Beş 10
Cîhana nû ya şahane ya ku ji aliyê Xweda ve tê teşkîlkirin
1, 2. Piştî cenga Harmegedonê ya ku rûyê erdê paqij dike, wê çi bibe?
PIŞTÎ cenga Harmegedonê, ya ku Xweda bi navgîniya wê rûyê erdê paqij dike wê çi bibe? Hingê wê çaxeke nû ya muhteşem dest pê bike. Yên ku wefaya xwe ya ji rêveberiya Xweda re ji xwe selmandine û di Harmegedonê de li jiyanê mane, wê bikevin cîhana nû. Ji ber ku tijehiya nîmetan ji Xweda diherikin malbata mirovî, ev yek, wê bibe heyameke di dîrokê de bêmînak û bi heyecan!
2 Yên ku di Harmegedonê de li jiyanê dimînin, di bin rêveberiya Padîşahiya Xweda ya ezmanî de, wê dest pê bikin bihiştekî bînin holê. Ewê taqeta xwe ji bo mijûliyên bêxweperestiyê serf bikin, ên ku ji bo hemûyên ku hingê dijîn sûdewar in. Rûyê erdê wê hêdî hêdî ji bo mirovahiyê li meskenekî baş ê aştîtije û tetmînkar bê guhertin.
Edalet cihê şerûdiyê distîne
3. Hema piştî Harmegedonê, kîjan rizgarî wê bê hîskirin?
3 Bi mabêna tunekirina cîhana Şeytên, wê tevahiya van tiştan mimkun bin. Olên sexte yên ku dubendiyê derdixin, sîstemên civakî yan jî hikumet êdî wê tunebin. Propagandayên şeytanî êdî wê mirovan nexapînin; malzemeyên ku ji bo propagandayên wusa tên bikaranîn, wê bi sîstema Şeytên re noq bin û têk biçin. Ka bifikirin: Atmosfera jehrîn a cîhana Şeytên, bi tevahî tê paqijkirin! Çi rizgariyeke mezin!
4. Kîjan guhertin wê di warê hîndariyê de bê holê?
4 Hingê hîndariya avaker a ku ji Xweda tê, wê bikeve şûna wan fikirên xeraker, ên rêveberiya mirovî. “Dê hemû lawên te ji aliyê XUDAN [Yahowa] ve hatibin hîn kirin” (Îşaya 54:13). Bi saya vê hîndariya saxlem, ev peyv her sala ku dibihure bêtir zelal dibin: “Ji ber ku çawa av behrê digrin, dê dinya jî bi zanîna XUDAN [Yahowa] ve tijî bibe” (Îşaya 11:9). Mirov êdî wê fêrî xerabiyê nebin, ji dêla vê “yên ku li dinê rûdinin fêrî rastiyê dibin” (Îşaya 26:9). Tevgerînên bi fikirên avaker, wê bibin tiştên rojane û normal (Karên Şandiyan 17:31; Filîpî 4:8).
5. Çi wê were serê xerabiyê û serê kesên xerab?
5 Bi vî awayî, êdî wê qetlkirin, zordarî, destavêtina namûsê, rêbirî yan jî her tu sûceke din tunebe. Êdî wê tu kes ji seba karên xerab ên ku ji aliyê yên din ve tên kirin, wê êşan nekişîne. Methelokên Silêman 10:30 weha dibêje: “Kesê rast, tu carî nalerize, lê belê yê xerab, nikarin li welat bisekinin.”
Tendûristiya kamil
6, 7. (a) Rêveberiya Padîşahiya ezmanan, wê kîjan rastiya tehl bi dawî bike? (b) Çaxê Îsa li ser rûyê erdê bû, wî ev yek çawa nîşan da?
6 Di cîhana nû de, tesîrên xerab ên îsyana pêşî wê bi giştî ji holê bên rakirin. Mesela, di bin rêveberiya Padîşahiya ezmanî de, nexweşî û pîrbûn wê tune be. Her çiqas îro mirov heta hedekî bi tendûristî be jî, ev rastî nikare bê guhertin, a ku çaxê mirov pîr be çavên wî qels dibin, diranên wî diweşin, bihîstina guhên wî giran dibe, çermê wî diqûrmiçe, organên bedena wî yên hundirîn xera dibin û welhasil di axiriyê de ew dimire.
7 Ancax ev faktorên xemgînker, ên ku me ji dê û bavê xwe yê pêşî mîras wergirtine, wê di demeke nêzîk de di rabirdûyê de bimînin. Gelo tê bîra we, çaxê Îsa Mesîh hê li ser rûyê erdê bû, ji bo ku şîfayê bide mirovan çi kiribûn? Pirtûka Pîroz weha radigihîne: “Elaleteke mezin hat ba wî. Bi xwe re şil û şeht, kor, seqet, kerr û lal û gelek nexweşên din anîn û ew li ber lingên wî dirêj kirin û wî [Îsa] ew qenc kirin. Gava ku elaletê dît lal dipeyivin, seqet sax dibin, şil û şeht rêve diçin û kor dibînin, şaş man” (Metta 15:30, 31).
8, 9. Dema ku di cîhana nû de, tendûristiya tam bi şûnve bê dayîn, wê bexteweriyeke çawa bê hîskirin?
8 Çaxê di cîhana nû de, hemû nexweşiyên me ji holê bên rakirin, wê bexteweriyeke çiqas mezin çêbe! Êdî tu kes wê ji sedemê tendûristiya xerab, ezabê nekişîne. “Yê ku li wir rûdine, dê nebêje: ‘Ez nexweş im.’ ” “Dê wê gavê çavên koran vebin, guhên kerran jî vebin. Wê gavê dê zilamê qop mîna askê hol bibe û dê zimanê yê lal bistirê” (Îşaya 33:24; 35:5, 6).
9 Gelo ma kî, heger her roj serê sibê hişyar be û bizane, ku ew di nav tendûristiyeke tam a ku şacoşiyê dide de ye, bi heyecan nabe? Gelo ma ev yek ji bo mirovên pîr nabe şahî, heger ew bizanin, ku ewê dîsa hêza ciwantiya xwe ya tam bistînin û bi vî awayî bibin kamil, wek ku di destpêkê de Adem û Hewa kamil bûn? Pirtûka Pîroz vê wehdê dide: “Goştê wî ji yê zarok ve tezetir dibe; vedigere rojên xwe yî ciwaniyê” (Eyûb 33:25). Çaxê berçavk, cîhazên bihîstinê, çenqalên bin çengan, erebeyên seqetan û dermanên nexweşiyan bên avêtin, wê çi zewqeke mezin çêbe! Êdî tu caran wê hewcedarî bi nexweşxaneyan, bijîşkan û bijîşkên diranan tunebe.
10. Çi wê li mirinê bibe?
10 Mirovên ku bibin xwediyê tendûristiyeke wusa şacoşiyê dide, wê nexwazin bimirin. Û ewê ne mecbûr bin ku bimirin jî, çimkî mirovahî êdî wê ne di nav pençikên nekamiltî û mirina ku mîras standiye de bimîne. “Çimkî, divê Mesîh hukumdariyê bike heta ku Xwedê hemû dijminan bike bin lingên wî. Dijminê dawî yê ku divê bê rakirin, mirin e.“ “Diyariya Xwedê ... jiyana herheyî ye” (1. Korîntî 15:25, 26; Romayî 6:23; herweha binêre Îşaya 25:8).
11. Peyxam, nîmetên di cîhana nû de çawa vedibêje?
11 Derheqê nîmetên ku di bihiştê de, wê ji aliyê Xwedayê pûtepêdar ve ji malbata mirovî re bên de, pirtûka dawîn a Pirtûka Pîroz weha dibêje: “Ewê [Xweda] ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin; çimkî tiştên berê bihûrîn” (Peyxam 21:3, 4).
Mirî şûnve vedigerin
12. Îsa qudreta vejandinê, ya ku Xweda dabû wî, çawa bikar anî?
