KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 102 r. 236-r. 237 p. 2
  • Dîtiniyên Yûhena

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Dîtiniyên Yûhena
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Bihişt dîsa tê damezrandin!
    Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Elaleteke Mezin a ku Tu Kes Nikare Bihejmêre
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 102 r. 236-r. 237 p. 2
Şandî Yûhena kitêba Peyxamê dinivîse

DERS 102

Dîtiniyên Yûhena

Yûhenayê şandî li girava Patmosê girtî bû. Îsa li ser tiştên ku wê di pêşerojê de biqewimin 16 dîtinî, yanî resim nîşanî wî dan. Di van resiman de Yûhena dît ku navê Yehowa wê çawa bê pîrozkirin, Hukimdariya wî wê çawa bê û daxwaza wî wê çawa wek li ezmên li ser rûyê erdê jî bê cih.

Di resimekî de, Yûhena dît ku Yehowa li ezmanan li ser textê xwe yê birûmet rûniştiye. Li dora wî 24 rîspî hebûn. Wan kirasên spî li xwe kiribûn û li ser serên wan tacên zêrîn hebûn. Ji textê Yehowa birûsk û dengê gurmîna ewran dihatin. Hemû 24 rîspiyan xwe li ber Yehowa ditewandin û ji wî re îbadet dikir. Di resimekî din de, Yûhena komeke mezin a xelkê dît. Ev kes ji hemû milet, gel û zimanan bûn û ji Yehowa re îbadet dikir. Berx, yanî Îsa şivantiya wan dikir û ew ber bi ava jiyanê ve dibirin. Di resimekî din de, Îsa li ezmanan bû Padîşah û bi 24 rîspiyan re dest bi hukimdariyê kir. Îcar di resimekî din de, Yûhena dît ku Îsa bi ejder, yanî bi Şeytan û cinên wî re şer dike. Îsa ew ji ezmanan avêtin ser rûyê erdê.

Îsa û 144.000 kesên din li ser Çiyayê Siyonê

Piştre Yûhena di resimekî xweşik de dît ku Berx û 144.000 kesên din li ser Çiyayê Siyonê sekinî ne. Wekî din, wî dît ku melekek li dora dinyayê difire û ji mirovan re dibêje ku bila ew ji Xwedê bitirsin û rûmetê bidin wî.

Di resimekî din de, Yûhena şerê Harmegedonê dît. Di vî şerî de, Îsa û ordiya wî zora sîstema xerab a Îblîs bir. Di resimê dawîn de, Yûhena dît ku li erdê û ezmanan aştî heye. Îblîs û piştgirên wî bi temamî hatin tunekirin. Wê çaxê li erdê û ezmanan her kesî navê Yehowa pîroz dikir û tenê ji wî re îbadet dikir.

“Ezê dijminatiyê bixim navbera te û jinê, navbera ziriyeta te û ya wê. Wê serê te biperçiqîne, tê jî êrîşî pehniya wî bikî” (1. Mûsa 3:15).

Pirs: Îsa çend dîtînî nîşanî Yûhena dan? Di şerê Harmegedonê de, Îsa wê çi bike?

Peyxam 1:1-3; 4:1-11; 7:4, 9-17; 11:15-18; 12:5-12; 14:6, 7; 16:14, 16; 21:5

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne