MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 12
KILAM 119 Em Hewceyî Îmanê ne
Li gor Baweriyê Bijî
“Em ne li gor tiştên ku em dibînin, lê li gor baweriyê dijîn” (2. KORÎNTÎ 5:7).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku gava em qerarên muhîm didin, em çawa dikarin xwe bispêrin rêberiya Xwedê.
1. Pawlosê şandî ji ber çi dilxweş bû?
GAVA Pawlosê şandî fehm kir ku mirina wî nêzîk e, ew dîsa jî dilxweş bû ji ber ku wî jiyaneke xweş derbas kiribû. Wî got: “Min tekoşîna qenc kir, min hevbezîna xwe qedand û min bawerî parast” (2. Tîmotêyos 4:6-8, Mizgînî). Di xizmeta xwe de, Pawlos qerarên baş dabûn, û ew bawer bû ku Yehowa ji wî razî ye. Em jî dixwazin qerarên baş bidin ku Yehowa ji me razî be. Gelo em çawa dikarin vêya bikin?
2. Em çawa dikarin li gor baweriyê bijîn?
2 Pawlos li ser xwe û li ser xwişk û birayên din wisa got: “Em ne li gor tiştên ku em dibînin, lê li gor baweriyê dijîn” (2. Korîntî 5:7). Kesên ku baweriya xwe bi Yehowa naynin bi tenê li gor tiştên ku ew dibînin, dibihîzin û hîs dikin, qeraran didin. Lê belê, kesekî ku li gor baweriyê dijî li gor daxwaza Yehowa qeraran dide. Hal û hereketên wî nîşan didin ku ew bawer e ku Xwedê wê wî xelat bike. Wekî din, ew bawer dike ku rêberiya Yehowa, ya ku di Kitêba Pîroz de nivîsî ye, ji bo wî bifeyde ye (Zebûr 119:66; Îbranî 11:6).
3. Çima ji bo me bifeyde ye ku em li gor baweriyê bijîn? (2. Korîntî 4:18)
3 Helbet normal e ku em hin qeraran li gor tiştên ku em dibînin, dibihîzin yan hîs dikin, bidin. Lê belê, eger em qerarên xwe yên mezin bi tenê li gor tiştên wisa bidin, serê me dikare bikeve belayê. Gelo çima? Çavên me yan guhên me carinan dikarin me bixapînin. Eger em neyên xapandin jî, eger em bi tenê li gor tiştên ku dibînin, bijîn, dibe ku em daxwaz yan şîretên Xwedê bavêjin pişt guhê xwe (Waiz 11:9; Meta 24:37-39). Lê eger em li gor baweriyê bijîn, emê bi îhtimaleke mezin qerarên baş bidin, ên ku li Xwedê xweş tên (Efesî 5:10). Eger em guh bidin şîretên Xwedê, hizûr wê bikeve dilê me, û emê dilxweş bin (Zebûr 16:8, 9; Îşaya 48:17, 18). Wekî din, eger em tim li gor baweriyê bijîn, emê jiyana herheyî bistînin (2. Korîntî 4:18 bixwîne).
4. Em çawa dikarin bizanin ka em li gor baweriyê yan li gor tiştên ku em dibînin, dijîn?
4 Çawa eşkere dibe ku em li gor baweriyê yan li gor tiştên ku em dibînin, dijîn? Bi eslê xwe, cewaba vê pirsê bi van pirsan ve girêdayî ye: Em qerarên xwe li ser esasê çi didin? Gelo em bi tenê li gor tiştên ku em dibînin, hereket dikin? Yan gelo em xwe dispêrin Yehowa û li gor şîretên wî hereket dikin? Ka em bala xwe bidinê ku em çawa dikarin di sê warên muhîm de li gor baweriyê bijîn: Gava em li karekî digerin, gava em qerarê didin ku bi kê re bizewicin û gava teşkîlat ji me re rêberiyê dide. Emê bibînin ku ji bo ku em di van waran de qerarên baş bidin, gerek em bala xwe bidin kîjan faktoran.
KAR
5. Gava em ji xwe re karekî hildibijêrin, gerek em li ser çi bifikirin?
5 Em helbet dixwazin debara xwe û malbata xwe bikin (Waiz 7:12; 1. Tîmotêyos 5:8). Bi saya meaşekî bilind, mirov dikare hem mesrefên jiyana rojane bide hem jî ji bo pêşerojê hinek pere top bike. Lê di hin karan de, meaş ew qas biçûk e ku mirov ancax dikare hewcedariyên esasî yên malbata xwe tedarek bike. Gava em qerarê didin ku karekî qebûl bikin yan na, em helbet tînin ber çavê xwe ku emê çi qas qezenc bikin. Lê belê, eger kesek bi tenê bala xwe didê ku ewê çi qas pere qezenc bike, ev yek belkî tê maneya ku ew herî zêde li gor tiştên ku ew dibîne, dijî.
6. Gava em ji xwe re karekî hildibijêrin, em çawa dikarin li gor baweriyê hereket bikin? (Îbranî 13:5)
6 Gerek em hesab bikin ku karê me wê ser dostaniya me ya bi Yehowa re çawa tesîr bike. Gava em qerarê didin ku karekî qebûl bikin yan na, bila em ji xwe bipirsin: “Di vî karî de, gelo wê lazim be ku ez hin tiştên ku li Yehowa xweş nayên, bikim?” (Methelokên Silêman 6:16-19). “Gelo ev kar wê ji îbadeta min re bibe asteng yan bibe sebeb ku ez bi demeke dirêj ji malbata xwe dûr bimînim?” (Filîpî 1:10). Dîtina karekî minasib çi qas zor be jî, wê baştir be ku em karên wisa qebûl nekin. Ji ber ku em li gor baweriyê dijîn, em bawer in ku Yehowa wê li me xwedî derkeve, û gerek ev yek ji qerarên me eşkere bibe (Meta 6:33; Îbranî 13:5 bixwîne).
7-8. Birayekî li Amerîkaya Başûr çawa li gor baweriyê hereket kir? (Li resim jî binêre.)
7 Ka binêre ku birayekî bi navê Diegoa, yê ku li Amerîkaya Başûr dijî, çawa fehm kir ku gerek ew li gor baweriyê bijî. Ew dibêje: “Min ji bo karekî baş miraceet kiribû. Minê ji wî karî hem kêf bistanda hem jî du qat zêde pere qezenc bikira.” Lê belê, Diego ji dil dixwest bibe pêşeng. Ew dibêje: “Mudîrê milî ji bo hevpeyivînekê gazî min kir. Ez bawer bûm ku Yehowa herî baş dizane ku çi ji bo min xêr e. Loma, min berî hevpeyivînê ji Yehowa re dua kir û jê alîkarî xwest. Min helbet dixwest ji aliyê profesyonel ve pêş bikevim, lê min nedixwest bikevim karekî ku ji hedefên min ên ji bo xizmetê re bibe asteng.”
8 Diego dibêje: “Di hevpeyivînê de, mudîr ji min re got ku di vî karî de, wê her tim lazim be ku ez zêde bixebitim. Min bi nezaket ji wî re got ku ji ber xizmeta min, ezê nikaribim vêya bikim.” Diego ev kar qebûl nekir. Du hefte bi şûn de, wî dest bi xizmeta pêşengiyê kir. Çend meh bi şûn de, wî ji xwe re karekî nîvrojî dît. Ew dibêje: “Yehowa guh da duayên min û alî min kir ku ez ji xwe re karekî wisa bibînim, ê ku ji xizmeta min a pêşengiyê re nabe asteng. Ez dilxweş im ku karê min fersendê dide min ku ez zêdetir ji Yehowa re û ji xwişk û birayan re xizmet bikim.”
Eger ji te re pozîsyoneke bilindtir bê teklîfkirin, tuyê çi bikî? Gelo tuyê qerareke wisa bidî, ya ku nîşan dide ku tu xwe dispêrî Yehowa? (Li paragrafên 7 û 8an binêre)
9. Ji serpêhatiya Trésor, em çi hîn dibin?
9 Lê eger em bibînin ku karê ku em niha dikin îznê nade ku em li gor baweriyê bijîn, gerek em çi bikin? Ka bala xwe bide serpêhatiya birayekî bi navê Trésor, ê ku li Kongoyê dijî. Ew dibêje: “Karê minî nû fersendeke bêemsal bû. Min li gor karê xweyî berê sê qat zêdetir pere qezenc dikir, û mirovan qedrê min digirt.” Lê belê, gelek caran lazim dibû ku Trésor heta dereng bixebite, û ji ber vê yekê, wî nikaribû here civînan. Wekî din, ji wî dixwestin ku ew derewan bike, da ku hin fealiyetên nedurist ên fîrmayê dernekevin meydanê. Trésor dixwest dev ji vî karî berde, lê wî nedixwest bêkar bimaya. Gelo çi alî wî kir ku ew qerareke baş bide? Ew dibêje: “Habaqûq 3:17-19 nîşanî min da ku eger ez karê xwe winda bikim jî, Yehowa wê li min xwedî derkeve. Loma min îstifa kir. Gelek patron difikirin ku mirov hazir in ku ji bo xatirê karekî baş her tiştî feda bikin – wexta bi malbatê re û wexta îbadetê jî. Ez dilxweş im ku min ji karê xwe zêdetir bala xwe da dostaniya xwe ya bi Yehowa re û malbata xwe. Salek bi şûn de, min bi alîkariya Yehowa ji xwe re karekî minasib dît. Bi saya vî karî, ez dikarim hem hewcedariyên xwe tedarek bikim hem jî di xizmetê de zêdetir wextê derbas bikim. Gava em di jiyana xwe de herî zêde bala xwe didin daxwaza Yehowa, dibe ku em heta demekê ji aliyê madî ve tengasiyê bikişînin, lê Yehowa wê li me xwedî derkeve.” Belê, eger em xwe bispêrin soz û şîretên Yehowa, emê bi baweriyê bijîn, û ewê me bereket bike.
ZEWAC
10. Gava kesek dixwaze bizewice, çi dikare bibe sebeb ku ew li gor tiştên ku ew dibîne, hereket bike?
10 Zewac hediyeyeke ji Yehowa ye. Loma, normal e ku mirov dixwazin bizewicin. Gava xwişkek difikire ka birayek jê re minasib e yan na, ew belkî bala xwe dide şexsiyeta wî, bejna wî, navê wî, rewşa wî ya madî, mesûliyetên wî yên malbatê û vê yekê ka ew li gor dilê wê ye yan na.b Ev faktor helbet gişt muhîm in. Lê belê, eger xwişk bi tenê bala xwe bide van tiştan, ev yek tê maneya ku ew li gor tiştên ku ew dibîne, hereket dike.
11. Kesekî ku dixwaze bizewice çawa dikare li gor baweriyê hereket bike? (1. Korîntî 7:39)
11 Gava Yehowa dibîne ku xwişk û birayên me çawa guh didin şîretên wî yên li ser zewacê, ew bê guman şa dibe. Mesela, ew guh didin şîreta ku bila ew “di beden û aqlê xwe de gihîştî” bin berî ku ew dest bi naskirina kesekî bikin (1. Korîntî 7:36). Gava ew qerarê didin ku bi kê re bizewicin, ew herî zêde bala xwe didin xisûsiyetên ku li ber çavê Yehowa muhîm in (Methelokên Silêman 31:10-13, 26-28; Efesî 5:33; 1. Tîmotêyos 5:8). Gava dilê kesekî ku ne Şahidê Yehowa ye dikeve wan, ew guh didin şîreta ku gerek ew bi tenê bi ‘şagirtekî Efendiyê me’ re bizewicin (1. Korîntî 7:39 bixwîne). Ew li gor baweriyê dijîn û dizanin ku Yehowa dilê wan dibîne û hîsên wan fehm dike û hazir e ku li wan xwedî derkeve (Zebûr 55:22).
12. Ji serpêhatiya Rosayê, em çi hîn dibin?
12 Ka bala xwe bide serpêhatiya pêşengeke bi navê Rosa, ya ku li Kolombiyayê dijî. Li cihê kar, zilamekî ku ne birayê me ye bi wê eleqedar dibû, û ev yek li Rosayê jî xweş dihat. Rosa dibêje: “Ew wek zilamekî baş xuya dikir. Wî alî mirovan dikir, û wî jiyaneke baş dajot. Ji min re nazik bû. Min bi rastî dixwest bi zilamekî wisa re bizewicim. Lê belê, ew ne Şahidê Yehowa bû. Li min zor hat ku teklîfa wî red bikim, çimkî ew li min xweş dihat. Wê demê, min xwe tenê hîs dikir û min pir dixwest bizewicim, lê min ji xwe re birayekî minasib nedîtibû.” Dîsa jî, Rosayê bi tenê bala xwe nedida tiştên ku wê didîtin. Wê dianî ber çavê xwe ku zewaca bi zilamekî wisa re wê çawa ser dostaniya wê ya bi Yehowa re tesîr bike. Loma, wê qerar da ku pê re hevaltiyê neke, û ew bi xizmetê mijûl bû. Demeke kin piştî vê, ew ji bo Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê hat gazîkirin, û niha, ew wek pêşenga xisûsî xizmet dike. Rosa dibêje: “Yehowa dilê min xweş kiriye.” Gava di dilê me de xwestekên qewî hene, belkî ne hêsan e ku em li gor baweriyê hereket bikin. Lê eger em guh bidin Yehowa, emê feydeyê bibînin.
RÊBERIYA TEŞKÎLATÊ
13. Gava em ji teşkîlatê rêberiyê distînin, çi dikare bibe sebeb ku em li gor tiştên ku em dibînin, hereket bikin?
13 Di îbadeta xwe de, em gelek caran ji Koma Rêberiyê, ji buroyê, ji çavdêrê herêmê yan ji rîspiyên civatê rêberiyê distînin. Lê eger em sebebên rêberiyê fehm nekin, emê çi bikin? Dibe ku em bifikirin ku guhdayîna rêberiya teşkîlatê wê hin netîceyên xerab bîne serê me. Wekî din, dibe ku kêmasiyên birayên ku ev rêberî daye bikevin çavê me.
14. Gava em ji teşkîlatê rêberiyê distînin, çi alî me dike ku em li gor baweriyê hereket bikin? (Îbranî 13:17)
14 Gava em bi baweriyê dijîn, em bawer in ku her tişt di destê Yehowa de ye, û ku ew şert û mercên me dizane. Loma, em hazir in ku bi dilxwazî guh bidin wî (Îbranî 13:17 bixwîne). Em fehm dikin ku îtaeta me ji bo yekîtiya civatê bifeyde ye (Efesî 4:2, 3). Belê, birayên ku rêberiya me dikin qisûrdar in, lê em bawer in ku eger em guh bidin wan, Yehowa wê me bereket bike (1. Samûyêl 15:22). Di wexta rast de, ewê dest bavêje her tiştê ku gerek bê serrastkirin (Mîka 7:7).
15-16. Gava birayekî ji teşkîlatê rêberiyeke nû stand, çi alî wî kir ku ew li gor baweriyê hereket bike? (Li resim jî binêre.)
15 Ka bala xwe bide serpêhatiyeke ku feydeyên jiyana li gor baweriyê nîşan dide. Li Perûyê, piraniya mirovan bi zimanê Spanî dizanin. Lê belê, gelek mirov bi zimanên herêmî xeber didin, mesela bi zimanê Keçua. Bi salan, xwişk û birayên ku bi zimanê Keçua dizanin li mirovên ku bi vî zimanî dizanin, digeriyan. Lê paşê, ji ber hin qanûnên nû lazim bû ku metoda ji bo dîtina mirovan bê guhertin (Romayî 13:1). Îcar hin xwişk û birayan meraq dikir ka ev yek wê çawa ser xizmeta wan tesîr bike. Dîsa jî, xwişk û birayan xwe li guhertinan digirt, û Yehowa alî wan dikir ku ew kesên ku bi zimanê Keçua dizanin, bibînin.
16 Mesela, rîspiyekî bi navê Kevin, ê ku li civateke bi zimanê Keçua xizmet dike, ji xwe re wisa digot: “Ji niha û pê ve, emê mirovên ku bi zimanê Keçua dizanin, çawa bibînin?” Gelo Kevin çi kir? Ew dibêje: “Min gotinên Methelokên Silêman 3:5 anîn bîra xwe. Wekî din, ez li ser Mûsa fikirîm. Rêberiya ku Yehowa dabû wî bêmantiq xuya dikir. Yehowa jê re gotibû ku bila ew Îsraîliyan ji welatê Misrê derxe û bibe Behra Sor. Li wê derê, wisa xuya dikir qey ewê nikaribin ji Misriyan birevin. Dîsa jî, Mûsa guh da Yehowa, û Yehowa îtaeta wî bi awayekî ecêb bereket kir” (2. Mûsa 14:1, 2, 9-11, 21, 22). Loma, Kevin hazir bû ku xizmeta xwe li gor rêberiya nû eyar bike. Gelo netîce bû çi? Ew dibêje: “Yehowa em bi rastî bereket kirin. Berê, em gelek rê dimeşiyan, û carinan, me tenê yek du kesên ku bi zimanê Keçua dizanin, didîtin. Niha em herî zêde bala xwe didin cihên ku mirovên ku bi vî zimanî dizanin, gelek in. Ji ber vê yekê, zêdetir sohbet, ziyaretên dubare û kursên Kitêba Pîroz çêdibin. Niha zêdetir mirov tên civînên me.” Belê, gava em li gor baweriyê hereket dikin, Yehowa me xelat dike.
Li xizmetê, xwişk û birayan ji hin kesan dipirsî ka mirovên ku bi zimanê Keçua dizanin, li ku derê dijîn (Li paragrafên 15 û 16an binêre)
17. Ji vê meqaleyê, tu çi hîn bûyî?
17 Di vê meqaleyê de, me dîtiye ku em çawa dikarin di sê waran de li gor baweriyê hereket bikin. Helbet lazim e ku em di hemû warên jiyanê de li gor baweriyê hereket bikin, mesela gava em li ser mijûliyên xwe, perwerde yan mezinkirina zarokan qeraran didin. Pirs her çi be jî, gerek em ne tenê li gor tiştên ku em dibînin, lê li gor dostaniya me ya bi Yehowa re, li gor şîretên wî û li gor soza wî ku ewê li me xwedî derkeve, qeraran bidin. Eger em wisa bikin, emê bikarin her û her bi navê Yehowa bimeşin! (Mîka 4:5).
KILAM 156 Bi Bawerî
a Hin nav hatine guhertin.
b Ji bo xatirê hêsanbûna cimleyan, ev paragraf behsa xwişkên ku dixwazin bizewicin, dike. Lê eynî şîret helbet li birayên ku dixwazin bizewicin jî dikevin.