Roja Duşemê, 11 Tebax
Bila maqûliya we ji aliyê hemû mirovan ve bê dîtin (Filîpî 4:5, NWT).
Îsa Mesîh maqûliya Yehowa ji xwe re mînak digirt. Ew “tenê ji bo miyên windabûyî yên mala Îsraêl” hatibû şandin. Lê wî ji kesên din re jî bi maqûlî behsa xebera xêrê dikir. Carekê, jinikeke ne Îsraêlî ji wî lava kir ku bila ew keça wê, ya ku “ji destê cinan êşeke mezin” dikişand, qenc bike. Dilê Îsa Mesîh pê şewitî û wî keça wê qenc kir (Meta 15:21-28). Ka bala xwe bide mîsaleke din. Carekê, Îsa Mesîh gotibû: “Kî ku min … înkar bike, ez jî, ezê wî … înkar bikim” (Meta 10:33). Lê wî Petrûsê ku ew sê caran înkar kiribû, red nekir, çimkî Îsa Mesîh bawerî û poşmanbûna wî dît. Piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, wî xwe nîşanî Petrûs da û jê re got ku wî ew efû kiriye û jê hez dike (Lûqa 24:33, 34). Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh di her tiştî de maqûl in. Yehowa dixwaze ku em jî kesên maqûl bin. w23.07 21 par. 6-7
Roja Sêşemê, 12 Tebax
Êdî mirin wê nebe (Peyxam 21:4).
Gelo em çawa dikarin kesên din qanih bikin ku ev soza Xwedê wê rast derkeve? A yekê, Yehowa bi xwe vê sozê dide. Kitêba Peyxamê dibêje: “Yê li ser text rûniştibû got: ‘A vay, ez her tiştî nû dikim!’” Qewet, hîkmet û daxwaza Xwedê heye ku soza xwe pêk bîne. A diduyan, Yehowa dizane ku ew çi dibêje helbet eynî wisa dibe. Ji bo vê yekê, ew wisa xeber dide: “Ev peyvên ha dilsoz û rast in. … Her tişt çêbû!” A sisêyan, gava Yehowa dest bi tiştekî dike, ew wî tiştî bi serkeftî dibe serî. Gotina “ez Alfa û Omêga … me” vê yekê piştrast dike (Peyxam 21:6). Yehowa wê îsbat bike ku Îblîs derewkar û neserkeftî ye. Eger kesekî bibêje, “Ev gotin pir xweş e, lê tenê xewn û xeyal e”, ji wî re ayetên Peyxam 21:5 û 6an bixwîne û şîrove bike. Nîşan bide ku Yehowa wê her tim li ser soza xwe bisekine, çimkî wî îmzeya xwe avêtiye ser gotinên xwe (Îşaya 65:16). w23.11 7 par. 18-19
Roja Çarşemê, 13 Tebax
Ezê te bikim miletekî mezin (1. Mûsa 12:2, Mizgînî).
Gava Birahîm pêxember 75 salî bû û zarokê wî tune bû, Yehowa ev soz dabû wî. Gelo Birahîm bi çavê xwe dît ku ev soz çawa hat cih? Piştî ku ew di Çemê Firatê re derbas bû û 25 salan li hêviyê ma, Birahîm dît ku kurê wî Îshaq bi mucîze hat dinyayê. Û piştî 60 salên din, neviyên wî Esaw û Aqûb hatin dinyayê (Îbranî 6:15). Lê Birahîm qet nedît ku neviyên wî çawa bûn miletekî mezin û li Welatê Sozdayî cihwar bûn. Dîsa jî, Birahîm dilsoz ma û bû dostê Xwedê (Aqûb 2:23). Û gava Birahîm ji mirinê bê rakirin, ewê gelekî şa be ku hemû miletên dinyayê ji ber bawerî û dilsoziya wî hatin bibereketkirin! (1. Mûsa 22:18). Dersa ji bo me çi ye? Belkî em bi çavê xwe nabînin ku hemû sozên Yehowa bi temamî tên cih. Lê belê, eger em mîna Birahîm sebir bikin, em dikarin bawer bin ku Yehowa wê me hem niha hem jî di dinyaya nû de xelat bike (Marqos 10:29, 30). w23.08 24 par. 14