Roja Înê, 15 Tebax
Kîfas ji yên ku li pey sinetbûnê diçin tirsiya … û ji wan veqetiya (Galatî 2:12).
Piştî ku ew bû xizmetkarekî Xwedê yê hilbijartî, Petrûsê şandî hê jî li hemberî qisûrên xwe micadele dikir. Piştî Mîladê di sala 36an de, Xwedê Petrûs şand cem Kornêlyosê ku ne Cihû bû. Li wê derê, Xwedê Kornêlyos bi ruhê xwe yê pîroz hilbijart. Bi vî şeklî, Petrûs fehm kir ku mirovên ji hemû miletan li ber çavê Xwedê yek in, û ew jî dikarin bibin xizmetkarên wî (Karên Şandiyan 10:34, 44, 45). Piştî vê, Petrûs bi mirovên ji miletên din jî xwarin dixwar. Berî hingê, Petrûs wê tiştekî wisa qet nekira. Lê belê, hin xizmetkarên Xwedê yên Cihû difikirîn ku gerek Cihû û xwişk û birayên ji miletên din bi hev re xwarinê nexwin. Gava hin ji wan Cihûyan hatin Entakyayê, Petrûs hew tevî xwişk û birayên ku ne Cihû bûn xwarin dixwar. Wî nedixwest xatir û qedrê xizmetkarên Xwedê yên Cihû bişikîne. Pawlosê şandî ev durûtiya wî dît û li pêş hemûyan şîret da wî (Galatî 2:13, 14). Tevî vê şaşiya giran jî, Petrûs dev ji xîreta xwe bernedida. w23.09 22 par. 8
Roja Şemiyê, 16 Tebax
[Xwedê wê] we li ser bingehê qayîm bike (1. Petrûs 5:10).
Rîspîno, ji xwe re bikin hedef ku bi dil û can û bi xîret şivantiya miyên Yehowa bikin. Eger tu xwe analîz bikî, tuyê belkî çend qisûr û kêmasiyên xwe bibînî, lê cesareta xwe winda neke. Ji bîr neke ku Efendiyê me Îsa Mesîh dilovan e û ewê alîkariya te bike ku tu bi pêş ve herî (1. Petrûs 2:3). Petrûsê şandî ji me re dibêje: ‘Xwedê bi xwe wê me nûvejen bike’, yanî ewê perwerdeya me temam bike. Wekî din, ewê me ‘xurt bike’. Carekê, Petrûs xwe hêjayî dîtina Îsa Mesîh nedît (Lûqa 5:8). Lê bi alîkariya Yehowa û Îsa Mesîh, Petrûs xîret dikir ku şagirtekî Îsa Mesîh bimîne. Di netîceyê de, Yehowa îzin da Petrûs ku ew bikeve “Padîşahiya herheyî ya Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh” (2. Petrûs 1:11). Çi xelateke mezin! Wek Petrûs, eger tu dev ji xîreta xwe bernedî û rê bidî ku Yehowa te perwerde bike, tuyê jî xelata jiyana bêdawî bi dest bixî. Paşê tuyê bigihîjî hedefa baweriya xwe, yanî xelasiya xwe (1. Petrûs 1:9). w23.09 31 par. 16-17
Roja Yekşemê, 17 Tebax
Biperizin wî yê ku erd û ezman … afirandine (Peyxam 14:7).
Di demên berê de, di konê îbadetê de, tenê hewşek hebû. Ew meydaneke fireh bû û li dora wê çeper hebû. Li wir, kahînan wezîfeyên xwe dianîn cih. Li hewşê, qurbangeheke sifirîn hebû. Li ser vê qurbangeha mezin, qurbanên şewitandî dihatin pêşkêşkirin. Wekî din, berî ku kahînan dest bi xizmeta xwe ya pîroz dikir, wan li cem hewza sifirîn dest û lingên xwe dişûştin (2. Mûsa 30:17-20; 40:6-8). Îro, kesên hilbijartî, yanî birayên Îsa Mesîh, li dinyayê bi dilsozî li hewşa hundirîn a îbadetgeha ruhî xizmetê dikin. Hewza mezin tîne bîra wan û xizmetkarên Xwedê yên din ku gerek ew ji aliyê ruhî û exlaqî ve pak bimînin. Lê ferdên ‘elaleta mezin’ li ku derê îbadetê dikin? Yûhenayê şandî dît ku ew “li ber text” sekinî ne, yanî li hewşa derve. Li wê derê, ew “şev û roj” ji Xwedê re îbadetê dikin (Peyxam 7:9, 13-15). Em pir serbilind in ku di îbadetgeha ruhî de cihê me jî heye! w23.10 28 par. 15-16