12 Îsa tiştên ji şîfadayîna nexweşan û kulekan zêdetir kirin. Wî yên mirî jî vejandin jiyanê. Û wî, bi vî awayî ew qudreta bêhempa ya ku Xweda ji bo vejandinê dabû wî nîşan da. Gelo ew bûyer tên bîra we, yên dema Îsa hat mala wî zilamê ku keça wî miribû? Îsa ji keçika mirî re gotibû: “Keçikê, ez ji te re dibêjim: Rabe!” Û encam bû çi? “Keçik di cih de rabû û geriya.” Gava mirovan ev bûyer dît, “ew yekcar şaş man.” Wan nekarî ku xwe ragirin û şahiya xwe bi awayeke şacoş nîşan dan (Marqos 5:41, 42; li van jî binêrin Lûqa 7:11-16; Yûhenna 11:1-45).
13. Mirovên bi çi cûreyî wê bên vejandin?
13 Di cîhana nû de, “vejîna yên rast û nerast wê çêbe” (Karên Şandiyan 24:15). Hingê wê Îsa qudreta ku Xweda dabû wî, ji bo vejandina miriyan bikar bîne; wî bi xwe ev yek weha beyan kir: “Vejîn û jiyan ez im. Yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî” (Yûhenna 11:25). Herweha Îsa berdewam kir got, ku “hemû kesên ku di goran [di bîra Xwedê] de ne wê dengê wî [Îsa] bibihîzin ... û derkevin” (Yûhenna 5:28, 29).
14. Madem ku êdî mirin tune dibe, çi jî wê tunebin?
14 Çaxê yên mirî li pey hev, bi awayeke kom bi kom bivejin û bigihîjin hezkiriyên xwe, li seranserê rûyê erdê wê şahiyeke mezin çêbe! Ji bo yên ku li jiyanê baqî mane, êdî wê îlanên mirinê yên ku xemgîniyê didin tunebin. Ji dêla vê bi îhtimaleke mezin, tam bervajiyê vê bibe, ango ji bo ku şahî ji hezkiriyên wan re bê dayîn, wê îlanên ên ku nû hatine vejandin bên kirin. Bi vî awayî êdî merasîmên cenazeyan, lodên êzingan ên ku mirî li ser tên şewitandin, krematoryum an jî goristan wê tunebin.
Cîhanekî bi heqîqî tije aştî
15. Pêxamberîtiya Mîxa çawa wê di wateya heqîqî de pêk bê?
15 Di hemû qadên jiyanê de, wê aştiya heqîqî desthilatdar be. Hem ceng û hem jî yên ku cengê dikişkişînin û çekan çêdikin, wê di rabirdûyê de bimînin. Çima? Ji ber ku berjewendiyên minafiqtiya eşîrperestî, neteweperestî û nîjadperestiyê, wê ji holê bên rakirin. Hingê di wateya heqîqî de “dê gel li dijî gel şûr raneke û êdî hînî cengê nebin” (Mîka 4:3).
16. Xweda wê çawa nehêle, ku ceng derkevin holê?
16 Heger tarîxa mirovan, a ku bi cengên xwînrij ve tije ye, bê tetqîqkirin, belkî mirov li vê yekê heyirî dimîne. Feqet ev yek, ji seba ku mirovahî di bin rêveberiya însan û cinan de bû çêbû. Di cîhana nû ya di bin rêveberiya Padîşahiya ezmanan de, wê ev tişt bibin: “Werin û kirinên XUDAN [Yahowa], ... bibînin. Li çar hawîr dorê rûyê erdê şeran disekinîne, kevanan dişikîne û riman perçe dike û mertalan [erebeyên şer] dişewitîne” (Zebûr 46:8, 9).
17, 18. Di cîhana nû de, têkiliyên di navbera mirovan û heywanan de wê çawa bin?
17 Di navbera mirovan û heywanan de, wekî li bihişta Adenê, wê dîsa aştî çêbibe (1. Mûsa 1:28; 2:19). Xweda weha dibêje: “Û ezê wê rojê heywanên li beyar û civîkên li ezman û zindiyên di axê de dijîn û ... wan di nava ewlekariyê de razînim” (Hoşeya 2:18).
18 Gelo ev aştî wê di astekî çawa de berfireh bibe? “Û dê gur tevî berxikê rune û piling tevî karikê rakeve û golik û şêrê ciwan û ganêrê xwurt li cem hev bin û dê lawikek biçûk wan bajo.” Heywan êdî wê tu caran — ne ji bo mirovan, ne jî ji bo hevdû — bibin talûkeyek. Heta “şêr dê mîna ga kayê bixwe” (Îşaya 11:6-9; 65:25).
Erd li bihiştê tê guhertin
19. Rûyê erdê wê li çi bê guhertin?
19 Tevahiya rûyê erdê wê ji bo mirovahiyê li meskenekî bihiştî bê guhertin. Ji seba vê yekê, Îsa karibû ji zilamekî ku îman bi wî anî re, vê wehdê bide: “Tuyê bi min re di bihiştê de bî.” Pirtûka Pîroz vê jî dibêje: “Dê çol û cîhê şorex kêfxweş bibin û beyar kêfxweş bibe û mîna nêrgizê dê bi çîçeg bibe. ... ji ber ku dê li çolê av û li beyar jî lehî bipejiqin” (Lûqa 23:43; Îşaya 35:1, 6).
20. Ji bo çi birçîtî, êdî wê tu caran tengahiyê nede mirovan?
20 Di bin Padîşahiya Xweda ya ezmanî de, êdî wê birçîtî tengahiyê nede bi milyonan mirovan. “Bila li welat û li serê çiyayan genim zêde be!” “Û dê darê beyarê mêwa xwe bide û erd berê xwe bide û dê li ser axên xwe di ewlekariyê de bin” (Zebûr 72:16; Hêzekîêl 34:27).
21. Çi wê bi mirovên bêmal, mehleyên xizan û derdorên xerab bibe?
21 Êdî wê xizanî, mirovên eware û bêmal, mehleyên xizan an jî derdorên ku bi sûcan ve tije ne tunebin. “Û dê xaniyan ava bikin û rûnin û rezan deynin û mêwa wê bixwin. Dê ew ava bikin û wekî din kes rûnenê.” “Lê belê dê her kes di bin mêwa xwe de û di bin darê xwe yî hijîrê de rûnin û yê ku wan bitirsîne tune be” (Îşaya 65:21, 22; Mîka 4:4).
22. Pirtûka Pîroz, bereketên ku wê rêveberiya Xweda bîne, çawa îfade dike?
22 Mirov di bihiştê de wê bi van tiştan û hê gelek tiştên mîna wan, bên bi bereketkirin. Zebûr 145:16 derheqê Xweda de weha dibêje: “Tu [Xweda] destê xwe vedikî û hemû bicanan, li gor xwestinên xwe têr dikî.” Êdî divê mirov li vê ravekirina pêxamberîtiya Pirtûka Pîroz şaş nemîne: “Dê yên dilnizm, welat bi mêrasî bigrin û zewqa aramiyek kûr tahm bikin. Dê yên rast, welat bi mêrasî bigrin û li wir heta bêdawîbûnê rûnin” (Zebûr 37:11, 29).
Telafîkirina rabirdûyê
23. Padîşahiya Xweda ya ezmanî, çawa wê tevahiya êşên ku me kişandine telafî bike?
23 Rêveberiya Padîşahiya Xweda ya li ezmanan, wê tevahiya ziyana ku di pêvejoya şeş hezar salên bihurî de, ji malbata mirovî re hatiye dayîn telafî bike. Hingê şahiya ku bê hîskirin, wê ji wan êşan, ên ku mirovan kişandine zehf girantir be. Hîç tu bîranîneke xemgînker, a derheqê êşên ku di paşerojê de hatine kişandin, wê jiyanê bi keder neke. Fikirên avaker û çalakî, wê ji bo jiyana mirovan a rojane bibin rewşa normal û ew, di pêvejoya demê de wê bîranînên tehl xîz bikin.
