SERPÊHATÎ
Şer, Şerê Yehowa ye
TARÎX, 28ê Çileya 2010an bû. Wê roja zivistanê, ez li bajarê Strasbourgê bûm – ne ji bo ku li vî bajarê xweşik ê Fransayê bigerim, lê ji bo ku ez bi çend pisporên hiqûqê re heqên Şahidên Yehowa li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biparêzim. Hukûmeta Fransayê xwestibû ku xwişk û bira baceke mezin bidin, a ku nêzîkî 64 milyon Ewro bû. Wekî din, ji bo me muhîm bû ku em di vê dozê de bi ser bikevin ku navê Yehowa pîroz be, xizmetkarên wî bibin xwediyê navekî baş û azadiya me ya îbadetê bê parastin. Li ber mehkemeyê, me dît ku bi rastî jî “şer, şerê Xudan e” (1. Samûyêl 17:47). Ka ez ji we re bibêjim ku çi çêbû.
Problemê di sala 1999an de dest pê kiribû. Wê salê, hukûmeta Fransayê bi neheqî xwestibû ku em li ser bexşên ku di salên ji 1993yan heta 1996an de gihîştibûn buroya Fransayê bacê bidin. Di serî de, em çûn ber mehkemeyên Fransayê, lê em serkeftî nebûn. Piştî ku me doza temyîzê winda kir, hukûmetê ji hesabê buroyê zêdetirî 4,5 milyon Ewro girtin. Loma, çareya dawîn ew bû ku em doza xwe li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê vekin. Lê belê, berî ku mehkeme qerarê bide, wan xwest ku em û komeke hukûmetê biceribînin ka em dikarin li ber temsîlkara mehkemeyê, ya ku ji fealiyetên îdarî û hiqûqî yên mehkemeyê mesûl bû, li hev werin.
Em difikirîn ku temsîlkar wê zorê li me bide ku em qismekî pereyê ku hukûmetê ji me dixwest, bidin û problemê bi vî awayî safî bikin. Lê belê, me fehm dikir ku eger em yek Ewro bidin jî, ev yek li dijî prensîpên Kitêba Pîroz e. Xwişk û birayan bexşên xwe ji bo karê Padîşahiya Xwedê dabû, loma pere ne aîdî hukûmetê bû (Meta 22:21). Dîsa jî, em li gor daxwaza mehkemeyê çûn hevdîtinê.
Sala 2010an: Koma mre ya hiqûqî li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
Hevdîtin, di odeyeke xweşik a mehkemeyê de çêbû. Di serî de, em hinek aciz bûn. Temsîlkarê got ku ew li bendê ye ku Şahidên Yehowa qismekî baca ku hukûmetê dixwest, bidin. Lê me ji wê pirsî: “Gelo hûn dizanin ku hukûmetê jixwe zêdetirî çar û nîv milyon Ewro ji hesabê me girtiye?”
Xuya bû ku temsîlkar ecêbmayî ma. Gava koma hiqûqî ya hukûmetê got ku wan bi rastî wisa kiribû, nêrîna temsîlkarê bi temamî guherî. Ew li wan hêrs ket û sohbet di cih de xelas kir. Hingê min fehm kir ku Yehowa her tişt bi awayekî ku em ne li bendê bûn, guhert. Gava em ji wê derê çûn, em pir kêfxweş bûn.
Di 30yê Hezîrana sala 2011an, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi yekdengî baca li ser bexşên me îbtal kir û emir li hukûmetê kir ku ew pereyê ku wê ji me girtîbû tevî faîzê li me vegerîne. Heta îro jî, ev qerara muhîm îbadeta Şahidên Yehowa yên li Fransayê diparêze. Wek kevirê ku ketibû eniya Golyat, pirsa ku me ji nişka ve û bê hazirî pirsî, netîceya dozê guhert. Gelo em çima serkeftî bûn? Çimkî wek Dawid ji Golyat re gotibû, “şer, şerê Xudan e” (1. Samûyêl 17:45-47).
Heta niha, me gelek serkeftinên wisa bi dest xistine. Li gel muxalefeta siyasî û dînî, mehkemeyên herî bilind ên 70 welatî û çend dîwanên navneteweyî 1.225 qerarên di lehê Şahidên Yehowa de dane. Bi saya van qeraran, heqên me tên parastin, mesela heqê me ku em wek dînekî resmî bên qebûlkirin, ku em mizgîniyê belav bikin, ku em tev li seremoniyên milî nebin û ku em neqla xwînê red bikin.
Lê madem ku min li Merkeza Cîhanî ya Şahidên Yehowa ya li New Yorkê (DYA) xizmet dikir, ez çawa ketim nav dozeke li Ewropayê?
TESÎRA XÎRETA DÊ Û BAVÊ MIN
Di sala 1956an de, ez li Etyopyayê hatim dinyayê. Diya min Lucille û bavê min George sinifa 12an a Mekteba Gîleadê xelas kiribû û li wê derê xizmet dikir. Wan navê min danî “Philip”, forma Îngilîzî ya navê Filîpos, ê ku di sedsala yekê de wek mizgînvan xizmet dikir (Karên Şandiyan 21:8). Sala din, dewleta Etyopyayê îbadeta me qedexe kir. Wê demê ez pir biçûk bûm, lê rind tê bîra min ku malbata min çawa bi dizîka îbadet dikir. Ji ber ku ez zarok bûm, ev yek li min pir xweş dihat! Çi heyf e ku di sala 1960î de, em ji Etyopyayê hatin derxistin.
Adîs Abeba (Etyopya), sala 1959an: Nathan Knorr (aliyê çepê) malbata min ziyaret dike
Em li bajarê Wichitayê (Kansas, DYA) cihwar bûn. Dê û bavê min xîreta xwe ya ji bo belavkirina mizgîniyê tu car winda nedikir. Ew li gor rastiya Kitêba Pîroz dijiyan, û wan destek da min, xwişka mine mezin Judy û birayê minî biçûk Leslie – yên ku wek min li Etyopyayê hatin dinyayê – ku em ji Yehowa hez bikin û jê re xizmet bikin. Gava ez 13 salî bûm, ez vaftîz bûm. Sê sal bi şûn de, em derbasî bajarê Arequipayê (Perû) bûn, çimkî li wê derê mizgînvan hindik bûn.
Di sala 1974an de, gava ez 18 salî bûn, buroya Perûyê ez û çar birayên din wek pêşengên xisûsî tayîn kirin. Wezîfeya me ev bû ku mizgîniyê li cihên dûr, di nav Çiyayên Andê de belav bikin. Mesela, me mizgînî dida kesên ji xelkên Keçua û Aymara. Em bi karavaneke ku wek qutiyeke mezin xuya dikir, diçûn wan deran. Bi destê Kitêba Pîroz, me nîşanî xelkê herêmî dida ku di demeke nêzîk de, Yehowa wê feqîrî, nexweşî û mirinê ji holê rake (Peyxam 21:3, 4). Gelek kesan mizgîniya Hukimdariya Xwedê qebûl kir.
Sala 1974an: Karavana me
XIZMETA LI MERKEZA CÎHANÎ
Di sala 1977an de, birayê me Albert Schroeder, ê ku endamekî Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa bû, hat Perûyê. Wî ji min re got ku bila ez ji bo xizmeta li merkeza cîhanî mureceet bikim. Min jî ev yek kir. Di 17ê Hezîrana sala 1977an de, min li Beytela Brooklynê dest bi xizmetê kir. Çar salên pêşîn, ez di Departmana Paqijkirinê û Departmana Xwedîkirinê de dixebitîm.
Sala 1979an: Daweta me
Di Hezîrana 1978an de, li komcivîneke navneteweyî ya li New Orleansê (Louisiana, DYA), min xwişkeke bi navê Elizabeth Avallone nas kir. Mîna dê û bavê min, dê û bavê wê jî tam li gor rastiya Kitêba Pîroz dijiyan. Elizabethê çar sal wek pêşenga daîmî xizmet kiribû, û wê ji xizmeta tamrojî pir hez dikir. Pir wext derbas nebû ku em aşiqî hev bûn. Di 20ê Cotmeha 1979an de, û me wek jin û mêr dest bi xizmeta Beytelê kir.
Xwişk û birayên li civata Brooklyn Spanî, ya ku civata me ya pêşîn bû, pir dilovan bûn. Bi salan, em aîdî sê civatên din bûn, û xwişk û birayên li wan civatan jî pir dilovan bûn û di xizmeta me ya Beytelê de ji me re bûn destek. Em hem ji bo desteka wan hem jî ji bo desteka dost û merivên me, yên ku alî me dikir ku em li dê û bavên xwe yên emirmezin binêrin, şikirdar in.
Sala 1986an: Beytelvanên ji Civata Brooklyn Spanî
XEBATA DI MICADELEYA HIQÛQÎ DE
Di Çileya 1982yan de, Beytelê ez derbasî Departmana Hiqûqê kirim. Sê sal bi şûn de, wan ez şandim zanîngehê ku ez bibim avûkat. Li zanîngehê, ez hîn bûm ku azadiya esasî ya li Amerîkayê û li gelek welatên din bi saya serkeftinên hiqûqî yên Şahidên Yehowa hatibûn zeximandin. Ew dozên muhîm di dersan de gelek caran dihatin mizakerekirin.
Di sala 1986an de, gava ez 30 salî bûm, ez wek çavdêrê Departmana Hiqûqê hatim tayînkirin. Ji ber ku ez ew qas ciwan bûm û karekî pir mezin li ber min bû, ez hem şa bûm hem jî hebekî ditirsiyam.
Di sala 1988an de, ez bûm avûkat, lê min ferq nedikir ku perwerdeya ku min standibû çi qas zerar dabû dostaniya min a bi Yehowa re. Perwerdeya bilind dikare bibe sebeb ku mirov xwe ji kesên ku ew qas perwerde nedîtiye, bilindtir bibîne û tim li xêra xwe bigere. Lê şikir ku Elizabethê alî min kir ku ez tiştên ku min berî zanîngehê dikir ku nêzîkî Yehowa bibim, dîsa bikim. Wext lazim bû, lê hêdî hêdî ez nêzîkî Yehowa bûm. Min rind fehm kiriye ku di jiyana me de, zanîna bilind ne tiştê herî muhîm e. Ji bo ku jiyana me baş derbas bibe, tiştê herî muhîm ev e ku em nêzîkî Yehowa bimînin û ji wî û xizmetkarên wî ji dil hez bikin.
PARASTINA HEQÊN ME
Piştî mezûniyeta ji zanîngehê, min ji bo hewcedariyên hiqûqî yên Beytelê û parastina karê Hukimdariya Xwedê ya li ber mehkemeyan alî Departmana Hiqûqê kir. Teşkîlata me zû mezintir dibû û guhertin zû çêdibûn, loma karê min hem xweş bû hem ne hêsan bû. Mesela, me berê ji bo weşanên xwe bexş dixwestin, lê di sala 1990î de, ji Departmana Hiqûqê re hat gotin ku bila ew vê sîstemê biguherînin. Ji wê demê û pê ve, Şahidên Yehowa weşanên xwe êdî bê pere belav dikin. Sîstema nû îşê Beytelê hêsantir kiriye û me heta îro jî ji problemên ku bi bacê ve girêdayî ne, diparêze. Hin kes difikirîn ku ji ber vê guhertinê, emê bêpere bimînin û nikaribin xizmeta xwe bi awayekî tesîrdar bimeşînin. Lê tam ters bû. Ji sala 1990î ve, hejmara xizmetkarên Yehowa teqrîben du qat zêde bûye, û îro, mirov dikarin bê pere bigihîjin xwarinên ruhî. Min bi çavê xwe dîtiye ku ancax bi qeweta ku Yehowa dide û telîmatên ku ew bi destê xulamê dilsoz dide, guhertinên wisa serkeftî dibin (2. Mûsa 15:2; Meta 24:45).
Serkeftinên hiqûqî bi gelemperî ne tenê netîceya karê avûkatan in. Gelek caran, hal û hereketên baş ên Şahidên Yehowa ser dilê hakim û memûrên dewletê tesîr dikin. Mesela, di sala 1998an de, gava sê endamên Koma Rêberiyê û jinên wan ji bo komcivînên xisûsî çûn Kûbayê, hurmet û nezaketa wan ji tiştên ku me di hevdîtinên resmî de gotin zêdetir memûrên dewletê dan bawerkirin ku em bi rastî jî tev li siyasetê nabin.
Dîsa jî, em carinan mecbûr in ku herin mehkemeyê ku heqên xwe biparêzin (Filîpî 1:7). Mesela, dewletên Ewropa û Koreya Başûr bi gelek salan heqê me ku em xizmeta eskerî red bikin, qebûl nedikir. Di netîceyê de, teqrîben 18.000 birayên li Ewropayê û zêdetirî 19.000 birayên li Koreya Başûr ji ber reda wijdanî ya xizmeta eskerî ketin hebsê.
Di 7ê Tîrmeha sala 2011an, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di doza Bayatyan/Ermenîstan de qerar da ku gerek hemû dewletên Ewropayê fersendê bidin ku mirov xizmeta eskerî red bikin. Piştî vê, di 28ê Hezîrana sala 2018an de, Mehkemeya Qanûna Bingehîn a Koreya Başûr jî qerareke wisa da. Eger çend birayên me yên ciwan bêterefiya xwe xera bikira, ev serkeftin wê mumkin nebûna.
Çavdêrên me û departmanên hiqûqê yên buroyên me bê rawestin ji bo parastina heqên me dixebitin. Em serbilind in ku em dikarin alî xwişk û birayan bikin, ên ku ji aliyê dewletê ve tengasiyê dikişînin. Her çi qas em carinan bi ser nakevin jî, walî, padîşah û milet bi saya dozên me mizgîniya Padîşahiyê dibihîzin (Meta 10:18). Ayetên ku em di daxwaznameyên xwe de dinivîsin û li ber mehkemeyê behsa wan dikin, dikevin ber çavê hakim, temsîlkarên dewletê, medya û xelkê. Kesên dilpak hîn dibin ku Şahidên Yehowa kî ne û çavkaniya baweriyên wan çi ye. Bi saya vê, hin ji wan bûne xwişk û birayên me.
ŞIKIR JI YEHOWA RE
Di 40 salên borî de, min bi buroyên Şahidên Yehowa yên li gelek welatan re hevkarî kiriye û heqên me li ber gelek mehkeme û memûrên bilind parastine. Ez ji hevalkarên xwe yên li Departmana Hiqûqê ya merkeza cîhanî û li departmanên hiqûqê yên li seranserê dinyayê hez dikim, û ez ji wan re heyran im. Min gelek bereket dîtine, û ez ji jiyana xwe pir kêfê distînim.
Di 45 salên borî de, Elizabethê li gel nexweşiya xwe, ya ku sîstema wê ya parastinê xera dike û qeweta wê kêm dike, di rojên xweş û xerab de bi dilsozî destek daye min.
Me bi çavê xwe dîtiye ku qewet û serkeftin bi hunerên me ve girêdayî nîne. Wek Dawid Padîşah gotibû, “Xudan, hêza gelê xwe ye” (Zebûr 28:8). Belê, ‘şer, şerê Yehowa ye’!