Roja Yekşemê, 10 Tebax
Hevalekî baş her tim hez dike û di tengasiyê de wek bira ye (Methelokên Silêman 17:17, NWT).
Gava ku li Cihûstanê xelayeke giran çêbû, xwişk û birayên li civata li Entakyayê “biryar da ku her yek ji wan li gor karîna xwe alîkariyê ji bawermendên li Cihûstanê re bişîne” (Karên Şandiyan 11:27-30). Rê her çi qas pir dûr bû jî, xwişk û birayên li Entakyayê bi dil û can dixwest alîkariya wan bikin (1. Yûhena 3:17, 18). Îro, gava li derekê felaket çêdibe, em jî dikarin ji xwişk û birayên xwe re dilşewatiyê nîşan bidin û zû hereket bikin. Em dikarin ji rîspiyan bipirsin ka em çawa dikarin destekê bidin xwişk û birayan. Wekî din, em dikarin ji bo karê cîhanî bexşan bidin û ji bo kesên zerardîtî dua bikin. Dibe ku ji xwişk û birayan jî alîkarî lazim bibe ku ew hewcedariyên xwe yên esasî peyda bikin. Gava Padîşahê me Îsa Mesîh li ser mirovan hukim bide û bibîne ku em ji hev re dilşewatiyê nîşan didin, ewê me dawet bike ku em Padîşahiyê bi mîrasî bistînin (Meta 25:34-40). w23.07 4 par. 9-10; 6 par. 12
Roja Duşemê, 11 Tebax
Bila maqûliya we ji aliyê hemû mirovan ve bê dîtin (Filîpî 4:5, NWT).
Îsa Mesîh maqûliya Yehowa ji xwe re mînak digirt. Ew “tenê ji bo miyên windabûyî yên mala Îsraêl” hatibû şandin. Lê wî ji kesên din re jî bi maqûlî behsa xebera xêrê dikir. Carekê, jinikeke ne Îsraêlî ji wî lava kir ku bila ew keça wê, ya ku “ji destê cinan êşeke mezin” dikişand, qenc bike. Dilê Îsa Mesîh pê şewitî û wî keça wê qenc kir (Meta 15:21-28). Ka bala xwe bide mîsaleke din. Carekê, Îsa Mesîh gotibû: “Kî ku min … înkar bike, ez jî, ezê wî … înkar bikim” (Meta 10:33). Lê wî Petrûsê ku ew sê caran înkar kiribû, red nekir, çimkî Îsa Mesîh bawerî û poşmanbûna wî dît. Piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, wî xwe nîşanî Petrûs da û jê re got ku wî ew efû kiriye û jê hez dike (Lûqa 24:33, 34). Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh di her tiştî de maqûl in. Yehowa dixwaze ku em jî kesên maqûl bin. w23.07 21 par. 6-7
Roja Sêşemê, 12 Tebax
Êdî mirin wê nebe (Peyxam 21:4).
Gelo em çawa dikarin kesên din qanih bikin ku ev soza Xwedê wê rast derkeve? A yekê, Yehowa bi xwe vê sozê dide. Kitêba Peyxamê dibêje: “Yê li ser text rûniştibû got: ‘A vay, ez her tiştî nû dikim!’” Qewet, hîkmet û daxwaza Xwedê heye ku soza xwe pêk bîne. A diduyan, Yehowa dizane ku ew çi dibêje helbet eynî wisa dibe. Ji bo vê yekê, ew wisa xeber dide: “Ev peyvên ha dilsoz û rast in. … Her tişt çêbû!” A sisêyan, gava Yehowa dest bi tiştekî dike, ew wî tiştî bi serkeftî dibe serî. Gotina “ez Alfa û Omêga … me” vê yekê piştrast dike (Peyxam 21:6). Yehowa wê îsbat bike ku Îblîs derewkar û neserkeftî ye. Eger kesekî bibêje, “Ev gotin pir xweş e, lê tenê xewn û xeyal e”, ji wî re ayetên Peyxam 21:5 û 6an bixwîne û şîrove bike. Nîşan bide ku Yehowa wê her tim li ser soza xwe bisekine, çimkî wî îmzeya xwe avêtiye ser gotinên xwe (Îşaya 65:16). w23.11 7 par. 18-19