KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • rq ders 11 r. 22-23
  • Hînkirin û Edetên Ku Xwedê Dilxweş Nakin

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Hînkirin û Edetên Ku Xwedê Dilxweş Nakin
  • Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Ji Xwedê re Xizmet Bike
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
rq ders 11 r. 22-23

Ders 11

Hînkirin û Edetên Ku Xwedê Dilxweş Nakin

Kîjan hînkirinên baweriyê û edet şaşin? (1)

Gelo gerek e mesîhî bawermendên Xwedê sêyekanê yan teslîsê bin? (2)

Çima mesîhiyên rast ne cejna zayînê ne pasqalê ne jî roja bûyinê pîroz dikin? (3, 4)

Gelo mirî dikarin zererê bidin zindiyan? (5)

Gelo Îsa li ser xaçê can da? (6)

Xwedê dilxweşkirin çiqas girîng û mihîm e? (7)

1. Hemû bawerî û edet xirab nînin. Lê eger çavkaniya wan di nav dîn yan olê sexte de bin, yan ew li dijî hînkirinên Pirtûka Pîroz bin, Xwedê ji wan re raya xwe nade.—Metta 15:6.

2. Sêyekane: Gelo Yahowa, Xwedê sêyekane yanî—Xwedêyek di sê kesan de ye? Na! Yahowa ku ew bav e, ‘ew tenê Xwedê rast e.’ (Yûhenna 17:3; Marqos 12:29) Îsa kurê wî yê nûxurî ye, û ew tabî û girêdayî Xwedê ye. (1. Korîntî 11:3) Bav ji kur mezintir e. (Yûhenna 14:28) Ruhulqudus yanî ruhê pîroz ne kes e; ew hêza Xwedê ya karêger û xebatkar e.—1. Mûsa 1:2; Karên Şandiyan 2:18.

3. Cejna Zayînê û cejna pasqalê: Bûyîn yan zayîna Îsa di 25’ê Berfanbar yan Kanûnê de nebû. Ew di demsala ku şivan bi keriyê pezê xwe diçin şevînê, nêzîkî 1’ê Kewçêr yan cotmehê de ji deya xwe bûye. (Lûqa 2:8-12) Îsa tucar ji mesîhiyan re ferman nekir, ku ew di roja bûyîna wî de cejnê bikin. Di dewsa wê de wî ji şagirtên xwe re ferman kir, ku ew bîranîna roja mirina wî bikin. (Lûqa 22:19, 20) Cejna zayînê û çi edetên peyve girêdayî ne çavkaniya wan di nav dîn û olê sexte yên kevn de ne. Ev, ji bo hêk û kerguh di edetên pasqalê de tên bikaranîn jî wisa ye. Wekî mesîhiyên pêşîn, îro mesîhiyên rast jî ne cejna zayînê ne jî cejna pasqalê pîroz dikin.

4. Rojên Bûyinê: Tenê du rojên bûyinê di Pirtûka Pîroz de tê gotin, ku ew kesên ji Yahowa re peresdar nebûn pîroz dikirin. (1. Mûsa 40:20-22; Marqos 6:21, 22, 24-27) Mesîhiyên pêşîn roja bûyinê yan zayînê pîroz ne dikirin. Çavkaniya edeta pîrozkirina roja bûyinê di nav olê sexte yê kevn de ye. Mesîhiyên rast di salê de di demên din, diyarî û xelatan didin hev û bihev re kat û wextên xweş derbaz dikin.

5. Tirs ji Miriyan: Mirî ne dikarin tiştekî bikin ne jî dikarin bi tiştekî bihesîn. Em nikarin ji wan re alîkariyê bikin, û ew jî nikarin zererê bidin me. (Zebûr 146:4; Waiz 9:5, 10) Dema mirov bimirê, piştî mirinê ruhê wî najî. (Hêzekîêl 18:4) Lê belê carcaran ferîşteyên xirabên jê re dêw tên gotin, xwe bi ruhên miriyan didin naskirin. Eger edetek bi­xwaze ku em ji miriyan bitirsin yan peresdarên wan bin, ew şaş e.—Îşaya 8:19.

6. Xaç: Îsa li ser xaçê nemir. Ew li ser sing yan stunekî mir. Peyiv yan bêjeya Yunanî ya “xaç,” ku di gelek tercimeyên Pirtûka Pîroz de tê nivîsandin, mana wê ya esil perçeyek dar yan êzing e. Çavkaniya nîşana xaçê, ji olên sexte yên kevn tê. Di perestina mesîhiyên sedsala pêşîn de bi­karanîna xaçê tunebû. Gelo li gor dîtinên we, bikaranîna xaçê rast e?—5. Mûsa 7:26; 1. Korîntî 10:14.

7. Dibe ku ji van bîrûbawerî û edetan devberdan dijwar û çetin be. Dibe xizm û hevalên we nehêlin, ku hûn baweriya xwe biguhêrin. Lê belê dilxweşkirina Xwedê ji dilxweşkirina mirovan girîngtir e.—Methelokên Silêman 29:25; Metta 10:36, 37.

[Wêneyê li rûpela 22]

Xwedê ne Xwedê sêyekane ye

[Wêneyê li rûpela 23]

Çavkaniya cejna zayînê û pasqalê ji nav olê sextê yê kevn tê

[Wêneyê li rûpela 23]

Bo ji miriyan tirs û peresdarbûna wan hîç sebeb tune ye

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne