MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 20
KILAM 7 Yehowa Hêza Me ye
Yehowa Çavkaniya Dilrehetiyê ye
“Ew Bavê dilovaniyê û Xwedayê dilrehetiyê ye” (2. KORÎNTÎ 1:3).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê ji vê ku Yehowa çawa dilrehetî dida Cihûyên sirgûnkirî hin dersan bistînin.
1. Halê Cihûyên sirgûnkirî çawa bû?
KA HALÊ Cihûyên ku li bajarê Babîlê sirgûnkirî bûn, bîne ber çavê xwe: Welatê wan hatibû wêrankirin. Ji ber gunehên xwe û gunehên kal û bavên xwe, ew ji malên xwe hatibûn derxistin û birin xerîbiyê (2. Dîrokan 36:15, 16, 20, 21). Rast e ku li Babîlê, ew serbest bûn ku karên xwe yên rojane bikin (Yêremya 29:4-7). Dîsa jî, jiyana wan ne hêsan bû û ne li gor dilê wan bû. Gelo wan li halê xwe çawa dinêrî? Yekî ji wan wisa got: “Em li keviyên çemên Babîlê rûniştin, me Sîyon bibîr anî û em giriyan” (Zebûr 137:1). Belê, kesên sirgûnkirî muhtacî dilrehetiyê bûn. Lê kê dikaribû di ber dilê wan de were?
2-3. (a) Yehowa ji bo Cihûyên sirgûnkirî çi kir? (b) Mijara vê meqaleyê çi ye?
2 Yehowa “Xwedayê dilrehetiyê ye” (2. Korîntî 1:3). Ew ji însanan hez dike, û ew hazir e ku dilrehetiyê bide hemû kesên ku nêzîkî wî dibin. Yehowa dizanibû ku hin kesên sirgûnkirî wê terbiyeya wî qebûl bikin û vegerin ba wî (Îşaya 59:20). Loma, zêdetirî 100 sal berî sirgûnê, Xwedê kitêba Îşaya dabû nivîsandin. Gelo ji bo çi? Kitêba Îşaya wisa dibêje: “Xwedayê me dibêje: ‘Teselî bikin, gelê min teselî bikin’” (Îşaya 40:1). Bi destê nivîsên Îşaya pêxember, Yehowa teselî û dilrehetî dida Cihûyên ku paşê hatin sirgûnkirin.
3 Mîna wan Cihûyên sirgûnkirî, em jî carinan muhtacî dilrehetiyê ne. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku Yehowa çawa bi sê awayan dilrehetî dida kesên sirgûnkirî: (1) Wî soz da ku ewê kesên tobedar efû bike, (2) wî hêvî da xizmetkarên xwe û (3) wî alî wan kir ku ew netirsin. Gava em li van nuqteyan binêrin, ka bala xwe bidê ku em çawa dikarin ji gotinên Yehowa dilrehetiyê bistînin.
YEHOWA ME BI DILOVANÎ EFÛ DIKE
4. Yehowa dilovaniya xwe çawa nîşan da? (Îşaya 55:7)
4 Yehowa “Bavê dilovaniyê” ye (2. Korîntî 1:3). Gava wî soz da ku ewê Cihûyên tobedar efû bike, dilovaniya wî xuya bû (Îşaya 55:7 bixwîne). Wî got: “Ezê bi dilovaniya herheyî li te werim rehmê” (Îşaya 54:8). Gelo Yehowa dilovaniya xwe çawa nîşan da? Wek milet, Cihûyan helbet nikaribû ji netîceyên kirinên xwe birevin. Dîsa jî, Yehowa soz da ku ewê heta hetayê li Babîlê nemînin. Bi destê Îşaya pêxember, wî eşkere kir ku ewê tenê heta demekê li wê derê bimînin (Îşaya 40:2). Kesên tobedar bê guman ji van gotinan teselî stand.
5. Em çima ji Cihûyên sirgûnkirî hê jî baştir dizanin ku Yehowa wê gunehên me efû bike?
5 Dersa ji bo me çi ye? Yehowa hazir e ku xizmetkarên xwe “bi zêdebarî” efû bike. Îro, em ji Cihûyên li Babîlê hê jî baştir dizanin ku Yehowa gunehên me efû dike, çimkî em fehm dikin ku Yehowa me li ser esasê çi efû dike. Çend sedsal piştî gotinên Îşaya pêxember, Yehowa Kurê xweyî ezîz şand dinyayê ku ew ji bo hemû gunehkarên tobedar bibe fîdye. Bi saya fîdyeya Îsa Mesîh, fersend çêbû ku gunehên me “bên paqijkirin” (Karên Şandiyan 3:19; Îşaya 1:18; Efesî 1:7). Belê, Yehowa bi rastî jî Xwedayekî dilovan û efûkar e!
6. Çima gerek em bala xwe bidin dilovaniya Yehowa? (Li resim jî binêre.)
6 Eger wijdanê me ji ber sûcên me yên berê hê nerehet e, gotinên Yehowa, yên ku di Îşaya 55:7 de derbas dibin, dikarin dilrehetiyê bidin me. Hin kes piştî ku wan tobe kiriye dîsa jî xwe sûcdar hîs dikin – bi xisûsî eger netîceyên xerab ên şaşiyên wan hê dewam dikin. Lê belê, eger me gunehên xwe îtiraf kiribin û xwe serrast kiribin, em dikarin bawer bin ku Yehowa me efû kiriye. Gava Yehowa efû dike, ew gunehên me êdî nayne bîra xwe (li Yêremya 31:34 jî binêre). Madem ku Yehowa li ser gunehên me yên berê nasekine, gerek em jî li ser wan nesekinin. Yehowa bala xwe nade şaşiyên me yên berê. Ji bo wî, tiştê muhîm ev e ku em niha çi dikin (Hêzekîêl 33:14-16). Di demeke nêzîk de, “Bavê dilovaniyê” wê me ji hemû netîceyên şaşiyên me bifilitîne.
Ji bo Yehowa, tiştê muhîm ne ev e ku me berê çi şaşî kiribûn, lê ev e ku em niha çi dikin (Li paragrafa 6an binêre)
7. Eger me gunehekî xwe veşartibe, çi dikare alî me bike ku em alîkariyê bixwazin?
7 Eger wijdanê me nerehet e ji ber ku me gunehekî giran veşartiye, gerek em çi bikin? Kitêba Pîroz dibêje ku bila em ji rîspiyan alîkariyê bixwazin (Aqûb 5:14, 15). Belkî li me hêsan nayê ku em qisûrên xwe îtiraf bikin. Lê belê, gerek em ji bîr nekin ku Yehowa bi destê rîspiyên ku mîna wî dilovan in, alî me dike. Eger me bi rastî tobe kiribe, emê bixwazin herin ba wan. Ka binêre ku dilovaniya Yehowa çawa dilrehetî da birayekî bi navê Arthura, ê ku wijdanê wî pir nerehet bû. Arthur wisa dibêje: “Teqrîben salekê, min li pornografiyê temaşe dikir. Lê piştî ku min gotareke li ser wijdan bihîst, min ji pîreka xwe re û ji rîspiyan re behsa gunehê xwe kir. Piştî vê ez hebekî rehettir bûm, lê ez dîsa jî di bin barê kirinên xwe de difetisîm. Rîspiyan anî bîra min ku Yehowa ez red nekirime. Yehowa me serrast dike ji ber ku ew ji me hez dike. Gotinên wan dilê min germ kir û ez dam bawerkirin ku Yehowa ez bi rastî jî efû kirime.” Îro Arthur wek pêşeng û xizmetkarê civatê xizmet dike. Belê, eger em ji dil tobe bikin, Yehowa wê dilovaniyê li me bike. Ma ev fikir dilê me rehet nake?
YEHOWA HÊVIYÊ DIDE ME
8. (a) Yehowa çi hêvî da kesên sirgûnkirî? (b) Li gor Îşaya 40:29-31, tesîra hêviyê çi bû?
8 Halê Cihûyên sirgûnkirî bi rastî jî bêçare xuya dikir, çimkî Babîliyan êsîrên xwe serbest nedihiştin (Îşaya 14:17). Lê belê, Yehowa hêvî da xizmetkarên xwe. Wî soz da ku ewê wan azad bike, û tu tiştî nikaribû ji wî re bibûya asteng (Îşaya 44:26; 55:12). Li ber çavê Yehowa, Babîl mîna “toza tenik” bû, ya ku bi pifekê difire (Îşaya 40:15). Vê hêviyê dilê kesên sirgûnkirî rehet dikir. Wekî din, Îşaya pêxember wisa nivîsî: “Kesên li benda Xudan in hêza xwe teze dikin” (Îşaya 40:29-31 bixwîne). Belê, hêviyê qewet dida wan ku ew ‘wekî teyran baskên xwe vekin û bilind bibin’.
9. Çi sebebên saxlem hebûn ku kesên sirgûnkirî baweriya xwe bi sozên Yehowa bînin?
9 Sebebên saxlem hebûn ku kesên sirgûnkirî baweriya xwe bi sozên Yehowa bînin. Ka bîne ber çavê xwe ku wê demê, kîjan gotinên Yehowa jixwe hatibûn cih. Mesela, wan dizanibû ku ordiya Asûrê padîşahiya bakur a Îsraîlê bin dest kiribû û milet biribû sirgûnê (Îşaya 8:4). Wan dîtibû ku Babîliyan çawa bajarê Orşelîmê wêran kiribû û xelkê Orşelîmê biribû sirgûnê (Îşaya 39:5-7). Wan dizanibû ku Babîliyan çavên padîşahê wan kor kiribûn û ew biribû Babîlê (Yêremya 39:7; Hêzekîêl 12:12, 13). Belê, hemû tiştên ku Yehowa ji berê ve gotibûn hatin cih (Îşaya 42:9; 46:10). Van tiştan bê guman baweriya wan xurttir dikir ku soza Yehowa ya li ser azadiyê jî wê were cih.
10. Çi dikare alî me bike ku em di van rojên dawîn de hêviya xwe winda nekin?
10 Dersa ji bo me çi ye? Wexta ku taqeta me namîne, hêvî dikare qewet û dilrehetiyê bide me. Em di rojên xerab de dijîn, û dijminên me pir qewî ne. Dîsa jî, ne lazim e ku em xwe bêçare hîs bikin. Yehowa soz dide ku emê li cenetê di nav hizûr û aştiyê de heta hetayê bijîn. Gerek em vê hêviyê her tim bînin ber çavê xwe. Eger em vêya nekin, hêviya me dikare zelaliya xwe winda bike, çawa ku mirovekî ku ji pencereyeke qilêrî dinêre nikare xweşikiya tebîetê zelal bibîne. Gelo em çawa dikarin “pencereya xwe paqij bikin” ku hêviya me zelaliya xwe winda neke? Mesela, em dikarin jiyana li dinyaya nû bi dewamî bînin ber çavê xwe. Em dikarin meqaleyan bixwînin, li vîdeoyan temaşe bikin û guhdariya stranan bikin, ên ku hêviya me xurttir dikin. Wekî din, em dikarin bi destê duayê ji Yehowa re behsa sozên wî bikin, ên ku em bi hesret li benda pêkhatina wan in.
11. Xwişkeke nexweş ji çi qewet stand?
11 Ka binêre ku hêviyê çawa qewet û dilrehetî da xwişkeke bi navê Joy, a ku giran nexweş e. Ew dibêje: “Gava ez xwe bêçare hîs dikim, ez dilê xwe ji Yehowa re vedikim, çimkî ez dizanim ku ew min fehm dike. Yehowa jî ‘hêza ku ji sînorê mirovan zêdetir e’ daye min’” (2. Korîntî 4:7). Wekî din, Joy jiyana li dinyaya nû xeyal dike û vê soza Kitêba Pîroz tîne bîra xwe: “Yê ku li wir rûdine, dê nebêje: Ez nexweş im” (Îşaya 33:24, KP). Ji bo ku em bikarin li hemberî tengasiyan sebir bikin, bila em jî dilê xwe ji Yehowa re vekin û bala xwe bidin hêviya xwe.
12. Çi sebeb hene ku em baweriya xwe bi sozên Yehowa bînin? (Li resim jî binêre.)
12 Wek kesên sirgûnkirî, gelek sebebên me jî hene ku em baweriya xwe bi sozên Yehowa bînin. Bîne ber çavê xwe ku hin gotinên Yehowa çawa li ber çavê me tên cih. Mesela, em qudreteke cîhanî dibînin, a ku nîv xurt û nîv zeîf e (Danîêl 2:42, 43). Wekî din, em dibînin ku ‘li gelek cihan erdhej çêdibin’, û em mizgîniyê “li seranserê dinyayê” belav dikin (Meta 24:7, 14). Gotinên Yehowa, yên ku heta niha jixwe hatine cih, baweriya me xurttir dikin ku gotinên wî yên din jî wê werin cih.
Gotinên Yehowa, yên ku li ber çavê me tên cih, baweriya me xurttir dikin ku sozên wî yên din jî wê werin cih (Li paragrafa 12an binêre)
YEHOWA ALÎ ME DIKE KU EM NETIRSIN
13. (a) Wexta ku kesên sirgûnkirî hatin azadkirin, ew rastî çi tengasiyan hatin? (b) Li gor Îşaya 41:10-13, Yehowa çawa dilrehetî da kesên sirgûnkirî?
13 Yehowa bi destê hêviyeke xweş dilrehetî dida kesên sirgûnkirî. Dîsa jî, Yehowa dizanibû ku wexta ku xizmetkarên wî wê bên azadkirin, ewê rastî hin tengasiyan werin. Yehowa ji berê ve gotibû ku nêzîkî dawiya sirgûnê, padîşahek wê miletên derdorê bin dest bike û li hemberî Babîlê şer bike (Îşaya 41:2-5). Gelo lazim bû ku Cihûyên sirgûnkirî bitirsin? Na. Yehowa ji berê ve bi van gotinan dilrehetî da xizmetkarên xwe: “Netirse, çimkî ez bi te re me. Tu nebizde, çimkî Xwedayê te ez im” (Îşaya 41:10-13 bixwîne). Gelo Yehowa çima got “Xwedayê te ez im”? Armanca vê gotinê ne ev bû ku bîne bîra wan ku gerek ew ji wî re îbadetê bikin, çimkî wan jixwe rind dizanibû ku gerek ew vêya bikin. Bi eslê xwe, Yehowa dixwest bîne bîra wan ku ew hê hazir e ku alî wan bike (Zebûr 118:6).
