê ve dibe.” Wek Yehowa, gerek rîspî jî li hemberî kesên gunehkar dilovan bin (Romayî 2:4 bixwîne). Gerek rîspî ji bîr nekin ku ew ji her tiştî zêdetir di bin rêberiya Mesîh de şivan in (Îşaya 11:3, 4; Meta 18:18-20). Berî ku rîspî wek komîte bi kesê gunehkar re top bibin, gerek ew dua bikin, da ku ew bikarin alî wî bikin ku ew tobe bike. Gerek ew Kitêba Pîroz û weşanên me rind lêkolîn bikin û pê derxin ku halê kesê gunehkar bi rastî çi ye. Gerek ew rind fehm bikin ku sebebên muhtemel ên fikir, nêrîn û kirinên wî çi ne (Methelokên Silêman 20:5).

7-8. Gava rîspî bi kesekî gunehkar re top dibin, ew çawa dikarin sebra Yehowa ji xwe re emsal bigirin?

7 Rîspî sebra Yehowa ji xwe re emsal digirin. Gerek ew ji bîr nekin ku di demên berê de, Yehowa li gunehkaran çawa dinêrî. Mesela, Yehowa bi sebir bi Qayîn re xeber da û bala wî kişand ser netîceyên gunehkirinê. Ji xeynî vê, Yehowa ji wî re got ku eger ew xwe serrast bike, ewê bereketan bistîne (1. Mûsa 4:6, 7). Yan jî, serpêhatiya Dawid Padîşah bîne ber çavê xwe. Bi destê Natan pêxember, Yehowa ew tembîh kir. Di sohbetê de, Natan çîrokek got, a ku gihîşt dilê Dawid (2. Samûyêl 12:1-7). Wekî din, gava miletê Îsraîlê ji rê derdiket, Yehowa dîsa û dîsa pêxember dişandin ba wan (Yêremya 7:24, 25). Li şûna ku li bendê bisekine heta ku Îsraîlî tobe bikin û paşê alî wan bike, Yehowa gava pêşîn diavêt ku alî wan bike. Gava wan hê guneh dikir, wî ji wan re digot ku bila ew tobe bikin.

8 Gava rîspî hewl didin ku alî kesên ku gunehên giran kirine, bikin, gerek ew Yehowa ji xwe re emsal bigirin. Li gor 2. Tîmotêyos 4:2, gerek ew li hemberî xwişk yan birayekî gunehkar ‘bêhnfireh’ bin. Gerek rîspî sakîn bimînin û sebir bikin, da ku kesê gunehkar bixwaze ya rast bike. Eger rîspî hêrs bikevin, dibe ku ew guh nede şîreta wan û tobe neke.

9-10. Rîspî çawa dikarin alî kesê gunehkar bikin ku ew li ser qerar û kirinên xwe bifikire?

9 Rîspî hewl didin ku fehm bikin ku çi bûye sebebê gunehkirinê. Mesela, gelo kesê gunehkar hêdî hêdî zeîf ketibû ji ber ku wî lêkolîna şexsî yan belavkirina mizgîniyê îhmal dikir? Gelo wî dev jê berdabû ku bi dewamî ji Yehowa re dua bike? Gelo ew ketibû bin tesîra xwestekên nerast? Gelo hevalên wî kî ne, û ew wexta xwe bi çi derbas dike? Qerarên wî çawa ser dilê wî tesîr kiribû? Gelo ew fehm dike ku qerar û kirinên wî dilê Yehowa êşandiye?

10 Bi destê pirsên nazik, rîspî dikarin alî kesê gunehkar bikin ku ew fehm bike ku dostaniya wî ya bi Yehowa re çima zeîf bû û wî çima guneh kir. Helbet gerek ew bi pirsên xwe nekevin meseleyên ku ne îşê wan in (Methelokên Silêman 20:5). Wekî din, çawa ku Natan bi destê çîrokekê bi Dawid Padîşah re xeber da, rîspî jî dikarin bi destê mîsalan alî kesê gunehkar bikin ku ew fehm bike ku kirinên wî çi qas xerab in. Dibe ku ewê di hevdîtina pêşîn de ji ber kirinên xwe xemgîn be û heta tobe bike jî.

11. Îsa Mesîh çawa alî gunehkaran dikir?

11 Rîspî xîret dikin ku Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin. Gava Îsa Mesîh bi Saûlê Tarsûsî re xeber dida, wî wisa pirsî: “Saûl, Saûl, tu çima zilmê li min dikî?” Bi vê pirsê, Îsa Mesîh nîşanî wî da ku kirinên wî şaş in (Karên Şandiyan 9:3-6, NWT). Di meseleya jina ku wek “Yezabel” dihat binavkirin de, Îsa Mesîh got: “Min wext da wê, da ku tobe bike” (Peyxam 2:20, 21).

