KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Yekşemê, 2 Mijdar

Nexwe em wek ên din ranezin, lê em hişyar û li ser hişê xwe bin (1. Selanîkî 5:6).

Ji bo ku em hişyar bimînin û li ser hişê xwe bin, lazim e ku em hem ji Xwedê hem ji însanan hez bikin (Meta 22:37-39). Hezkirina ji Xwedê alî me dike ku em tevî zehmetiyan jî dev ji belavkirina mizgînê bernedin (2. Tîmotêyos 1:7, 8). Wekî din, ji ber ku em ji hemû însanan hez dikin, em bi rêya xizmeta mal bi mal, telefon yan nameyan bi dewamî ji wan re behsa xebera xêrê dikin. Em hêvî dikin ku rojekê, ewê jiyana xwe ber bi başiyê ve biguherînin û li ser rêya rast bimeşin (Hêzekîêl 18:27, 28). Wekî din, em ji xwişk û birayan jî hez dikin. Loma, gerek em “di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin” (1. Selanîkî 5:11). Wek leşkerên ku milê xwe didin hev û bi hev re li dijî dijminan şer dikin, em cesaretê didin hevdû. Em dilê xwişk û birayan bi qesdî naêşînin û heyfa xwe ji wan nastînin (1. Selanîkî 5:13, 15). Wekî din, em di civata xwe de qedrê birayên mesûl digirin û bi vî şeklî hezkirina xwe nîşan didin (1. Selanîkî 5:12). w23.06 10 par. 6; 11 par. 10-11

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Duşemê, 3 Mijdar

Xwedê … dema bibêje qey wê nake? (4. Mûsa 23:19).

Eger em li ser fîdyeya Îsa Mesîh kûr bifikirin, emê baweriya xwe xurttir bikin. Fîdyeya Îsa Mesîh garantiyê dide me ku hemû sozên Xwedê wê bên cih. Gava em kûr difikirin ku Yehowa çima fîdye peyda kiriye û wî çi qas fedakarî kiriye, em zêdetir bawer dikin ku Xwedê wê vê dinyayê bike cenet û emê heta hetayê tê de bijîn. Em çima dikarin vê yekê bibêjin? Yehowa Xwedê Kurê xwe yê hezkirî ji ezmanan şand ser rûyê erdê, da ku ew wek mirovekî kamil bê dinyayê. Gava ew li dinyayê bû, Îsa Mesîh gelek zor û zehmetî kişandin. Paşê wî gelek cefa kişand û mir. Yehowa fedakariyeke çi qas mezin kiriye! Tenê ji bo vê yekê ku em jiyaneke xweş, lê pir kin bijîn, Xwedê wê tu caran îzin nedaya ku Kurê wî êş bikişanda û bimira (Yûhena 3:16; 1. Petrûs 1:18, 19). Ji ber ku Yehowa fedakariyeke pir mezin kiriye, bê şik ewê fersendê bide me ku em heta hetayê di dinyaya nû de bijîn. w23.04 27 par. 8-9

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Sêşemê, 4 Mijdar

Mirin! Ka felaketa te (Hoşeya 13:14, Mizgînî).

Gelo Yehowa bi rastî dixwaze kesên mirî dîsa vegerîne jiyanê? Bê şik, erê! Bi îlhama Xwedê, di Kitêba Pîroz de hatiye nivîsandin ku Xwedê li ser rabûna ji mirinê çi soz daye (Îşaya 26:19; Peyxam 20:11-13). Û Yehowa soza xwe tim tîne cih (Yêşû 23:14). Bi rastî, Yehowa bi dil û can dixwaze ku kesên mirî dîsa vegerîne jiyanê. Ka li ser gotinên Eyûb pêxember bifikire. Wî bawer dikir ku eger ew bimire jî, Yehowa ji dil dixwaze ku wî dîsa ji mirinê rake (Eyûb 14:14, 15). Bi eynî awayî, Yehowa bi dil û can li hêviya wê rojê ye ku hemû xizmetkarên xwe ji mirinê rake û jiyaneke xweş û bisihet bide wan. Gelo Kitêba Pîroz li ser milyaran kesên ku berî mirina xwe Yehowa nas nekiriye çi dibêje? Xwedayê meyî dilovan dixwaze wan jî ji mirinê rake (Karên Şandiyan 24:15). Ew dixwaze fersendê bide wan ku ew bibin dostên wî û jiyana herheyî bistînin (Yûhena 3:16). w23.04 9 par. 5-6

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne