Roja Sêşemê, 4 Mijdar
Mirin! Ka felaketa te (Hoşeya 13:14, Mizgînî).
Gelo Yehowa bi rastî dixwaze kesên mirî dîsa vegerîne jiyanê? Bê şik, erê! Bi îlhama Xwedê, di Kitêba Pîroz de hatiye nivîsandin ku Xwedê li ser rabûna ji mirinê çi soz daye (Îşaya 26:19; Peyxam 20:11-13). Û Yehowa soza xwe tim tîne cih (Yêşû 23:14). Bi rastî, Yehowa bi dil û can dixwaze ku kesên mirî dîsa vegerîne jiyanê. Ka li ser gotinên Eyûb pêxember bifikire. Wî bawer dikir ku eger ew bimire jî, Yehowa ji dil dixwaze ku wî dîsa ji mirinê rake (Eyûb 14:14, 15). Bi eynî awayî, Yehowa bi dil û can li hêviya wê rojê ye ku hemû xizmetkarên xwe ji mirinê rake û jiyaneke xweş û bisihet bide wan. Gelo Kitêba Pîroz li ser milyaran kesên ku berî mirina xwe Yehowa nas nekiriye çi dibêje? Xwedayê meyî dilovan dixwaze wan jî ji mirinê rake (Karên Şandiyan 24:15). Ew dixwaze fersendê bide wan ku ew bibin dostên wî û jiyana herheyî bistînin (Yûhena 3:16). w23.04 9 par. 5-6
Roja Çarşemê, 5 Mijdar
Bi alîkariya Xwedê, emê bi ser kevin (Zebûr 108:13).
Tu çawa dikarî hêviya xwe xurttir bikî? Eger hêviya te ew be ku tu heta hetayê li dinyayê bijî, gotinên Kitêba Pîroz ên li ser Cenetê bixwîne û li ser wan kûr bifikire (Îşaya 25:8; 32:16-18). Jiyana li dinyaya nû bîne ber çavê xwe. Xwe li wê derê xeyal bike. Eger em hêviya dinyaya nû li ber çavê xwe zindî bikin, problemên me wê “sivik û ji bo demekê” xuya bikin (2. Korîntî 4:17). Hêviya pêşerojeke ronî me li ser lingan dihêle. Ji bo ku tu hêzê bistînî, Yehowa gelek tişt hazir kirine. Gava tu wezîfeyeke xwe tînî cih û rojên giran derbas dikî, bi dil û can ji Yehowa re dua bike û bi destê lêkolîna şexsî li rêberiya wî bigere. Bê guman ewê alî te bike û tuyê kêfxweş bimînî. Bihêle ku xwişk û bira te teşwîq bikin. Hêviya pêşerojeke ronî li ber çavê xwe zindî bihêle. Dû re Yehowa wê te “xurt” bike û alî te bike ku tu “her tiştî bi bîhnfirehî … û bi şahî” ragirî (Kolosî 1:11). w23.10 17 par. 19-20
Roja Pêncşemê, 6 Mijdar
Di her tiştî de şikir bikin (1. Selanîkî 5:18).
Di duayên xwe de, em dikarin ji bo gelek tiştan ji Yehowa re şikir bikin. Her tiştê qenc ji wî tê, loma pir sebeb hene ku em ji wî re şikir bikin (Aqûb 1:17). Mesela, em dikarin şikirdariya xwe ya ji bo xweşikiya dinyayê û her tiştê li dinyayê bînin zimên. Wekî din, em dikarin şikirdariya xwe ya ji bo jiyana xwe, malbata xwe, dostên xwe û hêviya ku Xwedê daye me bînin zimên. Û em dixwazin ji Yehowa re şikir bikin ku wî îzin daye me ku em bi wî re dostaniyeke biqîmet ava bikin. Gerek em kûr bifikirin ku em ji bo çi ji Yehowa re şikirdar in. Îro, gelek mirov ne şikirdar in. Mirov gelek caran bala xwe didin tiştên ku ew dixwazin bi dest bixin, ne ku ew çawa dikarin şikirdariya xwe nîşan bidin. Eger em bikevin ber vî aqlê xelkê, duayên me wê bişibin rêzeke daxwazan. Ji bo ku ev yek neyê serê me, gerek em şikirdariya xwe ya ji bo hemû tiştên ku Yehowa ji bo me kirine zêde bikin û bînin zimên (Lûqa 6:45). w23.05 4 par. 8-9