12-13. Rîspî çawa dikarin wextê bidin kesê gunehkar, da ku ew tobe bike? (Li resim jî binêre.)

12 Mîna Îsa Mesîh, rîspî gerek bi ecele nefikirin ku kesekî gunehkar naxwaze tobe bike. Gava komîte cara pêşîn bi kesên gunehkar re top dibin, hin kes di cih de tobe dikin. Lê ji hin kesan re zêdetir wext lazim e. Loma, dibe ku gerek rîspî çend caran bi wan re top bibin. Piştî hevdîtina pêşîn, dibe ku kesê gunehkar ser tiştên ku jê re hatine gotin kûr bifikire. Belkî ewê bi dilnizmî ji Yehowa re dua bike (Zebûr 32:5; 38:18). Li hevdîtiniyeke din, dibe ku nêrîna kesê gunehkar êdî cuda be.

13 Ji bo ku alî kesê gunehkar bikin ku ew tobe bike, gerek rîspî hevdil û dilovan bin. Gerek ew hêviya xwe winda nekin û dua bikin ku Yehowa xîreta wan bereket bike, da ku hişê kesê gunehkar were serê wî û ew tobe bike (2. Tîmotêyos 2:25, 26).

Kolaj: 1. Sê rîspî bi birayekî re top bûne. Gava rîspî bi wî re xeber didin, ew li rûyê wan nanêre. 2. Paşê, rîspî dîsa bi wî re top dibin. Gava rîspî bi wî re xeber didin, ew rind guh dide wan.

Belkî lazim be ku rîspî çend caran bi kesekî gunehkar re top bibin, da ku wexta wî hebe ku ew tobe bike (Li paragrafa 12an binêre)


14. Yê ku alî kesên gunehkar dike, bi eslê xwe kî ye? Em çima wisa dibêjin?

14 Eger kesê gunehkar tobe bike, emê pir dilxweş bin (Lûqa 15:7, 10). Yê ku alî wî kiriye, bi eslê xwe kî ye? Ka bîne bîra xwe ku Pawlos li ser kesên gunehkar çi nivîsîbû: “Belkî Xwedê fersendê bide wan ku tobe bikin” (2. Tîmotêyos 2:25). Belê, yê ku alî şagirtekî Îsa Mesîh dike ku ew nêrîn û fikrên xwe serrast bike, Yehowa ye. Pawlos behsa hin tiştên baş dikir, ên ku dikarin çêbin piştî ku kesekî tobe kiriye: Kesê gunehkar dikare rastiyê baştir fehm bike, hişê wî dikare were serê wî, û ew dikare ji dafikên Îblîs bireve (2. Tîmotêyos 2:26).

15. Rîspî çawa dikarin alî kesekî ku tobe kiriye, bikin?

15 Eger gunehkarek tobe bike, rîspî wê dewam bikin ku wî ziyaret bikin, da ku baweriya wî xurttir bibe û ew xwe ji dafikên Îblîs dûr bigire (Îbranî 12:12, 13). Rîspî helbet ji tu kesî re hûr û kûr nabêjin ku kesê gunehkar çi kiriye. Lê belê, dibe ku çi melûmat gerek bê dayîn civatê?

“KESÊN KU GUNEH DIKIN LI BER HEMÛYAN ÎQAZ BIKE”

16. Gotina “hemûyan”, a ku di 1. Tîmotêyos 5:20 de derbas dibe, behsa kê dike?

16 Pawlosê şandî ji Tîmotêyos re wisa nivîsîbû: “Kesên ku guneh dikin li ber hemûyan îqaz bike, da ku yên din bitirsin” (1. Tîmotêyos 5:20, NWT). Gelo wî dixwest çi bigota? Gotina “hemûyan” her tim nayê maneya ku gerek kesek ji ber temamiya civatê bê îqazkirin. Bi eslê xwe, wî behsa hemû kesên ku xebera wan heye ku gunehek hatibûn kirin, dikir. Dibe ku wan gunehên vî kesî bi çavê xwe dîtine yan kesê gunehkar ji wan re behsa kirinên xwe kiriye. Gerek rîspî tenê ji wan re bibêjin ku mesele êdî hatiye safîkirin û kesê gunehkar hatiye îqazkirin.

17. Eger temamiya civatê dizane ku gunehekî giran hatiye kirin yan civat wê bi îhtimaleke mezin pê bihese ku çi çêbûye, gerek îlaneke çawa bê kirin, û çima?