24, 25. (a) Îşaya pêkhatina çi ji pêş ve ragihand? (b) Çima em dikarin emîn bin, ku bîranînên paşerojê yên ku xemgîniyê didin wê xîz bim?
24 Xwedayê ku xema mirovan dixwe weha vedibêje: “Ji ber ku a vay, ez ezmanên nû [hikumeteke nû ya ezmanî, ya ku li ser mirovahiyê seltenat dike] û erdên nû [civaka mirovî ya rastdar] diafirînim û dê bîranîna tiştên berê neyên kirin û neyên ramanê. Hew hûnê bi afirandina min ve kêfxweş bibin û abadîn bi kêfxweşiyê ve bicoşin.” “Hemû dinya di aramiyê de û bêdeng; nişka ve bi sitrandinê dicoşin” (Îşaya 14:7; 65:17, 18).
25 Bi vî awayî wê Xweda bi navgîniya Padîşahiya xwe ya ezmanan, vê rewşa xerab a ku demeke zehf dirêj e, berdewam dike, bi tevahî li bervajiyê wê biguhere. Ewê bi navgîniya barandina wan nîmetan, ên ku wê wan êşên berê, yên ku me kişandine bi zêdehî telafî bikin, nîşan bide ku ew herheyî xema me dixwe. Hingê tengahî û pirsgirêkên berê wê ji hişê me xîz bibin — heta ewê hîç neyên fikir û ramanên me jî.
26. Xweda êşên ku me berê kişandine, ji bo çi wê telafî bike?
26 Belê, wê Xweda bi vî awayî êşên ku me di vê cîhanê de kişandine telafî bike. Xweda dizane, ku welidîna me ya bi awayeke nekamil ne sûcê me ye, çimkî me nekamiltî ji dê û bavê xwe yê pêşî mîras stand. Û ev yek ne sûcê me ye, ku em di cîhaneke şeytanî de hatine heyatê, çimkî heger Adem û Hewa sadiq bimana, emê ji dêla vê di bihiştê de biwelidîna. Bi vî awayî wê Xweda bi şewqeteke mezin, wê paşeroja xerab a ku em jiyane, bi zêdehî telafî bike.
27. Di cîhana nû de, kîjan pêxamberîtî wê bi awayeke şahane pêk bên?
27 Mirovahî wê di cîhana nû de, vê azadiya ku di Romayî 8:21, 22-yan de, ji berê ve hatiye ragihandin tam bike: “Afirandin bi xwe jî, wê ji xulamtiya rizîbûnê azad bibe û bigihîje azadiya zarokên Xwedê ya bi rûmet. Çimkî em dizanin ku tevahiya afirandinê heta niha bi hev re dinale û wek êşa zarokanînê êşê dikişîne.” Wê çaxê wê mirov pêkhatina tam a vê duayê bibînin. “Bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, bila li ser rûyê erdê jî bê cih” (Metta 6:10). Rewşa bihişta şahane, ya li ser rûyê erdê, wê wêneyekî neynikî, yê wê rewşa ku li ezmên e, bibiriqîne.
[Wêneyên li rûpela 23]
Di cîhana nû de, kesên pîr wê hêza ciwantiya xwe ya tam dîsa bistînin
[Wêneyê li rûpela 24]
Di cîhana nû de, tevahiya nexweşî û kulekî wê ji holê bên rakirin
[Wêneyê li rûpela 25]
Di cîhana nû de, yên mirî wê bên vejandin
[Wêneyê li rûpela 26]
’Ewê êdî cengê hîn nebin’
[Wêneyên li rûpela 27]
Di bihiştê de, wê mirov û heywan bi hev re di nav aştiyeke heqîqî de bijîn
[Wêneyê li rûpela 27]
’Wê Xwedê destê xwe vebike û daxwazê her afirandiyê zindî têr bike’
[Wêneyê li rûpela 28]
Padîşahiya Xweda ya ezmanî, wê tevahiya êşên ku me kişandine telafî bike