Roja Çarşemê, 23 Tîrmeh
We … belayek anî serê min (1. Mûsa 34:30, Mizgînî).
Aqûb li hemberî gelek tengasiyan sebir dikir. Kurên Aqûb, Şimûn û Lêwî, navê malbata wî û navê Yehowa li ber çavê xelkê reş kir. Wekî din, xanima wî ya delal Rahêl di dema anîna zarokê diduyan de mir. Û ji ber ku xelayeke giran çêbûbû, Aqûb mecbûr bû ku di emrê xwe yê mezin de mala xwe bibe Misrê (1. Mûsa 35:16-19; 37:28; 45:9-11, 28). Tevî van tengasiyan jî, Aqûb tu caran baweriya xwe ya bi Yehowa û sozên wî winda nedikir. Û Yehowa nîşanî Aqûb da ku ew ji wî razî ye. Gelo çawa? Mesela, Yehowa gelek mal û milk da Aqûb. Wekî din, gava Aqûb kurê xwe Ûsiv dîsa dît, ew ji Yehowa re gelekî şikirdar bû, çimkî ew difikirî ku kurê wî miribû. Dostaniya Aqûb a bi Yehowa re alî wî dikir ku ew bi serkeftî li hemberî tengasiyên xwe bisekine (1. Mûsa 30:43; 32:9, 10; 46:28-30). Eger dostaniya me ya bi Yehowa re qewî bimîne, emê jî bikaribin bi serkeftî ji heqê tengasiyên xwe bên der. w23.04 15 par. 6-7
Roja Pêncşemê, 24 Tîrmeh
Xudan şivanê min e, çênabe kêmahiya min (Zebûr 23:1).
Zebûr 23 kilameke li ser baweriya bi hezkirin û eleqeya Yehowa ye. Di vê zebûrê de, Dawid behsa dostaniya di nav wî û Şivanê wî Yehowa de kir. Dawid xwe bi temamî dispart rêberiya Yehowa. Wî dizanibû ku kerem û hezkirina Yehowa wê heta dawiya emrê wî ‘li pey wî bimeşe’. Gelo Dawid çima ji vê yekê ew qas emîn bû? Dawid emîn bû ku Yehowa li wî xwedî derdikeve, çimkî Yehowa her tim hewcedariyên wî tedarek dikirin. Wekî din, Dawid dizanibû ku Yehowa dostê wî ye û ji wî razî ye. Loma, ew emîn bû ku Yehowa wê her tim li wî xwedî derkeve. Dawid baweriya xwe bi hezkirina Yehowa dianî, loma wî bi zêdeyî xem nedixwar, lê dilxweş û dilrihet dima (Zebûr 16:11). w24.01 29 par. 12-13
Roja Înê, 25 Tîrmeh
Û ezê her tim, heta rojên dawîn ên vê dinyayê bi we re bim (Meta 28:20, NWT).
Ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem û pê ve, Şahidên Yehowa mizgînî li gelek welatan bi serbestî belav kiriye. Di netîceyê de, karê belavkirina mizgîniyê bi pêş ve çûye, û gelek kesan Yehowa nas kiriye. Îro, endamên Koma Rêberiyê xwe dispêrin rêberiya Îsa Mesîh. Ew xîret dikin ku telîmatên ku ew didin xwişk û birayan li gor daxwaza Xwedê bin. Bi destê çavdêrên herêmê û rîspiyan, ew rêberiya civatan dikin. Îsa Mesîh rîspiyên meshkirî “di destê xwe yê rastê de digire” (Peyxam 2:1). Rîspiyên me helbet qisûrdar in û carinan şaşiyan dikin. Mûsa, Yêşû û şandiyên Îsa Mesîh jî carinan şaşî dikirin (4. Mûsa 20:12; Yêşû 9:14, 15; Romayî 3:23). Lê belê, xuya ye ku Îsa Mesîh niha rêberiya “xulamê dilsoz” û rîspiyên tayînkirî dike. Ji ber vê yekê, sebebên baş hene ku em xwe bispêrin rêberiya ku em bi destê kesên tayînkirî ji Îsa Mesîh distînin. w24.02 23-24 par. 13-14