MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 11
KILAM 57 Mizgînê Bê Pêşhukim Belav Bike
Wek Îsa Mesîh Mizgîniyê bi Xîret Belav Bike
“Efendiyê me … ew didu didu di pêşiya xwe de şandin her bajar û cihê ku wî bi xwe dixwest here” (LÛQA 10:1).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bala xwe bidin çar sebebên xîreta Îsa Mesîh û emê bibînin ku em çawa dikarin wî di xizmeta xwe de emsal bigirin.
1. Xizmetkarên Yehowa ji çi aliyî ve ji kesên din cuda ne?
XIZMETKARÊN Yehowa mizgîniyê bi dil û can belav dikin. Ji vî aliyî ve, ew ji kesên din, ên ku dibêjin ku ew Mesîhî ne, cuda ne (Tîtos 2:14). Lê belê, carinan belkî li me hêsan nayê ku em di xizmeta xwe de bixîret bin. Rîspiyekî jîr û jêhatî wisa got: “Car caran, daxwaza min qet tune ye ku ez mizgîniyê belav bikim.” Dibe ku em jî carinan mîna wî hîs bikin.
2. Carinan belkî çima zor e ku em xîreta xwe ya ji bo belavkirina mizgîniyê winda nekin?
2 Belkî herî zêde ne belavkirina mizgîniyê, lê cureyên din ên xizmeta pîroz li me xweş tên. Gelo çima? Gava em Salonên Îbadetê ava dikin, piştî felaketan alî xwişk û birayan dikin yan dilê xwişk û birayan xurt dikin, em netîceyên baş ên keda xwe zû dibînin. Wexta ku em bi xwişk û birayên xwe dixebitin, em di nav hizûrê de ne, û em ji hevdû hez dikin û dizanin ku ew qîmetê didin xîreta me. Ji aliyê din ve, dibe ku em mizgîniyê bi salan li eynî cihî belav dikin, û yên ku guh didin me hindik in. Bi ser de, dibe ku hin kes xebera xêrê bi sertî red dikin. Wekî din, em dizanin ku her ku em nêzîktirî dawiya vê dinyayê dibin, dibe ku em zêdetir rastî muxalefetê bên (Meta 10:22). Ji bo ku em xîreta xwe winda nekin, lê hê jî bixîrettir bin, gelo em dikarin çi bikin?
3. Lûqa 13:6-9 di heqê xîreta Îsa Mesîh de çi nîşan dide?
3 Mîsala Îsa Mesîh dikare alî me bike ku em xîreta xwe winda nekin. Wî her ku diçû hê jî zêdetir xizmet dikir (Lûqa 13:6-9 bixwîne). Wek zilamê ku sê sal li bendê bû ku berê dara xwe ya hêjîrê bistîne, lê nestand, Îsa Mesîh teqrîben sê sal ji Cihûyan re behsa mizgîniyê kir, lê piraniya wan guh neda wî. Lê çawa ku zilamê di çîrokê de hêviya xwe winda nekir ku dara hêjîrê ber bide, Îsa Mesîh jî hêviya xwe winda nedikir ku mirov wê guh bidin mizgîniyê. Loma, ew di xizmeta xwe de sist nebû, lê xîreta xwe zêde kir ku bigihîje dilê wan.
4. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin kîjan çar nuqteyan?
4 Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku Îsa Mesîh bi xisûsî di şeş mehên dawîn ên jiyana xwe ya li dinyayê de çawa bi xîret xizmet dikir. Ji bo ku em xîreta xwe winda nekin, gerek em hem guh bidin gotinên wî hem jî kirinên wî ji xwe re emsal bigirin. Niha, emê li ser van çar nuqteyan bisekinin: (1) Îsa Mesîh bala xwe dida daxwaza Yehowa, (2) wî bala xwe dida wê ku Nivîsarên Pîroz ji berê ve çi gotibû, (3) wî xwe dispart Yehowa û (4) wî hêviya xwe winda nedikir ku hin kes wê guh bidin wî.
ÎSA MESÎH BALA XWE DIDA DAXWAZA YEHOWA
5. Îsa Mesîh çawa bala xwe dida daxwaza Xwedê?
5 Îsa Mesîh “mizgîniya Hukimdariya Xwedê” bi xîret belav dikir, çimkî wî dizanibû ku Xwedê dixwaze ku ew vî îşî bike (Lûqa 4:43). Di jiyana xwe de, Îsa Mesîh ji her tiştî zêdetir bi xizmetê mijûl dibû. Nêzîkî dawiya xizmeta xwe jî, wî “gund bi gund û bajêr bi bajêr hîn dikir” (Lûqa 13:22). Wekî din, wî kesên din jî wek mizgînvan perwerde dikirin (Lûqa 10:1).
6. Ji hemû karên ku em ji bo Yehowa dikin, ê herî muhîm kîjan e? (Li resim jî binêre.)
6 Îro jî, belavkirina mizgîniyê karê herî muhîm e, yê ku Yehowa û Îsa Mesîh daye destê me (Meta 24:14; 28:19, 20). Her karê ku em ji bo Yehowa dikin bi belavkirina mizgîniyê ve girêdayî ye. Mesela, em Salonên Îbadetê ava dikin ku mirovên ku guh didin mizgîniyê bikarin li wê derê ji Yehowa re îbadetê bikin. Karê ku em li Beytelê dikin jî bi hewcedariyên belavkirina mizgîniyê ve girêdayî ye. Piştî felaketan, em alî xwişk û birayan dikin. Ev yek rê vedike ku ew dîsa herin civînan û mizgîniyê belav bikin. Eger em ji bîr nekin ku belavkirina mizgîniyê karê herî muhîm e, yê ku Yehowa dixwaze ku em pêk bînin, emê çi ji destê me tê bikin ku vî karî bikin. Rîspiyekî bi navê János, ê ku li Mecaristanê dijî, wisa dibêje: “Ez tim tînim bîra xwe ku tu karê din, ê ku em ji bo Yehowa dikin, cihê belavkirina mizgîniyê nagire. Karê meyî herî muhîm ev e.”
Îro, belavkirina mizgîniyê karê herî muhîm e, yê ku Yehowa û Îsa Mesîh dixwazin ku em bikin (Li paragrafa 6an binêre)
7. Yehowa çima dixwaze ku em dev ji belavkirina mizgîniyê bernedin? (1. Tîmotêyos 2:3, 4)
7 Ji bo ku xîreta me zêde bibe, gerek em bi çavê Yehowa li mirovan binêrin. Ew dixwaze ku mirov mizgîniyê bibihîzin û qebûl bikin (1. Tîmotêyos 2:3, 4 bixwîne). Ji bo vê, ew me perwerde dike ku em vê xebera muhîm bi awayekî hê jî baştir bigihînin wan. Mesela, broşûra Ji Mirovan Hez Bikin – Wan Bikin Şagirt nîşan dide ku em çawa dikarin bi mirovan re dest bi sohbetan bikin û alî wan bikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh. Eger ew niha guh nedin me jî, dibe ku ew berî dawiya tengasiya mezin werin ser rêya rastiyê. Tiştên ku em niha ji wan re dibêjin dikarin paşê alî wan bikin ku ew fikra xwe biguherînin. Lê ji bo vê, lazim e ku em dev ji belavkirina mizgîniyê bernedin.
ÎSA MESÎH BALA XWE DIDA GOTINÊN NIVÎSARÊN PÎROZ
8. Tiştên ku Îsa Mesîh ji Nivîsarên Pîroz dizanîn ser wî çawa tesîr dikir?
8 Îsa Mesîh fehm dikir ku tiştên ku Nivîsarên Pîroz ji berê ve gotibûn wê çawa bên cih. Mesela, wî dizanibû ku xizmeta wî wê bi tenê sê û nîv salan bikişîne (Danîêl 9:26, 27). Wekî din, wî dizanibû ku ev yek ku ewê kengê û çawa bimire, ji berê ve hatibû gotin (Lûqa 18:31-34). Ji ber ku wî bi van tiştan dizanî, wî wexta xwe bi awayê herî baş bi kar dianî. Loma, wî mizgînî bi xîret belav dikir ku karê ku jê re hatibû dayîn, xelas bike.
9. Gotinên Kitêba Pîroz çawa daxwaza me zêde dikin ku em mizgîniyê bi xîret belav bikin?
9 Ev yek ku em dizanin ku Kitêba Pîroz ji berê ve çi gotibû dikare alî me bike ku em mizgîniyê bi xîret belav bikin. Mesela, em dizanin ku dawiya vê dinyayê nêzîk e. Em dizanin ku halê dinyayê û xisûsiyetên însanan, ên ku em îro dibînin, di Kitêba Pîroz de ji berê ve hatibûn gotin û nîşan didin ku em di rojên dawîn de dijîn. Em dibînin ku dijminahiya di nav Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê û Rûsyayê de çawa tiştên ku Kitêba Pîroz ji berê ve di heqê padîşahê başûr û padîşahê bakur de gotibûn, tîne cih (Danîêl 11:40). Wekî din, em fehm dikin ku pêyên peykerê ku Danîêl 2:43-45 behsa wî dike, Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê temsîl dikin. Ji gotinên Kitêba Pîroz, em fehm dikin ku di demeke pir nêzîk de, Hukimdariya Xwedê wê hemû hukûmetên dinyayê ji holê rake. Bi saya van gotinên Kitêba Pîroz, em fehm dikin ku rojên me çima xisûsî ne û çima lazim e ku em mizgîniyê bi xîret belav bikin.
10. Gotinên Kitêba Pîroz bi kîjan awayên din xîreta me zêde dikin?
10 Wekî din, sozên Kitêba Pîroz pir xweş in, û em dixwazin ku kesên din jî wan bibihîzin. Xwişkeke bi navê Carrie, ya ku li Komara Domînîk dijî, wisa dibêje: “Sozên xweş, ên ku Yehowa ji bo pêşerojê dane, daxwaza min zêde dikin ku ez ji kesên din re jî behsa rastiyê bikim. Gava ez dibînim ku mirov rastî çi tengasiyan tên, ez fehm dikim ku sozên Yehowa ne tenê ji bo min, lê ji bo wan jî biqîmet in.” Gotinên Kitêba Pîroz nîşanî me didin ku Yehowa piştgiriya karê me dike. Ev yek daxwaza me zêde dike ku em dev ji belavkirina mizgîniyê bernedin. Xwişkeke bi navê Leila, ya ku li Mecaristanê dijî, wisa dibêje: “Gotinên Îşaya 11:6-9 alî min dikin ku ez mizgîniyê bidim kesên ku bi texmîna min qebûl nekin jî. Ez dizanim ku bi alîkariya Yehowa, her kes dikare were ser rêya rastiyê.” Birayekî bi navê Christopher, ê ku li Zambiyayê dijî, wisa dibêje: “Wek Marqos 13:10 ji berê ve gotibû, mizgînî li seranserê dinyayê belav dibe, û ez serbilind im ku di pêkhatina gotinên vê ayetê de, para min jî heye.” Gelo kîjan tiştên ku Kitêba Pîroz ji berê ve gotibûn alî te dikin ku tu dev ji belavkirina mizgîniyê bernedî?
ÎSA MESÎH XWE DISPART YEHOWA
11. Ji bo ku Îsa Mesîh mizgîniyê bi xîret belav bike, çima lazim bû ew xwe bispêre Yehowa? (Lûqa 12:49, 53)
11 Îsa Mesîh bawer bû ku di xizmetê de, Yehowa Xwedê wê piştgiriya wî bike. Ew her çi qas bi nezaket xeber dida jî, wî dizanibû ku hin kes wê ji ber mizgîniya Hukimdariya Xwedê hêrs bikevin û bi sertî muxalefetê bikin (Lûqa 12:49, 53 bixwîne). Ji ber xizmeta ku Îsa Mesîh dikir, alimên dînî çend caran dixwest ew bikuşta (Yûhena 8:59; 10:31, 39). Dîsa jî, Îsa Mesîh dev ji belavkirina mizgîniyê berneda, çimkî wî dizanibû ku Yehowa li kêleka wî ye. Wî got: “Ez ne bi tenê me, lê Bavê ku ez şandime bi min re ye. … Wî ez tenê nehiştime, çimkî ez her tim tiştên ku li wî xweş tên, dikim” (Yûhena 8:16, 29).
12. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku eger ew rastî zilmê bên, gerek ew çi bikin?
12 Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku bila ew xwe bispêrin Yehowa. Wî çend caran ji wan re got ku eger ew rastî zilmê bên, Yehowa wê alî wan bike (Meta 10:18-20; Lûqa 12:11, 12). Wekî din, wî ji wan re got ku bila ew bidîqat bin (Meta 10:16; Lûqa 10:3). Wî got ku eger kesek naxwaze guh bide wan, gerek ew zorê li wî kesî nedin (Lûqa 10:10, 11). Ji xeynî vê, wî got ku eger ew rastî zilmê bên, bila ew ji wê derê birevin (Meta 10:23). Îsa Mesîh bixîret bû û xwe dispart Yehowa, lê dîsa jî, çi qas ji destê wî dihat, wî xwe ji talûkeyan dûr digirt (Yûhena 11:53, 54).
13. Em çima dikarin bawer bin ku Yehowa wê alî me bike?
13 Ji bo ku em li hemberî zilmê dev ji belavkirina mizgîniyê bernedin, em hewceyî alîkariya Yehowa ne (Peyxam 12:17). Em çima bawer in ku Yehowa wê destekê bide me? Ka bala xwe bide duaya Îsa Mesîh, a ku di beşa 17an a kitêba Yûhena de nivîsî ye. Îsa Mesîh ji Yehowa xwest ku ew li şandiyan xwedî derkeve. Yehowa jî ev rica qebûl kir. Kitêba Karên Şandiyan nîşan dide ku Yehowa çawa alî şandiyan dikir ku ew mizgîniyê li hemberî zilmê bi xîret belav bikin. Di duaya xwe de, Îsa Mesîh ji Yehowa xwest ku bila ew li kesên ku guh didin mizgîniyê jî xwedî derkeve. Loma, çawa ku Yehowa alî şandiyan dikir, ewê alî te jî bike (Yûhena 17:11, 15, 20).
14. Em ji ku dizanin ku em dikarin mizgîniyê bi xîret belav bikin? (Li resim jî binêre.)
14 Her ku em nêzîktirî dawiya dinyayê bibin, dibe ku belavkirina mizgîniyê zortir bibe. Dîsa, Yehowa wê alî me bike ku em vî karî bixîret bikin (Lûqa 21:12-15). Wek Îsa Mesîh û şagirtên wî, em jî mizgîniyê bi darê zorê nadin qebûlkirin, û em bi mirovan re minaqeşe nakin. Gava belavkirina mizgîniyê li welatekî tê qedexekirin jî, xwişk û birayên me dev ji vî karî bernadin, çimkî ew xwe dispêrin Yehowa, ne qeweta xwe. Çawa ku Yehowa di sedsala yekê de qewet dida xizmetkarên xwe, ew îro jî qewetê dide me ku “Mizgînî bi tevahî bê gotin” û daxwaza wî bê cih (2. Tîmotêyos 4:17, Mizgînî). Em dikarin bawer bin ku eger em xwe bispêrin Yehowa, emê bikarin mizgîniyê bi xîret belav bikin.
Li welatên ku karê me qedexe ye jî, mizgînvanên bixîret li fersendan digerin ku behsa baweriya xwe bikin (Li paragrafa 14an binêre)a
ÎSA MESÎH BAWER BÛ KU HIN KES WÊ GUH BIDIN MIZGÎNIYÊ
15. Îsa Mesîh li xizmeta xwe çawa dinêrî?
15 Îsa Mesîh bawer bû ku hin kes wê guh bidin mizgîniyê. Loma, wî di xizmetê de dilxweşiya xwe winda nedikir. Mesela, P.M. nêzîkî dawiya sala 30yî, gava Îsa Mesîh dît ku gelek kes hazir in ku guh bidin mizgîniyê, wî ew şibandin zeviyeke ku zer bûye û êdî ji bo dirûnê hazir e (Yûhena 4:35). Teqrîben salek bi şûn de, wî ji şagirtên xwe re wisa got: “Şixulê dirûnê gelek e” (Meta 9:37, 38). Careke din jî wî wisa got: “Şixulê dirûnê gelek e …. Loma, ji Xwediyê dirûnê rica bikin ku ew paleyan bişîne şixulê xweyî dirûnê” (Lûqa 10:2). Belê, Îsa Mesîh her tim bawer bû ku hin kes wê guh bidin mizgîniyê, û gava wan guh dida, ew pir dilxweş dibû (Lûqa 10:21).
16. Mîsalên Îsa Mesîh çi nîşanî me didin? (Lûqa 13:18-21) (Li resim jî binêre.)
16 Îsa Mesîh bala şagirtên xwe dikişand ser netîceyên baş, ên ku dikarin bi saya belavkirina mizgîniyê bên meydanê, û vê yekê alî wan dikir ku ew xîreta xwe winda nekin. Ka bala xwe bide du mîsalên wî (Lûqa 13:18-21 bixwîne). Bi destê mîsala toximekî xerdelê, Îsa Mesîh nîşan da ku mizgîniya Hukimdariya Xwedê wê çawa belav bibe. Wekî din, wî got ku wek hevîrtirş, xebera li ser Hukimdariya Xwedê wê li her derê belav bibe û netîceyên baş, ên ku ji derve carinan zû xuya nakin, bîne meydanê. Bi vî awayî, Îsa Mesîh nîşanî şagirtên xwe da ku mizgîniya ku wan belav dikir wê serkeftî bibe.
Wek Îsa Mesîh, em bawer in ku hin kes wê guh bidin mizgîniyê (Li paragrafa 16an binêre)
17. Çima lazim e ku em li xizmeta xwe pozîtîf binêrin?
17 Gava em tînin ber çavê xwe ku mizgînî çawa alî mirovan dike, ev yek alî me dike ku em xîreta xwe winda nekin. Her sal, bi milyonan kesên eleqedar tên Bîranîna Mirina Îsa Mesîh û kursa Kitêba Pîroz distînin. Bi sed hezaran mirov tên vaftîzkirin û mizgîniyê bi me re belav dikin. Em nizanin ku ji niha û pê ve, çend mirov wê guh bidin mizgîniyê, lê em dizanin ku Yehowa komeke mezin top dike, ya ku wê di tengasiya mezin de sax bimîne (Peyxam 7:9, 14). Madem ku Xwediyê dirûnê bawer e ku gelek kes hene, yên ku hazir in ku mizgîniyê qebûl bikin, gerek em dev ji belavkirina mizgîniyê bernedin.
18. Em dixwazin ku mirov çi tê derxin?
18 Şagirtên rastîn ên Îsa Mesîh mizgînî her tim bi xîret belav kiriye. Gava xelk didît ku şandiyên Îsa Mesîh mizgîniyê çawa bi mêrxasî belav dikin, “wan tê derxist ku ew bi Îsa re bûn” (Karên Şandiyan 4:13). Mîna vê, gava mirov dibînin ku em mizgîniyê çawa belav dikin, bila ew tê derxin ku em jî xîreta Îsa Mesîh ji xwe re emsal digirin.
KILAM 58 Li Mirovên Aştîhez Bigere
a RESIM: Li îstasyoneke petrolê, birayek bi dîqat ji zilamekî re behsa mizgîniyê dike.