Roja Pêncşemê, 24 Tîrmeh
Xudan şivanê min e, çênabe kêmahiya min (Zebûr 23:1).
Zebûr 23 kilameke li ser baweriya bi hezkirin û eleqeya Yehowa ye. Di vê zebûrê de, Dawid behsa dostaniya di nav wî û Şivanê wî Yehowa de kir. Dawid xwe bi temamî dispart rêberiya Yehowa. Wî dizanibû ku kerem û hezkirina Yehowa wê heta dawiya emrê wî ‘li pey wî bimeşe’. Gelo Dawid çima ji vê yekê ew qas emîn bû? Dawid emîn bû ku Yehowa li wî xwedî derdikeve, çimkî Yehowa her tim hewcedariyên wî tedarek dikirin. Wekî din, Dawid dizanibû ku Yehowa dostê wî ye û ji wî razî ye. Loma, ew emîn bû ku Yehowa wê her tim li wî xwedî derkeve. Dawid baweriya xwe bi hezkirina Yehowa dianî, loma wî bi zêdeyî xem nedixwar, lê dilxweş û dilrihet dima (Zebûr 16:11). w24.01 29 par. 12-13
Roja Înê, 25 Tîrmeh
Û ezê her tim, heta rojên dawîn ên vê dinyayê bi we re bim (Meta 28:20, NWT).
Ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem û pê ve, Şahidên Yehowa mizgînî li gelek welatan bi serbestî belav kiriye. Di netîceyê de, karê belavkirina mizgîniyê bi pêş ve çûye, û gelek kesan Yehowa nas kiriye. Îro, endamên Koma Rêberiyê xwe dispêrin rêberiya Îsa Mesîh. Ew xîret dikin ku telîmatên ku ew didin xwişk û birayan li gor daxwaza Xwedê bin. Bi destê çavdêrên herêmê û rîspiyan, ew rêberiya civatan dikin. Îsa Mesîh rîspiyên meshkirî “di destê xwe yê rastê de digire” (Peyxam 2:1). Rîspiyên me helbet qisûrdar in û carinan şaşiyan dikin. Mûsa, Yêşû û şandiyên Îsa Mesîh jî carinan şaşî dikirin (4. Mûsa 20:12; Yêşû 9:14, 15; Romayî 3:23). Lê belê, xuya ye ku Îsa Mesîh niha rêberiya “xulamê dilsoz” û rîspiyên tayînkirî dike. Ji ber vê yekê, sebebên baş hene ku em xwe bispêrin rêberiya ku em bi destê kesên tayînkirî ji Îsa Mesîh distînin. w24.02 23-24 par. 13-14
Roja Şemiyê, 26 Tîrmeh
Ji bo vê yekê, wek zarokên delal mîna Xwedê bikin (Efesî 5:1).
Wexta ku em ji kesên din re dibêjin ku em ji Yehowa hez dikin û ji wî re şikirdar in, em pesnê wî didin. Gava em di xizmetê de ne, hedefa me ya sereke ew e ku em alî mirovan bikin ku ew jî nêzîkî Yehowa bibin (Aqûb 4:8). Em pir hez dikin ku bi destê Kitêba Pîroz nîşanî mirovan bidin ku Yehowa yekî çawa ye, û em ji wan re behsa hezkirin, edalet, hîkmet û qudreta wî dikin. Wekî din, em xîret dikin ku Yehowa ji xwe re bikin emsal. Gava em wisa dikin, kesên din dibînin ku em ji mirovên vê dinyaya xerab cuda ne (Meta 5:14-16). Wexta ku em di jiyana rojane de bi mirovan re xeber didin, em dikarin ji wan re zelal bikin ku em çima li gor Kitêba Pîroz dijîn. Ev yek dikare alî kesên dilpak bike ku ew nêzîkî Yehowa bibin. Gava em bi van rêyan pesnê Yehowa didin, em dilê wî xweş dikin (1. Tîmotêyos 2:3, 4). w24.02 10 par. 7