KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Duşemê, 3 Mijdar

Xwedê … dema bibêje qey wê nake? (4. Mûsa 23:19).

Eger em li ser fîdyeya Îsa Mesîh kûr bifikirin, emê baweriya xwe xurttir bikin. Fîdyeya Îsa Mesîh garantiyê dide me ku hemû sozên Xwedê wê bên cih. Gava em kûr difikirin ku Yehowa çima fîdye peyda kiriye û wî çi qas fedakarî kiriye, em zêdetir bawer dikin ku Xwedê wê vê dinyayê bike cenet û emê heta hetayê tê de bijîn. Em çima dikarin vê yekê bibêjin? Yehowa Xwedê Kurê xwe yê hezkirî ji ezmanan şand ser rûyê erdê, da ku ew wek mirovekî kamil bê dinyayê. Gava ew li dinyayê bû, Îsa Mesîh gelek zor û zehmetî kişandin. Paşê wî gelek cefa kişand û mir. Yehowa fedakariyeke çi qas mezin kiriye! Tenê ji bo vê yekê ku em jiyaneke xweş, lê pir kin bijîn, Xwedê wê tu caran îzin nedaya ku Kurê wî êş bikişanda û bimira (Yûhena 3:16; 1. Petrûs 1:18, 19). Ji ber ku Yehowa fedakariyeke pir mezin kiriye, bê şik ewê fersendê bide me ku em heta hetayê di dinyaya nû de bijîn. w23.04 27 par. 8-9

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Sêşemê, 4 Mijdar

Mirin! Ka felaketa te (Hoşeya 13:14, Mizgînî).

Gelo Yehowa bi rastî dixwaze kesên mirî dîsa vegerîne jiyanê? Bê şik, erê! Bi îlhama Xwedê, di Kitêba Pîroz de hatiye nivîsandin ku Xwedê li ser rabûna ji mirinê çi soz daye (Îşaya 26:19; Peyxam 20:11-13). Û Yehowa soza xwe tim tîne cih (Yêşû 23:14). Bi rastî, Yehowa bi dil û can dixwaze ku kesên mirî dîsa vegerîne jiyanê. Ka li ser gotinên Eyûb pêxember bifikire. Wî bawer dikir ku eger ew bimire jî, Yehowa ji dil dixwaze ku wî dîsa ji mirinê rake (Eyûb 14:14, 15). Bi eynî awayî, Yehowa bi dil û can li hêviya wê rojê ye ku hemû xizmetkarên xwe ji mirinê rake û jiyaneke xweş û bisihet bide wan. Gelo Kitêba Pîroz li ser milyaran kesên ku berî mirina xwe Yehowa nas nekiriye çi dibêje? Xwedayê meyî dilovan dixwaze wan jî ji mirinê rake (Karên Şandiyan 24:15). Ew dixwaze fersendê bide wan ku ew bibin dostên wî û jiyana herheyî bistînin (Yûhena 3:16). w23.04 9 par. 5-6

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Çarşemê, 5 Mijdar

Bi alîkariya Xwedê, emê bi ser kevin (Zebûr 108:13).

Tu çawa dikarî hêviya xwe xurttir bikî? Eger hêviya te ew be ku tu heta hetayê li dinyayê bijî, gotinên Kitêba Pîroz ên li ser Cenetê bixwîne û li ser wan kûr bifikire (Îşaya 25:8; 32:16-18). Jiyana li dinyaya nû bîne ber çavê xwe. Xwe li wê derê xeyal bike. Eger em hêviya dinyaya nû li ber çavê xwe zindî bikin, problemên me wê “sivik û ji bo demekê” xuya bikin (2. Korîntî 4:17). Hêviya pêşerojeke ronî me li ser lingan dihêle. Ji bo ku tu hêzê bistînî, Yehowa gelek tişt hazir kirine. Gava tu wezîfeyeke xwe tînî cih û rojên giran derbas dikî, bi dil û can ji Yehowa re dua bike û bi destê lêkolîna şexsî li rêberiya wî bigere. Bê guman ewê alî te bike û tuyê kêfxweş bimînî. Bihêle ku xwişk û bira te teşwîq bikin. Hêviya pêşerojeke ronî li ber çavê xwe zindî bihêle. Dû re Yehowa wê te “xurt” bike û alî te bike ku tu “her tiştî bi bîhnfirehî … û bi şahî” ragirî (Kolosî 1:11). w23.10 17 par. 19-20

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne