KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • pr beş 8 r. 29-31
  • Di bihişta zemînî de herdem bijîn

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Di bihişta zemînî de herdem bijîn
  • Armanca jiyanê çi ye? Hûn çawa dikarin wê peyda bikin?
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Mirov Di Aştî û Selametiya Kamil De
  • Di Nav Mirov û Heywanan De Aştî
  • Selametiya Kamil, Jiyana Herheyî
  • Mirî Şûnda Tên Jiyanê
  • Zemîn, Bihişta Firehiya Bereketan
  • Bo Herkesî Mesken û Şûnwarê Minasib
  • Hûn Dikarin Herdem Di Bihiştê De Bijîn
  • Cîhana nû ya şahane ya ku ji aliyê Xweda ve tê teşkîlkirin
    Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
  • Ceneta li ser Rûyê Erdê Pir Nêzîk Bûye!
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2021
Armanca jiyanê çi ye? Hûn çawa dikarin wê peyda bikin?
pr beş 8 r. 29-31

Beşa 8

Di bihişta zemînî de herdem bijîn

1, 2. Wê jiyan di bin hukûmeta padîşahiya Xwedê de çawa be?

1 Çaxa ku Xwedê, xerabî derd û eziyet ji rûyê zemîn di bin de tune bike û dunyayek nû bi destê hukûmdariya xwe ya pirhez pêk bîne, wê jiyan çawa be? Xwedê sozê dide ku, ‘ew destê xwe vedike û hemû bicanan, li gor xwestinên xwe têr dike’ (Zebûr 145:16).

2 Dilbijên minasibên we çi ne? Ma gelo em naxwazin di jiyanek bextewer, kar û îşê bi qîmet, bereketa madî, cîhwarê xweşik, di navbera hemû mirovan de aştî û selametî, û ji bêedaletî, derd û eziyet, û ji mirinê rizgarbûn de bin? Û wekî din wê dilxweşiya ku li bendebûna tiştên ruhanî çawa be? Wê ev gişt di bin hukûmdariya Padîşahiya Xwedê de zû pêk bên. Ji kerema xwe re bala xwe bide van pêxembertiyên, bereketên şahaneyên dunya nû, ku li pêş me ne.

Mirov Di Aştî û Selametiya Kamil De

3-6. Em çawa dikarin ewle bin ku, wê mirovên dunya nû di aştiyê de bijîn?

3 “[Xwedê] li çar hawir dorê rûyê erdê şeran disekinîne, kevanan dişikîne û riman perçe dike û mertalan dişewitîne” (Zebûr 46:9).

4 “Dê ew şûrên xwe bikin hesinên qanikê [gîsin] û rimên xwe jî bikin kêrên rezvanan; dê gel ji gel re şûr hilnede û dê êdî hînî cengê nebin” (Îşaya 2:4).

5 “Lê belê dê yên dilnizm, welat bi mêrasî bigirin û zewqa aramiyek kûr tahm bikin” (Zebûr 37:11).

6 “Hemû dinya di aramiyê de û bêdeng in; nişka ve bi strandinê dicoşin” (Îşaya 14:7).

Di Nav Mirov û Heywanan De Aştî

7, 8. Wê di nava mirovan û heywanan de aştî çawa çêbe?

7 “Dê gur tevî berxikê rûne û piling tevî karekê rakeve û golik û şêrê ciwan û ganêrê xurt li cem hev bin û dê lawikek biçûk wan bajo. Û dê hirç û çêlek pev re biçêrin; dê çêlikên wan pev re rakevin û şêr mîna ga ka bixwe. Û dê zarokê pêsîrê li ser qula marê reş bilîze û zarokê ku ji şîr ve hatiye qut kirin, dê destê xwe deyne ser quntara margîskê. Dê di hemû çiyayê minî pîroz de xesarê nedin û helak nekin” (Îşaya 11:6-9).

8 “Ezê wê rojê ... heywanên li beyar û ... çivîkên li ezman û zindiyên di axê de dijîn ... wan di nava ewlekariyê de razînim” (Hoşeya 2:18).

Selametiya Kamil, Jiyana Herheyî

9-14. Wê di dunya nû de tenduristiya mirovan çawa be?

9 “Dê wê gavê çavên koran vebin, guhên kerran jî vebin. Wê gavê dê zilamê qop mîna askê hol bibe û dê zimanê yê lal bistrê” (Îşaya 35:5, 6).

10 “Ewê [Xwedê] ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin” (Peyxam 21:4).

11 “Û yê ku li wir rûdine, dê nebêje: ‘Ez nexweşim’” (Îşaya 33:24).

12 “Goştê wî ji yê zarok ve tezetir dibe; vedigere rojên xwe yî ciwaniyê” (Eyûb 33:25).

13 “Diyariya Xwedê, bi Xudanê me Mesîh Îsa jiyana herheyî ye” (Romayî 6:23).

14 “Her kesê ku baweriyê bi wî bîne [wê] ... jiyana wî ya herheyî hebe” (Yûhenna 3:16).

Mirî Şûnda Tên Jiyanê

15-17. Bo miriyan kîjan hêvî heye?

15 “Vejîna yên rast û nerast wê çêbe” (Karên Şandiyan 24:15).

16 “Çimkî ew wext tê ku hemû kesên di goran de [di bîranîna Xwedê de], wê dengê wî bibihîzin û derkevin” (Yûhenna 5:28, 29).

17 “Deryayê ew miriyên ku di wê de bûn dan; mirinî û diyarê miriyan jî ew miriyên ku di wan de bûn, dan” (Peyxam 20:13).

Zemîn, Bihişta Firehiya Bereketan

18-22. Wê li ser temamê rûyê zemîn guherandinek çawa çê bibe?

18 “Ezê baranê di wextê wê de bibarînim; dê bibin baranên berdariyê û dê darê beyarê mêwa xwe bide û erd berê xwe bide û dê li ser axên xwe di ewlekariyê de bin” (Hêzekîêl 34:26, 27).

19 “Erd dexlê xwe da; Xwedê, Xwedayê me, me pîroz dike” (Zebûr 67:6).

20 “Dê çol û cîhê şorex kêfxweş bibin û beyar kêfxweş bibe û mîna nêrgizê dê bi çîçeg bibe” (Îşaya 35:1).

21 “Dê çiya û gir li ber wê dest bi sitranê bikin û dê hemû darên beyar dest bi lêxistina çepikan bixin. Dê li dêvla deviyê [dirî] qaj [çam] derkeve û li dêvla gezokê mûtik derkeve” (Îşaya 55:12, 13).

22 “Tê îro bi min re di bihiştê de bî!” (Lûqa 23:43).

Bo Herkesî Mesken û Şûnwarê Minasib

23, 24. Em çawa dikarin ewle bibin ku, bo her kesî wê mesken û şûnwarên minasib hebin?

23 “Û dê xaniyan ava bikin û rûnin û rezan deynin û mêwa wê bixwin ... Dê ew ava bikin û wekî din kes rûnenê; ... dê karên destên xwe kevn bikin. Dê li cîhê vala keda xwe nedin û bona bêtariyê dê zarokan neynin dinê” (Îşaya 65:21-23).

24 “Lê belê dê her kes di bin mêwa xwe de û di bin darê xwe yî hêjîrê de rûnin û yê ku wan bitirsîne tune be” (Mîka 4:4).

Hûn Dikarin Herdem Di Bihiştê De Bijîn

25. Em xwediyê kîjan paşerojê ne?

25 Çi paşerojek şahane! Belê, eger hêviya me zexm û şidandî be ku, derdên îro wê di dunya nûya Xwedê de tunebin, jiyana me dikare îro xwedî mexsed û armanc be. “Dê bîranîna tiştên berê neyên kirin û neyên ramanê” (Îşaya 65:17). Çaxa em bizanibin ku wê jiyan tu carî dawî lê neyê, ev çiqas xemrevinek mezin e. “[Xwedê] abadîn mirinê daqurtand” (Îşaya 25:8).

26. Kilîda bo jiyana herheyî, ku wê di dunya nû de çê bibe, çi ye?

26 Gelo hûn dixwazin di bihişta dunya nû de, ku vê gavê pir nêzîk e, herdem bijîn? Dibe ku hûn bipirsin: ‘Çi gerek e ez bikim da ku ez di dawiya vê dunyayê de xelas bim û têkevim dunya wî ya nû?’ Lazim e hûn li gor dua Îsa Mesîh tevbigerin ku, ew dibêje: “Jiyana herheyî jî ev e: Ku ew bizanin tu bi tenê Xwedayê rast î, te û Îsa Mesîhê ku te şandiye nas bikin” (Yûhenna 17:3).

27. Da ku em hevparê armanca Xwedê bin, çi lazim e em bikin?

27 Loma, ji xwe re çapek Pirtûka Pîrozê peyda bikin, û her tiştê ku we di vê berhevokê de xwandiye bi wan re muqayese bikin. Li wan kesên ku rastiyên Pirtûka Pîrozê bi dest xistine û hînî kesên din dikin bigerin. Ji dîn û olên ku bi durûtî tev digerin, ewên ku hîndarî û rêveçûnên wan hevdû nagirin, dûr bimînin. Hûn jî wek milyonan kesên ku, daxwazî û viyana Xwedê li gor armanca wî pêk tînin, hîn bibin. Li gor wê armancê, wê mirov herdem di bihiştê de li ser rûyê zemîn bijîn. Bînin bîra xwe ku gotina Xwedê, ewa ku peyxama Xwedê ye, li ser paşeroja nêzîk vê gotinê tîne ziman: “Îcar dinya û xwesteka wê derbas dibe, lê yê ku daxwaza Xwedê dike her û her dijî” (1. Yûhenna 2:17).

[Wêneyê li rûpela 31]

Armanca Xwedê ku, bihiştek zemînî çê bibe, wê zû pêk bê

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne