Wê Dîsan Xwedê Mirovên Xirab Tune Bike?
22 İro jî mirov pir xirabin. Çi xirabî li vir tê kirin?
23 Hinek, mirovên din dikujin. Xwedê dibêje, gerek û pêwîst e hûn vî tiştî nekin.—2. Mûsa 20:13; 1. Yûhenna 3:11, 12.
24 Hinek didizin. Xwedê dibêje gerek û pêwîst e hûn diziyê nekin.—2. Mûsa 20:15; Efesî 4:28.
25 Hinek ji mêran, bi çend jinan dizewicin. Kesên din xwediyên çend jinanin, ku bihev re nedijîn. Hinek cotên din jî he ne ku bêzewac bihev re dijîn. Pirtûka Pîroz dibêje, ev gişt ne rastin.—Metta 19:4-6; 1. Korîntî 7:1-4; 1. Tîmotêyos 3:1, 2.
26 Gelo tê bîra te ku Xwedê tenê jinek dabû Adem?—1. Mûsa 2:22, 24.
27 Hinek pûtparêziyê dikin. Xwedê dibêje gerek û pêwîste e hûn di perestina xwe de pût û wêneyan bikar neynin.—2. Mûsa 20:4, 5; Îşaya 44:9-17; 1. Yûhenna 5:21.
28 Yahowa wan kesên xirab ku xwe naguhêrin, wê tune bike.—Zebûr 37:9, 10; Lûqa 13:5; 1. Korîntî 6:9, 10).