14. Ji bo ku kesên sirgûnkirî netirsin, Xwedê ji wan re çi got?
14 Wekî din, Yehowa anî bîra kesên sirgûnkirî ku qudret û zanîna wî çi qas mezin e. Ji bo vê, wî bala wan kişand ser stêrkan, ên ku gişt ji aliyê wî ve hatin xuliqandin. Wekî din, wî got ku ew navê her stêrkekê dizane (Îşaya 40:25-28). Madem ku Yehowa navê her stêrkekê dizane, ew helbet navê her xizmetkarekî xwe jî dizane. Û madem ku qudreta Yehowa hebû ku stêrkan bixuliqîne, helbet qudreta wî heye ku alî xizmetkarên xwe bike. Belê, qet ne lazim bû ku kesên sirgûnkirî bitirsin.
15. Xwedê kesên sirgûnkirî çawa ji bo pêşerojê hazir kirin?
15 Wekî din, Yehowa xizmetkarên xwe ji bo pêşerojê hazir kirin. Wî ji wan re got: “Bikeve odeyên xwe yên hundir û li pişt xwe deriyan bigire. Demeke kurt xwe veşêre, heta ku xezeb derbas bû” (Îşaya 26:20). Gava Koreş Padîşah bajarê Babîlê bin dest kir, dibe ku gotinên vê ayetê cara pêşîn hatin cih. Dîrokzanekî Yûnan, ê ku berî mîladê dijiya, nivîsî ku gava Koreş ket Babîlê, “wî emir da [eskerên xwe] ku ew her kesê ku ew li derveyî malan dibînin, bikujin”. Ji bo kesên ku li Babîlê dijiyan, çi halekî xerab bû! Lê belê, Cihûyên sirgûnkirî bi îhtimaleke mezin sax man ji ber ku wan guhdariya rêberiya Yehowa kir.
16. Çima ne lazim e ku em ji pêşerojê bitirsin? (Li resim jî binêre.)
16 Dersa ji bo me çi ye? Di demeke nêzîk de, tengasiya herî mezin wê dest pê bike. Piraniya mirovan wê pir bitirsin. Lê halê xizmetkarên Yehowa wê cuda be. Em dizanin ku Yehowa Xwedayê me ye. Emê “serê xwe bilind bikin”, çimkî emê bizanin ku “xelasiya [me] nêzîk e” (Lûqa 21:28). Wexta ku koalîsyoneke miletan hicûmî me bike jî, emê xwe bispêrin Yehowa. Ji bo ku em wê demê sax bimînin, Yehowa wê me bi destê melekan biparêze û rêberiya me bike. Gelo ev rêberî wê çawa bê dayîn? Em hê nizanin. Lê bi îhtimaleke mezin, ev rêberî wê bi destê civatên me bên dayîn. Dibe ku civat wê ji me re bibin wek ‘odeyên hundir’, û emê li wê derê di emniyetê de bin. Gelo em çawa dikarin xwe ji bo pêşerojê hazir bikin? Gerek em nêzîkî xwişk û birayan bimînin, ji dil guhdariya telîmatên ji teşkîlata Yehowa bikin û bawer bin ku Yehowa rêberiya teşkîlata me dike (Îbranî 10:24, 25; 13:17).
Em dizanin ku Yehowa dikare me xelas bike, loma di dema tengasiya mezin de wê ne lazim be ku em bitirsin (Li paragrafa 16an binêre)b
17. Tu çawa dikarî ji Yehowa dilrehetiyê bistînî?
17 Halê Cihûyên sirgûnkirî ne hêsan bû, lê Yehowa dilrehetî dida wan. Ewê dilrehetiyê bide me jî. Loma, çi dibe bila bibe, ji bîr neke ku Yehowa çavkaniya dilrehetiyê ye. Baweriya xwe bi dilovaniya wî bîne. Hêviya xwe winda neke. Ji bîr neke ku Yehowa Xwedayê te ye, loma ne lazim e ku tu bitirsî.
KILAM 3 Stara Me, Hêza Me Tu yî
a Hin nav hatine guhertin.
b RESIM: Çend xwişk û bira li hev top bûne. Ew baweriya xwe bi qudreta Yehowa tînin û dizanin ku ew dikare xizmetkarên xwe yên li seranserê dinyayê biparêze.