Divê Hûn Çi Bikin?
50 Gelo hûn dixwazin di vê buhûşta pirxweşik û çeleng de herdem bijîn?
Wê çaxê li ser gotinên Xwedê pirtir hîn bibin. Xîret bikin ku hûn karibin Pirtûka Pîroz bixwînin.—Yûhenna 17:3; Peyxam 1:3.
51 Li ser İsa pirtir hîn bibin.—5. Mûsa 18:18, 19; Yûhenna 3:16; Karên Şandiyan 3:19-23.
52 Seh bikin ku hûn tenê karên baş bikin û îtaetkarê Yahowa bin.—Romayî 6:17, 18, 22.
53 Ji bîr mekin, Yahowa dibêje gerek û pêwîst e em mirovan nekujin.—2. Mûsa 20:13; 1. Yûhenna 3:11, 12.
54 Divê em bê destûr, tu mal û tiştekî mirovên din negirin.—2. Mûsa 20:15; Efesî 4:28.
55 Divê mêrek bi jinekî re, ne raze yan bi wê re nejî, heta ew jina wî nebe.—2. Mûsa 20:14, 17; 1. Selanîkî 4:3.
56 Gelo tê bîra we, Xwedê destûra çend jinanînê dabû mêrekî? Heta kengê divê yek mêr bi jina xwe re bimîne?—1. Mûsa 2:22, 24; Metta 19:5, 6; 1. Korîntî 7:2, 10, 11.
57 Vê yekê jî jibîr mekin divê em tenê perestdarê Yahowa bin.—Metta 4:10; 1. Korîntî 8:6.
58 Pût û sûret yan wêne nikarin alîkariya me bikin. Çima?—1. Korîntî 8:4.
Xwedîbûyinê pûtan tiştekî baş e?—5. Mûsa 27:15; 1. Yûhenna 5:21.
59 Bo çi bûyina xwediyê nivişt û berbejnan û efsûnbazî tiştekî xirab e?—5. Mûsa 18:10-13; Peyxam 21:8.
60 Ferîşteyên xirab yanî cin û dêw li ber Xwedê raper û asêbûn. Ew bo xapandina mirovan, kesên li falê dimêzin bikar tînin.—Karên Şandiyan 16:16.
61 Gerek e em ji Xwedê re dua bikin. Maneya duayê bi Xwedê re qisekirin e, ji wî re gotin e, ku em dixwazin ji wî re xizmetê bikin û ji wî pirskirina alîkariyê ye.—Filîpî 4:6, 7.
62 Divê em îtaetkarê Îsa bin û baweriya xwe bi wî bînin.—Îbranî 5:9; Yûhenna 3:16.
63 Jibîr mekin ku ew ji bo azadbûyina me mir.—Romayî 5:8.
64 Bînin bîra xwe ku İsa padîşahê meyê nedîtbar û nexûya ye. Divê em îtaetkarê wî bin.—Filîpî 2:9-11; Peyxam 19:16.
65 İsa got, gerek e hûn ji kesên din re, van tiştên başên, ku hûn hîn dibin bibêjin, û kesên ku dixwazin ji Xwedê re xizmetê bikin, bila ew imad bibin.—Metta 28:19, 20; Yûhenna 4:7-15.
66 Belê, hûn dikarin li ser van tiştên baş bi hevalên xwe re qise bikin.—Metta 10:32.
67 Eger hûn xwandinê baş hîn bibin, hûn dikarin pir tiştan hîn bibin, û wê hûn bikaribin ji kesên din re çêtir û baṣtir alîkariyê bikin.—2. Tîmotêyos 2:15.
68 İsa anî bîra mindal û zaroyên biçûk jî daku ew îtaetkarên Xwedê bin. Ew tu carî evqas bi kar de ne ketibû ku nekaribûya bi wan qise bikiribûya.—Metta 19:13-15.
69 Dê û bav divên herdem bînin bîra zaroyên xwe ku ew ji Xwedê re îtaetkar û ji wî hez bikin.—5. Mûsa 6:6, 7; Methelokên Silêman 6:20-22; Efesî 6:4.
70 Kilîse û perestgehên cuda û ciyawaz hene. Piraniyan hînkirinên wan ne ji Pirtûka Pîrozin. Yahowa ji me re dibêje kîjan ol û dîn rastiyê perwerde nede wê terk bikin.—Peyxam 18:4; Yûhenna 4:23, 24.
71 Li ser rûyê erdê gelê Yahowa heye ku dikare we li ser Xwedê hêj pirtir perwerde bike. Ma gelo hûn dizanin ew kî ne?—Karên Şandiyan 15:14; Romayî 10:14, 15.
72 Ew Şahidên Yahowa ne. Di nav wan de aşitî û silametî heye. Hûn dizanin bo çi? Jiber ku ew, ji hevûdin hez dikin.—Îşaya 43:10-12; Yûhenna 13:34, 35.
73 Bi vî şiklî ku ew ji Yahowa jî hez dikin, imad bûne. Bi vê rê ew eşkere nîşan didin ku wan ji reya xirab dev berda ne û dixwazin bo xizmeta Xwedê bijîn.—Karên Şandiyan 2:41.
74 Şahidên Yahowa hêvîdarin, ku di buhûşta nû ya xweş de bijîn.—Zebûr 37:9-11, 29.
Hûn çi dikarin bikin ku hûn jî bi wan re li wir bijîn?—Aqûb 1:22, 25; 2:20-26.
75 Bo xizmeta Yahowa tevî wan bin. Ew ji Yahowa û İsa Mesîh hem hez û hem jî îtaet dikin. Gelo hûn jî ji wan hez dikin? Hûn dixwazin alîkariya kesên din bikin ku ew Xwedê nas bikin?—Yûhenna 6:45-47.
76 Yahowa û İsa Mesîh ji we hez dikin û ew dixwazin hûn di buhûştê de herheyî bijîn.—Yûhenna 3:16.
Tiştên hûn ji wêne û agahdariyên vê berhevokê hîn bûn, bê şik we kir daxwazkar, ku li ser rûyê erdê jiyîna herheyî bajon. Eger hûn pirtir agahdariyê bixwazin, pêşniyaza me ev e ku hûn bi yek Şahidê Yahowa, ewê li dora we de rûdine, pêvendiyê çêbikin. Yan hûn dikarin namekî binivîsînin yan jî bidin nivîsandin û wî bişînin îdareya şaxên nêzî we ne. Navnîşan di rûpela duhema vê berhevokê de ne.