KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lmd ders 7
  • Bixîret Be

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Bixîret Be
  • Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Pawlos Çi Kir?
  • Em Dikarin ji Pawlos Çi Bielimin?
  • Wek Pawlos Bike
  • Dilnizm Be
    Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
  • Bi Kesên Din re Eleqedar Be
    Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
  • Bisebir Be
    Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
  • “Ez ji Xwîna Her Kesî” Paqij im
    Li ser Padîşahiya Xwedê Şahidiyeke Baş Bidin
Zêdetir Bibîne
Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
lmd ders 7

ZIYARETAN DUBARE BIKE

Pawlosê şandî di dersxaneyekê de mizgînê dide komeke mirovan.

Karên Şandiyan 19:8-10

DERS 7

Bixîret Be

Prensîp: “Wan dev jê berneda ku her roj … hîn bikin û Mizgîniyê bidin” (Karên Şandiyan 5:42).

Pawlos Çi Kir?

Pawlosê şandî di dersxaneyekê de mizgînê dide komeke mirovan.

VÎDEO: Pawlos di Bajarê Efesê de bi Xîret Xebera Xêrê Belav Dike

1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Karên Şandiyan 19:8-10 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:

  1. Gava Pawlos xebera xêrê belav dikir, wî çawa ev yek bi xîret dikir?

  2. Pawlos kesên eleqedar çend caran ziyaret dikirin, û dersên wan çi qas wext dikişand?

Em Dikarin ji Pawlos Çi Bielimin?

2. Ji bo ku em ziyaretên baş bikin û ku em bi mirovan re dest bi kursên Kitêba Pîroz bikin, gerek em wext û qeweta xwe xerc bikin.

Wek Pawlos Bike

3. Bernameya xwe li gor kesên eleqedar eyar bike. Ji xwe wisa bipirse: “Gelo kengê û li ku derê ez dikarim xwe bigihînim wî kesî? Kîjan wext û cih ji bo wî minasib be?” Eger ev yek ji bo te zor be jî, hazir be ku tu bernameya xwe li gor wî eyar bikî.

4. Ji bo sohbeteke din planê çêke. Li dawiya her sohbetê, saet û wexta ji bo sohbeta din eyar bike. Û ji soza xwe dernekeve.

5. Hêviya xwe qut neke. Eger em kesê eleqedar kêm li malê bibînin yan ew tim dibêje ku ‘ez mijûl im’, nefikire ku eleqeya wî bi Kitêba Pîroz tune ye (1. Kor. 13:4, 7). Xîret bike ku tu xwe bigihînî wî kesî, lê piştî wextekê, qeweta xwe boş xerc neke (1. Kor. 9:26).

LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE

Kar. 10:42; 1. Kor. 9:22, 23; 2. Kor. 4:1; Gal. 6:9

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne