KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w26 Çile r. 26-31
  • Di Heqê Rastiyê de bi Dilovanî Xeber Bide

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Di Heqê Rastiyê de bi Dilovanî Xeber Bide
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2026
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • EM DIKARIN RASTIYÊ LI KU DERÊ BIBÎNIN?
  • EM ÇIMA LI SER RASTIYÊ XEBER DIDIN?
  • GEREK EM ÇAWA LI SER RASTIYÊ XEBER BIDIN?
  • GEREK EM KENGÊ LI SER RASTIYÊ XEBER BIDIN?
  • Gelo Tu Dengê Rastiyê Nas Dikî?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Tê Bîra Te?
    Komcivîna Yekrojî ya bi Çavdêrê Herêmê re – 2025/2026
  • Bi Dilnizmî Qebûl Bike ku Tu Her Tiştî Nizanî
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Xwe Bispêre Yehowa û Qerarên Baş Bide
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2026
w26 Çile r. 26-31

30 ADAR – 5 NÎSAN 2026

KILAM 76 Ma Tu Dilxweş Nabî?

Di Heqê Rastiyê de bi Dilovanî Xeber Bide

“Ya Xudan, Xwedayê rastiyê” (ZEBÛR 31:5).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku em çawa dikarin bi dilovanî û duristî li ser rastiya Kitêba Pîroz xeber bidin ku kesên din jê feydeyê bistînin.

1. Gerek em çi bikin ku bikevin malbata Yehowa?

GAVA em xwişk yan birayekî cara pêşîn nas dikin, em ji hev dipirsin: “Tu rastiyê çawa hîn bûyî?” Hinek dibêjin: “Ez di rastiyê de mezin bûm.” Hinek jî dibêjin: “Ez nû hatime rastiyê.” Em wisa cewabê didin ji ber ku rastiya Kitêba Pîroz li ser temamiya jiyana me tesîr dike. Gelo çima? Çimkî em fehm dikin ku eger em dixwazin bikevin malbata Yehowa, gerek em nîşan bidin ku em ji rastiyê hez dikin û li gor wê dijîn. Mesela, gerek em di xeberdan û kirinên xwe de durist bin (Zebûr 15:1-3).

2. (a) Îsa Mesîh yekî çawa bû? (b) Rastiyên ku Îsa Mesîh hîn dikirin ser mirovan çawa tesîr dikir?

2 Hemû gotinên Îsa Mesîh rast bûn. Dijminên wî dizanibû ku eger li hinekan xweş neyê jî, ewê tim rastiyê bibêje (Meta 22:16). Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku tesîra rastiyên ku wî hîn dikirin wê çi be: “Ez hatime ku kur ji bav, keç ji dayikê û bûk ji xesûyê veqetînim” (Meta 10:35). Îsa helbet dixwest ku her kes rastiya Kitêba Pîroz qebûl bike, lê wî fehm dikir ku ev yek wê çênebe (Meta 23:37). Wî dizanibû ku rastiya Kitêba Pîroz wê dinyayê bike du par – yên ku ji rastiya Kitêba Pîroz hez dikin û yên ku jê hez nakin (2. Selanîkî 2:9-11).

3. Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?

3 Mîna Îsa Mesîh, em jî xîret dikin ku durist bin û her tim rastiyê bibêjin – eger hin kes ji ber vê yekê ji me hez nekin jî. Û eger hinek ji gotinên me aciz bibin jî, em dev ji belavkirina rastiya Kitêba Pîroz bernadin. Gelo ev yek tê maneya ku ferq nake ku em çawa û kengê li ser rastiya Kitêba Pîroz xeber bidin? Helbet na! Di vê meqaleyê de, emê cewabên van pirsan bistînin: Em dikarin rastiyê li ku derê bibînin? Gerek em çima, çawa û kengê bi kesên din re li ser rastiya Kitêba Pîroz xeber bidin? Cewabên van pirsan wê alî me bikin ku em rastiya Kitêba Pîroz bi awayekî xweştir bînin zimên, yanî hem bi dilovanî hem jî di wexta rast de.

EM DIKARIN RASTIYÊ LI KU DERÊ BIBÎNIN?

4. Em çima dikarin bibêjin ku Yehowa Çavkaniya rastiyê ye?

4 Yehowa Çavkaniya rastiyê ye. Her tiştê ku ew dibêje rast e. Mesela, gotinên wî yên li ser vê yekê ku çi qenc e û çi xerab e, rast in (Zebûr 19:9; 119:142, 151). Tiştên ku ew li ser pêşerojê dibêje gişt tên cih (Îşaya 55:10, 11). Ew tim xwediyê sozên xwe ye (4. Mûsa 23:19). Belê, Yehowa “nikare derewan bike” (Îbranî 6:18). Loma, Yehowa wek “Xwedayê rastiyê” tê binavkirin (Zebûr 31:5).

5. Çima ne zor e ku em “Xwedayê rastiyê” nas bikin? (Karên Şandiyan 17:27)

5 Hinek dibêjin ku zor e ku mirov “Xwedayê rastiyê” Yehowa nas bike, lê ev yek ne rast e (Romayî 1:20). Gava Pawlosê şandî li bajarê Atînayê bi Yûnanên zana re sohbet dikir, wî got ku Xwedê dixwaze ku em ‘li wî bigerin’ û ku “ew nêzîkî her yekî ji me ye” (Karên Şandiyan 17:27 bixwîne). Bi rastî jî, Yehowa kesên dilnizm, ên ku li rastiya Kitêba Pîroz digerin, dikişîne ba xwe (Yûhena 6:44).

6. Hin rastiyên Kitêba Pîroz çi ne, û em ji bo wan çima şikirdar in?

6 Ji bo ku em Yehowa Xwedê nas bikin, gerek em Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Nivîskarên Kitêba Pîroz bi destê ruhê pîroz ji Xwedê îlham distand (2. Petrûs 1:20, 21). Loma, hemû gotinên Kitêba Pîroz rast in, û em dikarin bi wan bawer bin. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku kaînat û jiyan çawa hatin meydanê (1. Mûsa 1:1, 26). Ew eşkere dike ku em çima gişt gunehkar in û dimirin û çima ew qas kul û derd hene (Romayî 5:12; 6:23). Ew dibêje ku bi destê Îsa Mesîh, Yehowa wê zerara ku “bavê derewan” Îblîs aniye meydanê, telafî bike (Yûhena 8:44; Romayî 16:20). Wekî din, Kitêba Pîroz soz dide ku Îsa Mesîh wê xeraban helak bike, yên mirî ji mirinê rake, erdê bike cenet û alî me bike ku em bigihîjin bêqisûriyê (Yûhena 11:25, 26; 1. Yûhena 3:8). Em dikarin bi van gotinan bawer bin. Yehowa rastiya di heqê xwe de nîşanî me daye, û ew fersendê dide me ku em kesên din jî hîn bikin. Yehowa îmtiyazeke çi qas mezin daye me! (Meta 28:19, 20).

EM ÇIMA LI SER RASTIYÊ XEBER DIDIN?

7-8. Gelo muhîm e ku em bi çi niyetê li ser rastiyê xeber didin? Mîsalekê bide (Marqos 3:11, 12). (Li resiman jî binêre.)

7 Wek me dîtibû, eger em dixwazin bikevin malbata Yehowa, gerek em tim rastiyê bibêjin. Lê ji bo ku ew ji me razî be, ne bes e ku em tenê bi duristî xeber bidin. Ji xeynî vê, ji bo Yehowa muhîm e ku em rastiyê çima dibêjin. Ka bîne bîra xwe ku carekê çi hatibû serê Îsa Mesîh (Marqos 3:11, 12 bixwîne). Gava Îsa Mesîh li nêzîkî Behra Celîleyê mizgînî belav dikir, gelek mirov li dora wî top bûn. Di nav wan de çend mirovên bicinketî hebûn, ên ku li ber Îsa Mesîh ketin ser çokan û bi dengê bilind digotin: “Tu Kurê Xwedê yî!” Gelo wan cinan çima rastiya di heqê Îsa Mesîh de got? Dibe ku wan dixwest ku mirov baweriya xwe bi wan bînin û ji Yehowa re xizmet nekin. Belê, tiştê ku cinan got rast bû, lê niyeta wan ne baş bû. Îsa Mesîh rind dizanibû ku niyeta cinan çi ye, loma wî emir da wan ku ew di heqê wî de xeber nedin.

8 Ji vê serpêhatiyê, em dikarin çi dersê bistînin? Gava em behsa rastiyê dikin, Yehowa dibîne ku niyeta me çi ye. Gerek em ji ber hezkirina Xwedê behsa rastiyê bikin, û eger mirov pesnê me bidin, gerek em nîşan bidin ku yê ku hêjayî pesnan e, Yehowa ye (Meta 5:16; li Karên Şandiyan 14:12-15 jî binêre).

Sehneyên ku nîşan didin ku xwişkek çawa bi jinikeke ciwan re kursa Kitêba Pîroz derbas dike. 1. Xwişk behsa xwe dike, û Kitêba Pîroz li ser maseyê ye. 2. Di destê xwişkê de Kitêba Pîroz heye, û ew ayetekê nîşanî xwendekara xwe dide.

Gava tu rastiyê hîn dikî, tu bala guhdarên xwe dikişînî ser kê? (Li paragrafên 7 û 8an binêre)


9. Gerek em çi nekin, û çima?

9 Vê rewşê bîne ber çavê xwe: Birayekî mesûl melûmateke mehrem dide me, û em vê melûmatê didin kesên din. Eger mirov paşê pê derxin ku me rast gotibû, dibe ku ew ji me re heyran bimînin û bifikirin ku em gelek tiştên mehrem dizanin. Ji ber vê yekê, ewê belkî zêdetir qîmetê bidin me. Lê belê, ev yek wê li Xwedê xweş neyê (Methelokên Silêman 11:13). Gelo çima? Gotinên me her çi qas rast bûn jî, hem niyeta me ne baş bû hem jî heqê me tune bû ku em behsa van tiştên mehrem bikin.

GEREK EM ÇAWA LI SER RASTIYÊ XEBER BIDIN?

10. Maneya “gotinên dilovan” çi ye? (Kolosî 4:6)

10 Kolosî 4:6 bixwîne. Pawlosê şandî ji xwişk û birayên li bajarê Koloseyê re got ku bila gotinên wan her tim dilovan bin. Maneya vê çi ye? Fikra peyva eslî ev e ku gerek xeberdana me ji bo guhdaran hem bifeyde be hem jî xweş û nazik be.

11-12. Çima gerek em rastiyê bi dîqat hîn bikin? Mîsalekê bide. (Li resiman jî binêre.)

11 Gava em rastiyê hîn dikin, gerek em vêya bi dilovanî û bi dîqat bikin. Rastiyên Kitêba Pîroz dişibin şûrekî tûj, ê ku dikare bikeve nav can û ruh. Yanî, ew dikare eşkere bike ka “fikir û niyetên dilê me” çi ne (Îbranî 4:12). Lê eger em Kitêba Pîroz bi hostetî bi kar neynin, em dikarin mirovan badîhewa bidin xeyîdandin û bibin sebebê minaqeşeyan. Gelo çawa?

12 Vê rewşê bîne ber çavê xwe: Li xizmetê, tu rastî zilamekî dilpaqij têyî, yê ku li mala wî çend nesneyên dînî hene. Wekî din, ew hez dike ku cejna Serê Salê bi malbata xwe re pîroz bike. Bi alîkariya Kitêba Pîroz, em dikarin nîşanî wî bidin ku bikaranîna nesneyên dînî çi qas şaş e û ku pîrozkirina Serê Salê adeteke pûtperest e (Îşaya 44:14-20; 2. Korîntî 6:14-17). Eger me di sohbeta pêşîn de wisa bikira, meyê helbet behsa rastiyê bikira, lê meyê Kitêba Pîroz bi hostetî bi kar neaniya.

Sehneyên ku nîşan didin ku li ber deriyê malekê, jin û mêrek çawa mizgîniyê didin zilamekî. Li hundirê malê malbata wî dareke ji bo cejna Serê Salê dixemilînin. 1. Ew meqaleyeke ji jw.org, a ku zelal dike ku cejna Serê Salê ji pûtperestiyê tê, nîşanî zilam didin. Ji rûyê zilam tê fehmkirin ku ew ji xeberdana wan aciz dibe. 2. Ew meqaleyeke ji jw.org, a ku zelal dike ku mirov çawa dikare bibe bavekî baş, nîşanî zilam didin. Zilam bi kêf guh dide wan.

Tu çawa dikarî rastiyê bi hostetî hîn bikî? (Li paragrafên 11 û 12an binêre)a


13. Ji bo ku xeberdana me wek “xwarineke xwêkirî” be, gerek em çi bikin?

13 Wekî din, Pawlosê şandî got ku gerek xeberdana me wek “xwarineke xwêkirî” be. Ev yek helbet nayê maneya ku gerek em rastiyê veşêrin yan bizivirînin. Maneya gotinên Pawlos ev e ku gerek em rastiyê bi awayekî wisa bînin zimên ku ew li guhdarên me xweş bê (Eyûb 12:11). Carinan ne hêsan e ku em wisa bikin. Ji bo xwarina herfî, dibe ku em carinan difikirin ku madem ku xwarin li me xweş tê, ewê li kesên din jî xweş bê. Mîna vê, em belkî difikirin ku xeberdana me li her kesî xweş tê. Lê bi rastî ne wisa ye. Mesela, mirovên ji hin kulturan nêrîna xwe rasterast tînin zimên, heta ji kesên emirmezin re jî. Lê kesên ji kulturên din ji xeberdaneke wisa aciz dibin. Loma, Pawlos got ku gerek em “bizanibin ku çawa cewaba her kesî bidin”. Yanî, gerek em xeberdana xwe, ne li gor dilê xwe yan kultura xwe, lê li gor dilê guhdaran eyar bikin.

GEREK EM KENGÊ LI SER RASTIYÊ XEBER BIDIN?

14. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, gelo wî her tiştê ku wî dizanibû hînî şagirtên xwe dikir?

14 Îsa Mesîh her tim bi dilovanî bi şagirtên xwe re xeber dida, û wî gelek tişt hînî wan dikirin (Marqos 6:34). Dîsa jî, lazim bû ku şagirt gelek tiştên din jî hîn bibin. Lê belê, Îsa Mesîh her tiştê ku wî dizanibû hînî wan nedikir, çimkî wî sînorên wan hesab dikirin. Wî got: “Hê gelek tişt hene ku ez dikarim ji we re bibêjim, lê niha hûn nikarin wan fehm bikin” (Yûhena 16:12). Ji vê, em çi hîn dibin?

15. Gelo lazim e ku em her tiştê ku em dizanin hemen hînî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin? (Methelokên Silêman 25:11) (Li resim jî binêre.)

15 Emsala Îsa Mesîh nîşan dide ku em her çi qas rastiyê dizanin jî, ne lazim e ku em her tiştê ku em dizanin hemen hînî xwendekarên xwe bikin. Gelo em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin? Gerek em şert û mercên însanan hesab bikin. Ka zilamê ku cejna Serê Salê bi malbata xwe re pîroz dikir dîsa bîne ber çavê xwe. Em dizanin ku ev cejn ji pûtperestiyê tê û li Xwedê xweş nayê. Lê ferz bike ku tu tenê du sê hefte berî Serê Salê pê re dest bi kursa Kitêba Pîroz dikî. Eger te jê re hemen bigota ku Kitêba Pîroz di heqê cejnên pûtperest de çi dibêje û ku gerek ew êdî Serê Salê pîroz neke, ma ev yek dilovan bûya? Rast e, hin xwendekarên Kitêba Pîroz hazir in ku her tiştê ku ew ji Kitêba Pîroz hîn dibin, zû pêk bînin. Lê ji gelek kesan re zêdetir wext lazim e ku ew nêrînên xwe biguherînin û jiyana xwe serrast bikin. Eger em di wexta rast de melûmatê bidin xwendekarên Kitêba Pîroz, wê li wan hêsantir bê ku di rêya rastiyê de bi pêş ve herin (Methelokên Silêman 25:11 bixwîne).

Ji û mêrê ji resmê berê broşûra “Heta bi Hetayê Dilşad Be!” bi zilam re dixwînin. Li hundirê odeyê ji bo Serê Salê dareke xemilandî heye.

Wek Îsa Mesîh, qerarê bide ku gerek tu çi qas melûmatê bidî, û kengê (Li paragrafa 15an binêre)


16. Em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ew ‘li ser rêya rastiyê bimeşin’?

16 Gava fersenda me çêdibe ku em alî mirovan bikin ku ew rastiya di heqê Yehowa de hîn bibin, em pir dilxweş dibin. Ji bo ku li wan hêsantir bê ku ‘li ser rêya rastiyê bimeşin’, bila em van tiştan bikin: Bila em ji wan re bibin emsalên baş (3. Yûhena 3, 4). Bila jiyana me îsbat bike ku em bi sozên Kitêba Pîroz bawer in. Bila em bi niyeteke baş di heqê rastiyê de xeber bidin. Bila em di wexta rast de bi dilovanî û bi peyvên nazik melûmatê bidin wan. Û gava ew pesnê me didin, bila em nîşan bidin ku yê ku hêjayî pesnan e, Yehowa ye. Bi van awayan em dikarin nîşan bidin ku em aîdî Yehowa ne, yê ku “Xwedayê rastiyê” ye.

JI VAN AYETAN, TU ÇI HÎN BÛYÎ?

  • Karên Şandiyan 17:27

  • Kolosî 4:6

  • Methelokên Silêman 25:11

KILAM 160 “Mizgînî!”

a RESIM: Di resmê pêşîn de, bira dara ji bo Serê Salê dibîne û ji zilam re meqaleyekê nîşan dide, ya ku zelal dike ku cejna Serê Salê ji pûtperestiyê tê. Di resmê diduyan de, bira meqaleyekê nîşanî zilam dide, ya ku zelal dike ku mirov çawa dikare bibe bavekî baş. Gelo kîjan metod baştir e?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne