DERS 99
Nobedarek Rastiyê Nas Dike
Li Filîpiyê keçikeke xizmetkar a ku bi cinekî ketibû hebû. Wî cinî keçik wek falbaz bi kar dianî. Bi vê yekê wê ji axayên xwe re gelek pere qezenc dikir. Gava Pawlos û Sîlas gihîştin Filîpiyê, keçik gelek rojan li pey wan diçû. Keçikê di bin tesîra cinan de bang dikir: “Ev mirov xulamên Xwedayê Jorîn in!” Di dawiyê de Pawlos ji cin re got: ‘Bi navê Îsa, ji wê derkeve!’ Di cih de cin dev ji wê berda.
Gava axayên keçikê fehm kir ku ew êdî nikare pereyan qezenc bikin, ew pir qehirîn. Wan Pawlos û Sîlas girtin û birin cem memûrên mezin. Wan got: ‘Ev zilam guh nadin qanûnê û aştiya bajarê me xera dikin!’ Memûran emir da ku ew li Pawlos û Sîlas bixin û wan bavêjin hebsê. Îcar nobedar ew di hebsê de kirin cihê herî kûr û tarî û lingên wan girêdan.
Di nîvê şevê de Pawlos û Sîlas bi kilaman pesnê Yehowa dida. Girtiyên din jî guhdariya wan dikir. Ji nişka ve erdhejeke xurt çêbû û hebs ji serî heta binî hejiya. Di cih de hem deriyên hebsê hem jî dest û lingên girtiyan vebûn. Nobedar bi ecele çû hundirê hebsê. Gava wî dît ku deriyên hebsê vekirî ne, ew fikirî ku hemû girtî reviyane. Loma wî şûrê xwe kişand û xwest xwe bikuje.
Di cih de Pawlos bang kir: “Zerarê nede xwe, em gişt li vir in.” Nobedar bi ecele ket hundir û xwe li ber Pawlos û Sîlas avêt erdê. Wî ji wan pirsî: ‘Ji bo ku ez xelas bibim, gerek ez çi bikim?’ Wan ji nobedar re got: ‘Gerek tu û maliyên xwe îmana xwe bi Îsa bînin.’ Piştre Pawlos û Sîlas ji wan re behsa gotina Yehowa kir û nobedar û hemû maliyên wî vaftîz bûn.
“Lê berî ku ev hemû tişt çêbin, mirov wê li dijî we rabin û zilmê li we bikin, ewê we teslîmî sînagogan bikin û we bavêjin hebsê. Ji ber navê min, ewê we bidin destê padîşah û waliyan. Bi vî awayî hûnê bikarin şahidiyê bidin” (Lûqa 21:12, 13).