17 Carinan, dibe ku temamiya civatê dizane ku gunehekî giran hatiye kirin yan ku temamiya civatê wê bi îhtimaleke mezin pê bihese ku çi çêbûye. Eger wisa be, gotina “hemûyan” tê maneya temamiya civatê. Îcar gerek rîspiyek îlan bike ku xwişk yan birayê gunehkar hatiye îqazkirin. Gelo çima? Wek Pawlosê şandî gotibû, “da ku yên din bitirsin” û guneh nekin.

18. Eger ciwanekî vaftîzbûyî gunehekî giran kiribe, gerek rîspî çi bikin? (Li resim jî binêre.)

18 Eger ciwanekî vaftîzbûyî, yê ku ji 18 salî biçûktir e, gunehekî giran kiribe, gerek koma rîspiyan du rîspiyan bişînin ku bi wî û dê û bavê wî yê bawermendb re top bibin. Rîspî gerek pê derxin ka dê û bav jixwe çi kiriye ku alî zarokê xwe bikin, da ku ew tobe bike. Eger ciwan guh bide şîreta dê û bavê xwe û xwe serrast bike, du rîspî dikarin qerarê bidin ku mesele êdî safî bûye. Rîspî dizanin ku Xwedê mesûliyeta terbiyekirina zarokan daye dê û bavan (5. Mûsa 6:6, 7; Methelokên Silêman 6:20; 22:6; Efesî 6:2-4). Piştî vê, gerek rîspî car caran bi dê û bav eleqedar bibin û binêrin ka ew aliyê zarokê xwe dikin yan na. Ji aliyê din ve, eger ciwanekî vaftîzbûyî tobe neke û dev ji xerabiyê bernede, gerek komîteyeke rîspiyan bi wî û dê û bavê wî re top bibe.

Du rîspî bi ciwanekî vaftîzbûyî û dê û bavê wî re li mala wan top bûne. Yek ji rîspiyan ayetekê nîşan dide.

Gava ciwanek gunehekî giran dike, gerek du rîspî bi wî û dê û bavê wî yê bawermend re top bibin (Li paragrafa 18an binêre)


“XUDAN GELEK DILOVAN Û TIJE REHM E”

19. Gava rîspî bi kesên gunehkar eleqedar dibin, ew çima xîret dikin ku Yehowa ji xwe re emsal bigirin?

19 Li ber Yehowa, mesûliyeta rîspiyên ku di komîteyan de xizmet dikin heye ku civatê paqij bihêlin (1. Korîntî 5:7). Wekî din, rîspî dixwazin ku kesên gunehkar tobe bikin. Ji ber vê yekê, rîspî hêvî dikin ku kesê gunehkar xwe serrast bikin. Gelo çima? Çimkî ew dixwazin Yehowa, yê ku “gelek dilovan û tije rehm e”, ji xwe re emsal bigirin (Aqûb 5:11). Gava Yûhenayê şandî êdî kal bû, wî wisa nivîsî: “Zarokên min ên delal, ez van tiştan ji we re dinivîsim, da ku hûn guneh nekin. Lê eger yek guneh bike, li ba Bav, mehdervanê [“alikarê”, NWT] me Îsa Mesîhê rastdar heye” (1. Yûhena 2:1).

20. Di meqaleya dawîn a vê rêza meqaleyan de, emê çi hîn bibin?

20 Çi heyf e ku carinan, xwişk yan birayek tobe nake. Eger wisa be, gerek ew ji civatê bê derxistin. Gelo rîspî meseleyên wisa çawa safî dikin? Di meqaleya dawîn a vê rêza meqaleyan de, emê cewaba vê pirsê bistînin.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Li gor Romayî 2:4, gava rîspî bi kesekî gunehkar re top dibin, gerek armanca wan çi be?

  • 2. Tîmotêyos 2:24-26 çi rêberiyê dide rîspiyan?

  • Maneya vê ku gerek kesek “li ber hemûyan” bê îqazkirin, çi ye?

KILAM 103 Şivanên Me Hediyeyên ji Xwedê ne

a Berê, ev kom wek “komîteya edlî” dihat binavkirin. Lê belê, karê vê komê ne tenê ev e ku hukim bide. Ji ber vê yekê, emê vê gotinê êdî bi kar neynin. Ji niha û pê ve, emê komeke wisa tenê wek “komîteya rîspiyan” bi nav bikin.

b Melûmata ji bo dê û bavan li kesên ku welayeta zarokekî standiye jî dikeve.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne