KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • ijwbq meqale 40
  • Mirov Çawa Dikare ji Kitêba Pîroz Baş Fehm Bike?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Mirov Çawa Dikare ji Kitêba Pîroz Baş Fehm Bike?
  • Pirsên li ser Kitêba Pîroz
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Bersiva Kitêba Pîroz
  • Hûn Dixwazin Pirtûka Pîroz Baştir Nas Bikin?
    Hûn Dixwazin Pirtûka Pîroz Baştir Nas Bikin?
  • Kursa Kitêba Pîroz Çi ye?
    Pirsên Pir Tên Pirsîn
Pirsên li ser Kitêba Pîroz
ijwbq meqale 40
Xanimek Kitêba Pîroz dixwîne.

Mirov Çawa Dikare ji Kitêba Pîroz Baş Fehm Bike?

Bersiva Kitêba Pîroz

Kitêba Pîroz, yanî Tewrat, Zebûr û Încîl zelal dike ku mirov çawa dikare ji gotinên wê baş fehm bike. Kultur û zimanê te her çi be jî, xebera Xwedê “ji bo te ne zor û ne jî dûr e” (5. Mûsa 30:11, Mizgînî).

Ji bo fehmkirina Kitêba Pîroz pênc tiştên hêja

  1. Niyeta rast. Kitêba Pîroz wek Peyva Xwedê qebûl bike. Nefsbiçûk be, çimkî “Xwedê li hember pozbilindan disekine, lê keremê li nefsbiçûkan dike” (1. Selanîkî 2:13; Aqûb 4:6). Lê belê, her tiştî bi çavkorî bawer neke. Xwedê dixwaze ku em bi xwe li ser rastiya mijaran hûr û kûr lêkolîn bikin (Romayî 12:1, 2).

  2. Ji bo hîkmetê dua bike. Peyva Xwedê di Methelokên Silêman 3:5 de wiha dibêje: “Xwe nespêre fêmdariya xwe.” Ji bo ku em bikarin Kitêba Pîroz baş fehm bikin, divê em hîkmetê ji Xwedê bixwazin (Aqûb 1:5).

  3. Dev ji xîreta xwe bernede. Eger em Kitêba Pîroz her roj bixwînin û li ser gotinên wê kûr bifikirin, emê zanîn û nêrîna xwe firehtir bikin (Yêşû 1:8).

  4. Mijar bi mijar lêkolîn bike. Bi saya lêkolîna mijar bi mijar, tu dikarî baş fehm bikî ku Kitêba Pîroz li ser mijarekê bi rastî çi hîn dike. Mirov dikare bi “hîndariya pêşî”, yanî bi dersên pêşîn dest bi xwendinê bike, û dû re gav bi gav bi pêş bikeve û têgihîştina xwe kûrtir bike (Îbranî 6:1, 2). Wekî din, tu dikarî ayetên Nivîsarên Pîroz bidî ber hev. Bi vî awayî, tuyê bibînî ku gelek qismên Kitêba Pîroz – heta qismên ku “fêmkirina wan zehmet e” – hevdû temam dikin û şîrove dikin (2. Petrûs 3:16).

  5. Alîkariyê ji kesên din bistîne. Kitêba Pîroz dilê me xurt dike ku em alîkariya kesên din, ên ku ji Kitêba Pîroz fehm dikin, qebûl bikin (Karên Şandiyan 8:30, 31). Şahidên Yehowa kursên Kitêba Pîroz ên bêpere pêşkêşî mirovan dikin. Wek Mesîhiyên pêşîn, ew bi destê ayetên Nivîsarên Pîroz nîşan didin ku Tewrat, Zebûr û Încîl bi rastî çi hîn dike (Karên Şandiyan 17:2, 3).

Du tiştên ku ne hewce ne

  1. Perwerdeya bilind. Hemû 12 şandiyên Îsa Mesîh wek kesên “nexwenda” dihatin dîtin. Lê dîsa jî, wan Nivîsarên Pîroz fehm kiribûn û ji kesên din re şîrove dikirin (Karên Şandiyan 4:13).

  2. Pere. Tu dikarî Kitêba Pîroz bê mesref hîn bibî. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re wiha gotibû: “We belaş stand, belaş bidin” (Meta 10:8, NWT).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne