KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • rq ders 2 r. 4-5
  • Xwedê Kîye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Xwedê Kîye?
  • Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Xwedê bi Rastî Kî ye?
    Mizgîna Xwedê
  • Xwedayê Me Xwe bi Me Dide Nasîn
    Îmana Rasteqîn Bextewer Dike
  • Xwedê bi Rastî Kî ye?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Gerek Em ji Xwedê re Çawa Îbadetê Bikin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Zêdetir Bibîne
Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
rq ders 2 r. 4-5

Ders 2

Xwedê Kîye?

Xwedê rast kî ye, û navê wî çî ye? (1, 2)

Laş yan bedena wî çawa ye? (3)

Babetî wî yê taybetî kîjanin? (4)

Gelo pêwîste em di perestina bo Xwedê sûretan yan nîşanan bikarbînin? (5)

Du riyên ku mirov karibin Xwedê nas bikin kîjanin? (6)

1. Mirov peresdarên pir tiştanin. Lê belê Pirtûka Pîroz ji me re dibêje, tenê Xwedêyek RAST heye. Her tiştên li ezmanan û li ser erdê ne, wî afirandî ye. Jiber ku wî jîyan dayî me, pêwîste ku em peresdarên wî bin.—1. Korîntî 8:5, 6; Peyxam 4:11.

2. Her çiqas unwanên Xwedê pir bin jî, lêbelê navê wî tenê yek e. Ew nav YAHOWA ye. Ev nava ji piraniyên tercimeyan hatin derxistin û di dewsa wî de unwanên REB yan XWEDÊ hatiye nivîsandin. Lê çaxa Pirtûka Pîroz hatibû nivîsand, tê de navê Yahowa nêzîkî 7,000 caran derbaz dibû!—2. Mûsa 3:15; Zebûr 83:18.

3. Laş yan bedenek Yahowa heye, lêbelê laşê wî ji ya me temamî cuda ye. Pirtûka Pîroz dibêje: “Xwedê ruh e.” (Yûhenna 4:24) Yek ruh, şiklê jîyanek ji ya me pir bilindtir e. Hîç mirovekî Xwedê nedîti ye. Yahowa li ezmanan dijî, lêbelê dikare her tiştî bibîne. (Zebûr 11:4, 5; Yûhenna 1:18) Erê, lê ruhê pîroz çiye? Ruhê pîroz wekî Xwedê şexsek nîne, lê belê hêza Xwedê ya çalak pirkar e.—Zebûr 104:30.

4. Pirtûka Pîroz şexsîyeta Yahowa ji me re eşkere dike. Ew bi taybetî nîşanên şexsîyeta wî dide naskirin: Muhebet yanî hez, edalet, hîkmet û qudret. (5. Mûsa 32:4; Eyûb 12:13; Îşaya 40:26; 1. Yûhenna 4:8) Pirtûka Pîroz viya jî ji me re dibêje, ku ew dilovan, hevalbend, bexşinde, comerd û bisebir e. Wekî zaroyên îtaetkar pêwîste ku em wî ji xwe re wekî mînak bibînin.—Efesî 5:1, 2.

5. Ma gelo gerek e, em di perestina xwe de li ber sûret yan nîşanan secde bin yan ji wan re dua û lavan bikin? Na! (2. Mûsa 20:4, 5) Yahowa dibêje, gereke em tenê peresdarên wî bin. Ew mezinatiya xwe ne bi tu kesî, ne jî bi tu tiştî parve dike. Sûret nikarin alîkariya me bikin, jiber ku ew bêqudretin.—Zebûr 115:4-8; Îşaya 42:8.

6. Çawa em dikarin Xwedê baştir nasbikin? Yek rê ev e, çaxa em li tiştên wî yên afirandî ye binêrin û li ser wan bifikirin, ka ew ji me re çi dibêjin. Xilqeta Xwedê afirandî ye, îsbatên qudret û hîkmeta wî ne. Di her tiştên ku wî çêkirî ye, em heza wî dibînin. (Zebûr 19:1-6; Romayî 1:20) Riyekî din jî ev e ku em li ser Xwedê bêtir bizanibin, vekolîna Pirtûka Pîrozê e. Ew xwe di Pirtûka Pîroz de ji me re bêtir dide naskirin ka ew Xwedêkî çawa ye. Xwedê di wir de daxwaziya xwe û ji me çi dixwaze jî dibêje.—Amos 3:7; 2. Tîmotêyos 3:16, 17.

[Wêneyên li rûpela 5]

Em dikarin Xwedê bi tiştên wî afirandî ye û Pirtûka Pîroz nasbikin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne